HEVPEYVÎNA ÎBRAHÎM EHMET YA 1995’AN BI RÊBERTIYÊ RE – 2

– Li vir em dikarin li ser Mele Mistefa gelek tiştan bêjîn. Tiştên ku heya niha we aniye ser ziman vê dide îsbatkirin: Serokatiya Mele Mistefa weke reîsê eşîrê dihat meşandin. Ev rastiyeke ku di civaka Kurdan de partî û partîtî tişteke zehmet e. Lê xebata we baş meşiyaye. A rastî bi îqtîdara Ebdulkerim Qasim re we dikarî gelek karan bikin. Lê şoreşa Barzanî hîn di destpêkê de xira bûye. Bi Emerîkayê re pêwendiyên xwe pêş dixin. Dîsa di dema Qasim a dawî de Seyît Salih û Cebbar bi komûnîstan re îtîfaq çêkirin xwestin Ebdulkerîm Qasim bixinîn. Halbikî lewaziya Qasim tê wateya îqtîdara Kurdan. Tiştek din jî, ser Qasim de diçin, Qasim jî helwesta xwe dide guhertin. Ev jî ji bo Kurdan nebaş bû û bi vî rengî Qasim çû, yên din hatin. Dîsa jî Barzanî nexwest rast bimeşîne. We dixwest şoreşê çêkin, wê pêwendî pêşxistinê esas girt. Ev ne aşitiye, teslîmkariye. Di dema ku hewcebûn hêza xwe bihêz bikin de, lê her tim tesfiye kirin heye. Di vir de dema ku we xwest şer bikin li pêşiya we bûn. Dema we xwest aşitiyê jî bikin dîsa li pêşiya we bûn. Li gorî dîtina min ev helwest ti pêşkeftineke hedef nake. Mînak, dişebe terzê Mistefa Kemal. Mistefa Kemal jî di dîtinê de weke ku li hember Yunanan û emperyalîzmê şer dike, lê ev karê li ber çav ango dîtinêye; di rastiyê de jî li hember jêr şer dike. Heqîqeta Mistefa Kemal ev e. Wiha rewşa Mele Mistefa jî heman e. Di dîtinê de şoreşê çêdike, lê di bin de xira dike.

– Dîtina serok gelek di cîh de ye, tespîtek rast e. Têkiliya Mele Mistefa ya bi hikûmeta Iraqê re tenê û tenê ji bo ziyan dayîna doza netewe bû.

– Ji ber vê pirsgirêk bi dewletê re aşitî pêşxistin nînbû, pirsgirêk hûn bûn. We weke hereşeyeke(tehdit) dibîne. Ji dewletê zêdetir ji we direve ango hesaban dike. Ji ber vê sedemê tenê tirsa wî hûn in. Divê hûn vê xalê fam bikin. Rewşa Mistefa Kemal jî bi vî rengî ye. Tirsa wî ne Yunan in, ne jî Ingilîz in. Tirsa wî jî ji Çerkez Ethem e. Ji ber ku Çerkez Ethem serbixweyî bûn. Dîsa komînîst hebûn, Kurd hebûn. Di dîtinê de şer jî aşitî jî kir. Lê dema tên ser îqtîdarê tevgerên demokratîk û komînîstan tasfiye dike. Em li Mistefa Barzanî mêze dikin, ew jî heman tiştî dike.  

Hawar: Ev, rastiya Mele Mistefa ye. Kes ji gel nizane, tenê rewşa çend hevalan dizane. Ez li vir gel sûçdar nakim, lê ravenekirina rewşa Mamoste ji gel re berpirsyartiya wî ye.

Hîn jî rastiya hinek welatparêzên li bakur nizanin. Meseleya Faîk Bucak hebû. Faîk Bucak sekreterê giştî yê TPDK’ê ye. Kurê wî hat vir, nizane çawa li bavê wî hatiye xistin. Min jê re vegot.  Digot,“raste bavê min wisa çû.” Lê piştî sîh salan rastiyê fêm dike. A rastî Barzanî di şerê çînî de usta ye. Tenê ne ev, Qazî Muhemmet jî heye. Qazî Muhemmet li gor wî di serokatiyê de pêşdetir bû, di warê çînî de jî pêşdetir bû, xwezayî wî ji bo xwe asteng didit. Dixwaze partî ava bike, ji wî dihesi de, jê hez nake. Mezinbûna Qazî Mihemet naxwaze. Ji ber vê sedemê Barzanî Kurdên li bakur xiste bin venêrîna xwe. Ji ber ku nedixwest tevgereke ya Kurdan li wir jî çêbibe. Nedixwest kes fêrî partî, rêziknameya partî, şerê partîzanan çiye bibin. Tenê dixwest vê bizanibin: serok heye û xwe weke serok ferz kiriye.

Barzanî komplocî ye, lê ne xafil e. Ew karê xwe bi komployê re rêve dibir. Hûn dirûst in, di heman demê de saf in. We yek du caran dît, zilam tiştên nebaş dike, wê demê we yê hesab jê bipirsîbaya.

Bi qasî ku min fam kiriye, Barzanî ne tenê di Başurî Kurdistanê de, di hemû Kurdistanê de ji bo Kurdan di keseyeta xwe de eşîrtiya paşketî temsîl dike. Gelek eşîran bi xwe ve daye girêdan, serokatî jê re kiriye. Ji 1945’an heta 1946’an mûnafiqtiya xwe meşandiye. We, yan jî mamoste xwestibû partiyeke netew demokrat û hemdem bidin avakirin. Ev daxwaz rabûna Kurdê nû ye. Lê li pêşiya we astengeke mezin heye. Li hember disekine û ev jî heya dawî hatiye îzbatkirin. Mesele bi awayeke vekirî tê famkirin. Şerê bi Qasim re li ser bingeha teşîrkirina we bû. Daxwaza wan ya lihevhatinê jî ya rastî ji bo lewazîkirina we bû. Bi vî helwesta xwe dixwaze vê îzbat bike: Zêde pêşde neçin! Dîsa partiyê resmen bê erk dike.

Tabî we xwest 1964’an hinek tiştan bikin. Heya 1970’î çibû? Hûn dikarin di derbarê vê de hinek biaxivin. Dîsa hûn dikarin qala çûyîna xwe ya Iraqê bikin. Ji bo pêşdebirina pêwendiyan, nedixwestin li Iraqê bi awayeke tendûristî pêwendî bi yêkitiya sovyet(SSCB) û DYE re bimeşe. Her tim şerê çînî da meşandin. Em dixwazin ser vê mijarê jî rawestin. Şerê ji bo kurdîniyê nedixwest. Serokatiya wî ya eşîrî lewaz bû. Partiya Barzanî ne partiyeke netewe bû. Mamoste vê dizane. Dixwaze bi Iraqê re pêwendiyan dayne, li pêşî asteng e; diçe Moskovayê, li pêşî asteng e; diçe Emerîkayê li pêşî asteng e. Ji ber sedema ev serokê eşîrî, serokeke hemdem û pêşkeftî derneket. Ji bo serokê netewa demokratîk pêşnekeve gelek tişt dikin, lê di dawî de bixwe jî winda dike. Baş e, li vir Kurdan çî winda kirin, ji destê wan çi çû?

Kurd nebûn hêz. Kurd weke berê bûn eşîr, ketin rewşeke nebaştir. Di Kurdan de fikir û stratejî pêş neket; nebûn hêzek, textîkên şoreşê çênebûn. Di holê de partî û pêwendî neman, rêxistinbûyîn nema. Baweriya min heye we dixwest gelek tiştan bikin. Di wê deme de we xwest hinek tevgeran û pêwendiyan pêşbixin. Dîsa hinek derfet jî derketin holê. Lê dîsa li hember we propaxandeyeke wî ya bihêz hebû. Ji we re digotin cehşên 1966’an. Lê bi xwe komplo û hwd. vê bi awayeke herî baş dike. Cehşbûna te nîne. Te xwestiye ji bo Kurdiniyê partiyeke ava bikî, şoreşê çêbikî, te ji bo eşîrtiyê nekiriye. Jixwe ez bawer nakim eşîretbûyîna te jî hebe. Jixwe malbateke wisa mezin jî nîne, ne wisa ye? Te bawer dikir ku tu yê bi eşîrî hinek tiştan bikî? Bi mîsogerî na. Hemû daxwazên te bi temamî demokratîk, pêşverû û xwe dipesart fikrê netewe. Naveroka şerê we bi temamî netewe bû.

