HEVPEYVÎNA ÎBRAHÎM EHMET YA 1995’AN BI RÊBERTIYÊ RE – 3

Abdullah Ocalan: Baş e, derketina Elî Esker û wan çawa bû? Çima tasfiye bûn?

Hawar: Piştî peymana Cezaîrê û 11’ê Adarê hin welat-perwer û ciwanên Kurd ev peyman qebûl nekirin û derketin çiya. Kom bûn û hin rêxistin saz kirin. Ji van yek jî Şehîd Elî Esker bû. Wî û hevalên xwe şert qebûl nekirin û heta ku ji aliyê dijberên xwe ve hatin tasfiyekirin, têkoşiyan. Piştî şehadeta Elî Esker û koma wî Resûl Mamend derbasî Kurdistanê bûn. Li dora xwe hêz kom kir û pêşmergeyên xwe çêkirin. Tevgereke baş ava kir. Hi-kumeta Iraqê dixwest wî bi pereyan ji doza wî vegerînin. Heta sedhezar dînar lê hat teklîfkirin. Lê belê wî qebûl nekir û berxwedana xwe domand. Di wê demê de gelek rêxistin û partî ku partiya komeleyan jî ji van yek bû, hatin cem hev û Partiya Yekîtiya Niştimanê Kurdistan damezirandin. Gotin ku ji bo çare-serkirina pirsgirêka Kurd dê têbikoşin û mafê wan heye ku ji bo gelê Kurd têkoşînê bidin diyarkirin. Hinek ciwanên bajaran tevlî partiyê bûn. Gelê Kurd helwesta xwe li aliyê têkoşînê diyar kir.

Tevgera Kurd bi xwîneke nû, bi rihekî nû û bi şêweyeke hêzdar ket bin kontrola ciwanên welatperwer. Piştî şerê Kendavê yanî şerê Kûveytê gelê Kurd bi serhildanan hêzên Iraqê ji Kurdis-tanê derxist. Hêzên yekîtiya welatperweran jî di nav serhildanê de cih girt. Piştî ku rejîma Iraqê bi hovitiyeke mezin êrîşî Kurdis-tanê kir û koçberiya mezin dest pê kir. Gel ji bajaran derket ber bi çiyê ve reviyan. Ev encama politîkayên dewletên hevkar a li ser Iraqê bû. Piştî ku dewletên hevkar Iraq dan sekinandin, Kurd hatin cihên ku ji aliyê hêzên Iraqê ve hatibûn valakirin, bi cih bûn û hikumeta federal ava kirin. Wekî ku mirovê gewre, serokê tevgera Kurd Îbrahîm Ehmed jî bi awayekî dîrokî li ser wê rastiyê disekine, divê mirovên welatperwer baş bizanibin ku: Çima ser-hildanên me yên berê negihiştin serkeftinê, sedemên wê çi bû û çima hatin şikestin? Divê wekî ku di mînakan de jî tê dîtin, baş fêm bikin. Dikarim gelek serhildanan mînakan bidim. Wekî mînak: Serhildana mezin a Bedirxan Beg her çendî li Bakur dest pê kiribû jî, têkoşîna xwe li Rojhilatê Kurdistanê geş kirin. Ar-manca wan ev bû. Îran lewaz e, divê em destpêkê li Îranê şoreşê pêk bînin û piştre em ê vegerin Bakurê Kurdistanê. Şex Ûbeydûl-lah jî ket heman şaşitiyê û ji Kurdistana rojhilat dest bi serhildanê kir.

Di wê dîrokê de rastiya dîrokî ev îspat dikir ku dewleta Îranê hem ji aliyê Çaritiya Rûs û hem jî ji aliyê DYE’yê ve xwedî girîngiyeke mezin bû. Dîsa ji aliyê kendavê ve jî pir girîng bû. Perçekirina axa Îranê karekî zehmet bû. Şaşitiya serokên kurdan jî li ser axa Îranê pêkanîna şoreşê bû. Divê berî ku şoreşgerên Kurd dest bi şoreşê bikira vê rastiyê jî fêm bikira. Di wê demê de împaratoriya Osmaniyan lewaz bû. Wekî mirovên nexweş bûn. Ji ber vê sedemên ji berjewendiyên eşîretî û herêmî zêdetir divê serhildana neteweyî li Kurdistana Bakur bihata destpêkirin. Lewaziya tevgerên Kurd a din jî pirsgirêka rêbertiyê bû, ku rêber çû, ew serhildan jî têk diçû. Di vê mijarê de tiştekî girîng jî gelê Kurd hê jî dost û dijminên xwe nas nake. Ji bo xwe dê dostên çawa çêbike, nizanîbû. Dîsa nizanîbû ku çawa gel bixe nava tev-gerê. Serhildanên ku ez behsa wan dikim bi piranî herêmî û ser-hildanên xwecihî bûn. Ez dixwazim gelek mînakan bidim. Di serhildana Şex Seîd de, di ya Gazî Mûhammed de jî di şûna ser-hildaneke neteweyî ya berfireh de serhildaneke xwecihî pêk anîn. Di vir de divê em ji dîroka serhildanên Kurd dersên eceb derbixin. Divê ti partiyek vê neke pirsgirêka şexsî û xurûrî.  Divê pirsgirêkên ku di serdema me de jî tên jiyîn çareser bikin. Ev di heman demê de peyvireke mirovî ye.

Abdullah Ocalan: Kesayetiya Barzanî xwedî taybetiyeke çawa bû, rihekî çawa bû û çiqas hat fêmkirin?

Îbrahîm Ehmed:Barzanî axayekî eşîrê bû. Wekî hemû axayên eşîra. Tenê bi vê dikaribû jiyana xwe bidomîne. Tenê bi şertê ku divê tevlî siyasetê nebe. Ji xizmeta siyasî pirtir bi şertê ku di xizmeta malbata Barzaniyan de be. Bênerazîbûn û bêhiş-mendîbûn û wekî axayekî eşîretê tim jê re were gotin “Bêje, sêhit be, bêje” jê re îteet were kirin. Barzanî bi temamî berovajiyê Şêx Mehmûdê Berzencî bû. Şex Mehmûd her dem li pêş bû. Di şer de di çalakiyê de di nav komên êrîşê de cih digirt. Eskerên wî hewl didan ku em ê çawa wî biparêzin û nehêlîn bi ser leşkerên dijmin de êrîşan pêk bîne. Lê Barzanî dûrê mijarên eskerî bû. Ji şer nef-ret dikir. Mele Mistefa xwe pir baş diparast. Bi roj li cihek, bi şev li cihekî bû.

Ez li vir tiştekî diyar bikim: Ji bo ku di derbarê artêşa Iraqê de bibin xwedî agahî û bi lezginî têkiliyê çêbikin, me hinek bêtêl bi dest xistin û hinek cihaz ji Mele Mistefa re şandin. Li ser vê wî ji derdora xwe re gotibû: “Hûn dibînin ku Îbrahîm Ehmed di çi astê de li hember min dijminatiyê dike? Sedema şandina van cihazan ew e ku, ez ê bi bêtêlê biaxivim, dê balafirên Iraqê cihê min kifş bikin û li min bixin.” Li ser vê cihê axaftina cihazan bi qasî şeş saetan ji xwe dûr diyar dike. Ji ber wê jî agahiyên ku di-hatin bidestxistin piştî rojekê digihiştin wî.

-Fikirîna wî ya ideolojîk çawa bû? Neteweyî bû, eşîretî bû yan olî bû? Komîteya navendî çend kes bûn?

-Barzanî bi serê xwe eşîretek nebû. Perçeyek ji eşîreta Zi-bariyan bû. Tenê Barzanitî pirtir dişibiya mezhebekê. Ji terîqeta Neqşîbendî bû, digihiştin Xalid. Di mijarên olî de birayê Barzanî Şex Ehmed dihat hezkirin. Ev ne ji ber ku birayê mezin bû. Şêx Ehmed wekî xwedayê Barzan dihat naskirin. Siya xwedê ya wê herêmê bû.

-Baş e. Dibe ku malbata Barzanî ji malbata Qureyşiyan be? Dibe ku hatibe wê herêmê û tevlî eşîretê bûbe. Yanî dibe ku endamê terîqetê be û hatibe wir. Li gor texmîna min rewşa malba-ta Barzanî wisa ne, ne eşîreteke bi serî xwe ye. 

-Ez di vê mijarê de ne xwedî zanîna dîrokî me.

-Li gorî texmîna min ne ji eşîretê ne. Mirîdekî terîqeta neqşîbendî ne. Ji Bakur, ji Şemzînanê hatine. Geriyane geriyane gihiştine herêma Barzan. Divê wisa be. Li aliyê din mirov nikare bêje ew eşîret e, taybetiyên wî yên eşîrî jî zêde ne bihêz in. Eşîre-teke ne mezin e jî.Tenê mirov dikare bibêje pêkhatineke melatî û eşîretê ye. Ev di nav rastiya Kurdistanê de heye. Li Kurdistanê axatî, meletî û eşîratî bi hêz e. Mirov dikare bibêje Bedirxan axayek bû. Serokê eşîrê bû, taybetiyên axatiyê temsîl dikirin. Şêx Seîd pêşengê meleyan e. Yê herî mezin û dirust e. Mirov nikare ji bo wî tiştekî bibêje. Seyîd Riza bi temamî serokeşîr e. Lê yê Bar-zanî tiştekî cihê ye, di melatiyê de jî wisa ne bi hêz e. Him di axatiyê de û him jî melatiyê de bingeha wî teng e. Ev jî rastiya Kurdistanê ye. Ji bo wê kesayetiyeke wisa bi meletiyê, eşîrtiyê û axatiyê dilîze. Ev kirine.

-Kesayetiya Barzanî di Kurdistanê de kesayetiyeke eceb e. Kesayetiyên wisa ku fersendê bibînin, bi olê dilîzin lê wekî ol-dar tevdigerin. Bi serokeşîrtiyê dilîzin lê axayan bi xwe ve girê didin. Divê di vir de mirov xalekê destnîşan bike. Ev kesayetiye-ke pir tirsonek e,pir lîstok û kesayetiyeke ku di her kêliyê de diguhere. Ji ber ku bêbingeh e. Wekî serokê eşîretê, kesên wek Bedirxan Beg û Seyît Riza ne wisan in. Lê belê Barzanî ya bi eşîretê ya bi meletiyê yan jî bi axatiyê dilîze. Kesayetiya wî wisan e. Di Barzanî de zelalî tineye. Ez kurdîtiya wî napejirînim. Gelê Kurd çiqas wî nas dike? Ez wisa texmîn dikim ku bi wî re ne-tewperestiya kurdî qet tineye.

-Di siyasetê de pir nezan bû. Heta ku min wateya otono-miyê bi wî da fêmkirin demeke dirêj derbas bû.

-Jixwe zanîna wi ya siyasî û aliyê wî yê netewperestî pir lewaz e. Ez bawer nakim ku ji civaka Kurd tiştek fêm kiriye. Ge-lo di derbarê civaka Kurd de tiştek zanî bû? Na, tiştek nizanibû. Dibe ku hin tiştên olî zanibû.

-Dema ku Barzanî hat Silêmaniyê hemû zanînên xwe yên olî ji Şêx Baban Elî digirtin. Tişteke din jî yek-du ziman zanibû.

-Barzanî? Ziman zanîn zêde ne pirsgirêk e. Texmîn dikim ku bi Îngilîzî jî zanibû.

-Dema ku Barzanî gihîşt Rûsyayê di belavbûna derdora wî de tenê ne yê Rûsya sûcê wî hebû. Serbazek Sovyetê li Azer-beycanê dema ku wan pêşwazî dike, jê dipirse: “Tu bi îngilîzî di-zanî?” Ew jî dibêje: “Li Rûsyayê hewce nake. Ez ê ji bal-yozxaneya DYE’yê re nameyeke bi îngilîzî binivîsim. Berê li Tehranê ji me re gotibûn. Em wê demê li Tehranê bûn, me niza-nibû dinya çawa ne. DYE’yê derfet da me, em neçûn. Tenê niha ez ê ji bo çend kesên derdor û nasên xwe daxwaza  mafê pena-beriyê ji DYE’yê bikim.” Dibêje:  Ji ber vê ji Stalîn jî hêrs dibe û wan belav dike. Kesê ku ev digotin mirovê duyemîn bû. Dema ku em çûn Barzanî bînin, ew jî hat. Sixûrên Sovyetê di derbarê têkiliyên Mele Mistefa yên bi dewletên din re hîn dibûn û pêşkeşî hikumetê dikirin. Hikumetan jî bi vî awayî helwest nîşanî wî di-dan. “Vê mijarê li ser min pir bandor kir. Ez biçûk bûm, min bi-rin nexwesxaneya dînan. Du salan li wir mam. Me singê xwe da ber ewqas zehmetiyan û ji bo gelê xwe me biryara berxwedanê da. Lê bi hinceta sixûriya DYE’yê em hatin darizandin.” Digot. Hevalên li cem wî got: “ Mele Mistefa ji min ferhenga Îngilîzî- Erebî xwest. Ez şaş mam, Mele Mistefa dixwaze Îngilîzî fêr bi-be.”

-Di vir de tiştê girîng derket holê tengbûna nêrîna wî ya siyasî bû. Sedema hînbûna çend peyvên bi îngilîzî ji bo xizmeta Emerîkayê bû, nîşana wê bû. Di vê pêvajoyê de xwesteka fêrbûna îngilîzî ne ji bo kirina hin tiştan, ji bo koletiyê bû. Di serî de ji bo naskirina Sovyetê ti rewşek wî tinebû. Bi ti awayî Sovyet nas nedikir. Stalîn nihêriye ku camêr li Emerikayê digere ew casûs dîtiye û belav kiriye. Ev rastî ye. Li aliyê din siyasî û zan-yarî jî nîn e. Di dilê wî de neteweya Kurd tineye. Di wî de aliyê eşîratî giran e. Heta ne eşîretî jî, malbatî. Fereseta wî û zarokên wî ev in.

-Dema ku em li Îranê bûn Barzanî hin hêzên xwe şandin herêma Pencewîn ku li sînora Îranê ye. Me sedemên anîna vê hêzê lêkolîn kir. Ev derket holê: Li bendê ye ku em sînor derbas bikin. Dema ku em ji sînor derbas bibin, me tine bike. Dîsa li gundekî herêma Pencewîn kesekî bi navê Mistefa Mecîd û dîsa hin kesên ku ji gundên din dihatin hebûn ku sempatîzaniya Bar-zanî dikirin. Ji Barzanî re digotin: “Serokê me, serbaz û leşkerên we dest diavêjin namûs, jin û keçên me. Hûn çi dibêjin?” Barzanî jî ji wan re digot: “Lê çi dibe, tiştekî nabe. Em dixwazin zarokên we jî wek me bibin Barzanî. Ez amade me ku ew yên ku jina wî hatibe revandin sed dînar, keça wî hatibe revandin jî pêncî dînar bidim. Ev mirov jî piştî ku ji dîwana Barzanî derket dibêje pir ne baş be jî, em li pey tirkekî bimeşin, lê li pey Barzanî neçin.

-Di vê rewşê de tiştekî din îspat dike. Ev malbatparêzî û parastina derdora xwe ye. Malbata wî pir ketiye. Wî her wext zêdebûna Barzaniyan xwestiye. Heta ji derdora xwe re dibêje bi-çin jin û keçên pêşmerge û gundiyan ji wan bistînin. Ez bawer im ku vê rewşê hê jî didome. Barzanî zarokan peyda dike. Di bin-geha xwe de ev îdeolojiyeke. Îdeolojiyeke pir paşverû ye. Di destpêka mirovahiyê de klan hebû. Ev îdeolojî, îdeolojiya klanan e. Bêriya ku komên mirovan çêbibin malbat wisa pêk dihatin. Pir paşverû ye û nafikire. Ev kesayetî ne di civaka koledar de, ne di civaka feodal de û ne jî civaka kapîtalîst de heye. Di vê kesaye-tiyê de tenêtiyeke mezin heye û paşverû ye. Tenê gotina camêr a “Tiştên ku pêşmerge dikin baş e heta teklîfkirina pereyan, bila malbat û derdora Barzanî zêde bibe, ne malbatîtî, ne eşîratî, ne axatî û ne jî melîkîtî ye. Ew Barzanîtî ye. Ji bo wê pêdivî bi hin tiştan heye. Di hundir de bi herkesî dilîze. Ji bilî Barzaniyan ku ew jî ne eşîret e malbat e. Kî hebe heta dawiyê bi wan dilîze. Bi komployê bi pere û fersendkeriyê, tu çawa bibêjî wisa van karan dike.

