KARÊ EVÎNA KU BI HÊSANÎ NAYÊ PEJIRANDIN, HIZIR Û HESTEKE KU HATIYE QETILKIRIN E

Ez berî her tiştî, tenê 8’ê Adarê weke roja jinên cîhanê be, rast nabînim. Hemû rojên bi jin, bi jinênazad re di jiyanê de mercekî ku tu car dev jê nayê berdan e. Lê ev rastiya 8 ê Adarê jî pir vekirî dide nîşandan ku di jiyanê de, jin tune ye. Nêzîkatiyên tenê di vê rojê de weke nirxekê bibîranîn, asta kûrahiya koletiya jinê dide xuyakirin. Ji bo min, qada xebateke her ku diçe li serê dihizirim e. Ji şer cuda nabînim. Heta mîna di hemû şoroşan de, mijara bingehîn ku divê şoreşên roja me û nemaze şoreşa Kurdistanî bi ser bixin; karê dahûrandina jiyana li der û dora jinê ye. Em ji pirsgirêkên herê berfireh ên şer bigirin û ji aştiyê heya ku bingehek pêşxistina azadiyê di navenda her karî de cih digire. Hişmendiya ku li derdorê jinê, hatiye hûnandin, heta ku birastiya bîrdozî, rêxistin, çewsandin û mîtîngerî ve neyê destgirtin, heta ku çareserî li ser vê bingehê neyê kûrkirin; her weha şer û şoreş ji jinê qut girtina dest, negengaz e ku şer tam bibe şerê azadiyê.
Aştiya ku paşê bê jî negengaz e ku bibe aştiyek rast. Mercên vê yên bingeh û yên pir esas, verişandina têkiliyên dafikên li derdorê jinê ne. Em ji malbatan bigrin, heya hexlaq, felsefê û jiyana olan, her hemû di vê mijarê de çi dibêjin? Ji vana wêdetir çi pêkanîne û ci dihizirin? Wan bixwe jiyanek çewa avakirine, çareseriya vana hemûya jiyanî ye. Li ser şoreşa Kurdistanê her ku ponijim, ez hê bibaldar nêzîkê vê pirsgirêkê bûm. Ez dixwazim vê jî bibêjim, Çareseriya vê jî wa ji şer qut nahizirim. Ji bo pêşxistina şer û li ser wateya wê ya rast, ji bo pêşve çûyinê, ez vê pirsgirêkê di girtina dest de pêwîstiyek ji dil dibînim. Ji bo vê jî têgotin, şoreş û jiyan bê jin nabe, ev rastiyek e. Lê di roja me de rewşa ku têdeye û ya din jî di bin statuya ku heye de, jiyana bi zilam re, jiyana bi jinê re, ez hê jî di warê pejirandinê de zahmetiyên ku dikşînim rengeke yê jiyanê ye.
Ez bêjim min şoreşa xwe, bi armanca rêbazê vê jiyanê bidim guhertin pêşxistiye, dibe ku rastiyek birengek hê baldartir ez tînime ziman be. Weke elmandineke pirsa ‘’ 8ê Adarê, ji bo roja jinên cîhanê tê çi watê’’ bê kirin; bersiva ku ji re bê dayîn, kûratiya koledariyêk li bîrhanîn û bi bîranîn e. Heya tê wateya ku pir sembolîk û hinek jî li gor min girîngiyek ne ji dil jê re raberkirine. Çima tenê rojek dibe roja jinan? Hebûnek jiyanê ya ku dev jê nay berdan, çima tenê rojek nîrxdarîya wê tê bibîranîn? Weke roja dayika jî rojek jê re tê diyarî tê dayîn. Li gor min ev îfadeya ne dilsozbûyê ye, divê ev bên derbaskirin. Divê hemû rojan weke roja 8ê adarê bê destgirtin û bê pêşxistin. Di milê Kurdîstanê de tiştên ku zêde ji bo vê rojê em bibêjin tuneye.