Niha jî em bên pêvajoya YNK’ê. Em ê bi Celal Talabanî re jî baxivin. Bi taybet piştî 1975’an yanî beriya her tiştî em ê ser salên 196575’an bisekinin. Pêwîstî zêde bi hurgûliyan nake. Barzanî di salên 197570’an de çikir, we dixwest çibikin? Dîsa di bin serokatiya we de salên 197075’an tê çi wateyê?  Keremkin em we guhdar dikin mamoste.

– Dema çûdahiya fikrên me yên li hember Mele Mistefa zêde bû, hêjmarek mezin welatparêz û mirovên baş ketin navberê û xwestin çareser bikin. Mêzandina Mele Mistefa ji min û partiyê re weke mêzandina miroveke ji rêzê bû. Wî serokatiya xwe ferdî dimeşand. Li min mêze dikir, biryarên ku me di nava partiyê de digirt di cî de nedidît. Di kesayeta min de partî didît û tine dihesiband. Bi navbertiya hinek kesan re ez çûm serdana Mele Mistefa. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan min xwest kongreyek çêbibe. Di wê demê de sekreterê partiyê yê giştî li Ranyayê bû. Wê demê me ji bo kongrê amadekariyên pir baş dikir. Hevaleke partîlî hebû. Ji min re got Mele Mistefa li Behdînan e û nameyeke da min û xwest ez bixwînim. Name wiha hatibû nivîsandin: “bila hemû merkezên partiyê xebatên xwe ji bo kongreya taybet a li herêma Behdînanê bidin meşandin.” Min jê re got çima name daye te. Got, “kesek vale nebû.”Di aliyê din de jî ji bo hawirdora xwe çêbike, dixwest em li hev bikin.

Konferansa ku min qal kiriye Barzanî û serokê hinek eşîran jî amede bûn. Piştî hingê me qutbûna di nava merkezê de danî holê.  Barzanî got, “ez biryara yên ku li vîr in qebûl dikim, ez ev pirsgirêkên we yên di navbera min û merkezê dedixwazim çareser bikin. Biryarên ku hûn bigirin em ê herdu jî qebûl bikin, yê ku nepejirîne hûn dikarin di derbarê wan de biçin biryarê. Ji min re got, “nêrîna te çiye? Min got ez qebûl dikim. Digotin reyîsên eşîran jî di nava mijara çek û peran de ne. Min xwest mîqtara çek û pereyan ji ku tê û çawa tê bidestxistin bikeve bin lêpirsînê. Dema Mele Mistefa vê bihîst rengê wî zer bû, ji min re got, “ma ne şerme Îbrahîm, çi hewceye yeke din bikeve navbera me.” Em jî wisa difikirin; divê di navbera me de ti pirsgirêk û nakokî derneketiba. Komîteya merkezê nedizanin ka Barzanî çi dixwaze. Destê min girt bi xîtabeke nerm,ji min re got, “di dema pêşiya me de wê ti pirsgirêkeke me bi hev re dernekeve.” Em ji civînê derketin. Omer Xetabî nû ji Îranê vegeriya bû. Rêveberiya Îranê bîst dînar ji bo bide partiyê dabûyê. Çante radestî Barzanî kir. Ez vegeriyam Sûleymaniyê. Ew jî li cihên diyar belav bûn.

Hikûmeta Iraqê dîsa dixwestin bi Barzanî re pêwendiyan deynin. Ji min û çend hevalan re gotin ku biçin Bexdatê bi rêveberiya Iraqê re hevdîtin çêbikin, di mijara meseleya Kurd de rê û rêbazan bigerin. Em çûn bajarê Ranyayê. Heyeta hikûmeta Iraqê hat. Serokê hikûmetê û li gel wî du wezîr hebûn. Mele Mistefa jî di wê civînê de emade bû. Mele Mistefa ji wan re got, “ev e hûn û Îbrahîm Ehmet” me berda û çû. Ev heyet ya ku bi Barzanî re pêwendiyan danî û di derbarê mafên me de ev têkilî aşitiye, yan jî teslîmyete ku me di derbarê wan de belavok nivîsandibûn endamên hikûmetê bûn. Di kêliyên hevdîtina vê heyetê de di mijara navên gelê Kurd û mafê wan de me gelek nîqaş kir, lê daxwazên me red kirin, civîn bivî rengî bi dawî bû.

Dema em hîn li Ranyayê bûn, ew ji bo îtîfaqeke din çêbikin çûn gel Mele Mistefa. Piştî çend rojan, me bihîst ku Mele Mistefa li Qeledizê civîneke mezin li dar dixe. Me ji komîteya merkezê Elî Ebdulla û Seyît Ezîz rêkir wir. Dê ji wî re bigotibane ku “çima li ser navê partiyê ji bo tevlîbûna civîneke wiha we gazî me nekir.” Herdu endamên ku me şandibûn hema dest didîne ser herduyan. Endamên ku Mele Mistefa li wir kom kiribûn ji sedî 90 ne endamên partiyê bûn. Mele Mistefa wan komkiribû. Tiştên ku digot anîna rewşa biryarê û bi biryara komîteyê hemû merkezê ji partiyê diqewitandin. Ji bo derxistina endamên nû yên merkezê diçe hilbijartinê û civîn wê şevê bidawî dibe. Piştî çend rojan û şûnde me bihîst ku Mele Mistefa bi rejîma Iraqê re îtîfaq çêkiriye, wê êrîşî ser me bikin û  bi me re şer bikin. 

Me jî weke komîteya merkezê, ji bo em çi bikin çi nekin me endamên xwe yên amade kom kirin û civînek lidar xist.  Me nîqaş kir ku em li hember rejîma Iraqê û Barzanî şer bikin,yan dev ji şer berdin û yan jî em pêşmergeyên xwe serbest berdin bû? Yê ku dixwaze dikarin rûnin û yên dixwazin jî dikarin biçin gel Barzanî bû. Li pêşiya me ev hebû diviyabû mebiryareke bidabana. Nêrîna Celal Talabanî’ ew bû ku em şer û şerê biçekan berdin bû.  Celal alîgirê têkoşîna siyasî bû. “Digot; ger hikûmet destûra xebata me ya siyasî bide, em ê jî weke berêxebata xwe veşartî bidin meşandin.” Di encam de biryara ku em gihiştinê, li hember hêzên Iraqê û Mele Mistefa li berxwe bidin derket. Ji aliyekê ve artêşa Iraqê, ji aliyê din ve Mele Mistefa û eşîretên di herêmê de li hember me şer kirin. Ji hinek serokên van eşîretan bi min re ketin nav pêwendiyê,dixwestin ji bo şerê ku bi Barzanî re bikin em alîkarî bidin wan. Bersiva me ya ji van re bû ev; ger yên ku dixwazin ji bo peran şer bikin hebin, em ê wan di nava xwe de qebûl nekin bû.

Hêzên me yên pêşmergeyan, li hember Barzanî û hêzên Iraqê li ber xwe nedan. Piştî vê me ji hevalên xwe yên ku di nav şer de cî digirtin pirsa ka em çibikin kir. Pêşniyar kirin ku em biçin Îranê. Beriya wan ez çûm Îranê, min bi perpirsyarê leşkerî yê wê qadê yê Îranê re mijarê çareser kir. Wî jî meseleyê ji Tehranê re ragihand. Şartê ku dan pêş, “gotin em ê we weke mişextiyên siyasî qebûl bikin, hûn ê hemû çekên xwe radestî me bikin û şêst kîlometre ji çiyan dûr bisekinin.”Hevalên me şertên Îranê red kirin. Min carekedin serî li rayedarên leşkerî da, min daxwaza di asta herî jor de hevdîtin pêkanînê kir. Bi vî rengî me bi rayedarên herî jor yên li Kurdistanê diminin re civînek li dar xist. Dema min dest bi axiftina xwe kir, min got ev komploya, em ê mafê xwe li Iraqê bidest bixin. Fermardareke Îranê got, “hûn li Îranê rêxistinê ava dikin, weke ku we li Başurî Kurdistanê jî hinek tahrîbatan ava kiribû, dixwazin li Îranê jî ava bikin.”  Min ji wan re got; ger hûn bixwazin em ê li hember Iraqê şer bikin, Başurê Kurdistanê xilas bikin û dikarin li parçeyê Rojhilatê Kurdistanê yê di bin venêrîna we de jî şer bikin. Got; “ Ev tiştên te gotin cewherî pirsgirêkê bixwe ye.