Li ser dewletan dilîze. Dewlet gelek baldar in. Ecêb e zêdetir jî dewletên mezin guhdar dike. Ka li vê dewletê çi pêk hat, bi baldarî dişopîne. Wekî ku we jî behs kir, dewletan zêde digire ber çav. Ku dewletek tiştekî got, gava wî ya yekemîn qebûl kirine. Tim û tim li cem hêzdaran e. Wekî mînak, Îran hêzdar e, dibêje peymanê xira bike, tevilê xira dike. Di pêkanîna gotinên dewletên hêzdar de û xwe bihêzkirinê de her rêbazê rewa dibîne. Hemû tiştê ji bo xizmeta malbata xwe qebûl dike. Heta pere jî di-de. Heke di xizmeta malbata wî de nebe, bi awayekî bêsûc miro-van jî dikuje.

Li ser mijara mirovkuştina Barzanî divê mirov bisekine. Kuştin ne li ber sûcên neteweyî yan partiyê ne. Dinihêre ku ze-rarê dide malbatan û bêhêz e jî bi awayekî bêsûc dikuje. Ev nêzi-katiyeke pir hov û nêzikatiya îdeolojiya klanan e. Kesê ku en-damê vê kabîleyê nebe tavilê tê kuştin. Ev tiştekî pir qirêj e.

Mamoste we çawa ev rewş nedît? We çawa ev kesayetî tehlîl nekir? Dîsa ez dikarim îspat bikim ku Barzanî malbatek e. Kesayetiyeke pir hov û paşverû ye. Dema ku civak çêdibe klan û qebîle pêk tên. Vana jî di Kurdistanê de ji xwe re qebîle afiran-din. Derveyî xwe bi hêzdayîna van derdorê kontrol dike. Di sed-sala 20. de ji bo kurdan ev tê çi wateyê? Tu qebîliyeke tinê li ser serê kurdan dikî serok. Ev tê wateya qedandina kurdan. Mirina kurdan ji ber vê rêveberiyê ye. Hûn dibêjin me pirsgirêkan bi awayekî zanistî çareser kir. Lê di camêr de siyaset tineye. Niha Stalîn di 1942’an de tiştekî wisa qebûl dike? Jixwe dê Stalîn te tasfiye bike.Yanî siyaset qet tineye.

-Di Barzanî de rihê mirovahiyê jî tineye. Wekî mînak, ji bo xalê xwe û sêzdeh zarokên wî fermana kuştinê dide û zarokek 6 salî heye, ew jî tê kuştin.

-Sedemek vê hebû? Pirsgirêk ne tenê zalimbûna Barzanî ye. Pirsgirêk, ji bilî nêrîna wi ya qebîletiyê tişteke din e, ne zanîn e. Eşîret mezin e. Qebîle mezin dibin, sedsal şûnde dibin eşîret. Eşîret jî mezin dibin û gelek eşîret tên cem hev û gel pêk tînin. Gel bi hatina cem hev a gelek eşîran li ser heman ziman û çandê pêk tê. Pêkhatina gelan demeke dirêj digire. Piştî pêkhatina gelan netewe çêdibin. Netewe xwe dispêre yekîtî û yekparetiya axê.

Niha Barzanî çi ye? Ji aliyê  eşîrtiyê ve, kesayetiyeke me-zin a eşîrê tineye. Mehmûd Berzancî kesayetiyeke mezin e, axa ye, serokekî mezin ê eşîrê ye. Her wiha Bedirxan Beg axa ye. Mezin e, wek dewletê ye. Şêx Seyîd melayek mezin e, ramyarekî îslamê ye. Di ûmmetbûyîna îslamê de neteweyê înkar nake, di-rust e. Li dij kemalîzmê derdikeve. Ev tarzeke rast e. Em li Bar-zaniyan binêrin: Seroktiya eşîrê ne wek Mesûd Barzanî ye. Sero-keşîr  mirovên xwedî soz in. Eleqeyeke Barzanî bi wan ve nîn e. Ne axayekî mezin e jî. Bedirxan Beg axayek zana ye û wekî dewlet e. Tu zarokên wî dinihêrî zana ne, heta pirê wan pirtûk nivîsîne. Ji vê malbatê kesayetên mezin derketine. Çima? Ji ber ku axayek mezin bû. Ev ji aliyê civakî û siyasî ve bi pêşketîbûna wan ve girêdayî ye.

Şêx Seyîd mele ye. Lê meleyekî dirust e. Ew jî neqşîbendî ye. Niha kurekî wî heye. Gelekî zana ye. Ji vana hezar bêtir si-yasî ne. Di tehlîlkirinê de pir bi hêz in. Di Barzanî de meletî tine-ye. Yanî kesê ku hîmê meletiyê nizane li Kurdistanê dibe serok. Jixwe di vir de winda dike. Wekî mînak: Dibêje biçin jin û keçên gundiyan ji wan bigirin. Bila zarok çêbibin, Barzanî zêde bibin. Pereyan dide. Di kevneşopiya eşîrtiyê de ev tineye. Ne pêkan e ku reîsê eşîretê ji bo eşîra xwe tiştê wisa bike. Di eşîrtiyê de jî di axatiyê de jî tu nikarî vana bikî. Di melîktiyê de qet nikarî bikî. Ev zagon, zagona klanan e. Ev tişteke pir ecêb e, we li hember vê şer nekir. Ev zagoneke çar hezar sal berê ya ji serdema baviksala-riyê paşverûtir re. Di vir de sûcê zarokek pênc salî çi ye? Bi camêr re wûjdan tineye. Gelek kes ji aliyê Barzanî ve hatin kuş-tin. Gelek eşîr talan kirin. Di vê îdeolojiyê de ji bilî malbat û kla-na wî mafê jiyana yên din tineye.

We çima ev qebûl kir? Ez vê xalê ji we re vekim. Kurd ne bi tevahî ketin binbandora axatiyê û ne jî karibûn konfederasyo-na eşîran pêk bînin. Di dema Medan de tiştên wisa hebûn lê hilweşiyan. Ji bo çêkirinê kesek wek Hz. Mihemmed jî nehat. Barzanî dikare wek Mihemmed bike. Xwe pêxember, xweda îlan kiriye. Şêx Ehmed xwe wekî xweda dibîne. Lê belê pêxember ne wihan in. Xwedayek sexte, pêxemberek sexte ji kurdan re pêşen-giyê dike.

Xwedêtî û pêxembertiyek sexte ji ber ku eşîratiya çar he-zar sal berê esas girt û şovenîst bû û nikaribû tiştekî bike. Kî ji wê re alîkariyê dike ew jî sexte ye. Niha mirov nikare ji bo Barzanî bibêje meleyekî mezin e, ew jî şaş e. Çiqas mezin û welat-perwerên kurd hebûn hatin cem me.  Diyarkirina min a van rasti-yan û meşandina min a siyasetê ya li hemberê wî nayê wateya ku ez li hember wî îdeolojiyekê diafirînim. Tenê dema ku em Bar-zanî tehlîl dikin, em rastiyekê datînin holê. Ew nikare serokatiya eşîretekî bike. Ji ber ku hêzeke wi ya wisa tineye. Serokek divê xwedî wûjdan be. Wûjdana wî tineye. Melatî û axatiya wî sexte ye, di vê rewşê de çima serokê kurdan? Li ser vê divê mirov baş bisekine. Bi gelek aliyan ve kurdan fêm nake. Wekî mînak: Eşîrên ereban hene û pir asî ne, lê girêdayî qewmên xwe ne. Niha di kurdan de ev jî pêk nehat. Di kurdan de hestên desthilatdariyê pêş neketine. Ji bo vê perçebûne. Barzanî ekolek e.

Wekî mînak gelo çima oldarên kurdan sexte ne?  ji ber ku dixwazin wekî dijmin bikin. Ola îslamê li Îranê ji bo berjewen-diyên gelê Îranê Şîa birêxistin kiriye. Tirkan îslamiyet û axatî bi awayekî ecêb bi hev ve girêdane. Li ser vî esasî dewletên mezin ava kirine. Di nav Kurdan de berovajî vê hatiye jiyîn. Ji biyani-yan re rewşa xizmetê heye. Ol ji bo mirov hatiye çêkirin. Lê kurd bi vî awayî nafikirin. Di wî de felsefeya kurd ji bo ol hatine çêki-rin esas e,  ji ber vê ye ku Kurd di xizmeta sûltanên Ereb û Fari-san de ne. Lê heke bixwestana karibûn artêşa xwe jî çêbikin. Li gorî min aliyên neteweyî yê Bedirxan Beg hebû, dixwest hin tiş-tan bike. Di îdeolîjiya Ehmedê Xanî de neteweyîtî hebû. Dixwest neteweya Kurd bigihîne hev. Dibe ku di serdema Bedirxan Beg de dikarîbû gaveke mezin bihata avêtin.Heke Şêx Seîd biserbike-ta dikarîbû li gor berjewendiyên kurdan gavekî biavêta. Heke bi-serbiketa mecbûr bûn ku vê bikin. Lê têk çûn. Em hinek  jî li ser tevgerên civakî yên siyasî û nûjen rawestin. Di serî de ez dixwazim vê  bibêjim ku, civaka Kurd pir ketiye. Em Barzanî û partiyên din li derekî bihêlin, di nav PKK’ê de jî tiştên bi vî rengî hene. Li hember vê ez têkoşîneke bêhempa didim. Hevalek min ê kevn heye, ji hevalên min ên destpêkê ye. Ji aliyê Dêrsîmê ha-tibû. Rihê eşîriyê jî tê de nemabû. Di dibistanên tirkan de mezin bû. Piştî demekî min nihêrî ku bi fereseta partiyê bi feraseta kurdîtiyê nikare bimeşe. Kar û xebatên siyasî mezin dibin, wî xwe bi malbatê ve girêdaye. Me di salên 1972’an de dest pê kir û em gihîştin salên 1980’î. Min dît ku hevalê min dikeve valahiyê. Çendî bar giran dibe, heval jî ya dixwaze xwe tine bike yan jî xwe malbatê ve girê bide. Me ev xetere dît. Xwe bêhêz kiribû. Bi vê aliyê xwe zerar dida partiyê jî. Em li ser pir sekinîn û hê jî di-sekinin. Heke tu pêşî lê negirî, encam dibe wekî ya Barzanî. Yanî ji bo ku yek zarok çêbikim hemû zarokên neteweyê dê bimirin. Ev bi ti awayî nabe. Barzanî çima dest diavêjin jinên gundiyan? Ji bo ku zarok li  malbata Barzanî zêde bibin. Ev mijareke girîng e, berê jî min diyar kiribû. Bê zarok nabe, ez vê tenê ji bo serok dibêjim. Tu serokekî bila zarokên gel bimirin ku yên din bibin zarokên Barzanî. Ma ev dibe?

Tişteke din, ez bawerim birayê wî Dilşad li Ewrûpayê wi-sa gotiye; “Kurdîtî baş e, lê ev gotinên me di bin lingê Mesûd de wek parçeyekê paç e.” Parçeyê paç tê çi wateyê? Di bin lingê wê de çiye? Nexwe Kurdîtiyekê we ya wisa noqûm(batsın) be. Niha kole nebûya me bipejiranda. Ger ku rêbertiya Barzanî nebûya me bipejiranda. Me bigota ha ji te re weke paçekê paqij bike. Lê belê zilam zebûne(düşkün). Disa, ji her tiştê gel re dest davêje, zor-bazî(zorbalik) dikin. Ev xal girîng in. Kesekî ji jinan re des-tavêtinê ji bo ku Barzaniyan zêde dibe pesend dike; ya din jî di-beje; kurdînî di bin lingê Mesûd de paçeke. Vaye nirxê gel vê rengî dizan in. Ger ku rêbertî wisa be, ger ku nirxê gel wisa bê xistin li wir netewetî diqede.

Mijareke din ji mijara bazirganiyê ye. Ger ronakbîrek bî, ji bo pêşxistina pêwendiyên bi gel ve dikare te bikire. Ma tu dîplomatî, ma ziman dizanî?  Bi DYE’ê ve,  ji bo avakirina têki-liyên bi dewletên din re te dikire. Mijara din êku ez li dijî vê der-dikevim mijara jinê ye. Hevalê min ê ku min qala wê kir jê re vê got: te çima ji bo çend jin û zarok partî binpê kir? Min jê re, got birûne. Yanî ma nepêkane ku tiştên wisa di nava partiyê de pêşbikeve? Min jê xebatek siyasî dixwast, min dixwas bibe ne-tewî. Êdî mala me hemû welat e, gelê kurd malbata me ye. Yek jî me partî ava kiriye. Ji wê xebateke partî, xebatên rexistinbûnê dixwazin. Ew çûye bi çend meseleyên zarokan ve mijûl dibe. Me heval kişand û derxist, lê belê jin bi malbata xwe ve çûn dijmin. Dijmin,  digot; “bila bê em ê jê re avahî çêkin.”  Min jê re name nivîsand got; ‘Tu nikarî ew qasê xirab bî. Min jê re got; “Ji bo ji-nek mirov nikare wisa bike, berde.”

Ji jinê re rêz nîşan bide, lê belê wê neçarî tiştên ji dorhêl xirab bike dûr bikevî. Xwe di xebatên rêxistibûn û siyasiyê de bihêz bike, lê xwe bernede. Divê ne ji bo malbat, jin, zarok, ji bo partî kar bikî Mezinbûna wê heye, ev mezinbûna PKK’ê ye. En-damtiya PKK’ê giring e. Ji malbat, êl û ji zarok pêş tê. Ger ku di PKK’ê de bêjî ‘zarok, kur, jin û malbata min’ wê demî serkeftin nabe. Ev xal girîng e. Di civaka kurdistanê de ev pir in. Bingehê Rêbertiya min ev e.

Divê xelet neyê fêmkirin malbat zarok û têkiliyên za-yendî mandel(înkar) nakim. Mesele têgihîştina bîrdoziyê ye. Bîrdozî pir girîng e. Ma bîrdoziya Barzanî çi bû? têgihîştina bîrdoziya Barzanî pir girîng e. Min li vir jî ji hevalan re, got; dika-rin biçin bizewicin. Ma niha ev bîrdoziyê dikuje? Piştê kuştina bîrdoziya  Barzanî, kî çi dike bila bike, çawa dizewice bila bi-zewice, çawa hes dike bila hes bike. Şêwazê min wisa ye. Ji bo malbat, zarok û jina xwe tu yê nikarî bi parti bilêyîzî. Lewra di vê xale de hatiye windakirin. Malbatgeriya Barzanî bîrdoziya bar-zanî bû sedama parçebûna gelê Kurd. Xayîn bûn û nebûna wê ji bo me ne girîng e. Astengbûn û nebûna wê ji bo me ferq nake. Îxaneta wî ji bo me pir girîng nîne. Serokê êlekê(kabile) ya sî, çil, heta beriya sedsalan ji xwe re rêber kiriye. Ma bi vê re dewletbûn û pêkanîna rizgariya neteweyî pêkan e? Na. Di xwe de raman û hîzra dewletbûnê tine ye, ramanê êl û ol jî, ti tişt nîne. Yek tişt di-fikire çiqas malbata xwe fireh bike ye. Dibêje her tişt ji bo min. Malbata wê çiqas mezin bibe ew qas Rêbertî dike.

