A -
Di
civakê de cewherê
dîrokî yê nirxên
komînî û
demokratî
B
-
Ji bo civaka ekolojîk û demokratîk
ramaneke
pêşnûmeyê (proje)
1
-
Ji bo derketina ji krîzê sîstema
demokrasiyê
2
-
Azadkirina cinsiyetparêziya civakî
3
-
Veger li ekolojiya civakî
Destpêk
A
- Têgihîştina
rast a li Rojhilata Navîn - Pirsgirêk
çiye û çawa pêşket
B - Li
Rojhilita Navîn rewşa rojane û
bûyerên
muhtemel
Destpêk
Di
civaka Kurd de hin xetên cihêwaz
1 - Têgînên
Kurd, Kurdistanê
û ji bo dîroka wê
pêşnûmeyeke kurt
2 -
Li ser Kurdistanê têkoşîn, şer
û teror
3 -
Li ser çanda
Kurdistanêpolîtîkayên
asîmîlasyonê yên bi
darê zorê
4 -
Li Kurdistanê etnîsîte,
çînîbûyîn
û netewîbûyîn
5 -
Li Kurdistanê îdeolojiya fermî
û şêwazê
îqtîdarê
6 -
Li Kurdistanê hayilbûna Kurdan li xwe
ûkurteçîroka
berxwedanê
A -
Ji bo dîrokçeya kin a PKK'ê
pêşnûmeya
nirxandinê
1 -
Yekemîn Pêngava
PKK'bûyînê
2 -
Duyemîn Pêngava
PKK'bûyînê
3 -
Derbarê PKK'ê de hin nirxandin
B -
Li ser navê PKK'ê rexne-rexne lixwegirtin
C -
Di PKK'ê de pirsgirêkên jinûve
avabûnê - Di
Komara Tirkiyê de Reform û Veguherîna
Civakî
D-
Di PKK'ê de wezîfeyên jinûve
avakirinê
û pêvajoya
KOMA GEL
Xwendevanên hêja! Min ev berhema serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê Parastina Gelekî di nav du meh û nîvan de wergerand zaravayê Kurmancî. Ez bi taybet dema wergerê destnîşan dikim ji bo ku were fêmkirin pir bi lez hatiye kirin. Ji lewra jî gengaze gelek kêmasî û qusûrê xwe hebin. Hêvîdarim xwendevan li rewşa min serwext bibin û min bi bexşînin. Xusûsek din heye, pêwîste ez rave bikim. Serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinê de ji parêzerên xwe re diyarkiribû ku ew naxwaze kes bi gotinek wî jî bilîze ji bilî sererastkirina gramerî. Min jî ev nazikiya wî di wergerê de li ber çav girt û hewl da ji nivîsa orjîn veneqetim. Min hevok bi hevok tercume kir. Eger ji ber fikar û nîgeraniyên naverokê nebûyana belkî minê karîbûya hînê zêdetir li gorî têgihîştina zimana Kurdî hevok bihûna. Ez dizanim ev pirtûkê di warê zanistî, siyasî, civakî û rêxistinî de pir were guftûgokirin. Di zaravayê Kurmancî de gelek têgînên siyasî rûneniştine, qasî ku ji dest hat min hewl daye rave bikim an jî termên giştî bi kar bînim. Min hewl neda ez her tiştî bikim Kurdî, min hewl da bidim fêmkirin. Hevalê me Abdulkerîm Aydin (Diyar) tevî karê xwe yê rojane bi fedekariyeke mezin; bi nûra çavan ev berhem di ber çavan re derbas kir û hin kêmasiyên wê sererast kir.
Rêşad Sorgul
Reva ji rastiya civakî, ji texmînan jî wêdetir zehmet e. Bi taybetî, eger mirov bi nijad û kokê, bi civakê ve girêdayî be, ev rastî hê wisa ye. Pêşbirka pêvajoya civakîbûnê bi dayikê re, li derdora heft salî dest pê kir û bi gotina gelêrî heta heftê salî wer diçe. Bi awayekî ilmî û zanistî jî hatiye tespîtkirin ku dayik hêza bingehîn a civakîbûnê ye. Gunehê min bi xwe yê yekemîn ew bû ku min ev mafê dayikî bi guman dît û min pir di temenekî piçûk de biryara civakîbûna xwe da. Li gorî tespîtên dawî yên ilmî, di gerdûna me ya bîst mîlyar salî de civaka mirov bi awayekî taybet afirandiye, minê curet û cesaret bikira bê efendî û dayik bijiyama û ev mijareke bi serê xwe hêjayî lêkolînê ye. Eger min guh bida hişyariyên diya xwe û hewldanên wê yên fetisandinê li ber çav bigirta belkî rê li serhatiyên min ên trajîk venebûna. Lê belê dayika min, semboleke dawî ya bermahiya xwedawendên hezar salan bû ku hem diqediya û hem jî bermahiyeke neçar bû. Ez bi wê zaroktiya xwe hem ji vê sembolê netirsiyam û hem jî min hewceyî bi hezkirina wê nedît ji bo ez xwe azad his bikim. Lê min dizanîbû şertê jiyana min bi parastina namûs û şerefa wê dibe, min ev yek jî ti car ji bîr nekir. Minê şerefa wê biparasta, lê bi awayekî min çawa rast dizanîbû. Piştî ku min ev ders ji xwe re derxist, êdî dayika min ji bo min tinebû. Ew bermahiya xwedawendan li bala min nebû û min hîç meraq nedikir ji bo min çi his dike. Veqetîneke zalimane bû, lê rastiyek bû. Ez nizanim kehanetên wê bûn yan jî nifirên wê bûn, gotinên wê di kêliyên giran ên trajîk de timî bi bîr dihatin. Gotinên wê rastiyên mezin bûn, hozanekî hêja jî nikarîbû tespîtên wer bikirana. Rastiyek wê ya mezin jî ev bû; `Tu bi hevalên xwe pir ewle yî, lê tê tenê bimînî.` Lê rastiya min jî hebû, minê bi hevalên xwe re civakîbûn ava bikira.
Çîroka min a jiyanê bi vî awayî dest pê dike. Eger diya min bixwesta jî jiyaneke wê ya bida min nebû. Ji mêj ve hatibû belavkirin. Ew li qulpek an jî misteke jiyanê digeriya, bi xwe ji dest revandibû, lê ji bo bide min dixwest. Her çenda çîroka bavo cuda be jî ji ya wê dûr nebû. Min rastiya malbata xwe, her tim weke bermahiya klanek xwe ferz dike, lê ji hêzketî, belavbûyî û mîrateyeke ti îdîaya xwe nîne, dît. Civaka gund û civaka dewletê ya fermî a bi dibistana seretayî ket jiyana min, ti car dilê min lê germ nebû. Jixwe min pir tişt jî fêm nekiribûn. Ya xuya dikir ew bû ku min zanîngeha ilmê siyasî ku dihat naskirin û kevin bû, heta sinifa dawî, bi serketineke mezin xwendibû. Encam ew bû, qabîliyeta hînbûnê derbeke xedar a mirinê xwaribû. Paşê min dibistana şoreşê hilbijart ku ew jî mîna kevirê aşekî bêrehim bû, jiyan dihêra. Eger ji destpêkê ve, ez li gorî daxwaz û arzûya xwe çûbûma çiyê, belkî min karîbûya rê neda serhatî û bûyerên trajîk, lê fikara min a ji bo xilaskirina hevalan û afirandinê keys û firsend neda. Dema min xwe avêt ber deriyê nûnerê dawî yê şaristaniyê Ewrûpayê -hem deriyê rojhilat û hem jî rojava- min xwe rûtûtazî di nav hesabên kar û sermayê yên wek bûzê de dît. Di vê qonaxê de êdî ti hêzê ez rêve nedibirim. Belkî bayekî min jî nebû ez bi ber bikevim. Jixwe hebûya jî pir bala min nedikişand. Di vê pêvajoyê de hin hevalên min xwe şewitandin. Gelek xortên egîd û keçên xama amade bûn her tiştê xwe feda bikin. Dilsozî û girêdaneke bêhemta nîşan dan. Lê van qehremanî û fedekariyan ji dijwarkirina tenêbûna min zêdetir ti encam nedidan.
Efendî û giregirên hemû parzemînan destên xwe dan hevdu û bi gotina wan, ez bi komployekê zevt kirim û dema radestî girava Îmraliyê kirim, efsaneyek ku xwe nû dikir hat bîra min. Ew jî ev bû; xwedayê Yewnan Zeûs ji nîvxwedayan Prometeûs bi zinarên çiyayê Kafkasan ve girê da û cegera wî bi qertelan da xwarin. Çawa Prometeûs ji bo azadiya mirovatiyê agir ji xwedayan dizî û cegera wî ya bi qertelan dan xwarin xwe nû dikir. Efsane weke ku di şexsê min de bi cih were xwe nû dikir û dibû rastî.
Dibe ku were pirsîn û fikirîn, çi têkilî di navbera kurteçîroka jiyana min û parêznameya Desteya Giştî ya DMME de heye. Ez bi vê parêznameyê dixwazim vê têkiliyê eşkere bikim. Yek ji hedefên min ên girîng ew e; ez dixwazim bi rêya vê parêznameyê îspat bikim ku têkiliya sermaye-kar ji sihirbazê herî baş sihirbaztir û ji xweda-hukumdarê herî zalim bêrehimtir e. Ti sedsal, mîna sedsala 20. bêrehim û xwînrij derbas nebûye. Ez zarokê vê sedsalê bûm û divê ez vê sedsalê ji hev derbixînim.
Lê belê, bi giraniya îdeolojîk a şaristaniya rojava, mij û morana pêk hatî, analîzkirina rastiyê bi awayekî were fêmkirin zehmet dike. Xilasbûna ji tor û tevna sihirbaz ew çend hêsan nîne. Vê dekûdolaba dawî wê bi hebûna navê wê Tirk e jî bide wendakirin. Belkî jî mirovatiyeke çor û gemarî ya hîç neyê jiyîn li dawiyê were hiştin.
Wê demê eger DMME hêza wê ya mehkemekirinê heye û ji bo ez wê ciddî bigirim, hêja ye û watedar e ku ez parêznameyekê amade bikim. Rojhilata Navîn di van 200 salên dawiyê de di nav çerxa kontrol a şaristaniya Ewrûpayê de ye. Di roja me ya îro de bûyerên diqewimin û yên xuya dikin tam kaos e, û trajediyên rojane ne. Heta îro her tim efendiyan mehkeme kirin. Timî biryarên yekalî wergirtin. Ya xuya dike ew e, ku wezna dadê û huqûqê di destê wan de ye, diwezînin û belav dikin. Ya rastîn di berdêla nirx û karê de ceza hatiye dayîn.
Neheqî û şerên bêrehim ên sedsala 20. berhemên şaristaniya Ewrûpayê bûn. Ewrûpayê li dijî vê, Yekîtiya Ewrûpayê û hêza wê ya dadgeriyê PMME û DMME ava kir. Lewra, eger naxwaze şeklî bimîne divê rast tespît bike ku di şexsê min de çi tê mehkemekirin. Ji serî ve, hewceye baş were zanîn ku li ser sînorê mafên ferdî qenciyek, ji niha ve berdêla xwe, divê tecrîdeke şidandî ya gihîştiye heft salan nebe. Helwestek bi vî rengî wê hem ji bo şexsê min û hem jî ji bo gelê ez nûneriya wî dikim bibe cezayekî rastîn. Ezê di parêznameya xwe de vî cezayî bixim lêpirsînê. Pir eşkere xuya dike, ez ne bi huqûqê fermî û ne jî bi mantiqê parastina urfî li ser mijarê radiwestim. Ez neçar im bi vî awayî nêzî dabaşê bibim. Bi bandora Ewrûpayê trajediyeke gelan heye, ez dixwazim vê yekê hinekî rave bikim û pir kêm be jî ez dixwazim di çareseriyê de keda min hebe, belkî bi vî awayî ez karibim bersivekê bidim bûyerên diqewimin. Bi taybetî, ez bi vê parêznameyê naxwazim rê li ber trajediyên nû vekim ku li ber teqînê ne. Lewra min hewce dît, ez li ser dîroka civakî, Rojhilata Navîn û rastiya Kurd rawestim. Di pêvajoya nû de tevgera PKK'ê divê wek aktorekî nû ciddî were dîtin û eger pirsgirêka Kurd were çareserkirin wê li Rojhilata Navîn li pey hev pêşketinê bibin, bi dersên ji dîroka nêz hatine girtin, şîroveyeke bi rexne li xwegirtinê pir girîng e.
Trajediya modern xemilandî ya cureyekî Îsraîl-Ereb hîmê wê di sala 1917 de bi projeya wê demê ya Rojhilata Navîn peymana "Says-Pîko" hat danîn. Saziyên din ên siyasî ku hatibûn damezrandin, wek amûrên çareseriyê fikirîbûn. Li gorî xuya dikir, texmîn nekiribûn bi vê peymanê bûyerên giran ên roja me ya îro derkevin holê. Ya rastîn, xwestibûn cîlayeke 'modern' li kevneşopiya civaka dewleta despotîk bidin. Ev cîla di roja me ya îro de parçe parçe hildiweşe. Di dawiyê de kevneşopiya dewleteke zêde neçar derdikeve holê ku ew jî bermahiyê despotên pûç ên kevneşopiya etnîsîte-eşîra herî kêm 5000 salî ye. Bi hilweşîna cîlayê re eşkere xuya dikir, çep-rast, netewperest-îslamî, xwedêgiravî rewşenbîr û bizavên polîtîk jî cudahiyeke xwe ya zêde ji vê rastiya civakî nebûn. Di krîza giştî ya civaka kapîtalîst de pêngaveke mezin di warê globalîzbûnê de pêk tê, ji vê bûyerê para Rojhilata Navîn "kaos" dikeve. Demên kaosê taybetiyên xwe yên xweser hene. Wexta qanûnên saziyên berê ava kirine ji hev dikevin û di şûna wan de yên nû serî didin, kaos vê "navber-neqeba" krîtîk û nazik îfade dike. Hewldanên hêzên jiyanê, encamên vê "navbera" afirîner diyar dikin. Di lîteraturê de ji van hewldanan re tê gotin; têkoşîna îdeolojîk, polîtîk û exlaqî.
Kurd timî di nav krîzan de bi barê kevneşopiyeke zalimane, bi hisa çanda komkujiyên li ser stûyê xwe dikeve vê pêvajoya kaosê. Eger bi berpirsiyariyeke mezin û helwestên erênî rê nîşanî wan neyê dayîn, bi hêsanî dikarin bibin hêmanekî şer ê ji trejadiya Ereb-İsraîl wêdetir. Di bin destê dewleta despotîk de kokimî û parçe parçe hatine kirin. Ev taybetiyên wan yên civakî deriyên wan li her cure bandorên der ve vedike. Jixwe li rêvebirineke bi vî awayî wek çarenûs û paradîgmeyeke nayê guhertin serwext dibe. Lê belê, hêza hegemon a serkêşê globalîzmê DYE, bi projeya xwe ya nû a Rojhilata Navîn, Kurdan wek hêmanekî bingehîn dixe rojeva xwe û bi vî awayî pêvajo naziktir dibe. DYE bi polîtîkayeke çor a ceribandinê, li civaka Rojhilata Navîn serê her gavê rê li ber trajediyên nû vedike û bi vî awayî, bi zanebûn an jî bi nezanî rojeveke dawiya wê nediyar, weke ku li ser herêmê ferz kiribe xuya dike. YE vê pêvajoyê li gorî berjewendiyên xwe yên hesabên kar û bi aqil ji dawiyê ve dişopîne. Dewleta despotîk hîn nebûye, yan jî kevneşopiyek wê nîne, Kurdan wek rastiyekê qebûl bike û mîna dost nêzîk bibe. Polîtîkayekê tenê hîn bû ye, ew jî ev e ku "serê xwe rakir lê bide bipelixîne." Tevî vê yekê, kevneşopiya xayîn û hevkar a Kurd "malbatî" ku heta qirikê ketiye, timî kar didin ber. Ev "Kurdayetî" bi qasî ku bi hêsayî dikare bi têgihîştina dewleta destpotîk a herêmî re hevkariyê bike, di heman demê de bi efendiyên emperyal ên nû re jî dikare bêpîvan her cure hevkariyê bike. Jixwe kurdayetiya din kirine malbatokên parçe parçe, heta dawiyê hatiye guvaştin, dor lê hatiye girtin, ji cehaletê jî wêdetir, hem mejiyê wî û hem jî hebûna wî li komkujiyê rast hatiye. Hay jê nîne, "çawa ew dikare bibe ew." Ji vê objeya Kurd, her cure armanc dikarin di nav vê kaosa Rojhilata Navîn de sûd werbigirin. Ev Kurd, gengaz e, bi awayekî hovane û gengaz e bi awayekî herî bedew di avakirina Rojhilata Navîn de were bi karanîn. Eger Kurd bersiva pirsa "Kurdekî çawa?" bi cewherê demokratîkbûnê bidin, bêguman, wê karibin di derketina kaosê de bibin ji hêzên pêşeng ên serketî. Ne tenê ji bo xwe, wê karibin dawî li bêşensiya hemû gelên herêmê yên bextê wan û çarenûsa wan serberjêr diçe, bînin. Her weha wê karibin dawî li encamên xwînrij ên kevneşopiya şaristaniya zalimane ya 5000 salî bînin. Wê karibin koka efendiyên şaristaniya di destpêkê de rê li ber vekirin û bi çavkorî jê re xizmet kirin, biqedînin û rê li ber serdema nifşên azad ên gelan vekin. Naxwe li herêmê pêngavên efendiyên emperyal wê pêş de biçin û eger Kurd bi ser nekevin wê mîna hêzeke ku "bikuje û were kuştin" ji Îsraîl-Filîstînê cudatir nebin xwediyê rolekê û wê li gelemperiya herêmê nikaribin xwe ji vê ristê xilas bikin. Bûyerên niha diqewimin, mîna çirîskên şerê mezin xuya dikin. Em dema li lîstika dewletên Îsraîl-Filîstînê temaşe dikin, hewce nake mirov bibe kahîn ji bo siberoja "dewleta Kurd" texmîn bike. Pêwîst e, mirov wek pîvan, cudahiya di navbera şîdeta ji bo dewletbûnê û parastina rewa ya çekdarî de baş bibîne.
Şêwaz û awayekî çareseriyê yê "bi rêbazên demokratîk û aştiyane" ku xwe nespêre dewletê û kaoseke demdirêj, pir girîng e. Ji bo avakirina saziyên afirîner û watedar hewceye pir zêde mejî were xebitandin û yeqîn dikim ku xebatên bi vî rengî, bi kêfxweşî werin kirin ji hewldanên pîroz in. Min bi awayekî rastîn rexne lixwegirtin û di encamê de ders derxistin û ez ji bo êşên mezin ên bi berpirsiyariya PKK derketine sivik bikim, ezê di vê parêznameyê de hewl bidim rêya alternatîf a çareseriyê rohnî bikim.
Pêvajoya mehkemekirina Îmraliyê her çend di bin şert û mercên ne baş de pêk hat jî, ez rast dibînim ku min ev pêvajo wek zemînê bangawazî û lêgerîna aştiyeke demokratîk bi kar aniye. Ji bo veguherînê ev pêvajo qonaxeke hêja bû. Di vê pêvajoyê de wek pîvan ji bo ez dest ji lêgerîna civaka dewlet û hîyarerşîk berdim, hem pir ponijîm û hem jî hewldanên min çêbûn. Di demên zehmet de ders têne girtin û ez yeqîn dikim ku min jî ev ders girt. Dîsa di vê pêvajoyê de min hem bi awayekî hişk û çor li ber xwe neda û hem jî min bi awayekî bêşeref xwe berneda, ez li dijî van herdu awayan derketim. Ji bo veguherîna Tirkiyê, xweparastina min a li vir, gelek bi kêr hatiye û saziya siyasî ya bi navê AKPê pir bi zanebûn sûd jê wergirtiye. Tevî hemû hewldanên min, hêzên çepgir ên diviya demokratîk bibin, min nekarî bi heman rengî wan jî ji vê yekê sûdmend bikim, bêguman ev xisareke mezin bû. Ne çepgiran û ne jî rastgiran demokrasî guftûgo kirin, bêguman ên bi ser biketana jî ew bûn.
Armanca bingehîn a parêznameya min a DMME ew bû; ez şaristaniyên Rojhilata Navîn û Ewrûpayê rûbirû bikim û li hemberî bûyerên muhtemel biqewimin, bi taybetî Kurdan, bi giştî xelkên herêmê bikim xwediyê alternatîfeke demokratîk. Di vê çarçoveyê de PKK hatibû vekişandin nav sînorên Başûrê Kurdistanê. Dagirkeriya DYE jî rastiya vê helwestê eşkere kiriye. Helwest û nêzîkbûnên ji bo Rojhilata Navîn ku li tevahiya dunyayê têne guftûgokirin, di vê parêznameyê de bi awayekî berfireh hatine danîn. Her roja derbas dibe girîngiya van helwest û nêzîkbûnên hatine desntîşankirin hê baştir eşkere dibin. Di vê parêznameyê de ne dijminahiyeke hişk û çor a şaristaniya Ewrûpayê tê kirin û ne jî helwesteke teslîmwarî ya tê zanîn, heye. Min helwesteke xweser, afirîner û sentezkar bi nazenînî nîşan da.
Min di parêznameya xwe de ku ji Dadgeha Atînayê re pêşkêş kir, pir eşkere nîşan da ka divê mirov mesleyê çawa bigire dest û min bi hostayî nîşan da ku olîgarşiyan gel xistine çi rewşê. Min eşkere li ber çavan raxist ka çawa hewce ye careke din, ji aliyê gelan ve li mesele û pirsgirêkên dîrokî were nerîn.
Ez bi vê parêznameya xwe ya dawî yên beriya wê temam dikim. Ez di vê parêznameyê de destpêkirina pêvajoya guftûgokirina tevlîbûna siyasî û huqûqî ya Asya Piçûk bi YE re li ber çavan digirim. Di serketina pêvajoyê de wê pirsgirêka Kurd rola sereke bilîze. Pîvanên siyasî, demokratîk û mafê mirovan, mumkîne wek pîvanên bingehîn ên çareseriya pirsgirêkê werin dîtin. Lê belê biryara dewlet û hukûmeta Tirkiyê di şûna ji dil bê dîtin, mîna neçariyekê hatiye fêmkirin. Ev helwest, tevî ku tirsa kevneşop a Tirkiyê ji rojava nîşan dide, wê Tirkiyê hewl bide fêm bike. Helwesteke ji dil û azad, wendakirinê bide aliyekî, wê pir mezin bide qezenckirin. Ji damezrandina Komarê ve lîstika bi qerta Kurd a bi Mûsil-Kerkûkê dest pê kir, divê êdî were terikandin. Ji lewra, şoreşên komarê xilikî man, olîgarşî ji rastiyan dûr ket û di roja me ya îro de jî tenê rengê xwe diguhere. Ji bo em bikevin rêya çareseriyê, ji bo yekparebûn û demokratîkbûneke rastîn, hewce ye bi girîngî li ser komara demokratîk û senteza welatiyê azad ê Kurd were rawestîn. Jixwe alternatîfa şaristaniya Rojava ya mafê mirovan û demokrasiyê jî wê ji vê helwestê pêve şens nede helwesteke din.
Wexta pîvanên huqûqa pozîtîf li ber çav werin girtin, ez pir îhtimalê nadim ku bi awayekî ji dil li ser mafên min were rawestîn. Jixwe zemînê aborî-polîtîk ê binê dozê û rastiya mezin a komployê, pir zêde di ser hêza huqûqê re ye. Her weha huqûq bi xwe jî ji bo demeke dirêj siyaseta bi ser sazî û rêzikan e, zêdetir tiştekî din jî nîne. Ev nuqte ji bo DMME jî wisa ye. Lê belê dîsa jî bi karanîna mafê xweparastinê wezîfeyeke huqûqî, siyasî û exlaqî ye. Ev şerê min ê xweparastinê ku şeş sal e dewam dike, yeqîn dikim ku di warê wate û avakirinê de ji xweparastinên min ên berê yên îdeolojîk-polîtîk pir pêşdetir e. Kesên dikarin hinekî din li ser navê mirinê mehkeme bikin divê zanibin xwe jî mehkeme bikin. Kesên hinekî din biparêzin divê zanibin xwe jî biparêzin. Kesên azadiya hinekî din dixwazin divê zanibin xwe jî azad bikin. Bi vî awayî belkî zarokên me yên hîç mafê wan ê azad ji dayikbûnê nebû êdî karibin bigihîjin vî mafê xwe.
Ez wek ferdekî bi serê xwe tenê di nav şertên tecrîdê de mehkûmiyetê dijîm, li aliyê din, parastina xwe ya huqûqî dewam dikim. Ez ketim sala şeşan. Hêsan nîne, mirov di dîrokê de dozeke din mîna vê demdirêj û ji aliyê siyasî ve giran bibîne. Hînê jî diyar nîne wê heta kengî dewam bike. Lê belê hê jî bi israr doz wek serlêdana ferdekî tê nirxandin û ji aliyê civakî û siyasî dûr tê girtin. Pir eşkere, ev helwesta DMME kêmaniyeke mezin e û bi xwe re rê li ber mehkemekirineke adil nebe, vedike. Doza min bi nazenînî di çarçoveya DMME de hat qebûl kirin, lê ji hemû aliyê siyasî û civakî dûr hat girtin. Eşkere ye, hewceyî bi vê helwestê dîtin ji bo aliyekî girîng ê rastiyê veşêrin. Ev bi xwe jî mijareke bingehîn e, divê ez rave bikim. Ferd ji civakê qut dike û dibêje; "ez te dikim xwedî maf" bi vî awayî mehkeme dike. Ev helwest cewherê şaristaniya Ewrûpayê pêk tîne. Hema hema ez bi tevahî di parêznameya xwe ya yekemîn de li ser vê rastiyê rawestiyam. Ezê tekrar û dubare nekim. Lê ez dîsa jî hewce dibînim bi kurtî bînim ziman.
Şertê hebûna cinsê mirov civat e. Ji cinsê prîmat (famîlya herî nêzîkî mirov) yê beriya xwe veqetiyaye û bi civatê bûye mirov. Ev tespît a herî nêzî rastiyê ye, ji aliyê Ilmê Civakî ve tê qebûlkirin. Ferdê bi tenê û jiyana bi civat, çiqas ji hev bêne kirin bila bêne kirin, bi teorîk îspat a wê zehmet e. Ji ber ku ferdê bi serê xwe nîne. Dibe ku ferdê civaka wî hilweşiyayî hebe, lê hîç nebe ew ferd bi bîranînên civaka xwe ya hilweşiyayî li ser piyan dimîne. Ew bi wan bîranînan jî ji bo kêliyekê dibe civakî. Cinsê mirov, bi temamî hêza xwe bi asta têkiliya xwe ya bi civatê re bi dest dixe. Hejar û qelsxistina ferd, şêwazê herî hov ê kolekirinê, tenê hiştin, tecrîd û îzolekirinê ye. Keriyên koleyan, gundiyên serf, karkerên li bajaran dîsa jî civat in. Car caran îsyan dikin û hebûna xwe bi bîr dixînin. Li aliyekî din, tenêtî dijwar hîn dike. Di dîrokê de pêvajoya sulûk û înzîwayê ya hemû zana û peyxemberên navdar vê rastiyê nîşan didin.
Ferdiyet heta tu bibêjî têgîneke bi nakok e. Aliyekî rûyê wê li dijî civakê heye wek xeleka zincîrê ya jê bibe û serbest bikeve. Em ji rêzik û pîvanên civakê yên ne bi zorê re dibêjin exlaq. Ferdiyet zorê dide vî exlaqî. Ya rastîn di şaristaniya Ewrûpayê de ferdiyet bi qelskirina vî exlaqî pêş dikeve. Di şaristaniya Rojhilat de serdestiya civakê li pêş e, lê di civata şaristaniya rojava de ferd li pêş tê. Ji ravekirin û bi navkirina ferd a bi vî awayî du encamên cuda têne bi destxistin. Ferdê serdest û mijok derdikeve tebeqa împaratoriyê, ferdê mehkûm û tê mijandin jî koletiyeke dijwar dijî. Pir xweber û tesaduf nîne, ji koletiya dijwar a sîstema kapîtalîzmê ku li gelemperiya civakê belav kiriye, di sedsala 20. de rûyekî hovane derdikeve holê. Pergal û sîstema ew çend bi efendiyan tê meşandin ku ji nirxên xwe yên bingehîn bûye, ji hêrsa xwe ya kar û qezencê, dikare her hovîtî û dînîtiyê bike.
Tenêtiya ez dijîm, bi giştî têkiliya xwe bi vê sîstema mehkûmiyet û tecrîdê re heye. Civata te, gelê te; eger ji "xwebûnê" hatibe derxistin, ev tê wê wateyê hê tu ji dayikê dibî tu bi tenêtiyeke qels têyî mehkûmkirin. Tu çendîn ji xwe dûr bikevî ew çend tu bi civateke din re dibî yek, lê wê demê jî tu êdî tu nînî. Yan tê tenêbûneke dijwar, yan jî tê xwe radestî rastiyeke din bikî. Feq û dafika Kurd ketinê û min berê behs kiribû jî ev mentiqê dualî bi xwe ye. Wek ji te re bibêjî; ji mirinan mirinê biecibîne. Di roja me ya îro de cudabûn û parvekirina "bi yê din re" pir tê guftûgokirin. Helwesteke rast e, ji bo dewlemendiya civatê li ser hîmê dilxwaziyê cudabûnên werin afirandin bi yê din re werin parvekirin. Lê belê polîtîka homojenkirin û afirandina yek tîp mirov a sîstemê tiştekî din e. Ew qirkirin e. Ew ji holê rakirina nijad û qewman e. Asîmîlasyon e. Tu êdî tu nînî. Li ser rastiya Kurd polîtîka tê ceribandin jî ev cure ye. Çavkaniya wê jî biyo-îqtîdara sedsala 19. û 20. ya nijadperest û faşîzm e. Her cure têgihîştina desthilatiya total e. Armanca wê afirandina nijad û netewekî xurt e, û pê re êrîş û şer tên. Bêguman reh û kokên wê dadikevin heta serdema avakirina destpêkê ya civaka hiyarerşîk, lê bi sîstembûn û belavbûna wê wek polîtîka dewletê xweserî sedsala 20. ne.
Her du şerên mezin ên cîhanê û gelek pevçûnên herêmî, şaristaniya Rojava bi taybetî di bin normên YE de neçarî yekîtiyê kirin. Rewşa Ewrûpayê di roja me ya îro de li hemberî mirovatiyê awayekî rexne lixwegirtinê ye. Ferdekî ji xeleka xwe qutbûyî û desthilatiya dewletê ya berovajî nirxên moralê mezin dibe, xirabiya nekin nîn e. Hela li pişt vê yekê hêrsa kar û qezencê ya sermayê hebe.
Di bin van şertan de mehkemekirina min, em komployê jî bidin aliyekî, dibe sedema cezayekî giran, ji ber ku min civakeke îdeaya xwe wendakirî kiriye xwedî xwestek û li dijî sîstema bi pey hêrsa hêza qezenc û karê ketiye kiriye xwedî çalakî û tevger. Ev tê ferzkirin û kengî were gotin ka civaka min, ka çanda min, ka zimanê min, ka azadiya min, ev hemû dibin cihêkarî û îxaneta bi welêt re. Di şaristaniya Osmaniyan de gunehekî wer nebû. Di sîstema qewmên Tirk de bi giştî cureyekî welê yê guneh nîne. Ev guneh, vedîtin û îcada rejîmên faşîst, nijadperestên şaristaniya Ewrûpayê û rejîmên din ên desthilatiya total in, di sedsala 20. de derbasî sîstema dewleta Tirk bûne. Ji vê yekê jî her aliyê cîhanê para xwe girtiye.
Eger gunehekî min hebe, ew jî ewe ku min jî hinek ji mîkrobên çanda şer û desthilatiyê wergirtine. Wexta ji bo azadiyê, desthilatiya dewletê û şer mîna fermaneke Quranê bi bawermendî hat fêm kirin, ezê jî tevlî lîstikê bibûma. Hema hema her kesê li ser navê bindestan rabû û têkoşiya, nekarî xwe ji vê nexweşiyê xilas bike. Li ser vî hîmî, ez ne tenê li hemberî sîstema serdest, her wiha ez li hemberî Têkoşîna Azadiyê ya min her tiştê xwe ji bo wê danî holê jî gunehkar im. Ezê di vê mijarê de rexne lixwegirtinê ne tenê bi teoriyê, ezê di pratîka esîl a tenêbûna xwe de heta dawiyê bimeşînim. Lê sîstema ku civak û gelek bi zorê û hîleyan ji xwebûnê derxistiye, wê çawa xwe bide efûkirin. Eger mehkemekirinê adil bibe, divê li îdeayên her du aliyan jî were guhdarîkirin û li gorî wê biryar were dayîn. Mehkemekirineke têkiliya xwe ji zanistê qutbûyî ti car nikare adil bibe. Eşkere ye, Ilmê Civakî wê sîleha min a bi tenê be, ezê serî lê bidim. Ez bi qasî ku xwe pê rohnî bikim, ezê karibim li ser rêya rast bimeşim ku ev jî yek ji şert e, ji bo mirov bi şeref û rûmet bibe.
Sîstemeke ev çend bandor li civakê kiribe, wê hilweşandin û texrîbatên wê yên xwezayê neyên ji bîrkirin. Helwesteke femînîst û ekolojîk wê karibe me bigihîne jiyana civakî ya xwezayî. Yek ji mijarên sereke divê baş were ravekirin, alternatîfa polîtîk a gelan demokrasî ye. Ev ji bo destnîşankirina çareseriyê girîng e. Globalîzm, piyasa serbest a mal ku wek fetîşîzmekê pêşkêş dike, mîna alternatîfê bi tenê dixemilîne û datîne pêşiya me, ya rastîn bi vê yekê, dizek û desteserkerê berê ye. Emê jî bi vê zanebûnê, alternatîfa xwe ya demokratîk û ekolojîk hê jî rave bikin û ala jiyana xwe ya nû li ba bikin. Emê bi vê yekê, îdealên wekhevî û azadiyê yên di dîrokê de zêdetir rojane bi cih bînin û bijîn, di heman demê de emê îspat bikin ku hewldanên di vî warî de têk neçûne. Çawa ku di xwezayê de ti tişt tine nabe, ti nirx û buhayên ji bo civakê jî tine nabin û naçin.