Min got ez jî ji tiştên ku min gotine şaş mam. “Peyveke Şahîn heye, di pirtûka wî de derbas dibe; dibêje ez bazê hemû gelên Arî me.” Kurd jî Arî ne. Ev herêm jî herêma gelên Arî ye. Min got; em naxwazin ji Îranê parçeyek qut bikin, dixwazin parçeyek din bixin ser.” Wan jî ji me re gotin; “ev helwesta we komployeke. Hûn dixwazin li Îranê hêjmara Kurdan zêde bikin û tevgera şoreşgerî belavî nava Kurdên Îranê bikin. Dîsa hûn dixwazin têkiliyên me yên bi Tirkiyê re xira bikin. Hûn ê piştî du meh an jî salek din, bixwazibin parçeyê Kurdistanê yê di bin bandora Tirkiyê de xilas bikin û bi imparatoriya Îranê ve bidin girêdan. Ev jî wê bibe sedema şereke di navbera me û Tirkiyê de.  Ger em li hember Tirkiyê bigihin serkeftinê jî, împaratoriya ku bê avakirin wê nebe împaratoriya Îranê, dê bibe împaratoriya Kurdan. Got; tiştên ku hûn dibêjin xeyal in.” Bi rastî jî ev gotin, gotinên Şah bûn. Leşker jî ji min re radigihand. Di encam de bi şertekê me qebûl kir ku em çekên xwe radestî wan bikin. Wê Şahê Îranê çekên me carekdin bidabûna me û me bişandiba Iraqê. Wan jî vê qebûl kirin. Ez li Tehranê mam. Çarsed hevalên bi min re birin bajarê Hemedan. Ji derveyî Ebdullah Elî û Seyît Ezîz kî Mele Mistefa van girtibû yên din hemû hatin.  

Têkiliyên Îranê yên bi me re pir eceb bûn. Carna baş carna ne baş bûn. Xwestin bi me re civînek çêbikin. Li ser navê komîteya navendî ez, berpirsiyarê leşkerî yê Kurdistana Îranê û ji rêxistina îstixbaratê (SAVAK) berpirsiyarek em çûn Mahabatê. Em birin meydana Çarçira( cihê ku Qazî Muhammed hatibû darvekirin.) haqaret li me dikirin. Dema me dest bi hevditinan kir ji me  pirsîn “hûn çi dixwazin.” Me got em ji dewleta Iraqê mafên xwe dixwazin. Dîsa pirsîn gotin, “hûn ji Îranê jî tiştekî dixwazin?” Celal Talabanî jî ji wan re di dema qraltiya Iraqê de çi maf ji bo Kurdan hatine dayîn hûn jî wan mafan bidin Kurdan û em derbasî mijareke din bûn û gotin civîn qediya. Hevalên min çûn Hemedanê ez jî vegeriyam Tehranê.

Mehek piştî vê civînê li Îranê her tişt veguherî dijî me. Mam Celal xwest biçe Ewropayê. Em jî çûn me xwest ku ji bo me jî cihekî îltîcayê bibîne. Dema ku me xwest ji Îranê pasaportê bixwazin jê re gotin ku qedexe ye. Serokê Sawakê xwest bi min re hevdîtinê  çêke. Serokê Savakê guherîbû. Bi awayekî vekirî “ ji ber ku tu bi cihekî ve biçî divê hemû hevalên te li cem me bimînin. Hevalên te bê gotina te dê bi cihekî ve neçin.” Min pirsî, sedemên vê guherînê çi ne? Piştî civîna Mahabatê hem berpirsiyarê Sawaqê û hem jî berpirsiyarên leşkerî hemû çûbûn Piranşarê. Hem ji bo wî û hem jî ji bo civîna Mahabadê du rapor amade kiribûn û pêşkêşî Şah kiribûn. Piştî ku Şah van herdu raporan dixwîne biryara piştgiriya Mele Mistefa û derve hiştina me dide. Serokê Savakê bi awayekî eşkere ev ji me re got.

Xwesteka Mele Mistefa ya yekemîn ev bû ku, Îran me bigire  û vegera me ya Iraqê asteng bike. “Jixwe hûn penaber in û ti tiştekî we tineye, hûn ji bo Kurdên Îranê çi dixwazin. Hebûn û tinebûna partiya Berzanî ne girîng e, em kengî bixwazin dê di xizmeta me de be. Em texmîn dikin ku sê hezar şervanên eşîra Berzanan hene. Hêzê we bi qasî Mele Mistefa tineye, hûn tenê ne, di cihê xwe de rûnin.” Niha tê fêmkirin ku çima ji bo PDK’ê piştgirî hatiye dayîn û bi wan ewle bûne. Me xwest em careke din bi Mele Mistefa re têkîlî deynin. Ji ber ku di navbera wan û Iraqê de pevçûnan dest pê kiribû,  ji bilî min vegera hemû hezên me ya Iraqê qebûl kir. Dema ku hevalên me vegeriyan Iraqê di komiteya navendî de qet cih nedan wan. Ne peywirek dan peşmergeyên me û ne jî hevalên me yên din. Tenê ji wan re gotin biçin. Talabanî û endamekî din komîteya navendî di gundekî de davêje zindanê. Mehek bi şûnde Abbas Axa bi Mam Celal re hevdîtinek pêk tîne û dibêje Mele Mistefa gotiye “ Ez wan serbest berdidim. Dixwazin biçin ku bila biçin. Ez berpirsiyariya wan digirim ser xwe.” Vegeriyan Silêmaniyê û serî li hikûmeta Iraqê dan. Hiqûmeta Iraqê wan qebûl kirin. Bi vî awayî navê “Cahşên 1966’an” li me kirin.

Di navbera rêveberiya Iraqê û Mele Mistefa  de pevçûnan dest pê kir. Îsraîl û dewletên din alîkariya berzanî dikirin. Samî Ebdurahman ji iraqê reviyabû hatibû cem me. Me ew negirt komîteya navendî û şand cem Mele Mistefa. Tiştê ku bû sedema pêşdederketina vî şexsî bi Îngîlîzî zanebûna wî bû. Ji Yahûdiyan re rêbertî dikir ku li hember tesîsên petrolê yên Kerkûka Iraqê çalakiyan lidar bixin. Bi wî awayî deng dida. Muhammed Ebdurahman(Samî Ebdurahman) bi vê taybetiya xwe li cem Mele Mistefa bû kesekî bijare. Di navbera Iraq û Mele Mistafa de şer dijwar bibû. Di wê pêvajoyê de ez li Îranê bûm. Hikûmeta Îranê dixest ez biçim Iraqê.

