HEVPEYVÎNA ÎBRAHÎM EHMET YA 1995’AN BI RÊBERTIYÊ RE – 1

Abdullah Ocalan: Hevalno! mêvanên me yên bi rûmet di destpêka tevgera netewe de mamosteyê ku karê mezin kirî Îbrahîm Ehmet û nivîskarê mezin Hawar’ê şoreşger di pêşberî we de silav dikim.

Di destpêka tevgera Kurd de têkoşîna PDK (Partiya Demokrata Kurdistan) weke tevgereke netewe û modern, piştî şerê cîhanê yê II. Min, heta beriya wê destpêkiribû. Balam ji ber gelek sedeman erka xwe ya mezin a destpêkê bi cî neanî. Kurdistan beriya şerê cîhanê yê II. Heta piştî şerê cîhanê yê I. Ji ber sedema hinek derfetan derbazî serdemeke din bû. Bi dawîbûna şerê cîhanê yê I. re gelek gelên bindest, bi Şoreşa Cotmehê re xwe gihandin derfetên xilasbûnê. Mirov dikara vê bilêv bike:  Piştî bidawîbûna Împaratoriya Osmaniyan û şûnde, beriya hemû gelan di bin serokatiya M. Kemal de tevgera neteweya Tirk jî di wê demê de ji Şoreşa Cotmehê gelek sûd wergirt.

Destpêkirina tevgera Kurd a Koçgirî, beriya tevgera M. Kemal tê. Di Başûrê Kurdistanê de jî tevgera ku di pêşengatiya Mahmut Berzencî de dimeşiya li hember emperyalîzma Îngilîzan destpêkir. Di vê demê de hîn M. Kemal derneketibû holê û ev navend ji Kurdan re gelek derfet dida. Lê piştî hilweşandina Împaratoriya Osmaniyan û şûnde Kurd ji holê rabûn. Dikare bê gotin ku tenê Kurd di bin yek sêwana dernekê de xwe birêxistin dikirin. Navê wê jî Cemiyeta Kurd Tealî bû. Ev, herî zêde cemiyeteke ku rewşenbîran dabû avakirin bû. Lê ev di her warî de lewaz bûn, rêxistinbûnên wan lewaz bûn; bîrdoziya wan jî ne bîrdoziyeke li gorî demê bû. Ya din jî neteweyîtiya wan gelek kêm bû. Li hember vê jî neteweyîtî û şovenizma kemalîzma Tirk jî gelek bihêz bû. 

 Bi vê ve girêdayî dema ku xwe dipesartin dewletekê, paşa û walî jî Tirk bûn. M. Kemal bi hinek paşa û waliyan re kete nav têkiliyê, dema ku dest bi têkoşînê kirin Kurd nû nû ser xwe ve dihatin. Cemiyeta Tealî ya Kurd jî dixwest xwe bigihîne Kurdistanê û hinek gavan jî avêtin. Li Bakurî Kurdistanê beriya kemalîstan di pişt îsyanên ku hatibûn destpêkirin de, li Dêrsim û hemû Bakurê Kurdistanê îsyan dikarîbû bihêz bibe. Tevgera li Başûr a ku di bin pêşengatiya Mahmut Berzincî de destpêkiribû, dikaribû li ser bingeha yekitiya BakurBaşûr hemû Kurdistanê bigirtibana. Li Rojavayê Kurdistanê jî tevgerek di bin serokatiya Îsmaîl Simko de hatibû destpêkirin. Yanî di her sê parçeyan de jî tevgera Kurd derketibû holê.      

Tevgerên ku di her sê parçeyan de destpêkiribûn Kurdistanî bûn, neteweyî bûn; bi qasî neteweyîbûn ew qas jî avakirina dewletekê hedef digirtin. Lewra derketina kemalîzmê bû sedem ku fersenda ketibû destê Kurdan hêdî hêdî ji holê radibe. Ya rastin, îdeolojiya kemalîzmê û rêxistinbûyîna wan ji ya Kurdan bihêztir bû; a din jî di siyasetê de bihêztirbûn. Kemalîstan di sala 1920’an de bi Franse re peymana Enqerê îmza kirin.  Bi vî rengî Başûr her tim ji kemalîstan re vekirî hêlan.

Di heman çaxê de tevgereke Kurd li Dîlokû Rihayê hebû.  Lê ev tevger piştre ket bin kontrola kemalîstan. Di sala 1921’an de bi Moskovayê re îtîfaq çêkir. Bi sûdgirtina vê fersendê re, Qers û Erdexanbidest xist. Di wê demê de li Qers û Erzeromê jî tevgereke şoreşgeran a bi navê Şura hebû.  Bi vî rengî ev jî ket bin venêrana kemalîzmê.  Di heman çaxê de li Başûrê Kurdistanê tevgera Kurd di bin serokatiya Mahmut Berzencî de li hember Îngilîzan bidestxistina gelek pêşveçûnan karibûn xwe bikin dewlet.

Di vê demê de ji bo Îngilîzan pirsgirêka herî giring petrola Îraqê bû. Li gel vê wî jî dixwest li hember Sovyetê Rojava di dest xwe de bigire. Îngilîzan ji ber herdu sedeman têkiliyên xwe bi kemalîzmê re xurt kir. Lewra di vê demê de Îngilîzan ji bo kemalîzmê bitirsînin bi tevgera Kurdan leyîst, dixwest bikişîne gel xwe. Kemalîst li hember Îngilîzan bi tehdîta ku wê Şeyh Mahmut destek bikin tehdît kirin, Îngilîz jî li hember kemalîstan xwestin tevgera Kurd a li Bakur weke koz bikarbînin, tevî ev daxwazên wan, herdu alî jî tevgera Kurd destek nekirin pê leyîztin. Di herî dawî de kemalîstan petrola Musul, Kerkûk ji Îngiltereyê re hêla û karin ji xwe dur bidin hêlan.

Li beramberî vê Îngilîzan ji bo Kurd di bin serweriya kemalîstan de bimînin pejirand. Li ser vê hevkirinê parçekirina Kurdistanê temam kirin. Her wiha Îngilîzan hêdî hêdî kemalîstan xistin bin bandora xwe; kemalîst ji bo efendiyên Îngilîzan li hember Sovyetê ket nava tevgerê.  Piştî hingê peymanên hişkbûnê îfade dikin Baxdat û hema duv re CENTO ava kir.  Ev peyman di cewher de peymanên li hember yekîtiya Sovyetê û Kurdan hatibûn avakirin. 

Di vê demê de hinek partiyên Kurdan hatin avakirin. Partiyên Kurdan piştê 1920 û 1930 yanê beriya şerê cîhanê yê II. çawa avabû û çima rola xwe neleyîstin?  Ya herî giring jî çima PDK di Cumhiriyeta Kurd a Muhabatê de rola xwe nelîst û di Başûrê Kurdistanê de nebû dewlet? Di wê demê de îsyana Dêrsim û bi heman awayî çima Bakurê Kurdistanê xeniqî? 

Di Bakurê Kurdistanê de îqtîdara faşîst a ku kemalîstan avakiribû Kurdan kiribû bin serweriya xwe. Li Rojavayê Kurdastanê û Başûrê Kurdistanê jî tiştên bi heman awayî çêbûn. Siyaseta ku li van deran didan meşandin, dişibiya siyaseta kemalîstan ya di navbera salên 192040 ya li Bakurê Kurdistanê didan meşandin bû. Îranî jî li Rojhilatê Kurdistanê ji 1945 heya roja me ya îro didin meşandin. Li Îraqê jî îqtîdara ku piştî Şoreşa Tirmehê ya 1958 ava bibû, heman wekî kemalîstan bû; niha jî didome û weke kemalîstan hikûm dikin.

Tabî li vir mijara herî giring Kurd yanî PDKÎran,Iraq û Tirk jî çima rola xwe neliyîstin, serokatiya wê çibû? Ev mijarên giring in.    

Di pişt şerê cihanê yê II. re çima di tevgera netewa Kurd de hinek cûdahî çêbûn? Ji ber di civaka Kurd de cûdabûn çêbibûn. Civaka kevin civakeke feodal eşîrî bû. PDK li ser vê bingehê ava bibû. Dema ku civaka Kurd ber bi nûbûnê ve guhertin çêkir çîna karker û kesima burjuwa ava bû. Di siyasetê de jî guhertinên li gorî vê derket holê. Lê feodalîzm û eşîrtî jî hîn didoma. Li ser vê bi taybet tevgera klasîk a Kurd piştî 1960’î bi awayê du partiyan dest bi rêxistinkirinê kirin. Yek ji van neteweperestiya îlkel temsîl dike û di bin serokatiya Barzanî de dihat meşandin. A din jî  nû, PDK ya modern bû. Serokê hêja Îbrahîm Ehmet, ji bo serkeftinê bidest bêxe piştî 1964’an xwest xeteke bide avakirin. Dîsa di 1975’an de YNK(Kürdistan Yurtseverler Birliği)ava bû. Di heman demê de PKK’e ava bû, heya roja îro têkoşîn û şerê xwe dide meşandin.

 Niha tevgera Kurd a netewe di merheleyeke nû de ye. Bi hilweşandina Sovyetê re dengeyên cîhan û herêmê hate guhertin. Şerê ÎranIraq ji bo Kurdan mercên objektîf  gihiştî kir. Ya herî girîng jî li Bakurê Kurdistanê tevgera şoreşa PKK’ê pêşxist û pêşde bir, niha jî şereke pir mezin dide meşandin. Şerê tevgera netewe û siyaseta wê gelek pêşde bir û pêşxist. Dîsa Başûrê Kurdistanê di demeke giring de bû. Ji ber vê sedemê dikare bê gotin ku mercên objektîf yên li Kurdistanê gelek gihiştî bû. Ji ber ku weke berê peymanên Baxdat û CENTO yê nîne, ev belav bûn. Îro Îran û Tirkiye li dijberî hev in. Tirkiye û Iraq li baremberî hev in. DYE weke berê Kurdan wekî komînîstan nabîne. Ji ber Sovyet belav bû, leyîstokên dewletan yên  mezin ku li ser tevgera Kurdan dihat meşandin niha nameşe. Ev hemû tiştên erênî ne.

 Di hûndir de jî çetecîtî û fikrê wî, disa serokatiya wê paşde çû. Serokatiya Barzanî niha di rewşeke gelek tangav de ye.  Li hember vê di tevgera şoreşa netewe de, di riya zanebûn û yekîtiya netewê de gelek mezin bû. Serokatiya kevin hema hema tine dibe. Li hember vê serokatiyeke modern, bi derfeteke mezin ve xwe bi xwe ava dike û ev serokatiya modern di hemû parçeyan de li ser bingeha yekîtiya netewe kete rewşa daxwaziyeke mezin. Her kes dixwaze bi vê serokatiyê re gavan bavêje. Ji bo xilasiya netewe bi tezbîtkirina stratejiyek xurt re dikare ev bide meşandin. Stratejî heye, tevger heye, her ku diçe yekîtiya tevgera Kurdan mezin dibe. Kurd dikarin di hinek perçeyan de bigihin federesyonan, ev guncav e. Emadekariyên me heye, şerê me jî didome. Ji bo federasyonên netewe, li Bakur, Başûr û Rojava rola xwe bileyîzin.

Ji ber vê lazima teng neyê fikirandin. Divê pir kêfî û kesî jî neyê destgirtin û fikirandin. Di rojên ku mezin tê fikirandin de hewceye ku di riya siyasî û yekîtiyê de erk bên leyîstin. Em heya dawî emade ne. Birêz Îbrahîm Ehmet û Mamoste Hawar, bi kinahî ev mijarên ku min destnîşan kiriye, têkoşînê bi aliyên wê yên siyasî ve bi awayeke fireh û kur dikarin vekin. Bawer dikim ku tenê ne ji bo şagirtên Akademiya Mahsum Korkmaz, ev axiftin ji bo hemû dibistanên Kurdan, şoreşgeran û tevgerên şoreşger yên netewe wê riyeke baş û vekirî bide nîşan. Di warê dîroka Kurd de, lazima ceribandinên piştê şerê cîhanê yê I’emîn baş bidin dest û vekin, ev wê ji bo têkoşîn û roja me ya îro bibe çavkaniyeke hêzê. Em dikarin di derbarê hev de jî ji hev re pirsan pêşbixin. Bi vî rengî em ê dîrokê bidin dest û di roja îro de siyaseta rast, siyaseta netewe ronî bikin. Dîsa bi giringî em ê li ser siyaseta Kurd û divê îqtîdara wê çawa be bisekinin.

Belê Mamoste, hûn dikarin dîrokê bi kinahî bidin dest. Piştî şerê cîhanê yê I’emîn şansê Kurdan çibû û bêşansiya wan a di dîrokê de çawa çêbû? Ji bo destpêkê vekirina van xalan wê di cî de be. Yanî fersendên ku piştî şerê cîhanê yê I’emin û şûnde ketibûn destê Kurdan çawa çêbû û çima ji wan sûd wernegirtin? Sedemên vê yên hundir û derve çibûn? Herî zêde jî kaptalîzim çawa ava bû, çawa qetlîaman çêkir? Tevgerên Kurdan yên li Bakurê Kurdistanê û parçeyên din çawa perciqandin? Em çawa gihiştin şerê cîhanê yê II’emin? Her wiha we di wê demê de çi kir, mêzandina we çibû, çima bi ser neketin? Piştî şerê cîhanê yê II’emin avabûna PDK’ê heye. Ev çawa hat avakirin? Hûn dikarin van mijaran vekin.