Ji ber vê jî ez di PKK’ê de li dijî vê derketim. Lewma ev bîrdozî vê dixwaze. Di Kurdan de ev zal e (hakimdir). Ne tenê di Barzanî de, ev taybetmendiya karekterî civaka Kurd e. Bi giştî ev tinê di nav we de derneketiye. Di nav me de tiştên bi vî rengî çêbûye. Ev mijar pir girîng e û yek ji pirsgirêkên bingehîn ên ku pêwîste bê çareserkirin e. Ger ku me pêşî negirtiba em ê şepirze bûbûna. Lewma li ser vê pir radiwestim. Ev li ser me jî derbas bû. Ji bo me bikişinin têkoşinê têkilî ava kir. Lê belê me ji bo ku têki-liya wê bi dewletê ve heye bi baldarî tevgeriyan. Li vir xaleke din heye. Ger ku min ê malbat û jin bingeh bigirta wê xebata min a siyasî bisekinîba. Ji min, xistina mesele û doza netewî ya Kurd, wê reşkirina hevalên min bê xwestin. Wê ji min û malbata min hêdî hêdî xistina bin xizmeta dijmin bê xwastin. Dê ji min hêdî hêdî ji jintiya wê re girêdanbûn bê xwestin ango tê xwestin. Mal-bata xwe bilind bike wê hevalên min bixe. Wê partî bixe û paşve bide. Wê weke berê Kurdistan cardin radestî dijmin bike. Rizga-riya Kurdistanê, tenê bi girêdanbûna kesayet a bi welat re dibe. Bi tişteke cuda re nabe. Heskirina herî mezin heskirina welat e. Zêdekirina jin, mêr û zarokê kurd zêdekirina hêjmarê kole ye. Lewra gelê Kurd kole ye. Dema ku hêjmar zêde dikin, hêjmara koleyan zêde dikin. Divê girêdanbûn ji welat û rizgariya welat re bibe. Piştî rizgariya welat dikarin her tişt çareser bikin. Evîna rastî ji bo azadkirina van koleyan evîna welat e.

Bê guman, rast e Mamosta. Dev ji barzanî berdin ev di nav PKK’ê de jî pirsgirêkeke giran e. Min nêrî her kes weke jiya-na berê jiyanek dixweze. Keç û xortan ji bo kêliyek kêfiyeta xwe ketina partî dixwazin. Mînak min meseleya hevalê me vekir.  Ji bo jineke welat, partî, meseleyî şer çû. Dev ji meseleya van heva-lan berdin xwestin min jî bînin vê rewşê. Min nêrî, Fatma bi kîneke mezin ve li dijî partî derdikeve. Ji têkiliyên partiyê re bêmafêyên mezin dike. Misogere ne Kurdistanê tim takekesiyê derdixe pêş. Hama yekser min got ev ne serkeftina me, neserkef-tina me ye. Dixwest min jî bi xwe ve bide girêdan. Bê guman me jî bergiriya(tedbir) xwe wergirt, min her roj hesab kir. Ev jin çi ye? Bi malbatê re têkiliya wê çi ye? Têkiliya vê malbatê bi dewletê re çi ye? Encamê ku ez gihiştim ew bû: ger ku ez zilamti û mêriktiya berî ya Kurd di xwe de nekujim, zilamtiya klasik nekujim nikarim PKK’ê bi rê ve bibim. Meşandina Kurdîtiyê ne gengaz e. Min li dijî jinê pêwîstiya bihêzkirina PKK’ê dît. Bêyî şkandina zagonên kevn ên jinê ne partî ne jî Kurdîtî dibe.

Vaye Barzanîparêzî ew e: Dîsa em dev ji Barzanî berdin hevalekê me, birayê min jî dixwaze tiştên wisa bike. Hevalê ku min qala wê kirî di 1980’î de vê kir, birayê min jî di 1990’î de dixweze tiştên wisa bike. Min nêrî partî ji dest diçe. Hevalti û bi-ratiya min fêm nake. Ya rast, min got min serhildana xwe li hem-berî bav, bira, malbatê da destpêkirin. Ji bo xwe dibêje “ez di na-va şer de mam, her kes navê min bihîstiye û mezin bûme.” Ji bo min jî dibêje; “ew di rewşeke nefes negirtinê û zorê de ye. Çû, ket bin venêrîna Barzanî. Ez jê re dibêjim: “li gel Telabanî yî. Pêwîste nirxê vê bê zanîn. Pêşxistina hin rêkeftinan, pêwîstî bi xurtkirina têkiliyan heye.’ Lê belê ew dixweze bi Barzaniyê re rêkeftin pêş bixe. Barzanî jî dixwaze li ser wê bilêze. Dema ku em hişyar jî dikin dibêje; “çima tu nexwazî ez xwe mezin bi-kim?” Di me de derxistina bîryarê ku rê ji zewacê re vebike, dixwaze zagonê kurdîtiya kevn bisepîne. Barzanî dixwazê vê bixapîne, li gorê xwe kesayetiya xwe pir bihêz didît.   

Bê guman em ser sekinin. Barzanî li ser vê dibêje: “Li ci-hanê tiştekê wisa nehatiye dîtin; Apo dixwaze birayê xwe biku-je.” Bê guman tişteke wisa tine ye. Em tenê li ser mijarên partî radiwestin,hewl didin netewbûnê xort bikin. Ew jî têkiliyên feo-dal, têkiliyên malbatê disepîne. Ji yekê re dibêje: “Were em bi hev ve birevin.” Me yekser vê dahûrand.  Me got; ev Kurdê kevn e. Her tişt derket holê. Bi kurdê kevin re di navbera me de cu-dabûn ew bû: dema ku me rêxistin dikir me têkiliyên xwe bi keç û xortên malbatên ku dijminê hevûdu bûn re saz kir. Me xwe wi-sa mezin kir. Di encam de disa em fêm nekirin.

Dema ku birayê min wisa kir, min jê re got ‘biratî û heval-tiya te dîtinê civaka kevn e û min got di PKK’ê de metirsi-ya(tehlike) herî mezin ev e. Min got besbûna zar û zêc, zarokek wisa weke bacanê sor di erdekê şorax de(çorak arazî) digihêje bibe. Hûn dizanin, dendikê bacanê sor ê ku di erdekî şorax de digihêje pir dibe. Weke ku mamoste jî got ev zêdebûna kole ye. Nirxê kole tine ye, jin rêka ku diçe îxanetê ye. Hevalê Alî Heydar pir dirûst e. Tiştekê ku tanî ziman hebû: “Hz Îsa, ger ku tu ji Îsa hez bikî, divê tu dev ji hezkirina jinê berdî.”  Niha me di PKK’ê de bûyera hezkirinê pêşxist. Di PKK’ê de hezkirin mezinbûn e, bi siyasetê ve mezinbûn e; şêwazê mezinbûna Barzanî ya êl û klan nîne; bi lehengiyê ve mezinbûn e, bi netewbûn û welat-parêzêye ve, bi evîna gel ve mezinbûn e.  Ger ku kesek di xizme-ta gel û welatê xwe de be, nirxê wê dibe û partî jî jê re nirx bide.

Lewma min got çemka(anlayış) heskirina kevn çemka zi-lamtî çemka mezinbûnê bê derbaskirine.  Jixwe piştî pêkhatina vê bûyera heskirina mezin metirsî bê derbaskirin. Wê demê tu bibî welatparêz, general û heya dawî dikarî leşkerê xwe hes bikî; bibî êgîd heya dawî bi partiyê re bibî. Di vê de êlparêzê, ahbap û çawîş, herêmparêzî tine ye; neteweyîtî heye.  Di partiyê de êl-parêzî û herêmparêzî nabe. Di partiyê de gel, netew, mirovayetî heye. Yek jî di şer de lehengbûn heye. Dema ku te kurdîtiyeke wisa afirand, dikarî Kurdistan rizgar bikî. Dema ku tu rastî kir zal(hakim) kî çi dibêje bila bêje çi dike bila bike wê êdî bi rasti-yan re bimeşe. Dema ku te ev çar babetê girîng pêkanî wê serkef-tin bixwe bê.

Barzanî çima li dijî me şer dike? Heta çima di nav partiyê de têkoşineke wisa heye? Ev têkoşina civaka nû a bi civaka kevn re ye, wate şerê çînî ye. Em ê hewl bidin civak nû bikin û kesa-yetên nû biafirîn in. Di PKK’ê de di vê hêlê de avêtina hin gavan misoger e. Serkeftina Rêbertî û endamtiya PKK’ ê girêdayê vê hêjmartinên min e. Naxwe çend kes ji me re piştgirî dide, di-ravê(para) me çi qas e, çekê me çi qas e, vana ne girîng in. Çiqasbûna têkiliyên me jî ne girîng e. Ya girîng Rêbertî ye; ew jî dema ku derket holê vana çareser bibe.

Havar: Serokê min hin pirsên min hene. Vana ne pirsên min in, pirsên gel in.

Abdullah Ocalan: Berî ku em derbasê pirsan bibin, gelo Mamoste Îbrahîm ji bo piştî 1975’an dikare çend tişta bêje? We Qala YNK’ê kir. Ez bawerim ev pêvajoyekê nû ye. Pêvajoyeke xwedî aliyeke netewe, gelparêz û siyasî ye. Rêbertiya YNK’ê di pêvajoyekê pir teng de derdikeve holê.  Aliyek DYE’ê, aliyek Sovyetan, aliyek Îran û yên din. Vaye di pêvajoyekê wisa de derdikeve holê. Rêbertiya YNK’ê ne rêbertiyeke feodal û olê ye. Di nav de welatparêzî heye, sosyalîzm û netewbûn heye. Di nav de demokrasî jî heye. Lê belê qada tevgerê teng e. Barzanî YNK’ê bi herêma Soran re mehkûm û darazxwar kiriye. Di ali-yekê de pergala Îranê di aliyeke din de jî komûnîstan heye. Li vir rojane meşandina taktîkê dijwar e.

Ger ku mirov Mamoste û tevgera Mam Celal nasneke di-kare biçe nirxandinên pir xelet. Çima wisa hat tevgerandin? Tê fêmkirin, derfetên objektîf dest nade, heya pileyekî (dere-ce)neçare wisa tevbigere, lê belê piştî pileyekê tengbûn çêdibe.  Li vir tiştek kirin xwezayî ye. Dema ku pir tengav bûne xwestine derbasê Kurdistana Bakur û Rojhilat bibin. Lê belê derfetê wan tine ye. Weke mînak Elî Esker ew li Qilabanê tên qetilkirin. Baş e ma ev welatparêzî ye? Hatina wan a Behdînanê ji bo netewbûna Kurd bi armanca kirina berxwedaniyên mezin bû, armancekê wî ya cuda nebû. Rastî ev e. Dema ku axa Îranê bûne ji bo Kurdan tiştên baş xwestin, lê belê li wir ji we re destûr nedan. Hatin Behdînan hatin lêdan. Çûn Îranê mehkum bûn.

 Ew derdikeve hole: Rêbertiya YNK’ê nedikarî yekîtiya Bakur û Başur ava bike. Ger ku şoreşa Bakur nebe hûn nikarin tiştek bikin. Çiqas baş û rast bikî jî li Başur bi tena serê xwe nika-rin tiştekî bikin. Hûn van ji min baştir dizanin. Ev rastiyeke û pêwîste bi berfirehî li ser vê bê rawestandin. Ger ku li Bakurê Kurdistanê şoreş bostek pêş bikeve, li Başur pênc bost pêş dike-ve. Ger ku Bakur şoreş serkeftî bibe, hûn dewletin ango heya dawî serkeftin heye. Vana nêrinên rast in. Êdî li kurdistanê têkili-yan rêkeftinan pêşdikeve. Bêgûman hin rexneyan jî dibe. Ger ku rexne, pirs û nakokî nebe pêşketin jî nabe.

Kesayetiya kurd nû tê avakirin. Netewbûn demokrasiya kurd nû tê avakirin. Ev xalên girîng in. Ez ji peyvên biratiyê zexm(pek) heznakim. Her tişt bi biratiyê ve nayê çareserkirin. Di yekîtî û têkoşinê de jî rêkeftin û şer jî heye. Kî di kîjan pevajoyê de dostînî saz bike, di kîjan pêvajoyê de şer bike divê vê baş bi-zane. Divê em li ser aliyê welatparêziyê baş rawestin. Divê ji pirsgirêkê re bi çavê şerê birakujî ve neyê mêzandin. Carna heya dawiyê rêkeftin saz dibe, carna jî rêkeftin sazkirin zirar dide. Li gorê berjewendiyên gel binirxîne. Carna rêkeftin me hemûyan û gelê Kurd bihêz dike. Carna jî weke rêkeftinên ku Barzanî bi dewletin din re dike gelê kurd dixe. Divê ew neyê gotin: di Kur-dan de heya dawiyê biratî bibe! Na wisa nabe. Zilam, dibêje; “be-riya malbata min hûn bimirin”. Dibêje ez û malbata min, tiştekê cuda nabêje.

Erkekê din a kongreya neteweyî jî kêmkirin cudabûnên bîrdoziyê ye. Divê têkiliyên bi dewletan re li gorî berjewendiyên gel be. Tu berjewendiyên xwe çi bikî?  Ger têkiliyan li gorê ber-jewendiyên gel be rast e. Em li vir neteweya Kurd diafirînin. Wê demê her tişt li gorî berjewendiya wê bibe. Ev têkiliyan bi tenê ne sûdê gelê Kurd e, divê bibe sûda hemû gelan. Têkiliyan pêş dixin; ev têkilî dikeve xizmet û sûda gelê Kurd. Ev jî meşandina kongreya neteweyî ye. Kongreya neteweyî divê li ser çi raweste?

Li ser stratejiya Kurdistanê raweste. Dîroka kurdistanê, li ser dîroka netewî rawest e. Ne li ser dîroka caşîtî, axatî, êltî me-letî, wê li ser dîroka gelekî rawest e. Mele derketiye, ferman der-ketiye axa derketiye, lê belê ramanên wan pir teng e. Her yek ji wan li parçeyekî derketiye, nekarîne bibin netew. 

Hê jî dîroka gelê Kurd ava nebûye, nû nû ava dibe. Kong-reya neteweyî wê berjewendiyên gelê kurd daxuya bike û biparêze. Berê wî li Kurdistanê begtî, emîrtî ava bûye, lê belê dîroka me ava nebû ye. Ramanên me çima ne teng e? Ji ber ku her kes xwe weke navendî Kurdistanê dibîne. Kurdistana ku ha-tiye çar parçekirin û navendin cuda cuda li pêşiya netewbûnê as-tengî ye. Weke gelek, canek, qewimînek e. Ji vê qewimînê re mejiyek pêwîst e. Niha ti kes nikare Kurdan mandel(înkar) bike. Gelekî heye, lê belê mejiyê wan, wate navendekê wan ê ku wan bi rê ve bibe nîn e. Ango weke hin zarokên pir rûgirtî (şimarik) bibin her yekî wan dengek derbixe.

Bi hev re karkirina me, ji bo avakirina Kongreya Ne-teweyî ye. Wate weke mêjûyê Kurdan bibe. Berjewediyê vê gelê li cihanê û li derve çiye? Berjewendiyên gelê Kurd û sûdê wê ya ji cihanê re çi ye? Ev pirsgirêkek stratejik e. Bi tenî bi daxwiyaki-rina stratejiyê ve zelal dibe. Stratejî meseleyekê neteweyî ye. Naxwe ne meseleyekê hêzeke leşkerî û siyasî ye. Li kongreyê biryar derxin ango biryar bikin. Civata Kurd ango bi navê din ve yekîtiya netewa kurd bivê biçûk bivê mezin divê bigihêje bir-yarên di cih de û serbixwe. Wê biryarên ku bê wergirtin bibe bir-yarên gelê Kurd. Ê ku li dijî vê biryarê derbikeve, dijminê netewa gelê Kurd e. Divê yên ku dost in li gorê berjewendiyên gelê Kurd tevbigerin. Wê kongreya xwe bigihêne biryaran û van biryaran derbasê jiyanê bike. Xistin û nexistina biryaran a jiyanê venêrin bike. Piştî sê meh di ser biryaran re derbas bû, wê dest bi civînan bikin.