Di parêznameyê de ez ji nû ve li ser rastiya civakîbûyînê rawestiyam, ev yek bi ponijandina min a felsefî ve têkildar e. Felsefe wek Ilmekî Civakî divê mîna pêvajoya zayînê rola xwe îro jî bilîze. Li dijî ilmê bûye desthilatdar vegera li felsefeyê şert e ji bo civaka azad derkeve. Demokrasiyek xwe nespêre felsefeyê, bi hêsanî dikare ji rastiya xwe dûr bikeve û di destê demogogan de bibe amûrekî zalimane ji bo rêvebirina gelan. Di dîrokê de bêhejmar mînakên vê rastiyê hene. Ji bo pêşî li vê were girtin, divê aliyek etîk û aliyek jî zanist têkoşîna siyasî were meşandin. Bi vê berpirsiyariyê, em dikarin ji krîza sîstemê bikevin meşa jiyanê ya xwe dispêre azadî û wekheviyê û dîsa bi vî awayî em dikarin jiyana li ser hîmê wekhevî û azadiyê biafirînin.
Têkiliya di navbera xweza û civakê de yek ji mijarên sereke ye, Ilmê Civakî li ser zêde disekine. Tevî ku bandora hawîrdorê ya li ser civakê eşkere ye jî wek mijar hê nû dikeve ber destê felsefê û lêkolînên zanistî. Piştî ku sîstema civakî bandora wê ya di asta felaketê de li ser hawîrdorê derket holê, bal kişiya ser vê mijarê. Dema li ser çavkaniya pirsgirêkê were rawestîn, wê sîstema civakî ya serdest ku bi awayekî xeter ketiye dijberê xwezayê, wê derkeve pêşiya me. Mirov çendîn li hemberî xwezaya hawîrdora xwe xerîb ketiye û biyanî bûye, nakokiyên wî yên civakî û şer zêde bûne. Ev di çavkaniya nakokiyên hundurîn ên civakê de ku bi hezarê salan dewam kirine, eşkere xuya dike û ji aliyê zanistî ve jî ev yek her roja diçe zelal dibe. Di roja me ya îro de sir û şîfreya serdestiya li ser xwezayê ew e ku hemû çavkaniya zevt bike û bêeman bimije. Behsa hovîtiyên xwezayê têne kirin, ji sedî sed rast nînin. Însanê li dijî cins û cûreyê xwe hov bûye, li dijî xwezayê jî bi awayekî xeter hov bûye, ev yek jî bi pirsgirêkên hawîrdorê eşkere li ber çavan e. Ti cins û cureyî bi qasî mirov heywan û nebat tine nekirine. Eger mirov bi vî awayî û lezê karê tinekirinê dewam bike, li dawiyê wê mirovekî bûye dînazor û nifşê wî diqede bimîne. Eger bi vî awayî mirov bi lez zêde bibin û teknolojiyê xirab û hilweşînkar bixebitîne û pêşî lê neyê girtin, di demek pir kin de wê jiyana mirov bigihîje qonaxekê ku êdî nemeşe. Tevî vê rastiyê, şerê di nava civakê de zêde dibin, awayên herî xeter ên rêveberiyên polîtîk, zêdebûna bêkariyê, dûrketina civakê ji nirxên moralê û mirovatiyeke robotwarî wê bibe dînazor. Heta qonaxên pêşketina civakê rast neyên destnîşankirin, wê şerên kevneşopî yên netew, çîn û medeniyetan, bi awayekî rast û teorîk neyên ravekirin û çareseriyê neyên dîtin. Eger sosyolojî bi qasî "dîn" jî nikaribe bersiva pirsgirêkên îro bide, divê hemû sazî û dezgehên zanistî bikevin lêpirsînê. Eger zanist ev çend pêş ketiye çima ev dînîtî û hovîtî? Tê zanîn, bîlanço û encamên xwînrij ên sedsala 20. eger em rûbirû bikin, qat bi qat ji tevahiya dîroka mirovatiyê zêdetir e. Lewra em dikarin bibêjin di avahiya zanistê de kêmanî û çewtiyên ciddî hene. Dibe ku çewtî di tespîtên zanistê de nebin, di bi karanîn û rêvebirina wê de be, lê ev jî zanyaran, zanistê û saziyên wê ji berpirsiyariyê xilas nake. Bêguman ev der hûrûkûr cihê guftûgokirina vê mijarê nîne. Bi bîr û baweriya min, rewşa zanyar û saziyên heyî, hem ji aliyê exlaq û hem jî ji aliyê baweriyê ve, ji rewşa rahîbên li bindestê melîkên destpêkê yên Misir û Mezopotamyayê paşdetir e û bêberpirsiyarî ye. Olên li ser kevneşopiya Îbrahîmî û peyxemberên wan ên li dijî nifşên Fîrewin û Nemrûdan serî rakirin, ji aliyê exlaq û baweriyê ve di pêşketina mirovatiyê de roleke bi kêr lîstin. Ev rol aliyê erênî yê kevneşopiya rehîban e. Ilimdarên di bin fermana desthilatdariyê de timî amûrên qirkirinê didin desthilatdaran û herî dawî jî atom li nava serê mirov xistin. Eger welê be, di têkiliya zanist û desthilatdariyê de çewtiyeke xeternak heye. Em dikarin zanistê wek berhemekî herî hêja yê civakê bibînin, lê bi sedema ku ew çend rê li ber felaketan vekiriye, em nikarin rave û şîrove bikin. Lewra em nikarin saziyên zanistê û zanyaran bi vî awayî qebûl bikin û heta li wan biborin. Em heta vê nakokiya pêştir rave nekin, lêpirsîna me ya sosyolojî û hemû zanistên din jî tê fêmkirin. Em eger tespît nekin, ka sîstemê lîstika mezin di ku de lîst, çewtiya bingehîn di ku de da kirin û siberoj û bergiya mirovatiyê çawa xist pêvajoyeke nediyar, em çiqas teorî û pratîka rizgarî, wekhevî û azadiyê bikin di encamê de emê dîsa bibin karkerekî sîstema civaka serdest.
Di parêznameya xwe de îdîayeke min a girîng ew e; ezê vê nakokiya sereke ya di bingehê şaristaniya Ewrûpayê de nîşan bidim ka çawa rol lîstiye. Ev nakokiya sîstemê heta baş neyê ravekirin wê çewtiyên din ên xeternak destnîşankirina wan kêm bimîne. Sîstema Rojava xwe ji sîstemên din hemûyan dikare bi hostayî veşêre û vedize. Sîstema herî zêde dikare bi propagandayê zêhniyet û moralê belovajî bike. Bihêlin nûneriya wê ya serdema herî azad, hîç zehmet nîne em îspat bikin, nûneriya serdema koletiya hemdem dike. Lewma min hewce dît, ez rengên civakan li gorî xwe bihûnim. Min li gorî xwe serî li şêwaz û awayekî watedar ê ravekirinê da.
Meqseda min ji civaka xweza ev e; cins û cureyê mirov piştî ku ji prîmatan qut bû, komên mirovan sîstemek meşandin heta civaka hiyarerşîk. Pêvajoya piştî prîmatan dest pê dike û heta civaka hiyarerşîk dewam dike, civaka xwezayî ye. Ev sîstem a komên mirov e. Bi gelemperî ev komên mirovan ên ji 20-30 kesî wek klan têne bi navkirin û bi sedema alav û amûrên ji keviran bi kar anîne jî wek serdema mirovatiyê ya Paleolotîk û Neolotîk jî tê bi navkirin. Ev komên mirovan di xwezayê de nêçîrê dikin, gîha û pincaran berhev dikin û çi hazir dibînin xwe pê xwedî dikin. Bi gotineke din, debara xwe bi hebûnên amade yên xwezayê dikin. Hinekî mîna cinsên heywanan ên dişibin wan xwe xwedî dikin. Lewra em nikarin behsa pirsgirêkeke civakî bikin. Klana me, wê timî lêkolîn bike; dema bibîne wê yan berhev bike, yan jî nêçîrê bike. Her ku alet û amûran vedibîne, agir keşif dike, berhemên wan zêde dibe û wek cins pêş dikeve û bi lez ji prîmatan dûr dikeve. Rêzik û pîvanên beridandin û tekamulê pêşketinê diyar dike.
Mijareke din a derbarê civaka xwezayî de were pirsîn, şêwazê îfade û zêhniyetê ye. Mirov di kîjan qonaxa zihnî de şekil wergirtiye, mijarek e, hê jî girîngiya xwe dewam dike. Bi vê ve girêdayî, divê pêştir mirov cih bide zêhniyetê, yan jî avakirin û amûran? Bersiva vê pirsê girîng e. Tevahiya dîrokê, di binê lêgerîna felsefeyên meteryalîst û îdealîst de ev mantiqê dualî heye. Sînorê herî dawî yê zanist gihîştiyê "kûantûm" û "Kozmos" dîtinên gelek balkêş ji me re pêşkêş dikin. Kûantûm wek pirtikên jêr atomê û pêlên fîzîkî qadên nipî nû li me vedikin. Bi vî awayî tespîtên cuda têne kirin, ji hiskirinê heta tercîhên azad, di heman demê de bûyîna du tiştên cuda, ji ber xwezaya mirov, pîvana mirov nikare ti car xwe ji nediyarbûnê xilas bike. Têgihîştina maddeyên bêruh û hişk bi temamî li aliyekî din têne hîştin. Berovajî gerdûneke heta dawiyê zindî û azad derdikeve pêşberî me. Di vê nuqteyê de sirra bingehîn bi taybetî di mirov de dijî. Em behsa îdealîzmê û subjektîvîzmê nakin. Em nakevin guftûgoyên felsefî yên têne zanîn. Em serwext dibin ku li gerdûnê ev çend cihêrengî li sînorê kûantûmê diqewimin.
Em dibînin, êdî ji pirtikên atomê jî wêdetir, di gerdûna pirtik-pêlan de bûyerên diqewimin, bi taybetî "zindîtî" her cureyê hebûnê pêk tîne. Em dema behsa pêderxistin û hiskirina kûantûmê dikin ev vê rastiyê destnîşan dikin. Bêguman ev çend cihêrengiya xwezayê bi mejiyekî mezin û tercîheke azad dibe. Ji maddeyeke bêruh û hişk çawa ev qas nebat, çîçek, ruhber û mejiyê însan zêde dibe. Her çend tê gotin, metabolîzma ruhber ji molekulan pêk tê jî, em heta bûyerên ji molekulan, atom û pirtikên atomê, sîstema pirtik-pêlan wêdetir rave nekin, gengaz xuya nake ku em karibin cûrbecûrî û cihêrengiya xwezayê rave bikin. Bi heman awayî em dikarin kozmosê jî analîz bikin. Li ser sînorê dawî yê gerdûnê (eger hebe) bûyerên diqewimin dişibin bûyerên di kûantûmê de pêk tên. Di vir de têgihîştina gerdûneke zindî derdikeve pêşiya me. Gelo gerdûn bi xwe, nabe ku bi zêhn û maddeya xwe hebûneke zindî be? Di kozmolojiyê de ev pirsek e, her ku diçe zêdetir tê guftûgokirin.
Ji bo mirovê di navbera kûantûm û kozmosê de radiweste em dibêjin "mîkro kozmos". Axir tu dixwazî her du gerdûnan; kûantûm û kozmosê fêm bikî, li mirov serwext bibe û ji hev derbixe! Ya rastîn mirov navika hemû pêhesîna ye. Çiqas agahî û zanebûnên me hene berhemên mirov in. Ji kaûntûmê heta kozmosê di hemû qadan de agahiyên me mirov pêş de birine. Ya divê em lêbikolin pêvajoya pêhesîna mirov e. Ev bi maneyek din, dîroka tekamul û beridandina gerdûna me ya 20 mîlyar salî ye ku temenê wê bi qasî hatiye pîvan. Bi rastî mirov kozmosekî mîkro ye. Ji ber ku di wî de sîstema kûantûmê dimeşe. Em ji pirtikên jêr atomê û pêlan heta molekulên DNA yên pêşketî, beridandina dîroka maddeyê dibînin. Her wiha ji qonaxa herî jêr a nebat û heywanan heta qonaxa pêşketina mirov, hemû pêvajoyên pêşketinên dîrokî mumkîne werin dîtin. Bi awayekî ilmî baş hatiye dîtin ku genê mirov di hemû qonaxên biyolojîk de xwe dubare dike û mezin dibe. Qonaxên pişt re bi civak û beridandinê temam dibe. Bi beridandina civakê re jî zanistê digihîne qonaxa îro. Lewra hukmekî ilmê ye, ku dibêje; mirov xulase û kurtasiyeke gerdûnê ye. Eger em şîroveya xwe ya li ser mirov berfireh bikin, em dikarin îdeaya hin faraziye û hîpotezan bikin. Eger di hemû materyalên mirov pêk anîne de zindîtî, pêhesîn û taybetiyên azadiyê nebûna, wek encama van hemû taybetiyan însan jî wê li cem pêhesîn, zindîtî û azadiyê pêş neketa. Ji tiştekî neyî, tiştekî nû dernakeve. Ev têgihîştina me ya maddeyên bêcan pûç dike. Bêguman organîzasyonek mîna cureyê însan û civak nebe, hebûnek xwedî agahî pêş nakeve. Lê belê di vê organîzasyon û civakê de meteryalên rol dilîzin, xwedî taybetiyên agahî, pêhesîn, watedarî û azadiyê nebin, agahî û zanebûnê jî nikaribin pêk werin û ev dabaşeke tê fêmkirin. Di cewherê xwe de eger tiştek nebe, çima were afirandin? Li gorî vê nirxandinê, ne bi bandorên sivik ên ji xwezaya der ve û ne jî mirov bi awayekî Descarteswarî dibe xwedî agahî, van herdu şîroveyan jî piştrast nake. Fikir û dîtina nêzî rastiyê ew e, ku taybetiyên di gerdûna kûantûm û kozmosê de diqewimin di mirov de jî têne jiyîn. Bêguman ev gerdûn di çarçoveya rêzik û pîvanên xwe yên xweser de dimeşe. Gerdûn di mirov de têne ziman. Encama ji vê tê derxistin ew e ku eger mirov baş were analîzkirin wê gerdûn jî baş bê fêmkirin. Di felsefeyê de hukmê "xwe bizanibe" vê rastiyê îfade dike. Xwezanebûn bingehê hemû zanebûnan e. Lewra zanebûnên bêyî xwe bizanibe werin bidestxistin ji rê derketin û fikirsabitbûnê zêdetir tiştek nîne. Ji ber vê yekê, tevger û saziyên xwenizan ên di civaka mirov de derketine, bûne xwedî roleke serhişk û belovajî. Mirov dema nebe xwediyê agahî û zanebûna xwe, li derveyî vê zanebûnê hemû sîstemên civakî yên têne avakirin dibin sedemên nakokiyên anormal û bûyerên xwînrij, karektera wan a mijok jî bi sedema vê agahiya serhişk û sabit e. Eger welê be, wê demê pêvajoya pêşketina xwezayî ya civaka mirov tê qebûlkirin û wexta em dibêjin; ev yek jî divê bi agahiya mirov bi xwe be, em qanûna bingehîn a gerdûnî yanî qanûna civakî destnîşan dikin.
Li ser hîmê vê feraziyê, emê karibin çi li ser agahiya mirovê civaka xwezayî û agahiyên wî yên derbarê xwe de bibêjin? Mirovê civaka xwezayî klanê ku endamê wê ye, herî kêm wek hemû endamên din ên klanê bi pîvana parastin û hebandinê ya "bêyî wê nabe" girêdayî ye. Her endamê klan û qebîleyê ji yê din jiyaneke cihê û payeberz nafikire. Jiyaneke li derveyî klanê jî nafikire. Dikare nêçîrê bike û heta dikare mirovxuriyê bike. Lê ev hemû ji bo klan û qebîleyê tên kirin. Pîvana di nav klanê de "yan hemû yan hîç" e. Agahiyên derbarê civakê de hemû van taybetiyên klanan destnîşan dikin. Hebûn û şexsiyetek in. Hukum û şexsiyeta ferdan li derveyî klanê nayê fikirîn. Girîngiya klanê di bingehê destpêk û bûyîna şêwaza mirov de heye. Civakeke ku tê de çîn, hîyarerşî, mêtingerî û serhevrebûn nîne. Bi mîlyonan sal meşiyaye. Ji vê mirov dikare encameke wiha derbixe; cinsê mirov wek civak têkiliyên xwe demeke dirêj bêyî serdestiyê bi pîvana piştgiriyê rê ve biriye. Xwezayê wek "dayikek" di himbêza wê de mezin bûye, di mejiyê xwe de bi cih dike. Di nav xwe û xwezayê de tevdebûn pîvaneke bingehîn e.
Sembola têgihîştina li klanê totem e. Dibe ku totem yekemîn têgîna mucered û ne berçav a sîstemekê be. Ev nîzam ku wek dînê totem jî tê nirxandin pîrozbûna destpêkê û sîstema tabûyan ava dike. Klan xwe bi sembola totem pîroz dike. Bi vê rê, cara pêşîn têgîna exlaq jî dikeve jiyana mirov. Pir baş serwext e, eger koma klanê nebe jiyan dewam nake, wê demê hebûnên civakî pîroz in, divê wek nirxên mezin bêne sembolîzekirin û stû ji wan re were xwarkirin. Baweriya dînî jî hêza xwe ji vê çavkaniyê werdigire. Bi vî awayî dîn dibe yekemîn forma têgihîştina civakî. Ew û exlaq hevdu temam dikin. Ji zanebûn û têgihîştinê ber bi baweriyeke hişk ve diçe. Têgihîştina civakê êdî bi forma dîn dimeşe. Dîn bi vê taybetiya xwe, dibe hafiza bingehîn a civakê, çavkaniya exlaq û kevneşopiyeke bi bingeh. Civaka klanê, bi pratîka xwe çendîn zanebûn û têgihîştinê pêş de dibe vê yekê hemû bi totem yanî bi qabîliyeta xwe ve girê dide. Wek sembol totem û di rastiyê de jî koma mirovan her diçe serketinê bi dest dixîne û pê re pîrozkirina serketinan tê. Pîrozkirin qûtsiyetê û qûtsiyet jî dibe hêza civakê. Pîrozbûna bi hêza civakê pêk hatiye zêdetir xwe eşkere bi sêhr û efsûnkariyê nîşan dide. Asta têgihîştinê dikare xwe bi efsûnkariyê bixe pratîkê. Sihirbazî jî dayika zanistê ye. Jin bi sedema timî li xwezayê temaşe dike, zayînê nas dike, jiyanê dibîne û ev yek wê dike zana û hozana civakê. Ji ber vê rastiyê ye, sihirbaz û efsûnkar bi piranî jin in. Bi sedema xebat û tevgera xwe di civaka xweza de çi diqewime, çi dibe, herî baş jin fêm dike. Ji vê serdemê, li ser hemû berhemên hatine verotin û niqirandin şopên jinan hene. Klan yekîtiyek e, li dora jina dayik pêk tê. Zarokanîna jinê, nertina wê li zarokan û bi sedema nebatan baş berhev dike, ew dikare baş xwedî jî bike. Zarok tenê dayikê nas dike, hînê mêr wek milk li ser jinê xwediyê tesîrekê nîne. Nedihat zanîn jin ji kîjan mêrî ducanî dibe, lê dihat zanîn zarok ji kîjan jinê dibe. Ev mecbûriyeta xwezayî, hêza civakîbûna xwe dispêre jinê jî nîşan dide. Peyvên di vê serdemê de bûne têgîn bi piranî mê ne, û ev jî vê rastiyê îspat dikin. Di vê serdemê de şervanî û serdestiya mêr, paşê bi nêçîra heywanên xurt derdikeve pêş. Mêr bi taybetiyên xwe yên bedenî û fizîkî diçe dûr nêçîrê û neçar dimîne klanê ji xeteran biparêze. Ev rolên mêr ên diyarker nînin, sedemên tepisok mayîna wî jî rave dikin. Di nav klanê de têkiliyên taybet hê pêş neketine. Berhevkirina nebatan û nêçîr a her kesî ye. Zarok ên hemû qebîlê ne. Ne mêr û ne jî jin hê taybet nebûne. Ji ber van taybetiyên bingehîn ji civakê re tê gotin civaka seretayî ya komînî.
Wek encam em dikarin bibêjin; forma klanê û awayê wê; zemînê pêşketina têgînên bawerî û zanebûna bingehîn in, di heman demê de bîr û hafiza seretayî û derketina civakê ye. Di klan û qebîleyê de civakeke têkûz a xwe spartiye hêza jinê û hawîrdora xwezayî heye. Mirovatî hebûna xwe bêyî mêtingerî û zordestiyê, bi piştgiriya hevdu dimeşîne. Bi gotineke din mirovatî ji van nirxên bingehîn pêk tê. Ev tecrubeyên civakî yên bi mîlyonan sal ajotine ji dest neçûne, jixwe fikirandineke berovajî tewş û beradayî ye. Di xwezayê de weke ku ti tişt wenda nabe, di şêwazê hebûna civakê de ev rastî hêza xwe hê zêdetir dewam dike.
Yek ji dabaşeke girîng ku zanistê tespît kiriye; pêşketinên pişt re dibin ên beriya xwe jî di hundurê xwe de dihewîn in. Rast nîne ku tê gotin; dijber hevdu tine dikin û bi vî awayî pêş dikevin. Li gorî rêzika diyalektîkê tez û antî-tez di sentezê de hebûna xwe di nav dewlemendiyeke mezintir de dewam dikin. Hemû tekamul û beridandin vê rêzikê piştrast dikin.
Pêşketina nirxên serdema klanê di nav sentezên nû de dewam dikin. Eger îro jî têgînên wekhevî û azadiyê wek du têgînên bingehîn werin naskirin, ev yek bi saya jiyana serdema klaniyê ye. Wekhevî û azadî bêyî bibe têgîneke mirov lê serwext bibe, bi awayekî xwezayî di şêwaza jiyana klan de veşartiye. Ev têgînên bi dizî di bîr û hafiza mirovan de dijîn, dema bêne wendakirin, wê dîsa bi derbên xurt xwe wek pîvanên bingehîn ên civaka pêşketî ferz bikin. Wexta civak ber bi saziya dewlet û hiyarerşîk ve biberide û biçe, azadî û wekheviyê bi dijwarî van saziyan bişopîn in. Ya rastîn a dişopîne di cewherê xwe de civaka klanê bi xwe ye.
Li gorî pîvanên esas têne qebûlkirin, dabeşkirina demên civaka mirov bi awayên cûrbecûr mumkîn dibe. Eger awayên zêhniyetê yên bingehîn pîvan werin qebûlkirin, dabeşkirineke girîng wiha tê kirin; serdema mîtolojîk, metafizîk û ilmên pozîtîf. Eger pîvanên çînî esas werin qebûlkirin dabeşkirinê wiha bê kirin; komîntiya seretayî, koletî, feodal, kapîtalîzm û sosyalîzm, pêvajoya pişt re jî gelek caran wek dabeşekî hatiye nirxandin. Di dîrokê de dabeşkirin li gorî medeniyetên çandê yên bingehîn jî pirî caran hatiye kirin.
Lê belê pîvana ji bo dabeşkirinê ya ez dixwazim esas bipejirînim, aliyê xwe yê felsefî-ilmî girantir e. Tevgera giştî ya gerdûnê wek prensîb esas qebûl dike. Felsefeya ku Hegel bi piranî bi kar aniye û kiriye bingehê felsefeya xwe; tez, antî-tez û sentez, eger wek bingehê sîsteman baş were bi karanîn, wê pêvajoyê zelaltir bibin. Hemû hebûnên di gerdûnê de bi awayekî dualî ne, û bi aliyekî nakok re dikarin tevbigerin û bilebitin. Ev liv û lebat mekanîk nîne. Tevgereke afirîner e, di cewher de guhertin û pircurebûnê pêk tîne. Mînak; mumkîne gerdûn bi dualîteyeke hebûn-tinebûnê were destpêkirin. Dema hebûn û tinebûn têne hemberî hevdu tiştekî nû ava dibe. Ew jî tevger bi xwe ye. Hebûn bêyî tinebûnê nikare tevbigere. Di cewherê xwe de hebûn bi berxwedana xwe ya li dijî tinebûnê heye. Dema hebûn tinebûnê, tinebûn jî hewl dide hebûnê biqedîne, di encamê de aliyê sêyemîn derdikeve holê, bi awayekî wek sentez gerdûna pêk tê derdikeve holê. Helwestek din mîna vê, dualîtiya pirtik-pêlan e. Pirtik û pêl nikarin bi serê xwe hebin, tenê têkiliya di navbera herduyan de tevgerê pêk tîn in û bi awayekî hebûnê sentez dikin.
Dîsa hemrengî û pirrengî jî dualîteyên heman encaman didin. Hemrengî tenê dikare bi pirrengîniyê hebûna xwe îspat bike. Pirengînî nebe, bi awayekî hemrengî tine dibe. Em nêzî kîjan hebûnê bibin, emê li heman rewşê rast bên. Mînakek din a hê dikare me serwext bike, dualîtiya bican û bêcaniyê ye. Ji bilî gerdûna giştî ya bi can, li cîhana me ya pêşketina tevgerê dewlemend dibe, ji maddeyeke cuda û cihêreng xwe bi xwe bi metabolîzmayê hildiberîne û dikare atmosfereke bi can biafirîne. Rastiya pêşketina gerdûnê ya sînor nas nake hê jî ji aliyê zanistê ve tam ji hev nehatiye derxistin û ev çipkirineke awarte temsîl dike. Îzah û ravekirina bicanbûn û zindîtiyê wê bibe yek ji mijarên bingehîn ê zanistê. Nexşeya genan û mijara kopîkirinê nayê maneya çareserkirina vê rastiyê. Dîsa rêza molekulan a rê li ber bicanbûn û zindîtiyê vedike jî bi serê xwe nikare vê rastiyê rave bike. Bêguman ji bo zindîbûnê rewşa der ve ya (atmosfer-hîdrosfer) û nîzama molekulan hewce ye. Lê ev tenê hîmên zindîtî û bicanbûnê ne. Ev nîzama maddî ye. Ya girîngtir ew e ku têkiliya maddî bi rastiya bicanbûn -zindîtî - û manayê re çî ye. Materyalîzma hişk şaşiya xwe ya herî girîng ew bû ku zindîtî û mane bi rêza maddî re yek tişt dihesiband. Fîzîka kûantûm jî vê hemrengiyê hildiweşîne. Şêwazekî mîna pêhesînê neçar tê qebûlkirin. Di nav ruhberan de rewşa mejiyê mirov jî hê bi awayekî seyr balê dikişîne. Mirov dikare, însan wek xwezaya herî baş a dikare xwe bifikire bi nav bike. Ya girîngtir, xweza çima hewce dibîne xwe bifikire? Qabîliyeta maddeyê ya fikirandinê çavkaniyê xwe yê bingehîn heta ku xwe dirêj dike? Wexta em van pirsan dikin, mebesta me afirandina pirsgirêkeke nû ya ji bo lêgerîna xwedayekî nîne. Zêdetir, têgînên gerdûnê, hebûnê û xwezayê bi îzah û ravekirinên ji çavdêriyên me yên seresere wêdetir, hewceyî bi analîzeke baş dibînin. Em bi têgihîştineke (paradigma) gerdûnê ya di hilbirandineke dewlemend, pirreng û pêşketinê de sînor nas nake, rûbirû ne. Têgihîştinên mirovatiyê li ser gerdûnê di serdemên cuda de bi xwe re helwestên cuda yên jiyanê derxistin holê, mînak; paradigamayên zanista pozîtîf, metafizîk û mîtolojiyê, têgihîştin û helwestên cuda yên jiyanê derdixin pêşberî me. Di mîtolojiyê de her tişt xwedayekî xwe heye. Di metafizîkê de sedema liva destpêkê yanî têgihîştina li xwedê heye. Ilmê pozîtîf jî bi meteryalîzmeke hişk hewl dide her tiştî rave bike. Li ser xeteke rast û bi pirsên zêde "çima" felsefeyek tê deribandin û pêşxistin. Eger helwesta cîhana heywanan jî bihata zanîn wê rewşê balkêştir bûya. Gelo teyr û teba bi hiseke çawa li cîhana der ve dinerin. Wek gel dibêje; "mîna ga li trênê dinere" şibandineke seyr e. Gelo nerîna keviran û çivîkan çawa ye. Bêguman helwestek wan jî heye. Bi tevahî xweza helwestek e. Hem jî helwestek e, bêsînor tevdigere.
Ez vê ravekirin û îzaha bi têgînan ji bo vê dikim; rewşa mirov û hebûna wî jî rastî û qewmîneke berçav e. Eger em bi giştî biçin sûbjektîvîzmekê, em karin bibêjin; wê ji destpêkê heta dawiyê wek qewmîn û rastiyekê hebûna xwe dewam bike. Di vê qonaxê de pirsa derdikeve pêşberî me ev e; emê tez, antî-tez û senteza vê qewmîn û bûyerê çawa deynin. Eger em mirov û civaka wî wek hebûneke xwediyê hêza herî watedar bi nav bikin, dualîtiya ji bo vê qewmînê û destnîşankirina senteza wê ya dawî, wê me bigihîne têgînek herî ilmî. Eger em mirov in, û bi mirov re eleqeder dibin, wê demê diyalektîka vê hebûnê (diyalektîk=guftûgoya dualî) çawa dimeşe û ber kîjan sentezên muhtemel ve diçe, yan jî vediguhere. Ilmên civakî di destpêkê de û beriya her tiştî divê van têgînan analîz bike û ji hev derîne. Di nav pêkhatina giştî ya gerdûnê de mirov hebûneke balkêş e, û heta têgînên bingehîn neyên analîzkirin, mirov nikare bigihîje ilmekî rastîn ê civakî. Ya ku divê were kirin, mirov xwe di cîhana qewmîn û bûyerên bêhejmar de nefetisîne. Yek ji sedemên bingehîn tevlîheviya ilmên civakî jî ev rastî ye.
Rastiya civakê ya ji serdemên mîtolojîk dest pê kir, bi dînên yek xwedayî û felsefeya metafizîk hê tevlîhev bû, ket rewşek aloz; bi ilmên pozîtîf jî bi temamî bû girêkeke kor. Lewra teorî, feraziye û têgînên heyî ji ravekirina bûyerên diqewimin zêdetir bi şaşî û çewtiyan hatine dagirtin. Di serdestbûna serdemeke mêtinger û xwînrij a mirovatiyê mîna kapîtalîzm de roleke diyarker a van îzah û ravekirinên çewt heye. Eger mirovatî cewherê bingehîn ê hebûna xwe civatê rast analîz neke, xuya ye encam dînozortî ye. Piştî her du şerên mezin ên cîhanê, civakzanan hewl dan xwe nû bikin. Di encamê de pir kêm tespîtên rast kirin, hewldanên wan pir piçûk man. Ekolên bi îdeal ên mîna Marksîzmê jî tevî hin analîzên bi sînor ê tevlî tespîtên mijara gotinê kirin, bi taybetî, cîhana bindest û mêtingehan a li ser navê wan tevdigeriyan bi têgihîştina siyaset û dogmayên nû ve girê dan û nekarîn xwe ji rola yêdekbûna sîstema civaka serdest xilas bikin. Ya rastîn nekarîn îdeala xwe pêk bînin.
Di qada civakzaniyê de gelek ekolên din jî nekarîne bi qasî komên dîn û felsefeyên serdema destpêkê û navîn roleke serketî bilîzin. Ev yek ji helwestên wan ên li hemberî bûyerên diqewimin baş tê fêmkirin. Di şerên gihîştin asta qirkirinê, hêrsa kar a nehat gemkirin û tarûmarkirina ekolojiyê de para sereke û mezin a ilmê civakî û saziyên wê ne. Ilmê Civakî û saziyên wê, bi awayekî bi ti serdemê re neyê rûbirûkirin, ketiye xizmeta şer û desthilatdariya siyasî, lewra di nav vê rewşê de berpirsiyarê sereke ye. Ilmê Civakî û saziyên wê, bi sedema nekarîne şer û desthilatiyên siyasî rawestînin û hêrsa qezencê ya bêsînor gem bikin, îflas kirine, her weha îxaneta wan a li hemberî mirovatiyê jî îspat dibe. Lewra ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên mirovatiyê, têgihîştineke têr û nû ya ilmên civakî û avahiyên wê, neçare mîna xebateke hêja û sereke di rojevê de cih bigire. Eger bi vî awayî bibe, çalakî û rêxistinî dikare li ser hîmekî rastîn qad û cih bibîne.
Têgihîştina li ilmê civakî ya em dixwazin pêş de bixînin pêwîste di vê çarçoveyê de nêzîkatî lê bê kirin. Feraziye û têgînên bingehîn ên li ser vê xetê, divê wek ceribandinan bêne pejirandin. Hewldanên di vî warî de dikarin zêde bibin, derfetên çareseriyê biafirînin û bibin sazî. Ceribandina me ya pêkanîna têgînên giştî jî divê li ser vî esasî bêne fêmkirin.
Me di beşê berê de rave kiribû ku mirovatî di destpêkê de komên pêşîn ê em karin wek "civata xwezayî" bi nav bikin, pêk tînin. Dîsa me têgihîştina (paradigma) xwe ya gerdûnê eşkere kir. Rêxistiniya civakî ya bi şêwazê klan di zeman û mekan de belav dibe, berfireh û cûrbecûr dibe, ev yek di xwezaya vê şêwazê de heye. Civata li dora jina dayik mezin dibe û nasnameya xwe xurt dike, li gorî agahiyên di dest de hene di nav vê civakê de nerehetiya mêr dest pê dike. Jin-dayik zarok li dora wê zêde dibin û ji bo alîkariya wê bike rû dide hin mêran û ev yek jî rê li ber çavnebarî û hêrsa mêrên din vedike. Ya girîngtir jin-dayik nîzamê malbatiyê pêş de dibe. Di vê nîzamê de xwarin, lixwekirin, alav û amûrên din tîne cem hevdu. Jin bi çavdêrî û rola xwe di sihir-efsûnkariyê de zana dibe. Di vê nîzama malbatî û kedîkirinê de çiqas zarok û mêrên dost (xizm) li dora xwe bide hevdu, ew çend dibe jineke bi hêz. Bi vî awayî rewşeke ayînî ya jinê ku pêşî lê nayê girtin, pêş dikeve. Li gorî belgeyên di dest de, nîzamekî berfireh ê dînî yê xwedawendan, di ziman de nîşaneyên mêbûnê, verotin û niqrandinên li ser asaran, hêza jin-dayikê pir eşkere nîşan didin. Bi awayekî xweza, piraniya mêran dûrî vê nîzamê ne. Jin-dayik kesên bêkêr dibîne û piranî yextiyaran li derveyî vê nîzamê dihêle.