İbrahim Ahmet: Weke hûn jî dizanin tevhera Kurd, di roja me ya îro de di pêvajoyeke giring re derbas dibe. Ji bo ku nekeve nav kêmahiyên berê di vê ji tevgerên Kurdan yên berê bê destpêkirin. Derketina tevgera Îttihat û Terakkî, bû sedema pêşveçûna hişmendiya netewan a di nava Împaratoriya Osmaniyan de.  Di destpêkê de Kurd, Erep û netewên di nava împaratoriyan de civatên xwe ava kirin. 

Encamên ku em ji rêgezên van civatan derxinin ev e:  Ev civat di destpêkê de nedixwestin ji Împaratoriya Osmaniyan qut bibin. Ji dêla vê, slogana Îttihat û Terakki rêgeza yekitî, wekhevî û azadî armanc kiribûn. Lê Îttihat û Terakkî, ji bo netewên ku di nava Împaratoriya Osmaniyan de di nava xwe de bihelînin dikişandin. Ji ber vê bername, rêgez û têkoşîna wan hate guhertin. Di dema şerê cîhanê yê I’emin destpêkirî de tevgerên netewe yên di nava Împaratoriya Osmaniyan de cî digirtin di destpêka avakirina saziyên xwe de bûn. Ez wer bawer dikim ku tevgera Kurd di nava tevgerên din de, di warê netewe de ya herî lewaz bû. Lê di şerê cîhanê yê I’emin de Kurdan ji Tirkan bêtir xaka Împaratoriya Osmaniyan parastine. 

Em dizanin ku piştî şerê cîhanê yê I’emin Almanya û Împaratoriya Osmaniyan di şer de windakirin, mûttefîkên wan jî bûn galîbê şer. Yanî di vî şerî de Îngilîz û  Fransa bûn galîbê şer. Lewra hinek armancên Îngiliz, Fransa û Rusan ya li ser Rojhilata Navîn û herêma Rojhilat mijara gotinê bû. Beriya şerê cîhanê yê I’emin ev her sê welat di nava xwe de peymana SykesPicot kiribûn. Li gorî vê peymanê xaka Împaratoriya Osmaniyan ya ku weke zilamê nexweş bi nav dikirin di nava xwe de parve kiribûn. Dîsa li gorî vê peymanê Kurdistanê jî parçe kirin, beşa ku weke vilayeta Musul tê zanin biryara bidin Fransa dabûn. Di vê navberê de hinek feodalên Kurdan, hilweşîna Împaratoriya Osmaniyan di warê netewe de xwestin bikar bînin.

 Di vê demê de yê ku serokatiya tevgera Kurdan dikir Şerîf Paşa,yê ku sefareta(büyükelçi) Împaratoriya Osmaniyan ya Îsveçê bû.  Şerîf Paşa, bi mûttefikên ku di şer de serkeftî derketine, da ber çavan ku zêdetirîn tevgera netewe ya Ermeniyan destek bike, ji ber ku Ermenî Hiristiyan bûnbi Ermeniyan re ket nava alîkarî û piştgiriyê. Şerîf Paşa bi serokê Ermeniyan re têkiliyên xwe pêş xist, mafê ewleyiya netewa Kurd û Ermeniyan ji mutefîkan xwest. Di peymana Sevrê de hinek mafê herdu netewan anî ziman. Li gorî vê peymanê ji Kurdan re hinek mafê nispî hate nasîn. Bendên peymana Sevrê ya 3.şiqê 626364’an bi pirsgirêkên Kurdan re têkildar e. Li gorî avabûna dewleteke Kurdan li Başûrê Kurdistanê hate pejirandin. Lê dewleta Kurd a ku bihatibana avakirin, dihat dîtin ku wê demek di bin himayeya mûtefîkan de bûna. Mûtefîkan diyar dikirin ku dema Kurd hatin qonaxa ku xwe bi xwe rêve bibin û şûnde, wê xweserbûna wan bidinê. Lê di nava wîlayeta Musilê de, beşa ku bi Fransayê ve girêdayî ne xweserbûn otonomî dayînê li pêş dîtin. Kurdên ku di nava vê xweserbûnê de jiyan dikirin, dema ku rêveberina xwe bi xwe serxistin, wê bi Kurdistana xweser a ku li Bakur ava bibe re bibe yek.  

Xalek din jî ev e: Dema ku li dîrokê tê nêrîn, tevgerên Kurdan ji derveyî xaka Kurdistanê, li Ewrupa ava bûne têne dîtin. Ji ber ku Kurdên ku di nava Împaratoriya Osmaniyan de jiyan dikirin, têkilî û girêdana wan dewam dikir. Kurdan gumana wê weke Împaratoriya Osmaniyan a kevin ku hatiye parçekirine lêbên radikirin. Ji ber ku tevgera Kurdan eşîrî  û feodal bû, eşîran piştî hilweşandina halîfeya îslamê û şûnde, tevgera Kurd a netewe pêwîst nedîtin, ger bibe jî ev tevger ne ji bo Kurdan, pêwîstiya ji bo Împaratoriya Osmaniyan dîtin bawer dikirin. Yê ku vê baş dinasî M. Kemal, bi awayeke zanebûn vê xalê bi hustatî îstismar kir û jê fêde kir.  Di paşnê (akabinde) M. Kemal de  derbasî Kurdistanê dibe, bi şîara “bi navê Tirkan avabûna îslamê”dana pêş, li gelek cihan gerya û civînan çêkir, di yekkirina şêx, reyîsên eşîretên Kurdan û yên li pêştên de ser ket. Xwe sipart vê hêzê û bi armanca ku him mutefîkan û him jî yên ku avabûneke dewleta Kurdan dixwazin bê bandor bike ji Kurdan hêzek ava kir ji bo armanc û serokatiya xwe da şerkirin.

M. Kemal tenê Kurdan bi wan re dana şerkirin nema, di heman demê de di nava nakokiya di navbera TirkYunanan de jî da bikaranîn. Di vê demê de Yunanan dixwestin, Îzmîr û hevirdora vê bidest bixin û tevlî Yunanistan bikin.  M. Kemal li hember wan, Kurdan da şerkirin. Tabî li hember vê M.Kemal hinek mafê ku sedî sed tê de ne zelal bû, bi awayeke federesyoneke xumam, bi awayeke ne zelal îfade kiribû. Kurd, di bin serokatiya M.Kemal de gelek li ber xwe dan û pir xwîn rijandin. Ev ew qas gihişt astên bilind ku dema bîrdariya(anıtı) leşker a nenas(meçhul) çêdikin, gotineke M. Kemal a binavûdeng heye: Dibêje, “ îhtîmaleke mezin leşkerê bîrdariya nenasKurd e.”  Her çendî raste rast ne gotineke ku M.Kemal bixwe bilêv kiribe jî, lê yê bi navê M.Kemal hatî Sakarya ev gotin kiriye. Ev rewş li gel tinekirina tevgera me ya netewe, nepêkanîna peymana Sevrê jî winda kir û ev jî bû sedem ku baweriya xwe jî winda bike. Yanî pêkanîna peymana Sevrê kêm jî be, ji bo piştgirîkirin daxwazî hebû, ev firsend jî hat windakirin. Ev rewş ji bo Tirkan bû alîkar, loma ev bû sedem ku di şerên ti berjewendiyên Kurdan tê de nîne kişandin navê. Wekî îro tevî ku şerê tê kirin ne li gor berjewendiyê Kurdane jî xistin nav şerê ji bo Tirkan tê kirin.     

Di mercên wan rojan de hêviyên me yên ku me winda kirin çi bû? Îngilîzan bi lîstikên ku bi zanabûn lîstin re dikarîn Fransayê îqna bikin.  Hataya ku bi Surî ve girêdayî, li beramberî Îskenderun û hawirdora wê ji Fransa re berdan,bi berdana Musul dikarin serbikevin. Bi vê ve girêdayî, di parçeyên Kurdistanê yên din de, daxwazeke ya Kurdan ku Îngilîz dewleteke Kurdan a serbixwe ava bikin nînbû. Piştî şerê cîhanê heya dema rawestandina şerê Madrid, Îngilîzan gelek deverên Kurdistanê xistibûn bin venêrîna xwe. Îngilîzan, piştî ku bi Şeyh Mahmut Berzencî re hinek lihevkirin û şûnde karîn bikevin Sûlêymaniyê. Piştre tevî ku ne mafê wan jî bû, Başûrê Kurdistanê beşên  eyaleta Musulê yên din dagir kirin. Di encama vê de di navbera Tirk û Îngilîzan de gelemşe destpêkir. Tirkan, ji Îngilîzan re digot: “ piştî şerê cîhanê yê I’emin û şûnde xaka ku we bidest nexistiye, piştî şer bidestxistina vê mafê we nîne.”   

Îngilîzan, ji ber zêdebûna van nekokiyan, zanebûna netewe ya di nav Kurdan de îstismar kir, xwestin li hember Tirkan bixin nava tevgerê.  Şeyh Mahmudê welatparêz jî, dixwest parçeyê Kurdistanê yê ku ji Osmaniyan ve maye dewleteke serbixwe ya Kurdan bide avakirin. Ev dewlata Kurd a ku bê avakirin jî, nedixwest di bin venêrîna Îngilîzan de be. Di vê mijarê de di navbera Şeyh Mahmut û Îngilîzan de nakokî derketin, ev bû sedem di navbera hêzên Şeyh Mahmut û Îngilîzan de şer derbikeve. Di nava şerê ku derketî de bîzat Şeyh Mahmut hebû, di encama birîndariya wî de dil ket destê Îngilîzan. Piştre di dadgeheke leşkerî ya ku li Bexdatê çêbûyî de cezayê îdamê danê. Lewra ev ceza veguhertin cezayê bêdawî.  Dure wî bi hînek heval û malbata wî re mişextiyê(sürgün)Hindistanê kirin.

Piştî vê mişextîbûyînê û şûnde jî, li Başurê Kurdistanê daxwaza hinekan a hişmendiya netewe domand. Ev jî berdewankirina nakokiyan dida diyarkirin û Îngilîzan jî nakokiya Kurdan a heyî çareser nedikir. Her çendî bi hinek rêbazan re xwestin çareser bikin jî ser neketin. Ji ber vê sedemê Şeyh Mehmut cardin anîn Bexdadê û weke hikumdarê Kurdistanê qebûl kirin. Lê şerteke wan hebû: Xwestin Şeyh Mehmut musteşarê Îngilîzan qebûl bike. Şeyh Mehmut jî, di destpêkê de ev daxwaza Îngilîzan qebûl nekir. Vegeriya Sûleymaniyê hikumeteke ava kir. Xwe weke kral îlan kir û licneya xwe ya wezîran ava kir. Piştre bi saziyên hikumetê yên cur be cur re al derxis û artêşa xwe ava kir; postexane ava kir û pûl derxist. Bi vî rengî dewleteke Kurdan avakir.

 Dewleta Kurd ya ku hatî avakirin, xwezayî ket rewşeke li hember daxwaza Îngilîzan a avakirina dewleta Ereban û bercewendiyên wan.  Li ser vê Îngilîz, li hember Kurdan wehşiyeteke mezin dan destpêkirin, bi hemû şekan ve êrîşê Kurdistanê kirin. Dikarim bêjîm ku Sûleymaniye bû şûna ceribandina cekên Îngilîzan yên nû. Bi vî rengî Îngilîz du caran ketin Sûleymaniyê. Artêşa Ereban jî cara yekem di sala 1924’an de ket Sûleymaniyê. Ev ketin bi alîkariya çek û leşkerên şêwirmendên Îngilîzan ve çêbû. Îngilîzan ev dagirkirin erê kirin.

Li ser vê, nakokiyê Tirk û Îngiltere yên li ser eyaleta Musilê zêdetir bû. Ji ber sedema van nekokiyan Îngilîzan nedixwest Kurd di carekê de bên perciqandin. Ji ber qarta Kurdan ji hêla wan ve li hember Tirkan bikaranîn mijara gotinê bû.  Dema Şeyh Mehmut hikumdariya xwe li Kurdistanê didomand, di belavoka hevbeş ya ÎngilîzIraqê de ya di 24 Mijdara 1922’an de hat diyarkirin ku ew dewleta Kurdan dinasin, lê pêwîste heyeteke Kurdan ji bo têkiliyên aborî, tîcarî û diyarkirina sînor bi Îngilîz û Iraqê re bên gel hev daxwaz dikirin. Rastî jî ev bû; dixwestin bi siyaseta di vê belavokê de Tirkan bitirsînin. Armanca wan bi vê siyasetê ve Tirkan ji vilayeta Musil dana dûrxistin bû. Tişta ku ket pratîkê jî ev bû. Siyaseta Tirkan tevlîhev bû. Bi mecbûrî, ji NY (Neteweyên Yekbûyî) heyetek xwestin, daxwaz kirin ku heyet vê derê venêrîn bike.