Kongre ji bo netewa Kurd, ji bo biryarên neteweyî xistina van biryaran a jiyanê pêwîstî bi hêzeke leşkerî heye.  Wê li vê derê her kes biryar bigire. Ti kes nebêje ez Rêber im. Ger ku her kes bêje ez Rêber im yekîtî nabe, ji bo wergirtina biryarê piştgirî nabe, yekparetiya neteweyî pêş nakeve û tevger nameşe; ev jî ji gel re zirar bide. Wê demê êltî, herêmtî, kesayetên dijmin xort bi-be, ev jî wê ji dijmin re sûd pêş bixe. Encam dûbarebûna her tiştê ya jidestçûyînê ye. Bi vê sedemê ve ez dibêjim ku, pêwîst e ev yekîtiyê hemû Kurdistanê,  heta heya belavê, gundan jî bikin. Divê ji bo ku her kes li gorî xwe tevnegere pêwîstî bi hêzeke leş-kerî heye. Piştê wergirtina van bergiriyan(önlem) têkoşina ne-teweyî bigihêje serkeftinê. Mirovên me yên çar parçayan jî di na-va vê de cih bigire û xwe bigihîne yekîtiya neteweyî.  Bi vê rengî pêşiya nebesiyên ku heya niha derketine jî bê girtin.

Mamoste hûn van karan hîn baştir dizanin. Hawar jî diza-ne. Ev daxwaziya we ye jî. Hûn di vê mijarê de çi dibêjin?

Civîneke wisa(kongreya neteweyî) pir rast û girîng e. Him kirina nûnertiya gelê Kurd, lewra dengê wê ji derve re  dane bihîstin, têkiliyên gelê Kurd a bi derve re pêşxistin, pêşxistina tiştên ku bikeve xizmeta rizgariya neteweya Kurd; him jî ji bo li dijî tiştên ku li dijî berjewendiyên Gelê Kurd disekine, ketî û ne-diyar e di nav welat de jî pêwîstî bi nûnertîkirina gelê Kurd heye. Kongreyek, partiyên kurd a wisa, di nav rêxistinan de nav-beyînkarî kirin, nêrînên xwe nêzî hev kirin, têkilî avakirin, di hêla çareserkirina pirgirêkan de girîng e. Divê nûnertiya neteweya gelê Kurd him li hundir him jî li derve de bike. Pêwîste ristên xwe yên stratejîk bileyîzin. Divê ji bo Kurdan bibe hêzeke otorîter. Li gorî berjewendî û sûdê gelê Kurd, pêwîstî bi parastina meşandina biryarên ku werdigirin heye. Divê her tim xwediyê biryarên xwe derbikevin. Yek jî kêmasiyên girîng ê ku min dîtiye ji 1940’î û vir ve bêparmayîna gelê Kurd ji avabûneke wisa ye. Niha dema wî hatiye, pêwîste em bilêzginî li ser bisekîn in.

Di 1940’an de avanekirina kongreyekî wisa ji bo tevgera neteweya Kurd kemasiyeke mezin e.

Dijminên gelê Kurd di 1937’an de dema ku di navbera xwe de hevpeyman dikirin, diviyabû Kurdan jî tişteke wisa bifi-kirîbana, rêxistin, tevger, êl, serokên kurd bi kombûnê ve li dijî vê rêkeftinên dijmin rêkeftinek avabikirana.

Belê, ev nebesiyeke mezin e, lê belê niha jî bûyîna tişteke wisa nikarin bêjin.

Hewceye gelek lez bikin.

Ez nêrînê Rêbertî ji sedî sed parve dikim. Ev nerîna wî sedî sed di cih de ye. Niha ya bê kirin, ger di navbera wan de na-kokî û nerînên cuda bibe jî, çi qas kesayet û partî hebe hatina wan a kongreya neteweyî  ye. Divê mirovên welatparêz jî di nav de cih bigirin. Divê tu kesî binpê nekin. Divê em jî ji tu kesî re îxanet nekin. Erkekê vê kongereyê jî cudabûnên bîrdozî kêm ki-rin û nêzî hev bûyîne. Divê wan bîne li gel hevûdu û ji na-kokiyên di navbera xwe de çareserî bînin.

Ger ku armanc azadî be û ger ji bo gihiştinê taktîk ev be, wê demê divê hemû partî, kesayetên li pêş tên, heta hemû welat-parêz û êl tevlî vê bibin. Divê di derbarên xwe de bibin xwedî biryar dayînê. Bêyî civatê ti kes ji me re nirxek nade. Bêyî civatê ne pêkane ku bi çavên mezin li me binêrin. Ev kêmasî pirs-girêkên rastî yên Kurdan e. Jixwe gelek kes dixwazin gaveke bivî rengî bê avêtin. Lê belê hin kes jî dibêjin şerê PKK’ê bi Barzanî re heye. Ev ne rast e. Gelek car min got, ger hûn dixwazin di navbera kurdan de şer bê rawestandin, wê demê kongreya ne-teweyî ava bikin. Lewra ev şer şerê PKK’ê bi Barzanî re nîne,

Şerê hemû Kurdan e. Şerê YNK’ê ye, şerê Başûr, PDK’e, Îran û şerê Bakur e.

Biryara kongreya neteweyî bigire, ger di vê alî de be ez ê piştgirî bidim. Bila Barzanî li ser biryar bigire. “Barzanî bi faşîzma Tirk ve çi dikî? Bila bêje têkiliyên te yên bi faşîzma Tirk re ne sûda gelê Kurd e” û Barzanî jî vê bipejirîne. Wê demê em çima şer nedin sekinandin? Ger ku di derbarê kongreyê de biryar bê girtin û ger ku ji min re bêje “Apo, divê karê te wisa bimeşe, şer bide sekinandin, ji Kurdên Başûr re wisa nêz be” ez dikarim tavilê vê bipejirinim. Ger ku ji min ketina xizmeta federasyona Başur bê xwestin, ez dikarim bi xwestekeke mezin ve xizmet bi-kim. Ger ku biryarên wisa bê girtin ne pêkane ku Kurdên Başur bibin dostê faşîzma Tirk.

Bira hewcedarê bira ye. Ma gelo pêkane ku genarelekê faşîzt a Tirk were li Başur li dijî dijminên Kurd şer bike?  Jixwe ew dijminê gelê kurd in. Li dijî Kurd şer dikin, şerê taybet dime-şinin. Destûr nadin ku Kurd di bin serweriya wan de derbikevin. Bi wan re têkiliyan danîn ne dostanî û rêkeftin, dijmintiye. Ne-tewbûn li dijî vêbûn dibe û ji vê re destûr nayê dayîn. A rastî ev ne şerê bira ye, şerê Kurdan bi dagirkeriyê re ye. Nexwa li dijî Kurd di şer de gavek jî avêtin ne pêkan e. Ne pêkane ku canê kurdekê jî biêşinin. Ma hûn çima Barzanî neçarî kongreya ne-teweyî nakin? Avabûna kongreya neteweyî, federasyona Kurdan naxweze. Tim dibêje malbata me, li pêy berjewendiyên êl e. Çemkê wî ya êl çemka sî-çil hezar sal berê ye.

Divê ev xebat bigihêjin serkeftinê. Em ji bo Barzaniyekî nikarin sî-çil milyon Kurd feda bikin. Ma ji bo çil milyon mirov, neçûyîna biryarê pêkan e?  Ger biryar neyên girtin berpirsê wî Barzanî ye. Sekinandina şer jî girêdayî vê ye. Ez dixwazim hemû Kurd tevlî vê bibin. Min berê jî da diyarkirin. Min ji kemal Bûr-kay re jî got; “ger tu dixwezî şer bisekinînî rêka vê kongreya ne-teweyî ye. Kongreya neteweyî bicivîn in, di nav du rojan de şer bidim sekinandin’ ez ji her biryarên ku kongreya netewî ya Kurd di derbarê min de bigire amademe. Divê ji bo Barzanî û Talabanî jî çi bê gotin hemû amade bin. Ê ku ji vê re ne amade ye kî ye? Yê ku napejirînin, yên dijminê vîna gelê Kurd in. Tu kes nikare vîna gel mandel (inkar) bike. Min got,ji dadê û mafê re were. Kî ji xebatên kongreya neteweyî û ji yekîtiya Kurdan direve? Ger ku biryarên Kurdan pêktînin bila enî, parlemanto, federasyon ava bikin. Heya dawî derfetên vê heye. Nekêm (tam)dema wî ye û ev neçari ye.

Di 1992’an de ez û birayê xwe Hawar axivîn, me got divê kongreya neteweyî bê kirin. Lê belê partiyên Kurd, kesayetên li pêş tên nehatin gel hevdu,  nekarîn yekîtiyeke ava bikin. Nerîna birayê min Apo jî di 1992’an de bi rêka Talabanî fêr bûn. Me nerînên we yên di derbarê kongreya neteweyî de wê demê fêr bûn. Me ji Mam Celal  pirsî û got; “Nerînekê me ya wisa heye. Gelo PKK tevlî vê biryarê dibe an nabe?”Mam Celal got û bersiv da; “Ji sedî sed wê tevlî bibin. Jixwe ev biryar biryara PKK’ê ye. Ger em nekin jî wê PKK’e bike. Ez dibînim, PKK’e ji me zêdetir ji bo vê kar dike. Niha berdewama vê dixwazim. Ev pir girîng e û lezgîn e. Kongreya neteweyî, ji pêvajoyekê nebe nabe re derbas dibe. Di xebatên PKK’ê de serkeftinê dixwazim.

Sosyalîzma ku em didin çêkirin, sosyalîzma zanistî ye.

-Mamosta mercên cîhanê jî ji vê re guncav in. Berê nebaş bû.

-Helbet, berê mercên cîhanê ne guncav bûn. Niha ku pir guncav e û em vê gavê navêjin, em ê li hember gelê Kurd suç bi-kin.

-Hem mercên li nava Kurdistanê, hem jî mercên cîhanê ji tiştekî wiha re neçariyê ferz dike. Ger ev gav neyê avêtin, dê bibe kêmasiyekî pir mezin. Berê me dikarî bêjî dibe ku ji vê gavê re destûr nayê dayîn. Lê niha heta dawiyê derfet hene. Îro bi heza-ran rewşenbîr, akademîsyen, welatparêz, yanî bi giştî Kurdewarî êdî ji bo gaveke wiha derbasî tevgerê bûye û demê wê ye. Wê demê çima em dereng bidin xistin? Em nêrîna Mamosta parvedi-kin. Mamosta dibêje; “Pêwîst e ji 1940’î û vir ve me ev gav bavêtiya.” Ger tevgera Kurd ji 1940’î ve negihîştibe serkeftinê, ji ber ne avakirina vê stratejiyê ye. Her kesî got taktîk e, lê di taktîkê de ketin ji rê derketinê. Ji ber ku taktîkên wan ne li gor stratejiyê bûn. Dema ku ev nebû, dijmintî bi hêz bû û di encam de gihîşt roja îro.

Nîqaşên me yên li ser Tevgera Neteweya Kurd, Kongreya Neteweye, rêbertiya Barzanî û li ser Rêbertiya min bes in. Niha em dikarin bigihîjin encamekê. Tevgera Kurdistana Başur dixwa-ze gavekê bavêje. Li Bakur jî di 1920’î de ji Koçgirî dest pê dike, heta 1940’î dixwastin gavan bavêjin. Lê belê ev ya gavên klasîk bûn. Çawa ku yên radibin raperînê di her tevgera klasîk de dike-vin, ew jî ketin. Di Kurdistana Îranê de di salên 1975’an de xwestin gavê bavêjin, nebû. Bi navê PDK’ê xebat hatin kirin. Sekreterê yekem (sereta) Mamosta bû. Qasî ku dixwazî welat-parêz, demokratîk, heta çêkerekî mirovahiyê bingeh gir bû. Xwest gav bavêje, lê belê ya ku di kesayetiya Barzanî de şênber bûyî –ez nabêjim neteweperest jî- ji ber sedemên hizrên pir paş-ketî ev firsend negihîşt serkeftinê.

Tevê ku dema hat salên 1975’an bi sed hezaran pêş-mergên wî, pereyên wî yên bi mîlyonan dolar, bi sed hezaran çekên wî heyî, ji ber ku Şahê îranê xwestiye, Barzanî bi destê xwe tasfiye bû. Di encamê de wiha şoreşa klasîk a dawî jî rûxiya û YNK çêbû. Şertên wê pir bi teng be jî, xwest hinek tiştan bike. Ji aliyekê ve rejîma Iraqê di bin rêveberiya Saddam de bi hêz di-be, li aliyê din jî Rejîma Îslamî ya Îranê pir zêde derfet neda. Alî Asker û hevalên wî xwestin li ser Colemêrgê re derbazî Behdînanê bibin û têkoşînê bikin. Lê belê ji aliyê PDK’ê ve hatin şehîdkirin. Ew şehîdên Kurdistanê ne.

Kesê ku vî şerê dawî daye meşandin dîsa Samî Abdurah-man e. Samî Abdurahman, ya ku di salên 1975’an de li serê Alî Askeran aniye, niha dixwaze bîne serê me. Dixwaze me jî di Co-lemêrgê de bixeniqîne. Jixwe ev şer hîn berdewam dike û bi giştî şerekî Kurdistanî ye. Ev ne şerê du hêzan e. Hûn Alî Asker û he-valên wî baş dinasin. Li aliyekê yên welatparêz in, li aliyê din ji aliyê eşîreta Barzanî û helîkopterên Tirk ve wan dorpêç dikin û îmha dikin. Li hember van welatparêzan şerê ‘nebirakujî ye’ îxanet e. Dîsa nikarin bêjin ku şerê li hember YNK’ê bûyî jî ‘bi-rakujî ye’. Li aliyekê tevgerekî welatparêz, demokratîk û yên ku dixwazin tiştekî bikin, li aliyê din jî yên ku firsendê ji vê re nadin û Barzaniyê ku ji vê re rê nade! Pêwîst e mirov ji vê re nebêje; “birakujî”. Şerê me û PDK’ê ne şerê birakujiyê ye.

Ji bo ku federasyon bê çêkirin derfet li hûndir û ji derveyî Kurdistanê hene. Di tevayî parçeyên Kurdistanê de derfetên gavên dîrokî avêtin hene, ne weke berê ye. Şoreşa ku em li Bakur didin pêşxistin firsendeke. Barzanî dibêje; “bila federasyonekî demokratîk çênebe”, dîsa dibêje; “berjewendiyên Barzanî.” Dibêje; “Bila her kes di xizmeta me de bin”. Tirkiyê jî wê dixwa-ze. Dibêje; “Bila li Başur jî federasyona gel çênebe.” Dibêje; “PKK’e ya ku şoreşa bi îtîfaqan li Bakur bide çêkirin bila bilind nebe.” Barzanî jî ji vê re dibêje; “temam.” Li gorî ku di van demên dawî de nûçeyên em digirin de, Barzanî ji Tirkiyê 48 panzêr kirîne. Her wiha ev şer ne şerê Kurdaye, şerekî bi faşîzma Tirkan re tê kirine. Aliyekê vî şerê faşîzma Tirk û Barzanî ne, aliyên din jî welatparêz in. Pêwîst nake ku mirov zêde li ser bise-kine.