Ji bo Mele Mistefa û eniya Kurdistanî, ango me dixwest bi awayekî du partî dîsa hevkariyek çêkin. Ji bo wê em vegeriyan Iraqê. Lê belê Mele Mistefa nexwest me bibîne û ev daxwaza me red kir. Her kesî guhdariya me dikir. Peşmergeyên ku ji helwesta Mele Mistefa ne rihet bûn jî, piştgiriya me kirin. Mele Mistefa li hember polîs û arteşa Iraqê şer da sekinandin û êrîşê pêşmergeyên me kirin. Dîsa hin mirovên welatparêz bûn navbeynkar.  Me jî ji wan re got em di vê rewşê de amadene ku bi Mele Mistefa re tevbigerin. Bes li hemberê me şer neke. Lê belê wî qebûl nekir. Me xwest ku ew li hember dewleta Iraqê têbikoşe û li hember me şer neke. Wê daxwaza me jî qebûl nekir. Bi tenê li hember me eniya şer vekir. Di wê demê de Ebdurahman ji hikûmeta Iraqê  hinek mafên Kurdan  bi dest xistibû. Piştî wê Baasiyan derbe kirin û bûn desthilatdar. Êdî bi serê xwe îktîdar bûn. Divê ez di vê mijarê de bi zelalî bêjim ku “Ez dema li Bexdayê bûm min di wê hikûmetê de cih digirt. Ji Kuweytê heyetek hat. Di heyetê de wezîrê parastinê yê Kuweytê jî hebû. Dixwestin bi hikûmeta Iraqê re têkiliyek çêbikin. Di pêşwazîkirina vê heyetê de min jî cih digirt. Di wê civînê de Hesen Bekir jî hebû. Di darbeya 1963’an de serokê hikumetê bû. Ji min re “ em du partî, partiya ku dê Baasê temsîl bike û partiya ku Kurdan temsîl bike partiya we bibin yek û li hember dijminan şer bikin. Li hember alîgirên qral piştgirî dixwestin. Piştre ez, Celal Talabanî  û komek wek heyet me xwest bi kesên ku şoreş pêkanîne re hevdîtinek pêk bînin û serokkomar bibînin. Me hevdîtin pêk anî. Me got, ji bo ku hûn hem Saddam û hem jî Baasiyan binasin dixwazim hin tiştan bînim ziman. Dema ku em ketin hundir em pêşwazî kirin. Destekî xwe da ser milê min û destê din jî da ser milê Mam Celal. Ji min re “Tu birayê me  yî. Fikir û ramanên xwe ji me re bêje.” Min mesele fêm kir. Du roj beriya şoreşê civîneke wan hebû, li wir Baasî jî hebû. Mele Mistefa û Kurd dihatin nîqaskirin. Mam Celal  li wan ( li Baasê)  heqaret kiribû. Li gel vê jî serokkomar bi me re têkîlî danîn li gor berjewendiyê xwe dîtibû.

Ev nedihat wê wateyê ku li hember me nerm bûne. Dixwestin desthilatdariya xwe qewîn bikin. Ji me re digotin “heke em vê carê jî ji desthilatdariyê bikevin, dê heta zarokan jî qetlîamê çêbikin. Ji bo vê em bibiryarin ku îktîdara xwe bidomînin.” Me jî got baş e. civîn qediya û em derketin derve. Du kes li derve rûniştîbûn. Ji wan yek bi unîformaya leşkerî bû. Ji me re gotin “ ew Saddam Huseyîn e.” Ez di koşka serokkomariyê  de geriyam. Min odeyek vala dît û heyirîm. Got “dibe ku li wir cihaz danîbin.” Yanî rastiya Baasê. Ew girêdayî DYE’yê bûn. DYE’yê ew anîn îktîdarê. Di sala 1969’an de nûnerên Sovyetê hat Baxdayê. Peyvireke wî jî rawestandina şerê di navbera Mele Mistefa û Iraqê de bûn. Bi me re ket nav têkîliyan. Serokomar jî di derbarê mijarê de bi me re axivî. Min tenê tiştek ji wî xwest. “hûn amade ne, hûn dikarin çi bidin Kurdan? Danezanekê binivîsin û mafên gelê kurd eşkere bikin ku ew jî bigihîjin mafên xwe. Bi Mele Mistefa re li hev bikin û alîgirên wî efû bikin.” Ev xwesteka min qebûl nekirin.

Piştî wê ez nexweş ketim. Xwestin min nexweşxaneyê  derxin û bişînin Londrayê. Di devê derî de Saddam bi gulekê ez pêşwazî kirim. Dema ku em gihîştin Londrayê, li  Sefaretxaneya Iraqê li benda me bûn. Ez demekê li wir mam. Sefîrê Iraqê her roj dihat cem min. Dixwestin demek zûtirîn dermankirina min biqedînin. Ji ber ku hevdîtinên bi Mele Mistefa re di rewşeke qrîtîk de bû. Du roj bi şûn ve hevdîtin ketin rewşeke erênî. Sal 1970’î bû.

Mehek bi şûn de ji Îranê mirovek hat cem me. Ji rêxistina îstixbarata Îranê bû. Me li Parîsê hevdîtin pêk anî. Şahê Îranê ew şandibû. Got; “em dixwazin şaşiyên ku çêbûne  sererast bikin. Mele Mistefa şaşitî kiriye. Niha dixwaze we bike mirovê xwe.” Min got; “Şahê Îranê çima wisa dike? Bila hin mafên Kurdan bide. Mafên ku rejîma Baasê dane, mafê şerkirina bi Baasê re nade kesî. Heke hûn dixwazin alîkariya kurdan bikin, mafên kurdan bidin. Em ji we re koletiyê nakin.” Ji bo ku em rastiya gotinên vî mirovî fêm bikin, me hevalê xwe yê ku li Îranê dima, xwest cem xwe. Seyît Elî hat cem me. Me Talabanî jî qebûl nekir.(dibe ku tevlîbûna civînê tê qestkirin) 

Rejîma Îranê jî êdî em li ber çavan digirtin. Me xwest bi Mele Mistefa re li hev werin. Wê demê ketin nav têkîliyan. Gotin komîtiya navendî ya partiya mamoste bi Iraqê ve girêdayî ye. Heta ku ev nakokî çareser bibe em ê li Iraqê sefiriyê bikin. Me red kir û qebûl nekir. Mele Mistefa dixwest bi me re li hev were. Li gorî dîtina wî heke Îbrahîm Ehmed nebe aştî nabe. Ez vegeriyam Iraqê. Bi civînekê me biryar da ku em dest bi xebatan bikin. Partiyê navê xwe guhert. Me got em derbasî eniya Mele Mistefa bibin. Du sal piştî ku em bi Mele Mistefa re bûn yek, ji bilî heqaretê me tiştek jê nedît û nebihîst. Bi wî awayî em ketin sala 1972’an.

Aliyekî mejiyê gelê Kurd ji hêla Berzanî û aliyê din jî ji hêla kominîstên Iraqê ve hatibû rizandin.

PDK peşmergeyên we kişandin aliyê xwe, we jî temaşe kir. Piştre çi bû? Barzanî gihîşt 1974’an. Hûn jî jê veqetiyan û wisa bi serê xwe man. Yanî bi wateyeke din şoreş piştî di 1970’Î de diqede. Baasiyan heta 1974’an bi Barzanî re çi kirin? Di vê pêvajoyê de çend peyman çêbûn? Di vê mijarê de hûn dikarin ser gelek xalan bisekinin. Bi taybetî ji salên 1970’Î heta 1074’an we xwest hûn çi bikin? Barzanî çawa bû asteng? We xwest hûn şer bikin, nehat qebûlkirin. Îranê bi we leyîst. We sazûmaniyeke nû çêkir. We xwest hûn bi Îranê re têkîliyan deynin, bû asteng. Hûn hatin cem rejîmê, we xwest hin tiştan bikin, ji bo tiştên ku we dest xistibûn jî bike malê xwe bi Iraqê re îttifak çêkir. Ev rastî di sala 1974’an de hat îspatkirin. Wekî ku tê zanîn di sala 1975’an de jî hişt û reviya. Yanî hûn jî qedandin û bê bandor kirin. Siyasiyên kurd û we rewşenbîran dixwest tiştekî bikin, lê hêza we ya tehlîlkirinê tinebû. Di derbarê Barzanî de çewtiyên we hê jî didomin.

Partiya kominîst wek berê hê jî didomîne. Ez ji bo xeta we tiştek nabêjim. Xeta we rast e. Lê belê ji ber di demê de helwest nîşannedayîna we,  fêmnekirina rastiya Barzanî hûn winda dikin. We baweriya xwe bi Barzanî anî û  radestî wî kir. Mirov saetekê jî xwe radestî wî nake. Lê belê we çawa xwe radest kir, ez fêm nakim.

Divê mirov li ser têkçûna tevgerên kurdan ên heta vê demê bisekine.

Divê mirov nebêje eşiret û derbas nebe. Heta min di nav PKK’ê de jî li hember helwestên eşirvaniyê têkoşineke mezin da. Tiştê ku hûn dibêjin ji mêj ve bersivên xwe dîtine. Tiştek din hebe em dikarin li ser wê ji rawestin. Tiştên ku hûn dixwazin pirs bikin hebin, hûn dikarin pirs bikin. Barzanî çima wisa kir? Di bingeha xwe de sûcê we ye. We rewşembîr û kominîstên Iraqê çima nikaribûn li hember Barzanî  bisekinin û wî asteng bikin?