Tirk bi Îngilîzan re lihevkir û ev hişt ji hêla NY rastiya heyî bê lîkolînkirin. Heta di belgenameyên NY’ê, rapora ku dane de, hat nivîsîn ku Kurdên li Başurê Kurdistanê nexwazin bi Tirk û Iraqê re bijîn, dixwazin serbixwa jiyan bikin hatibû belgekirin. Lê dewletên hingê di bin bandora Îngilîzan de bû. Çawa ku di roja me ya îro de DYE li ser NY serwer e, wê demê jî serwerî ya Îngilîzan bû. Ji ber vê sedemê, piştre di 25 Mijdara 1925’an de ji hêla civata dewletên cîhanê ve hat gotin ku Kurd di nava dewleta Iraqê de li ser bingeha hinek şertan, yanî ziman, çand û jiyana xwe biparazin, lê wê weke dewleteke serbixwe nemînin xistin bin biryarê. 

Heman rojê bi mûnasebeta vê biryarê di civîna şahiyê ya ÎngilîzIraqê de berpirsyarê heyeta Îngilîzan vê got: “Weke ku Tirk dixwazin Kurdan bikin Tirk, divê hûn Kurd nekin Ereb. Kurd wê li hember zordariya Tirkan ranagirin bibin Tirk, lê wêTirk jî nebin Ewrupî.” Yanî weke ku dê bi ti awayî Kurd nebin Tirk, wê Tirk jî bi ti awayî nebin Ewrupî. Qiralê Iraqê Feysal, ev nerîna Ingilîzan di cî de dît, her tim got bila Ereb Kurdan weke Kurdan bibînin, Kurd jî bila bi kurdîniya xwe ve girêdayî bin, divê weke Kurdê heqîqî û resen bimînin da diyarkirin. Lê tişta ku em dizanin di vê riyê de Iraqeke yekgirtî û serbixwe ye. Me fêm kir ku ev rêgez çawa ketin jiyanê. Di vê demê de tevgera Şeyh Mehmut jî binket û xilas bû.

 Xalek din jî, di madeyeke Peymana Lozanê de madeyeke ser rêveberiya Musilê bû. Weke ku rastiya dîrokê jî dibêje, di navbera Tirkan û Ingilîzan de lihevhatinek hebû. Li hember destjêneberdana dostaniya Tirkan a bi Rusan re, Ingilîz jî ji bo destê xwe ji alîkarîdayîna tevgera Kurd a netewe bikişînin lihev kiribûn. Kurdan fêmkirin ku hatine xapandin. Kurdan him li Bakur û him jî li Başurê Kurdistanê dest bi têkoşîna xwe kirin. Di van têkoşînan de her çendî hinek rewşenbîr cihê xwe tê de girtibin jî, pêşengên wan herî zêde Şex, mele û axa bûn. Yek ji van tevgeran jî tevgera Pîranî ya Şeyh Saît bû. Him vekirî hin jî di mercên modern yên roja me ya îro de, ji bo serkeftina armanca me, ez îtîraf dikim ku tiliya Îngilîzan di tevgera Şeyh Seît de hebû. Lê ev piştgirî, ji tevgerê gihandina serkeftinê zêdetir, ji bo windakirinê bû. Tevger destpêkê bê agahiya Ingilîzan, bêyî ku destur ji wan bigirin destpêkir û bihêz bibû. Piştre Ingilîzan destlêwerdan kirin li wan dan windakirin.   

 Tenê ne di vê de, tiliya Ingilîzan di binkeftina hemû tevgerên ku li Kurdistanê rabûne û binkeftine de heye. Mixabin, di dawiya vê demê de, gelê Kurd ti maf û hêvî bidest nexist. Tevgera Kurd bi pergaleke din re dest bi têkoşînê kir. Ji hêla hinek rewşenbîran ve hinek partî hatin avakirin. Mixabin partiyên ku hatin avakirin, li hember rewşenbîran ji derve de bi hinek alîkarî û daxwazan ve partiyên ku hatibûn avakirin bûn. Bi taybet divê qala alîkarî û daxwazên Ingilîzan yên di vir de bêne kirin. Ji ber Ingilîz, muhtemelê ku tevgereke netewe ya Ereban li hember wan pêşbikeve dikirin, loma li Iraqê pêwîstî bikaranîna qarta Kurdan di destê xwe de bigire didît.

 Di vê navberê de şerê cîhanê yê II’emin destpêkir.  Di vê demê de tevgera Kurd lewaz bû. Lê ketina Sovyetê ya vî şerî, bû sedema guhertina hinek rewşan. Taybet bi ketina Îranê û xistina bin venêrîna xwe re yek Rus, bi ketina Ingilîzan a parçeyên din yên Kurdistanê re, carek din rê li ber bihêzbûna tevgera Kurd vekir. Ev dewlet ji ber bercewendiyên xwe hewl didin ku di herêmê de Kurdan îstismar bikin. Heta di wê demê de Alman jî xwe bi sipartina hinek Kurdan re xwestin wan bênin rewşa kirina mutefîkên xwe.  

Li Iraqê çil partî hebû. Gelek ji van partiyên Kurdan bû û yek ji van partiyan jî partiya Hîva bû. Di nava van partiyan de her çendî welatparêz hebin jî, li gorî nerîna min serokatiya van bi Ingilîzan ve girêdayî bû. Ev serokatî bû sedemê parçekirina partiya Hîva. Di vê navberê de bi alîkarî û teşvîqa hinek elemanên di nava partiya Hîva de, li Îranê komaleyetek hat avakirin. Elemanên ku alîkarî didin vê komaleyê, ne girêdayî serokatiya ku bi Ingilîzan ve girêdayî bû. Van li Îranê komaleya ku ji nû de Kurdistanê bidin jiyîn dan avakirin.

 Di vê demê de ez hekimê Helepçeyê bûm û min rojnameya bi navê Gelewêj derdixist. Ji ber hinek sedeman ez ji erka dadgeriyê veqetam. Heya wê demê ez ne endamê ti partiyan bûm. Her çendî xwestin jî ez neketim nav partiya Hîva. Ez bi hinek kesên ku dixwestin bikevin partiya Hîva di heman malê de dimam. Wan xwestin ez jî bikevim nav partiya Hîva. Em derbasî qurfeyek bûn. Li wir li ser masê tebanceyek û yek jî Kurani Kerim hebû.  Li jora me jî navê serokê partiya Hîva hebû. Li wir tişta ji min dihat xwestin ku bikim, li wêneyê mêze bikim destê xwe deynim ser Quran û tebanceyê sond bixim bû. “Sonda wan ez li Kurdan xiyanet nakim bû.” Min da diyarkir ku ev sond ji bo Kurdan tohmet e, divê sonda we ne bi çek ne jî bi Quranê re be; ya divê hebe, sonda ku ji gel re bê dayîn e; min got ger hûn cihê xwe bivî rengî diyar bikin, ez ê heya dilopa xwîna xwe ya dawî ji gelê xwe re xizmet bikim.

 Piştî ku min erka xwe ya dadgeriyê berda, di nav de tevî Partiya Komînîst gelek partî ji min re pêşniyara bûna endamtiyê kirin. Heta di Komeleya jiyandina Kurdan a li Îranê hatî avakirin de, hinek hatin ji min re gotin ku dixwazin komîteyeke nû yê vê bidin avakirin. Ev di 1944’an de bi riya postê bi min re danûstandin dan çêkirin. Min bernama wan xwend. Dema min herdu rêzên destpêkê yê bernameyê xwend, ez fikirim ku ev komele ne komeleya Îran,ne ya Iraq û ne jî ya Tirkiye ye; ev komale tenê komaleya Kurdistanê ye. Ev komale dixwaze di hemû parçeyên Kurdistanê de şûbe an jî komîteyên xwe ava bike. Min jî endamtiya wê qebûl kir. Dixwazim vê mijarê bihêlim û bêm ser meseleya Barzanî.

Tevgera Barzanî, di 194445 yanî di destpêkê de ne tevgereke welatparêz, tevgereke eşîrî bû. Di nava Hîva de kesên baş hebû: Yên weke Emin Revanduzi, Îzzet Abduleziz, Xeyrullah û hwd. hebûn. Dixwestin vê tevgerê ji tevgereke eşîrî derbixin, bînin rewşa tevgereke welatparêz û neteweyî. Lê ev tevger belav bû. Ji ber ku aliyê wê yê eşîrî ji yê din bihêztir bû. Ji ber vê Mele Mustafa neçar ma ku bi zilamên xwe ve derbasî Îranê bibe. Dema ku Melle Mustefa di kêliya ku sînor derbas dike hinek ramanên wî hebû. Partiyeke bi navê PDK û avabûna komara Kurd hêvî dikir. Piştî çend meh din şûnde, Kurdên ku me qal kiribû yanî navê Komeleya Ji nû de Jiyandinê guhert kir PDK’e. Tevî ku di Başurê Kurdistanê de ez berpirsyarê wê Komeleyê yê yekem jî bûm, min nezanî ku guhertina ev nav çewa çêbû. Piştî demeke û şûnde, ev komeleya ku ji kesên baş û welatparêz yên bi rêgezên xwe ve girêdayî pêk dihat bû sedema bidawîbûna tevgereke Kurd.

Tê zanîn ku Qazî Muhemmet, her çend ji ber hinek sedemên xwe yên kesî jî be, Mele Mustafa bi mîsoger bi sîxûrtiya Îngilîzan ve sûçdar dikir. Hêzên Barzanî, li du gundên dora sînor bi avayeke tengav kom bibûn. Mercên wan yên jiyanê heya bêjî zehmet bû. Nexweşiyeke jêvegir(bulaşıcı) wan girtibû, heta hinek ji wan mirin. Mele Mustafa ji vir bi riya kesek ji min re nameyek rêkir Sûleymaniyê. Di nameyê de mercên herdu gundan îzah kiribû û ji min daxwaza li Sûleymaniyê alîkarî komkirin û ji wan re şandin kiribû. Li ser vê me ji Sûleymaniyê li herêma komîteya me du caran alîkarî kom kir û şand. Carek jî subayê Kurd Nurî Ahmet Taha yê ku tê nasîn û sala 1945 keseke bi navê Hamza Abdullah şand Sûleymaniyê.

Hamza Abdullah şoreşgereke Kurd û çepgir bû. Li hember zordestiya hikumeta Iraqê dûçar(maruz) mabû.   Nasnameya Iraqê jê distînin wî mişextî Tirkiyê kiribûn. Piştre çûbû Îranê. Mele Mustafa bi riya wî nameya duwemin şand. Wekî din jî di nav nameya ku ji min re şandî de nameyeke bi navê kurê Şeyh Mahmut Berzencî ku divê bidimê hebû û name vekirîbû. Min nameyê xwend. Di nameyê de ji bo ku Barzanî vegere gund û qada xwe, dixwest kurê Şeyh Mahmut biçe bi Qral Faysal re nevbertî bike. Ji ber li ser sedûyanzdeh kesên Barzaniyan biryara dardekirinê hebû. Dixwest ev dardekirin bê zivikkirin û veguheze girtina bêdawî. Li hember kirina vê, dida diyarkirin ku Barzanî amadeye vegere Iraqê. Daxwaza wî ev bû.

Li ser vê komîteya me di asta jor de civînek çêkir. Hikumeta Îranê beriya niha reîsên eşîretan li hember Qazî Muhemmet derxistin ev bi peran hatibûn kirin me aliyê wan yê bi Îranê re dît. Ger Mele Mustafa jî vegere Iraqê, wê êdî kes nikaribe Komara Mahabatê biparêze. Ji ber vê sedemê nameya ku Barzanî şandibû me neda kurê Şeyh Mahmut. Me got bila li Îranê bimîne Komara Muhabatê biparêze. Ji derveyî vê jî mixabin hinek kesan li ser navê reyîsên eşîretan belgeyek amade kir û kurê Şeyh Mahmut yê duwemin Şeyh Latîf jî di nav de, me hemûyan îmze kir û vegerand belavokeke. Di belavokê de hat nivîsîn ku divê Mele Mustafa û yên li gel wî ji hêla hikumeta Iraqê ve bên efûkirin vegerin şûna xwe û me got em wî weke nûnerê Kurdan dibînin dabû diyarkirin. Di aliyê din de jî rewşa Qazî Muhemet ya lewaz,rê li ber kar û rewşa heyî ser û binê hev bibe kir û hêla gelek tahrîbat derkeve holê.  Di nameya duwemin ku Barzanî şandî de, digot pêwîste ez alîkarî bidim Hamza Abdullah, ji ber dixwaze partiyeke weke PDK ya li Îranê li Iraqê jî bide avakirin diyar dikir. Yekemîn ev partiya bi navê PDK red kir.

 Ji ber PDK ya Barzanî ne Kurdistanî bû.

– PDK, berê li Îranê ava bû? Civîna xwe ya yekem çawa çêkir? Armanca wî ya demdirêj û dem kurt çibû? Bernama wê  nebû. Ev partî li kur hat avakirin, armanca wê çibû? Ji Kurdên li Bakurê Kurdistanê kes hebû? Piştre çima li Bakur PDK hat avakirin, çibû, hûn bi çi re rû bi rû hatin ku ev hate avakirin? Ev yek kes ava kir? Yan jî civînek çêbû? Dema ku ev partî hat avakirin bandora derdor çibû? Daxwaza we çi bû? Hûn çawa gihiştin vê fikrê, di avakirina vê de bandora mercên abjektîf çibû?