Netenê ji bo vî şerî, ji bo pirsgirêkên Kurdan giştî, pêwîst e gavekî wiha bê avêtin. Ev gav gavekî netewî ye û li ser partiyan re ye. Ji giştî stratejiyên partiyan bilindtir e. Gava Kongreya Ne-tewî, tê wateya gava stratejî ya neteweyî. Heta niha gelek partî bi serê xwe tenê man û zerar dîtin. Ger neyên yêkîtiyê dê darbeyên hîn mezintirîn jî bigirin. Ger Barzanî jî neyê biryarên Kongreya Netewî ez bawerim ku dê darbeyan bixwe. Ji bo gavekî wiha bê avêtin, dem pir guncav e. Sê çar dewlet jî çêbûna gavekî wiha ji niha ve dipejirînin. Pêdiviya gelê Kurd ji çêbûnekî wiha re heye. Gelê Kurd bi şoreşê rabûye li ser lingan. Bi mîlyonan Kurd, ji bo Kongreya Neteweyî amadeye ku raya xwe bide. Ji ber van sede-man kes nikare bêje ku şert û merc nedestdayî ye.

Mantiqê “şer bisekinînin, li hev werin, piştre em kongreyê çêbikin” ne rast e. Giştî pirsgirêkên heyî, astengî, nakokî di Kongreya Netewî de wê bên çareserkirin. Kongreya Netewî ji bo çareserkirina van e. Ez jî tevlî banga Mamoste dibim. Ew bixwe jî ji bo Kurdîtiyê ji salên mêj ve kedê dide. A niha em hatin li gel hev. Ji bo gelê Kurd ev pevrebûna me gavekî girîng e. Ez bawer dikim ku li ser vê em ê Kongreya Netewî biafirînin. Di encamê de cihê me tevayî Kongreya Netewî ye.

-Ji Kongreya Netewî hêviya min a mezin heye.

-Em bi hatina Mamoste gelek kêfxweş bûn. Mamoste wek ciwanekî di hijdeh saliyê de ye. Ez vê kêfxweşiyê di Mamosta Hawar de jî dibînim. Ev jî giyanekî netewî ye, giyanekî şoreşgerî ye. Ez ji ber vê sedemê nirxek mezin didim hatina we û ez pir spas ji we re dikim.

Hawar: Hinek xeta partiya we û bûyîna we ya Marksîst rexne dikin. Bi taybetî dewletên berjiwendiyên wan di vê herêmê (Rojhilata Navîn) de heyî, dibêjin; “partiyekî Marksîst e” rexne dikin. Ev dewletan her tim (dem) û bi her awayê rêbazan li hem-ber dewlet û partiyên Marksîst şer dikin. Hûn li hember van rexneyan helwest û bersivên we çi ne? 

Abdullah Ocalan: Ya ku di PKK’ê de pêk tê Marksîzma zanistiye. Sosyalîzma li Sowyetan pêkhatiye ne girêdayî wê pêşket. Sosyalîzma ku em didin çêkirin, sosyalîzma zanistiye. Em ji vê sosyalîzmê çi fêmdikin? Wekî zanistî civak di vê sosyalîzmê de çawa tê pênasekirin? Zanistî, li ser civakê çi dibêje? Me ev daxistin xweseriya Kurdistanê. Em wekî zanistî li ser dîrok û şo-reşa Kurdistanê sekinîn. Fereseta sosyalîzma me ev e. Ger mey-zandinekî zanistî nebe, ne gengaze ku dîrokê binasî, civakê dahûrîn bikî, pêşketinê bidî çêkirin. Sosyalîzma zanistî em ronî kirin, rê nîşanî me da. Ji me re got, hûnê dîroka xwe wiha bina-sin, hûnê pêşketinê wiha bidin pêkanîn. Ji bo me hinek dibêjin, PKK Marksîst-Lenînîst e. Dibêjin, Stalînîst e û Maoyî ye. Çi dibêjin bila bibêjin, taybetmendiya girîng ev e: Di şert û mercên roja me de zanistî nebe tu ti tiştekî nasnakî. Em îro di civakê de her tiştî bi zanistî rêve dibin û em wiha pêşdikevin. Polîtîkayekî zanistî nebe, di Kurdistanê de pêşketin nabe. Bi taybetî şert û mercên di roja me de ev qet ne gengaz e. Ya ku em îro dimeşînin sosyalîzma zanistiye. Me kesayetiya Kurd û civaka Kurd vekir. Me nêrîna ji Kurd û Kurdistanê re hem jî bi awayekî zanistî sere-rastkir. Di encamê de ev PKK avabû. Ev nêrîn di vê derê de za-nistiye ku derdikeve holê. Dîsa rast e. Çima rast e? Ji ber ku za-nistiyê. Em çawa dikarin zanistiyê mandêl (înkar) bikin. Ger em zanistiyê mandêl bikin, em nagihîjin serkeftinê. Ji ber van sede-man wê dewletê vê gotiye, vê dewletê vêya gotiye, negirîng e.

Berê Partiya Komûnîst a Tirkiyê ji me re, digotin; “Ne-tewperestên Kurd.” Gelek dewletên Ewrûpayê ji me re, digotin; “Komûnîstên ortodoks.” Hinekan ji me re digotin; “Olperest.” Herkes tiştekî dibêjin. Ev zêde negirîng in. Me xwe nespart van nêrînan û kar nekir. Em heta niha bi zanistî dimeşin. Em him za-nistîne him jî netewîne. Ji ber ku şert û mercên Kurdistanê vê dixwazin. Em ê heta pirsgirêkên civaka mirov, civaka Kurd hebin bi şêwazekî zanistî li ser bisekinin. Di şert û mercên roja îro de zanistî derbazdar e û ev yek mafê me ye. Jixwe zanistî nebe, tu nikarî tiştekî bikî, tu nikarî Şoreşa Kurdistanê jî pêkbînî. Em ji vê re sosyalîzma zanistî dibêjin. Çareseriyekî din a me jî nîne.

Gelekî ne bûyî xwediyê biryara xwe

Gelekî ji mejiyê feqîr dimîne

-Pirsa min a duwemîn ev e: Wek tê zanîn parlamenter, nûnerên gel in. Gel wan bi rayên xwe hildibijêrin. Parlamento bi vîna gel tê çêkirin. Bi rêbazekî demokrasî çêdibe. Parlamentoya Kurd a li mişextê (sürgün) a niha li mişextê ye. Ji ber hinek se-demên rewşên taybet, endamên wê di bin şert û mercên zor de hatin hilbijartin. Gelo parlamenterên li mişextê erkên xwe pêktînin? Dikarin di nava qada navnetewî de beşên agahiya wan ji rewşê tineyî, dengê gelê Kurd, rastiya Kurd bigihîninê?

Xebatekî din a cuda heye. Çêkirina parlamentoyekî ne-tewî, bi awayê Kongreya Netewî tê hizirîn. Wê kesayetiyên ji her parçeyî di nav vê de cih bigirin. Ev Kongre, dikare cihê Parla-mentoya Kurd A Li Mişextê bigire? Nêrîna we ya di derbarê Kongreyê de çî ye? Wê rista xwe ya di vir de çiqasî bilîze? Parti-ya we di kîjan astê de alîkariyê dide vê kongreyê?

-Niha çima Kongreya Kurd A Netewî? Ev rastiyeke ku hîn gelê Kurd nebûye xwediyê biryarê. Gelekî nebûyî xwediyê biryarekî, gelekî ji mejiyê xwe feqîr dimîne û gelekî bê mejî na-be. Di sedsaliya 20. de ew mejiyê gelê Kurd ê heyî jî tê belavki-rin. Kurdistan hat parçekirin. Dijmin ji ber ku di her parçeyî de desthilatdarî û vîna xwe hakîm kiriye, mejiyê Kurd nema. Heta roja me jî her ku çû biçûk bû û gelê Kurd bê rêber (serok) ma. Ji bo ku karîgeriya mejiyê Kurd bê avakirin, pêwîst e Kongreya Ne-tewî bê çêkirin. Dest, çav, ling û guhê gelê Kurd heye, lê mejiyê wî nîne. Negengaz e ku mirovên ji sih-çil mîlyon bêmejî bimînin. Mejî hiziran e, mejî biryar e, mejî kontrol e. Va ye ji bo gelê Kurd jî mejiyekî wiha pêwîst e. Wê bihizire, biryar bigire û biryara xwe derbasî jiyanê bike. Piştî salên 1940 û 1950’î ji bo gelê Kurd meclîs û mejiyekî wiha nehat çêkirin. Neçarî bû, lê nehat çêkirin. Ger hatiban çêkirin û meşiyaban, wê şert û mercên Kurdistanê yên îro pir cuda bana.

Wek tê dîtin stratejiya Kurdistanê nîne. Stratejî çî ye? Dirêj û kûr hizirandine, bûyîna xwediyê biryarê ye. Niha ev nîne, herkes li cihekî ye û herkes xwediyê biryarekî ye. Li cihê ku her-kes biryarekî digire şoreş nabe û ev gel jî ji bin bandoriya mîtîn-geriyê rizgar nake. Gava bingehîn, biryara ku tê girtin kî li gor wê dimeşe, kî nameşe, kontrolkirina wê ye. Êdî pêwîst e herkes he-sabê xwe baş bike. Êdî kî li gor biryara şaş, kî li gor biryara rast dimeşe wê ew bixwe bizane.

Xalekî din ev e: Berê şert û merc pir tengbûn, derfet dest-nedidan. Negengazbû ku çend mirovên Kurd hatibana gel hev. Lê niha dewletên jiderve heta bê xwestin hatin vekirin. Li Kurdis-tanê şert û merc çêbûn. Fereseta Kurdan jî ji vê re heye. Pêvajo pêvajoya Kongreya Netewî ye. Dereng xistin ne rast e. Pir jî pêwîst e. Êdî giştî parçeyên Kurdistanê bi hev ve girêdayîne. Şo-reşa parçeyekî parçeyên din bandor dike. Biryara parçeyekî par-çeyên dîtir bandor dike. Têkiliya partiyekî partiyên dîtir û parçe-yan têkildar dikin. Heta yêkitiya Kurdan ji bo serkeftinê firsan-dekî herî mezin e. Nebûyîna yêkitî serkeftin jî nabe.

Ez ji bo van sedeman dibêjim ku; “Kongreya Netewî ji beriya her tiştî û ji beriya xebatên her partiyê tê.” Ev pirsgirêka sereke ye. Ger tu dixwazî pirsgirêk bên çareserkirin, tu yêkitiyê dixwazî, dewlet dixwazî, pêwîst e beriya her tiştî Kurd xwe bigi-hîjinin biryarekî. Riya vê jî Kongreya Netewî ye. Tu yê xwe bigi-hînî stratejiya Kurd. Ji bo gihandina stratejiyê jî tu yê xwe bigi-hînî Kongreya Netewî. Parlamentoya ji derveyî welat ji bo vê ga-va yekemîn e. Wê Kongreya Netewî parlamentoya mişextê ta-mam dike. Kongreya me çêbibe, ez bawer dikim ku dê endamên Parlamentoya Kurd a Li Mişextê bibin ji her yek endamên wê. Wê cihên xwe di nav de bigirin. Ji bo Kongreya Netewî bingehe-ke, wê hev tamam bikin.

– Weke tê zanîn gelê Kurd yê ku li Kurdistanê dijî bi sa-lan e di bin mêtîngeha zilma Tirkan de nin. Rewşa wan gelek ne-baş e.Cîhana derve ji vê re deng dernexistin, di encama têkiliyên wan yên bi rejîma Tirkan re, gelê Kurd ji zimanê wê bêpar hişti-ye. Ji salên 75’ an ve gelê Kurd ji mafên wan yên mirovahî, yanî di pêşxistina ziman û çanda wan de, ji mafên wan yên weşan-çapemenî û ji her tiştî bêpar hiştine. Li gorî nêrîna min mirov di-kare ji bo pêşxistina ziman, çand û weşana gelê me ji Kurdên li derveyî welat de dijîn ev xebat bide destpêkirin. Lê ev jî rastiye-ke ku ew jî di mijara bikaranîna zimanê xwe de zehmetiyan di-kişînin. Li gor we ji bo pêşxistina ev tiştên ku me hêjmartine, yanî ev astengiyên li pêşiya gelê Kurd yên ku li derve dijîn em ê çawa van astengiyan rakin?

– Pirsgirêka zimanê Kurd bi pirsgirêka Kurdan ve girêda-yiye û girêdayî pirsgirêka Kurd a neteweyiye. Di warê giştî de pirsgirêka Kurd û pirsgirêka netewa Kurd çareser nebe, pêşneke-ve, ji bo pêşxistina ziman gav avêtin ne pêkan e. Ji bo zimanê kurdî bi akademiyan re hinek gav avêtin gengaz e. Lê wê ev ji gel re nebe mal. Bi vê ve girêdayî şoreş pêkanîn û divê destkeftiyên te yên siyasî hebe. Heya niha li ser ziman gelek hat sekinandin. Lê bandora wê zêde çênebû. Ji ber ku meseleyên siyasî nehatin çareserkirin. Ger meseleyên siyasî neyên çareserkirin, wê za-rokên Kurdan nikaribin biçin dibistanê û wê nikaribin dibistan ava bikin. Dema ku pirsgirêka netewe hat çareserkirin, wê mese-leyên siyasî jî bên derbaskirin û wê zarok biçin dibistanê. Wê demê dê mamoste çêbibin, pirsgirêka Kurd jî dê bê çareserkirin û wê ziman ji xwe de pêş bikeve.

Ger meseleya siyasî çareser nebe, tu yê çawa bikaribî me-seleya civakî û ziman çareser bikî? Tu yê dibistanan li kur çêbikî? Heta di welatên li Ewrûpa de dibistan avakirin nepêkan e. Ji ber vê sedemê pirsgirêka ziman çareser nabe. Ji derveyî welat nave. Di roja me ya îro de pirsgirêka ziman pêş dikeve. Ji ber ku şoreş pêş dikeve. Xaleke din ku em baldar bin ev e: divê pirs-girêka ziman li ser pirsgirêka netewe neyê girtin. Dîsa pirsgirêka ziman ne pirsgirêkeke ku di rojek de bê famkirine, pirsgirêkeke ku demeke dirêj dihewîne nava xwe. Ger meseleya siyasî neyê çareserkirin, pirsgirêka ziman, nabe ji derveyî pirsgirêka siyasî be, ji derveyî wê nikarî çareserî jî bidest bixî. Ev jî demek dirêj dixwaze. 

Tinê ne meseleyên siyasî,meseleyên taybet jî hene. Ji ber meseleya çand, zimanê kurdî weke çar zarava hatiye cudakirin; heta di nava her zaravayekê de cudahiya herêman jî heye û gelek dewletên ku cîranên Kurdanin jî serweriya zimanê wan li ser kurdan çêbûye. Gelek peyvên Erebî, Farisî û Tirkî tevlîhev bûne.Tiştek din jî gelê Kurd di navbera xwe de tenê bi zimanek pêwendî bi hev re nedanîne. Yek bi Erebî re, yek bi Tirkî re û yek jî bi Farisî re têkiliyan danîne. Ev taybetmendî jî tişteke di rewşenbîrên wan de tên dîtine. Ev jî ji bo mijara ziman gelek zehmetiyan derdixe. Çawa ku mifteya her tiştî şoreşe, ez di vê baweriyê de me ku mifteya ziman jî şoreş e. Bi serkeftina şoreşê re, wê pirsgirêka ziman jî bê çareserkirin.

Hîn ji niha de hinek derfet hatine bidestxistin. Mesele te-levizyon, radyo, rojname ji bo pêşxistina zimanê kurdî gaveke mezin e. Ger ku di dema pêş de herêmên rizgarkirî bên bidestxis-tin, li wan deran ji bo zimanê Kurdî dê akademî bên avakirin. Gelek zaravayên wê hene, lê dema şoreş çêbû û mirov bi şoreşê re bûn yek wê zarava jî nêzî hev bibin. Wê Kurmancî biçe gel Soranî; Soranî bê gel Kurmancî û Zazakî bikeve nava Kurmancî. Kurmancî jî bikeve nava Zazakî. Wê zaravayên din jî bikevin nav û wê bivî rengî zimaneke netewî derkeve holê. Ev jî dem dixwaze. Dema aborî bi siyasetê re bibe yek, wê ziman jî roj bi roj bibe yek. Ji ber vê pêwîste ev pirsgirêk bingeh neyê girtin. Ev pirsgirêk çareserkirin, girêdayî çareserkirina pirsgirêka siyasî û neteweyî ye. Lê pêwîst e ji niha de zimanê Kurdî di televizyon, radyo, rojname û kovaran de bi awayeke xurt ser bê sekinandin. Divê alfabeya wê bê avakirin û ji bo zarokên Kurdan dibistanên seretayî bidin avakirin. Di bangeşiyan de giranî bidin zimanê Kurdî. Bi vî rengî wê zimanê Kurd yê netewî cihê xwe bigire û pirsgirêk bê çareserkirin.