Me her tim bi nêrina neteweyî li mijarê nihêrt.

Ev zêde girîng nîn e. Hûn karan sivik digirin dest. Barzanî xwest bi me jî bilîze. Xwest hevalên me yên ku bi wî re ketin têkiliyan, bêxe bin bandora xwe. Heta hevalekî me jî ket vê kemînê. Min nihêrî ku me teslîmê Barzanî dike, ez mecbûr mam ku mûdexele bikim. Di pevçûnên me yên bi Barzanî re ji ber ku çend kes hatibû kuştin, camêr ji me re digot “çima partî li hember PDK’ê çalakiyan li dar dixe?” Dixwest ku me teslîmê Barzanî bike, yanî Barzanî ew dikişand. Dîsa mirovekî me heye ji komîteya navendî ye. Ew bi Îdrîs re hevdîtinan çêdike. Îdrîs hat, got me tifak çêkir. Heke we li hev kiriye, me jî got temam. Îdrîs dixwaze me jî bikişîne û digot “werin Başûr jî hûn çareser bikin. Bikevin herêma Barzan.”

Bêgûman di nav refên wan de hevalên me yên ku şer kirine û şehîd ketine jî hene. Hevalên me hatin, min rewşa wan nihêrî. Barzanî dixwaze wan bikşîne û me jî bixe rewşa hemû tevgerên din. Lê heke siyaseteke xwedî vîn û azad bihata meşandin piştgirî nedida. Min niyeta Barzanî fêm kir. Min jê re wisa got “hûn wekî şûrên Demokles li ser serê gelên Kurdistan in. Di têkoşîna çînî ya Kurdistanê de xetereya herî mezin in.”Min ev tespît kiribû. Hevalên me gelek şaşî dikirin. Ji bo dostanî û tifaqê tim diçûn cem wan. Ji bo wê ez Barzanî baş nas dikim. Heke me tedbîrên xwe bi pêş nexistana dê me jî tasfiye bikira. Lê ji ber ku PKK politîkayeke aqilane û azad bingeh digire, negihîşt armanca xwe. Em çima neketin kemîna wî? Mesûd her dem derdorên cuda bi ser me de dişand û dida êrîşkirin. Ji bo ku em lîstokên wî vala derxin em bi şev û roj xebitin. Çima em neketin? Ji bo ku me taktîkên wî vala derdixistin û pê re jî em li Başûr bi bandor dibûn.

Li aliyê din, me li DYE’yê, Londrayê , Îranê û Turkiyeyê jî siyaseta Barzanî bê bandor kir, her wekî me ew fetisand. Bê bandorkirina siyaseta Barzanî tiştekî ne hêsan e. Meseleya Barzanî pir girîng e, ji dijmin zêdetir li ser wî disekinim. Lê belê we xwe nekiriye wekî hêz, ew aniye li pêşiya xwe kiriye asteng. We çi kar kiriye, wî ji xwe re kiriye mal. Heta ku ew te tasfiye bike, divê tu wî tasfiye bikî. Dîsa  hûn dixwazin li ser esasekî rast tifaqê çêbikin, lê belê heke hûn tehlîleke rast nekin ew ê we tasfiye bike. Hevalên me jî wisa kirin. Lê belê min ew şiyar kirin. Min ji wan re got “hûn ê bi wî awayî bixebitin.” Ew jî wekî we dixebitîn. Min got bi vî awayî nabe, hûn ê zerarê bibînin.

Camêr tim û tim ji me re digot ji vir derkevin. Heke me tedbîrên xwe negirtana, em ê jî biçûna. Divê mirov şerê navbera me û Barzanî baş fêm bike. Ez wisa texmîn dikim ku ev hê jî baş nehatiye fêmkirin. Bi taybetî Mam Celal dixwaze hin taktîkan bi pêş bixe. Niha ji bo çareserkirina pirsgirêka Barzanî em ê taktîka rast çawa bi kar bînin? Divê mirov vê yekê baş zanibe, pir baldar û hişyar be. Sûcê we ye. Dema ku hûn serokên partiyan in, ew axayê eşîrê ye, lê hûn tînin dikin serokê xwe. 2030 sal biryarên we nade bikaranîn.  Serokatiya wisa dibe?  Di dema şer de gotiye werin cem min, wekî zarokan hin tişt dane we û dîsa hûn xapandine. Xwest heman tişt jî ji bo min bike. Wekî ku 40 sal in tîne serê kurdan. Ji min re dibêje “ were bajarê Selehaddînê  li cem min bimîne.” Camêr dixwaze min bixe komployê. Lê belê ne ji bo min, ji bo hevalên me yên navendê jî ev hêza wî nîn e. Ji ber ku ez tedbîrê xwe digirim, serê ben di dest xwe de digirim. Ji ber vê ye ku 15 sal in nikarîbû tiştekî bi me bike. Tiştekî pir eceb e. Ya girîng gihîştina me ya vê encamê ye.

Nakokiya we ya bi Barzanî re nû ye. Ya me, ji demên borî tê.

We di têkoşîna bi Barzanî re de çi encam bi dest xist?

Qet tiştek jî. Wekî we, me li hember wî têkoşîn da.

Em dîsa li ber xwe didin. Lê hûn perîşan bûn, tasfiye bûn. Ew pir tiştekî ne baş e. Me dîsa ew anî ber lingê xwe. Ev şer mirovan tîne rê. 

Pirsgirêk ne çek e, feraseta li hemberî hev e.

Tiştê esasî di çek de ye. Mesûd Barzanî çima tasfiye nebû? Di bingeha xwe de Barzanitî rûhek e, di heman demê de çandek e. Di nav gelê me de Barzanitî bûye kevneşopiyeke exlaqî. Ev şer, şerê hemû kurdan e. Di rastiyê de beriya ku şer dest pê bike, Mesûd dixwest paşve gav biavêje. Tarzê me yê şer dîtibû, ditirsiya. Beriya şer dixwest bi me re li hev bike. Lê belê çiqas bixwaze bi me re li hev bike jî me nikaribû vê yekê qebûl bikira. Ji ber ku ev sozek e. Sozeke hezar salan e.Ew çi qas tawîzan bide jî dilê me vê ranake. Divê ev bê temamkirin.

Ango îro zêde li ser PKK’ê disekinin.Em nikarin wek Berzanî bikin. Tarzê me yê şer cûda ye. Ne Başûr ne jî Bakur dê ji vê tiştek fêm neke. Hûn jî nikarin tiştekî fêm bikin. Wekî ku min berê jî got divê ev şerê dawî bi kûrahî bê rawestandin. Nebêjin serok hemû tişt diyar kir.

Niha li hember PDK’ê rewşa leşkerî baş e, mijara aboriyê jî ne pirsgirêk e. Bi giştî rewş baş e. Tenê heta ku pirsgirêka Barzanî neyê çareserkirin, rewş bi ti awayî  baş nabe. Çend sal in, şerê ku tê meşandin heye, lê belê kes nikare encamên mezin jê derxe. Partî û kesayetên din hatin cem me. Pirsa pere henetinene kirin. Min jî ji wan re got, biçin. Ev pirsgirêk me hemûyan mijûl dike. Pirsgirêk ne tenê pirsgirêka PKK’ê ye, pirsgirêka hemû kurdan e. Em çima di sibê de guhdariya we dikin? Ji ber ku tecrubeyên we zêde ye.

Ez dixwazim kesayetiya Barzanî bikim pir û şerê li hember dijminan de heta dawiyê bi kar bînim.

Mirov çiqas bixwaze vê mijarê veke, ew qas vedibe. Ji ber ku mijareke berfireh e. Mezinkirina Barzanî di destê Şahê Îranê de ye. Turkiyeyê jî li hember we şer dida meşandin, lê belê têkiliya wan a bi Turkiyeyê re pir baş e. Te qet behsa wan nekir. Têkiliyên bi Turkiyeyê re pir girîng in. Wekî mînak, Baas tê, qad dikevin destê we. Lê dema ku hêz dikeve destê Barzanî pirsgirêk ser û bin dibe, êdî hûn nikarin tiştek bikin. Dema ku Baasî dixwazin tiştekî bidin li hember tê derketin. Çima? Divê mirov vana fêm bike.

