DAXUYANIYA OCALAN Û 3 DILGIRTIYÊN ÎMRALÎ

Parêzer Newroz Uysal beriyadaxuyanî bixwîne, wiha got; “Di destpêk de pêwiste mirov diyar bike ku, evmetîn ne metna muzakereyekî ye, ne jî metna mutabakatekî ye.”

“JI RAYA GIŞTÎ RE DANEZAN

Di vê pêvajoya dîrokî depêwîstî bi lihevkirineke kûr a civakî heye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan,pêwîstiyeke xurt bi rêbazeke danûstandinên demokratîk heye, ya dûrî çandadijberbûn û şer.

Em dikarin pirsgirêkênTirkiyeyê û yên herêmê, ne bi şer û amûrên şîdeta fîzîkî, lê bi hêza nerm, yanîbi hêza aqil, polîtîk û çandî çareser bikin.

Em di wê baweriyê de ne, diçarçoveya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, pirsgirêkên li Sûriyeyê dûrî çanda şer,di rewşa ku tê de ne di çarçoveya yekparebûna Sûriyeyê de bi perspektîfademokrasiya xwecihî ya bi Destûra Bingehîn hatiye ewlekirin divê bênçareserkirin. Di vê çarçoveyê de divê hesasiyetên Tirkiyeyê jî bên dîtin.

Em hurmetê nîşanî berxwedanahevalên li girtîgehan û li derve didin, lê dixwazin bi taybetî destnîşan bikinku divê negihînin asta ku rewşa wan a tenduristiyê bixe nava metirsiyê û rê liber mirinê veke. Ji bo me, tenduristiya aqlî, fîzîkî û ruhî ya wan berî hertiştî ye. Her wiha em di wê baweriyê de ne ku nêzîkatiya herî bi wate,xurtkirina sekna zîhnî û ruhî ye.

Sekna me ya li Îmraliyê,biryardariya ji bo kûrkirina rêbaza ku di Danezana Newroza 2013’an de hateragihandin û domandina wê bi rengekî eşkere ye.

Aştiyeke bi rûmet ûçareseriya siyaseta demokratîk ji bo me esas e.

Em her kesên ku ji ber sekname ya li Îmraliyê meraq dikin û helwestê nîşan didin, bi rêzdarî bi bîr tînin ûdi asta herî bilind de spasdarê wan in.”

ABDULLAH ÖCALAN, HAMÎLÎ YILDIRIM, OMER HAYRÎ KONAR, VEYSÎ AKTAŞ


Notice: Undefined variable: meta_text in /home/abdullahocalan/public_html/ku/wp-content/themes/xwe/content-single.php on line 53