– Di nameya ku Barzanî ji min re şandî de,dixwest ez alîkariya Hamza Abdullah bikim. Dîsa di nameyê de hinek nav diyarkiribû û dixwest ev nav di nav partiya ku bê avakirin de cihê xwe bigirin. Min dît ku ev partî ne partiyeke Kurdistanê ye. Yanî partî partiyeke Iraqê bû, ji ber vê min nexwest di vê partiyê de cihê xwe bigirim.

Mele Mustafa dixwest bibe serokê vê partiyê. Kurê Şeyh Mahmut Şeyh Latif û Gege Ziyatê Koysancak yek ji eşîretên Kurdan yên li pêş dihat dixwestin alîkarên wan çêbibe û komîteyeke merkezê bê avakirin. Lê ev partî ti armanc, bername û rêgezên ku di oxira wê de têkoşîn bikin nînbû. Lê bi hinek gotinên xweşik ku bilêv dikirin re, digotin ev partî ji ber berjewendiyên gelê Kurd hatiye avakirin. Di wê demê de partiyên weke partiya Şoreş û Rizgarî hebû. Ev hemû gotin ku em dixwezin di vê partiyê de cî bigirin. Lê hinek kesên awarte yên Kurd, gotin ev partî partiyeke eşîriye û dan diyarkirin ku di nav vê partiyê de cihê xwe nagirin.  Partî bi vî rengî di 11’ê Tebaxa 1946’an de li Iraqê hat avakirin.  

– Ma Komara Mahabad a Kurd rûxîya bû?

– Na, hîn nerûxîya bû.

– Ma avakirina partîyek wiha baweriya xwe ya bingehîn ji Komara Mahabad digirt?

– Mele Mustafa, weke Qazi Muhammet li Mahabadê ji avakirina PDK’ê best digre (esinlenerek), dixwaze partiyeke wiha ava bike û weke Qazi Muhammet bibe serokê partiyê.

– Mirov dixwaze fêm bike ku partî çawa ava bûye.

– Ez di Kongreya 1. de amadebûm. Berfirehiya wê vebikim.

– Ma tu endam bûyî?

– Ez ne endambûm, lê amadebûm. Ji min xwestin bibim endam. Lê min diyar kir ku heta ji komîteya navendî ya partiya me biryarek neyê, nebim endam, em ê komîteya xwe ya li Sileymaniyê fes nekin û di partiyeke din de nebim endam.                                         

– Yanî him li Iraqê PDK heye û him jî bi vê ve girêdayî komîteya (Laq) a ku hûn jî di nav de cih digrin heye. Di navbera komîteya wê û PDKI de cudahiyek çawa hebû?

– Cudahiya me, partiya me partiyeke ku tevahiya Kurdistanê digirt nava xwe bû. Li perçeyên Sûrî û Tirkiyê jî me dixwest komîteyên giredayî vê bêne avakirin. PDK’a Barzanî jî partiyek ji bo Iraqê bû. Yanî tevahiya Kurdistanê ne digirt nava xwe. Ev cudahiya bingehîn a di navbera me de bû. PDK’a Barzanî bi Partiya Komînîst a Iraqê re kete nav peywendiyê, di dema Qiral Faysal de bi hev re hin xebatên weke meş û mîtîng jî dane meşandin. Di vê demê de ji komînîstan hin girtin çêbûn. Li ser bingehê mikurhatina van ji tevahî partiyan girtin çêbûn.

Piştî hilweşîna Komara Mahabadê, komîteya ku me li Başûr ava kir li holê ma. Me di civîna ku çêkir de diyar kir ku li pêşiya me du vebijêrk (seçenek) hene. Ya  em ê  tevlî komînîstan yan jî tevlî PDK’a Iraqê bibana. Di encamê de piranî di hêla beşdarbûna PDK’ê de nêrîn dan. Li ser vî bingehî di Nîsan û Gulana 1947’an de em tevlî PDK’ê bûn. Di mikurhatina komînîstan de yekî ku navê wî derbas dibû jî ez bûm û hatim girtin.

– Ji tevlîbûna PDK’ê zêdetir çima we komîta xwe  pêşnexist û xurtir nekir.

– Piştî hilweşîna Komara Mahabat a Kurd, ti firsend û derfeta me nemabû. Em neçar man û tevlî PDK’ê bûn.

– Ma piştî hilweşîna Komara Mahabad a Kurd li İranê hebûna PDK’ê domiya?

– Na, hebûna wê nema, paşê cardin hate avakirin. Sedema hilweşîna Komara Mahabadê, ne tenê paşvekişîna Rûsan û dest ji me berdana wan bû. Sedema bingehîn çavkaniya xwe ji hûndir digirt. Ji ber ku tevgera heyî di bingehîn de ne tevgereke rizgariya netewî bû, li gel vê ne tevgereke Kurdistanî jî bû. Di wê demê de min bi xwe ji bo wan jî nivîsî bû. Min diyar kir ku ji bo parastina Mahabadê ji artêşa Iraqê pênsed kes bi çekên xwe ji vê mirinê re amade ne. Wekî din gelek rewşenbîr, karmend û welatparêz hebûn. Ev jî mirovên ku bi xwîna xwe ve ji bo parastina komarê amadebûn. Lê di bersiva ji bo me şandin de diyar kirin ku ji me tiştekî naxwazin û gotin; “ger hebe ji bo me pirtûkên dibistanan û bijîjkekî bişînin.’’ Heta hinan ji wan gotin; ev komar ji bo ku Kurdên Başur werin destdeynin ser, avanekirine. Yanî digotin; “dixwazin kursiyên me ji me bigrin.’’

Dema ez li dadgehê bûm, şahîd hatibû amadekirin ji bo min diyar kir ku em dixwazin Kurdistana Başûr jî tevlî Mahabadê bikin û dewleteke serbûxwe ava bikin. Ev şahid, endamê Komîta Navendî yê Partiya Komînîst ê Iraqê bû.Tişteke ku ez ê qet ji bîr nekim jî got; “roja ku artêşa Îranê Tebrîzê dagir kir, ez li mala Îbrahîm Ehmet bûm.’’ Rast digot, wê şevê li mala min bû. Ev kes endamê cigîr (yedek) ê navendî yê komînîstan bû û di asta hevalê Şex Latîf de bû.  Wê şevê li mala min jîvana (randevuya) herduyan hebû. Diyar kir ku roja Tebrîz ketiye ez giriya me û di nava giryanê de min gotiye ku em çi bêbextin, Komara me ya Mahabadê hîn di dema keçîniya xwe de ye mir. Di encamê de dadgehê ji bo min û girtiyên din cezayê dusal girtîgeh û dusal jî çavderiya polîsan da. 

– Ma îtîrafkar, hevkarê Iraq an Îranê bû?

–  Na, li Iraqê li gel hikumetê mikur hatibû. Weke ku ez Endamê Partiya Komînîst im, dihatim destgirtin, li ser wî bingehî jî min ceza girt. Dema ez li girtîgehê bûn yên hatin serdanê gotin; li gel partî Partiya Komînîst û partiyên din jî di rewşeke zehmet de ne û lewaz ketine. Ji ber ku radestbûn û mikurhatinên endamên navenda komînîst nêvengê (ortamê) serûbin kiribû. Her çi qas rewşa giştî ev be jî bi rastî jî yên berxwedaniyên mezin nîşan didan jî hebûn. Divê vê jî diyar bikin. Li girtîgehê li gel me yên din jî hebûn. Bi yên dihatin serdanê re jî me li hev kir, dema em derketibana derve menê konferansek çêkiriba. Paşê me konferans çêkir. Di konferansê de li hember endamên komîta navêndî rabûn çêbûn. Di encam de navendeke nû hate hilbijartin. Xwestin ku ji endamên navendê yên berê hisab bê pirsîn û ji bo ku li ser bingehê zanistî bernameyek partiyê bê avakirin, xebat çêbûn.

Ji ber vê Hemza Evdillayê ku heta wê demê sekreteriya partiyê dikir û li gel wî bi qasî dehpazdeh kes ji partiyê veqetiyan. Hemza Evdillah digot; “ji ber ku ez vekîlê Mele Mustafa me, endamê esîl im.” Di despêka 1953’yan de navê partiyê yê berê “Partiya Demokratîk a Kurd” bû. Me guhert û kir “Partiya Demokratîk a Kurdistan.” Me bi vê re armanc kiribû ku em him netewperestiya teng derbas bikin û him jî girseyeke berfirehtir bigrin nava xwe. Wekî din me diyar kir ku me ji Mao û Stalîn sûd wergirtiye, nêrîna me ya cihanê ramaneke sosyalîzma zanistiye û me têkoşîn kir.

Têkoşîna me weke ya partiyên din ji meş, mîtîng û belavkirina belavokan pêkdihat. Wê demê di navbera gelek partiyên Iraqê de eniyên yekîtiyê avadibû. Lê weke partî em ji enî û yekîtiyan re nedihatin pejirandin. Dema ku bi çavê partiya Kurdan û partiya Kurdistanî li me mêze dikin, ji bo ku me bi awayeke cîhawazî didan dest, mêzandina  cûdakariyan ya li vê bereyê digotin ku ji bo Iraqê pêwîste hildin nav yêkîneya eniyê.  Têkiliyên me yên di navbera pirtiya PDK û  partiya Komînistan de jî carna baş dimeşiya, carna jî xirap didomiya.  Cûdahiya bingehîn, di mijara ku Kurd biwayeke netew mafê wan heye qedera xwe bixwe diyar bikin, an jî nekin de bû. Partiya Komînîst jî vê qebûl nedikir.

Di vê demê de partiya me weke dibistanekê bû. Yên ku dihatin tevlî me dibûn, piştî ku perwerda xwe didîtin û şûnde dişûn diketin nav Partiya Komînistan.  Lê piştî sala 1953 û şûnde ev rewş hat guhertin, heta endamên merkeza Partiya Komînîstan dihatin bi awayeke endamên asayî tevlî nav partiya me dibûn. Xwezayî giraniya Partiya Kurdan  dihat avakirin. Ya din jî heye Tevgera Netewe ya Ereban jî partiya me weke xeteriyeke mezin didîtin. Ev rewş heya 14 Tirmeha 1958’an domand.

– Mamosta, tu hingê bûyî sekreterê partiyê?

– Bêyî ku fermî be, ez 1951’an sekreterê partiyê bûm. Lê bi awayeke fermî, piştî Konferansa 1953’an heya veqetîna min ya 1964’an sekreterê partiyê bûm domand. Dema ku em veqetan jî herdu partî heman navî bikar tanîn. Yanî ji 1953’an heya 1970’î ez sekreterê partiyê bûm.

– Di dema sekreteriya te de di îdeolojiyê de çi guhertin çêbû?

–  ema me bernameya xwe di Konferansa 1953’an de avakir, Partiya Komînîst ji bo me gotin “ev jî bûn komînîst, lê çima di welatekê de du partiyên komînîst çêbû” li hember derketin û têkoşîn kirin. Yanî digotin îdeolojiya me komînîst e. Heman weke ya wan.

– Di vê demê de rewşa yên weke têkildarî Barzanîne dihatin nasîn çibû?

– Di vê demê de ji ber Barzanî li Rusyayê bû, bi wan re ne têkiliyeke me ne jî agahiyeke me mijara gotinê bû. Heta kesê şûnê wan nedizanî. 

– Bi malbat û eşîretê re jî, bi welat re jî ti têkiliyeke wî nînbû?

– Bi ti kesî re, bi welat, eşîret û heta bi malbatê re jî ti têkiliyeke wî nînbû. Ew li Asyaya Navîn bû.

Di 1956 û 1957’an de li Moskova Konferansa Ciwanan ya Netewe hat çêkirin. Me jî ser navê partiya xwe Celal Telebanî rêkir. Di dema vê konferansê de, li Moskovayê  bi Mele Mustafa re hevdîtin çêkiribû. Dema ku Celal Telebanî şûnde hat, du nameyên Mele Mustafa û wêneyên wî anîbû. Yek ji wan nameyan kesîya din jî ser nafê partiyê şandibû.  Barzanî di nameyên xwe de dixwest em bi Hemza Abdullah re li hev bikin û wî carekdin hildin nav partiyê.

– Hemza Abdullah wê demê çûbû ku derê?

– Wê demê Hemza Abdullah herî zêde  xwe nêzî komînîstan didît.

– Nameya duwemîn çibû?

– Dema ku min nameya din vekir ez bi erjengî (dehşetle)hilpekim. Dema ez ciwam bûm, Şeyh Mehmut jî li Hindistanê li mişextiyê bû, şêx û murîdan di meş û xwepêşandanan de ji Îngilîzan daxwaza vegera Şeyh Mahmut dikirin. Dûrişmeyên xwe jî bi awayê nalenal“kudan Xudah” vedigotin. Di nameya Mele Mustafa de tiştek nînbû. Bi mantiqê murîdeke rica dikir ku digot “ vê nameyê bidin birayê min Şeyh Ehmet.” Weke murîdeke ji min daxwaz dikir ku ez nameya duwemin bidim Şeyh Ehmet yê di girtîgeha Bajarê Basrayê de. Li ser vê em bi komîteya merkezê re kom bûn û me nîqaş kir. Ji ber ger ev name bikeve destê dewletê wê Şeyh Ehmet îdam bikin. Di aliyê din de bi haşmetî re yê ku tê zanîn Mele Mustafa Barzanî, general Barzanî, weke murîdeke name nivîsîbû. Ya rastî di belavokên ku me belav kirin de digot; “ Bijî azadî, bijî general Barzanî.” 