Hin rewşenbîrên Kurdan gotin ku hûn ji Iraqê çi dixwazin? Me got, ji bo Kurdan otonomî ji bo Iraqê demokrasî. Ji me re gotin; “ev li Ewropayê meseleyeke mijara xwepêşandana nîn e. Eleqeya xwesteka we bi şoreşê re nîn e.”

Ew jî rast e. Derewên mezintirîn hene. Gelek rewşenbîrên Kurd hatin cem me, bi taybetî rewşenbîrên Kurd ên Iraqê. Lê ti kesekî derewê Barzanî fêm nekirine. Derewa herî mezin otonomî ye. Niha dibêjin ji Kurdan re otonomî ji Iraqê re demokrasî. Lê di ser û mejiyê wî de demokrasî tineye. Derewên mezin dikin, ji ber ku ti eleqeyekî wî bi demokrasiyê re tineye. Kesayetiya Barzanî ne kesayetiyeke demokrasiyê ye, ne kesayetiyeke otonomî ye jî. Ji bo wî otonomî, otonomî û  serkeftina eşîretê ye, serkeftina malbatê ye, ji bo otorîteya malbatê ye,ji bo eşîretên din jî otonomî tineye. Di feraseta wî de ji bo eşîretên din dîktatorî heye.

Dema ku serokatî û feraset ev be dê çawa encam bê girtin? Niha divê  hûn sedemên sernekeftina xwe baştir fêm bikin. Mirovê Kurd pir derewker e. Bê gûman hin rêvebir hene ku pir sexte û pir xafil in. Heke hûn jî li hember wan tedbîrên xwe negirin, dê tiştek nehêlin. Kurd ketiye, dijmin tiştek jê re nehiştiye, rih nehiştiye. Em vê yekê fêm dikin. Em mecbûr in ku vana fêm bikin û li hember şer bikin. Ev temsîla xwe di Barzanî de dibîne. Mesele ne PKK ye. Piştî ku mamoste ji min re silav şandin, me qebûl kir. Me jî jê re xeber şand ku, pirsgirêka Barzanî  ya bi siyasetê yan jî bi şer çareser bikin. Êdî sebra me nemaye. Ji ber ku Barzanî di paşverûtiya kurdan de, Barzanî ekolek e. Tu  ewqas biçî cem Îran û dewletên din, ji xwe tu yê zehmetiyan bikşînî. Dê camêr li ser te hesaban bike. Vexwendina qada Çarçira tê çi wateyê? Wekî mînak dibêjin Talabanî pir dilîze. Lê paqij dilîze. Gelekî taktîkzan e. Serokatî çi ye, ev pir teng tê fikirîn. Piştî ku hûn çûn cem Şahê Îranê, divê hûn venegeriyana. Dema hûn tên cem Baasê jî hûn teng dimînin. Di navberê de xetereyeke mezin heye. Bi taybetî jî hûn di sala 1966’an de neçar  dimînin ku wisa tevbigerin. Ji bo ewlehiya xwe hûn ji Barzanî direvin. Navê we wekî “cehşên 1966’an” derdikeve. Lê belê tu kesek di rastiyê de cehş kî ye, kî rê li ber vê vekiriye fêm nake. Camêr bixwe cehşitiyê dike, lê belê kes vê fêm nake. Ji kesên ku li hember cehşitiyê derdikevin kî dibêjin “ hûn cehşin.”  Ev dereweke pir mezin e. Lê êdî gel ji vê derewê bawer dikir, ne wisa? Em dikarin îspat bikin ku di wê demê de cehşitî bi awayekî din hatiye kirin. Kesê ku parî zana be, dikare vê rewşê tavilê fêm bike û rihê wî jî nas bike. Di vê de cehşitî tineye, ji bo gelê kurd xwestina hin mafan heye. Gelek şaşiyên te jî çêbûn. Pirsgirêkek din jî heye. Niha camêr dixwaze ji Iraqê hin tawîzan  bi dest bêxe. Ku ew nebin tine bibe. Ji vê re cehşitî tê gotin. Kes vê xalê nizane. Di nav têkiliya ku we bi Şahê Îranê danîbû de hinek welatparêzî heye. Lê belê têkiliya ku Barzanî pêktîne bêrêtî ye. Dema ku hûn bi Baasê re têkiliyan pêk tînin, hûn dixwazin ji bo gelê kurd hin tiştan bi dest bixin. Lê belê têkiliya Barzanî ji bo berjewendiyên takekesî û eşîretî ne. Hê ev rewş fêm nekirine. Li ser van gotinên xwe ez dixwazim bi kûrahî bisekinim. Ne ji bo rabirdûyê ji bo îro dixwazim bisekinim. Gelek kesên kominîst, rewşenbîr û hunermend tên cem me, lê qet tiştek nizanin. Nizanin siyasetê jî bikin. Hema dibêjin pere, pere ji bilî wê tiştek nabêjin. Bi feraseta bazirganiyê şoreş û şoreşgerî nayên kirin.  Em ne dikarin pere, ne jin û ne jî mêr bidin. Ti tiştek ji wan re namîne.

Hawar= Dîsa hinek dîroka berxwedanê ya partiya kominîst hebû. Hîmên kurdîtiyê kominîstan nîşanê kurdan da.

Abdullah Ocalan= Çawa? Li gorî min wan Kurd asteng kirin.

Îbrahîm Ehmed= Eşhedû bîllah rast e.

Abdullah Ocalan: Niha Moskova ket çi halî? Li cem we ket çi halî? Li cem me, li Turkiyeyê ket çi halî? Li Tirkiyeyê bazirganê xwedî sermîyanê mezin Cem Boyner heye. Tevgera demokrasî ya nû ava kir. Hemû endamên polîtbûroya partiya kominîst a Tirkiyeyê niha ji sedî sed li cem wî politîka dimeşînin. Di kesayetiya kominîstên Iraqê de zêde tiştek nabînim. Aliyekî mejiyê gelê kurd, ku ji aliyê Barzanî ve hat rizandin, aliyê din jî kominîstên Iraqê rizandin. Pêkane ku hin mirov derketibin. Lê belê gelek kesên bêedep, bêexlaq û siyasetê fêm nedikirin ji dibistana Barzanî derketine. Li aliyê din ji Barzanî zêdetir partiya kominîst bi mejiyê kurdan lîst. Mamoste ji min fêm dike ku ez çi dibêjim.

Dema ku kominîst li ser pirsgirêka Kurd diaxivin, hin tiştan biçûk dibînin. Neteweyîtî tine, demokrasî tine. Dibe ku li Iraqê ligel PDK’ê partiya kominîst jî xwest hin tiştan bike. Bi aliyê xwe yê ideolojîk û siyasî ve tevgereke marksîst e. Wekî mînak, Barzanî dan kêleka xwe û xwestin wî bikşînin feraseta neteweyîtiyê. Ev baş e. Lê mixabin nikaribûn ser Barzanî bandor bikin.  Ji ber ku nikaribûn feraseta wi ya eşîrtiyê biguherînin. Wekî ku ji Barzanî re bibêjin bi axatî û bi diktatorîtiya xwe bimeşe. Tiştên ku fikirîbûn karibûna bikirana baş dibû, lê belê nebû.

Ya duyemîn: Ti siyasetmedar î, rewşenbîr î, camêr hemû tiştî ji te fêr dibe, lê belê xwe wekî serok dide qebûlkirin. Ez ji bo vê yekê mijarê vedikim, ango ev pirsgirêk pirsgirêkeke jiyanî ye, pirsgirêka hemû Kurdan e. Barzanî di bazirganiyê de gelek bi hêz e. Dijminên me dê li hember kurdan çawa tevbigerin, dê bi kê re têkiliyan deynin dizanin. Çima hemû dijminên kurdan bi Barzanî re têkiliyan datînin? Ji bo ku Barzanî di hevkariyê de û di radestkirina vîna xwe, ya dewlet û hêzên din de rista xwe pir xweş dilîze. Kesê ku ewqas bi dijminê xwe re be, dikare her tiştî bike. Camêr bazirganiya xwe jî li ser vî esasî dide meşandin. Niha ev kiriye, ew kiriye mirov ecep dimîne. Tê fêmkirin ku di wî warî de ev camêr ji berê ve xwedî hêz e. Wekî mînak: Hevkarî û bazirganiya xwe dixe stûyê Mamoste Îbrahîm Ehmed.