Di destpêkê de ev nakokiya piçûk her ku diçe mezin dibe. Bi pêşketina nêçîrê, hêza mêr a şer derdikeve pêş û bi vê re zanebûna mêr jî zêde dibe. Pîr û yextiyarên li der ve jî têne hîştin li ser vî hîmî, ber bi îdeolojiyeke serwer a mêran ve diçin. Bi taybetî dînê "şamanîzm" vê rastiyê bi awayekî balkêş nîşanî me dide. Şaman zêdetir protîpa rahîbên mêr temsîl dikin. Li dijî jinan bi awayekî sîstematîk tevdigerin û dixwazin nîzama malê pêş bixînin. Dema jin xwediyê nîzama malbatî û kedîkirinê ye, mêr nîvkovî li bin holikan dihewe. Bi şamanîzmê mêr dikare nîzamekî dijber ê malbatê ava bike. Pîremêrên bi ezmûn ên li der ve hatine hîştin û şaman li hev dikin. Ev hevgirtina her du aliyan pêşketineke girîng e. Hin xortan jî digirin nava xwe û bi serweriya îdolojîk hukum li wan dikin. Bi vî awayî di nav komê de rewşa xwe bi hêz dikin. Bi hêzbûna mêr her ku diçe bi qîmet dibe. Hem nêçîrê dike, hem jî klanê li dijî xeterên ji der ve werin diparêze. Di vî karî de taybetiyên eskerî kuştin û birîndarkirin hene. Ev destpêka çanda şer e. Dema behsa man û nemanê tê kirin, neçare her kes bi otorîte û hîyarerşiyê ve girêdayî be. Kesê herî bi qabîliyet, gotin û otorîteya wî jî payeberz dibe. Li dijî çanda jin-dayikê, serweriya çandeke din, dest pê dike, pêş dikeve. Ev pêşketina hiyarerşî û otorîtê beriya civaka bi çîn, di dîrokê de destpêka qonax û werçerxeke girîng e. Naverok û rengê xwe ji çanda jin-dayikê cuda ye. Di çanda jin-dayikê de bi piranî berhevkirina gîhayan û paşê zîraet, xebateke hewceyî bi şer nabîne. Lê nêçîr ku bi piranî bi destê mêran hatiye kirin, çandeke otorîter û dijwar a şer e. Di encamê de otorîteya bavikanî rehên xwe berdidin.
Di civaka bavikanî de otorîterî û hiyarerşî esas e. Têgîna hîyarerşîk dema bi otorîteya pîroz a şaman re dibe yek, mînaka pêşîn a têgihîştina rêveberiya otorîter xwe watedar dike. Ev saziya otorîteyê wê li ser civakê mezin bibe û piştî ku çînîyatî di nav civakê de pêş dikeve, êdî dibe otorîteya dewletê. Otorîteya hiyarerşîk zêdetir şexsî ye, hê nebûye sazî, lewra bi qasî sazîbûna dewletê di nav civakê de xwediyê serdestiyê nîne. Meşa bi vê otorîteyê re nîv bi nîv li gorî dilxwaziyê ye. Girêdan û dilsozî bi berjewendiyên civakê têne destnîşankirin. Lê vê pêvajoya ku dest pê kiriye wê dewletê bizê û biwelide. Civaka Komînî ya Seretayî wê demeke dirêj li dijî vê pêvajoyê li ber xwe bide. Yên berhem di destê xwe de digirin û hiltînin, eger bi endamên komê re par ve bikin, rêz û hurmet, girêdan û dilsozî ji otorîteya wan re tê nîşandan. Berhem hilanîn wek gunehekî mezin tê dîtin. Kesê herî baş ew kes e ku berhemên xwe parve dike. Di civata qebîleyan de hê jî têgihîştina "comerdî-camêrtî" ji vê kevneşopiya xurt a dîrokê tê. Cejin û roşan wek merasîmên roja parvekirina van berhemên zêde dest pê kirine. Kom, ji destpêkê ve, hilanîna berheman wek xeterek li dijî xwe dibîne û dijderketina li vê yekê, wek têgihîştineke hîmî ya dînî û exlaqî dipejirîne. Pir zehmet nîne, mirov şopên vê kevneşopiyê bi awayekî xurt di hemû doktrînên dînî û exlaqî de bibîne. Eger hîyarerşî bikêr be û bi camêriya xwe tiştekî bide, ji aliyê civakê ve hatiye erêkirin. Hiyarerşiyeke bi vî rengî jî roleke erênî û bi kêr lîstiye. Hiyarerşiya jin-dayikê ya bi vî rengî hê jî di nav hemû civakan de cihê rêzê û otorîteyê dibîne. Ev yek di heman demê de bingehê dîrokî yê têgîna "dayikê" ye. Ji ber ku dayik di şert û mercên herî zehmet de dizê û xwedî dike. Di vî warî de jî xwediyê rola sereke ye. Bêguman, hiyarerşî, otorîte û çanda li ser vî hîmî pêk bê, wê girêdan û dilsoziyeke mezin bibîne. Têgîna "dayikê" ji ber vê yekê, heta îro wek bingehê hebûna civakê bi hêz hatiye û wekî din îzaha vê rastiyê nîne. Weke ku yeqîn tê kirin, hurmet û rêza ji dayikê re bi sedema taybetiya wê ya zayînê nîne. Hewce ye dayik, wek rastiya civakî ya herî girîng û têgîna "dayika xwedawend" were fêmkirin. Deriyên wê li rastiya dewletê girtî ne û hemû taybetiyên ku rê nadin dewletê di himbêza xwe de dihewîne. Di çarçoveya vê nirxandinê de wê rast be ku em civaka xwezayî, wek teza destpêka hebûna mirov bi nav bikin. Mirovatiyê bi vê tezê hebûna xwe daye destpêkirin, beriya wê jiyaneke heywanî ye. Piştî wê jî li ser hîmê dijberiyê, civaka hiyarerşîk û dewletê pêş ketiye. Jixwe karekterê antî-tez ê vê serdemê, ji paşvexistin û tepisandina civaka xwezayî tê. Wek tez civaka xwezayî; sîstemeke civakî ye, di hemû warên jiyana mirov de xwediyê roleke sereke ye, û heta dawiya serdema neolotîk (li derdora 4000 BZ) bi tesîr rol lîstiye. Bi awayekî tepisokî heta îro di hemû çaviyên civakê de hebûna xwe dewam dike. Têgînên bingehîn ên civakî jî bi xwe re tîne. Malbat, qebîle, dayik, biratî, azadî, wekhevî, hevaltî, camêrî, piştgirî, cejin, lewendî, qûtsiyet û hwd. gelek rastî û têgîn ji vê sîstema civakî mane. Li dijî vê yekê, civaka dewlet û hîyarerşîk a herî zêde ev sîstem paş xistiye, taybetiyên xwe yên zordest jî ji vê digire. Rewşa xwe ya antî-tez ji vê taybetiyê digire. Ev her du sîstemên civakî di zikhev de dimeşin, ev li gorî qanûnên bingehîn ên diyalektîkê li cih in.
Di vir de nuqteyek ku divê em ji bîr nekin ew e; li gorî têgihîştina me ya diyalektîk, tez û antî-tez hevdu tine nakin, hevdu paşve dixînin û dipesînin. Kengî sîstemên civakî, wek di hemû xwezayê de bibin tez û antî-tez wê hevdu bi hev re bimeşînin û hilgirin. Bêguman têkoşîna di navbera wan de wê rê li ber pêşketinê veke. Ti car tez di rewşa xwe ya berê de namîne, lê antî-tez jî wek qadirekî mutleq ti car pêşiyê xwe naxwe. Xwe pê xwedî dike û pêş de dibe.
Di vê nuqteyê de hewce ye em hinekî din diyalektîkê rave bikin. Di dema Marksîzma dogmatîk de tez û antî-tez di civakê de wek du tiştên hevdu tine dikin hat şîrovekirin. Şîroveyeke bi vî awayî, yek ji şaşiyên bingehîn ên teorîk bû. Di serî de ilmê biyolojiyê di hemû ilman de tê dîtin ku di pêşketin û veguherîna hemû rastiyan de alî hevdu xwedî dikin. Hevdu tinekirin rewşên îstîsnayî ne. Dîtina serdest ev e; tez û antî-tez, hevdu xwedî dikin. Ji bo îfadekirina vê rastiyê mînaka dualî a zarok û dê ye. Zarok bi dayikê re di nava nakokiyê de mezin dibe. Lê em nikarin bibêjin; zarok dayikê tine dike, heye ku em karin bibêjin; hevdu xwedî dikin ji bo nifş dewam bikin. Mînakek din mişk û mar e. Di vir de weznek di navbera pir zêdebûna mişkan û kêm çêbûna maran de heye. Eger mar nebûya, belkî mişkan ji dînozoran wêdetir her der xira bikirana. Her roja derbas dibe çêtir tê fêmkirin ku hebûnên li xwezayê bêmane nînin û hemû di nav ekolojiyê de xwedî cihekî watedar in. Lê dîsa jî têgînên "sînorên mutleq", "nuqteya herî jor" herî kêm li beşekî dema sînorkirî wek têgîn dikarin bêne qebûlkirin. Qanûnên bingehîn ên xwezayê pevgirêdayî û di zikhev de pêş dikevin, êdî hemû ilim jî bi van taybetiyan dihesin.
Wexta min sîstemên civakî nirxandin, guhertinek ez dixwazim bikim di mijara tesadufiyet û mecbûriyetê de ye. Ev her du têgîn bingehê wan qanûnên yezdanî ne. Di sîstema ramanê ya rojava de ev têgîn bi "çimayetiyek" dijwar û bi xeteke dûz a bênavber pêş ketiye û wek min di serî de hewl dabû rave bikim, bi pêşketinên di fizîka kûantûm û kozmosê de hukmê xwe wenda kiriye. Di pêşketina diyalektîkî de ji bo her rastiyê "neqeba kaosê" xwe nîşan dide. Statuya guhertinan vê neqeb-navberê ferz dike. Ev yek jî dide nîşan ku bêyî rawestan li ser xeteke pan a pêşketinê bi muceredkirina zêhnî helwesteke metafizîk îfade dike. Dibe ku her tim mumkîn nebe bi derketina ji neqebê pêşketineke dûz a xetê dest pê bike. Ji ber ku gelek bandor û têkiliyên di wê neqebê de dikarin rê li ber gelek û piralî bûyeran vekin.
Di civakên mirov de ji van neqeban re "herêma krîzê" tê gotin. Ji krîzê pêşketineke çawa ya civakî wê derbikive, asta têkoşîna hêzên di bin bandora vê krîzê de dimînin, wê encamê diyar bikin. Ev encam bi qasî pêşketin dibe, ew çend mumkîne paşketin jî bibe. Jixwe têgînên paşketin û pêşketinê jî îzafîne. Her tim pêşketin li gorî hîpoteza gerdûnê jî nîne. Eger ev prensîb rast bûya wê demê wê îdeatiyeke metafizîkê bihata pejirandin. Li gorî prensîba pêkhatina gerdûnê, em nikarin behsa rastiyên mutleq bikin. Xweza bi mutleqiyetan pêş nakeve. Mutleqiyet neguherînê û wekxwebûnê îfade dike. Jixwe şêwazê hebûna me îspat dike ku tiştên wisa rast nînin. Di çarçoveya neqeba kaosê ya qanûnên xwezayê de pêşketina ber bi mirov ve pir nerm pêk hatiye, vê yekê mirov dikare bi qanûnên ilmên fizîk, kîmya û biyolojiyê bibîne. Di civaka mirov de jî qanûn têra xwe xwediyê karektereke nerm in. Maneya vê jî ev e; neqebên qanûnan pirr in, û zêde ne. Ji bo vê yekê rê didin derketin û pêşketina qanûnên nû. Bi vê ve girêdayî; ji ber ku asta azadiyê ya mirov pêş ketiye, di civaka mirov de pirrengînî û pircelebî derdikeve holê. Nermbûyîn azadiyê, azadî jî pirrengî û pircelebiyê tîne. Bi vê maneyê, mirov mûcîzeyeke xwezayê ye ku herî zêde dikare qanûnên xwe deyne. Lewra civaka mirov bi heman dewlemendiyê, pirr û zêde dikare qanûnên sîstema xwe pêk bîne.
Bi van faraziyeyên bingehîn, dixwazim vê nuqteyê îspat bikim; civaka xwezayî neçar nebû ber bi civaka dewlet û hîyarerşîk ve pêş bikeve, ev qanûneke rast nîne. Dibe ku meylek bi vî rengî hebe. Jixwe meyl mecbûr nîne heta dawiyê û bêrawestan biçe. Di beşê pêş de ezê car caran rave bikim ku tespîta Marksîst a wek "hebûna civaka çînî ji bo pêşketinê mecbûrî bû" li ser navê bindest û mêtingehan, yek ji şaşiyên mezin e. Bi vê tespîtê, sosyalîzm pêşin radestî serdestiya çînî tê kirin. Ji ber vê şaşiyê, marksîzm di dîroka xwe ya 150 salî de bû yedekê kapîtalîzmê. Eger dewlet, çîn û zor ji bo pêşketina civakan wek qonaxên mecbûrî bêne dîtin, wê demê berxwedana civaka xwezayî ya digihîje îro piçûk tê dîtin û heta tine tê hesibandin. Bi destê xwe dîrokê mîna xelatekê dide destê serdestan. Eger hebûna çînan wek çarenûs were qebûlkirin, bêyî hay jê hebe, dikare we bike destikê îdeologên çînên serdest. Ji vî alî ve, li ser navê bindest û mêtingehan roleke xeter dilîze. Dîrok weke ku di bin dagirkerî û êrîşên îdeolojîk û polîtîk ên bi vî awayî de hatiye hîştin.
Hiyarerşî û çînayetî karîbûn pêş bikevin. Lê ev pêşketin ji mecbûriyetê nebû, bi destê hêzên ku dewlet û hîyarerşî ava kirîn, bi xapandin û zordariya wan hat kirin. Li dijî wan, hêzên bingehîn ên civaka xwezayî her tim li ber xwe dan, her tim hatin berbendkirin û di qad û neqebên herî teng de hatin asêkirin. Hin qad û neqeb bi temamî li wan hatin girtin. Sîstema serdest bi polîtîka û propagandayeke bingehîn karîbûye bide xuyakirin ku hemû civak ji dewlet û hîyarerşiyê pêk tê. Ev lîstika bi navê çarenûs û qederê, navnîşana wê metafizîk e. Hema hema dîn, mezheb, felsefe û ekolên ilmî yên neketibin vê lîstikê nînin. Ev yek jî koka wê diçe hezar salan berê ku îdeolojiya rahîb û qiral-xwedayan bi zora mezin a dewletê, bi propaganda û polîtîkayan li ser mejî û beden hukum kirin. Yê xwestiye ji vê lîstikê re mîtolojî, yê xwestiye felsefe û ew jî nebe jê re gotiye ekola ilmî. Encam; rewşa îro ya îdeolojiyên bûne dewlet û ilmên qaşo bêqusûr. Çiqas li ser para Marksîzmê ya di vî warî de were rawestîn li cih e. Ezê hewl bidim, van lîstikan kite bi kite û yên para wan tê de hene eşkere bikim.
Destpêkê nîzama malbatî ya jin-dayikê bû qurbana civaka hiyarerşîk. Di nav sîstem û civakê de ji beşên herî zordestî lê tê kirin, belkî di serî de jin tê. Ev pêvajoya ku beriya dîrokê hatiye jiyîn, di nav ilmên civakî de cih nagire, ev yek ji ber nirxên bi cihbûyî yên civaka serwer a mêr e. Jin hêdî hêdî tê kişandin nav civaka hîyarerşîk û taybetiyên xwe yên xurt ên civakî wenda dike. Ev di civakê de dij-şoreşeke bingehîn e. Em wexta li malbateke xizan a kedkar jî temaşe bikin û rewşa jinê hûr bikolin, emê bi awayekî balkêş û seyr, vê zordestî û xapandinê bi berfirehî bibînin. Bi sedemên pir piçûk û sivik, jin bi sedema namûs û evînê têne kuştin, ev mînak bi xwe jî nîşaneyeke piçûk e, eşkere dike ku bûyerên diqewimin çawa di bin serweriya mêr de ne. Eger ev pêvajo bi cudahiyên biyolojîk ên di navbera jin û mêr de bêne ravekirin, wê ev yekê şaşiyeke bingehîn be. Di têkiliyên civakî de rol û qanûnên biyolojîk derbas nabin. Pir zêde, mirov dikare ji ber taybetiyên nêr û mêbûnê têkiliyan binirxîne ku mijareke bi vî rengî ji bo hemû cinsan gengaz e. Ya rastîn, çanda jin-dayikê bi sedemên civakî ketiye bin tehekumê. Îdeolojî û zordariya tê meşandin bi tevahî ji ber vê yekê ye. Ravekirina mijarê bi ajoyên cinsî û derûnî, beropaşkirineke xeternak e.
Zilamê xurt ê bi nêçîrê bûye xwediyê hêzê li dora xwe komekê bi rêxistin dike û piştî ku li vê hêza xwe hayil dibe û dide qebûlkirin, berê xwe dide nîzama malbatî ya jin-dayikê û hêdî hêdî digire bin kontrola xwe. Ev pêvajo heta damezrandina yekemîn dewletên sîte dewam dike. Em ravekirina herî şahane ya vê mijarê di dema dewlet bajarên Sumeran de dibînin. Nivîsên li ser kevalan, vê rastiyê bi awayekî balkêş û zimanekî helbestwarî tînin ziman. Destana xwedawenda bajarê órûkê Înanna ku pêvajoya dewlet bajarên Sumer da destpêkirin, pir balkêş e. Ev destan pêvajoya bîranîneke pir dijwar tîne ziman. Di destanê de çanda dayikanî û bavikanî, vê pêvajoyê hê di weznekê de ne. Xwedawenda órûkê Înanna diçe qesra xweda Enkî û ji wê derê 104 "me" yên xwe bi rêbazên cuda bi dest dixe û direvîne órûkê. Ev beşa destanê roleke kilît ji bo îzah û ravekirinê dilîze. Mebest ji "me"yan vedîtinên bingehîn ên şaristaniyê ne. Înanna bi israr tîne ziman ku vedîtin ên xwedawend-dayikê ne û di van vedîtinan de ti rola xweda Enkî tine, bi zordarî û qurnaziyan jê dizîne. Hemû hewldana Înanna ew e, vê çanda xwedawend-dayikê ji nû ve bi dest bixe. Li gorî texmînan ev destan BZ di salên 3000 de hatiye gotin. Di vê serdemê de hê hêza jin-dayikê bi hêza çanda bavikanî re di weznekê de ye. Ji vir û pêve, ev çand, ewqas li bêrehmiyekê rast tê, paşê xwe li navenda şaristaniya wê demê (New Yorka îro) Nîppûrê li kerxaneyek bi navê "mûsaqatîn" dît. Rahîbên Sumeran ji xwe re di zîgûratê de harem çêkirin û ji bo gel jî kerxane ava kirin. Bi destana Enûma Enîş ya BZ di salên 2000 de hatiye nivîsandin, em hîn dibin ku xwedawend Dîamat êdî pîrebokeke xeternak e û jina divê were parçe parçekirin temsîl dike. Gotinên dijwar û bêrehim ên di destanê de mehkûmiyetê îfade dikin. Pêvajoya pişt re, dînên yek xwedayî û sîstema civaka bûrjûwayê tê. Sîstema civaka bûrjûwaziyê jinê bi xemil û xêz dike, dixe qefesê û derî li ser digire. Di sîstemên civakî û dîrokî de li ser statuya jinê ewqas bombardûmaneke propagandayê ya îdeolojîk tê kirin êdî mejiyê jinê bi xwe jî ji vê yekê re dibêje çarenûs û bi cihanîna pêdiviyan jî wek hewcebûneke vê qederê dibîne. Dînên yek xwedayî vê yekê wek fermana xwedê dibînin. Felsefeya Yewnan jinê wek sedemê qelsiyê nîşan dide. Wek barekî bêkêr, wek zeviya mêr ku tê ajotin û hêjayî her cure helwestên piçûkxistinê tê dîtin.
Statuya jinê ya ku bi sîstema hiyarerşîk dest pê kir heta neyê analîzkirin û ji hev neyê derxistin, ne dewlet û ne jî civaka çînî ku xwe dispêrên sîstema hiyarerşiyê, wê werin fêmkirin. Ji lewra mirov nikare ji yek mijarên bingehîn a xwe tê de xapandiye xilas bike. Jin, ne wek cinsekê, wek mirov ji civaka xwezayî tê veqetandin û bi koletiyeke berfireh tê mehkûmkirin. Hemû koletiyên din jî bi koletiya jinê ve girêdayî pêş dikevin. Lewma heta koletiya jinê ji hev neyê derxistin û neyê fêmkirin, wê koletiyên din jî ji hev neyên derxistin û neyên fêmkirin. Heta dawî li koletiya jinê neyê anîn, wê koletiyên din jî bi dawî nebin. Jina zana ya civaka xwezayî çanda xwedawenda dayik bi hezarê salan jiyaye. Nirx û buhaya ku her tim hatiye mezinkirin çanda xwedawenda dayik e. Eger wisa be; çandeke berfireh û demdirêj a civakê çawa hat tepisandin û îro bû bilbileke bi xemil û xêz a qefesê. Mêr dikarin li ser vê bilbilê dîn bibin, lê ew dîl û êsîr e. Heta dawî li vê dîlketina demdirêj û kûr neyê, ti sîstemên civakî nikarin behsa wekhevî û azadiyê bikin. Hukmê ku dibêje; asta jinê ya wekhevî û azadiyê, asta civakê ya di vî warî de destnîşan dike, rast e. Balkêş e, hê dîroka jinê bi rêkûpêk nehatiye nivisîn. Di ti ilmên civakî de cihê jinê rast nehatiye danîn. Yê ku herî dibêje; ez ji jinê re bi hurmet im jî, vê yekê bi qasî ku bi kêra arzû û xwestekên wî were, wek hukmekî qebûl dike. Îro jî jin, ji bilî aliyê xwe yê cinsî wek dosteke mirov ji aliyê ti mêrî ve nehatiye pejirandin. Ji bo peydakirina mêrekî ji vê qonaxê derbasbûyî û yan jî afirandina mêrekî bi vî awayî, gaveke bingehîn e, bi aliyê azadiyê ve hatiye avêtin. Ezê vê mijarê hê jî analîz bikim û hewl bidim hê zêdetir hûrûkûr li ser rawestim.
Di civaka hiyarerşîk de mijareke din heye divê em bi girîngî li ser rawestin. Ew jî ev e; pîremêrên bi ezmûn û tecrûbe ciwanan bi xwe ve girê didin û li ser wan bi awayekî zordariyê dikin. Di lîteraturê de ji vê rastiyê re dibêjin; jerontokrasî. Tecrûbe mirovê yextiyar û pîr dike xwedî hêz, lê li aliyê din bi pîrbûnê re mirov qels û hejar dibe. Bi van sedeman, pîr mecbûr dimînin ciwanan bixin xizmeta xwe. Ji bo vê yekê bidin kirin jî bi mejiyê ciwanan dilîzin. Hemû tevgera ciwanan dixin bin destê xwe. Civaka bavikanî ji vê rastiyê hêzeke mezin digire. Hêz û bedena wan weke dixwazin bi kar tînin. Ev hewcehîştina ciwanan heta îro jî zêdetir dewam dike. Serdestiya îdeolojî û tecrûbeyê bi hêsanî nayê şikandin. Xwestina ciwanan a azadiyê jî bingehê wê ji vê rastiya dîrokî tê. Ji zanyarên berê heta ilimdarên îro û saziyên wan, agahiyên wek stratejîk û nazik bi nav kirine ji ciwanan vedizîne. Agahiyên didin, zêdetir ji bo tevizandin û hewcehîştina ciwan e. Yan jî dema agahiyê didinê amûran nadinê, wek taktîkekî neguher ê rêveberiyê timî serî lê digerînin. Sîstemên zordarî û polîtîk ên propagandayê, îdeolojî û taktîk ên li ser jinê têne meşandin, hemû ji bo ciwanan jî têne ceribandin. Xwesteka ciwanan a azadiyê, ne ku ji temenê wan tê, ji vê rewşa zordar a civakê tê. Gotinên mîna; xeşîm, beredayî, serxweş û hwd. ji bo piçûkxistina ciwanan hatine bi kar anîn. Naxwe ti têkiliya wê bi rastiyê re nînin. Dîsa ji bo hêza ciwan berê xwe nede sîstemê û nîzama serdest zirarê nebîne, ciwan bi seksê re tê lebikandin, bi dogmayên çor, jiber û hişk ve tê girêdan. Ciwantiyeke ber bi azadiyê ve ketibe rê, zehmete pêşî lê were girtin. Li serê sîsteman bela herî mezin ciwan in. Di tevahiya dîrokê de bi navê perwerdê ciwantî kirine qurban û tiştên ku aqil jê nagire û xeyal nayên kirin, bi sera de anîne. Di pêşketina civaka hîyarerşîk de piştî jinê, vê rewşa ciwanan roleke diyarker lîstiye. Sîstema ku ciwan xistin bin destê xwe heta dawiyê ji xwe piştrast e. Pişt re sîstemên civaka dewletparêz hatin û hemûyan bi heman awayî kirinên xwe li ser ciwanan ferz kirin. Ciwantiyeke mejiyê xwe hatibe tevizandin û şuştin, mumkîne her kar pê bê kirin. Şer jî di navê de, her karê zehmet dikare bike. Li rêza pêş her kar û xebata zehmet pê tê kirin. Bi kurtî; mirov bi pîrbûnê re qels dibe, lê bi tecrûbeyan dibe xwedî hêz. Mirovên pîr bi hêza xwe ya tecrûbeyê qelsiya xwe ya ji pîrbûnê ji holê radike, ji bo vê yekê jî hêza ciwanan dixin xizmeta xwe. Ev rastiya ku xwe di sîstema bavikanî de bi rêkûpêk kiriye heta îro dewam dike. Divê ez careke din destnîşan bikim ku ciwan hêzeke fizîkî îfade nakin, ew rastiyeke civakê ne. Çawa jintî mijareke fizîkî nîne, rastiyeke civakê ye, ciwantî jî bi heman rengî ye. Yek ji wezîfeyên bingehîn ê ilmên civakî ew e ku divê dakeve çavkaniya van mijaran û rastiyên hatine beropaşkirin û belovajîkirin sererast bike. Di vê çarçoveyê de divê em li ser mijara zarok û sêlekan jî rawest in. Jixwe sîstemek ku jin û ciwan kirin bin destê xwe, yekser nebe jî wê zarok û gedeyan jî bigire bin kontrola xwe. Pir girîng e ku mirov, helwestên belovajî yên civaka dewletparêz û hiyarerşîk li dijî zarok eşkere bike. Zarok ji ber rewşa dayikê mumkîn nabe li ser hîmên rast perwerdê bibîne, lewra ev yek tevahiya bergî û paşeroja civakî dixe nav derewê û belovajî dike. Ji bo zarokan sîstemeke zordar û derewker a perwerdê tê avakirin. Sîstem, bi pir awayên cihêreng hewl dide ku zarok hê di dergûşê de hewce bike. Gotina; "heft salî çibe, bibe heftê salî jî wê ew be." (kurmê şîrî heta pîrî) vê rastiyê îfade dike. Himbêza jiyana azad a civaka xweza ji zarokan re timî wek xeyalekê tê hîştin, û destûr nayê dayîn ku zarok ti car van xeyalan bijîn. Yek ji wezîfeyên esîl ew e ku mirov zarokan bi van xeyalên xwezayê bitamijîne.
Pêwîste carek din were destnîşankirin ku serdestiya sîstema bavikanî mecbûriyet nebû. Her wiha derketina vê sîstemê qanûneke xweber a saf jî nîne. Ji ber ku di pêkhatina dewletbûn û dabeşbûna civakê de qonaxa bingehîn teşkîl dike, divê hûrûkûr li ser were rawestîn. Têkiliyên li derdora jin-dayikê saz dibin, ji têkiliyên hêz û otorîteyê wêdetir bi piştgiriyeke organîk pêk tên û ev şêwazê têkiliyê li gorî cewherê civaka xwezayî ne. Ev şêwazê têkiliyan çep û çewt nîne. Rê nade otorîteya dewletê. Ji ber ku têkilî bi awayekî organîk pêk tên, hewceyî bi derew û zordariyê nîne. Ev nuqte eşkere dike ka çima dînê şamanîzmê bi giranî dînê mêran bûye. Wexta mirov ji nêz ve li şamanîzmê dinere, bi hêsanî dibîne ku pîşeyek e, tê de ji aliyê hêzê ve xwenîşandan û xapandineke xurt heye. Ji bo li ser civaka xwezayî ya nişmî, bi qurnazî otorîte were danîn, bi nazenînî hêz û mîtolojî tê amadekirin. Şaman êdî ber bi rahîbbûn û oldarbûnê ve diçe. Têkiliyên bi pêşiyên pîr û bavpîran re dikevin pêvajoya îttîfaqê. Ji bo serdestiyeke tam hewceyî nêçîrvanên xurt in. Koma herî zêde bi hêz û nêçîrvaniya xwe bawer, hêdî hêdî rengê yekemîn saziya eskerî digire. Di destê van sê beşan de her diçe nirx û qabîliyet kom dibin. Dora jin-dayikê bi qurnazî tê valakirin. Nîzama malbatî ya jin-dayikê her ku diçe dikeve bin kontrolê. Jina berê ku li ser mêr xwedî gotin û bi tesîr bû, hêdî hêdî dikeve bin otorîteya nû. Otorîteya herî bi hêz a yekemîn li ser jinê hat avakirin û ev yek tesaduf nîne. Jin hêz û berdevka civaka organîk e. Heta ew li dawiyê neyê hîştin sîstema bavikanî nikare bi ser bikeve. Ji wê jî wêdetir saziya dewletê nayê avakirin. Lewra li dawîhîştina hêza jin-dayikê qonaxeke stratejîk e. Li gorî agahiyên bi dest ketine û mîtolojiya Sumeran; ev pêvajo pir dijwar û çetîn derbas dibe. Di dînên yek xwedayî de fîgûrê jinê Lîlît-Hawa taybetiyên pêvajoyê bi awayekî balkêş nîşan didin. Lîlît jina serî natewîne, Hawa jî jina teslîmbûyî û çîzkirî îfade dike. Jixwe tê îddîakirin ku jin ji parsûyê mêr hatiye afirandin û ev yek jî pîvana hewcebûn û girêdana jinê ya bi mêr ve eşkere dike. Li aliyê din, di şexsê Lîlît de dijûnên wek lanet, pîrasêr, pîrebok, hevala şeytên û bêbextî yên li jinê hatine kirin, şîdeta xwe li hev rakişandina jin û mêr îspat dike. Bawerî, raman û çanda hezar salan eşkere dike. Eger têkçûna jinê ya civakî baş neyê analîzkirin û ji hev neyê derxistin, wê taybetiyên bingehîn ên çanda civaka serdest a mêran jî rast neyên destnîşankirin. Dibe ku li ser damezrandina civaka mêtiyê hîç neyê fikirandin jî, lê heta damezrandina civakî ya mêr neyê fêmkirin, wê saziya dewletê jî neyê analîzkirin û ji hev neyê derxistin. Bi dewletê ve girêdayî, wê çanda "şer" û "îqtîdarê" rast neyên bi navkirin. Em li ser mijarê hûrûkûr radiwestin, ji ber ku pişt re di encama hemû çînîtiyên civakî de kesayet-xwedayên xeternak, her cure sînor, mêtingeh û canstendinên bûne, divê bêne zelalkirin. Eger mirov, bi paradigmaya çavekî pîroz li laneta mirovatiyê -desthilatadariya siyasî, dewlet- binere, wê wextê di zêhniyeta mirovatiyê de wê dij-şoreşa herî qirêj pêk were. Jixwe ya bûye jî ev e, û wek hêmanê pêşketineke mecbûrî hatiye nirxandin -marksîzm jî di navê de- û wisa têgihîştin dij-şoreşeke herî xeter e. Eger dîrok di vê çarçoveyê de li serad û moxila rexnekirinê neyê xistin, her şoreşa were kirin, wê di demeke kin de bibe dij-şoreş û wê nikaribe xwe ji vê yekê xilas bike.
Pêşî, civaka xwezayî ya cîhana jinê, dûre ya ciwan û zarokan hat hilweşandin. Li ser civakeke nû ya hîyarerşîk bi zordarî û derewê (mîtolojîk) hat avakirin. Bi vê pêvajoyê re di zikhev de dij-şoreşên bingehîn qewimîn. Xweza hat tarûmarkirin û her ku çû mirov li dijî xwezayê rawestiya. Feraziya, bêyî şer û nêçîrê civak nikare bijî, rast nîne. Cureyên heywanan ên bi goşt debara xwe nakin, ji yên bi goşt debara xwe dikin, hezar caran zêdetir in. Pir hindik cureyên heywanan xwe bi goşt xwedî dikin. Wexta mirov hûrûkûr li xwezayê temaşe bike, ji bo debar û jiyanê, pel, pincar û nebatekî dewlemend heye. Heywan encamê pêşketina nebatan e, yanî heywan ji nebatan e. Ev yek li gorî rêzetêkiliya diyalektîk e. Ji ber ku heywanê destpêkê heywanekî din nîne ku bixwe, lewra bi nebatan xwe xwedî kiriye. Mirov dikare goştxwarinê wek ji rê derketinê bibîne. Eger hemû heywanan hevdu bixwarana wê wextê ti cureyê heywanan nediman. Jixwe ev, dijberî rêzika tekamul û beridandinê ye. Di meylên bingehîn ên xwezayê de her tim ji rêderketin dibe. Eger em ji rêderketinê bikin hîmê bingehîn, ev ji bo kîjan cure û cinsî dibe bila bibe, wê ew cure û cinsê qir bibe. Em vê rastiyê bi awayekî balkêş di bi hevremayîna hemcinsan de dibînin. Eger her kes bi hemcinsê xwe re bijî yanî têkiliyeke homoseks deyne, wê xweber dawî li koka mirov bê. Ev îzah û ravekirina kurt jî pir baş, ji rêderketina civakî ya li ser hîmê çanda şer û nêçîrvaniyê, li ber çavan radixîne. Ne tenê ji aliyê maddî ve, çanda kuştinê, ji aliyê manewî ve jî encamên xwe girantir in. Eger komekê, kuştina heywanan û hemcinsê xwe kiribe şêwazekî jiyanê û vê mecbûr bibîne -ji bilî parastina neçar- wê êdî her cure makîne, amûr û saziyên şer wek xebateke bingehîn bimeşîne. Wek saziya bingehîn dewlet, wexta xwe ji şer re amade bike, wê tîr û kevan, bivir û her cure amûrê şer were vedîtin û pêşxistin. Civaka bavikanî ya ku ji civaka dayikanî ya xwezayî derket, di dîrokê de ji rêderketina herî xeter bû û cewherê şêwazê mijokî û kuştinên xeter ên di dîrokê de ye, ku heta roja me ya îro tê. Ev rewş, ne qeder û ne jî mecbûriyet e, tam ji rêderketin e. Dişibe melîkiyeta şer, dîsa dişibe diyalektîka mişk û mar. Ji niha ve, ji teoriyên dewletê re teoriyên "mişk-mar" were gotin, nirxandineke nêzî rastiyê ye. Paşnavê gelek zarokan şêr e, gelek kes xweziya xwe bi şêrbûnê tînin. Ez dipirsim; "ji bo kê bixwe!"