Di wê dem û salan de netewexwazên Ereban bi me re ketin nav têkiliyê û pêwendiyên me çêbûn.  Salek berê Şoreşa 14’ê Tirmehê, di nameyeke netewexwazên Ereban ji min re şandin de, didan diyarkirin ku di rewşeke li hember rejîma Kral Faysal derketin de, wê Cemal Abdulnasir alîkariya çekan bide me. Netewexwazên Ereban ji min xwestin ku biçim Bexdatê û ji wir jî biçim bi Cemal Abdulnasir re hevdîtin çêbikim. Heman kes piştî 14’ê Tîrmehê bû wezîr. Lê ji ber li ser min biryara dadê hebû, derketina ji Iraqê negengaz( nemûmkûn)bû û destûr nînbû. Li ser vê ji wezîrê karê hundir ji ber Kurd bû rica kir. Li gorî rapora bijîş a di destê min de dida diyarkirin ku nexweşiyeke min nêzî penceşêrê heye. Ji bo tedawî bibim, min destûra pasaport û ya derketinê xwest.  Wezîrê karê hundir bi awayeke vekirî ji min re got ku du mehan sebir bike. Du îhtîmal hebûn: A yekemin, weke ku ez ê piştî du mehan bê pasaport û bê destûr biçim bû, ya duwem jî da diyarkirin ku ez ê ti caran nikaribim ji Iraqê derbikevim bû. Bi rastî jî piştî mehek û şûnde, daxwaza artêşa Iraqê a li ser Ûrdûnê re bişine Beyrutê, Beyrutê bêxe destê xwe derket holê. Plan ev bû. Lê artêşa ku hatibû avakirin ji dêla biçe Beyrutê, ser Bexdatê de çû û ferîştebûna wî hilweşiya. Şoreşa 14’ê Tîrmehê pêk anî.

–Ev şoreş di bingeh de kê kir?

– Serbaz û leşkeran, bûn netewexwaz, aşitîxwez û azadîxwaz bûn, yanî gelek alî hebûn.

– Ma Kurd jî hebûn?

– Kurd jî hebûn. Piştî avabûna şoreşê û şûnde, di nameya min ji hikumeta şoreşê re şandî re, min diyarkiribû ku divê lihevkirina peymana Baxdatê bê redkirin, ger ev bibe em ê jî di hindirê Iraqê de îqtîdareke demokratîk ku xwe dispêre mafê wekheviya hemû mirovan piştgirî bikin.  Piştî du rojan û şûnde, Polîtbûroya me kombû û lihev şêwirî, biryara avabûna heyeteke hat girtin û ev heyeta ku çêbibe divê biçe Bexdayê bi serokê hikûmetê re hevdîtin çêbike. Ez û endamê Polîtbûro Elî Abdullah çûn. Daxwaz û şarta yekem ku me ji hikumeta Şoreşê xwestî ev bû; wegera Barzanî, berdana girtiyan û ya Şeyh Ahmet bû. Şeyh Ehmet berdan û li Bexdatê bi cî kirin. Mele Mustafa, li cihê ku lê bû nameyeke ya pîrozbahiyê ji serokê şoreşê re şand, daxwaza hatina Iraqê kir.

 Ez û Nuri Ehmet Taha, bi pasaporta sexte çûn paytexta Çekoslovakya Prag’a.  Sextebûna pasaportê hikumeta Iraqê xwestibû. Beriya derbikevin derve wezîrê karê hundirdi heman demê de alîkarê serokwezir bû dema me ziyaret kir armaca me ya destpêkê anîna Mele Mustafa bû, “min got: divê di cihê vekirî yê zagona bingehîn de Kurd û Ereb li ser vê xakê hevbeş bin û hiquqa Kurdan bikeve bin ewlayiyê.” 

 Di derbarê beriya ku em ji Bexdatê derbikevin, di xala duwemin ku min dixwest bînim ser ziman, hevalên li Kurdistanê hewcebû li her derê xwepêşandanan bidabana çêkirin. Ji  ber ku di zagonê de tenê qala biratiya Kurd û Ereban hatibû kirin. Wisa kî Kurd bikaribin hinek mafan bigirin. Ya din jî ji yên heyî û partiyên ku di şoreşê de rist dileyîzin, ji bo di zagona bingehîn de ji bo Kurdan xweserî bê dayîn serî lê da. Lê ji van partiyan yekî jî vê nerîna me nepejirandin.

Wezîrê hundirîn ji me re got: “Dema ku hûn bi Mele Mustafa re vegeriyan, di ser Tirkiyê re newin, di Misrê re werin, ya din jî Cemal Ebdulnasir bibînin û mafên xwe jê bixwazin. Ger Nasir mafê we qebûl bike em ê jî qebûl bikin.” Em çûn Pranga. Dema ku em ê bi Mele Mustafa re vegeribana, rayedarên Sovyetê ji me re gotin ku divê hûn ser riya Tirkiyê re neçin, ji ber dibe ku balefirên Tirkan bêxin. Em gihiştin Misrê. Em çûn Konsolosa Iraqê me agahiya Nasir ji hatina xwe ya wir çêkir. Wî ji me re got “hûn mîvanê dewletê ne.” Piştre Nasir me pêşwazî kir. Di wê hevdîtinê de me ji Nasir re qala mafên xwe û gelê Kurd kir. Ji tiştên ku me jê re gotî nerazîbûn neda nîşan. Lê beriya ku em ji Bexdatê veqetin ji ber hinek tevgeran têkiliya di navbera Iraq û Misrê de xira bibû.

Rojek dema ku ez bi elçî re rûniştibûm, hevalê min yê li gel min hat ji min re got elçiyê Tirkan aciz bûye û naxwaze we bibîne. Min jî diyar kir ku ti hevdîtineke me pê re nîne, lê ger bisekine dikarim bibînim. Di vê kêliyê de elçiyê Tirk ji nişkave ked hundir; hat pêşiya min sekinî û bi awayeke tund muzakereyek da min, bi gotin jî, “got ji ber sedema te xwe têkilî karê me yê hundir kiriye ez li ser navê dewletê te protesta dikim.”  Min pirs gir ka bêje karê me xwe têkil kirî çî ye. Ji min re got: “Meseleya Kurd e.” Min got me mudaxele nekiriye, têkiliya we ya bi meseleya Kurd re çî ye û min domand. Ji min re got “na.” Baş e di radyo, rojname û tv yan de ti gotineke Kurd derbas nabe. Di heman demê de di ti mijarên we de peyva Kurd derbas nabe. Ji min re di dewleta we de peyveke ya Kurd nîşan bidin ka em bizanibim me çawa xwe têkilî karê we yê hundirîn kiriye. Li ser vê elçiyê Tirk aciz bû û çû carek din jî nehat.

Tirk çima evqas meseleya Kurdistanê, bi taybet jî meseleya Bakurê Kurdistanê giring dibînin? Ji ber ku dewleta Tirkan di derbarê Kurdan de polîtîkayeke xwe ya hişk û înkarê heye. Hikûmeta Tirk tenê ne dijminatiya Kurdên li Bakurê Kurdistanê dike, dijminatiya hemû Kurdan û Kurdên li parçan jî dike.

 Tirk, dijminê Kurdan yê esasiye, ji ber ku heya niha ne nasnameya Kurdan ne jî karîne navê wan qebûl bikin. Ji ber vê, Kurdeke welatparêz, divê rastiya Kurdê resen û heqîqî baş derxe zanebûnê û binase. Di rewşa ku Kurdên li Bakur mafê xwe ji Tirkan girtin û heya Kurdên li Bakur mafê xwe bidest nexin, di parçeyek din de dewleteke serbixwe bê avakirin û hemû cîhan me destek bike jî, heya li Bakurê Kurdistanê pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin pirsgirêka esasî Bakurê Kurdistanê ye hilweşandina dewleta Kurd a ku bê avakirin jênereve. Dewletên din kêm jî bin, navê Kurdan û nasnameya wan dinasin. Lê dema ku Tirk nasname û navê Kurdan qebûl nekin, ji bo Kurdên di parçeyên din de weke ku wê ti mafeke wan nebe û nikaribin bijîn, heta wê mafê wan yê jiyankirinê jî nebe. Ji ber vê sedemê baweriya min ev e ku, hemû Kurdên bişeref, durist,birûmet, ne tenê pirştgirî dayîna vê tevgerê,ev tevgera ji bo gelê Kurd a modern ya ji bo gelê Kurd ku di pêşengatiya PKK’ê de dimeşe û serokatiya wê serokê binirx Abdullah Ocalan dike bimeşe û bixebite.

Serkeftina xilasiya netewa tevgera Kurd Bakurê Kurdistanê ye, di destê Kurdên li Bakurê Kurdistanê de ye û ev diyarker e. Beriya du mehan min li Londrayê di bin vê sernivîsê de semînerek jî da.

– Tu dikarî heya 1970’yan bêyî, dikarî nirxandinên xwe bidomînî.

– Piştî ku min serok û hevalê xwe yê weke we dît û şûnde, ez bûn yek ji we û bûm endam. Ez xwe ne weke yêkî 80’î salî, xwe gelek ciwan hîsdikim. Dikarin bi demjimêran baxivin. Dizanim, hûn xwîna xwe dirijînin fedekartî dikin, ez jî dikarim ji xwe fedekartî bikim.

– Tişta ku mirov dide axiftin çî ye? Dema ku armanc mezin be, mirov dikare heya sibehê bidomîne. Yanê heke şûnek din ba, we yê nikariba sondeke bi vî rengî bidin û wisa ciwan bibin.

– Rast e.

– Hûn ser armanceke mezin meşiyan û mirov heya dawiya cihanê jî biçe teng nabe.

– Tiştê ku we kirin, rê li ber hêvî û xiyalên min bên cî vekir û hêla ez xwe ciwan hîsbikim.

– Armanca we çi bû? Kurdistan bû. Ji ber vê beriya 1947’an partiyek tê avakirin, belav dibe, kom dibe. Bêguman hemû ji bo vê armancê bû. Niha jî tê dîtin ku, PKK derî û kilîda Kurdistanê ye, gelê Kurdistanê bi xwe ye. Mamoste Hawar û heval jî baş dizanin. Dibe ku gavên biçûk hatibin avêtin, lê bi rastî mezinahiya PKK’ê çî ye? Ji bo Bakurê Kurdistanê gaveke biçûk e, ev tê wateya ji bo hemû Kurdistanê serkeftinek mezin e. Di Bakurê Kurdistanê de gavek avêtin û pêşdeçûyîn, tê wateya li Başurê Kurdistan û li Rojavayê Kurdistanê hezar metre pêşdeçûyîn e. Yanî ev qas girîng û bi bandor e.

Di mijareke din de, bi avabûna şoreşa mezin a li Bakurê Kurdistanê re, Tirk niha amadene ku bi hemû Kurdan re alîkarî bikin, dewleta federal jî qebûl kirin. Ev xaleke giring e.Lê tenê Kurdên di Parçeyên din de qebûl dikin. Li ser şoreşa Bakur şereke taybet tê meşandin. Lê PDK qebûl dike, alîkarî dide. Federesyona li Başur qebûl dike û alîkarî dide Mesut û Celal. Ger di Bakur de nasname û şoreşa me binase, hûn ê li Başur bibin dewlet. Wê li Rojavayê Kurdistanê dewlet çêbibe. Ji ber vê dibêjim ku, ger hûn dixwazin bibin dewlet, piştgirî bidin şoreşa Bakurê Kurdistanê. Pêngava ku niha em li Başurê Kurdistanê dikin, ji bo şoreşa Bakurê Kurdistanê ye; ne ji bo mûdaxeleya Başurê Kurdistanê ye. Ger dixwazî alîkarî bikî, ev şere bimeşîne. Ger em vê Şoreşê bihêz bikin, wê meseleya Başur bê çareserkirin. Mamoste Îbrahîm Ehmet vê meseleyê baş dizane. Li ser vê bingehê hewceye li ser kurahiya wê bê sekinandin. Mamosta Hawar jî dikare di van mijaran de nerînên xwe bide. Divê em gelek li ser vê babetê bisekinin.