Tarzê Rêbertî tarzê çareseriya demokratîk e.

– Em dikarin bêjîn ku dijminê we û partiya we, di heman demê de dijminê gelê Kurde jî. Biryarên ku partiya we girê didin, heman biryar gelê Kurd jî girê didin. Ev di bin serokatiya we de derdikevin. Hûn van biryaran bi hevalên xwe yên partiyî re bêyî ku rawestin digirin. Niha hinek dijberên we ev rewş weke qoz bi-kar tînin. Di nava gel de propagandeya ku di nav PKK’ê de de-mokrasî nîne, dîktatortî heye dikin. Nêrînên we di derbarê vê mi-jarê de çi ne?

– Tarzê Rêbertiyê tarzê çareseriya demokratîk e. Xebata Rêbertiyê, xebata di dilê gel de ye, mêjûyê gel e, xebata zimanê gel e. Yên ku van îdîayan tînin ziman, ehmeqên gelek mezin in. Heta ez ji yên wisa re dibêjim ehmeqên ku guhê wan du sê bihos-tan dirêjin. Berê ku ez derkevim kesî nedigot ez Kurd im. Bi Kurdî fikirîn û Kurdî sitran gotin ditirsiyan. Çend Kurd nedikarîn bên gel hev civînekê lidar bixin. Lê niha bi milyonan mirovê Kurd bi şoreşê re dimeşin. Di hindirê welat de dibe, ji derveyî welat dibe bi tevlîbûna sed hezaran ve meş çêdibin. Berê jina Kurd nedikarî gaveke biçe mala cîranê xwe, niha li ser çiyan tije dibin.

Di demake ku gundiyên Kurd nedikarîn li hember axa û şêxan devê xwe vekin de, niha her kes bêyî şoreş bigihe serkef-tinê, ber bi azadiyeke mezin ve dibezin. Berî dengê gelê Kurd nedihat bihîstin, niha her kes hebûna çil pêncî milyon Kurd qebûl dikin. Niha televîzyon heye. Em berdin televîzyonê, berê kesê nedikarî straneke bêje. Me her tişt weke ku em bi serî derziyê bîro bikolin kir. Gelê Kurd êdî di cîhanê de cihê xwe girtiye. Ger ev ne demokrasîbe se, wê demê demokrasî çî ye? Dibêjîn bergêrî(Şeflik)heye dîktatorî heye. Hemû derewin. Demokrasiya herî mezin ev e. Demokrasiya herî mezin geleke bi vî rengî raki-rina ser lingan e û wê wisa dana afirandin e. Di cîhanê de demok-rasiya herî mezin ev e.

Di nava partiyê de ji derveyî serokatiyê yê ku nêrîna wê hebe nîne. Ez jî ji vê şêt dibim.  Nikarin biaxivin, dijmin li çavê wê xistiye kor kiriye, li guhê wê xistiye ker kiriye. Ez jî rojê he-zar kêr lê didim, dixwazim çav û guhê wê vekim. Tenê xebata demokrasiyê nakim, weke şûrê demokrasiyê me. Li ser vê mese-leyê, yên ku dixwazin ser bisekinin bêjîn serokatiya Apo çiye, wiha serokatiya Apo şûrê demokrasiyê ye. Mesut Barzanî ji min re got: “tu şûrê demokrasiyê yî.” Werin em demokrasiyê bikin demokrasî, bi şûrê demokrasiyê biçin ser.  

Xaleke din giring jî ev e: Ger gelek daxive se, bûbe xwedî hêza îradeyê ev demokrasiya herî mezin e. Ger fikir nebe, siyaset nebe demokrasî nabe. Demokrasiyeke bê siyaset jî nabe. Geleke bê siyaset dihêle. Ma demokrasî ev e? Demokrasî îradeya gel e. Îradeya gel hêza siyasî ye. Ji ber vê siyaset pêwîst e. Ji bo siya-setê jî serkeftin pêwîst e. Cuda jî çênabe. Ev hemû ava bûn. Ev jî demokrasiye. Ji ber ku ev hemû ji bo gel hat avakirin. 

Li Kurdistanê ji derveyî me jî partî hebûn. Li hember van rêza min heye, lê wan van tiştan nedan avakirin. Weke ku me ni-ha jî anî ser ziman, demokrasî kareke herî mezin e. Yên ku heya duh nedikarin du gotinan baxivin me niha kirine şoreşger. Ev jî yek ji karên şoreşê yên herî mezin e. Di ciheke ku kesî cesaret nedikir bêje ez Kurdim de, me hemûyan kir welatparêz. Ev de-mokrasiye. Tiştek din jî, di nava partiyê de dixwazim hevalên min ji min zêdetir di nava partiyê de cî bigirin. Min şêt dikin, dibêjîn “em ne layîqê tiştekîne.”  Ez jî dibêjim haydî heval hûn mezin bûn, temenê we gihişt sîh çil sal, endamtiya xwe ya komîteya merkezê bikin. Na, dibêjin. Ji bo wan, ji bo zimanê wan vebe min nêzî hezar pirtûk nivîsandin. Lê naxivin. Ji bo wê jî şêt dibim. Mesele vegeriya mîsala keça min ji te re dibêjim, bûka min tu fêm bike. Em van hemûyan ji bo ronîkirina Kurdan û hemû cîhan jî di mijara meseleya Kurd de ronî bibe dikin. Ji ber vê sedemê ev xebata me ne xebata serokatiyê ye, xebata şûrê demokrasiyê ye. Ji ber vê em ser mijara pirsgirêka demokrasiya Kurd wisa disekinîn.

Li Kurdistanê demokrasî di haman demê de zanist e. Dengê demokratan jî bihêz e. Demokratên mezin şûr e. Di şoreşa Fransî û Îslamiyetê de jî wisa ye. Demokrasî heye û şûr jî demok-rasî ye. Ji bo ku çend kes hat xistin tu kes kesî fêm nake, nêzî fêmkirinê nabe. Ev ne demokrasî ye. Dema ku çend kes ji bo demokrasiyê xebatên mezin dikin, bi hezaran kes bi navê de-mokrasiyê demogojî dike. Anîna van a ser ziman ji bo Kurdan girîng e. Hîn zêdetir pêwistî li ser demokrasî û demogojiyê rawes-tin heye. Pêwîstî bi demokrata rastirîn re cudakirina demogogê û ev e ku bi demokrasiyê re li hev tê û ev e ku demogojî dike derxistina wan a holê heye. Ev, ji bo fêmkirina pirsgirêkê jî girîng e. Ez pir naxwazim ser rawestim.Tenê karê em dikin mezintirîn karê demokrasî ye, şûrê demokrasiyê ye.

Radiyo û televîzyonên Tirk her roj ji bo partiya me, dibêjin dixwazin ji Tirkiyê cuda bin dewletekê serbixwe ava bi-kin. Dîsa hin sazî û dezgehên medyayê yê ku dijmintiya gelê Kurd dikin jî heman tişt dibêjin. Bi vê re dixwazin dewletên herêmê jî bitirsin in. Vê jî we dabeşker nîşan didin û dikin. Ber-sivê we ji vê re çi ye? 

Xebatên me yên destpêkê heya niha ji bo serxwebûn û azadiya gelê Kurd û Kurdistanê ye. Xebatên min a heya niha ne ji bo dabeşkirinê ye. Min tiştekê wisa negot. Berûvajiyê wê arîşeyê (mesele) serxwebûn û azadiyê navendbûn û yekîtiya ge-lan e. Di haman demê de jî di roja me ya îro de mafên gelê Kurd ji Îran, Iraq û Tirkiyê dixwaze çi ne? Azadî ye, mafên siyasî ye, mafên pêşvebirina civak û aboriyê ye. Bê ku veqetandina xêzikên tixûban jî ew dikarin pêş bikevin. Mafê gelê Tirkiyê çi qas hebe, ji gelê Kurd re jî ew qas bê dayîn. Di nav welatên xwe de jî dibe, pêwîstî bi veqetandina tixûban nîne. Heta em vê gavê di vê qonaxê de guhartina tixûban guncaw nabînin. Heta derfet hebe jî naxwazin. Lewra ji vê zirar dibînin. Ji gelek aliyan ve ne sûdê me ye. Em di her warî û mercî de alîgirê guhartina tixûban nînin. Heye ku li gorî sûdê me be em dikarin bi hev re bimînin. Em dikarin berjewendiyên gelê Kurd biparêzin.

Bêguman niha vê jî napejirînin. Wê demê em ê jî heya dawiyê şerê xwe bidomînin. Jixwe ev e ku dewletan Kurd anîn vê rewşê. Me jî heya dawiyê biryara meşandinê wergirt. Ev kar bi zorê nabe. Biratiya di navbera gelan de bidin selmandin (îspat), wê demê em dikarin bi hev re bijîn. Em ji vê re jî hene. Lê belê ne wisa dipejirînin, ne jî wisa.  Helwesta wan, li hember biryara gelê Kurd dijmintî ye. Li ser yekitî, serxwebûnê ne PKK’ê wê gel biryar bide. Em naxwazin di derbarê parçeyên din de biryar bi-din. Gelê Kurd di nav sê netewe de hatiye parçekirin. Vê gavê di nav netewên Tirk, Fars û Ereban de ne. Em dixwazin di nav van sê netewê de federasyonek, federasyona gelê demokratîk ava bi-kin.

Ger ku em karibin ji bo vê wê li sê dewletan federasyona Kurd ava bibe, wê Federasyona Rojhilata Navîn jî ava bibe. Fe-derasyona Kurdistanî, Federasyona Rojhilata Navîn e; wate yeki-tiya gelên Rojhilata Navîn e. Gelê Kurdistanê bi serxwebûn û azadiya xwe ve gelên Rojhilata Navîn parçe nakin, berûvajiyê wê yekpare dike. Azadî û serxwebûna bi vê sedemê jî ev xebat girîng in. Dema ku hemû gelên Rojhilata Navîn azad bûn dê wekhevî derbikeve holê. Bi vê sedemê angaştin (îddîa) dabeşki-rin nerast in. Em dabeşbûnê naxwazin. Ew di navbera gelan de bêwekhevî û koletiyê dixwazin. Em jî li dijî wan derdikevin.

Şerê PKK’ê, şerê li dijî terorîzma ku li dijî mirovatiyê tê pêşxistin e.

Televîzyon, rojname û radyoyên dewleta Tirk her tim PKK’ê bi terorîzmê ve tawanbar dike. Ji bo ku barbarî û hovîtiya ku dewleta Tirk dike veşêre hemû xebatên PKK’ê bi terorîstiyê ve dexm (damgalama) dike. Ez li vir vê encamê derdixim; ye-kemîn, medyaya Tirk dibêjin partî, şervanên we di nav Kurdan de, di Bakûrê Kurdistanê de çalakiyên terorîstî dikin, bi taybetî li hemberî ev kesên ku ramanên xwe parve nakin çalakî dikin, teror pêşdixin, dîsa li Kurdistanê kujerên nediyar ên ku pêk tên hin ça-lakiyan di aliyê we de pêşdikevin, wan jî ji we re dikin mal.

Duwemîn, dewleta Tirk bi rêka medya xwe dibêjin hin dewletên biyanî ji partiya we piştgiriyên darayî û arîşî pêşkeş di-kin û dibêje,li dijî Tirkiyê sor dikin. Di derbarê van herdu angaş-tinan de çi dibêjin?

Ev pirsên we pir girîng in. Berûvajiyê wî di roja me ya îro de terorîzma herî mezin a dîrokê terora ku serwerin Tirk û koma-ra Tirkiyê pêş dixîne. Çend gel ji holê rakir?  Gelê Ermen, Asûr, Rûm çanda ku bi hezaran sal avabûyî tine kirin. Îşkenceyan ne tenê gelên din ji gelê Tirk re jî hatiye kirin. Îşkenceyên ku ji Elewiyan re kiriye di dîrokê de wekî wî tine ye, ji Elewiyan bihe-zaran kes zîndî binax kirin û kuştin. Van e Selçûkî û Osmaniyan kir. Mistefa Kemal jî hevalên xwe yên herî nêzik sêdare kir. Çavkaniya serweriya terorîzmê dewleta Tirk e. Ev hemû cîhan jî dizane. Li cîhanê barbariya herî hov ya Tirkan e. Niha jî dixwaze gelê Kurd bi terorî ve tine bike.

Berxwedaniya PKK ku li dijî vê radiweste ne terorîst e. Berûvajiya vê cîhadê Îslam çiqas pîroz be, berxwedaniya me jî ji bo gelê Kurd û mirovatiyê ewqasî pîroz e. Ger ji min bê pirsin ez ê bêjim şerê herî pîroz, şerê ku PKK’e li kurdistanê pêşdixe ye.  Ev şerekî pîroz e, şerekê paqij e. Şerê li dijî terorîzma ku li dijî mirovatiyê tê pêşxistin e. Şerê ku bi pêşengtiya rêbertiya PKK’ê ve tê pêşxistin, şerekî wisa pîroz e. Ne hewceye ku ev pir bê ser ziman.Temaşeyê dijiminê me bikin wê bizanibin şerê me çi ye û çi nîne? Gelê Kurd û şoreşgerên wê bi komkujiyê re rûbirû bûn. Gel li pêşberiyê komkujiyê ye. Vê bi cureyekî din çawa rawesti-ne? Kî ji vê re dibêje terorîzm, ew rûreş e, ew bênamûs e. Dibe ku di her şerî de terorîzm hebe, lê belê di şerê PKK’ê de tine ye. Bêguman pergal û çapemeniya Tirk dixwaze şerekî wisa ya pîroz ji cîhanê re weke terorîzm bide nasîn. Lê belê pêwîst e ji vê re derfet neyê dayîn. Her ku roj derbas dibe cîhan jî kî hov, barbar terorîst e fêm dike. Ji bo ku cîhan jî dizane pir girîngî nade.

Duwemîn, dikarim bêjim li cîhanê partiya ku bi tena serê xwe rabûye xwe birêve dibe PKK’e ye. PKK’e roja destpêkê ya ku dayîkbûyî û heya roja me ya îro, bi alîkariya gelê Kurd ve rabû ser piyan. Tu keseke ku alîkariyek dabin, nîne. Dibe ku hin dostan alîkariya takekesî dabin kiribin, lê belê ji sedî notuneh ev alîkariyên gelê Kurd in. Em dixwazin dewlet û gelên din alîkariyê bikin, lê belê nakin. Lewra heya dawî daxwaziya me ya serxwebûn û azadiyê dizanin. Dostên Kurd a ji bo serxwebûn û azadiyê jî kêmin. Lewma alîkarî nakin. Çi dewleta Rûsya çi Îran nêzî tişteke wisa nabin. Bixwazin bikin jî nikarin bikin. Ger alîkarî kiribana, min ê bipejirandibana. Ji ber berjewendiyên xwe naxwazin bikevin nav hewldanekî wisa. Lê belê me alîkariyên ku gelê Kurd dabin kir. Ev jî ji me re bes e,yên din naxwazin. Niha ji rojê bi hezaran kes ji me alîkarî dixwazin. Di vê baweriyê de me ku rojek wê were dê DYE’ê jî ji me alîkarî bixwaze. Niha Îran ji me alîkarî dixwaze. Di pêşerojê de dibe ku Rûsya jî bixweze. Em alîkarî nagirin, berevajiyê wê didin. PKK’e seyrekê wisa seyr di-ke.

PKK partiyekî Kurdistanî û partiyekî welatparêz e.