Di van rojan de ez bi agahîgirtineke kêm hîn dibim ku rêze filmên "efendiyê hungulîskê-vegera qiral" deh xelatên Oscarê wergirtine. Bi kurtî di film de hungulîsk îqtîdarê temsîl dike û divê were tinekirin. Tam jî filmekî cîhana faraziye ku Emerîka çêke. Dibe ku maskeya îqtîdarê dikeve û ji niha ve tedbîrên pêşî têne stendin, an jî ji bo hin zêdegaviyên globalîzmê qonaxeke mejî tevizandinê ye. Pêvajoya pêkanîna paradigmayên nû ne, divê amadekariyên wan hebin. Zîrek in. Ji ber ku rûyê rastîn ê îqtîdara klasîk eşkere bibe wê ti hêza xwe nemîne û ew jî vê yekê baş dizanin. Hêzên serdest ên ku cîhanê rêve dibin, wek pêdiviyeke sereke ya xwedabûnê -divê haya wan ji her tiştî hebe, di Quranê de behsa nêzîkbûna xwedê bi mirov re tê kirin û gotina "qasî mûyekî nêzîk e" tê bi karanîn- divê karê xwe bêqusûr bikin, pêş de bixin.
Çanda şer û nêçîrvaniyê, qonaxa dawî ya bigihîjê rêxistinbûneke eskerî ye. Rêxistinbûneke eskerî, çendîn civaka etnîk û xwezayî belav bike, wê pêş de biçe. Rêxistinbûna li dora jin-dayikê, nifş, gen, têkiliyên pêşî yên xizimtiyê pêş de dibe, rêxistinbûna eskerî jî ji mêrên xurt ên ku ji vê têkiliyê qut bûne pêk tê. Eşkere ye, êdî ti şêwaza civakî ya xweza nikare li dijî vê hêzê raweste. Di têkiliyên civakî de êdî zor -ji vê re têkiliya medenî jî tê gotin - heye. Xwediyê hêza zorê diyarker in. Bi vî awayî rê li ber mulkiyeta taybet jî vedibe. Ji lewra tê fêmkirin çima di bingehê mulkiyetê de zor heye. Bi zorê zevtkirin û ji bo xwedîbûna milk xwînrijandin, hisa "ezîtî"yê zêde xurt dike. Bi bandor û hukumkirina ser têkiliyan zor pêş de diçe û tê bi karanîn. Hukumkirin bi xwe re xwedîderketinê tîne. Di naveroka hukumkirinê de xwedîderketin têkiliyeke diyalektîk e. Di hemû nîzamên mulkî de xwedîderketin esas e. Di vê pêvajoyê de êdî komel, jin, zarok, ciwan, qadên nebat lê têne berhevkirin û qadên nêçîr lê têne kirin, mulk têne dîtin. Mêrê bi hêz, bi hemû heybeta xwe gaveke pêşîn diavêje, êdî ji qiral-xwedabûna wî re hindik maye. Şaman-rahîb ji bo amadekirina mîtolojiya vê pêvajoyê li ser kar e. Ya divê were kirin ew e ku ev pêşketina muhteşem bi hostayî di mejiyê mirovê hukum lêkirî de were bi cihkirin. Şerê meşrûiyet û rewabûnê, herî kêm bi qasî zora hişk hewldan û huner dixwaze. Divê di mejiyê mirov de bawerî wisa were bi cihkirin, wek qanûneke mutleq fêm bike. Li gorî hemû agahiyên sosyolojîk, têgîna "xwedayê hukumdar" di vê pêvajoyê de derdikeve. Di baweriya "totem" de ku bi civaka xwezayî re hebû, hukumkirin nebû. Totem wek sembola klan tabû ye, pîroz e. Jiyana klanê çawa be têgînên sembolîzekirinê jî bi heman rengîn e. Bi rêxistinkirina jiyanê û rêzikên wê, girêdaneke xurt heye û bêyî wan jiyan nayê fikirîn. Lewra, totem wek nîşaneya mezin a hebûnê, dest nayê dayîn û pîroz e. Jê re hurmet tê kirin, jê re rêz tê girtin. Totem ji heywan, nebat û eşyayên herî bi kêr tê hilbijartin. Di xwezayê de ka çi can û jiyanê dide klanê, wê jê were bawerkirin û wek sembol bê pejirandin. Bi vî awayî, dînê civaka xwezayî, bi xwezayê re di zikhev de ye. Ne ji bo tirsandinê ye, ji bo bi hêzkirinê ye. Dîn şexsiyet û hêzê dide.
Di civaka nû de totem li dawiyê dimîne û serdema xwedê tê. Xwedayê nû wê totem veşêre û binixumîne. Ewê ji xwedayê nû re li serê çiyan, li binê behran û li ezman cihekî bigerin. Bi vê serdestiya wî tê destîşankirin. Çewa dişibe çîna nû ya efendiyan! Di Tewrat, Încîl û Quranê de navekî xwedê "Reb" e, bi maneya efendî ye. Çîna nû xwe dike xweda û derdikeve ser dika dîrokê. Yek ji navên din ên xwedê ku herî tê zanîn, "El", "Elohîm" e, bi maneya mezinahî û bilindahiyê ye, bavpîr û şêxê ji nav qebîleyan hiltê mizgîn dike. Bi derketina sîstema bavikanî, derketina xwedayên nû jî di hemû pirtûkên pîroz de bi awayekî balkêş tê ziman. Di Îlyada Homeros de, di Ramayana Hîndiyan de, di Kalavela Fîniyan de ev rastî her wisa ye. Eger civaka nû di mejiyê mirov de rewatiyê nebîne, şensê xwe yê jiyînê pir zehmet e. Rêveberî çi beşê civakê yê rê ve dibe nedabe bawerkirin, nikare demeke dirêj bimeşîne. Rola zorê di rêvebirinê de ji bo kêliyekê ye, lê bawerî mayînde ye. Mînaka dîrokî Sumer ku di vî warî de yekemîn nivîsa resen a bi dest ketiye, hûrlêkolîna wê gelekî balkêşe. Di Sumeran de afirandina xwedê harîqa ye. Bi taybetî hilweşîna dayik-xwedawend û di şûnê de rabûn û serweriya bavik-xweda cewherê hemû destanan e. Destan ji serî heta dawî bi têkoşîna Înanna û Enkî, Mardûk û Dîamat tijîne. Pişt re ev hemû destanên dawerivîne nav pirtûkên pîroz, hûrlêkolîna wan a sosyolojîk agahiyên mezin pêşkêşî me dikin. Bê sedem dîrokê ji serdema Sumeran nadin destpêkirin. Eger mirov, dînan, destanên wêjeyî, huqûq, demokrasî û dewletê li gorî tabletên Sumeran analîz bike, belkî jî dikare rêya sereke ya herî nêzî rastiyê ji bo sosyolojiyê destnîşan bike.
Ev dij-şoreşa zêhniyeta bavikanî, belkî jî di dîrokê de hewldana herî mezin a belovajîkirin û ji rêderxistinê ye. Di mejiyê civak û mirov de wer rehên xwe berdane, em hê jî nikarin bostekê ji bandora wê derkevin. Rahîbên Sumeran hê jî hukum li me dikin. Saziyên dewletê yên vedîtin û xwedayên wek îfadeya meşrûiyetê li hev anîn bi awayekî me rêve dibin nahêlin em çavên xwe vekin; li ser dîtinên me yên bingehîn û paradîgmayên me hukum dikin. Gotina Albert Einstein a wek "Hêza kevneşopî û hînbûnê, ji parçekirina atomê zehmetir e." zêdetir wek ji bo van têkiliyan hatiye gotin. Wek vê gotinê îşaret pê kiriye; ma ne hê jî li welatê şaristaniyê, cihê dergûşa dewletê û qesrên pîroz ên rahîbên Sumeran zîgûratan, li navbera Dîcle-Firatê, li Iraqê, ji wexta wan vedîtinan û vir ve, mêtingerî û şerên hîç deng ji wan qut nebû û li ti pîvana mirovatiyê nayên, hê dewam dikin. Ji lewra civaka bavikanî û dewletbûyîn ji bo mirovatiyê ne xêr, berovajî bela herî mezin e. Ev amûrên nû, wê carna mîna gulaka agir û carnan jî mîna gulaka berfê mezin bibin, hawîrdora xwe xira bikin û pîroza pîrozan cîhana me wê bikin êdî lê jiyan nebe. Ehda Qedîm derketina dewletê dişibîne cinawirekî bi navê Levîathan. Aliyekî Pirtûka Pîroz rastiya mezin tespît kiriye. Serîderketina bi Levîathan re timî wek fikareke bingehîn tê destnîşankirin û dibêje; eger ev cinawir neyê kontrolkirin wê "her kesî bixwe."
Ev çanda civakî ku min xwest bi awayekî şematîk nîşan bidim, em dikarin bingehê wê yê dîrokî û cografîk, herî baş li qûntara rêze çiyayên Zagros-Toros û deştên wan bibînin. Em têra xwe şop û bermahiyên civaka xwezayî ya di navenda wê de jin-dayik hebû, di dawiya serdema qeşayî de BZ ji salên 20.000 û pêve dibînin. Em li ser peykeran, di nîzama malbatê, ristin, tevin û destar de timî şopên jinê xuya dikin. Nîşaneyên mêtiyê di karektera ziman de, bi sedema xwedayên destpêkê xwedawend bûn, şopên berçav ên civaka xwezayî ya xwe dispêre dayikê ne.
BZ di salên 4000 de pêşketina otorîteya bavikanî xuya dike. Di civaka nû de hebûna ekserî bi hêz bû ye, zêde zêde şerên qebîleyan hene, şopên qirkirin û stû li hevxwarkirinê têra xwe xuya dikin. Hebûna eşîran, nîşaneyek e, ka ev serdem çiqas dijwar derbas bûye. Civaka bavikanî li wir belav dibe, bi xwe re çînbûna civakê û dewletbûnê tîne. Di dîrokê de yekemîn dewletên sîte BZ di salên 3000 de ava dibin. Mînaka herî berçav sîteya órûk e. Destana Gilgamêş di cehwerê xwe de destana avabûna sîteya órûkê ye. Dikare were gotin; şoreşa herî mezin a dîrokê, li derdora çanda vê sîteyê pêk hatiye. Hûnandina çîroka Înanna-Enkî, xwelihevrakişandina civaka bavikanî û civaka jin-dayikê bi zimanekî helbestwarî yê nazenîn îfade dike. Serdema qehremaniyê ku mînakên wê di her civakê de têne dîtin, di destana Gilgamêş de mînaka wê ya şahane û yekemîn orjînê berçav e. Em yekemîn şerê bajarî û barbaran li vir dibînin. Jin hê jî dûrî têkçûnê ye. Lê mêrê xurt, bi hebûna xwe ya eskerî hêdî hêdî civakê hînî serdestiya xwe dike. Bi hûnandin û tevna xwe ya îdeolojîk, bi saziyên dînî û yekemîn xanedanî û qesrên xwe, civaka şaristan û medenî şeveqê diavêje.
Civaka hiyarerşîk, xeleka navbera civaka xwezayî û civaka dewletparêz e, ku xwe dispêre çînan. Yek ji taybetiyên berçav ên serdemê ew e ku otorîte û hebûna eskerî bi şexs sînorkirî ye. Otorîte bi sazîbûnê re vediguhere. Dewlet bi sazîbûnê re dibe otorîteyeke temen dirêj. Di dîrokê de dewlet belkî jî saziya herî xetere û hînê jî hebûnek e, rastiya wê ya herî kêm tê fêmkirin. Ev yek bi sedema naveroka çanda wê û ji temsîlkirina wê ya berjewendiyên cihêreng û pir celeb e. Her tiştê derbarê dewletê de hatiye gotin û hatiye nivîsandin, tenê dewlet esrarengîntir kiriye û ji bo neyê fêmkirin xizmet kiriye. Mirov çiqas dewletê tenê wek amûrekî zorê bibîne şaş e, ew çend mirov dewletê wek otorîteyekê pîroz bike, têgîn jî xizmetek e ji bo veşartina rastiyê. Analîzên li ser dewletê, yek ji wan mijaran e ku sosyolojî hê ji bînî derneketiye û çareser nekiriye. Eger mijara dewletê bi awayekî berfireh neyê çareserkirin, wê ti nêzîkbûnê ji bo pirsgirêkan û mijarên civakî negihîjin çareseriyê. Di vê analîz û tehlîlê de qenaetek min jî ew e, ku ezê nîşan bidim, yek ji şaşiya sereke ya şoreşgerekî mîna Lenîn di analîzkirina wî ya dewletê de bû.
Ji bo rastiya dewletê baş were fêmkirin, nuqteyên di vê analîzê de hatine destnîşankirin pir bi sînor û kêm in, divê hinekî din werin dewlemendkirin. Mînaka Sumeran, bi sedema orjîn e û wek belgeyên nivîskî gihîştine me, divê em li ber çavan bigirin. Wexta fikir û saziya dewletê were bi navkirin, divê wek tiştekî geh ava dibe geh hildiweşe û di şûnê de ya nû ava dibe neyê nirxandin. Hewcey e têgihîştinên bi vî rengî werin terikandin. Dîsa, şaş e, ku mirov dewletê li gorî civakan û heta li gorî dûrbûna cihûwaran binirxîne û behsa gelek dewletan bike. Dibe ku mirov dewletê, wek civakeke di nava civakê de, weke di nav civaka yekemîn de civaka duyemîn, bi gotineke din civaka li jorê civaka jêr bi nav bike. Nêzîkbûn û helwesteke duyemîn a dibe ku bi kêr were ev e; mirov dikare dewletê wek têgîn û sazî di nav civakê de yan jî li ser civaka jêr, wek rastiyeke daîmî û parçebûnê dike, bibîne. Helwestek din a temamker; ya rast ew e ku mirov dewletê ne wek her otorîteyê, wek otorîteyeke eskerî-siyasî binirxîne. Gelek ilimdar, fîlozof û oldaran têgîna dewletê rave kirine, lê ji ber ku di çarçoveya bawerî û berjewendiyên xwe de li dabaşê nertine, nirxandinên wan ji objektîvîzmê gelek dûr in. Her weha timî girîngî dane aliyekî dewletê. Wexta zirar daye wan, karîbûne bi carekê lanetê lê bînin û bikevin nav sûbjektîvîzmeke mezin û bi tevahî hebûna rastiyê bidin aliyekî. Şoreşger jî, wexta dewlet xira dike, pir xirab û dema ava dike jî baş dibînin, yanî rê li helwesteke exlaqî ya sûdmend vekiriye. Dewlet amûrekî wisa yê civakî ye; kesê bi xwe sazûmankar û berpirsiyarê wê nebe, kesê fîlozofê wê nebe, bi cezbeya desthilatiyê bi pey bikeve û bixwaze bibe xwediyê wê, wan kesan di xwe re derbas dike, yan wan dike xweda, yan jî îmha dike. Taybetiyên bi vî rengî timî nîşan dide.
Wexta dewlet tê bi navkirin, bi piranî gotinên wek qiraliyet, cumhûriyet, demokrasî, monarşî, olîgarşî, dîktatorî, despotî, koletî, feodaltî, kapîtalîst, netewî, unîter, federal û hwd. têne bi karanîn. Ev gotin têgihîştina li cewherê dewletê zehmetir dikin.
Helwestên Rahîbên Sumeran dema ber bi avakirina saziyên mîna dewletê ve diçin, ji bo em dewletê fêm bikin, agahiyên herî durust pêşkêş dikin. Berê perestgeha bi navê zîgûratê ava dikin, wê ber bi asîmanan ve bilind dikin, qatê jor ji xweda û qatê jêr jî ji ebdên wî re têne veqetandin. Beşên navberê jî ji nûnerên çîna navîn re vedikin. Xanî û zeviyên li hawîrdorê bi ser perestgehê ve ne. Teknolojiya xwe ya hilberandinê dixin beşekî perestgehê. Hesabên berhemên bi bereket baş têne kirin. Eşkere ye ku ev destpêka avakirina civakeke nû ye. Di vê civaka nû de hin aliyên civaka xwezayî û hin aliyên civaka hiyarerşîk xuya dikin. Hem ji van civakan û hem jî tiştên bi kêra avakirina civaka nû werin bi kar tînin, parçeyên bêkêr û dibin asteng diavêjin. Tam mîna muhendîsên civakeke pîroz dixebitin. Di destpêka avakirinê de her kes razî ye. Mîna cejin û roşan be. Çerxa mezin hatiye danîn. Mîna bi ava Dîcle-Firatê were gerandin, di dîrokê de yekem car herî zêde berhem tê stendin. Ma ji mirovatiyê re ji vê mezintir cejin dibe? Xwedayetiya herî mezin, ev nebe, ma çî ye?
Bêguman ev avakirina mezin, hêza xwe ji damezrandina şahane ya li qûntarê çiyayên Zagro-Toros digire ku li wir civaka xwezayî ya neolotîk ava bû. Civaka jin-dayikê, li qûntara van çiyan di nava hezarê salan de çandeke mezin afirand. Amûrên hilberandinê bi kar anîn, nebat berhev kirin, çandinî kirin, heywan kedî kirin û xwedî kirin. Huner û hostahiya rahîban jî ew bû ku karîbûn ji vê jiyanê civakeke jor biafirînin û bi teknîka avdaniyê ji tejaneya Dîcle-Firatê hatin û berhemekî zêde bi dest bixin. Vedîtina balkêş a dîrokî di cewherê xwe de wisa pêk tê. Di pêvajoyên paşê de li avahiyê, qatên nû têne zêde kirin yan jî li ser hîmên nû lêkirina dîwaran dubare dibe.
Mekan û cihê vê civaka jor bajar e. Ji vî cihî re ku civaka şareza, sivîl û medenî jî tê gotin, bi qasî bandora xwe ya li ser mejiyê mirov, di şêwazê hilberîna maddî de jî guhertinên mezin ên şoreşgerane dike. Ya rastîn, li gorî civaka xwezayî, bingehekî mezin ji dij-şoreşê re pêk tîne. Zêhniyeta dewlet-bajêr jî hê nehatiye çareserkirin. Sîstematîka mejî, nivîs, gelek pîşe û huner pêş de birine, lê bihayê çi û di berdêla çi de? Gelo şoreşa bajêr bû, yan jî dij-şoreş bû, ev hukum hê jî girîng in, û hêja ye, mirov hûrûkûr li ser bifikire. Divê neyê ji bîrkirin, di serî de dînên mezin ên yek xwedayî, gelek derketin û pêngavên dîrokî, li dijî vê avabûnê hatine pêşxistin. Cendereya nifşê mirov xistinê ji cennetê zêdetir dişibe cehennemê. Ya rastîn, bi mînakên gihîştine heta roja me ya îro, eşkere ye, ji hindikî re cennet û bi giranî ji piraniyê re jiyana cehennemê aniye. Civaka dewlet-bajêr, ji her alî ve, di naveroka xwe de bangawaziyê ji bo hakîmiyet, mulkiyet û zordariyê dike. Hînkirina mirovê civaka xweza ji bo vê jiyanê hêsan nebûye. Ji aliyekî ve, bi xwedayên xeternak hukum li mejiyê mirovên bajêr tê kirin û ji aliyê din ve jî ev sîstem bi pîvaneke jêneger, jinê mîna amûrekî ji rêderxistinê -fahîşetiya destpêkê- pêşkêş dike. Tevî kontrola rojane, ebdiyet bi van saziyan mumkîn û gengaz dibe. Her du sazî jî taybetiyên xwe yên efyonker û tevizandinê hene.
Zêhniyeta avakirin û hilberandinê ya li dora vê civaka orjînal a dewlet-bajêr pêk hat, di pêvajoyên paşê de, di hemû waran de timî hat xurtkirin. Li Sumeran derketiye û wenda nebûye. Ya mîna xelekan heta roja me ya îro hatiye, avahî û zêhniyeta wê ye. Mînakên li sîteyên Misir, Hîtît û Yewnan, versiyonên hinekî cuda yên orjînal in. Bi belgeyên dîrokî jî her ku diçe ispat dibe ku van her sê navendan jî wek xelekên li pey hev, orjîna Sumer esas girtine. Piştî van her sê xelekan, bi ser wan ve Çîn, Hînd û Roma zêde dibin. Bi vî awayî gerdûnî dibe. Ji ber ku armanca me nivîsandina dîrokê nîne, emê li ser van pêvajoyan ranewestin. Ya em dixwazin ispat bikin; tenêbûna dewletê û daîmiyeta wê ye. Bi maneya hebûnê dewlet tenê ye, ji aliyê demê ve, hebûnek her tim di dewletê de xurt e. Mirov nikare ji xwedubarekirin û tekraran re bibêje; saziya dewletê, helwestek bi vî awayî mijarê çareser nake. Tekrar tekrar çareserkirina heman cewherî maneyê pêş de nabe. Tenê dubare dike.
Em wexta ji nêz ve, mînaka Sumerê hûr bikolin, emê bibînin ji destpêkê ve di civaka dewletparêz de du fonksiyon di zikhevdu de dimeşin. Ya yekemîn wek otorîte û zordarî dewlet, ya duyemîn jî wek nîzama hilberandinê ya gelemperiyê ya hemû sîteyê xwedî dike dewlet. Ev her du fonksiyonên dewletê, wek du nakokiyên bingehîn timî mirov bi xwe re lebikandine. Ne pê re dibe, ne jî bêyî wê dibe. Mîna amûrekî zordariyê, saziyek e, xwe lê ragirtin zehmet e. Lê wek amûrekî hilberandin û ewlekariya gelemperiyê, saziyek e, dest jê nayê kirin. Di vir de pirsa li cih a were kirin ev e; gelo ji destpêkê ve ji bo hilberandin û ewlekariya gelemperiyê - berjewendiyê hevpar ên civakê - hewceyî bi zordarî û otorîteyê heye, gelo hilberandin û ewlekariya gelemperiyê ya civakê bêyî dewletê nabe? Eger bêyî dewletê dibe, wê wextê wek amûrekî zorê hewceyî bi dewletê nîne. Jixwe tevahiya mijarê di vê nuqteyê de ye, wek dewlet bi hinek narkotîka xistibe nav xwarineke xweş, dibe amûrê berjewendiyeke mezin û werdigere saziyekê. Hostatiya nîzama dewleta rahîban jî di vê nuqteyê de ye, vê cudahiya me bal kişand ser, pir baş karîbûne veşêrin û bi vî awayî rê li ber çêbûna beşeke mijok û kurtêlxur vekirine. Teorîsyenekî anarşîst wek Bakûnîn ku dewlet mîna "xerabiyek" mutleq dîtiye, dîsa jî dewlet wek xirabûneke mecbûrî û hewceyî pê heye pejirandiye. Marksîzmê jî wek qonaxeke hewceyî pê heye nirxandiye, lê ezê di analîzên paşê de bi berfirehî nîşan bidim ku wek amûrekî zor û zordariyê ji bo pêşketinê hewceyî pê nîne û dîsa xirabiyeke mecbûrî jî nîne. Ji serî ve bûye bela, hîç hewce nebû û pêwîst jî nîne, pişt re tam dibe komeke cerdevan û çeteyeke şêlandinê. Ji vî alî ve, diviyabû dewlet ji roja destpêkê ve wek rîşeke civakî bihata tecrîd û teşhîrkirin û bihata avêtin. Ev a rast bû. Divê dewlet wek amûrekî hilberandin û ewlekariya hevpar a civakê neyê nirxandin, ne ku bi awayekî klasîk dewlet, bi awayekî civakî wek amûrekî were bi navkirin rastir e. Emê di beşê pêş de bi berfirehî li ser vê avabûna civakî rawestin û her weha emê ji vê bi navkirina civakî re jî "demokrasî" bibêjin. Ev nav li cih e, û rastir e.
Prototîpa demokrasiyê, mirov dikare di hîyarerşiya kêrhatî ya civaka xwezayî de bibîne. Di vê komê de ku xwe naspêre hilanîn û mulkiyetê, ji bo ewlekarî û rêveberiya hevbeş jin-dayik û pîremêrê-xwedîtecrûbe, hêmanên bingehîn in, hewceyî bi wan heye û bi kêr hatine. Endamên komê bi awayekî xweza ji wan re bi hurmet in. Lê eger ev rewş were bi karanîn, li ser rêz û hurmeta tê nîşandan otorîte, bi kêrhatin bibe berjewendî, amûrê zorê yê hewceyî pê nîne, wê derkeve holê. Amûrê zorê xwe bi rêbazên hilberandina kolektîf û ewlekariya hevpar vedişêre, ev yek di cewherê hemû sîstemên zordar û mêtinger de heye. Sazî û avahiya herî bêyom a hatiye vedîtin ev e. Ev vedîtineke welê ye; paşê pêre hemû awayên koletiyê, formên dînî û mîtolojiyên xeternak, talan û qirkirinên sîstematîk, şewitandin û hilweşandinê, tên.
Marksîzm dema derketina vê pêvajoyê rave dike, ji himbêza civakeke paşve mayî derketina civakeke pêş destnîşan dike û di vê bûyerê de rola pîrikiyê dide "zorê." Ev nirxandina ji aliyê me hemûyan ve tê parvekirin û pejirandin, hemû têgihîştinên me yên dewlet-şoreş, demokrasî û kirinên me yên çalakî-rêxistinê ji binî ve seqet dike. Vê hevokê wek rexne lixwegirtinê hûn dikarin binirxînin û bawer dikim heta niha di vê çarçoveyê de ti ekola wekhevî û azadiyê nekarî vê rexneyê li xwe bigire û vê helwestê li dawiyê bihêle. Her ekol, tevgera siyasî, dewlet û terîqeta li ser navê gelan û bindestan hat avakirin, bi sedema vê têgihîştina seqet nekarîn pêşî li encamên berovajî bigirin.
Kevneşopiya dewletê wek amûrekî zordariyê, ji şibandina wê ya Leviathan jî wê were fêmkirin, cinawirek e ku ji xwînmijî û mêtingeriyê têr nabe. Her hucre û şanika wî bi xwînê dijî. Emê di gelek mînakan de jî bibînin, ev cinawir, kesên wek xwediyê wî xuya dikin jî di navê de hebûnên xwe yên herî bi nirx jî bêyî teredut îmha dike, qurban dide, mîna gundorekî di ser hemû kevneşopiyên exlaqî yên civakê re derbas dibe. Sultanekî Osmanî li ser navê "silameta dewletê" di şevekê de 17 birayên xwe dixeniqîne û ew baş dizane li gorî pîvana amûra xwedîtiyê lê dike, tevgeriyaye. Di dîroka Romayê hemûyî de, di dîroka Îranê de, amûrê zorê bi awayekî kêfî tê bi karanîn û dîroka dewletên wan bi hovîtiyên bêhejmar tijîne û bi awayekî îdeolojîk kamûflekirina van kiryarên xwe jî wezîfe dizanin.
Saziyên civakî û zêhniyeta dewletê rengê dayê, pir girîng e, bi awayekî hûrûkûr werin kolan. Dûrketin û xerîbketina zêhniyetê ji xwezayê, çînayetiyên dûrî aqilan, gelek rêxistinên taybet, hemû saziyên eskerî, vedîtin û îcadên vî amûrê zorê ne. Ji çanda pîrozkirina xenîmet û talanê bigirin, bi tevahî piçûkdîtina xebatê, ji têgihîştina xwedayekî her tim çi dixwaze ferman dike heta utobyayên cennet û cehennemên sexte, cîhaneke kurtêlxuran a sultan, keyser, şah, raca û împaratorên heta erşê xwedê hatine bilindkirin. Bi hezaran sal e, li ser navê van pîrozî û mezinbûnên nava xwe pûç di cihokan re xwîn herikî.
Ha bi cihkirina şoreşgeriyê di naveroka amûrê zorê de, ha rol dayîna şoreşgeriyê ji bo şêr, ti ferqa xwe nîne. Wexta em dewletê bi nav dikin û dinirxînin, divê em bandora wê ya li ser reng û dirûvgirtina civakê înkar nekin, naxwe emê bikevin anarşîzmê. Dewlet bi her du aliyê xwe jî rastiyek e û her tim di gotina dawî de diyarker bûye. Eger em van aliyê wê jî destnîşan nekin wê bi navkirina me pir kêm bimîne. Ya divê em bikin ev be; em aliyê hewce û aliyên ne hewce yên desthilatdariya dewletê ji hev bikin. Pêwîst e, em ne wek zora mecbûr a xirab, ne jî wek hebûneke mezin a pîroz nêzîk bibin. Şaşiyên mirov ên herî mezin di nav kêliyekê de dikin, ji nêz ve bi van helwestên yekalî têkildar in.
Em wexta dibêjin, yek ji taybetiyên bingehîn ê dewletê ew e ku her wek xwe maye, bêguman diyar e, em naxwazin bibêjin, di awa û şêwazê wê de guhertin nebûye. Berovajî, wek xwe mayîna cewher, neçar dihêle ku dirûv û awa biguherin. Ev yek wek pîvana diyalektîkê ji bo her bûyer û rastiyê derbas dibe. Em dewletê herî demdirêj û bi awayekî kûr, dikarin di civaka koletiyê de bibînin û çavdêriya li vê serdemê, wê agahiyên me dewlemendtir bike.
Em dewletên koledar bi awayên wan ên herî saf di civaka Sumer û Misir de dibînin. Forma dewleta koledar a Sumer û Misir, di pêşketina zêhniyeta civakî, şêwazên sazîbûna aborî û sosyal de guhertinên bingehîn kirine. Cîhana zêhniyeta civaka xwezayî, xwe dispêre têgihîştina xwezeyeke zindî û ruhber. Her hebûna di xwezayê de xwedî ruh tê qebûlkirin. Ruh wek sedemên zindîbûnê dihatin zanîn. Di têgihîştina dînên totemîk de hê têgihîştina xwedayekî ji der ve hukum bike pêş neketiye. Bi nazenînî hewl tê dayîn, ji bo bi ruhên di xwezayê de yanî bi hêzên wê re li hev were kirin. Ji ber ku rewşeke berovajî maneya wê mirin e. Wexta têgihîştin ev bû, hewceyî bi lihevkirineke awarte heye. Li gorî pîvana bingehîn a ekolojiyê, em bi jiyanê re rûbirû ne. Ji bo jiyana civakî bi hêzên xwezayê re neyê dijberî hevdu, hewldaneke girîng heye. Wexta exlaq û dînê xwe pêş de dibin, prensîba bingehîn a lihevkirina bi xwezayê û hawîdorê re li ber çav digirin. Ev prensîba jiyanê, ew çend di mejî û zêhnan de bi cih dibe, wek kevneşopiyeke exlaq û dîn li ser seran tê girtin. Ya esas, ev prensîbeke herikînê ya jiyana xwezayî ye, di nav civaka mirov de bi cih bûye. Ti hebûn nikare hawîrdora xwe li ber çav negire. Ji rêderketinên demkin, bi herikînê re bi şert û mercên der ve û hundur ên nû re tevî pêvajoyê dibin. Naxwe bi tevahî li derveyî sîstemê dimînin, hebûna xwe wenda dikin. Girîngiya prensîba ekolojiyê di civaka mirov de ji vê taybetiya bingehîn a xwezayê tê.
Bi avabûna civaka dewletparêz a koledar re, ji vê pirensîbê qutbûn û ji rêderketineke ciddî bû. Têkiliyeke xurt a pirsgirêka hawîrdor û ekolojîk bi pêkhatina vê civakê û destpêka şaristaniyê re heye. Şaristaniya civaka çînî, civakek e, bi xwezayê re li hev nake. Sedema bingehîn a vê rastiyê ew e ku civaka nû, bi paradîgma û cîhana zêhnî ya koledar a bi dij-şoreşekê re eleqer e. Di civaka xweza de hemû endamên komê di tevahiya jiyanê de bi awayekî organîk cih digirin. Her kes ji dil û durust parçeyekî civakê ye. His û baweriyên wan hevpar in. Têgînên xapandin û derewê hîç pêş neketine. Weke ku bi xwezayê re bi zimanê zarokan bipeyivin. Li gorî qanûnên civakê yên kirine dîn û exlaq, hukumkirina li xwezayê û xirab bi karanîn, gunehekî herî mezin -tabû- û xirabî ye. Di civaka dewletparêz a koledar de ev têgihîştina bingehîn a exlaqî û dînî hatiye beropaşkirin. Ji bo meşrûiyeta civakî bi qasî zorê hewceyî bi derewê jî tê dîtin. Ji ber ku sîstema koledariyê bi tenê bi zorê nayê meşandin. Eger hûn civakê bi baweriyên xurt û bingehîn ve girê nedin, hûn nikarin sîstemê rê ve bibin.
Ev vedîtinên bingehîn ên îdeolojîk ên rahîbên Sumer û Misriyan ku tevahiya dîrokê û hê jî bandora xwe dewam dikin, di vê qonaxa dîrokê de derdikevin. Bi têgînên nû afirandin, şêwaza fikrê ya bi riya mîtolojiyê hûnandin û ev yek kirin hîmekî bingehîn ji bo meşrûiyeta sîstemê. Taybetiya bingehîn a van mîtolojiyan -mîtolojî, bi zimanê Yewnanî çîvanok û efsane - ew bû ku cîhana xwedayan a nû derxistibûn ser bûyerên xwezayê. Xwedayên destpêkê En, Enlîl û Ra, cîhana efendiyan - Reban - pir bi hostayî mezin dikin û vedişêrin. Hukumdariya çîna koledar a ava dibe bi xwedabûnê re di zikhev de mezin dibe. Efendiyên nû, çawa bêyî bixebitin bi hukumdariyeke bêhemta li ser text û di qesran de xwediyê jiyanê ne, her weha nîşaneyên wan ên xwedayî ku hatine hûnandin û biriqandin jî, di ser hemû hêzên xwezayê re ne. Hakîmiyeta civakî siya xwe daye ser hakîmiyeta xwezayî. Li ser dînê ruhberiyê yê xwezayê, dînê xwedayan ên ferman dikin, hatiye ferzkirin. Li cihê ku pêvajoyên xwezayî bi ruhan werin ravekirin, bi xwedayan tê ravekirin, ev yek di zêhniyetê de dibe guhertineke bingehîn.