Niha mirovek wisa çawa dibe pêşengê kurdan? Gelek neyîniyên ku li Kurdistanê derdikevin ji bin serî wî derdikevin. Ev rastî îro jî derdikeve holê. Ango hakîmiyet tineye. Ji ber wê, niha derewên herî mezin di ser me re dike. Gelê Iraqê jî vî ya dibihîze. Dibe ku we jî guhdarî kiriye. Ka pirs bikin, tenê derewên ku di ser Mam Celal û Apo re gotine çi ne, ew ê ji we re bibêjin. Her roj di radyo û televizyonên Barzanî de çiqas derew tên kirin, diyar e. Niha kurdên dirust ên ku dixwazin tiştên baş bikin jî hene. Lê belê fersend nade wan û ciwanan. Naxwaze rê li ber kesî veke.

Hawar: Sedema vê çi ye? Camêr Kurdistanê difroşe û naxwaze kes jê re bibe asteng.

Abdullah Ocalan: Bê guman pereyan ji bo şexsê xwe û malbata xwe distîne. Niha dibêjin, em ê hikumetê damezirînin û em serbest in. Ji min re jî peyam şandiye gotiye “bila bê.” Bê guman em biçin dê me biqedîne. Kesekî weke Barzanî heke dikare hikumetê damezirîne, tu dikarî tiştên mezintirîn bikî. Em ê li ser vê mijarê hîn bisekinin. Ez bawerim dê sûdwer be. Em ê dîtinên te jî bigirin, hûn ê jî bibin alîkar. Em ê serî li dîtinên mamoste jî bidin. Em êdî naxwazin berdewamkirina derewan serwer bibe,dixwazin ev derew bên sekinandin. Bila serweriya derewan bi dawî bibe, rastî derkevin holê. Mirovê kurd, ciwanê kurd û rewşenbîrê kurd bila rastiyan bibînin. Bila ronahiyê bibînin ku kes riya xwe şaş neke. Li  holê derewên mezin hene, divê em wan ji holê rakin. Hin rastî hene divê herkes wan bibîne. Mamoste, ji bo berbihevanîna mijarê mirov dikare ji bo salên 197075’an çi bibêje? Rola Barzanî çi bû, we dixwest hûn çi bikin?Peymana 12’ê  Adarê hebû ku di 1975’an de têk çû. Barzanî reviya çû. Ez vê revê revek mezin dibînin. We jî tiştek nekir. YNK hat damezirandin lê pir bêhêz bû, gelek tişt ji dest çûn, gelek tişt hatin windakirin. Sedemên vê çi bûn? Çima ev sedem derketin holê? Ji bo analîzkirina rewşa Kurdistanê pêvajoya 197075’an girîng e. Di vê dîrokê de PKK’e çêbû. Di pêvajoya 197075’an de xala ku li hemû Kurdistanê were esasgirtin çi ye? Kîjan serdem hat girtin, kîjan serdemê dest pê kir?

Gelê Kurd helwesta xwe li aliyê têkoşîndayînê, diyar kir.

Îbrahîm Ehmed: Piştî ku em gihîştin sala 1975’an me rewşa partiyê tehlîl kir. Di sala 1970’î de ez û ji komîteya navendî hevalek em çûn biryargeha Barzanî. Me li wir bi Barzanî re civînek pêk anî. Di serî de Barzanî tinê bû. Lê piştre hemû komîteya navendî ya Barzanî di civînê de amade bû. Bi vî awayî civînê berdewam kir. Hin endamên komîteya navendî yên wî li hember derketin. Mele Mistefa ji wan re got; “ Ev sûcê we ye, ji bo kuştina wan min pere da we, hêz da we, hemû tişt da we, mixabin we nikaribû ew bikuştana. Niha ez wan qebûl dikim. Dîsa hin dewletên bi hêz ên herêmê dixwazin ez bi wan re li hev bikim. Êdî ez nikarim van qebûl nekim.”

Tiştên ku Barzanî digotin ne rast bû. Tiştek wisa tinebû. Hinek kes alîgirên li hev hatinê bûn. Digotin; “Divê bi Mamoste Îbrahîm û alîgirên wî re lihevkirin pêk were.” Barzanî bixwe axaftinên kesên ku li Iraqê sixûriya Îngilîzan kiribûn û piştre reviyabûn hatibûn, zêdetir bi ber çavan digirt. Zêde guhdariya kesê welatparêz nedikir. Xeyaleke me ya ku ya em biçin bibin cehşê Îranê yan jî li gel Barzanî bimînin tinebû. Me danezana 11’ê Adarê baş didît. Me ji Mele Mistefa re got: “ Tiştên ku tu dibêjî em qebûl dikin.” û di wê çarçoveyê de tifaq(lihevkirin) qebûl kir. Min mayîna hemûyan a li ber  Barzanî û venegerîna xwe ya ji herêmê qebûl kir. Kesên ligel min hebû. Barzanî endamên komîteya navendî yên ligel min qebûl kirin. Talabanî bi hinceta temamkirina perwerdehiya xwe çû Ewropayê.

Wê demê hikumeta Iraqê jî piştgirî dida Barzanî. Herêmên ku di bin kontrola Barzanî de bûn li wan deran otorîteya xwe bihêz kirin. Heta, li herêmên wekî Silêmaniyê ku kontrola Barzanî nebû jî xist bin kontrola Barzanî, piştgirî da û  çavên xwe jê re girt. Wî jî wekî wezîr di hikumeta Iraqê de cih girt. Heke Barzanî nebûya bi lihevkirina me ya bi hikumeta Iraqê re dê ji sedî pêncî xwesteka me bi cih bihatana. Hikumeta Iraqê dirust tevdigeriya. Heke Barzanî mirovek dirust bûya û di nav îxaneta neteweyî de nebûya dê xwestekên me pêk bihatana. Astengî ne ji hikumeta Iraqê, ji Barzanî bû. Di peymana 11’ê Adarê de cara yekemîn şoreşa Kurdistanê dihat naskirin.Ne tenê hikumeta Iraqê dewletên wekî DYE, Îsraîl, Îran û nûnerên hin dewletên biyanî ku di maseyê de rûnistîbûn jî hebûn.Armanca Iraqê jî ev bû ku, bi vê peymanê têkiliya kurdên Iraqê ya bi DYE,Îsraîl û Îranê re qûtkirin bû. Lê belê Mele Mistefa ev xala girîng nedît û tevlî peymanê nebû. Di wê demê de Mir Kamûran Bedirxan hat Iraqê. Hikumeta Iraqê jî ew qebûl kir û wek serokekî Kurd nas kir. Mîr Kamûran Bedirxan ji bo dîtina Mele Mistefa çû herêma Barzan. Piştre çû Îranê û ji vir jî derbasî Parîsê bû. Ji vir cara yekem Mele Mistefa peymana 11’ê Adarê bin pê kir, bi Îranê re têkilî danî. Halbûkî di peymanê de şertê bi derve re têkilî nedanînê hatibû danîn. Têkiliyên Mele Mistefa yên bi Îranê re hatin asteke ji berê bihêztir. Bi taybetî jî têkiliyên aborî, leşkerî û siyasî bi hêztir bûn.

Kurdistana Başur bû herêma kaçaxçiyan. Têkiliya Mele Mistefa ya bi Îranê re ji têkiliya bi Iraqê re pêşdetir bû. Hikumeta Iraqê di destpêkê de pirsgirêk ji nedîtî ve hat. Dît ku nabe. Bi ser de jî  di nav partiya Baasê de kesên li hember vê rewşê hebûn. Dijberiya Kurdan her ku diçe zêde dibû. Çareserî di tifaqa bi Îranê re de dîtin. Di wê demê de di navbera hêzên Iraq û Barzanî de cih bi cih pevçûn pêkdihatin. Hikumeta Iraqê Barzanî wek tehlûkeyeke mezin dît û ji bo kuştina Barzanî ket nav plansaziyan. Têkiliyên Mele Mistefa û Iraqê bi temamî qût bûn.