Em hatin dîroka 1960’î, yanî destpêka şoreşê…

Piştî Şoreşa 14’ê Tîrmehê û şûnde, ji bo gelê Başurê Kurdistanê firsendeke derdikeve holê. Lê ev parçe, di vê dîrokê de di demeke kin de weke ku meseleya Kurd çareser nekir, girantir dike. Bi destpêkirina Şoreşa 1961’an re ji ber derxistina nexweşiya sewapê, xirabiya dijberiya ku bê avakirin ji başiyan zêdetir e. Sedema vê jî serok e. Gelek textîkên nebaş jî hene. Di encam de li Iraqê dîktatorî serwer bû. Tevgera Kurd gelek lewaz ket, heya niha jî ev lewaztî didome. Di vê wateyê de ziyan da hemû Kurdistanê. Li ser tevgera Kurd dîktatorî çêbû. Li Iraqê jî dîktatorî hat avakirin. Ev herdu hikumetên dîktator û bi alîkariya hêzên derve re, di encam de Kurdan gelek ziyan dît. Di nava 45 salan de ev ziyana ku li Kurdistanê hatî kirin, dikarim bêjim ku ji ziyana şerê cîhanê yê duwemin zêdetir bû. Kurdistan ji 19451960’î ve ziyaneke bi vî rengî nedîtibû. Piştî 1960’î serokatiya Barzanî her tiştî teng dike.

Mamoste jî di van salan de têkoşîn kir. Çima wisa çêbû? Şaşitî çibû, rastî çibû? Çima serwer nebû? Serokatiya Kurd a burjuwa û partî di çi rewşê de bû? Di encam de ev dîktatoriya li Iraqê avabûye û tevgera Kurd çima tine bû? Çima ev nexweşiya di serokatiya Kurdan de ev qes mezin bû? 

– Tevgera Kurd di dema Evdilkerim Kasım de, meseleya Kurd tenê ne li Başur, di parçeyên Kurdistanê yên din de jî bû yek ji pirsgirikên demê yên bingehîn. Ji ber yek ji pirsgirêkên cîhanê û herêmê bû, pêdiviya li ser sekinandinê derket holê. Heta di cîhanê û herêmê de dewletên têkiliyên wan bi Iraqê re, konsolostiya Iraqê, bi tevgera Kurdan re xweser eleqedar dibû. Li gel PDK tevgereke siyasî bû, weke temsîla geleke jî didîtin. Hikumeta Iraqê cara yek di derbarê xaka Iraqê de îtiraf kir ku ev xak ya Kurd û Ereban e. PDK’ê jî weke partiyeke siyasî ya Kurdan qebûl kir. Li ser vê li Bexdatê rojnemeya weşanxaneya PDK’ê ya bi navê Xebat me di dema Ebdulkerim Kasim de dest bi weşana wê kir. Ev weşanxane, nivîsên di derbarê Kurdên li Îran û Tirkiyê de bi awayeke vekirî û azad di vê weşanê de dihat weşandin.             

Asta azadiyê ya ku tevgera Kurd li Iraqê gihiştiyê, şoreşa Ebdulkerim Kasim li herêmê li hember metîngeriyan, ji ber ziyanê da welatên weke Iraq, Tirkiye û Ereban ev bû sedem ku ev welat li hember vê şareşê helwest bigirin. Dewletên navê wam derbas  bûyî di vê demê de li hember Kurdan, Ereban û li hember Komara Iraqê dest bi komplo û lîstikan kirin. Ev dewlet, di hundir de di dema Kral Faysal de xwe dispêra bercewendiyên xwe yên li gel hinek eşîrên Kurd û Ereban, dixwest rejîma melîkiyê şûnde bînin. Ji ber ku bercewendiyên ev hawirdor, ji hêla A.Kerim Kasim ve dihatin cî. Ev dijberî, li gel welatên mîtinger, ji hêla DYE yê ve jî piştgirî dihat dayîn. DYE, li hember rejîma Kasim, ji Musilê destpêkir, planeke hêdî hêdî hemû Iraqê bigire nava xwe hedef girt. Beriya derbeyeke wisa destpê bike, bi taybet jî bi Kurdan re guftugo çêkir. Ya din jî bi PDK’ê re ketin nav têkiliyê û gotin; “ partiya we tevgera ku li hember Kasim bide çêkirin, em ê di warê madî, manevî û çek de destek bikin.” Heta ji me dost û endamên me xwestin bişînin Lûbnanê gel tevgerek Hirîstiyan ya Lûbnanê perwerde bikin, heta gotin em ê wan biçek bikin û bişînin. Ev jî xwestin li hember Kasim bikevin tevgerê. 

Tabî weke me vê qebûl nekirî, em çûn me vê planê ji A. Kerim Qasim re got. Bi mîsoger ev plan tenê li hember Qasim nebû, di heman demê de li hember tevgera Kurd jî bû. Eşîretên Kurdan li hember Qasim dijberiya xwe domandin. Li Musilê li hember darbeya bi navê Savat PDK û Gelê Kurd piştgirî dan Qasim. Dema ku rewş hinek hat guhertin, A. Kerîm Qasim li Iraqê destur da avakirina sazûmanên nû.  Em ji yek ji yên yekem serlêdan kiribûn. Ji bo PDK ser navê Kurdan bê avakirin me serlêdan kir, lê hikumeta Iraqê daxwaza me nepejirand. Me heyetek ji merkeza partiyê ava kir ku biçin ji Qasim re bêjîn serlêdan bikin. Li vir ji çend Polîtbûroyên ji serokatiya Barzanî û min têde cî digirt.  

Hikumeta Iraqê hinek beşên bernameya partiya me qebûl nekir ango li hember rabibû. Liber rabûna wan ev bû: Ya yekem, di bernameya me de tişteke wisa derbas dibû: Çawa ku her kîjan Ereb tê Iraqê nasnameya hemwelatiyê digire, her kîjan Kurd jî dema hat Iraqê bikaribe nasnameya Iraqê bigire. Xala duwemin ku dijber derketin ev bû, weke PDK li her parçeyê ku Kurd lê dijîn, wê parastina mafê wan bi riya dîplomatîk esas bigire. Weke partî daxwazeke me din jî, bi awayeke fermî hikumet di derbarê Kurdan de otonomiyê qebûl bike bû. A.Kerîm Qasim ser navê partiyê liber rabû, dixwest peyva partiyê ya bi nabê Kurdistan bê rakirin, ji dêla wê bikin Başur. Me jî herî zêde ti sedem nedidît ku navê partiyê bidin guhertin. Piştî gelek nîqaşan û şûnde Qasim got: “Hûn azadin ji bo armancên di bernameya xwe de têkoşîn bikin, lê divê hûn ji derveyî fermiyet û zagonê tevnegerin. Got “bila ev nekevin zagonê.” Bi vî rengî destûr dan partiya me siyasî bibe.  

 Me cara yekem li metrepolên metîngeran civîneke legal çêkir. Wê demê Mele Mustafa li Barzanê bû. Her çendî me xwest bê bejdarî vê konferansê bibe jî red kir. Wezîrê parastina Iraqê ji me re gotin konferansa xwe bidomînin. Yê ku vê agahiyê ji me re anî jî wezîreke Kurd bû. Me got, em ê emrê Qasim bicî bînin û me heyetek avakir şand Barzanê. Me hewlda ku Barzanî îqna bikin, bênin konferansê. Di dawiya hemû hewldanên me de me karî tevlî rûniştina dawî ya konferansê bikin. Di vê rûniştinê de,hilbijartin ji bo  komîteya merkezê û politbûro ya nû dihat çêkirin. Dema me di konferansê de axiftinek ji wî xwest, bi xîtabeke gelek nexweş, bi nêzîkatiyeke li hember konferansê jî di asta bêrêziyê de û bi şêwayeke ku li Mele Mistafa jî neyê, got; “ez nehan (tenezûl) nabînim bibim serokê vê partiyê.” Me reyîsên eşîran yên di bîroyên Kurdistanê de dixebitin derxist, divê em tevbigerin, got me wan êşandiye. Li gel van, ji min re got; “hûn dibêjin serokê partiyê, lê ger we ji min re dijun bikiriba ji vê baştir bû” û partî bê wate bû. Li ser vê axiftinê civîna me paşde hat xistin.    

Roja 9’ê Gulanê bi wesîleya roja sazûmaniya Çekoslovakya yê em çûn Konsolosluxa Çekê. A. Kerîm Qasim jî li wir bû. A. Kerîm Qasim hat gel min bi awayeke vekirî, got; “di konferansa ku we lidar xistî de, bi awayeke giştî xeta te bi temamî destek dikin û gotinên we hemû dizanin.” Ya din jî bi awayeke veşartî reqema telefona xwe da min û got; “ di kîjan demjimêr û demê de bixwazibî bi min re biaxivî ez amade me. Ev axiftina ku Qasim bi min re kirî bi awayeke ecêpmayî, bi yên derûdora xwe re şêwîrim. Min got em sibe civînek lidar bixin. Ji ber ku ji Behdînan hinek heval dixwestin wê şevê biçin Behdînan. Bi qasî ku min ji Ebdulkerim Qasim fêm kir, pîlana ku li ser partiyên din dayî meşandin dixwest li ser me jî bide meşandin, tiştên ku dayî wan dixwest bide me jî.

Ebdulkerîm Qasim mirovekî pir zana bû. Bi taybet di tasfîyekirina rêxistinan de û li beramberî hev rû bi rû hatinê de husta bû. Mînak, rêxistina komînîstan kir du beş û yek jî bi xwe ve girê da.Yanî di van mijaran de gelek husta bû. Partiya tinê mayî rêxistina me bû. Dixwest vê leystokê bi me jî bike û me bike du beş. Lê xebata me ya di mijara yekbûyîna rêxistinê de, bi awayeke serkeftî bidawî bû. Lê her tim hinek tiştan di rojevê de digirt. Di nava rêxistinê de demokrasî nînbû, me jî ji bo rêxistin belav nebe, hinek tişt bi mecbûrî qebûl dikir. Hindek ji me jî li ber vê rewşê disekinin. Em di fikra ev kar, ne kareke demokratîk e de bûn.

Mele Mustafa dixwest hinek mirovan hilbijêre û bêxe nav merkeza partiya me. Lê li hember van hat derketin û ev mirov ji partiyê hatin avêtin. Ji ber ku ev mirov ne mirovên ku ev kar bidin ser milê xwe bûn. Dema ku rexek bi vî rengî bû, di aliyê din de jî hinek agahiyên ku gihiştin destê me hebû.  Ev jî têkiliyên Mele Mistefa bi eşîretên li hember Ebdulkerim Qasim re û piştgirî dayîn bû. Ji bo rastiya van îddîayan bê zanîn, min xwest bi Mele Mistefa re hevdîtin çêbikim. Mele Mistafa jî digot; “ev rewş ji bo me baş e, divê ev bê nirxandin.” Min got sedema vê çî ye, hûn çima piştgirî dikin. Ji min re got; “Ebdulkerîm Qasim bawerî nade leşkerên xwe.” Ditirse ku ger çek bide leşkeran wê li hember wî bidin bikaranin. Di rewşeke bî vî rengî de, Ebdulkerim Qasim tehdît kir û xwe sipart eşîretên Kurdan yên dijber, got ji bo Kurdan em dikarin ji Ebdulkerim Qasim hinek tawîzan bigirin.” Min jî jê re vê got: Ne artêşa Iraqê û ne jî Ereb ji Ebdulkerim Qasim hez dikin. Ji ber ku li Iraqê serokomarê cara yekem û bi awayeke fermî hebûna Kurd û mafê wan qebûl dikeye. Bawer dikirin ku wê Ebdulkerim Qasim Iraqê parçe bike. Şêx û fermandarên Iraqê li hember Kurdan amadene ku heya dawiyê van çekan bikar bînin. Yanî bi yek mermiyê dixwestin li nîşanê bixin. Ew yekem dijminê li hember xwe Kurd dibînin û bi çekan dixwazin Kurdan tine bikin. Min got; ya yekem, Ebdulkerim Qasim li pişt Kurdan derket; ya duwem, yê ku cara yekem Kurdan xirst nava hikumeta xwe Ebdulkerim Qasim bûye û dizanin ku Kurd Ebdulkerim Qasim destek dikin. 

Mele Mustafa ev nerînên min qebûl nekir. Ev nerîn jî ne nerînên min, nerînên partiyê bû. Piştî hingê Mele Mustefa carekdin vegeriya minteqa Barzan û bi eşîrên Kurdan yên li hember Qasim re têkiliyên xwe pêşdetir bir û ji bo têkoşînkirinê dest bi amadekariyan kirin. Me jî carek din dest bi têkilî bi Partiya Komînîst û ligel hinek partiyên din kir. Bi taybet me jî dixwest, mafê ji Kurdan re hatiye dayîn bênasîn û biryarên ji bo wan hatine girtin bên dayîn û ji bo wan gav bên avêtin. Dîsa me li hember yên dijbertiya Kurdan dikirin, yên li hember doza wanin ketin nav hewldanan. Me di komîteya xwe ya merkezê de biryarek derxist ku li hember Qasim şer neyê kirin. Ji derveyî du kesan herkesî ev biryar pejirand. Me got li hember Ebdulkerim Qasim şerkirin tê wateya mafê ji Kurdan re hatiye dayîn redkirin e. Disa bi şerkirina li hember Ebdulkerim Qasim re, em ê rê li ber afirandina navenda azad û demokratîk ku dixwazin bidin afirandin bigirin; lê ger Qasim şertên me qebûl neke, em ê wê demê şer bikin. Em ê daxwaza bikaranîna demokrasiyê bikin, ger li hember eşîreta Barzan jî şer bike, em ê bersiv bidin. Ji bo ev biryara me bê erêkirin me bi riya nameyek ji Mele Mistefa re rêkir, qebûl kir. Tenê xalek nepejirandibû. Ew ji mijara parastina eşîreteke din bû.          