Bawer dikim tê fêmkirin, ka çima ji vê pêvajoyê re ne şoreş, dij-şoreş tê gotin. Ji ber ku di dîrokê de pêvajoya herî xeter û neyênî daye destpêkirin. Pir girîng e, em hinekî din, hûrûkûr li ser mijar û dabaşê rawestin. Têgihîştina xwezaya zindî, li derdorên ilmî yên îro, yek ji mijarên sereke ye, herî zêde tê guftûgokirin. Wexta me fîzîka kûantûmê rave kiribû, em bi kurtî li ser vê yekê rawestiyabûn. Ya rastîn, mîna ku di civaka xwezayî de nebe jî, her hebûna xwezayî qanûnek xwe ya tevgerê û asta xwe ya manayê heye. Ev têgihîştin yek ji dîtinên herî şoreşger, tê qebûlkirin. Sûbjektîfa hebûna bûye maddî rê ve dibe enerjî ye. Enerjî maddeyeke rastî nîne; bi gotineke din ruhê maddeyê ye. Her roja diçe, bi cureyên cihêreng ên enerjiyê di xwezayê de pencereyên pir nû têne vekirin. Wexta tê gotin; wê paşerojê bibe ya fizîka kûantûm a "nanoteknolojî" ev pêşketin tê destnîşankirin. Di encamê de bi awayekî cuda be jî şêwazê civaka destpêkê bi herikîna xwezayî re lihevkirî, bi têgihîştineke rast, jiyana ekolojîk esas digire. Mirovatî ji ber ku ji vê prensîbê qut bû û dûr ket, îro pirsgirêka hawîrdorê gihîştiye asteke xeter û tehlûke. Di bingehê qutbûn û dûrketinê de jî zêhniyeta şaristaniya civaka çînî û şêwazê hilberandina wê, heye.
Bi vê mijarê ve, nuqteya duyemîn a girîng, qutbûna têkiliya di navbera mejiyê hisî û mejiyê analîtîk de ye. Vê qutbûnê rê li ber xeter û cudahiyeke mezin vekiriye. Mejiyê hisî bi hemû ruhberan re heye. Bi gotineke din, di hemû pêvajoyên xwezayî de rewşa xweser a sûbjektê, rewşa mejî ye. Mejiyê hisî di pêvajoya xwezayî ya tekamulbûna ber bi cinsê mirov de hêdî hêdî ber bi mejiyê analîtîk ve diçe. Di mejiyê analîtîk de hilbijartin bi lez e, lewra qabîliyeta wê ya guhertinê xurt e. Lê di heman demê de aliyê wê yê ji rêderketinê jî ew çend xurt e. Mejiyê hisî, tevî ku basît e, bi xweseriyeke ajoyên hundurîn zelal e. Yanî tê maneya veguherîna refleksên bi şert, bi refleksên bêşert.
Ji bo hînbûnê ajo rêbazeke basît in, lê bi îstiqrar in. Berhemê tecrubeyên bi sed hezar salan e. Lewma bi hêsayî naxapin. Taybetiyek wan a din jî ew e ku bi jiyanê re têra xwe têkildar in. Li hemberî şertên der ve û hundur ên jiyanê eleqeder dikin an jî gef dikin, yekser reaksiyon nîşan didin. Lê ev aliyê wan, bi lez pêşî li rola wan a mejiyê analîtîk digire. Dîsa jî ji bo jiyanê mejiyê esas mejiyê hisî ye. Şîrove nake, dide jiyîn. Şîrove çiqas pêş dikeve, ji rêderketin jî ew çend zêde dibe. Mejiyê analîtîk bi şîroveyê, rêyên nû dide ber mejiyê hisî û şikil dide tevgera wî. Ev yek zêdetir ji bo cureyê mirov ê pêşketî wisa ye. Jixwe şêwazê jiyana civakî ya cureyê însan bi asta pêşketina mejiyê analîtîk re têkildar e. Yê bi awayekî lezgîn civakê pêş de dibe mejiyê analîtîk e. Lê ji ber ku ji hisan bêpar e, wexta serbest dimîne, xeter e. Bi taybetî, mejiyê analîtîk piştî ku hînî çanda şer û desthilatiyê dibe, pir xeternak dibe. Mejiyê analîtîk ê em qalê dikin di şerên îmhayê yên serdeman de bi awayekî balkêş xwe nîşan daye. Ji ber ku wek makîneyekê dixebite, ji hisên mîna êşê, tirsê û hezkirinê bêpar e. Bi sedema sempatî û empatiyê nas nake, taybetiya xwe ya îmhaker bi awayekî pir xeternak ferz dike. Berovajî vê yekê, dema bi mejiyê hisî re lihevkirî bixebite, ji bo pêkhatina civakên herî têkûz ên xwedî qabîliyeta analîzeke payeber, roleke diyarker dilîze.
Di serdema civaka dewletparêz a koledar de ev her du mejî ji hevdu veqetiyane. Belkî jî di asta herî jor de, ji mejiyê hisî yê li ser civaka xwezayî serwer bû veqetîneke mezin dibe, û di şûnê de mejiyê çînek li ser hunerê mêtingerî û zordariyê diponije, yekem car derdikeve pêş me. Ev bûyerek e, wê bi xwe re encamên xeternak bîne. Berhemê pir zêde yê koledariyê ku li ser berhemê zêde yê civaka neolotîk pêk hat, ji bo avabûna vê çînê bû zemînê maddî. Tenê bi rêvebirina hilberandinê dest datîne ser piraniya berheman. Piştî vê yekê, dor tê avakirina zêhniyeta van berheman biparêze. Di encama lêgerînê de xwedayên mîtolojiya nû yên ferman dikin derdikevin ser dika dîrokê. Pêvajoyeke xurt a mejiyê analîtîk dest pê dike. Mijarên herî zêde ev mejî li ser sekiniye, dîtina rêzikan ji bo rêvebirina ebdan e. Di heman demê de ev rêzik wek fermana xwedayên namirin nîşan dane. Ji ber ku ev mijar di dîroka mirovatiyê de cihekî girîng digire, ev dibe sedema meznahiya rahîbên Sumer û Misrê. Mejiyên wan ên ji civak û jiyana xwezayî qut bûyî, sîstemeke mezin a mîtolojîk a hunandî afirandiye. Ji bo ebdan pê bidin bawerkirin, sîstema dibistanên efsûnkar, perestgeh û peyker ava kirine. Di şûna dînên ruhparêz ên civaka xwezayî de ku zirara wan nebûn, dînên xweda yên ferman dikin afirandin û stû tewandin daîmî kirin. Ketin cîhana tirsê, belovajîkirin û anîn ziman ka çima hewce ye ji xwedayan bitirsin û wexta guh bidin xwedayan wê çawa bêne xelatkirin. Ev xebat bi nazenînî û hostatî kirin. Yekem car utopyayên naveroka xwe cennet û cehennem vedîtin. Ya esas, ji çîna efendiyên nû re sîstema îdeolojîk tê avakirin ji bo bi wan re were lihevkirin. Şêwazê fikrê mîtolojîk e, ev yek li gorî demê li cih e. Ya rastîn, dînê zindîtiyê (anîmîzm) wekhevî û azadîxwaz e. Dînê nû yê bi giranî mîtolojîk e, dînê çînekê ye, wekhevî tê de nîne, dînê koletiyê ye. Ji sedî sed stûxwarkirinê ji xwedayan re - efendiyan - ferman dike.
Ev zêhniyet di dîroka mirovatiyê de dij-şoreşek e, û pêngava herî mezin a mejiyê analîtîk e, ya pêşketina mejiyê çînekê ye. Êdî dîrok, wêje, huner, huqûq û polîtîka, ji nû ve bi mejiyê vê çînê tê hûnandin. Em vê rewşê bi awayekî herî xurt û orjîn di mîtolojiyên Sumer û Misriyan de dibînin. Îdeolojiya çîna mêtinger a serwer êdî ketiye ser rêya civaka jor û civaka dewletparêz. Gavên li ser vê rê, wê li ser navê hemû civakê werin avêtin. Îdeolojiya jin-dayikê ya ji civaka xwezayî mayî wê were mêtin, naveroka wê were pûçkirin, asîmîlekirin û wê bixînin xizmeta nîzama xweda-mêran. Mîna ku çawa jin xistin xizmeta - destpêka fahîşetiya taybet û giştî - mêran. Hemû endamên civaka xwezayî yên azad-wekhev, wê bibin endamê çîna ebdiyetê. Destaneke Sumeran dibêje; mirov ji "gûyê" xwedayan hatine afirandin. Dîsa yekem car destanên Sumeran dibêjin; jin ji parsûyê mêran hatiye afirandin. Bi rastî, mîtolojiya Sumeran serketineke wer awarte ye, bandoreke mezin dike li mîtolojiyên piştî xwe tên û heta dibe yekemîn çavkaniya dînên yek xwedayî, wêje û huqûqê. Di destanê de taybetiya Gilgamêş bi heman awayî dadiwerive nav hemû destanên cîhanê.
Ji ber ku bi awayekî berfireh analîzkirina zêhniyeta Sumeran mijara me nîne, bi kurtî em dikarin bibêjin; dîrok yanî şaristanî, ji bo dest pê bike, ne tenê zordarî, mejiyê analîtîk jî dibe çavkaniyeke bingehîn. Paşê divê em rehên fikra metafizîkê jî di vî mejiyî de bibînin. Kulmeke efendî netenê li jor li qesrên mîna cennetê rûniştîne û rojên xwe derbas dikin, her weha hîmê efsane û cîhana utopyayên timî serî li mirovatiyê bigerînin, datînin. Derewa mezin a civakî ku pêk tînin, di mejiyê hemû mirovatiyê de reh ber dide û saziyên wê têne avakirin. Ev yek bi her cure mîtolojî, destan, perestgeh û dibistanan tê kirin.
Di dîrokê de veguherîna herî bingehîn a zêhniyetê di civaka Sumeran de wek dij-şoreşekê pêk tê û di serî de civaka Rojhilata Navîn, paradigmaya mirovatiyê - nertina me ya bingehîn li gerdûn û xwezayê - ji binî ve guhertiye. Têgihîştina civaka xweza, gerdûn û xwezaya zindî, rengîn e, û hilberîner e. Xwezayê wek behok û zalim nabîne. Mîna dayikekê dibîne. Di zimanê Sumeran de gotina "Amargî" tê maneya azadiyê û di heman demê de tê maneya vegera li dayikê. Ev gotin bi xwe jî zêhniyeta dij-şoreşê pir baş li ber çavan radixîne. Li gorî nertina mîtolojiya nû, gerdûn û xweza bi xwedayên hukumker û cezaker tijî ne. Xweda ku - ya rastîn despotên mêtinger û zordar in - bilind kirine derveyî sînorên xwezayê û her ku diçe xwe vedişêrin, wek xweza zuha kiribin. Têgihîştina xwezayê û maddeyeke mirî pêş de dibin. Tevî ebdên ji gûyê xwedayan hatine afirandin, her diçe hemû ruhberan piçûk dibînin, piçûk dixînin. Ev paradigma her ku çû rehên xwe kûr berdan. Sedema bingehîn e ku mejiyê civaka îro ya Rojhilata Navîn tevizand û kir ku bi ser xwe ve neyê. Ewrûpayê bi reformekirina Xiristiyaniyê û şoreşa Kopernîk karîbû vê paradîgmayê hilweşîne. Dehayekî Ronesansê mîna Giordano Brûno, bi sedema ku têgihîştina xwezaya zindî parast, bi saxî hat şewitandin. Ev paradigma ji ber ku danewerivî civakên welatên Çîn û Japonyayê, pir zû dikarin bi pêşketinên erênî re li hev bikin. Di vê yekê de, têgihîştina wan a gerdûna zindî roleke bingehîn dilîze. Di şaristaniya Roma-Grek de jî bi sedema şêwazê fikra felsefîk, mîtolojiyên Sumer-Misirê li dawî hîştin û di şûnê de hûnandina diyalektîka metafîzîk esas girtin, heman pêşketin bûn.
Çarçove û têgîna dewletê di malzaroka perestgehên rahîban de pêk hat, lê yên dewlet kirin sazî û xwediyê hêza desthilatiyê, şefê eskerî û meclîsa rûsipiyên civaka hiyarerşîk in. Desthilatdariya dewletê, di navbera van sê aliyan de piştî têkilî û nakokiyên dûrûdirêj diyar dibe. Di destpêkê de qral-rahîp serdest in, paşê her ku diçe ev sazî cihê xwe ji meclîsa rûsipiyan re - demokrasiya seretayî - dihêle, pişt re serdestiya şefê eskerî pêş dikeve ku ew xwediyê hêzê yê dawî û diyarker e. Ev pêvajo di destana Gilgamêş de bi zimanekî helbestî û mîtolojîkî hatiye îfadekirin. Gilgamêş bi xwe qehreman û şefê eskerî temsîl dike. Rahîb e û rabîhên berê yên xwediyê hêzê pir tepisokî bûne. Enkîdo wek mînaka yekemîn esker ji barbarên li derveyî etnîsîtê hatiye anîn, derdikeve pêşberî me. Rêxistiniyeke li derveyî xizmtiyê pêş de diçe.
Bandora hêzê ya efsûnkar, hem yekem car rê li ber stû tewandinê vedike, hem jî dibe sedem xwediyên berhemê zêde xwe wek qral-xwedayan nîşan bidin. Pêvajoya ku egoya mirov xwe herî mezin îlan bike, dest pê dike. Êdî xweza û civak wek berhemekî qral-xwedayan tê nîşandan. Hemû mîtolojî beriya her tiştî cih didin vê vegotinê. Ji van çavkaniyan paşê wê dawerive pirtûkên pîroz. Bi vî awayî wê desthilatiya dewletê bêserûbinî bibe. Têgihîştina dewletê ya hê jî wek slogan tê bi karanîn "Ebed-medet dewlet" ji vê derê tê. Eger dewlet pêş neketa, bi taybetî bi mîtolojiyê nehata xemilandin, wê ji sazî û rêxistineke basît a cerdevanan wêdetir negihîşta ti qonaxê. Ji ber ku îqtîdara dewletê ji bo wê demê gelek hatina wê ya karê hebû, xwe wek saziyeke awarte ya xwedayî li ser hemû mejiyan ferz kiriye. Bi vê maneyê dibe ku wek rêxistineke desteserkirinê jî bê fêmkirin. Di vê nuqteyê de hêza îdeolojiyê derdikeve pêşberî me. Îdeolojî dibe sedem ku ev rêxistina desteserker, wek saziyeke pîroz a fermana xwedê were naskirin. Eger îqtîdara dewletê çiqas were mezinkirin û xemilandin, divê em fêm bikin ku li wir şêlandineke mezin û berjewendiyên veşartî hene. Qral-xweda ku ji vê rastiyê hayedar in, xwe kirine sazî. Qesrên bi heybet, hebûneke eskerî ya ji kesên bi hêz pêk hatî, îstixbareteke baş, haremeke balkêş, xanedaniyeke navdar, şecereya nîşan dide ka ji koka kîjan xwedayî ne, wezîrên her tim pesnê wan didin û ebdên stûxwar ji bo vê sazîbûnê ji wan hêmana ne, bêyî wan nabe. Qebrên piramît bi xwe, ji bo dunyayeke mayînde qesr in. Kinc, hêzeran û mor ji aksesûwarên wan in, timî ji xwe kêm nedikirin. Ji hemû endamên civakê re ya dima jî ev bû; diviyabû ebd timî ji van saziyên xwedayên mezin re serî bitewînin û şikir bikin. Di pirtûkên pîroz de gelek sifatên xwedê hene, piraniya van têgînan sifatên qral-xwedayên destpêkê yên Sumer û Misriyan e. Beşek ji wan jî versiyonên dubare ne, yan hatine guhertin.
Bi mirina wan re - ya rastirîn çûna wan a dunya din - hemû berdestiyên wan bi awayekî zindî dihatin definkirin. Ji ber ku berdestiyên qral beşek ji bedena wî dihatin hesibandin. Ya rastîn tevî bedena qral definkirina wan, ji bo xizmetê li dunya din ji qral re bikin hewce bûn. Zurriyeta wan a li dunyayê jî dimîne wê hebûna wan dewam bike. Têgîna "bêmiriniyê" jî hinekî wisa derdikeve. Bi vê mînakê, bi awayekî balkêş xuya dike ku wexta mejiyê analîtîk ji rastiyê qut dibe, çawa civakê vediguherîne. Ji bo avakirina piramîdekê bi tenê, divê bi sed hezaran kole bi mirina xwe bixebitin. Desthilatiya dewletê ya tê avakirin, dibe erdhej û zordariyeke mayînde li ser serê mirov. Di ferhenga mirovatiyê de êdî têgînên zilm, mehşer û xelaskar hêdî hêdî bi cih dibin. Şexsiyeta peyxemberan wek şervanên azadiyê di van şert û mercan de reng digire. Peyxemberê wek xelaskarên vê felaketê derkevin pêş, çavkanî dîsa civaka Sumer e.
Bi civaka xwezayî re beşekî wenda dike jin in. Mîtolojiya Sumer mîna lawikên şînê yên jina wenda kiriye. Di kulta Înanna de hem şopên berê yên serdema civaka jin-dayikê hene, hem jî têkoşîneke mezin li dijî civaka serweriya wê mêr dike, heye. Sîteyên destpêkê bi giranî ji aliyê jinan ve têne avakirin, lê paşê hemû cihê xwe ji mêran re dihêlin. Di serê saziyan de ya ku jin xistiye, dîsa perestgeh tên. Di destpêkê de perestgehên di bin rêveberiya jinan de yên li ser navê xwedawend-dayik Înannayê, yek bi yek têne dagîrkirin û dikin kerxane. Nîzama malbatî ya li dora jin-dayikê ya civaka xwezayî, saziyeke cuda ye. Xwediyê jinê tineye, di heman demê de jin bi xwe, kîjan mêr û zarokî bixwaze dikare rê ve bibe. Bi awayekî klasîk saziya pîrekî û zilamtiyê pêş neketiye. Li ser hîmê saziya dewletê, piştî ku civaka mêrê serwer pêk hat, malbata bavikanî ya bi rêveberiya mêr, belav bû. Saziya malbatê naveroka wê diguhere, rengê xwe yê destpêkê digire û heta îro dewam dike. Xwediyê jinê mêr e, her weha zarok jî yê wî ne. Jin her ku diçe ji hêzê tê xistin û dikeve pozîsyona mal û milk. Malbat di cewherê xwe de dibe qefesek.
Qasî malbata di bin rêveberiya mêr de ti koletiyeke daîmî û kûr nehatiye dîtin. Ev tespîtek e, hemû sosyologên navdar li ser hemfikir in. Ji bo mirov asta koletiyê ya civakê analîz bike, ji sedî sed divê mirov asta koletiyê ya jinê bi awayekî berfireh çareser bike. Jin ne tenê ji aliyê mejî û kiryaran ve hewce hatiye kirin, di heman demê de hemû hisên wê, tevgerên wê yên bedenî, nîzama dengê wê, lixwekirin û vexwarina wê jî bi koletiyê re têkildar hatiye kirin. Xelek bi poz, guh, zend û lingên wê ve hatine kirin. Ev sembolên zincîra koletiyê ne. Di serdema navîn de kembera bakîretiyê jî bi jinê ve tê kirin. Têgihîştineke yekalî ya namûs û exlaq tê pejirandin. Ji aliyê îdeolojîk ve jinê tine dikin. Hemû nirx û buha ji destên wê têne girtin û wê dixin rewşa mal û milk. Bi qelen û next tê wezinandin.
Koletiya jinê ku çavkaniya wê civaka Sumeran e, mijarek e, hê dest pê nehatiye kirin. Hewcebûna bi civaka hiyarerşîk dest pê kir, di perestgehên rahîban re hat derbaskirin û xistin holika mêr, bi vî awayî bi statuya herî giran bi dawî kirin. Ji wê demê û vir ve, statuya ku pêş de birine ev e. Mijara bingehîn a wêje, exlaq û perwerdeyê her jin bû û dianîn ziman ku jinek bi hemû his û tevgerên xwe çawa dikare ji mêrê xwe re xizmetê bike. Koleyê mêr bi berhemê zêde yê bi dest dixistî û hêza xwe ya milan, statuya xwe destnîşan dikir. Koletiyeke naveroka wê aborî bû zêdetir derdiket pêş. Lê jinê bi hemû beden, ruh û fikra wê dikin kole. Eger hûn mêrekî kole serbest bikin dikare bibe mirovekî azad, lê hûn jinekê serbest bikin, wê biçe koletiyeke hê xirabtir. Ev rastî bi xwe, koletiyeke kûr nîşan dide. Çavdêrekî baş dema li jinê temaşe bike, bi hêsanî dikare bibîne, jin çawa bi her awayî li gorî daxwazên mêr hatiye hûnandin û reng dayînê. Ji dengê wê heta meşa wê, ji nertina wê heta rûniştina wê, wek bibêje; "ez hatim qedandin" Li ser koletiya jinê analîz nehatine kirin, yek ji sedemên bingehîn ê vê rastiyê, çilekiya mêr û ruhê wî yê tatmînkar ê dîktator e. Prototîpa qral-xwedayên di civakê de, efendiyê jinê mêrê li malê ye. Ew ne tenê zilamek e, ew xweda-mêr e. Ev taybetiya mêr bêyî ku biguhere, bandora wê heta roja me ya îro hatiye.
Civaka dewletparêz a koledar di warê ekonomîk de rengê fabrîkeyeke mezin lê dixe. Ji fabrîkeyên hemdem, ji aliyê xwedî û teknîkê cuda dibe. Kole mîna keriyan têne xebitandin. Li nav zeviyan, li kanên keviran û di avakirina xaniyan de têne xebitandin. Ev yek ji berhemên serdema Arkaîk mane pir baş tê fêmkirin. Kole ji heywanan dijwartir têne rêvebirin. Kole heywaneke tê xebitandin. Milk tê dîtin. Tenê amûrekî hilberandinê ye. Kole li derveyî huqûqê ne. Mîna eşyayek ku hisê wê nebin. Di mijara koleyan de qonaxa mejiyê analîtîk ê mêran gihîştiyê pir zêde balkêş e.
Di civaka dewletparêz a koledar de saziya mulkiyetê jî gava destpêkê têkûz diavêje. Cewherê sîstemê ew e ku civaka jor, civaka jêr bi her awayî dike milk. Xweda-qral û alîkarên xwe xwediyê her tiştîne. Xwedîtî encameke xweza ya serdestiyê ye. Egoya mirov eger derfetên pêşketinê bibîne, taybetiyên wê yên sînor nenas hene. Di serdema avakirina sîstemê de ji ber ku bandorên bi sînor bikin nîne, rê li ber kulta xweda-qral vedibe. Nîzama mulkiyetê ya civaka xwezayî nas nedikir, ji mulkiyeta dewletê dest pê kir dawerivî malê û her saziyê. Di her kesî de hisa mulkiyetê afirand. Mulkiyet hîmê dewletê tê hesibandin û tê pîrozkirin. Ji vir û pêve ya were kirin ev e; wê hemû dunyayê bikin milk. Sînorên dewletan, zevî û erdên xanedanan, sînorên welatan, bi awayên cihêreng sînorên mulkiyetê heta îro wek dayîneke xwedê kirin fitreta mirov. Ya rastîn, mulkiyet wek çavkaniya kurtêlxuriyê dizekî ye. Saziya herî zêde piştgiriya kollektîf a civakê xira dike. Lê ji bo xwedîkirina civaka jor jî saziyeke bingehîn e, dest jê nabe.
Me hewl dabû, em destnîşan bikin ku civaka ekolojîk xweber civaka xwezayî ye. Piştî ku civaka dewletparêz bi berfirehî û kûrahî mezin dibe, civaka ekolojîk gav bi gav bi paş ve tê xistin û ev jî wek yek ji nakokiyeke bingehîn a civakî tê heta îro. Nakokiya civakê ya hundurîn çendîn mezin bû ye, nakokiya wê ya bi atmosfera der ve re jî ew çend zêde bûye. Tehekuma li mirov bi xwe re tehekuma li xwezayê tîne. Eşkere ye ku sîstemeke dilê wê bi mirov neşewite, dikare her cure xirabiyê bi xwezayê bike. Jixwe hakîmiyet û fetîh wek du rastiyên bijare di exlaqê çîna serdest de cih girtine. Hukumkirina li xwezayê, bi qasî hukumkirina li mirov wek heq û helwesteke bi şeref tê dîtin. Zindîtiya xweza û pîrozkirina wê ya civaka xwezayî tine hatiye hesibandin. Mîna dijminekî fetîhker. Wexta ev têgîn li ser zêhniyet û tevgera civaka dewletparêz serdest bûn, êdî ji felaketên mezin ên hawîrdorê re ku di roja me ya îro de bûne xetereke ciddî, rê heta dawiyê vebûye.
Nirxandinên me yên ji bo bi navkirina civaka dewletparêz a di qonaxa damezrandinê de divê têrê kiribe. Mijara balê dikişîne ev e; çima ne koledar, çima em têgîna civaka dewletparêz a koledar bi kar tînin, dibe ku ev pirs were kirin. Ez wer bawer dikim ku wexta em dewletê wek civaka jor qebûl bikin, bi kar anîna vê têgînê hê berçav e, û wê ji armanca me re xizmetê bike. Dewlet nebe em nikarn koletiyê bifikirin. Şertê bingehîn erka dewletê ye. Dewlet saziyeke mucered nîne, ji ber ku rêxistinbûneke hevpar a kesên serdestiya amûrên mêtingerî û zordariyê kirine destê xwe. Xizmetên giştî yên ewlekariyê ku ji bo her kesî hewce ne, û xizmetên din ên ji bo gelemperiyê, dibin perdeyek ji bo vê rêxistinbûna behsa wê tê kirin veşêre û li ber çavê civakê rewa bibe. Yek ji sedemên din a jê re tê gotin civaka dewletparêz ev e; formên civakî yên feodal û kapîtalîst jî xwe dispêrin heman dewletê û hebûna pêşketina xwe pê dewam dikin. Saziyên hevpar ên komên mêtinger û zordar, rêxistinbûnên bi navê dewletê ne. Ji bo mêtingerî û zordariyê ti sazî bi qasî dewletê bi tesîr û bi bereket nebûye.
Formên orjînal ên civaka dewletparêz ên koledar, zêdetir mînakên wê Sumer û Misr e, wek xeleka duyemîn, mînakên Hind, Çîn û Hîtît dubare ne. Saziyên cewherê xwe heman tişt, bi guhertina rengê xwe timî xwe ji nû ve ava dikin. Bi awayekî taybetîtir mînakên Îran, Grek-Romayê di warê zêhniyetê de dibin sedema veguherînin girîng. Li ser rêya exlaqê azad û awayê fikra felsefîk gavên girîng pêş de hatine avêtin. Di saziyên koletiyê de pir nebe jî ber bi başbûn û nermbûnê ve gav hatine avêtin. Sîstemê BZ di navbera 1000-300 de rengê xwe yê klasîk wergirtiye. Serdema xwe ya stewiyayî û gihîştî BZ di navbera 2000-1000 de jiyaye. BZ 3000-2000 damezrandina seretayî ya serdema arkaîk e.
Bêguman mirovatiyê di serdema koletiyê de ku weke şaristaniya çînî û û sîstema bingehî ya civakê bû, pêşketina xwe dewam kiriye. Sîstema koledar her tiştî diyar nake. Şoreşa bajêr em nikarin wek berhemê koledariyê bibînin. Bêyî dewlet û koletiyê jî bajar dikarin pêş de biçin. Em gelek bajarên nebûne dewlet dibînin. Xetayeke mezin e, mirov nivîs, matematîk, ilmên cihêreng û pîşe, avakirin û şaxên huner ên bi bajarbûnê re pêşketine, wek encameke sîstema koletiyê bibîne. Di vî warî de Marksîzm jî di navê de, gelek ekolên ramanê, koletî mîna qeraseyekî pêşketinê nirxandine û bi vî awayî şaşiyeke bingehîn kirine. Ya rastîn îspat dikin ku huner û ilîm ji desthilatdariyê qut nebûne. Ji nirx û buhayên dewletê herî zêde xistine bin kontrola xwe di serî de huner û ilîm tên. Hem ji bo rê li pêşiya pêşketinên azad bigire û hem jî ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne, bi aweyekî dijwar hewceyî bi kontrolkirina huner û ilmê dibîne. Sîstema koledariyê, bihêlin pêş xistibe, berovajî dîrok nîşan dide ku huner û ilîm asteng kiriye. Keşf û vedîtinên di navbera salên BZ 6000-4000 de ku wê demê dewleta koledar nîne, mirov dikare bi serdema navbera salên PZ 1600-1900 re qiyas bike. Tiştên di 5000 salên navberê de pêk hatine gelekî kêm in. Wek tê zanîn, zanist di salên navbera 1600-1900 de bi giranî berhemên ferdî ne. Dewletê wek her carê tiştê kiriye tenê ev zanist kirine bin destê xwe.
Di pêkhatina bajaran de rola ramana analîtîk gelekî heye. Herçî civaka koledar e, ev şêwazê ramanê di çarçoveya berjwendiyên çînî de belovajî kiriye. Naxwe koledariyê ramana analîtîk pêş de nebiriye. Ya sîstema koledariyê kirî ev e; bi şêwaza vê ramanê cîhaneke mezin a derewan afirandiye û mîna kabûsê berdaye ser mejiyê mirovan. Eger pêşketina çanda hevpar a mirovatiyê huner û zanist bi forma koledariyê û civakên din ên çînî ve were girêdan, heye ku bi rastiya îqtîdar-zane û serweriya dewletê ya li ser zanist û huner were ravekirin. Nirxandinên bi vî rengî li ser navê tevger û îdeolojiya wekhevî û azadiyê, eger nezanîn nebe, bêyî hay ji xwe hebe girêdana bi bloka desthlatdar ve îfade dike. Marksîzm-Lenînîzm jî bin, ev hukum naguhere. Marksîzm-Lenînîzmê nekarîn xwe tam ji bloka îqtîdar-zane rizgar bikin û ev jî yek ji sedemên bingehîn bû ku rê li ber hilweşîna sosyalîzma reel vekir ku ezê di beşên pêş de, hewl bidim vê mijarê bi awayekî berfireh rave bikim.
Forma civaka koledar a dewletê PZ di navbera salên 250-500 de ketiye krîzê û wek formeke jorê wê, bi serdestiya civaka feodal bi encam dibe. Di hilweşîna vê sîstemê de êrîşên ji der ve yên komên "barbar" ên xwediyê taybetiyên civaka xwezayî, di hundur de rizîn û têkoşîna Xirîstiyaniyê xwediyê bandoreke diyarker in. Lê di vir de ya ji holê radibe ne dewlet e, forma wê ya koledar e. Dewlet hê xwe bi hêz dike û digihîne forma feodalîzmê.
Pir girîng e ku mirov di dîrokê de dewletê wek zêhniyet û herikîna saziyan bibîne. Naxwe ku mirov dewletê, wek car ava dibe û car xira dibe, saziyek ji aliyê çîn û koman ve tê damezrandin û yan jî bi rengekî dînî û netewî tê avakirin bibîne, wê ev yekê me ji nêzîktirkirina rastiyê wêdetir, bixe nav nertineke mijgîr û qetqetokî. Eger mirov dewletê wek saziyeke daîmî û têgîneke bingehîn a civakê binirxîne û wek "gulokeke berfê, gulokeke agir" ya her ku diçe mezin dibe, carnan dora xwe dişewitîne û carnan jî dicemidîne bibîne, bawer dikim wê ji bo hînkirinê bi kêr be. Dewlet, ji roja ku pêk hatiye û heta îro mezin bûye, rengên cuda wergirtine. Lê ji aliyê cewher û naveroka xwe ve neguheriye û navber nedaye meşa xwe. Ev rastiyeke welê ye, em nikarin behsa bêhndayînek wê ya du saniyan bikin. Eger navber û bêhnê bide, wê bikeve pêvajoya tinebûnê. Ev rewş dişibe veqetîna ruh ji bedenê. Yek saniye be jî wexta ruh ji beden derket, ew beden êdî nikare hebûna xwe dewam bike. Piştî saniyeyeke din em nikarin bang li ruh bikin û bixin hundurê beden. Dewlet jî hebûnek wisa zindî ye. Pirbûna reng û şêwazên wê jî em dikarin bişibînin cureyên famîleyan. Ji heman famîlya heywan û nebatan gelek cureyên din dikarin bi hecmên cuda zêde bibin. Lê taybetiyên wan yên bingehîn wek xwe dimînin. Eger mirov behsa cureyên wê yên baş û xirab jî bike, li dijî heman şêwazê ravekirinê nîne. Wexta Lenîn digot; "Li dijî dewleta bûrjûwa, dewleta proleter" bawer dikir ku tarîfeke rast û durust kiriye. Lê ya rastîn, wek formeke civakî, forma dewletê ya "proleter" nabe. Ji Spartakus vir ve, gelek kesî ceriband, lê hemû tewş bûn. Ceribandina Sowyetê bi xwe jî, tevî ku ji sê paran parek cîhanê zevt dikir, nekarî xwe ji hevdeketinê xilas bike. Emê sedemên vê yekê di beşê pêwendîdar de bi firehî rave bikin. Lê divê baş were zanîn, forma dewletê, şêwazekî jiyanê yê zordar û mêtingeran e. Wisa hatiye avakirin. Çînayetî û komên li mêtingerî û zordariyê rast werin, formên wan yên azadî û wekheviyê nabin. Cewherê wê vê yekê qebûl nake, şêwazê wê jî li gorî wekhevî û azadiyê nîne.
Guloka me ya agir û berfê ji Sumeran ve gindirî û her çû mezin bû. Gelek agahî îspat dikin ku mînakên Başûrê Emerîka û Çînê jî bi havênê vê modelê hilatine. Bêguman bi şert û mercên derdora xwe jî mezin bûne. Lê wek fikir û sazî, bi giranî çavkanî dewleta rahîb a Sumeran e. Dîsa sererast an jî ne sererast ji modela yezdanî re jî bûye çavkanî û ev bi giştî wek tespîteke zanistî tê pejirandin. Lêkolîna vê pêvajoyê, bi agahiyên ilmî, karê dîrokzana ye. Ya divê ku em bikin ev e; em cewherê mijarê zevt bikin, ruhê wê rast bixwînin û eşkere bikin. Modela koletiya seretayî ya dewletê ku ji Sumer û Misrê destpêkir, bi Hitît, Medya, Îran, Hînd, Çîn, Grek, Roma, Aztek û hê di astên jêr de, li zeman û mekanên cuda derket holê, mîna famîlyayekê mezin û pir bû û bi qonaxa forma feodaliyê stewiya û heta vê qonaxê, hewl daye biçizire û dawerive nav her şane û hucreya civaka xwezayî, gelek qad ji xwe re vekirine û karîbûye stûtewandin û mêtingeriyê bike hunerekî muhteşem. Di bin navê "hunerê polîtîka û eskeriyê" de bi awayekî sîstematîk, hunerê her cure kuştin, mêtingerî û zordariyê hatiye afirandin. Ji bo vî hunerê xwe rewa bike, serî li hunerên bingehîn mîtolojî, destan, beşek ji naveroka pirtûkên pîroz, peyker, resim û muzîkê daye. Bêguman derketina van huneran bi destê çîna koledar nîne. Lê ya rastîn, baş tê zanîn, ji bo van huneran bixin xizmeta xwe meharet û hostatiyeke mezin nîşan dane. Hunerê wan ev bû; karîbûn zêhniyeta mirov ji binî ve veguherînin. Ev yek jî, bi amûrên maddî û manewî yên ku mirovatiyê bi keda hezarê salan afirandibûn, kirin. Sîstema koledar aliyê wê yê afirîner nebû, berovajî ji rê derxist û belovajî kir. Di vî warî de dubare bibe jî divê em balê bikişînin ser şîroveyên şaş ên di warê azadî û wekheviyê de ku ev yekê her tim bibe wezîfeyek ji bo em erkên xwe yên azadî û wekheviyê bi cih bînin.