 Piştî xirabûna bi tifaqa Iraqê re heyeteke Îranî ku tê de endamên istixbarat, leşkerî û aborî pêk dihat, hat. Wê demê têkiliyên dewleta Iraq û Sovyetan baş bû. Di navbera wan de protokolek hatibû îmzekirin. Hikumeta Iraqê jî di nav rêvebiriyê de cih da kominîstan û tifaq çêkirin. Ji partiyê xwest ku tevlî eniyê bibe. Partiyê ev red kir. Partiyê ji bo lihevhatinê navbeynkarî pêşniyaz kir. Bi taybetî jî di mijara Kerkûkê de êdî gav bi gav hikumeta Iraqê jî peymana 11’ê Adarê bin pê dikir, lê belê sedema bingehîn îxaneta Barzanî bû. Bi herdu aliyan re jî ti lihevkirinek me çênebû.

Di wê demê de ji Sovyetan heyetek hat. Çûn mala Barzanî û ew ziyaret kirin. Prîmakov(Serokê Heyeta Sovyet) ji Barzanî xwest ku nûnerek xwe bişîne Moskovayê. Soza çêkirina peymanekî di navbera kurdan û Iraqê de da. Heyeta Sovyetê ji bo ku xwestekan bide qebûlkirin soz da. Heta wê demê politîkaya wî ya hevgir a bi Emerîkayê re veşartî bû. Dixwest ku hem ji DYE’yê  û hem jî ji Sovyetan piştgiriyê bigire. Di wê demê de bi Sovyetan re têkiliya xwe qut kir û wek mirûdekî bi DYE’yê re hat girêdan. Heke nesihetên Sovyetan qebûl bikirana, dê mafê gelê Kurd ên ku bi peymana 11’ê Adarê re hatibûn bidestxistin,  mîsoger bibûna û biketana bin xarantiyê.

Armanca DYE û Îranê lewazkirina hikumeta Iraqê bû. Yek: Iraq li herêmê dewleteke bi hêz a ereb bû û bi wê re girêdayî li gor berjewendiyê dewletên din dijber dihat dîtin. Dudu: Bi Sovyetan re di nav tifaqê de bûn. Ji bo vê ji bilî balafirên şer hemû cûre çek dabûn wan. Di navbera Mele Mistefa û Iraqê de pevçûnên dijwar hatin jiyîn. Dema ku hikumeta Iraqê ket tengasiyê bi alîkariya Tirkiyeyê DYE û Îran ketin nav têkiliyan. Bi vî awayî heta ku peymana Cezaîrê (06 Adar 1975) pêk were  hevdîtinan domand. Hikumeta Îranê li hember piştgirî nedayîna kurdan ji rejîma Iraqê tawizên mezin bi dest xistin. Şatul Ereba ku berê mijara ne lihevkirinê bû dan Îranê. Mele Mistefa difikirî ku di şerekî navbera wî û Iraqê de em ê piştgiriya Iraqê bikin. Tim  û tim di vê fikarê de bû. Wê demê ez û Fûat Mehsûm li Îranê bûn. Em vegeriyan Kurdistanê. Em beriya nûnerên Mele Mistefa gihiştin wir. Navê nûnerê wî Sitqî Mûtnî bû. Ku em gihîştin bajarê Xanî yê ser sînor, em bi meş û xwepêşandanên kêfxweşiyê hatin pêşwazîkirin. Hemû gelê Kurdistanê li hember danezana ku ji aliyê  komîteya navendî ya Mele Mistefa ve hatibû derxistin xwepêşandan li dar dixist. Di danezanê de dihat gotin ku “ya hûn ê teslîmê rêveberiya Iraqê bibin yan jî hûn ê çekên xwe teslîmê Îranê bikin û wekî penaber li Îranê bijîn.” Gelê Kurd jî digot; “ji derveyî van herdu vebijêrkan rêyeke sêyemîn heye û ew jî berxwedan e û  têkoşîn e, em bi ti awayî teslîm nabin.” Sedemên vegera min bi hin hevalên welatperwer re têkilî danîn û li dijî tifaqa Îran û Iraqê derketin û kirina tiştên pêwist bû. Em difikirîn ku herî hindik ji vê tifaqa  Cezaîrê ji bo gelê Kurd hin tiştan bi dest bixin û şoreş pêk neyê jî em bigihîjin hin mafan. Li gorî peymanê diviyabû heta 13’ê Adarê hemû çek bihatana teslîmkirin.

Di vê demê de Mele Mistefa li Tehranê bû. Li gorî tiştên ku me ji kesên tevlî civînê bibûn bihistin, Şahê Îranê bi awayekî vekirî ji Barzanî re wiha gotibû “me bi Iraqê re têkilî danîn, ji vir û şûn ve ne pêkan e ku em piştgiriyê bidin tevgera Kurd” û daxwaza belavkirina tevgera Kurd kiriye. Mele Mistefa jî bersiv daye Şah û gotiye; “ tevgera ku li gorî berjewendiyên Îran û Şah bin em bawer dikin ku dê li gorî berjewendiyên me jî bin.” Dema ku Mele Mistefa ji cem Şah diçe, SerokêSavak’ê(iran gizli serfisi) gihîştiye wî û gotiye: “tu çima wisa bi lez biryar didî? Divê te biryara xwe wisa bi lez nedabûya. Tu vegeriya Kurdistanê û bi heval û hogirên xwe bişewiriya.” Serokê Savak’ê ev ne ji ber hezkirina gelê Kurd, ji ber fikarên dibe ku Iraq van biryaran pêk neyne, dibêje. Ji ber ku heta şert bi cih werin dixwestin qerta Barzanî bi kar bînin. Tiştên ku dihat dîtin Mele Mistefa ji wan bi leztir tevgeriyabû.

Me bi hin kesan re hevdîtin pêk anî. Tişta ku derket holê piraniya daxwaza gelê Kurd berdewamiya têkoşînê bû. Şoreşa me, şoreşeke ku wisa erzan were destgirtin nebû. Ji bo serkeftinê mirovên me yên biryardar, bi her awayî rêbaz bi hezaran çek û pêşmerge dîsa piştgiriyeke mezin a gel hebû. Tenê kêmasiya me 20.000 dolar bû. Ji bilî tiştê ku Mele Mistefa veşartibû. Hikumeta Îranê heta 19’ê Gulanê topên xwe li Kurdistanê hiştibûn. Pevçûnê heta vegera Mele Mistefa ya 13’ê mehê domand. Min dixwest ji bo ku mijarê pê re nîqaş bikim Mele Mistefa bibînim. Mirovek hat got: tu çi dixwazî? Min jê re got ez dixwazim Mele Mistefa bibînim. Ji min re got: kar qediya min bi berpirsiyarê Savak’ê û dîplomatekî DYE’yê re hevdîtin kir. Min ji wan re got: Em ê li derveyî peymana ku bi Iraqê re hatiye çêkirin tevnegerin û dê tevgereke neteweyî ya Kurd çênebe. Piştî vê axaftinê min bi komiteya navendî ya wî re hevdîtin kir.

Tekane kesê ku piştgirî dida vê peymanê Samî Ebdurahman bû. Ji min re got: “ Em ê tenê bi hevkariya Îran û Iraqê re nemînin di heman demê de li hember kesên ku bixwazin vê peymanê bin pê bikin jî şer bikin.” Piştre min Salih Ûsiv û Dara Kûfî dîtin. Ew endamên komîteya navendî bûn. Di roja yekemîn a îmzekirina peymanê de teslîmê rejîma Îraqê bûn. Endamên komîteya navendî yên din jî ji bo teslîmbûnê amade bûn. Êdî ne partî ne jî komîteya navendî hebûn. Her tişt di destê Barzanî û kurê wi yê biçûk de bû. Ez wê demê li Tehranê bûm. Rejîma Iraqê dixwest ku ez vegerim Iraqê, ji ber ku nikaribûn min qanih bikin, vê carê ji Îranê re digotin: “Ev mirov pirsgirêk derdixe, dixwaze tevgereke nû bide destpêkirin, divê hûn wî nehewînin.”  Wê demê rêveberiya Îranê ji min re got “ya tu yê biçî li sînorê Efganîstanê rûnê yan jî tu yê xaka Îranê biterikînî.” Min Îran terk kir û ez çûm Îngilîstanê.


Notice: Undefined variable: meta_text in /home/abdullahocalan/public_html/ku/wp-content/themes/xwe/content-single.php on line 53