Şoreşa bi jinê re em di nava hewldanek mezin de didomînin. Ji wateya gelenperiya 8ê adarê, hê girîntir derbaz dibe. Heya kar, li gel me wa lê hatiye ku heke jinek yan jî zilamek di vê mijarê de nebe xwediyê pêngavek, ez texmîn nakim ku mafê jiyanê bibînin. Tenê ne ji bo gelê Kudistanê, ji bo asta navnetewî hêzên ku dixwazin helwest bidin xweya kirin, bi nemaze jin dixwaze vê pêvajoyê têbgihê. Ez bawerim ku bi van nîqaşên me ve ez ê vê hinek bighînim vekirîbûnekê. Ez bihêvîme ku di pêvajoya pêş me de hê zêdetir giringiyek bidime civînin jinan. Karê ku dikeve para min, ji bo pêkanînê weke deyneke dibînim. Bi taybet jî li ba me her dem pêdiviyek ku em şehîdan bibîrbînin heye. ‘’ Çi yên xwe kirin bomba û taqandin’’ bi vî awayî eslê mirov xwedighîne çalekiyên herê cidî ve, kesên xwedyên çalekiyênazad, çi jî yên xwe şewitandin, bi vî rengî xwestin xwepaqişkin; eslê jinê, erkên ku dane pêş me di kesayeta van şehîdean de bicîh anîn ji bo min deynek e. Bi sedema vê rojê jî bi taybet vana diyarkirinina min wê di cî de be.
Ez wa bawerim ku eleqeya jinê her ku biçe wê hê pêşbikeve. Sedemên herê bingehîn, di desthilatiya zilam a cîhanî bisrara berdewamkirine de kuraburdûyê bimiriva nadin gerandine. Bîrdoziya desthilatiya zilam, bandora xwe ya ku li jiyanê dike, pirsgirêka jinê hê girantir kiriye. Bi taybet jî ji şoreşên sedsalên 20’ an ve yên di demên dawî de di milên jinê de rê liber hinke pêşveçûna vekiribin jî lê tam çareseriyek pêknanîne. Heta li van welatên ku sosyalîzêma pêkhatî lê fermî jî bûye, vana nekirin malê şoreşa jinê, pîvanên jiyana giştî, mirovên herê ku digot ezim, bi kesayetên weke Rêberên sosyalîstan re jî xwe dide domîn, ev pir vekirî û li holê ye. Heke ez qala xwe bikim, ez vêya hinekî hîn cuda digrim dest, vê pirsgirêkê hîn kûr û diberfirhiya gerdûnî de dest girtina min rast e. Ez li vê derê tenê pêdiviyên şoreşa rizgariya netew bigirim ber çav, dahûrûnek jinan nakim. Heta ku ji bo guncawbûna rojê em xelaskin “nîvê nufûsêne, bê wan şoreş nabe” ez ne di nava ferasetek (anlayiş) weha teng de me.
Ez hê bibingeh tevdigerim. Ji bo min ev weka felsefe û xwebatek bicoş e. Ji bo ku ez fereseta xwe ya sosyalîst avabikim, pêwîst e ez vêya çareser bikim. Weke keseyatek zilam, hêjî ez di nava lêgerînê de me. jiyana bi jin re divê çewa be, jiyana giştî wê çewa be, dema me ev me pirs, pirsdikir, jiyan bi jinê re wê çewa be, ev pirsa ji bo ez hêjî pêwîstî dibînim ku liserê bihizirim. Di vê mijarê de ez vekirî bidim diyarkirin ku ez xwe navêjim pişta tu darîzînên keveneşopî û nirxên exlaqî, ez bawerim ku ji nêzîkatiyên milên cînseltî bigre, bi jinê re di her warê jiyanê de parkirin, polîtîka û heta xebatin leşkerî parkirinê, pirsgirêk hene. Pêwîstî û giringiyek didim van nîqaşan. Tenê bi sînorên nîqaşan ve mayîn na, evana bi rêbazên hîn cudatir ve bi çareseriyên şoreşgerî ve birin hê zêdetir min eleqerdikir. Ez van weha dinirxînim, karên herî pêwîstin û yên bingehînin ku sosyalîzma demê pêkbîne. Di sosyalizma pêkhatî de hat îspatkirin ku tenê têkoşîna çînî têrnake.