Ka em bi kurtî careke din çavekî li saziya dewletê bigerînin ku heta em digihîjin qonaxa dewletê ya feodal. Qral-xwedayên Sumer û Misriyan, wexta dimirin, xizmetkarên jin û mêr, ji bo li wê dunya din jî ji wan re xizmetê bikin, bi saxî tevî xwe defin dikirin. Ji bo avakirina her qebreke xwe bi sed hezaran kes di asta mirinê de xebitandin. Ji bo zumreyeke piçûk kesên li hawîrdora îqtîdarê quncikek ji cennetê ava kirin û bi kesên din re danûstendineke ji kerî û heywanan wêdetir kirin. Klan, qebîle û saziyên din ên civakî yên li dijî koletiyê derketin, li siyaseta îmhayê qewimandin. Ji serê mirovan qesir û birc ava kirin, û ev yek wek karekî bi şan û şeref dîtin. Di nav civaka mirov de yekem car kuştina sîstematîk wek hunerekî xwezayî vedîtin. Bi awayekî serketî karîbûn jinê bixin qefesê. Hemû xeyalên xwezayî yên zarokan berbend kirin. Li ser navê azadiyê, mirov neçar kirin, li çolan, çiyan û di kûrahiya daristanan de bijîn. Ne tenê keda koleyan, her weha hemû bedana wan kirin amûrekî hilberandinê. Ji mejiyê analîtîk, li ser hîmê derewan mîtolojiyeke muhteşem pêk anîn. Wek mêtingerî û zordariya efendiyan têrê nekiribe, rahîban jî cîhana manewî ya xwedayan a zordestî û mêtingeriyê kirin îbadet û weke baweriyeke bingehîn di mejiyê mirovan de bi cih kirin. Ferz kirin ku exlaq û huner, timî pesnê wan bide û wan xweşik bide xuyakirin. Di şûna têgihîştina hawîrdora xweza û têgihîştina civaka mirov a gerdûna zindî de, têgihîştina mirov bi xwedayên li ezman û li bin erdê yên ceza û bêruh dikin, tijî kirin. Ji bo kulmeke efendiyan xela û tinebûn nebû, lê komên din timî di nav birçîbûn û nexweşiyê de digevizîn. Di şahiyên xwe de jî lîstikên tê de mirov dihatin kuştin esas digirtin.
Em vê tabloyê hê jî dikarin dewlemendtir bikin. Lê hinavê dewleta koledar bi vî awayî hatibû tijîkirin, ev bi hemû bermayî û bîranînan di hişê me de ye û li ber çavên me ne. Ji mezinê heta piçûkê, bê îstîsna, hemû cureyên dewletê yên di neqebên demê de hatine avakirin, tabloya me destnîşan kir, pêdiviyên wê bi cih anîne û heta lê zêde kirine, ev yek jî ji erk û wezîfeyên hunerê eskerî û polîtîk hesibandine. Eger em tenê kirinên împaratoriya Bîzans û Romayê rêz bikin, tabloya hovane ya derbikeve holê û zehmetiyên aqil û wijdanê ti mirovê asayî ranake bi bîr bixîne, wê rastî hinekî din baş were fêmkirin. Wexta Pirtûka Pîroz rastiya dewleta koledar wek "Levîathan" bi nav kiriye, pir bi hostayî li hedefê xistiye.
Analîzkirina jihevketina forma civaka vê dewletê pêdiviyek mijara me nîne. Lê dîsa jî em dikarin bibêjin; qebîleyên wek "barbar" têne bi navkirin û taybetiyên civaka xwezayî di xwe de dihewînin, berxwedan û êrîşên wan ev civak ji hêzê xistiye. Wek navendên şaristaniyên koledariyê; li rojhilat Çîn, Hînd û Îran, li rojava împaratoriyên Roma; li bakur Germen, Hûn û Îskît, li rojava di serî de Ereb û Berberî, êrîş û berxwedanên gelek qebîle û qewmên bi navên cuda, kirin ku êdî nikarîbûn hebûna xwe dewam bikin. Di lîteraturiya koledariyê de ji van koman re "barbar" têne gotin, naxwe di cewherê xwe de ev kom herî zêde nêzî azadî û wekheviyê ne. Lewra ya rast ev e; ev kom wek hêzên şoreşger ên dikarin rê li ber pêşketinan vebikin, werin bi navkirin. Serekên qewm û qebîleyan dilê xwe dibijandin efendiyan, girîng e mirov serekan û girseyê ji hev bike. Di hundur de jî di serî de Xiristiyanî, Manîzm û Îslamê, bi giranî ekolên dînî yên bûbûn hêviya xizan û azadîxwazan, binê civaka koledar kolan û kirin ku nikaribe dewam bike. Her çend zehmet e em bibêjin ev ekolên dînî bi zanebûn xwe dispartin azadî-wekheviyê jî, dîsa di cewherê wan de xwesteka xilasbûna ji koletiyê eşkere xuya dike. Di nav vê ekolê de xilasî û xelasker têgînên berçav in. Navekî din ê Hz. Îsa "Mesîh-xilaskar" e. Manî bi xwe hawariyekî pir rengîn û aştîxwaz e. Gotina Îslamiyetê tê maneya "teslîmbûna aştiyê" Daxwazên bingehîn ên dibin sedema jihevketina sîstemê xilasî û aştî ye. Şêwazê formulekirina daxwazan dînî ye, ev yek ji zêhniyeta wê demê ye. Lewra mirov dikare fêm bike, ka çima bi sînor rê li ber rizgarî û aştiyê vedikin.
Ev feslsefe, mezheb û ekolên gnostîk ku li ber siya împaratoriyê mezin bûn, bêguman hem ji aliyê zêhniyet, hem jî ji aliyê eskerî û polîtîk ve ketine bin bandora sîstemê. Wê careke din koletiya klasîk ava nekin. Ji ber ku bi şîdet lanet lê anîne û baş wê nas dikin. Lê nizanin wê di şûnê de çi û çawa ava bikin. Jixwe gelek kesayetên ku sîstema koletiyê di asta huner de pejirandibûn, wê bi hêsayî karibin siyaseten van dînan qebûl bikin û ji bo daxwaziyên xwe bikin zemînekî rewa. Ji lewra Konstantînê Mezin PZ di sala 312 de Xirîstiyaniyê qebûl dike, pêre dikeve Romayê, xwe împarator îlan dike û paytexta wê dibe Stenbola îro. Di sala 325an de jî Xirîstiyaniyê wek dînî fermî îlan dike. Yên bi qasî sêsed salî li dijî sîstema koledar şer kirin, bi sîstema koledar a dînî re li hev kirin. Manî bi xwe wê bikeve bin dawa duyemîn împaratorê mezin ê xanedaniya Sasaniyan Şahpûr. Hz. Mûhammed ku hê zêdetir radîkal e, wê karibe bi teolojiya Cihû û Xirîstiyaniyê li ser mîrateya împaratoriya Bîzans û Persan hîmê sîstema xwe deyne. Gişê wan, wê bi zanebûn li dijî sîstema koledariya klasîk têbikoşin û wê karibin vê sîstemê li dawiyê bihêlin. Lê qalibên ku bi giştî dikevinê, qalibên dewleta rahîbên Sumeran vedîtibûn. Lê wê van qaliban hinekî din nerm bikin, ji bo mirovatî karibe xwe li wan rabigire. Naxwe hîç nayê hişê wan bi şertên nû civaka xwezayî nû bikin, heta wê vê sîstemê ji sîstema koledariyê zêdetir bi "pûtperestiyê" mehkûm bikin. Rastiya dewletê ya nû ku bi van aliyên xwe derdikeve pêşiya me, eşkere xuya dike ku dewleta kevin e reng guhertiye. Komên barbar ên hê nêzî civaka xwezabûn, bi saya şefên xwe yên zû de bi sîstema koledariyê şerefdar bûne, ewê jî bi formeke nû ya dewletê razî bibin. Ev pêvajoya ku di dîroka mirovatiyê de serûbinbûneke mezin îfade dike, PZ di navbera sedsalên 5. û 6. de diqewime. Pêvajoyeke din mîna vê, BZ di navbera sedsalên 6. û 5. de li dijî koledariya klasîk diqewime. Di vê pêvajoyê de dîn û ekolên felsefîk û exlaqî yên Sokrates, Zerduşt, Konfuçyûs û Bûda hene. Di encamê de sîstemên civakî yên Grek, Roma, Hînd û Çînê formên hê pêşketî afirandin.
Marksîzm ji bo pêşketinên dîrokî yên bi vî rengî, rola diyarker dide amûrên hilberandinê û têkiliyên di navbera wan de û roleke duyemîn dide şerê zêhniyetê. Dîsa giraniyê nade têkoşîna komên olî û etnîsîteyê. Wek şîroveya dogmatîk a rêbaza diyalektîkê, bi vî awayî mirov nikare bi tevahî li dîrokê serwext bibe. Mirov heta tevgerên mezin ên siyasî û zêhnî yên civakê nebîne, şîroveyeke di çarçoveya sînorên aboriyê de wê kêm bimîne. Eger maneya tevgerên mezin ên koman neyê dîtin û wek hêza veguherînê teknîk û hilberandin were bilêvkirin, dibe ku bêyî hay jê hebe di çarçoveya dewletê de asê bimîne. Eger tevgerên mezin ên etnîsîteyan - rastiya qebîle, eşîr û qewman - ji hev neyê derxistin û dîrok were şîrovekirin, heye ku hem di warê rêbazê, hem naverokê de şaşiyên mezin bêne kirin. Şîroveyên dîrokê bi rêbazên Marksîst bi sedema vê rastiyê sûdmend nînin û rê li ber şaşiyên girîng vedikin. Em, ji bo ku îdealîzma pesnê civaka jor a kevneşop dide li dawiyê bihêlin, hewce nîne em berovajî, dîrokê bi nerîneke teng a çînî û aborî analîz bikin. Yanî pêwîst nîne em meteryalîzmeke hişk wek rêbaz bi kar bînin.
Pirsgirêkeke din a civakî dîrokî ku divê were zelalkirin ev e; gelo wexta em dibêjin; "dema buhurî li dawiyê ma" em çi fêm dikin? Li gorî qanûna pêşketinê ya bi veguherîna xwezayê û di biyolojiyê de bi tekamuliyet îspat bûye ku rastiyek berê, hebûna xwe di ya piştî xwe de dewam dike. Mînak, wexta atomeke hîdrojenê dibe cot werdigere helyûmê, lê hîdrojen hebûna xwe di nav helyûmê de dewam dike. Eger atoma helyûmê were parçekirin, hîdrojen ji nû ve derdikeve holê. Lê ev veguherîn ji bo helyûmê cuda ye û dibe rastiyeke din. Di biyolijiyê de suwarbûna xelekan li hevdu pêvajoyeke bi heman rengî ye. Ya berê di ya piştî xwe de veşartiye. Di civakê de jî guhertinên bi vî rengî hene. Civaka jor, civaka jêr di hinavê xwe de hildigire, lê berovajiyê wê rast nîne. Civaka jêr, civaka jor di hinavê xwe de hilnagire. Ji ber ku rastiyeke nû nîne. Ji lewra, di encama êrîşên der ve û hundur de li sîstema koledariyê hatin kirin, civaka feodal bi barê nû yê hilgirtî, reng da xwe. Di hinavê xwe de gelek nirxên sîstema koledar dihewîne. Bi awayên berê najîn, di encama sentezekê de bi nirxên nû û bi formên nû dijîn. Ji holê ranebûne, bi reng û awayên xwe yên guhertî dijîn. Jixwe sîstema koledar a Romayê bi xwîna teze ya barbaran û Xirîstiyanan karîbû di xwe de hêza nûbûnê bibîne. Ji bo mirov di nav diyalektîka dogmatîk de nefetise û bûyerên dîrokî rast şîrove bike, divê mirov vê rêbazê bi kar bîne.
Li dijî civaka xwezayî, sîstema civaka feodal jî veguherîna zêhnî kûrtir dike. Bi rêya mejiyê analîtîk gavên mezin diavêje. Şêwazê fikrê hem ê felsefî, hem jî yê dînî, zêhniyeta civaka serdest a nû pêk tîne. Her du awayên fikrê jî li ser hêmanên civaka berê yên vediguherin, serdestiyê bi dest dixin. Wek civaka Sumer çawa nirxên civaka neolotîk ji bo sîstema xwe ya nû sentez kir, civaka feodal jî hem ji hundurê sîstema berê û hem jî ji derveyî wê, nirxên çînên bindest û nirxên manewî yên etnîsîteya li ber xwe dida sentez kiriye. Di vê pêvajoyê de herikîna pratîkê diyarker e. Bi gotineke din, pratîk dibe hêzeke ku hebûnê dide demê. Dem êdî pratîk pêk hatiye. Zêhniyet taybetiyên xwe yên mîtolojîk bi têgînên felsefî û dînî nû dike. Hêza împaratoriyê ya mezin dibe, di şûna pir-xwedayên qels û bêhêz de, ber bi xwedayekî mezin ê ku gerdûnê temsîl dike ve diberide. Bûyerên di jiyana maddî de diqewimin di zêhniyetê de jî bersiva xwe dibînin. Yek ya din xurt dike. Di vê pêvajoyê de pirxweda cihê xwe ji xwedayekî bi tenê re dihêlin. Pratîka dewletê ya hezar salan êdî têgîna qral-xwedê rizandiye. Bi taybetî senteza Rojava-Rojhilat a bi Îskender destpêkir, bi vê maneyê qonaxeke girîng e. Îskenderê bi zêhniyeta Arîsto mezin bûbû, bi tevahî li fikra qral-xwedê hayil bûbû. Îskender bi xwe, bi derdora xwe û bûyernivîsên xwe dida hiskirin ku fikra qral-xwedê li hev çêkiriye. Tevî vê yekê, ji bo otorîteya xwe biparêze, ew jî dewam dike, vê fikrê bi kar tîne û xwedabûyîna xwe dide îlankirin. Xwedabûna xwe bi darê zorê, bi Atîna ya li ber xwe dide, dide erêkirin. Di serdema împaratorên Roma de kulta qral-xwedê êdî di dema xwe ya dawî de ye. Wexta împarator dimirin, digotin; "derket qatê xwedê", bi vê yekê jî eşkere dibû ku êdî hêdî hêdî ev kult li dawiyê dima.
Eqîdeya xwedê ya teslîs - kur, bav, ruhê pîroz - a Hz. Îsa di dîrokê de bû sedema çelqîn û germoleyên mezin. Şoreşa zêhniyetê ya bi Îsa destpêkir pêşketineke mezin e. Pêvajoya derbasbûnê ya di navbera qral-xweda û însan-qralan de pêk tîne. Qralan heta wê rojê xwe wek xwedê nîşan dabûn û Hz. Îsa jî di bin vê bandorê de dilê xwe bijandibû qraliyeta Qudsê, lewra xwedê nebe jî wek kurê xwedê tevdigere. Ya rastîn, têgîna kurê xwedê ya di pirtûka pîroz de xwediyê maneyeke kûr a sosyolojîk e. Di şûna xwedê de kurê xwedê pêşketineke nû ye. Ruhê pîroz jî tê maneya zurriyeta xwedê.
Hz. Îsa ku di nav zêhniyeta demê de derket, ya esas hewl dide tevgereke reformê biceribîne. Lewra hem di dînê Cihûyan de, hem di kulta Romayê de rê li ber cihêrengbûnê vedike. Ji ber ku hewldana Îsa li gorî demê xwedî taybetiyên şoreşgerane bû, hem qraliyeta Yahûda, hem bi hevkariya waliyê Romayê, ew li çarmîxê xistin. Girseyên mezin ên bêkar û xizanan ku wê demê pir bûne, oldar û karmendên dewletê yên asta jêr, eleqeyê nîşanî Îsa didin. Jixwe Hz. Îsa di nav rojekê de dernakeve. Bi terîqeta wê demê ya girîng "Esseniyan" re di nav têkiliyê de ye. Dîsa ji Hz. Yehya ku wek peyxember tê zikirkirin, xelîfetiyê werdigire. Berî ku Îsa li çarmîxê were xistin, serê Yehya tê jêkirin. Di vê demê de girseya bêkar û xizan her mezin dibe. Bi kurtî, sîstema koledar di nav krîzeke mezin de ye. Şoreşa zêhniyetê ya bi awayê Xirîstiyanî, encama beridandin û tekamula sedsalan e. Bi awayekî, dişibe tevgerên serdema nêz ên Marksîst, Sosyal Demokrat û Sosyalîstan. Xirîstiyanî li ser rêya Romayê dimeşe û wek siya wê tevdigere, belav dibe. Mirov dikare, vê tevgerê di dîrokê de wek yekemîn partiya xizanan a herî mezin jî bibîne. Ne etnîsîte, humanîzm esas wergirtiye. Bi vî aliyê xwe, li pey kozmopolîtîzma Romayê çûye. Îdîaya wan a berxwedanê ya herî girîng li dijî împaratorê Romayê ev bû; digotin, "împarator nikare bibe xwedê." Xwedayê bav û kurê wî Hz. Îsa heye. Di vê hevokê de ya esas ew e ku zêhniyeta împaratoriya Romayê ji hev were derxistin. Şerê dînî xuya dike, di esasê xwe de şerekî siyasî ye. Di serî de şagirtên -hewariyên - Îsa, bi fedekariya gelek ezîz û ezîzeyan, rahîb û rahîbeyan, zêhniyeta manewî ya Romayê tê fetihkirin. Bi Konstantîna mezin fetha siyasî temam dibe. Xirîstiyanî, êdî îdeolojiya fermî ya dewleta nû, ya Bîzansê ye. Ji serî heta dawiyê şerekî dijwar ê mezhebbûyînê jiyaye. Ev hevrikî heta îro jî dewam dike. Di cewherê dabaşê de şerê berjewendiyên çîn û etnîkên cuda heye.
Tê destnîşankirin ku Xirîstiyanî wek mezhebekî Mûseviyetê pêş ketiye, Mûseviyet jî ji kevneşopiya peyxemberiya serhildêr a li dijî qral-xwedayên Sumer û Misriyan tê ku ew jî çavkaniya xwe kevneşopiya peyxember Îbrahîm e, bi Hz. Mûsa gav diavêje, piştî xelekên mezin ên mîna Dawûd û Îşa wek tê gotin bi Hz. Îsa dewam dike û teolojî bi vî rengî têra xwe li ser vê mijarê radiwest e. Mezhebekî dawî yê vê kevneşopiyê jî wê bibe Îslam.
Tevgerên peyxembertiyê, tevî ku aliyê wan ê zêhniyetê li pêştir e, aliyê wan ê civakî siyasî jî xurt e. Qral-xwedayên arkaîk li dijî koletiyê li sîstemeke nermtir û mirov karibin xwe lê rabigirin, digeriyan. Pir zêde ketine bin tesîra mîtolojiyên Sumer û Misriyan. Lê têgihîştina xwedê û hûnandina mîtolojiyan, bi tesîra demê re wek moda wan derbas bûye, nirxandine. Dibînin ku koletiya arkaîk bi rengê heyî nabe dewam bike û mirov nikarin xwe lê rabigirin. Her weha armanc heye derfet û îmkan werin amadekirin ji bo bazirgan û pîşesaz karibin ber xwe bibînin û bi aweyekî xweser çînayetiya xwe pêş de bibin. Ji bo vê yekê jî, pêdiviya xwe ya îdeolojîk ji mîtolojiyên berê tedarik dikin. Ji ber ku ji tebeqeyên jêr ên bajêr tên, di nav civaka xwezayî ya derveyî bajêr de cih nabînin. Dişibin bûrjûwaziya piçûk a roja me ya îro. Ji ber şert û mercên jê tên, bi awayekî xwezayî xwediyê îdeolojiyeke serbixwe nînin. Dibe ku îdeolojiyeke wan a pevzeliqandî hebe. Zêhniyeta wan wek ji aweyekî îdeolojiya çîna navîn be. Îdeolojiyeke hem ji tebeqeya jor, hem ji tebeqeya jêr girtine. Karîbûne têgînên azadî û wekheviyê yên komên etnîk ên çîna jêr û têgînên rêveberiyê yên çîna jor a rêveber bi hev bikin û kevneşopiya zihniyeta xwe, çandeke cihêreng biafirînin.
Versiyona kevneşopiyê Îslam, hê zêdetir cih dide mejiyê analîtîk. Ji îddîaya qral-xwedê bi tevahî qut bûye. Hz. Îsa ne wek kurê xwedê, wek peyxemberekî, qasidekî xwedê rave dike. Cudahiya di navbera Însan û xwedê de pir bi hostayî tê destnîşnakirin. Îdîaya bingehîn a pirtûka pîroz Quranê ew e ku têgihîştina xwedê gerdûnî ye. Xwedê pir mucered tê teswîrkirin. Weke ku enerjiya gerdûnê tê fêmkirin. Aliyê vê têgînê yê zêde derdikeve pêş, têkiliya wê ya bi rastiya civakê re ye. Di navbera dewleta navendî ya muccered dibe û xwedayê mucered ê tenê de têkiliyeke xurt heye. Bi pêşketina têgîna "El" têgîna "Ellah" têra xwe xurt bûye. Ya esas, teolojiya Sumer gihîştiye qonaxa xwe ya dawî. Çîroka xwedayan a wek hebûnên mîtolojîk dest pê kir, bi Ellahê ku her gotina wî fermana mutleq e bi dawî dibe. Wexta mirov bi vî awayî li gotina Hz. Mûhammed a "peyxemberê dawî" binere, tê fêmkirin. Mîtolojiya Sumeran hundurê wê wer tê pûçkirin, êdî wê ji bo dînên nû neyê bi karanîn. Metafîzîka serdemê wê were pêşdebirin. Ji ber pratîka zêde ya civakê, xweza pirtir tê naskirin û dest pê dike, pêvajoyên xwezayî bi awayekî ilmî têne tarîfkirin. Lewra zêhniyeta sîstema feodal êdî digihîje wê qonaxê ku bibêje; "karê dunyayê cudane, karê dînî cudane." Ji bo zêhniyeta mirovatiyê têgînên "qasidên xwedê yên li rûyî zemîn û siya xwedê ya li rûyî zemîn" xweştir tê. Zehmet e, mirov bawer bikin însan dibe xwedê. Hemû dînên pêşketî encama gihîştinê ew e ku xweda nabe mirov û mirov jî nabe xwedê. Êdî xwezayê bi têgînên yezdanî neyê ravekirin, ewê bi têgînên eqlî bê tarîfkirin. Jiyana dunyewî û uxrewî wê bi tevahî ji hev werin cihêkirin. Lê belê dîsa jî têgihîştineke xurt a xwedayekî ku bersiva emelên qenc û xirab dide, hemû tevgerên mirov kontrol dike, heye. Ya esas, saziya dewletê ya navendî dibe û têgîna xwedayê mucered zêde zêde dikevin zikhevdu.
Hegel, di sedsala 19. de wexta digot; "dewlet cismê xweda yê li rûyê zemîn e" pir eşkere bal dikişand ser vê rastiyê. Di navbera dewleta navendî ya xwe ji qralên şexsî qut û muceredkirî û têgihîştina yek xwedayê navendî yê xwe ji pir xwedayan qut û muceredkirî de têkiliyeke xurt heye. Li gorî vê yekê, çi Xirîstiyanî, çi Îslam teoriyeke dewleta navendî pêş de dibin. Ji lewra, Hz. Mûhammed hê sax bû dewleta Îslamê û teoriya dewleta xwedê ya papatiyê pêk hatin.
Zêhniyeta feodal di gelek mijaran de têgînên xwe yê nû kirîn û dogmayên wê bi mîtolojiya berê, felsefe û exlaqê Zerduşt û Yewnan di nav hev de ne. Ji her sêyan jî bijartine û bi hev kirine. Ji taswîrên cennet-cehennemê heta têgihîştina li gerdûnê, ji kiryarên qenc-xirab heta hûnandina teswîrên cin-melekan, gelek awayên îbadetê û rêzikên huqûqê çavkaniyên wê yên bingehîn mîtolojiya Sumer, felsefeya Grek û exlaqê Zerduşt ê azadiyê ye. Ev zêhniyet, PZ ji sedsala 4. heta sedsala 15. roleke sereke ya îdeolojîk dilîze. Li qadên bingehîn ên şaristaniyê serdestiya xwe dewam dike. Di serî de Ewrûpa li hemû parzemînan belav dibe. Lê di sedsala 15. de bi destpêkirina Ronesansê re pêvajoya şoreşeke nû ya zêhniyetê dest pê dike û êdî zêhniyeta feodal dikeve pêvajoya paşveketinê. Lê mirov nikare bibêje; ev zêhniyeta serdema navîn bi tevahî li dawiyê hatiye hîştin. Di serî de Rojhilata Navîn, li gelek deveran bi pir rengên cuda, ji bo hebûna xwe dewam bike, hewl dide.
Civaka dewletparêz a feodal di warê sazîbûna eskerî û siyasî de jî ketiye qonaxeke gihîştî û stewiyayî. Dewlet heta dawiyê ji xwe piştrast e. Li rûyê zemîn hebûna xwedê ya herî pîroz e. Eskerên wê cengawerên xwedê ne. Maskeya pîrozbûnê pir baş li rûyê wê rûniştiye. Hêza yekemîn polîtîk, ya duyemîn nûnerê dînî, ya sêyemîn esker, ya çaremîn jî burokrasî ye. Saziyên bingehîn ên dewletê cihê xwe baş girtine. Xanedan tên û derbas dibin, lê ji sazîbûna dewletê ti tişt kêm nabe. Ya esas ne xanedan, sazî ne. Ji bo kesan jî heman tişt derbas dibe. Rûyê zemîn, dîsa wek milkekî xwedê yê ji hukumdaran re bexişandiye tê dîtin. Yên ebd divê bi vê razî bin û heta şikir bikin. Mora pîrozbûnê li şeran hatiye xistin. Şer li ser navê nîzama yezdanî têne kirin. Tevî ku bi navê azadî û wekheviyê radibin û bang li hemû mirovatiyê dikin, xenîmet û xûkîgirtin saziyên binehîn ên mêtingeriyê ne. Bi vî aliyê xwe, koletiya klasîk dewam dike. Artêşên wê zêdetir bi rêkûpêk û bi awayekî domdar bibin dihatin amadekirin. Ji saziya şervanên berdest, ji zû ve artêş hatiye damezrandin. Sîstemên Pers, Helen û romayê esas hatine girtin û artêşên herî mezin û xurt hatine amadekirin. Suwar û şûr sembolên artêşa vê serdemê ne. Saziya şovalyetiyê bi hemû heybeta xwe di vê serdemê de dijî.
Burokrasî gihîştiye sazîbûnê. Statuya karmend û wezîran hatiye destnîşankirin. Eskerî û îlmiye ji hev hatine kirin. Bac stendin li ser hîmên têkûz hatiye danîn. Saziya ragihandin û îstixbaratê baş belav bûye.
Şer şêweyekî hilberandin û debarê tê dîtin. Sefer û fetîh çavkaniyên karê ne. Zevtkirina erdên nû, tê maneya berhemekî nû yê zêde. Dewleta herî xurt, dewleta herî baş şer dike û zevt dike. Debara bi xwîn û mêtingeriyê sînor nas nake. Şerê li ser navê xwedê êdî tenê dikare bi zevtkirina hemû dunyayê bi dawî bibe. Ev jî tê maneya, cîhadeke bê dawî û gerdûnî. Sîstema dewletparêz êdî ji vê zêdetir nikare pêş de biçe û ji vê zêdetir nikare bistewe. Êdî gihîştiye qonaxa dawî ya mezinbûnê. Yanî saziyên dewletê di nav pêvajoya dîrokî de gihîştine qonaxa stewînê. Pêvajoyeke piştî vê, dibe ku êdî rewşa krîzê be.
Di jiyana civakî de ebdiyet wek rewşek xwezayî ya xwedê dabe tê hesibandin. Gotina ebdiyetê kes dema ji dayika xwe dibe pê re heye, ne tişteke ku pişt re digire. Mirov ebd tê dinê û dimire. Ji bilî ebdiyetê şêweyekî din ê jiyanê nayê fikirîn. Xwedayekî bi tenê heye û ebdên wî hene. Melek û peyxemberên di navberê de jî qasid in, fermanan tînin. Eger em van tespîtan bi zimanê sosyolojîk bibêjin; xwedê otorîteya mucered a dewletê ya bûyî sazî temsîl dike. Melek artêşa karmendan, peyxember û melekên sereke wezîran û burokrasiya jor sembolîze dikin. Civak bi sîstemeke sembolan a xeternak tê birêvebirin. Di navbera rêveberiya sembolan û rêveberiya xuya dike de, têkiliyeke xurt heye. Heta têkiliya di navbera rêveberiya sembol û rêveberiya berçav de ji hev neyê derxistin, em bi awayekî durust nikarin li civakê serwext bibin. Eger em dixwazin li rêveberiya berçav a civakê serwext bibin, divê em perdeya li ser panteonê - sîstema xwedê - rakin. Wê demê, wê baş were dîtin ku bi hezar salan di bin navê qûtsiyetê de rûyê kirêt û zalim ên mêtinger û zordaran hatiye veşartin.
Ebdiyeta civakî tenê rastiyeke çînî nîne. Ji bilî despotan - ku ew jî di destê sîstemê de dîl in - her kes, hemû tebeke û çînên civakî pê ve hatine girêdan. Ji sîstema koledariyê kûrtir, nîzamekî stûxwarkirinê ya veşartî heye. Çendîn nerm dike ew çend jî sîstem kûr dibe. Paradigmaya bingehîn a civakê, sîstemeke ebdiyetê ya pêşî û paşê wê nîne. Ev nîzamê ji ezel heta ebed - ev her du têgîn zêdetir ên serdema dewleta stewiyayî ne - wek heyî dewam bike. Cihê guherîn û îmtîhanê dunya din e. Lewra dijderketina sîstemê ne tenê emelî, her weha rûhî û fikrî jî gunekî herî mezin e. Ebdiyeta mezin, ji bo kesê bizanibe îtaet bike fazîlet û payeberziyeke mezin bû. Kesên afirîner ên di civaka xwezayî û serdema hiyarereşîk a erênî ya serdema qehremaniyê de ji civakê re baş xizmet dikirin, di serdema ebdiyetê de li hemberî xwedê - efendiyan - wek kesên herî xeter, gunehkar û wek kesayetên şeytanî yên divê werin cezakirin, têne lanetkirin. Têgîna şeytaniyê ji bo koma mirovên ebdiyetê red dikin hatiye bi kar anîn. Ev têgîna ku koka wê ji Rojhilata Navîn e, ji bo komên mirovan ên bi sîstemê re nabin yek, tê bi kar anîn. Ji ber vê yekê ye, ji komên Kurdan re yên ku ji kevneşopiya civaka xweza qut nebûne dibêjin; "şeytanperest". Ev beşê Kurdan ê şeytan dihebîne û pîroz dike watedar e.
Li gorî sîstema ebdiyetê ya di serdema xwe ya stewiyayî de dunya cihekî wisa ye her kêlî dibe ku guneh lê bibe. Lewra reveke mezin ji jiyanê heye. Çiqas xwesteka te ya jiyanê hebe, tu ew çend dikevî guneh. Jiyana herî baş ew e ku tu bi her tiştê xwe ji mirinê re xwe amade bikî. Xwediyê vê helwestê xwezayê wek miriyekî ku divê mirov nêzîk lê nebe dibîne û yekser afirandinê bêîmkan dike. Ji bo ebdan xwezaya zindî nayê fikirîn. Ya rastîn di derketina vê sîstematîkê de şopên zordarî û mêtingeriyeke xeter hene. Eger îro jî civaka Rojhilata Navîn nikare bi ser xwe ve were, sedemê bingehîn ê rûhî, ev helwest e, em behsa wê dikin. Li aliyê din, ji bo efendiyan, li ser rûyê zemîn, cîhaneke rengîn a ji cennetê ne kêm heye. Ew û xwedayên xwe - Reb - yên bi heman navî - têgînên rêveberiyê - gelekî xweşhal û razî, jiyana xwe mîna "çîrokên hezar şevan" dijîn. Çîrokên hezar û şevekî, sîstema dewleta stewiyayî ya serdema navîn, bi awayekî mîtolojîk îfade dike.
Di rewşa jinê ya qefesê de tenê di warê deng û xemlê de hin pêşketin hene. Di asteke dûrî aqilan de koletî kûr bûye, û veşartî ye. Jina serdema navîn, ji aliyê civaka cinsiyetparêz ve cara duyemîn di warê çandê de tê şikandin. Em şikestina yekemîn a jinê di warê çandî de, di qonaxa derketina dewleta koledar de, di rewşa xwedawend Înanna-Îştar, şikestina çandî ya sîstema stewiyayî di warê jinê de mînaka wê, xuşka Mûsa Mariam û di mînaka dayika Hz. Îsa Meryem, jina Hz. Mûhammed Eyşe de bi awayekî balkêş dibînin. Êdî ti şopên xwedawendiyê nemane, her weha cihê jinê yê tê fikirîn nêzî şeytên e. Nerazîbûneke wê ya herî piçûk dikare wê bike şeytan. Her kêlî dibe ku ruhê xwe bifiroşe şeytên. Dikare mêr ji rê derbixîne. Rewşa wê ya pîrasêr û sihêrbazî şewitandina wê ferz dike. Zarokên keçik bi saxî têne binaxkirin; bi awayekî cinsî mêran ji rê derdixîne; girseyeke mezin bi keviran jinê dikuje. Bi vî awayî çandeke kuştinê pêk tê. Di civakê de koletiya herî kûr a bi hezarê salan e daweriviye heta roja me ya îro. Êdî wer giran bûye ji binî derketin zehmet bûye. Eger em dixwazin asta koletiyê ya sîstemê fêm bikin, divê em mijara jinê analîz bikin. Qulp, xelek, qelen, xemil û xêzên bi jinê ve hatine kirin çanda koletiyê îfade dikin. Mîna ku zimanê wê hatibe jêkirin bêhiş û mejî hatiye kirin. Bûye dayikeke zûha ya mîna zeviyekî ku mêr kengî bixwazin dajon. Êdî ew di civakê de kirdar nîne, tenê eşyayek e. Ji xwedawendiya civaka xwezayî ti eser û nîşane nemaye. Ji jina rêveber a zana ya ciwan û zarokan, ji jina mêr li dorê dizîzikîn ti nîşane nemaye.