Derbasbûna şervanên wê ya ji Bakurê Kurdistanê ya Başûrê Kurdistanê ji bo hikûmeta Tirkiyê hinceteke dafirîne. Vê hincet dike û dem bi dem leşkerên xwe dişîne Başûr û operasyo-nan dike. Ev jî di hikûmeta federe ya Başûr de bû sedema derke-tina gelek pirsgirêkan. Niha li herêmê ji bo ku hikûmeta federa ya Kurd nekeve, ji Komara Tirkiyê re hincet nebe, dîsa ji bo di destê hevkaran de keys (koz) nebe,divê pêşgirî (tedbîr) çi bibe?

Şoreşa mezin a Kurdistanê şoreşa Kurdistana Başûr e. Pêwîst e destpêkê ev bê fêmkirin. A duwemîn, Başûr, wisa dihe-sibîne ku hikûmeta federe ya Kurd ava kiriye. Ya rastî li gorî min ger pêşketinên Bakûr nebe, dev ji hikûmeta federe berdin, wê dijmin tevahiya Başûr veguherîne Helebçe. Ger îro li Başûrê Kurdistanê komkujiyên cureyên Helebçe nayên pêşxistin, sede-ma wê şoreşa mezin a Kurdistanê pêş dikeve ye. Pêwîstî bi dîtina vê rastiyê heye. Tiştekê din jî, ger xebatên PKK’ê nebe, ne peka-ne ku hêzên ku ne girêdayî dijminin xebatên neteweyî bikin. Ne-karin di şûngehekê demokratîk de rawestin. Heya niha sedema serneketina van, bi dijminên gelê Kurd re hevkarî kirine. Niha li pêşiya me astengî derdixin. Me weke hincet didin nîşandan.

Pêwîst e xwe li vir nexapîn in. PKK’e li Kurdistanê, parti-yeke welatparêz e. Partiya demokrasiyê ye; di xizmeta Kurdan, Kurdistan û demokrasiyê de ye. Li Bakur, Başûr li Rojhilat ev erkê me ye. Em bi gelê Kurd re ne, li hemberê wî nînin. Heya ku hêza me hebe ji xizmetê re dewam bikin. Li derveyê wê rêkek jî tine ye. Di 1970’î de dema ku li Başûrê Kurdistanê otonomî ava dibû, YNK’ê bi pergala Iraqê re rêkeftin avakiribû. Çima pergala Tirk alîkarî nekir? Li Helebçeyê komkujî çêbû, çima deng der-nexist? Ger ku dijminê te ji Başûr re ev qas girîngî dide, tu yê çi bikî? Rêkeftina te ne bi dijmin re wê bi gel û birayê te re bibe. Ger ku rêkeftina te bi gelê te re nebe weke Helebçe gelek kom-kujî wê bê jiyîn.

Ji hemû partiyên Başûr re dibêjim: Her kes li vir neçare jîrdar (akili) be. Va ye ji bo ku PKK’e li Başûr e, artêşa Tirk heya vir tê, ev hemû derewin. Carek ev gelê me ye, welatê me ye. Vir jî Kurd e, Kurdistan e. Em neçar in di nav gelê xwe de bimînin. Pirsgirêka taxtîkî jî cuda ye. wê ji vê re nêzikatiyeke cuda ji wê re jî nêzikatiyekê cuda bê nîşandan. Bi nêzikatiyeke wisa ya taxtîkî ve arîşeyan dikare bê axaftin û çareserkirin. Lê xwe bi dijmin re dane girêdan, li Başûr bûyîna federasyon û li Bakur şoreş nebe, ji bo sergirtina wê hincetên cuda nîşandan… Ev îxanet e. Arîşeya (mesele) bingehîn ev e.

Xebatên me li Bakur jî, li Başûr jî leşkerî û siyasî ye. Xebateke Kurdistanî ye. Di heman demê de jî xebatekî geşe-pêdanî ye (gelîştîrîci). Ne xebateke ku astengiyê ava dike, xeba-teke  pirsgirêkên bi hezaran sal çareser dike ye. Her kes jî vê di-zane. Bi PDK’ê re çend sale di navbera me de nakokiyên ku ber-dewam dikin hene. Ev bi rêbazên siyasî û leşkerî dikarin bê çare-serkirin. Li Başûrê Kurdistanê federasyonê ava bikin em di roja duduyê de bikevin nav. Ger bixwazin dikarin piştgiriyên erîşî û darayî pêşkeş bikin. Em bêyî biryara gelê Kurd û Kongreya Ne-teweyî nikarin li vir rawestin. Lewra em dixwazin şoreşa mezin a Kurdistanê pêş bixin. Pêwîst e alîkarî bê dayîn, em neçar in ji wan re alîkarî bidin. Ew jî neçar in ji şoreşa Bakur re alîkarî bi-din. Ger şoreşa Bakur nebe, federasyona Başûr nikare 24 dem-jimêr li ser piyan raweste. Çare ev e. Ger tu dixwazî federasyona te 24 demjimêr li ser piya raweste, tu yê wê ji şoreşa Bakur re xizmet bikî. Kîlîd ev e. Bêyî vekirina vê kîlîdê pir wateyeke şore-şa Başûr nabe. Ev jî nêrîna min a bingehîn e. Ger ku li Başûr û Bakur nakokî bên çareserkirin, wê demê şoreşa Kurdistanê jî bi rengekî bihêz digihêje  serkeftinê.

Weke pirsa ku me berî vê jî pirskirî dibînin ku hin hêzên xwe ji Bakur ber bi Başûr ve dikişînin. Di demeke nêz de wê di navbera we û PDK’ê de lihevkirin çêbibe. Baş e, gelo  ev hêza we ya li Başûr ji bo Komara Tirkiyê hincet nabe? Yanî ger ku pergala Tirkiyê li ser PDK’ê zext bike, PDK’e jî li dijî we biryar bigire. Ma hûn jî wisa nabînin?

Li vir jî arîşe ne PDK’e ye. Di şerê me yê ku bi PDK’ê re heyî de jî çi şerê PDK’ê çi jî şerekê Kurdistanî bû;  şerekê li dijî Tirkiyeyê bû. PDK’e çiqas di xizmeta Tirkiye de be, şerê me jî bi ew qasê li dijî Tirkiyê ye. Li Bakur be li Başûr be ti cewaziya xwe nîne. Pirsgirêk ne pirsgirêka PKK’ê ji qadê derxistin e. PDK’e çil sale bi dijminên gelê Kurd re di nav têkiliyê de ye. Hê jî wisa berdewam dike. Serbazên Tirk her roj biryarên cur bi cur digirin, ew jî van biryaran pêktînin. Ev dijmintî ye, em vê nikarin wisa bipejirinin.  Dijmineke faşîst e, li ser komkujiya Kurdan bir-yar digire. Ne tenê li ser Kurdên Bakur, li ser hemû Kurdan bir-yar digire.

Bila PDK’e ji biryarên dewleta Tirk digire dûr bisekîne, wekî ku ew dibêjin nemeşin, ger van bikin em tenê rojek jî namînin, biçin. PDK’e partiyeke Kurd e. Bila biryarên gelê Kurd, biryarên Kongreya Neteweyî bipejirîne, em li vir rojekî tenê jî namînin. PDK’e biryarên federasyona gelê Kurd pêk bîne, fede-rasyona ku hemû Kurd di nava xwe de dihewîne bipejirîne, em rojekî jî şer direj nakin. Di deqîqa xwe de şer bidin sekinandin. Ev arîşeyên partiyê ne; ne arîşeyê Bakur-Başûr, pirsgirêkekî Kur-distanê ye. Hemû Kurd pêwendîdar dike. Bila PDK’e were tevlî hemû civînên siyasî bibe, bêmerc şer bidin rawestandin. Bila we-re civînê, ger pirsgirêkên Kurdan hebe li wê derê çareser bikin. Tu na, PDK’e çi qas ji van bireve, ger bi ser me ve werin, em jî heya ku tevlî biryar û civînên gelê Kurd bibim, ew qas biçin ser wî û li ber xwe bidin.

Pirsgirêk ne PDK-PKK’e ye, pirsgirêka PKK-Tirkiyê ye. Pirsgirêk; ne pirsgirêka şerê PDK-PKK’e ye, ev arîşeya Kurd e. Ev pirsgirêk tenê PKK’ê û PDK’ê pêwendîdar nake, di heman demê de hemû Kurdan pêwendîdar dike. Wê ev pirsgirêk her çi be çareser bibe. Wê Bi civînên Kurd , bi Kongreya Netewaya Kurd re çareser bibe.

Hûn carna di rojname, radyo, televîzyon û cîhazên xwe de dibêjin leşker û cendermeyên Tirk cilên peşmerge li xwe dikin di refên peşmergeyan de (PDK) li dijî we şer dikin. Ma di destê we de delîlên ku bikaribe ev angaştina we piştrast bike heye? Ger hebe çima van bi raya giştî û gel re ji bo vegotina rastiya PDK’ê bikarnayînin. Ango di van pevçûnan de cenazeyên leşkerên Tirk ên ku ketin destê hevalên wê hene?

Li vir gelek delîl hene. Jixwe ew bixwe jî dibêjin. Weke mînak Samî Ebdurrahman dibêje; “em bist hezar peşmerge ava dikin. Wê pere û cilên wan Tirk bidin.” Yek jî me duh agahî girt: Tirkiyê ji van e re 48 panzer daye. Her roj bi serbazên Tirk re ji bo alîkariyê civînan çêdikin. Dîsa me cil, cente û çek bidestxist. Çek, hemû têkildarê Tirkan e. Her roj li ser van werdigirin. Ji şeş cenazeyê van du ji wan birine Cizîrê. Cerdevanên li Bakur bûn. Ev tiştekî giştiye. Tirkiyê bi her cureyê alîkariyê dike.

Di Operasyona Çelîk’ê de 35 ango 40 hezar leşkerên Tirk bi çekên xwe yên hov ve derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Li dijî hêz û hevalên we operasyan kir. Ev operasyon piştî ku ji Başûr hat kişandin, ji ber vê hewldanê we di hin welatan de şermezarki-rin, pêş ket. Ev yek. A din jî, berxwedaniya hevalên we ya li dijî leşkerên Tirk nîşan didine. Angaştin ji aliyê ku dema leşkerên Tirk xwe paş ve dikişandin çek, kel û pelên xwe ji bo li dijî we şer bikin ji PDK’ê re hiştiye. Hûn di vê mijarê de çi dibêjin?

Di vê xalê de gotinên we rast in. Di encama berxwedani-yek dîrokî de artêşa Tirk çû. Ne xwe çûyîn ji ber bertekên derve û Ewrûpayê nîne. Çil û pênc roj man. Bangawaziya Ewrûpa kirî şêweyî ye. DYE jê re got bikevê. Li pişt çilûpênc roj piştî ku kişi-yan bangawazî hat kirin. Ger nekişiyaba derfetên me baş bûn, derbên hin mezin dikaribûn lêxin. Di derketina wan de rista bin-gehin berxwedaniya me lîst. Ji cihê xwe re nûnerê xwe hişt.

Li vir, ji wê re balkişandin pêwîst e: Cihê leşkerên Tirk û PDK’ê girt. Çek heman çeke, dîsa alîkariya darayî ji bo wan di-kin. Artêşa Tirk di derbarê me de biryar digire. Yê ku van dime-şine PDK’e dibe. Ev girîng e. Tiştekî din jî heye li Zaxo û Dohokê çend serbazên Tirk heye û şer birêve dibin. Tirkiye ji zi-lamên wekê Samî Ebdurrahman re dibêje; “ha ji te re çek ha pe-re” dixirikine şer. Her roj peşmergeyan kom dikin, pere û çek di-din. Serbazên Tirk li Dohokê her meh pereyên pêşmergeyan di-de. Ev çi dide selmandin? Ev a rastî leşkerên Tirk in, ne peşmer-ge ne. Ev peşmergeyên PDK’ê jî nînin. PDK’e jî nikare li ser van venêrînê pêş bixe.  Yên ku Tirkiya pere dideyê,leşkerên Tirk in. Tenê cilênwan cilên peşmerge ne.

Vîna herî mezin tevlî nav şoreşê bû

Weke tê zanîn hûn jî li Kurdistanê li ser partiyekî, Rêbe-rek kurdistanê ne. Tiştên we ji bo maf û daxwaziyên gelê Kurd ava kirine çi ne? Di pêşerojê de gelê Kurd dê xwe bigihêne çi? Dema ku gelê me bigihêje armanca xwe gavên lez ê ku bê avêtin çi ne?

Berê wê li ser rewşa Kurdistanê bikûrahî rawestiyan. Vê gavê şer her tişt dide diyarkirin. Dema ku şoreşa Bakurê Kurdis-tanê gihişt çareseriyê wê pirsgirêka kurdistanê çareser bibe. Ger şoreşa Bakurê Kurdistanê bimeşe wê tevahiya Kurdistanê bime-şe; di rewşa sekinandina vê de jî dê ev tenê ne ketina PKK’ê be, ketina hemû gelê mê yê Kurd be. Tu kes nikare vê înkar bike. Ger ku ev şoreş li Bakur bigihêje serkeftinê li wir bostekî pêş ve biçe, Kurdên Başûr û Rojhilat deh bost pêş ve biçin; ger ku Ba-kurê Kurdistanê bigihêje serkeftinê wê hemû Kurdistan bigihêje serkertinê. Şoreşa Bakurê Kurdistanê kîlîda her tiştî ye, kîlîda hemû Kurdistanê ye. Tenê kîlîda îro nîne, kîlîda hemû dîrokê ye.

Ma tu dixwazî dîroka Kurdistanê fêr bibî, ev di şoreşê de ye. Ma tu dixwazî xwezaya Kurdistanê binasî ev di şoreşê de ye. Ma tu dixwazî li Başûrê Kurdistanê bimînî, divê tu li Bakurê Kurdistanê dewlet ava bikî. Ma tu dixwazî ji bo hemû Kurdistanê tiştên baş bikî, tu yê ji Kurdistana mezin re xizmet bikî. Ma tu dixwazî bi cîhanê re têkiliyên dîplomatîk ava bikî, tu yê li Bakurê Kurdistanê binêrî. Ma tu dixwazî civaka xwe ava bikî, ma tu dixwazî di qada aboriyê de pêşbikevî, tu yê li Kurdistana mezin binêrî. Ma tu dixwazî mirov, jiyana nû ava bike û demokrasî ava bike, tu yê li Kurdistana mezin binêrî. Em li ser vê bingehê dika-rin bêjin ku parçeyê Bakurê Kurdistanê yanî yê ku şoreşê dime-şinin kîlîde. Bêyî wê ne dîrok,ne jî jin azad nabe. îro jî nabe. Ne aborî, ne siyaset,ne giyan û ne jî kesayet tiştek namîne; ev ne gengaz e. Ez ji ber vê şoreşê bingehê her tiştî  dihesibînim.

Hemû Kurd û partiyan; ne tenê ji bo mercên roja îro, ji bo pêşeroja hemû Kurdan heta gelên li Rojhilata Navîn jî girêdayî vê şoreşê ye. Li Tirkiyê ji holê rabûna faşîzmê ve, girêdayî avêtina gavên şoreşê ya ku em didin pêşxistine. Dîsa ji bo gelên Rojhilata Navîn meşandina demokrasiyê girêdayî şoreşa ku em didin pêşxistine. Ez bi vê sedemê pir girîngiyê didim. Ji bo ku ez girîngî didim vê, ez xwe pir bihêz tevlî dikim. Lê belê her çiqas mezin be, mirov ewqasî xwe bihêz tevlî dike.