Di roja me de pirsgirêkên hawirdor her ku diçe mezin dibin, emperyalîzma kapîtalist xwezayê ser û binê hev kiriye û aniye rewşek ku nayê jiyankirin, ji bo vê şoreşa sosyalîstawa ku çareseriyek bingehîn pêwîstî pê hebe, ji bo jinê hê zêdetir pêwîst e. Ev pirsgirêk bi her aliyên jiyanê re têkildar e, pir dervê nêzîkatiyên keveneşopiya ne. Em ji girtina bîrdozî bigrin, heya ku bihevrebûnên pêkhatî, heta zewacê jî divê bê lêpirsînkirin, ez wa bawerim ku di her warî de pêwîstî bi nêzîkatiyên nû hene.
Heke bala xwe bidinê, nêzîkatiyên min yên di vî milî de pir gerdûnî ye. Tenê di derbarê girseya jinê û netew de nîne. Di vî milî de di qada navnetiwî de jî eleqeyek pêşdikeve. Fersetek sosyalîst di vî milî de pêş bikeve, bêguman wê hê zêdetirîn jin bên rojevkirn. Pirsgirêka jinê ne tenê di milê cînseltî de û ne jî di milê rêxstinê de, di her warê civakî de birengekî ‘’divê çewa be’’ bê lêpirsînkirin. Her ku bersiv pêşkeve, wê bê dîtin ku di esas de şer û aştî pirsgirêke jinê ye. Heya ku vîna jinê, keseyeta jinê nekeve rojevê, tenê bi çareseriyên hişmendiya zilamên desthilat ve wê bê têgihîştin ku ne şer û ne jî aştiyê, bi tena serê xwe çareser nebe. Her weha di Şoreşên ku li demên pêş me de ne û piştî şerên salên 21.’ an de pêvajoyên aştiyên ku li dû wan bên, ji bo ku bê bi tendûrîstîkirin; divê em şoreşa jinê bidin kûrkirin.
Bêguman yek ji xalên herî zêde desnîşan dikim, giştî jî eleqedar dike. Hîn zêde xisûsekî di derbartê Kurdan de dixwazim şênber bikim. Yanê têoriya evînê ye. Hûnê bêjin ku di dema pêşxistina şer de ev evîn ji kûderê derket? Niha herî kêm bi qasî evînê bûyereke zahmet derdikeve pêşberî me. Kurd nûneratiya gelê ku ji evîn û hezkirinê mahrûm hatine hiştin dikin. Hezkirin hatiye zuwakirin, hezkirin di bin komkujiyan re hatiye derbaskirin. Di asta ku jê neyê bawerkirinê de ye! Hinek kesên ku xwe rewşenbîr hesab dikin hene. Qaşo rewşenbîr bi huner, wêje re mijûl dibin û hewldidin dilê mirovan şîrove bikin. Mixabin, dema ku Kurd dibin mijara gotinê, jixwe qet nasnekirine.
Dilê Kurdan li kûderê, kengî xelasbûye nayê zanîn. Dilê ku bi Kurdan re heyê yê kê/î ye? Ev hest hestên kê/î ne? Hehe hebe jî rihek, yê kija bêganeyî ye. Rihê kîjan xulamî ye? Kîjan bêwîjdanî, kîjan baçareyî ye? Divê ev tev bên şîrovekirin. 300 sal beriya niha gotina ku ji aliyê Ehmedê Xanî ve hatiye gotin heta niha jî ji bo min girîng e. Wî dema ew pirtûk nivîsiye tiştke gotiye. Dibeje: “ji bo ku nebêjin Kurd bê evîn, îrfanin dinivîsînim. Yanê ne weha ye evîna wan jî, îrfanê wan jî heye, zanistan wan jî heye, ji bo ku ez vê bêjim ez vê pirtûkê dinivîsînim” Ev gotinên pir girîng in. Heke bê dîkatkirin li wê derê bahsa îlm-îrfan û evînê tê kirin, ji bo Kurdan. Niha ya ku 300 sal beriya niha hebû hatî wendakirin. Eşkereye ku evîna Mem û Zînê ne evîneke pêknehatiye. Di wir de herdu jî mirine, bûne xwelî. Heta bi qasî k nikaribin biaxivin rebinin, bêguman di nav rastiyên civakî yên wê demê de. Niha pirsgirêkeke me ya weha jî heye. Texmîn dikim ku sedemên esas jî ev e.