Rewşa zarok û ciwanan jî zêdetir dişibe ya jinê. Nîzama giştî ya ebdiyetê, zarokê xwezayî yê hînê nabe heft salî zevt dike. Ciwanê nû digihîje, ji aliyê sîstemê ve bi rêbazên perwerdê yên awarte, kesayeteke mîna berxikan diafirîne. Hemû tevgerên wî ji berê ve têne destnîşankirin. Bi gotinan be jî nikare azadiyê bifikire.
Em dikarin bibêjin di vê serdemê de civak bi tevahî ji aliyê rûhî û fikrî ve hatiye pûçkirin. Tenê dengê civaka jor a bi "Elllah, nal û şûran" dike gurîn û xumîn heye. Hemû destan li ser dramatîkeke zevtkirin û kuştinê hatine avakirin. Belkî ev tablo hinekî zêde hat mezinkirin, lê rastiya rûhî ya serdemê bi awayekî guncaw îfade dike. Di şûna koletiya arkaîk de sîstema koletiya klasîk rûniştiye. Civak û dewleta temsîl dike, di asta jor de serdema xwe ya stewiyayî dijî. Ji bo sîstemê hemû sazî û têgîn hatine avakirin. Mizgeft, dêr û hawra, her roj bi naqoz û azanan, pîrozbûna sîstemê îlan dikin. Ji vir û pêve dewleta pêş de bikeve dewleta kapîtalîst e. Her çend dewleta kapîtalîst bi hêz xuya bike jî, di cewherê xwe de wê qonaxa dawî ya civak dikeve krîza giştî îfade bike. Wek tê zanîn di serdemên herî bi heybet de pêvajo ya ji hevdeketinê bi krîzokan e. Ev qanûna giştî ya xwezayê ji bo pêvajoyên civakî jî têra xwe tê qebûlkirin.
Hin têgînên din ên serdema navîn wek serftî, gund û bajêr, me zêde bi kar neanîn. Ji ber ku encam û rêbaza bi navê "analîza çînan" tê zanîn me dubare nekir. Bêguman bi vê rêbazê jî mirov dikare gelek rastiyan eşkere bike. Serf, gundî, bazirgan, bajarî, pîşesaz, kesên bi huner û ilim re mijûl dibin, mirov dikare van beşên civakê wek têgîn bi kar bîne. Ax wek amûrê hilberandinê û têkiliyên mulkiyetê yên li ser axê pêk tên, hewce ye bi huqûqa pêş dikeve, bi firehî were nirxandin. Ax amûrekî girîng ê hilberandinê ye, şer û pevçûn li ser axê bûne, lewra divê bi girîngî were destnîşankirin ku çîna navîn hêzê bi dest dixe û dikare di pêşketina civakî de roleke esasî bilîze. Lê ji ber ku armanca me tarîfkirina giştî ya dewletê ye, em tenê li ser xetên sereke û beşên tabloyê eleqeder dikin, rawestiyan.
Sîstema dewleta koledar a serdema navîn, sedemên bingehîn ên rê li ber jihevketina wê vekirin, sedemên hundurîn bûn. Ji bo jihevketina wê, hewceyî ne bi êrîşên nû yên etnîk, ne jî hewceyî bi dînên nû yên hundurîn hebû. Ji bo jihevketinê têra xwe potansiyelên hundurîn stewiyabûn. Asta jor a etnîsîteyê ku di nav sînorên dewletê de hatibûn hewandin, beşê navîn ê bûrjûwaziya nû mezin dibû, beşên serhildêr ên qewmên cuda û mezhebên dînî ku hêzên bingehîn bûn, wê li dijî monarşiya wek dewleta mutleq dihat fikirîn, serî rakin. Tevgera etnîsîteyê ya bi daxwaza dewleta netewî rabû, bi daxwaza sînorên netewî ya bûrjûwaziya bazirgan û çîna navîn a bajêr re li hev kirin. Vê yekê bi xwe re qonaxeke dîrokî ya veguherînê anî û rê li ber derketina dewletên netewî û civaka kapîtalîzmê vekir. Ev pêvajoya PZ di sedsala 15. de destpêkir û heta roja me ya îro hat, wek dewlet, qonaxa dawî ya civaka jor temsîl dike. Bi zêhniyet û asta xwe ya teknîkê, wê karibe hûr bikole. Êdî ji bo civakê şêwazê dewletê - herî kêm wek şêweyê klasîk û arkaîk - hewce nabîne û wek kelemên sazîbûnê dibîne.
Wexta Lenîn digot; "Di demên giştî yên krîzan de meseleya bingehîn dewlet û şoreş e" mafdar bû. Ji wî tarîfeke rast a dewlet û civakê dihat xwestin. Di sedsala 20. de hemû beşên bindest û mêtingeh wek peyxemberekî jê bawer kiribûn. Di fikir û tevgera xwe de durust bû. Bi qabîliyet bû. Pir jî nêzîkî tarîfeke rast bûbû. Lê Lenîn jî dewlet wek hebûneke bi sihir nirxand û rave nebûna wê dewam kir; bi vî awayî yê hat xapandin Lenîn û ya xapand dewlet bû. Ji bo hemû peyxember, zana, fîlozof û ilîmdarên roja me ya îro dewlet wek "dualîtiya kûantûmê" ye. Dualîtî ev e; tu cihê rastiyê bizanibî dema wê nizanibî, tu dema wê bizanibî cihê wê nizanibî." Hin fîlozof ji vê rewşê re dibêjin; "prensîba nediyariyê". Wek hestiyariya pêşketî "zanîn" dibe ku bibe pîvanek. Ez jî ji vê bawer dikim û dizanim; di dema zanebûnê de tu pêk tê. Yanî ji ber ku zanebûn û pêkhatin di heman demê de dibin, tevî ku min serê xwe li ser êşand, min ji nîvzanebûnê re çareyek nedît. Lê ji xwe ev dualîtiyeke di nav sînorên gerdûna makro û mîkro de cereyan dike. Di pêkhatinên herî harîqa yên gerdûnê de xwe didin hiskirin.
Ez bawer nakim ku dewlet rastiyeke harîqa ye. Wek Engels bi awayekî dahiyane pê hesiyaye; "dewlet" roja wê were, wê wek alavê dolaban were avêtin ser sergovê dîrokê û wê ji alavên muzeyê zêdetir nebe tiştekî din. Bê şensiya mezin ew e ku ji ber ku kes xwediyê wê yê rastîn nas nake, bi sedema cewherê wê kes nizane li ku û çawa hatiye avakirin û dema tu dibî xwedî bi tevahî dikeve rengekî din, têgihîştina li rastiya dewletê zehmet dibe. Bi vî awayî wek "dualîtiya kûantûm" dîmenekî nîşan dide.
Em kapîtalîzmê dijîn. Hêza motor a kapîtalîzmê DYE jî di çarçoveyeke globalîst de xwe ji şerekî piçûkkirina dewletê paş ve nagire. Di filmê "efendiyê hungulîskê" de ku me berê behs kiribû, di wir de wexta hungulîsk tê wendakirin rexne li îqtîdarên zêde werimî tê kirin ku bi sedema bûne kelem û asteng. Lê di heman demê de wek dewletê dîsa jî xwe li dunyayê ba dide. Wê demê; pirsgirêk bi hemû giraniya xwe di asta jor a civakê de dewam dike. Dewletên diviyabû her yek ji wan mîna walîtiyekê bûbûna, xuya ye baş hatine analîzkirin. Hukûmeta di warê dewletê de reforman nafikire hema hema nîne. Ya seyr ew e ku her reform ji zêdekirina krîzê zêdetir ti encamê nade. Maceraya herî dawî ya Rojhilata Navîn armanca wê "Projeya Rojhilata Navîn a Mezin" e. Di rojeva hemû dunyayê de ye; gelo di destwerdana li Rojhilata Navîn de pêşketin an jî paşketin, çareserî yan jî çaresernebûneke kûr heye? Tam bi vê yekê dernaxînin.
Li gorî baweriya min, di bingehê hemû tespît û rewşên nediyar de newêrekiya me ya ji bo tarîfkirina dewletê heye. Sosyologên diviyabû ev tarîf bikirana rewşa wan ji ya rahîbên Sumeran ên tevgerên stêrkan dişopandin û li çarenûsa mirovan dinertin, pêşdetir nîne. Encama şer û şîdeta hovîtiya sedsala 20an ji ya di tevahiya dîrokê de qat bi qat zêdetir e, lê tevî vê yekê, dikarin rûnên derewan li ser rêxistin û kesayetên qaşo terorîst in - ya rastîn ew jî berhemên sîstemê ne - li hev bînin. Mirov dibêje qey karê wan nîne ji bo şîdeta bi rêxistinkirî dewlet neyê fêmkirin, dixebitin. Ravekirina wan a herî dilpak ev e; fîl bi mûyên wî tarîf dikin. Bi navê rêbaz û metodê, rastiya yekpare ji hev parçe parçe dikin û wer tînin serê rastiyê êdî nayê naskirin.
Ya sosret û seyr ev e; tarîfeke ne rast wek bûye bela serê dewletê jî. Dewleta carnan xwe vedişêre, carnan xwe balkêş dike, pirî caran ditirsîne û ceza dike, wisa kiriye ku neyê naskirin. Ev dewleta nayê naskirin bûye bingehê hemû tengavî û krîzên civakî. Li her goşe û guhera dunyayê tengaviyên bi vî rengî têne dîtin. Bûyerên rojane li Mezopotamya Jêrîn diqewimin ku ji bo derketina dewletê dergûşî kiriye, wek ji demên buhurî yên lanetkirî tolê hilîne. Mîna marê dirêj ê bi dûva xwe ve bide. Bi zimanê Pirtûka Pîroz, weke ku Levîathan li cihê derketiye, şerê xwe bi xwe re dimeşîne û bi xwe bi dûva xwe ve dide û dawî li xwe tîne.
Wek derketina her sîstema civakî ya mêtinger û zordar, derketina kapîtalîzmê jî bêdewlet nebû. Dogmatîzma sîstema feodal bi rengekî dînî bû. Ya koledariya arkaîk jî mîtolojîk bû. Di yekê de xwedê bi xwe di şexsê xanedan û qral de berçav bûbû, di ya din de jî xwedê di şexsê dewletê de hebûna veşartî bû û qral ew temsîl dikir. Serdemên zêhniyetê yên mirovatiyê wer hewce dikir.
Di zêhniyeta dînê Îslamê de PZ di dawiya sedsala 12. de ilim û felsefe li hemberî dogmatîzmê çîz dikin. Deriyên îçtîhadê bi awayekî fermî têne girtin û qalibên dogmatîzmê torên xwe yên cehaletê li zêhniyeta hemû civaka Rojhilata Navîn ba dide. Ewrûpa jî PZ ji sedsala 12'an pêve, bi mîrateya ji Grek û Roma wergirt, hîmê şoreşeke zêhnî ya dîrokî danî. Xiristiyaniyê tevî aliyên xwe yên zordar, wê meraqa ji bo hînbûn û zanebûnê jî sor bikira. Ji bo Xîrîstiyaniyê wê bi qasî ummeta Îslamê zehmet nebûya, bermahî û bîranînên zindî yên civaka xwezayî şîrove bike û dogmatîzmê li dawiyê bihêle. Bîranînên teze yên civaka xwezayî, çawa ku demekê li hemberî împaratoriya Romayê çîz nekirin, wê li dijî dogmatîzma Xirîstiyaniyê jî çîz nekira û wê Xirîstiyaniyê karîbûya xwe ji têgihîştina maddeya mirî bigîhanda têgihîştina xwezaya zindî. Gelek teorî derbarê serketina kapîtalîzmê ya li Ewrûpa Rojava de hene, lê li gorî baweriya min sedema bingehîn ew e ku dogmatîzm bi qasî li Rojhilata Navîn li Ewrûpa Rojava reh bernedane û ji bo vê firsend nehatiye dayîn. Engîzîsyonan sê beş ceza kirin; ev heretîkî (rêderketiyên mezheban), sîmyager (pêşengên zanistê) û pîrênsêr (bermahiyên jinên zanan) bûn. Hebûna her sê beşan jî dij-jehra dogmatîzmê bû. Ji nav arî û xweliya hezarên hatin şewitandin, wê zêhniyeta Ronesansê hilbihata.
Di vê pêvajoyê de ku şoreşên herî mezin ên zêhnî pêk hatin, derketina civaka kapîtalîst qeder nebû, lê ji sedî sed armanc ne kapîtalîzm bû. Lê çawa bû, ji van şoreşan sûd wergirt û karîbû xwe bike sîstem?
Di navbera sîstemên civakî û şoreşên zêhnî yên dîrokê de têkiliyên mutleq û danîna xeteke rast, ji şêwazekî fikir û baweriyê ye, hewce ye bi girîngî li ser were rawestîn. Ev têgihîştina "Lewhî-Mehfûz" ya di Pirtûka Pîroz de, xwe dawerivandiye nav fikrê zanist. Gotina gel a "li enî-çareya te çi hatibe nivîsandin wê were serê te" dide nîşan ku ev şêwazê baweriyê ka çiqas belav bûye. Em di analîzên xwe de nuqteya bi nazenînî hewl didin destnîşan bikin; têkiliya vê têgihîştinê bi têgihîştina rêveberiya îradeya dewletparêz a hiyarerşîk e. Nîzama "fermanê" wek qanûnên îlahî bi civakê dide qebûlkirin. Divê wek pêşnûmeya qanûn û rêveberiyê were fikirîn. Kevneşopiyeke hezarê salan, ji vê "serdema zêrîn" destpêkir bi "mehşer" û "cennet-cehennemê" bi xetekê bi dawî bû û modeleke pêşketinê derxist holê. Fikra qederê jî ji vê têgihîştinê ye. Di cîhana îslamê de ev guftûgoyeke gurr e, di navbera alîgirên Mutezîle û Lewhî-Mehfuz de pêk hatiye. Ev têgihîştina ku hewceyî bi guftûgoya azad nabîne û tercîhên pir ên îradeya azad nas nake, kokên wê hê kevin diçin. Diçin serdemên mîtolojîk ku di wê demê de dihat bawerkirin hemû bûyer ji aliyê xwedayên jorxwezayê ve têne afirandin û rêvebirin. Paşê ev têgihîştin bi felsefeya îdealîzmê dewam dike. Şêweyê wê yê li şaristaniya Ewrûpayê destpêkir û bi Ronesansê heta îro dewam dike, têgihîştineke pêşketinê ya dûz e. Di pêvajoya rohnîbûnê de baweriya xurt bi "pêşketinê", di Marksîzm de baweriya bi "mecbûriyet e çûyîn ber bi komînîzmê ve" xwe dispêrin van şêwazê dogmatîk ên fikirê.
Rastiyên jêratom, yanî fizîka kûantûmê ispast dike ku hêza vê şêwazê fikir şikandiye. Li gorî vê yekê; pêşketinên xwezayî û civakî, ne li ser xeteke dûz û bêrawestan in, di neqeba kaosê de, li cîhana jêratoman, ji bo azadiyê tercîhên pir ên hilbijartinê û pêşketinê hene. Ev şêwaz di cîhana ramanê de wek yek ji şoreşên mezintir ên fikirê derdikeve pêşberî me. Ya rastîn, bêyî fizîka jêratom jî em dikarin bi riyên hûnandin û pêhesînê jî xwe bigihînin van şêwazê fikrê. Eger di cîhana hemû bûyer û rastiyan de cih ji tercîha azad re neyê naskirin, emê nikaribin pirrengîniya xweza-gerdûna bêserûbinî rave bikin. Pirrengînî hewceyî bi azadiyê dibîne. Lewra têgihîştina ku pêşketinan li ser xeteke dûz dibîne, wê tercîha hilbijartinê tengav bike.
Em ji bo bi awayekî afirîner pêvajoya ji sedsala 15. û pêve bi lez bû û bi serketina kapîtalîzmê bi encam bû, binirxînin serî li vê şêwaza fikrê ya felsefî û zanist didin. Bi kurtî, dibûya ku serketina kapîtalîzmê nebûya çarenûs. Sedemên serketina kapîtalîzmê divê hînê nêzî rastiyê werin nirxandin. Marksîzma ku bandor li me jî kir, kapîtalîzm û şêweyên civakên çînî yên beriya wê wek "xeteke pêşketina dîrokê ya mecbûrî" îlan kir û bêyî haya wê jê hebe, berovajî hêvî û baweriyên xwe, alîkariyeke mezin bi kapîtalîzmê re kir ku ya herî zêde li dij şer dikir. Di vê parêznameyê de cewherê fikra ez tînim ziman ev e; "Marksîzm jî di navê de, şêweyên bingehîn ên fikirê bi prensîba mecbûriyetê bawer in, lê ya rastîn di sîstemên civakan de prensîbeke mecbûriyetê nîne." Li ser prensîba "pêşketina mecbûrî" ya ji bo şêweyên civaka jor û dewletê, şopên propagandaya fermî ya hezarê salan heye. Têgihîştina berê ya çarenûsê, bi navê "qanûnên civakê yên mecbûrî" bi eyarekî zanistê lêkirî, têne dewamkirin.
Hêzên veguherînê yên civakî ku cuda dixebitin; mirov nikare wan tenê wek avahiyên jor û jêr rave bike. Veguherîn di bin gelek bandorên tevlîhev de pêk tên. Bi taybetî, şîroveya dogmatîk a diyalektîka meteryalîzm ku bandor li ser beşekî mezin rewşenbîrên îro kiriye, bi jihevketina sosyalîzma reel jî ispat bû, rast derneketiye û kesên hêviyên xwe pê girêdabûn, çongşikestî kirine.
Li şûna ku sîstemên civakê yên dîrokî bi qanûnên mecbûrî werin ravekirin, bi şêwazên têkoşînê yên serdeman, ên exlaqî, polîtîk û îdeolojîk werin analîzkirin wê zêdetir bi kêr be. Qanûn di rastiya civakê û ferdê wê de hem pir nerm e, hem zû vediguhere. Qanûnên hişk ên di rastiya fizîk, kîmya û biyolojiyê de têne dîtin, tenê di nav sînorên fizîk, kîmya û biyolojiyê de derbas dibin. Yê mayî jî mejiyê mirov û rastiya civakê temam dike. Ji ber van sedeman, pêwîst e mirov û civak bi têgihîştinên qederwarî ve neyên girêdan û girîng e, derfet û şensê azadiyê jê re were naskirin. Çi hukmên pêşin û çi jî hukmên ku encama wan qederwarî ne, hêzên afirîner ên azad berbend dikin. Wexta mijar bibe sosyolojî, pêwîst e her dem û li her deverê neyê ji bîr kirin, piraniya tiştên têne gotin, sîstemên civakî yên serdest anîne ziman û di nav hezarê salan de li gorî demê û cih kirasekî cuda li wan hatiye kirin û di roja me ya îro de jî bi maskeya zanistê heman rolê dilîzin.
Di vê çarçoveyê de em dikarin têkiliya şoreşa zêhniyeta Ronesansê ya ji sedsala 15 û pêve bi lez û kûr bûye, bi civaka kapîtalîst re binirxînin ku bawer dikim wê bi kêr be. Di derketina Ronesansê de du taybetiyên civaka Ewrûpa Rojava bi tesîr bûne. Bîranînên teze yên civaka xwezayî û qelsbûna çanda dewletê, ji bo ramana azad derfet û îmkan amade kirine. Dogmayên hişk ên Xirîstiyaniyê nekarîn pêşî li van şert û mercan bigirin. Di encama Seferên Xaçperestan de çanda agahiyê ya ji Rojhilata Navîn hatî û çanda Roma-Grekê wexta bi van şert û mercan re dest dan hevdu, dogmatîzma Xirîstiyaniyê ket pêvajoya li dawî mayînê. Pêvajoya mezhebbûnê ya Xirîstiyaniyê di sedsala 13. de jî hem encamê van bûyeran û hem jî wek sedemê wan rolekê dilîze. Mezhebên Domînîken û Fransîsken pêşketinên balkêş in. Di vê demê de, di Îslamê de jî mezhebên bi heman rengî -Mûtezîle, Îşraqiyûn- hatine tepisandin.
Di van pêşketinan de keşfên cografîk û çavdêriyên nû yên li cîhanê, alîkariyeke girîng dikin. Ev pêşketinên dualî, yanî qelsbûna çanda dewletê û bîranînên civaka xwezayî tevî mîrasa erênî ya Îslam û Xirîstiyaniyê - Mûseviyet çandeke kokê hê bi tesîr e - , çanda Grek-Roma û sentezên keşfên cografîk zêhniyeta Ronesansê pêk tînin. Em dikarin Ronesansê di dîroka mirovatiyê de wek sêyemîn hêza mezin têgihîştinê binirxînin. Têgihîştina yekemîn, BZ di salên 4000 de li kevanê hundurîn ên çiyayê Zagro-Torosê zêhniyeta neolotîk a gihîştî asta herî payeberz e. Ji bo mirovatî derbasî şaristaniyê bibe, em dibînin di vê qonaxê de hemû amûrên teknîkî pêk hatine. Teker, tevin, aletên cotajotinê, gundên mezin, zimanên cihê, komên etnîk, destanên qehremaniyê û hwd. Ev hemû li dora hêza hilberîner a jin-dayikê harîqayan diafirînin. Ya rastîn, dînê xwedawendiyê mezinbûna zêhniyetê ye, hilberandina jinê tê pîrozkirin. Hemû vedîtinên ji vê serdemê mane, vê heqîqetê piştrast dikin. "Star" ku hê jî tê maneya stêrkê, di ziman û çanda afirîner a serdemê Aryanî de tê maneya xwedawenda jin. Di zimanê wê herêmê Kurdî de îro jî bi maneya xwedê "ya Star" tê gotin û ev yek mezinbûn û hêza baweriyê îfade dike. Ev afirandineke ew çend kevin e jî dîsa di hemû zimanên Aryenî de hebûna xwe bi şêweyên cihêreng be jî dewam dike. Mirov dikare bibêje; cenneta yekemîn li vê kevana erdê hat afirandin. Mirovatî di warê jiyana civakî û hilberandinê de mora xwe li gelek pêngavên yekemîn dixîne. Amûr û qalibên muzîkê yên wê serdemê, hê jî bi awayekî tesîrê li me dikin, dil û hinavên me dihejînin, diricifînin û xwe li ruhê me ba didin. Ev çand ji vir xwe berdide jêr Dîcle-Frat, Nîlê û li geliyên Pencabê belav dibe, paşê jî rê li ber şaristaniya Sumer û Misriyan vedike. Lêkolînên hatine kirin, didin nîşan ku vê çandê, serdemên şaritaniyê bi awayekî zincîrwarî dane destpêkirin.
Duyemîn serdema zêhniyeta mezin BZ di navbera salên 600-300 de li her du peravên derya Ege'yê pêk hatiye. Ev qonaxeke mezin e, li dijî mîtolojiya koledar. Felsefe û ilim gaveke girîng diavêjin. Ji vê re "sedsala hîkmetan" jî tê gotin. Ewrûpaya Rojava ya wê demê, esas, Anatoliya Rojava ye. Pêlên şaristaniya Rojhilat holanên xwe li peravên Egeyê dixînin. Rola ku Xirîstiyaniyê li Ewrûpayê lîst, şaristaniyên yekbûyî yên Hîtît, Med, Misir û Girît li Ege'yê lîstin. Li vir, ji ber ku çanda kevneşopiya dewletê bi kok nebû, hebûneke xurt a çanda civaka xwezayê, cografyayeke bedew a hilberîner, hebûna girav û deryayeke harîqa, hêmanên bingehîn in, ji bo derketina vê zêhniyetê. Bi qasî ku em ji bermahiyên Troyayê fêm dikin, di warê aboriyê de jî bêguman bazirganiya mezin a Rojhilat-Rojava jî tesîreke girîng dike.
Di hîmê Ronesansa Ewrûpa Rojava de beriya her tiştî ev her du Ronesans radizên. Em heta Ronesansa li qûntarên Toros-Zagrosê fêm nekin, em Ronesansa li peravên Egeyê û heta em wê jî fêm nekin em ya li Ewrûpayê nikarin fêm bikin. Eger em hê zêde pê de dakevin, şoreşa Aryen a neolotîk, çand û zimanê wê yê BZ di salên 5000-4000 de ku li heman kevanê pêk hat, ji Çînê heta Ewrûpayê, ji Efrîka Bakur heta Kafkasan ku belav nebe, em nikarin civakên neolotîk ên li van herêman û şaristaniyên piştî wan werin, fêm bikin. Ji bo mirov şoreşên mezin ên zîhnî, dînî û avabûnên civakan fêm bike, serwextbûna li herikîna bûyerên dîrokê yên zincîrwarî gelek girîng e. Ez van nuqteyan ji bo vê yekê destnîşan dikim; her Ewrûpiyek û neviyên wan, dema şaristanî tê gotin, Grek-Roma û Ronesans tê hişê wan. Ya din jî Xirîstiyanî. Lê ya rastîn; pêşketinên li van qadan, her yek ji wan qonaxeke çemê pîroz e ku bi hezarê salan diherike, li binê kendalên şaristaniyan dixe vedike, hawîrdor û tejaneya xwe fireh dike, pêşî li xwe vedike û yê li ber xwe mezin dike.
Taybetiyên herî girîng ên zêhniyeta Ronesansê ev in; ruhê mirov ê ku serdema navîn vemirandibû, ji nû ve can pê xist; li vê dunya ku têra xwe bi xirabiyan tijî bû ye, li xwezayê vedigere, ji dogmayan vediqete û bi hişê mirov ewle dibe. Dewletê, zanebûn ji serdema rahîbên Sumeran ve girtibû bin destê xwe û ev yek kiribû yek ji amûrên xurtbûnê. Dewletê, ne tenê berhemê zêde û amûrên pêşketî yên hilberandinê, her weha agahiya sûdemend û xwediyên vê zanebûnê jî, tavil kiribû saziya xwe. Destûrê nade, zanista nû ku ji bo pêşketinê derfet û cihên azad bibîne. Cih û qada zanista azad, dihat maneya civakeke nû. Jixwe ji şan û erkê dewleta koledar e, sazî û avabûnên bi vî rengî xeter bibîne û êrîş bibe ser wan ji bo tine bike.
Di vê serdemê de dêr Engîzîsyonê dixe rojevê û ev yek maneya xwe heye. Ferdê ji nû ve ruh pê dikeve azad dibe. Kesên wek ji rêderketiyên mezheban hatin mehkemekirin, li dijî dogmatîzma dîn azad difikirîn. Jinên wek pîrênsêr dihatin bi navkirin, bi sedema nasnameya wan ya ku Xirîstiyan nebûbû, dihatin mehkemekirin. Kesên Sîmyager jî ji heyî cudatir li agahiyan digeriyan. Her sê ekol jî di wê astê de ne ku dikarin kun û qulekê di dogmatîzmê de vebikin. Ekolên hunerê jiyanê bi hemû bedewiya wê nîşan didin û bi vî awayî têgihîştina ku xwezayê mirî dibîne li dawiyê tê hîştin. Resim, muzîk, mîmarî û wêje, ji nû ve reng didin hem naverok, hem dirûvê ferd. Ferdekî ruh û mejiyekî nû pê dikeve, dibe mirovekî ku êdî di qalibê xwe de hilnayê. Bi ferdekî vî rengî ne tenê cografya, wê xweza jî were fetihkirin, an jî qezenckirin.
Serdem di heman demê de hûnandina utupyayên nû sor dike. Êdî di kincên kevin de hilnayê. Lê ji ber ku şert û mercên maddî dest nadin tenê utopyayên xwedî sîstem têne avakirin. Kes naxwaze li wexma atmosfera dunya berê vegere. Deriyê dunya nû jî tam nizanin wê çawa vebikin.
Ev lêgerînê zorê bide lêgerînên ilim û felsefeyên nû. Çendîn ji dunya berê qutbûn dibe, ew çend deriyên dunya nû vedibin. Cusomus ji dîn derbasî felsefeyê dibe, Kopernîk çirkînî bi deriyê şoreşa zanistê dixe. Descartes bi helwesta xwe ya di warê madde-ruh de, bêyî xwedê tevlî meseleyê bike, hîmê şoreşa xwe ya felsefî datîne. Galîleo Galîleî pîvan xistin nav zanistê û ji pêvajoya şoreşa zincîwarî re alîkariya herî xurt kir. Bi tespîta Newtonê, gerdûn bêyî xweda, bi serê xwe, bi pîvan û rêzikên xwe, dikare hêza liv û tevgerê nîşan bide. Di navbera sedsalên 15. û 17. de şoreşa felsefî, ilmî û hunerî tam kok berdaye. Tevî çerxa engîzîsyonê ya rawestînê nas nake, bi Protestaniyê wê derbeke din li dogmatîzma hişk a dêrê were xistin. Dînê di warê baweriya ferdî de bigihîje serbestiyê. Veqetîna ji dêrê, di cewherê xwe de veqetîna ji desthilatiya dewletê ye. Dêra Katolîk hem bi xwe dewlet e, hem jî zirxekî mezin e ku xwe li dewleta feodal badaye. Dêreke bêyî dewlet nayê fikirîn. Ya esas, dêr li ser navê dewletê şer dike.
Bi şoreşa zêhniyetê re ferd azad dibe û ebdîtiya ji bo dewletê ji hev de dikeve. Wek mezhebên cuda jî bibe ya pêk tê û hildiweşe, rewabûna dewleta feodal e. Pêşketinên di sedsala 18. de bingehê girseyî yê Ronesansê fireh dike. Şoreşa zêhniyetê, ji ruh, hêvî û fikra kulmeke mirov derketiye, êdî bûye xwediyê zemînekî mezin ê girseyî. Mîna dînekî nû - Xirîstiyanî, Îslamiyetî - bûye xwediyê girseya xwe. Hebûna girseyeke ev çend azad, li her welatên Ewrûpa Rojava, hem ji bo dewleta dêra Katolîk û hem jî ji bo dewletên qraliyetê, xetereke mezin bû. Êdî dêr nikare bi engîzîsyonê di heqê vê girseyê de were der. Şer xwe ferz dike. Sedsal, Gul û şerê Sî Salan îfadeya vê rastiyê ne. Dêra Katolîk û rejîmên qraliyetê, wê li hemberî neteweyên Ewrûpayê yên hişyar dibin, têk biçin. Bi şoreşa Îngilîzan a di sala 1640 de, ya Emerîkayê di 1776 de, ya Fransayê di 1789 de, serdema serketinê ya mezheb û dewletên netewî dest pê dike.
Girîng e, û hewce ye, em tarîfên xwe yên şoreşan ji nû ve di ber çavan re derbas bikin ji bo em pêvajoyên krîzan li gorî meyla demokratîk çareser bikin. Şoreşên Ewrûpayê, bi giştî wek "şoreşên bûrjûwaziyê" nirxandin, helwesteke çînî ya teng a Marksîzmê ye, bi navê "em proleteriyê bikin" wek xelatek ji bûrjûwaziyê re hatibe pêşkêşkirin. Bêguman di vê yekê de pareke mezin a şîroveya dogmatîk a diyalektîka meteryalîzmê jî heye. Vê yekê, eger em wek têgihîştina dîrokî ya "Lewhî-Mehfûzê" û wek baweriyeke qederwarî ya bûyeran ku li ser xeteke dûz pêk tên dibîne, qebûl bikin, emê hê zêdetir karibin nêzî rastiya berçav bibin. Ev dogmatîzma ku ez bi xwe jî zêde di bin bandora wê de mam, heta li dawiyê neyê hîştin, emê nikaribin naveroka dewlemend a rastiya awarte analîz bikin.
Di ti pirtûka çînî ya kapîtalîzmê de, ne li ser şoreşa Fransî, ne jî li ser a Îngilîz-Emerîka, fikir, teorî û bernameyek nehatiye nivîsandin. Kesên di van şoreşan de rol lîstine xwe wek nûnerên çîna bûrjûwazî îlan nekirine. Girseyên beşdarî van şoreşan bûyîn, bi piranî xizan bûn û daxwazên xwe yên ji bo wekhevî û azadiyê derdixistin pêş. Eger îdîa were kirin ku tevgerên berê yên Ronesans, Reformasyon û Ronahîbûnê bûrjûwaziyê esas digirin, wê ev bibe îddîyake nepixandî. Wexta çîna bûrjûwaziyê mezin dibû -hemû hewldana wê - ji hilanîna sermayê ya xwe dispêre kar û qezencê, zêdetir tiştek nedifikirî. Bêguman bûrjûwaziyê baş dizanîbû ji bo bigihêje kar û qezencê divê bikeve ser rêya dewletê. Ji bo bandorê li îqtîdarê bike û wê bi dest bixe, ket nav hewldanê. Lê di destê wê de ne teorî û ne jî pratîkeke ceribandî hebû. Hoy û şertên berçav ên di bingehê şoreşan de encamên tekamuliyeteke dûrûdirêj ên dîrokê bûn. Mîna hebûnên sûbjektîf difikirin û aktîvîstên siyasî jî bernameyeke wan ya şoreşê nîne, heta partiya wan jî tine. Ew meyl in. Hin dewlemendan ew dihebandin, piraniya wan jî karektera wan feodalbû, zengînbû û têkiliya wan bi ilim û hunerê re hebû. Daxwazên wan ên bi giranî derdiketin pêş, hesreta ji bo dunyayeke humanîst, azad û wekhev bûn.