Bombebarankirina General Qasim ya gundê Mele Mistafa û li hember wî şerê Barzanî.

Kesê ku nameye Mele Mistafa bir, dixwaze biçe gel eşîreta din mizgênî bide wan. Lê lirashatinek wisa ye ku di wê kêliyê de di mala wî sermiyanê eşîretê de civînek mezin çêdibe. Serokên eşîran hemû li wir bûn. Heval, dixwaze biryara Mele Mistafa ragihîne. Ji sermiyanê (reis) eşîretê re dibêje; “ ev çi civînin, divê tu berdî, peyama Mele Mistefa ji te re heye” û bivî rengî peyamê radigihîne. Sermiyanê eşîretê ji berîka xwe nameyek derdixe û dide hevalê me yê name biribû. Mele Mistefa di vê nameyê de ji serokê eşîretan re gotibû; ti caran bawerî nedin hevalên me yên partiyê, guh nedin meseleyên partiyê, karê xwe bidomînin, xwedê bi we re be.” Derket holê û hat dîtin ku ev tevgera li hember Ebdulkerim Qasim e, him ji derve de piştgirî digire û him jî di bin venêrîna reîsên eşîretan de ye. Ev jî ji derveyî bercewendiyên xwe yên kesî tiştek din nedifikirîn. 

Me dîsa xwest vê binirxînin. Weke gava yekem me xwest giraniya tevgerê ji çiyan û gundan bînin bajêr. Ya yekem, bi xebata ku em di bajaran de bikin, di hemû bajarên Kurdistanê de di 6 Îlonê de dîroka 6 Îlona 1961’an salvegera qetilkirina ji pêncî zêdetir Kurdan bû me got ji bo bîranîna wan xwepêşandanek lidar bêxin. Dirûşmeya tevgeran, mafê ku ji Kurdan re hatiye dayîn jiyanî bibe û federasyona KurdEreban bê pêkanîn bû. Ev xwepêşandana me bi awayeke serkeftî bi dawî bû. Merkeza partiyê ji ber armanca rewşa derketî holê bê destgirtin, biryara kombûnê da û em kom bûn. Di wê demê de hinek tiştên ne di cih de ku rejîma Qasim kiribû hebû. Dema ku şêx û axa li hember Qasim derdiketin, hinek karker,gund û xebatkar jî li hember Qasim cî girtin.

Dema me van rewşan dît, em bi hinek Partiyên Komînîst yên Iraqê re û bi hinek partiyên din re axivîn. Me got li hember rewşên ku dema pêş derbikevin de divê em amadebin û ji civakê re pêşengatî bikin. Lê mixabin kesî bersivek neda me û xebata me vale derket. Dîsa ji bo mafê Kurdan min ji Ebdulkerim Qasim re name dişand. Lê weke ku Qasim divê mijarê de ti gav navêtî, partiya me jî qedexe kir, helwesteke ji derveyî demokrasiyê girt. Heta hinek girtin jî çêbûn. Min jî di wê demê de xwe veşart. Berteka Ebdulkerim Qasim li hember min jî hebû.  Di dema Kraltiyê de ji eşîreta Xoşnav kuştina keseke nêzî Qasim digot tiliya min di nav de heye. Ji bo girtina rojnemeya Xebat jî biryar derxistibû.

Ji bo bejdarî kongrê bibim vegeriyam Sûleymaniyê. Roja ez gihiştim Sûleymaniyê, Ebdulkerim Qasim bi balefiran Sûleymaniyê bombabaran kirin. Tevî ku bajar di bin venêrîna rejîmê de jî bû, Sûleymaniyê bombabaran dikir. Di heman demê de balefirên Iraqê ji hewayê de belavok davêtin. Di belavokê de, dihat gotin ku “ Ehmet û Mele Mistafa ne daxîlê hikûmeta Iraqêne û dijberê şoreşa Iraqê ne.” Me jî ji bo em ji Mele Mistafa rewşê fêm bikin, me hinek hevalên xwe şand gel. Me dixwest tiştên ku Qasim dibêjîn raste yan jî nerast e fêm bikin. Di şerê di navbera eşîrên Kurdan yên ji derve de tên rêvebirin û hêzên Qasim de, di pevçûnên şeva yekem derketî de, hêzên eşîran nikarin li ber xwe bidin ji herêma şer rewîn. Qasim jî liberxwenedana wan firsend dît û gundên Barzanî bombabaran kir. Ger Ebdulkerim Qasim gundê Mele Mistafa bombabaran nekiriba, Barzanî li hember wî şer nedikir.

 Me kongreya partiyê li gundeke nêzî Sûleymaniyê lidar xist. Me ji partiyên Iraqê xwest ku ji bo ev şer bê rawestandin, bi Ebdulkerim Qasim re hevdîtinan çêbikin. Me nedixwest di navbera hikûmeta wî û Kurdan de şerek derbikeve. Wê demê Ebdulkerim Qasim efuyek giştî derxist. Dixwest eşîrên Kurdan yên li hember wî derketin teslîmê artêşê bibin. Ez di wê konreyê de bûm. Ji Mele Mistafa nameyek hat. Di nameyê de digot, jiyana min di xeteriyê de ye, dixwest em hinek kesan bişînin gel. Me jî sed kesên biçek şand gel Mele Mistefa. Me jî got ger Ebdulkerim Qasim hêrîşî ciheke din Kurdistanê bike em ê li hember derkevin û şer bikin. Me xwe birêxistin kir, di demeke kin de me hemû qadan xist destê xwe. Li gorî biryara ku me girtî, di navbera du mehan de li her gundekê komîteyek ji pênç kesan bên avakirin. Ev komîte wê gundan bi rêxistin bikin û hemû karan bidin meşandin. Me dadgehên ji pênç kesan ava kir. Her yek ji van wê li 25 gundan mêze bike, ger yên di rewşên sûcan û yên sûc kirîn de hebe dê ceza bike.

Bi careserkirina hemû meseleyên siyasi re, me heyetek ava kir. Dîsa me heyeteke ku ji derve de raya giştî amade bike çêkir.  Erka vê, daxwaza me ya ku em desthilatiya xwe li Kurdistanê bidin avakirin li cîhanê belavkirin bû. Me pirsgirêkên xwe hêdî hêdî çareser dikir û pêşve diçûn. Di aliyê din de, pirştgiriya gel her roja ku diçû zêde dibû. Me ji kesê yek qurîş negirt. Her tiştê me bi alîkariya gel dida me pêk dihat. Di demê de tenê ji Kerkûkê her meh şazdeh hezar digihişt destê me. Em li çar aliyên gundên Kurdistanê belav bûn. Bi gundiyan re têkiliyên me gelek baş bûn, me bi gel re pir xweş derbas dikir. Dema Mele Mistafa vê bihîst gelek aciz bû. Ji ber navenda wî li cihek din bû.   

Li Kurdistanê partiyên cuda jî hebû, ev li ser navê partiyên xwe dixwestin artêşê bidin avakirin. Me jî ji wan re got mesele çiye, ger bixwazin em dikarin tê de cî bigirin. Mele Mistefa, pênç Barzanî bi nameyê ve ji me re şand. Ez van mijaran ji bo têkiliyên di navbera Mele Mistefa û komîteya merkeza partiyê de bê zanîn dibêjim. Di hinek mijaran de em li hember Barzanî bûn. Me nedixwest ne Partiya Komînîst ne jî partiyek din di Kurdistanê de bi cî bibe. Me nameyê redkir û ji wan pênc kesan re got divê hûn vegerin.  

Ji du gundan nêzî bîst kesan hatin gazincên xwe ji pênç Berzenciyên ku çûne li malên wan bûne mîvan kirin. Yanî ev pênç Berzenciyên çûne malên wan zorî li wan kirine ku ew van pênç kesan îkramî malên xwe bikin, tangav kirine. Di ser de jî ji gundiyan re heqaret kirine. Me heman zilam rêkir wan pênç Berzenciyan kişandin.  Me ji wan re got: “em weke pêşmerge mafê me heye em du tiştan ji gel bixwazin: ev jî nan û av e, ji derveyî vê ti mafeke din yê pêşmergeyan nîne.” Di wê qadê de rewşa pêşmergeyan ji ya gundiyan baştir bû. Rêzkariya (disiplin)me ji bo xilasiya gel û gundiyan bû, ne ji bo raydayîn(gösteriş) bû.  Ev polîtîkaya me ne reyîsên pêşmergeyan, ne dewletên metînger, ne jî Îsraîl dipejirand.

Di têkiliyên me yên derve de jî rewşa me bivî rengî bû: ji bo têkiliya me ya bi Îranê re jî me Omer Mistafa û Elî Esker şandibû. Me ji Îran dixwest ku ji bo têkoşîna me ya li hember Ebdulkerîm Qasim alîkarî bide me. Halbûkî Ebdulkerim Qasim bixwe dijminahiya rejîma Îranê nedikir. Em li benda bersiva ji Îranê bên bûn. Bersiva Îranê bû ev: “Rêveberiya Îranê nikare alîkarî bide tevgereke komînîst; Îbrahîm Ehmet û Fevzî jî komînîst in. Jixwe keseke Mele Mistefa nîne. Ger hûn ji me alîkarî dixwazin se, divê hûn dest ji van fikrên xwe berdin. Wê demê em ê alîkariya hûn dixwazin bidin.” Li ser vê, Mele Mistafa min şand gel Şahê Îranê û xwest ez Şahê Îranê qaneh bikim.

 Wê demê min her tişt qebûl dikir, lê min dîtina Şahê Îranê qebûl nedikir. Min got ez naçim gel Şahê Îranê bila yek din biçe. Dema ev nehat qebûlkirin, min îstifaya xwe him ji sekretertiya partiyê û hin jî ji komîteya merkezê danî. Dema zêde israr kirin, min got ez ê îstifaya xwe ji partiyê jî bidim. Ev agahî gihişt Mele Mistefa. Wî jî bi riya Salih nameyeke ji min re şand. Mele Mistefa di nameya xwe de vê digot: “Te gotiye ez amademe heta jiyana xwe di ber ogira gel de feda bikim. Em  îro di demeke pir zehmet de ne. Ger kesayetên ku dibêjin ez Kurd im û welatparêz im fedekartiyên mezin nedin bercavên xwe, wê tevgera me nikaribe çembera ku rejîma Îranê daniye dora me bişkîne û bigihe serkeftinê.” Him ji ber vê sedemê û him jî hevalên min hemû biryar dabûn ku ez biçim. Ez jî bi neçarî çûm. Li Îranê bi dêrindêzek (törenle) mezin ve hatim pêşwazîkirin.

 Di nava rojên ku ez li wir mayîm de, wezîrek,di heman demê de alîkarê wezîr bi min re hevdîtin çêkir. Ji min re got “tu êvarî mîvanê min î. Em ê biçin Şah bibînin, pirştre bi hev re bixwîn,vexwîn û baxivîn.” Em di qurfa wî de rûniştîbûn. Li gel me di asta jor de çend kes din jî hebûn. Em di derbarê şer de daxivin. Ji min re got, “nivîsa di rojnameya Xebat de ya li hember Şah hatî nivîsandin kê nivîsandibû?” Di wan deman de Îhsan Nurî ji Paşa Mistefa re nameyek şandibû. Bi taybet di derbarê nivîsa Mistefa,ya li ser Şahê Îranê ku Şah li ser Kurdên Îranê zextê çêdike, weke bersiv dayîna nameya wî min, sê nivîsên berfireh nivîsand. Min piştre lêkolîn kir ku nameya Îhsan Nurî Paşa di mercên asayî de nehatiye nivîsandin, bi zorê pê dane nivîsandin. Wezîr ji min re got; “ger Şah li ser nivîsê pirs bipirse tu yê çi bêjî?”  Min jî jê re got, ez ê bêjîm min nivîsandiye. Wî jî got, tu him hatî alîkarî dixwazî, him jî dibêjî min li hember Şah nivîs nivîsî.” Min jê re got di vir de tiştek ecep nîne. Ez ê ji Şah re vê bêjîm: Dema Kurdek dikûje bila bizanibe ez wî destek nakim. Na, ger Şah ji bo derketina Kurdan a ji bin zilmê destek bike, wê demê ez ê jî wî takdîr bikim. Em li hember we dijminahî nakin. Em dijminahiya Tirkan û Farsan nakin. Em li hember yên me dikûjin, zilmê dikin dijminahî dikin. Ya din jî min got, ez ê ji Şah bipirsim ka wê piştgirî bide me an na.   