Bi rastî jî me çima YAJK dît? Ne ji bo ku bi awayekî çors em jinê bidin şer kirin. Bila ev şaş neyê fêmkirin, ne ji bo zilamê derveyî me jî; ji bo ku em zilamê di nav xwe de bînin hîzayê me avakir. Dema ku em dibêjin anîna hîzayê, yanê ji bo hinekî be jî guhertin û veguhertina zilam me ev proje pêşxist. Niha qasî serê derziyê jî naxwaze nêzîkatiyên xwe biguhere. Min qala evînê, hestan kir. Li beramberî jina herî azad jî nikare rêzdar be. Çima? Ji ber ku ez bêjim cînseltiya wî ya çors, ew jî zêde nîne li beramberî min. Ji ber ku bûye bela serê wî. Plansaziyeke ji dil a çalakî û rêxistinê pêşnaxe. Jina li kêleka serê xwe tawanbar dike û dibeje: “Tu bû asteng li pêşiya pêşxistina şer.” Jiyanê analîz nake. Hestên wî zêde pêşneketine, dema ku ji nişkêve derfet dibîne bi xerizeyên xwe ve xwe dispêre erka ku di dest de ye û tola xwe ji jinê radike. Niha ev pirsgirêkeke pir cidiye. Bêguman pêwîst e em zilam veguherînin. Yek ji tevdîrên herî çors ku me girtiye di vê mijarê de bi rêxistinkirina YAJK’ê ye. Di van demên dawî de min ev got: “ez jî di nav de, li beramberî me xwe birêxistin bikin”. Min got ku “di rastiya me de ez vê xeter dibînim”. Hîn zilam nehatiye guhertin û veguhertin. Tevî ku ez ewqas ji bo jinan hewldidim, şer dikim jî, encax dikarim ewqas bikim. Ji bo wê min got hukmî hestên xwe bikin.
Heke gengaze xwe bi rêxistin bikin, ji bo veguhertina zilam hinekî hêza xwe zêde bikin, hêzbixin nav hêza xwe. Heke na wê bêjin zalim, bêçare û tiştekî nedin. Dema ku YAJK hinekî hat birêxistinkirin zilam êdî weke berê êrîş nake. Xwe naspêre hêza xwe û nabêje ev keç weha ye, ev wa dike. Vî hêzî ji derve na, ji nav me digire. Me ew şikand, ev pêşketineke girîng e. Hûn dibêjin we balbat çawa analîz kir. Vaye, me weha analîz kir. Li gorî min zilam êdî naçare liberxwe bide. Li şûna ku li dûv jinê erzan bigere, jina erzan bibîne, rastiya Zîlan heye. Jin jineke binirxe, mezin serhildaye. Çalakiya xwe ya mezin jî pêşxistiye. Nivîsa xwe nivîdeandiye, sonda xwe xwariye û pêk jî aniye. Niha her roj dibêjim ez ê li beramberî vê jinê rêzdar bim. Dibe ku hûn jibîr bikin, we jibîrkiribe. Lê wesiyetek heye di holê de. Di vê wateyê de ez nikarim dev ji wesiyeta şehîdan berdim. Ez dibejim hûnê li gor vê tevbigerin. Li gor vê tevger jî zahmete.