Xaleke din, dema ku tu çend metre erd dikolî, tu xwe di-gihînî xezîneyên zêr. DYE’yê naxwaze Kurdistan bigihêje serkef-tinê. Lewra ji bo wê zêr ji biratiyê hîn girîngtir e. Gelek hevalên me xwe feda dikin, seqet dihêlin. Lewra jiyan bi tenê di vê şoreşê de heye. Ev jî delîla van e. Tevî ku birçî û tîne ecêb liberxwe di-din, berê xwe didin dijwariyê. Ev afirandina mirov û jîna me ye. Ne pêkan e ku em  bêyî vê li ser piyan bimînin. Vîna herî mezin a mirovî tevlî vê şoreşê bû. Ev jî vê dide selmandin. Ev şoreş her tiştê mirovê Kurd e. We got hûn pêşeroja Kurdistanê çawa dibînin? Bi girêdayî vê şoreşê ve mezin dibînim. Gelê Kurd heya niha li paş mirovatiyê bû. Lê belê ez di vê baweriyê de me ku piştî vê dê li pêş mirovatiyê bimeşe.

Rêberê min tevlî nêrînên te dibim. Bakurê Kurdistanê parçeyê ku rista kîlîdê dileyîze. Tê gotin; “ger Bakurê Kurdistanê rabe ser piyan wê bandoreke mezin bafirîne”. Va ye îro tişta ku Kurdistan dijî; ev e. Bakurê Kurdistanê rabû ser piya û wê pirs-girêka Kurdistanê jî bi tevahî were çareserkirin.

Şoreşa ku em bilind dikin ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo hemû cîhanê ye. Çawa ku Şoreşa Fransayê demeke li Ewrûpayê bû pêşling, çawa ku Şoreşê Cotmehê li Asya û Efrîqayê bibandor bû, çawa ku Şoreşa Îslamê hejandinek afirandî be; ev şoreş jî di-kire hejandineke wisa bafirîne. Derfet û çavkaniya wê heye. Hûn dibînin, ev serdem jî pir zîz e. Gelek dewletên Ewrûpa jî pir zîz tevdigere. Lewra dizanin. Ji ber vê jî pêwîst e ji Şoreşa Kurdis-tanê re wisa bi çaveke biçûk, ji aliyê awireke teng ve neyê me-zandin. Şoreş li Kurdistanê mezin bûye, gel û di herêmên din de jî geş bûye.

Pirsgirêkên mirovatiyê mezin e. Bersiva pirsgirêkên mezin ên mirovatiyê, li Kurdistanê bi şoreşê ve tê dayîn. Ger ku tu dixwazî mirovatiyek nû were afirandin, tu yê li ser şoreşa Kurdis-tanê rawestî. Îro xweza rûxiya ye. Ger tu dixwazî ji vê re çarese-riyek peyda bikî, dikarî di Şoreşa Kurdistanê de bersiv bibînî.

Mirovê nû, -ku, mirov wek morî bûye- afirandina mirovê mezin, ger tu dixwazî mirovatiyê mezin bikî, vê dikarî di Şoreşa Kurdistanê de bikî. Ev rastiyek e. Şoreşa Kurdistanê ne şoreşeke teng e, fireh e û mirovî ye. Nêzikatiya me jî wisa ye. Min vê şo-reşê ne bi navê Kurd û Kurdîtiyê da destpêkirin. Ez destpêkê mi-rov bûm, dûvre min dest bi Kurdîniyê kir. Ger komar jî bê afirin-din, wê ne komara Kurd û Kurdistanê be, wê bibe Komara Miro-vahiyê.

Xalekek cuda heye. Mirovahî li Mezopatamyayê pêşket. Ajal, li çiya hatin girtin, li Mezopotamyayê hatin kedîkirin. Dexl û zad cara pêşin li vir hat çandin. Afirandina bingeha mirovahiyê li vir avêtin,ev rastiyek e. Îro mirovahî ber bi qedandinê ve diçe, lê belê em ê nû mirovahiyê li Kurdistanê ava bikin. Çawa ku bin-gehê mirovahiyê li vir hat avêtin, dikarin mafê mirovahiyê, azadî û rizgariya wê jî di van axan de bafirînin. Ez bi vê rastiyê bawer dikim. Lê mercên wê heye, xebat jê re dixwaze.

Her tim alîgirê çareseriya siyasî ne

Pirsa min a herî dawî, pirsa herî girîng e. Mixabin şerê bi-rakujiyê pirsgirêkeke qat nayê pejirandin e. Di vê şerê birakujiyê de nêrîna gelê me çi ye, çi dibêje? Gelek dewletên cîhanê, yên ku dijminê gelê Kurd in, vê arîşeyê di destê xwe de weke kart digi-rin. Ji cîhanê re dixwazin vê yekê bidin selmandin: Va ye yekîti-ya gelê Kurd nîne, nikarin bi hevûdu re debara xwe(geçinmek) bidin meşandin. Dibêjin; “gelê Kurd nikare xwe bi rêve bibe, el in.” Di mercên roja îro de jî gelo ma ev rewşa neyînî ya ku dijî jê re çareseriyek peyda nake? Bi taybetî mercên wê çi ne? Tiştê taybet yên ku di derbarê ev kesên ku dixwazin navbera we û PDK’ê de navbeynkariyê bikin, tişta hûn bêjin heye? Spas.

Ez ev şerê ku berdewam dike dîsa dibêjim ne birakuji ye. Ev şerê ku bi dijminan re tê kirine. We bixwe jî rewş fêm kiriye. Artêşa faşîst a Tirk kişiya, lê çekên xwe ji vane re hiştin. Her serê mehê jî mûçe didin. Xalên bingehin ev in. Ên din jî şerê Kurdan, ne pevçûna biratiyê ye, şerekî ku li dijî gelê Kurd tê dayîne. Ev şerê ku li dijî dijminên Kurd dide, risteke mezin dilîze. Hemû cîhan were gel hev û du jî ji min re nikare biselmîne ku ev şerê birakujiyê ye. Îxanet, îxanet e. Ev e ku barbar, bi dijminê xwîn-mij re hevkariyê dike, komkujîker, ev ê ku ji dijminên Kurdên xwînmêj re rêkeftî navan dike- ku ne rekeftin e, yekser êrîşkirin e, dijmintî ye- kî? Îxanet jî, dijmintî jî heya astekê dikare bê pejirandin. Mirovahî heya asteke dikare wate bide. Lê belê yek-ser bi dijminê faşîst re hevkarî, li dijî gel helwesteke, ji gelê Kurd re dijmintî ye. Ya yekemîn ev e.

Ya duwemîn, gav avêtina mirovê baş e. Barzanî çawa ku tê bila bê, nikare min bide bawerkirin. Tu ji dijminê faşîst mûçe werdigirî, her cûreyê têkiliya te heye. Faşîzma Tirk nikare ji kar-mendên xwe re mûçe bide; gundî û karkerên wî di rewşeke birçî de ne. Çima ji gundî û karkerên xwe re dirav nade ji te re dide û te li ser her tiştî digire? Ma ji Kurdan pir hez dike? Xala bingehin ev e. Heke ji Kurdan hez dike, Kurdên li Bakur heye çima ji wan re tiştek nade? Dibêjin; “ji bo zarokên xwe yên çiyê xwedî bikin, dirav werdigirin.” Ma dibe ku tu debara xwe li ser xwîna Kurdan dayî bidî meşandin? Biçe çandinî, bazirganiya aboriyê bike, ba-zirganiya esrarê bike, bazirganiya afyonê bike, lê belê bazirgani-ya xwînê neke. Li ser xwîna ciwaneke temenê wî hevdeh salî,yanî xwîna pakrewanan bazirganî nabe. Li ser ciwan, xort, jinên Kurd bazirganî nabe. Yê ku vê dipejirine, ji mirovbûnê der-dikeve. Ev rûreşiyeke mezin e. Rebentiya Kurd di vê derê de ye.

Me dixwest ev tişt bên fêmkirin. Ger bi Tirkan re yek-nebûya, ev îxanet nekiribana, me yê jî di xizmeta malbata Bar-zanî de bûbûna. Dev ji çûyîna li pey faşîzma Tirk berdin, hema sibê şer bidin rawestandin. Ez vê dibêjim: Biçe bêje Apo dixwaze bibe leşkerê te, xwe ji vê re amade dikin! Tiştekê cuda naxwazim. Misoger tiştek naxwazim. Tu ji min re bersivek bîne, şeveke din şer bidin rawestandin. Ez dikarim amadekariyên xwe û hevalên xwe bikim, bikevin xizmeta Başûr. Li dijî dijminên gelê Kurd şer bikin. Misogere şerê birakujiyê çênabe. Ji bo fede-rasyonê alîkarî bikin. Dijminê Kurd Komara Tirkiyê ye, ji bo me hemûyan heman e. Lê Barzanî dibêje: “Tirkan ji Kurdan re çi bi-ke bila bike tenê dest li min nede.” Ev tê çi wateyê? Yanî yekî bê, bikeve hemiza dayika wî; ew jî bêje ev zilam baş e, bikeve hemiza dayika min, ev dişibe mînaka tiştek nabe.

Va ye Barzanî vê berde. Wî merê bênamûs ji mala xwe derbîxe. Gava ku ji vê durûtiyê derket, gava ku ji vê belayê rizgar bû, ez şer bidim rawestandin. Çima rêbertiya PDK’ê van fêm na-ke. Tiştê  em dixwazin du peyv in. Dema bersiv da, îro jî dikarin, şer bidin rawestandin. Çima fêm nakin? Ji bo vê bazirganî û çan-dinê jî dikarin bikin. Ev dikarin bi dirav têr bikin. Tiştên ez dixwazim ev in. Ger nepejirîne, pir baş dizane ku wê sedî sed di venêrîna serbazên Tirk de bibe. Divê xwe nexin vê rewşê. Za-roktî neke. Ma ewqas xebat da meşandin, ev qas şehîd da, hewl da. Barzanî li hemberê vana tiştek nake. Nikare bêje têkiliya me bi Tirkiyê re li ser bingehê sûdê ye.

Divê bi Tirkiyê re têkiliyên xwe diyar bike. Em nabêjin têkiliyên bi van re qet nabe. Dibe, lê belê li ser xwe bisekine. Ez jî dixwazim têkiliyên siyasî pêş bixim, lê belê ne bi hesabkirina li ser tu kesî be. Em jî dixwazin arîşeyên Kurd çareser bikin. Ger me bi hev re rêkeftinek bikira, wê li Bakur pêşketinên mezin bûbûya. Weke me got pêşketinên Bakur pêşketina Başûr e; wê demê ev bixwe desthilat bûbûya. Divê ev bê çareserkirin. Ew jî arîşeyên Kurd dizane. Lê belê dema ku ji vê re nêznebin çek di-keve dewreyê. Em her tim alîgirê çareseriya siyasî ne; lê belê ger vebijêrkek cuda neyê hiştin neçarin xwe biparêzin. Tenê du daxwaziyên me heye: yekemîn, divê komkujiyên faşîst ên Tirk nedin meşandin; duwemîn, arîşeyê Kurd heye, biratî heye. Pirs-girêkên di civînan de werin çareserkirin. Tiştekî we cuda hebe em amadene. Bawerim me karî bersiva we bidin.

Serokê min bersiva, ku hat dayîn rast e, di ciyê xwe de ye raveker e (açiklayici). Armanca me jî ji bo rastiyê, baş naskirina rêbertiyê, rastiyan ji gel re birin, nakokiyên di mejiyên van de ça-reserkirin e.

Rast e. Ez jî van mijaran ji bo gel, ji bo ku gel rastiyê bi-nase, ji bo kesên ku serê van hişke vedibêjim.  Pirsên te yên cuda hene?

Pirsek min a cuda nîne. Lewra nêrînên serokatî ne bi tenê yên ez diramînim, xeyalên min jî bi cih tîne. Spas.

Mijarê sergihayî kir. Vana ne tenê nêrînên me, we ji me re peyam jî da. Karê ku we çil sal berê di bingehê welatparêziyê de kirî, karê me ye. Yanî dibe xwediyê giyanekê, spas.

Îbrahîm Ehmed: Rêhevalên hêja! Bi hemû dilê xwe ve bi we re me. Min pir dixwest li gel we bim, tevlî wê dibistan û hev-parê hişê we bibim. Min ji we re waneyên ku bikevin xizmeta ji têkoşîn, welatparêztî, gelê Kurd û ciwanên wê re bidaya. Pêncî-şêst sal berê tiştekî ku min gotiye heye: “Divê ji bo mirinê neyê jiyîn, divê mirin jî ji bo jiyan bibe”. Lê belê çiqas heyfe ku, di nav rêberên me de ji me re wekê we wisa kesî bizane, nebû ku van waneyan jî bide fêmkirin.Ev tişta me gotî ji dûrişmên we re jiyan bide qezanckirin, kesên ku me ji jiyana berê rizgar bike, rêka jiyana nû nîşan bide tine bû. Kesê ku ji me re mirinê ji bo ji-yanê, rêyekê di derbarê bûyîna pêwîstiya jiyana rast de nîşan ne-da. Kesê ku em çawa berxwe bidin, çawa bixebitin fêr bibin tine bû. Dîsa kesekê ji bo jiyanekê azad ji me re wane bide tine bû.

Dîtin, tevlî civîna we bûyîn min pir da şadkirin. Bawer dikim di Kurdistanekî azad de, di Kurdistanekî demokratîk a fe-deral de bi hev re di nav aramiyê de jiyan bikin. Ji we hemûyan re ji PKK’ê û di xebatên wê yên Kurdistanê de serkeftin dixwazim. Dîsa ji tevgerên din ên welatparêz, demokratîk û Kur-distanê re jî serkeftinê dixwazim. Ji we hemûyan re spas dikim.

Abdullah Ocalan: Ez jî ji Îbrahîm Ehmed re û ji Mamosta Hawar re silav û rêzên xwe pêşkêş dikim.

M. Hawar: Daxwaziyên Mamoste Îbrahîm Ehmed ez jî parve dikim. Ez jî helbestvanekî pêncî salî me. Çend sale ji bo xwendavanên dibistanê helbest dinivîsinim. Dema ku ji we serxwebûna gelê Kurdistanê dixwest, ji we hemûyan re serkeftinê dixwazim. Em serkeftinê di we de dibînin. Hêviyên me hûn in. Serkeftin ji rêbertiya birayê min yê hêja Serok Apo re.

Abdullah Ocalan:  Mamosta Îbrahîm Ehmed û Hozanvan Mamosta Hawar ji me re hêz dan. Dixwazim çend peyv bêjim. Min jî destpêkê wisa digot: Bimirim lê belê ji bo vala nebe, ji bo jiyaneke bişeref û rûmet, ji bo Kurdistanê bibe. Niha mirina Kur-dan ji bo jiyanekê bi şeref e. Ev jî tiştekî mezin e. Dema ku min vê peyvê ji Mamosta bihîst tiştek pê hesiyam. Zarokatiya min çi be, zarokatiya wî jî haman e. Li vir welatparêztiya Kurd gihişt hevûdu. Bakur û Başûr gihişt hevdu. Em li vir li ser van mijaran hemûyan pir bihêz sekinin. Li vir yêkîtiya Kurd, yêkîtiya tev-gerên Neteweya Kurd dibînim. Pir kêfxweş im.

Hatina we ya vir ji bo xebatên PKK’ê gaveke mezin e. Ji me re hêviyeke mezin dide. Wisa bawer dikim ku, heya niha xebatên ku me kirî ji Kongreya Neteweyî zexm (perçînleme) bi-ke. Mamoste Îbrahîm Ehmed dikare Kongreya Neteweyî bide avakirin, ez piştgirî didim wî. Em dikarin piştgiriya ku ji bo xebatên Kongreya Neteweyî dixwazin pêşkêş bikin. Hatina van bi rêzdarî peşwazî dikim. Dîsa bawer dikim ku di van xebatên me de ji bo gelê Kurd çareserî peyda bikin. Pir xebat bû, pir ketin çêbûn; lê belê niha di van xebatan de serkeftina di hemû xebatên parçeyên Kurdistanê de nêzbûnê dibînim. Cejna we pîroz dikim xweşî û tendûristî daxwaz dikim.


Notice: Undefined variable: meta_text in /home/abdullahocalan/public_html/ku/wp-content/themes/xwe/content-single.php on line 53