 Wê demê bi Şah re telefonê axivî. Alîkarê wezîrê derve yê DYE hatibû Îranê. Di wan demjimêran de li gel Şah bû, ji ber vê sedemê bi Şahê Îranê re hevdîtina me çênebû. Ez pazdeh rojan li Îranê mam, lê wê kengî Şah min bibîne nedigotin. Tenê tişta gotin ev bû, pêncî çek, bist hezar dînar bû. Li ser vê hêvî dikirin ku ez ji wan re sîpasî bikim. Min ji wan re got alîkariya ku hûn bi partiyê re dikin bila serê we bixwe û ez vegeriyam Kurdistanê. Min ew çek û pere ji Mele Mistefa re şand. Min ji nêzîkatiyên Îran û ji yê Şahê Îranê vê derxist: heta ku komînîstên weke min alîkarî bide Mele Mistefa, ne munkûne piştgirî bidin tevgera Kurdan. Tişteke ku me guhdar nakîn nîn bû, me guhdar dikir. Lê dema ku Mele Mistefa ket bin bandora Şahê Îranê û şûnde, tam bû mêze(maşa). Mele Mistefa ji sedî sed ket bin bandora Îranê. Yên girêdayî me bûn ji sadî pêncî kitin bin bandora Îranê. 

Hinek rêxistinên Iraqê bi me re îtîfaq danîn. Piştre yên girêdayî kralyetê yan jî komên li Iraqê xwe kralcî bi nav dikin xwestin bi me re hevalbendiyê(ittifak) bidin avakirin.  Lê kralciyan nedixwestin ji derveyî tiştên di dema kraltiyê de dane Kurdan tiştek din bidin wan.  Rêxistinên din dixwestin hinek tiştan bidin. Bi van re axiftinên me yên cur be cur çêbûn. Amadekariyên van yên ku li hember Ebdulkerim Qasim bikevin nav tevgerê jî hebûn. Tişta ku ji me dixwestin ev bû, em piştgirî nedin Ebdulkerim Qasim. Dixwestin ji gelê Kurd piştgirî bigirin. Şartê wan yê pêşîn, digotin ger şoreşa me bigihe serî, em ê meseleyên otonomiyê bi awayeke fermî çareser bikin. Mele Mistafa jî wê bibûya berpirsyarê herêma xweser. Di hikûmetê de çar wezîrxane(bakanlık) ayîdê Kurdan bû. Bi gihiştina serkeftinê re dibûya di navbera Kurd û Ereban de jî aşîtî çêbibûbaya.

 Me ji Mele Mistafa re agahî şand. Me jê xwest çend kesên din ji bo wezîrtiya hikûmeta nû ya bê avakirin amade bike. Di 8’ê Reşemiya 1963’an de hêzên Iraqê yên şoreşger li hember dîktatortiya Ebdulkerim Qasim serkeftinê bidest xistibûn. Me radyoya Bexdayê guhdar kir, di ti belavokên wan de navê Kurdan derbas nedibû. Radyoya Bexdayê ya bi navê Salih Yusuf Fuat belavoka pîrozkirina derebeyê dixwend. Li ser vê me weke komîteya merkeza partiyê civînek çêkir. Me ji Mele Mistafa re agahî şand, me got divê bi awayeke lezgîn em hemû bajarên Kurdan bixin destê xwe.

Em, Mele Mistafa, bi baweriya ku wê alîgirên Ebdulkerim Qasim yên ji îqtîdarê danîn û hinek rêxistinên din jî alîkarî bidin û ji bo bajarên Kurdistanê bidest bixin fersendek hebû.Me got em tevgereke wisa di bajarek de destpê bikin, ger şartên me qebûl bikin em ê piştgirî bidin wan, bi vî rengî em ê li Kurdistanê otonomî bidin rûnişkandin; ger qebûl jî nekin em ê li hember wan şer bikin; me got wê alîgirên Ebdulkerîm Qasim jî alîkarî bidin me. Mele Mistefa li me guhdar kir got ev fersenda dîrokî em ê binirxînin, li pêşiya gel bi awayeke vekirî digot; “ Îbrahîm Ehmet destpêkê xwest em li hember Ebdulkerîm Qasim şer bikin, em ji Ebdulkerîm Qasim xilas bûn, niha jî dixwaze em li hember îqtîdara nû şer bikin.” Lê, vê weke daxwaza komîteya merkezê rave nake, dibêje ev nerîna Îbrahîm Ehmed e. Me çima li hember Ebdulkerîm Qasim şer kir, tenê ji bo binkeftina wî bû?Tabî ji bo berjewendiyê netewe bû. Ev helwesta Mele Mistefa ya nebaş, bû sedem ku ev fersenda mezin ji destê me derbikeve.

Di wê demê de derfeta me ya ku em artêşên Sosyalîstan bînin Iraqê hebû. Ji ber yên hatine ser îqtîdarê li hember komînîstan qetlîamên mezin kiribûn. Ev mantiqê eşîrî û tarzê feodal bû sedem ku şansê hinek fersendên mezin ne tenê deh caran sed caran ji destê me derbikeve. Her tim li pêşiya tevgera neteweya Kurd bûye astengek. Di vê hindamê herweha di mekaleya xwe ya li ser Komara Muhabatê nivîsandî de gotineke bi vî rengî kiribû; “ divê ji serokên şoreşgerên Kurdan û ji serokên eşîretên Kurdan encaman derbixin da ku carekedin nekevin rewşekedin wisa nebaş. Yanî bila neşibin wan.” Bangawaziya Hikûmeta Iraqê yên di derbarê Mele Mistafa de hebû. Mele Mistefa konferansek li dar xist. Dixwest komîteya merkezê bejdarî konferansê bibe. Di vê konferansê de daxwaza xwe ya bi hikûmeta Iraqê re hevdîtinê çêbike anî ziman. Celal Telebanî jî yek ji endamên wê demê bû.Wê demê Mele Mistefa çû Baxdayê ji wir jî çû Misrê. Li ser vê pirsgirêkê bi Nasir re axivî.

Di wê demê de ji me re nameyeke ya Komîteya Merkeza Partiya Baas ê hat. Tişta ecep jî, bi salan bû kesek dixebitî, ji bo Kurdan jî sîxûr bû,weke mirovê nebaş dihat nasîn. Kesê ku name şandî, di nameya xwe de vê digot: Wê Hikûmeta Iraqê di 1’ê Hezîranê de hêrîşî ser Kurdistanê bike, gundan bişewitîne û hêza xwe bi cî bike.” Heke ne ji agahiya ku wî kesî dabû me bûya,dibûya ji windahiyên me dane deh qet dîtir me windahî bidabûna. Me Kurdistanê ji sedî not bidest xistibû. Nêrînên me jî di vî alî de bûn. Dema hikûmet dît ciwanên Kurdan amadekarî dikin, wan jî hêrîşê hinek dereng xwist. Ji ber vê sedemê hêrîşê ne di yekê mehê de di nehê mehê de pêkanîn. Ji ber me berê agahî girtibû windahiyên me kêm çêbûn. Piştre dest danî ser Kerkukê. Tevî ku hikûmeta Iraqê gihiştibû daxwaziya xwe jî  şer nesekinî. Ev bûyer hemû 1963’an qewimîne.

– Ket pêvajoyeke nû, ne wisa?

–Na.

– Ji bo pêvajoya nû, hîn çiqas heye?

– Gelemşeyek din heye. Yanî Qasim çû, Ebdulselam hat.

– Yanî we dixwest Ebdulkerîm Qasim li ser îqtîdarê bimîne. Hûn bi serê xwe serbixwebûn.

– Rast e, em bi serêxwebûn. Wê demê ji derve de ji me re telefon vekirin gotin; “şertên xwe bêjin.”Me jî xwest vê rewşê bikar bînin. Bi taybet me dixwest li ser rewşa îqtîdara ku komkujiyan çêdike û komînîstan tine dike bisekinin. Ji ber vê sedemê me Celal Telabanî şand Ewrupa. Bi taybet me got divê tu biçî Moskovayê. Bi riya Almanên Rojava bi Moskovayê re pêwendî hat danîn. Bersiva Moskovayê bû ev: “ger hûn dixwazin bi me re pêwendiyan dênin, divê Îbrahîm Ehmet bê gel me.” Min ji komîteya merkezê re got, ji bo çûyîna min biryar hat girtin û ji bo çûyînê min emadekariyên xwe kir.

Di heman demê de Mele Mistefa ji me, ji bo em ji komîteya merkezê Seyît Alî derbasî Ewrupayê bikin alîkarî dixwest. Seyît Alî, weke nûnerê Mele Mistefa, wê bi Moskovayê re pêwendiyan pêşbixistiba. Wê demê çûyîna Moskovayê gelek zehmet bû. Em ji Fransayê derbasî Almanya bûn ji wir jî çûn Moskovayê. Ji bo ez bûbûm mîvanê partiya Sovyetê xawên dibûm. “Gotin em amadene ku alîkarî bidin gelê Kurd, di heman demê de weke hikûmeta Sovyetê wê BM jî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bixebite.”Piştî hinek hevdîtinan û şûnde dema ez vegeriyam Almanyaya Rojava, min agahiya hilweşandina rejîma Iraqê bihîst. Partiyên din jî bi partiya Baas re tevgeriyabûn.

Min li Fransayê bi Kamuran Bedirxan re hevdîtin çêkir. Xwest ez biçim Emerîkayê. Du nameyan nîşa min da. Hinek peyamên senetorên Emerîka jî hebû. Vana beriya du meha bi xwe re anîbû Parîsê. Got; “ger hûn dixwazin ji van karan sût wergirin, divê li ser navê partiyê yek berpirsyar biçe Emerîkayê.” Dema ez li Moskovayê, Rusan jî vê gotin: “Ji bo qeder û mafê gelê xwe hûn azadin pêwendiyan bi hemû cihên cîhanê re deynin.  Rast e, hûn di pêwandî danînê de azad in. “Lê xaleke ku hûn li ber çavan bigirin heye, ew jî bercewendî û têkoşîna gelê we ye. Xala sereke ku hûn bişopînin ev e. Hêzên ku hûn bi wan re pêwendî daynin şartê we yê yekem ku hûn nîqaş bikin divê ev be;” min li Almanyayê bi Emerîka, Almanyaya Rojava û Almanyaya Rojhilat re pêwendiyan çêkir. Li ser vê reqema telefona min girt, got em ê di nava pazde rojan de agahî bidin we û çûn.

Piştî rojek li Konsolosa Emerîkayê bangî min kirin. Elçiyê Emerîkayê bi awayeke vekirî, di demeke ku dixwest di navbera Kurd û Iraqê de pêwendiyan bide avakirin, got ku di demeke wiha de daxwaza te ya çûyîna Emerîkayê wê ziyanê bide vê têkiliyê. Jixwe di demeke ku pêşkeftin li gor daxwazên Emerîkayê pêş diket de pêwîstî bi çûyîna min nebû. Lê na, ger weke tê xwestin çênebe, gotin ku mafê te yê çûyîna Emerîkayê heye. Ez jî bi awayeke lezgîn çûm Îranê. Me li Îranê kesê bi navê Şûkrû Akrevî dît. Li ser navê meclîsa partiyê li wir digirtin. Ebdulkerim, ji wî re got; “ez emademe navbertiyê di navbera rejîma Iraqê û Kurdan de bikim.”Ji Şûkrî Akrevî xwestibûn ku bi Mele Mistefa û partiyê re pêwendiyan deynin û daxwazên xwe ji Cemal Ebdulnasir re bişînin. Radyoya Iraqê, digot ku ti pirsgirêkeke Mele Mistefa bi rejîma Iraqê re nemaye.

Dema ez vegeriyanKurdistanê, ji bo ez pirsa ka me ji encam ji van hevdîtinan derxistiye bipirsim çûm gel Mele Mistefa. Min dît ku di van hevdîtinan de ti tişteke ku Kurdan sûd jê girtibin nîne. Îtîraf kir ku wî daxwaza dewleteke mezin bi Iraqê re pêwendiyan deyne kiriye. Min jêre got; hewceye em li hember rejîma kral û Ebdulkerîm Qasim şer bikin, ma di vê meselê de li gor daxwaza wan bû, min xwest li gor daxwaza wan be. Mele Mistefa aciz bû, got; “ ez pêşengê partiyê, Kurdan û pêşmergeyanim, mafê min heye ku ez her tiştî bikim.”Min jî got, di vir de tu xwe pêşengê Kurdan û pêşmergeyan dibînî, ez maf didim te. Lê xwe serokê partiyê dîtin qebûl nakim. Tu ne serokê partiyêyî; ger tu aliyê din bigirî, bêguman wê biryara yên din derbazdar be û min got ev jî rastiyeke.” Min tehdît kir, “got ez ê te bixim girtîgehê.”

Bi mantiqê eşîrî serkeftinê bidest xistin zehmet e.

Bi vê mantiqê eşîrî re gihiştina me ya serkeftinê zehmet e. Dibûya ku ger ev mantiqê eşîrî nebûya, me dîsa serkeftinên mezin bidest nexistibaya; lê em bin biketiban jî wê bi vê şerefê bibûya. Komîteya merkezê ji bo nîqaşa me civîn li dar xist. Min jî biryara Mele Mistefa ji serokatiya partiyê xistin girt. Dîsa ji bo îtîfaqan me belavokeke bilav kir.Di belavokê de me diyar kir ku Mele Mistefa ji partiyê hatiye avêtin û divê ti talîmateke wî neyê guhdarkirin, ji ber têkiliya ku bi Iraqê re daniye pêwendiyeke teslîmiyetê ye.


Notice: Undefined variable: meta_text in /home/abdullahocalan/public_html/ku/wp-content/themes/xwe/content-single.php on line 53