Nakokiyek derdikeve. Ev wê bibe qutbûn, tevlîbûn, ji nû ve parvekirin? Heke bibe naçare zilam xwe ji nû ve biafirîne. Yek, bi zanistî; du, azadixwaz û bi îrade; sê serfirazî. Ez hertim vê mînakê jî didim. We hêlînên çûkan dîkat kiriye, dema ku destê mirovan li hêlînê, ango hêkên wê bikeve çûk wê helînê terk dike. Niha yek buhusta axa me ya nehatiye îşgal kirin nemaye. Heke bi qasî mejiyê çûkê mejî hebe, di vê hêlînê de malbateke bi namûs nayê damezrandin. Divê hûn van rastiyan bizanin. Çûk heyberekî xwezayî ye. Weke min got, destê beganeyan bigihêje hêlînê dihele û diçe. Ji ber ku xeterî heye li wir. Dibeje: “destê heram gihîştiye vê hêlînê. Bi hezaran sale li beramberî rastiyeke dijmin yek cihê me yê ku nehatiye îşgalkirin, yanê yek noxteya me jî nemaye. Niha tu van rastiyan bêjî, hênê bêjin wey ma em nejîn? Em bijîn, lê vê rastiyê jî bibînin. Vê rastiyê jî analîz bikin. Heke em analîz nekê wê çibibe?
Vaye; Kurd li ser axa xwe nasekine, vaye herder digirî. Vaye Kurdistan ji binî ve hat valakirin. Di Kurdistanê de yê/a bêje ez Kurdim, dixwazim azad bijîm; ez bi anûrim hema bêje yek kesê bivî rengî nemaye. Gêrîla ez ji we re vedibêjim. Pir bi zahmet jiyan dikin. Ez çibikim, wê demê em xwe bi xwe înkar nekin, azad bijîn, lê rastî li pêşberî me ne. Heke hêza we ya çareseriyê nebe, di mayîna welat de bi israr nebin, di pêwendiyên azad-wekhev e bi îradeya xwe hûn israr nekin em ê we keçan çawa didin jiyîn? Bi pereyan nabe, pere zorbatiye, mal dike mulk. Bûyereke hertim li dijî jinê tê bikaranîne.
Baş e; ma em qet nejîn, vaye li vir pêdivî bi teoriyeke evînê ya mecbûrî heye. Pêwsît e di gel vê de mirov dilê xwe jî pêşbixe. Gengaz be pêwîst e keçên me jî xwe nasbikin. Pêwîst e bibin xwedî nasname. Mînak: Ez jî di nav de bila zilamênme yên din aciz nebin, zilamekî çawa dixwazin pêwîst e vekirî bêjin. Ev hem mafê we, hem jî erka we ye. Zilam zir-zope, ji pergalê maye, bermahiyê axa û bega ye. Li gel me her zilamek li gorî bîrdoziya feodalîzmê hertim xwe dixe şûna axa û reîsan. Mafê lêdan, xebardana ji jinê re bi xwe re dibîne. Ev pir vekiriye. Gelo ez ê bikaribin vê bi tenê derbasbikim, na. Kêç hûnê xwe birêxistin bikin.
Madem hûn jiyaneke wekhev û azad dixwazin, hûnê berdêla vê jî bidin. Çûyin û xwedayîna kuştin jî na, di dest de çêk û xwe îspatkirin jî na, ev nêzîkatiyeke nebes e. Hûnê hestên xwe rêxistin bikin. Hûnê hêza fikirandina azadiyê pêkbînin. Bi zilamekî çawa re bi çi şêwazî, jiyaneke çawa dixwazin di derbarê van de hûnê projeyên xwe pêşbixin. Lê baldar bin, civaka me ya serdest a zilam, zimanê jinê jî jêkiriye. Dayik bû bavê te ji te re dibêjê; min ji te re mêr dîtiye. Ev di nav bûrjûvaziyan de jî weha ye. Lê di nav wan de rêbaz hinekî pêşketiye. Keç jî lê dinêre, perê wî, mûçeyê wî di cih debe, jixwe ew jî ji keçeke gundê bêtir ber bi himêza zilam ve bazdide. Di vê derê de bûyera ku em jêre dibêjin projeya xwe dispêre azadiya jinê nîne. Bi boneya roja jinê xalên herî balkêş ev in jixwe.


Notice: Undefined variable: meta_text in /home/abdullahocalan/public_html/ku/wp-content/themes/xwe/content-single.php on line 53