Utopyayên dihatin nivîsandin, hemû dijberê kapîtalîzmê bûn. Wê wextê çawa ji van hemû kesên xwediyê fikrê û mîlîtanan re bûrjûwa hat gotin û şoreşa wan bû şoreşa bûrjûwaziyê? Em dizanin di nav pêvajoyê de bûrjûwazî, wek çîneke nû û wek her çîna bixwaze serdest bibe kir û karîbû îqtîdarê yan bi temamî yan jî beşekî jê bi dest bixe. Divê em zanibin, hemû hêzên dewletparêz û hîyarerşîk li ser pişta hunera bi navê "polîtîka" hezar car bûne îqtîdar û ketine, lê ev amûrê ku ji bo desteserkirin û mêtîngeriyê pir bi kêr e, dîsa jî hebûna xwe bê rawestîn dewam kiriye û hêza herî dawî ya mezin jî dibe, wê ji yên berê cuda tevnegere. Şoreş hemû berhemên gelan in. Hêzên dewletparêz û hîyarerşîk jî car caran tevlî çalakiyên gelan dibin. Bi taybetî di rojên serketina şoreşan de pir zîrek û jêhatî ne. Ji bo bi karanîna daxwazên bindestan hosta ne. Di hemû şoreşan de çi bi ser ketibin û çi jî bi ser neketibin, hewldanên bi vî rengî her hene. Mînak; wexta Hz. Îsa çalakiya xwe difikirî, bêguman ji bo împaratoriya Bîzans were avakirin nedifikirî. Di cewherê xwe de li dijî kulta împaratoriyê bû. Lê di dawiyê de tevgera wî rê li ber împaratoriyeke dekûdolaban a dewletê vekir. Hz. Mûhammed bi fikir û çalakiya xwe arîstokrasiya Mekkeyê serberjêr kir û hem di avakirina împaratoriyê de -Emewî - nekarîbû xwe neke destik ku di encamê de împaratoriyê ehl-î beyta wî jî îmha kir. Ti kes nikare îddîa bike ku Hz. Mûhammed avakirina împaratoriyeke feodal plan kiribû. Bi sedan mînak hene werin nîşandan. Wê wextê mirov dikare bibêje; "Ti şoreşa gel tê de bi serketine nîne." Ezê li ser vê mijarê di beşên pêş de hûrûkûr rawestim, lê hewce ye ez eşkere bikim ku divê ev rastî pir cuda were analîzkirin. Emê bibêjin; ne hewldanên gelan têk çûne û ne jî pirsgirêka îqtîdarê hatiye çareserkirin. Armanca bingehîn a vê parêznameyê ew e ku vê girêka kor veke. Derseke girîng a divê were girtin ev e; kunkirin û qulkirina îdeolojiya serdest ji bo civakê zirxekî herî xurt e.
Taybetiyên herî giştî yên şoreşa Ewrûpayê ku bi daxwazên wek "azadî, biratî, wekheviyê" hatin ziman û daxwazên li dijî serdestî û mêtingeriyê yên ji roja ku hiyarerşî hat sazkirin û vir ve, di cewherê xwe de heman daxwaz in. Desthilatdariya dewletê çawa mîna xelekên zincîrê pêş ketiye, li dijî vê yekê tevgerên gelan jî bi awayekî xweser di nava dîrokê de pêş ketine. Du hebûnên diyalektîkî timî bi hev re di nav têkilî û nakokiyê de ne û bi vê re bandorê li hevdu dikin. Eger em vê pêşketina mantiqa dualî ya diyalektîka civakê di nav pêvajoyên dîrokê yên rewşên xweser û giştî de nebînin, pir zehmet e ku em bi nirxandinên gulover ên feraziye, li pêvajoyên bingehîn ên veguherînên civakî û pêvajoyên şoreşan têbigihîjin.
Civaka kapîtalîst û netew ku du formên bingehîn ên xweserî şaristaniya Ewrûpayê ne, tevî ku bi hev re di nav têkiliyê de ne, hevdu neçar û mecbûrî nakin. Awayê civaka kapîtalîst û pêkhatina netew xwedî mantiqên cuda ne. Her du jî di serdemekê de pêk hatine, lê ev yek nîşan nade ku her du xwedî yek mantiqî ne. Bûrjûwazî xwe wek hêza pêşeng a netew nîşan dide û ev yek ji nêzîk ve bi armancên wê yên îdeolojîk, polîtîk û aborî ve têkildar e. Ev têkilî di warê îdeolojiyê de "netewparêziyê", di warê aborî û polîtîk de jî "lîberalîzmê" tîne. Ji bo bandorê li dewlet û gel bike, ev her du têgîn du çek in, peyda nabin. Ev her du têgîn hûnandî-fîktîf in, û her du jî amûrên propagandayê ne. Em baş dizanin, bûrjûwazî herî zêde bi van amûran bû desthilatdar û hebûna xwe dewam dike. Di tevgerên Ronesans, Reformasyon û Rohnîbûnê de ku Ewrûpa kirin Ewrûpa, rola van amûrên sloganê bi sînor e. Em wexta ber bi sedsala 19. û 20. ve diçin, ev her du têgîn agir bi erdê dixînin. Têgînên bindest û mêtingehan "proleterya, komînîzm" jî bi heman şêweyî wê werin bi karanîn. Li gorî cehwerê xwe, wê di hunerê îqtîdarê de heman serketinê bi dest nexin.
Ez bi nazenînî dixwazim vê bibêjim; şoreş, di veguherîna civakan de kêliyên girîng ên şikestin û ji nû ve avakirinê ne. Em bi mantiqê çep û rast ên di sedsalên 19. û 20. de nikarin wan bi awayekî rastîn fêm bikin. Hê jî gelek girîng e ku ev tevgerên li ser navê mirovatiyê bi fedekariyên mezin hatine kirin, rast werin ravekirin. Ji bo Şoreşa Sowyetê fedekariyeke mezin a bi mîlyonan kesî, jihevketin û encamên wê, wexta li ber çav werin girtin, xuya dibe ku çiqas hewceyî heye ku ji nû ve were tarîfkirin. Piştî ku bi navê modernîzmê di van dused salên dawî de bi qasî deryayê êş, xwîn û şîdet pêk hat, bi taybetî ji ber hovîtiya şerê cîhanê yê duyemîn, amûrên kamûflaja îqtîdar, îdeolojî û şîdetê pir kêm ketin rojeva guftûgoyê.
Pêwîst e, di vê çarçoveyê de rastiya bûrjûwaziyê ku formê bingehîn ê çîna kapîtalîzmê ye, were fêmkirin. Em wexta dibêjin çîna nû ya mêtinger û zordest, em tiştekî xweser bi lêv nakin, ji ber ku em taybetiyeke hemû çînên desthilatar destnîşan dikin. Xweseriya çîna bûrjûwaziyê ev e; li dijî civakîbûnê ferdiyet derxist pêş; mejiyê analîtîk di asta herî jor de bi kar anî; û bi vî awayî, heta niha ya ti hêza îqtîdarê nekarîbû bike, exlaqê xwe li civakê ba dabû vereşand û ev serketina wê ye. Civaka xwezayî jî di destpêka jihevketina xwe de hilanîna berheman eger wê pê zirar bigihîşta civakê bi dijwarî qebûl nedikir. Berhem û nirxên kom dibûn, kê pir belav bikira jê re ew çend hurmet dihat kirin. Ferq dikirin ku nirx û berhem bikevin ser hevdu çiqas xeter e. Piştî ku dewlet û civaka hiyarerşîk hat avakirin, berhem û nirx hatin hilanîn û komkirin. Jixwe ev yek bi hêza desthilatdariya taybet mumkîn dibû. Ketina serhevdu ya berheman, hem ev hêz da avakirin û hem jî pêvajoya avakirina sîstema li dora vê hêzê da destpêkirin. Mantiqê reaksiyona zincîrwarî wisa pêk hat. Yên herî zêde berhem hilanîn û xistin serhevdu, di heman demê de bûn xwediyê îqtîdara herî zêde. Eger em hê ji nêz ve lê binerin, emê bibînin ku hilanîna berheman şêweyekî diziya ji civakê ye. Ji ber ku nabe mirov civakê bênirx bifikire, lewra ev rastî wisa ye. Pêhesîna civaka xwezayî rast bû, û bi vê pêhesînê re prensîba bingehîn a exlaqî jî destnîşan kiribû. Eger wisa ye, wê wextê diyarkerê hemû nirxan civak e, û bêyî riza wê -ji bilî berjewendiyên wê - kes û kom nikarin bibin xwediyê nirx û berhemên hilanînê.
Ya rastîn, di hemû şeran de talan û xenîmet tên dîtin; encamê vê têgihîştinê civaka çînî ya bêesil e. Xwediyên îqtîdarê, ji bo hevdu ji hêzê de bixînin, wek prensîb, hewldanê hevdu ji nirxên berhevkirî û hatine hilanîn, bikin. Di warê çavkaniya bingehîn a hêzê de xwe naxapînin. Prototîpa çînayetiya bûrjûwaziyê pîşesaz û bazirgan tevî ku di her şaristaniyê de hene jî wek xeter hatine dîtin û tim hatine kontrolkirin. Kontrola li ser wan dewamî bû û tim û tim jî dihatin talankirin. Hêza dewletê ya feodal û koledar ku xwe dispartin mulkiyeta axê, ji bilî serf û koleyan, bi guman li pêkhatina kategoriyeke sêyemîn nertine û kontrola xwe kêm nekirine. Dîroka şaristaniyê ji bilî çîna ebd, pêkhatineke din li dijî xwezayê didît. Di vê sîstemê de ku heta şaristaniya xwe spartiye rastiya çîna bûrjûwaziyê dewam kir, nertineke li dunyayê û exlaqekî rûniştî heye. Şer û îqtîdar, pîvanên wan ên pir bingehîn hene. Mêzînên di nava wan de hatine avakirin, dikarin bi hezarê salan dewam bikin. Ji bo rêvebirina civakê tevî ku zor û huqûq hene jî bi kapasîteyeke bi sînor têne bi karanîn. Hîmê bingehîn ê civakê li ser piyan digire exlaq e. Tevî ku hêza îqtîdarê exlaq her paşve avêt jî, karîbû vê taybetiya xwe biparêze. Di vê yekê de rewşa hindikayî ya desthilatdariyê li hemberî civakê zemînekî kêrhatî pêşkêş dikir.
Bi derketina çîna bûrjûwaziyê ev mêzîna mezin têkçû. Ev çîn hem ji aliyê hêza îqtîdarê ve û hem jî ji aliyê hêza mêtingeriyê ve wer xwedî hecmekî mezin e ku civak nikare rabike. Ji bo mêtingerî û îqtîdara xwe bimeşîne, hewce dibîne ku hemû civakê bi kar bîne. Lewra Marksîzmê bi awayekî mafdar, ew wek çîna dawî ya mêtinger û xwedî îqtîdar îlan kiribû. Ji bo ew wek çîn pêş bikeve divê timî civakê belav bike. Ji lewra, diviyabû di serî de exlaqê ku civak pê hatibû hûnandin û pê dihat parastin, ji binî ve têk bibira. Bi gotineke din diviyabû perdeya heyayê biçiranda. Exlaqê ku di bingeha wî de hisa azadî û wekheviya civaka xwezayî heye, heta neyê çirandin û avêtin, civaka kapîtalîst pêk nayê. Marks di Manîfestoya Komînîzmê de bi awayekî balkêş vê rastiyê wiha tîne ziman; "Bûrjûwaziyê çi bermahiyên berê hebûn, hemû maliştin têk birin." Bêguman ev nirxandineke rast bû. Ev kiryara bûrjûwaziyê çalakiyeke şoreşger nebû, berovajî çalakiyeke hilweşîner û li dijî civakê bû. Eger tevgerekê civak xistibe asta ku nikaribe xwe biparêze, ew tevger nabe şoreşger, bibe bibe dibe tevgereke li dijî mirovatiyê. Hêza mêtingerî û îqtîdarê ya di destê bûrjûwaziyê de, nexweşiya kansêrê ye, daweriviye sînga civakê. Ji bo mirov têkiliya nexweşiya kansêrê, AIDS û hwd. nexweşiyên belav dibin, bi kansêra civakî re tespît bike, hewce nîne mirov bibe zanyar. Hobbes, di şert û mercên derketina kapîtalîzmê de wexta hewcebûna bi îqtîdarê (dewletê) rave dike wiha dibêje; "ji bo pêş were girtin, mirov nebin kurmê hevdu." Em vê tespîtê berovajî qebûl bikin rast e. Kapîtalîzm ji bo îqtîdara xwe damezrîne mirov dike kurmê mirov. Di rastiya modernîzmê de mirov ne tenê bûne kurmê hevdu, bûne kurmê hemû xwezayê. Yên li pey qezenca herî zêde û berhevkirinê baz bidin û li hêza îtîdarê ya çavsor dike bibin xwedî, gelo ev çînê, ji bo bi karanînê di nav xweza û civakê de, wê çi bihêle û çi neke?
Eger em têgînên, kar, ked, parvekirin, emperyalîzm û şer ku herî zêde Maksîzmê analîz kirine, di vê çarçoveyê de rola wan a di nav kapîtalîzmê de fêm bikin, wê bi kêr û hînker be. Di pirtûkên pîroz de behs tê kirin ku wê bi nêzîkbûna mehşerê re "deccalê were", ev biwêj bi rastiya vê çînê re gelekî li hev dike. Ti sîstema civakî ya serdest di vê astê de li dijî hîmên bingehîn ên civakê û li hawîrdora xwe ya xweza, nebûye xwediyê êrîşê û nebûye hêza xirakirinê. Rastiya çîna bûrjûvaziyê, ji netewiyetê çûye netewparêziya nijadperest û faşîzmê; ji xwesteka serdestbûna li xwezayê ber bi felaketa ekolojîk ve çûye; bi hêrseke mezin a kar ber bi betaliyeke berfireh ketiye û gihîştiye wê qonaxê ku êdî wê xwe bi xwe bixwe. Her roja derbas dibe taybetiyên xwe yên cewherî wenda dike. Dijşoreşa li hemberî wê proleterya nake, ew bi xwe dike. Ev dema nû ya civakî, dide nîşan ku wê ev rastiya çînî dewam neke û eger ji hev de bikeve, wê karibe li ser hîmên xwe ji nû ve ava bibe.
Ji ber ku me parêznameya xwe di çarçoveya tezê de destnîşan kiriye, di wê pozîsyonê de nîne pêvajoya; kapîtalîzmê sîstemên beriya xwe çawa tev li xwe kirin, çawa bû dewlet, çawa ilim û huner bi îqtîdarê ve girê da, çawa bû emperyalîst, çawa bê mêzîn pêşket, çawa şer kir û hê gelek pêvajoyên din bigire dest û li qelemê bide. Her yek ji van mijar û pêvajoyên ji bo pirtûkekê dabaş in; ya girîng em li ser mantiqê wan rawestin.
Em tarîfa xwe ya li ser çînê dikarin hê di astên cuda de dewam bikin. Ji ber ku karîbû, sosyalîzma reel ji hev de bixîne, tevgerên rizgariya netewî û dewletên wan bixe hêza xwe ya yedek û bi kar anîna wê ya sosyal demokratan, fonksiyoneke girîng e. Dîsa, ji teknolojî û zanistê heta civaka mirov ji mijara herî bêkêr bi hejmaran ji xwe re kar kir; karîbû çalakiyên spor û hunerê di asta narkotîkê de bi kar bîne; proleterya û rewşenbîrên wê ji dijberiya xwe derxist û kir ku ji bo kar li ber bigerin; li ser navê pîrozbûnê çi hebû hemû pûç kirin, ew rûyê xweş û geş ê dunya Ronesansê kir rûyekî sar ê robotan. Ev meharet û rastiyên çîna nû ya serdest e.
Kapîtalîzmê li rengê îqtîdarê nûbûn zêde kirin û sazîbûneke kûr ava kir. Li şûna îqtîdara bi kes ve hatiye girêdan, îqtîdara kes, partî û heta civak pê hatiye girêdan kir sîstem. Kir ku îqtîdar xuya neke; yanî îqtîdar kir rastiyek mucered. Di vê yekê de îdeolojî, polîtîka û ekonomî xwedî fonksiyoneke mezin in. Bi netewparêziya ji têgîna netew zêde kiriye, hemû netew daye bawerkirin ku îqtîdar a her kesî ye. Ya rastîn, ti car îqtîdar nabe ya netew. Di her demê de û li her cihî, komên etnîk, xanedan û beşê hindikayî yê netewan xwediyê rastîn ê îqtîdarê ne. Lê sîstemeke welê tê afirandin; her ferd heta bindestê herî jêr, neçar e bi awayekî xwe bike xwedî îqtîdar. Di malbateke li qatê herî jêr de zilamê herî xizan li hemberî pîreka xwe, bi hêsayî dikare xwe di rola "împaratorê piçûk" de bibîne. Pîrek jî bi awayekî zincîrwarî dikare li hemberî zarokê xwe heman rolê bilîze. Lê zarok? Ew jî mezin bibin, ji lîstika vê sîstemê zêdetir dikarin çi bikin? Hûnandina îqtîdarê bi awayekî zincîrwarî yek ji taybetiyên sîstemê ye.
Partî jî wek ferdan li gorî îqtîdarê hatine sazkirin. Fonksiyona bingehîn ew e ku dewletê dibe civakê, civakê jî dibe dewletê. Civak bi xwe bûye ya dewletê. Dewlet wek xwedayê herî xuya nake daweriviye civakê û her şaneya wê. Zêhniyeta îqtîdarê ya îdeolojiyê diafirîne belkî jî bi awayekî herî mezin pêşî li derewkeriyê vedike. Fonksiyona hunera polîtîk ew e ku wek di civatê de tê gotin, xwe wek xwediyê dewletê dibîne û bawer dike ku divê jê re xizmetê bike. Ev jî di cewherê xwe de demagojiya polîtîk a herî pêşketî ye. Weke ku tê zanîn, polîtîka amûrê îqtîdarbûnê nîne; amûrek e ku îqtîdarê diparêze, belav û daîmî dike. Bi taybetî rola polîtîkayê li hemberî demokrasiyê wisa ye. Zehmet e mirov behsa rastiyekê bike ku bi qasî hunerê polîtîk, demokrasiyê înkar dike. Ji serdema Atînayê heta niha baş tê zanîn ku polîtîka înkara demokrasiyê ye. Ekonomî jî ji her demê zêdetir bi îqtîdarê re hevgirtî ye. Rêveberiya ekonomiyê, polîtîk-ekonomiyek e. Em di serdemeke welê de ne, ti kom û ferd nîn in ku bi çeka ekonomiyê neyên îmanê. Yek ji slogana balkêş a vê serdemê ev e; ti nirx û hêz nîne ku pere nikaribe bîne xwarê.
Em dikarin tarîfa xwe ya ku me derbarê cewherê îqtîdarê de kir, derbarê netew-dewlet de hê zêdetir pêş de bixînin. Dewlet netew formeke hemdem e, ji serdemên berê, ji navlêkirina dewletên rahîb, dînî û xanedanan maye. Di cewherê xwe de morên cihêreng in, li îqtîdarê hatine xistin. Di qonaxa pêşketînê ya kapîtalîzmê de erdekî bi sînorên kevneşop û li ser zimanekî hevpar, ji bo kar û berhevkirina qezencê, cografyayek bû, bi dest nediket. Di şûna têgihîştina welatê pîroz de, têgihîştina kara zêde û berhevkirina qezencê, esas e. Bi vî awayî, meydanê li hevrikên xwe digire û sermaya berhevkirî misoger dike. Ev yek jî ji bo xurtkirina îqtîdarê peyda nedibû. Netewparêzî di encama van şert û mercên maddî de derketiye. Ji ber ku bi laîsîzmê - dunyevîbûnê - têgihîştina dînî paş ve dikeve hewceyî bi hûnandina îdeolojiyeke nû çêdibe. Îdeolojiya netewparêz bi sedema têkiliya xwe ya bi rastiya netew re zû pêş dikeve. Netewparêziya divê di cewherê xwe de weke awayekî pêşketî ya hisa etnîk - eşîr - were fikirîn, dibe baweriyek şûna dîn û hisa hevpar a etnîk digire. Wexta ku di hundur de li dijî hebûnên îdeolojîk ên wek mezheb, etnîk, dîn û hwd. û ji der ve jî li dijî hebûnên mîna zordestî û mêtingerî hat destpêkirin, netewparêziyê kirasê têgihîştina nijada jor li xwe kir. Wextekî têgihîştina dînê herî mezin hebû, vê têgihîştinê êdî şûna xwe ji têgihîştina netew-nijadê herî mezin re dihîşt. Zêhniyeta ilmî ya civak rohnî kiribû, dîsa bi netewparêziya mîna dîn hat tarîkirin. Di sedsalên 19. û 20. de ku bi têgihîştina netewparêziyê tijî bûn, li ser navê şerên pîroz, civak bi awayekî rewa ji bo her cure şîdet û şerî rakirin ser piyan. Çewa sedsalên 17. û 18. sedsalên derketina netewan bûn, sedsalên 19. û 20. jî bûn sedsalên netewparêziyê ku herî zêde rabû pêdarê û şekê. Îqtîdara dewletê di serdema netewparêziyê de bi şerê cîhanê yê duyemîn derket asta herî jor û bi hilweşîna rê li ber vekir, krîza giştî û dawî ya kapîtalîzmê da destpêkirin. Hat fêmkirin ku mirovatiyê nikaribe bi netewparêziyê re bimeşe. Sîstem zû ket pêvajoya tengavbûnê û ev yek nayê wê maneyê ku sîstemê hêza xwe wenda kiriye, berovajî ev dikare wê hê zêdetir bêrêzik û çavsor bike.
Serhildanên 1968an, rexneyeke berfireh li sîstemê bû. Bi vî awayî îspat bû ku dixwaze sosyalîzma reel be, dixwaze bi awayekî faşîzm be, kapîtalîzma gihîştiye têgihîştina otorîteya total êdî nikare dewam bike. Dewam nekirin û nekarîn, dihat maneya krîzê. Ya mirovatî jî dijî ev e. Ev pêvajoya ku em dikarin jê re bibêjin kaos jî ji pêvajoya Ronesansê cuda ye. Ronesans derketina ji krîza civaka feodal bû, lê ya kapîtalîzm di salên 1970 de ketiyê pêvajoya kaosê ye. Reng û hêza têkoşîna were meşandin, wê cudabûn û nûbûnên nû destnîşan bike. Ya divê bala mirov lê be, guhertina ku ev pêvajo di nertina - paradigma - mirov a bingehîn a li dunyayê de dike. Di nava civakê de wê nertinek li cîhanê belav bibe; hemû nirxên exlaqî têk diçin, hemû têgihîştinên netewparêz dema xwe tijî dikin; encamên kavilkirina ekolojiyê, bûyîna mîna robotan, dunyayeke grî, bêzewq, bêhêvî, bêbawerî û bêarmancî, stres, hêrs, nefret, şîdet, ajoyên cinsî yên sînor derbaskirî, tenê mayîna ferdî, bêqîmetiya di civakê de, mantiqê têkiliyan bi tevahî li ser berjewendiyê, ji wefayê bêpar mayîn, li hemberî humanîzmê bêeleqeyî, xweperestiyeke dijwar, her ku biçe jiyanê maneya xwe ya pîroz wenda bike û hwd. wê psîkolojiya serdest a krîzê û atmosfera civakê pêk bîne. Lêgerînên bi kok û bi esas, tenê dikarin di atmosferên bi vî rengî de derkevin. Atmosfera tengaviyê vê yekê ferz dike.
Sîstema zordest a emperyalîst û netew-çînî ya desthilatdariya kapîtalîst di dîrokê de yekem car gihîşt wê mezinbûnê ku karibe xwe bigihîne hemû dunyayê. Cihekî ku nehatibe dagirkirin nemaye. Di dawiya sedsala 19. de ev rastî pêk hatiye. Tehekuma li ser hîmê netewî, çînî, etnîk, dînî, cinsî û di dîrokê de asîmîlasyon û heta qirkirin digihîje asta herî bilind. Di vê serdemê de êdî mirov kurmê mirov e. Em wexta wek împaratoriyê qebûl bikin, DYE gihîştiye qonaxa dawîn. Em di serdema dawîn a împaratoriyê de ne. Li gorî teoriyê, ev rêveberî, desthilatdariya dewletê ji bajarekî, ji welatekî, ji sînorê netewekî derbas dike, di şexsê kesekî de bi cih dibe û her tim belav dibe, paşê rawestîn, paşketin û bi hilweşînê cereyan dike. Eger di civakê de bi cih bibe, bandoreke zincîrwarî dike. Her desthilatdariya nû, neçar tê hîştin li ser şopên a berê bibe împaratoriyet. BZ di salên 2350 de - li gorî dîroka nivîskî - ev zincîrwariya dîrokî ya di dema Sumeran de bi sulaleya Aqadan dest pê kir, îro di dewleta DYE de bi sulaleya Bush dewam dike. Aliyê seyr ê dabaşê ew e ku li cihê derketina împaratoriya yekemîn, împaratoriya dawî di şer de ye. Wê wextê em dikarin prensîba nebatan bifikirin û bibêjin; her nebat li ser koka xwe hişk dibe.
Di rastiya împaratoriyê de cihê dewletên tam serbixwe, netew û têgihîştina civakê nîne. Ya rastirîn, serxwebûn dikare were îdealîzekirin. Lê bûyereke nadîde ye, ji bo bi cih anînê. Li gorî realîteya qebûlê dibîne, di çarçoveya împaratoriya serdest de hewcebûn û pêve girêdan dibe. Dibe ku asta hewcebûn û pêvegirêdanê biguhere, lê rastiya serdest naguhere. Di împaratoriyê de ku li derdora 4350 sal e, li ser civakan bi bandor e, sererast an jî ne sererast ji muttefîkên bi împaratoriyê ve girêdayî heta dewletên bêqîmet ên dûvikên serweriyê, hûrik mezin gelek komên xwedî îqtîdar di nav sînorên heyî de pêvegirêdayî û hewce ne. Di serdema dewlet netewa - ya rastîn di nav netew de hindikayiyek - xwe herî serbixwe dibîne ev rastî hê li cih e. Serxwebûna tam a ji hêza hegemon, lîstik û îddîayeke netewparêzan e ji bo bandorê li civakê bikin. Dema hêza hegemonîk tê gotin; zêhniyeta herî xurt, îqtîdar, tevî hebûna civakî û aborî hebûneke xurt a eskerî û xwediyê zanist û teknîka mezin tê îfadekirin. Hebûna DYE li gorî vê tarîfê li cih e, lewra ew îro yekemîn hêza hegemonîk e. Lê ji hemû krîza sîstemê, şêwazê rêvebirina wê û encamên wê, alî û berpirsiyarê sereke ye.
Eger mirov taybetiyên civakî yên sîstemê di warê jinê de analîz bike, wê gelekî bi kêr û hînker be. Nuqteyeke divê ez ji serî ve bibêjim ev e; çi rastiyek civakî dibe bila bibe, bi tenê serê xwe nabe aliyê wê yê siyasî, civakî, ekonomîk, çandî û hwd. bi veqetîna ji mijarên din were lêkolînkirin, divê mirov ji hewldanên bi vî rengî dûr bisekine. Di nav yekparebûna dîrokê de civaka ku xwe her tim pêk tîne, sîstemên avahiyên wê yên jor û jêr mîna parçeyên saetekê bi hev re dixebitin. Zanyarên Rojavayî di warê veqetandina parçeyan de nexweş in, û bi sedema ji vê yekparebûnê dûr disekinin rastiyê wenda dikin. Ji bo bi awayekî ilmî rastî were fêmkirin, ev rêbaz hewce ye, û pir girîng e yekparebûn li ber çav were girtin.
Divê jin wek kurtasiya sîstemê were dîtin û wisa were analîzkirin. Civaka kapîtalîst çawa lûtke û dewama civakên berê yên mêtinger e, jin jî bandora koletiyê ya van hemû sîsteman li asta herî jor dijî. Eger em heta jina di cendereya mêtingerî û zordestiya civaka dewletparêz û hiyarerşîk a herî kevin û dijwar de derbasbûye û şêweyek danê fêm nekin, em nikarin civakê rast rave û tarîf bikin. Ji bo koletiya etnîk, netew û çînî rast were fêmkirin, hewce ye jin rast were tarîfkirin. Tevî ku tîr di çuwal de hilnedihat jî, sosyolojiyê di dawiya çaryeka sedsala 20. de hindik be jî li ser mijara jinê hewlda hin lêkolînan bike. Tevgera Femînîst, karîbûye hawîrdorê, şer, texrîbên xeternak ên îqtîdarê, dîrok û karektera cinsiyetparêz a serdest, bide fikirandin. Ev nuqte bi xwe jî, di serî de ilmên civakî yên diviyabû objektîf bin, karektera cinsiyetparêz a hemû ilman nîşan dide. Ilim cinsiyetparêz e.
Ezê bi awayekî pozîtîf şîrovekirina jinê ji beşên pêş re bihêlim û niha em li koletiya kevneşop a kapîtalîzmê û çi bi xwe re aniye, binerin. Divê em di serî de bibêjin, li gorî cewherê sîstema kapîtalîzmê ters e, û nabe ku azadiyê bîne. Îddîaya dibêje; "bi sedema kapîtalîzmê kevneşopî têk birine, zincîrên dora jinê qetandine," xapandin û belovajîkirineke mezin e.
Têkiliya sîstemên tehekumkar bi azadiyê re ev e; difikirin ka wê hê çawa bi awayekî çor û rêbazên qurnaz dewam bikin. Jina herî zêde li ser navê wê destanên evînê hatine hûnandin û jina koletiyeke çor li ser hatiye ferzkirin, heman tişt in. Jin mîna çivîka kanarya di qefesê de - mala di bin destê mêr de - tê girtin. Çawa çivîk wexta tê berdan li paş xwe nanere difire û diçe, eger jin hinek zana bibe û cihekî wê lê azad bibe nas bike, mal, qesir, dewlemendî, hêz û kesê nerevê nîne. Potansiyela wê heye ji hemûyan jî bireve. Bi qasî jinê ti hebûn bi girtinê - tinekirin û tepisandina şertên sûbjektîf û objektîf ên pêşketinê - nehatiye mehkûmkirin. Eger hemû analîzên civakî cihê xwe nabînin, plan û bernameyên wan nameşin û bûyerên li derveyî mirovatiyê diqewimin, ev hemû têkiliya wan bi asta koletiya jinê re hene. Ji lewra heta çareseriya jinê, azadî û wekheviya wê nebe, ti pirsgirêka civakê ji binî ve çareser nabe û wekhev-azadiya wê pêk nayê.
Bi sîstema kapîtalîzmê re rengê jinê yê derketiye holê, eger mirov mîna mal bibîne, dikare me hînê nêzî rastiyê bike. Em dizanin, di serdema koletiya klasîk de herî zêde jin li bazaran dihat kirrîn û firotin. Ev rewş di serdema koletiya feodal de jî bi navê cariyetiyê dewam kiriye. Ya li vir tê firotin bi tevahî jin e. Qelen û kara siyasî ya ji vê meseleyê, aliyekî din ê mijarê ye, xwe dawerivandiye heta nava malê. Di kapîtalîzmê de mîna qesabekî (goştfiroş) gewdeyê wê parçe parçe ji hev tê veqetandin û ji bo her parçeyekî buhayek hatiye destnîşankirin. Ji porê wê heta paniya wê, ji sînga wê heta qorika wê, ji navika wê heta berzika wê, ji nav milên wê heta çongên wê, ji nava wê heta çîpên wê, ji çavên wê heta lêvên wê, ji hinarokên rûyê wê û heta parçeyên stûyê wê, ti cih û parçeyê wê nemaye buha lê nehatibe birrîn. Pir mixabin nehatiye pirsîn, gelo ruhê wê heye yan na, eger heye, nehatiye hişê wan bibêjin ew çiqasî dike. Jixwe ji aliyê mejî ve ji berê de "kêm aqil" e. Li malên taybet û kerxaneyan amûrek e ku zewqê dide. Makîneya zarok anînê ye. Karê herî zehmet zarokanîn ji kedê nayê hesibandin. Dîsa yek ji karê herî zehmet zarok mezinkirin, heqdesta wê nîne. Li hemû saziyên girîng ên wek ekonomî, civakî, siyasî û saziyên eskerî cihê wê ji bo bibe numûne heye. Amûrekî reklaman e jê nayê gerîn. Di nav afirîneran de ya herî zêde wek malekî cinsî li pazaran tê firotin e. Ya herî zêde jê re dijûn têne dayîn û tê lêdan e. Di çîroka evînê de ya herî zêde tê xapandin ew e. Li her tiştê wê dest tê werdan. Nasnameyeke ji bo bi jintî bipeyive ya herî zêde bi deng û rengê wê hatiye lîstin. Mirovek e, bi mirovatî hevaltî pê re nayê kirin. Jin ew kes e ku li ba mêrê herî ji xwe re bibêje ez mêrim, ji hisa êrîşê xilas nabe. Jin êdî malek e, her mêr xwe li ser wek împarator dibîne.
Em hê jî dikarin tarîfa xwe dewlemendtir bikin. Lê aliyê seyr ê meselê, mêrê civaka serdest çawa yeqîn dike ku wê bi nasnameyeke ev çend bi taybetiyên neyênî hatibe xemilandin re bi awayekî asayî bijî. Xuya ye, mîna koleyeke pir hêmin û milahîm tê hesibandin. Ya rastîn ji bo mêrekî bi şeref, jiyaneke hevpar bi nasnameyekê re ku ev çend taybetiyên neyînî hatiye xemilandin pir zehmet e, û piçûk ketin e. Her çend Eflatûn bi sedema xwestiye jin li derveyî dewletê û civakê bimîne, hatibe rexnekirin jî, di helwesta wî de van taybetiyên neyînî yên jinê bi tesîr in. Ev helwest li cem gelek fîlozofan heye û divê mirov rast bixwîne. Mînak, Nietzche jî destnîşan dike ku jiyan bi van taybetiyan re wê ji sedî sed mirov xira bike. Baş e, tevî vê yekê çima di civakê de mêr ew çend bi ser jinê de miriye? Ji ber ku ev civak hatine xistin. Ji ber ku ev mêr hatine xistin. Ev ji taybetiya koletiyê ye, ya dikare derbasî yên din bibe. Koleyeke ev çend bi kêr û miroveke hînî koletiyê bûye, bêguman wê hevpar û şîrekek be, her kesê lê bigere. Jina piçûk hatiye xistin, civaka piçûk hatiye xistin bi xwe ye, mêrê piçûk hatiye xistin. Serê por pê ve nîne, wê şehê wî jî wisa be. Bi kurtî, heta rastiya jinê baş neyê zelalkirin, jinîtiya zana ya azad a şaristaniya çînî û dayik-jinîtiya azad a civaka xwezayî xwe negihînin hevdu, wê hevala jiyana hevpar a di weznekê de neyê afirandin. Her weha heta mêrtî ji nû ve neyê pêkanîn wê bihevrebûnê nebe.
Em di warê civakî de dikarin pêkanîn û şêwazê rêvebirina kapîtalîzmê di gelek rastiyan de bibînin, bi taybetî di warê mêr, malbat, kar, karmendî, perwerde, tendurustî, huqûq û gelek qadan de çav bidêrên. Eger em malbatê bi kurtî tarîf bikin, em dikarin wiha bibêjin; saziya bingehîn a civaka dewletparêz û hiyarerşîk, hucre û molekula herî piçûk a sîstemê ye. Împaratorê herî jor siya wî ya di nav malê de "împaratorê piçûk" e. Malbat dezgehek e ku koletiya civakê xwe lê nîşan dide. Koletiya di nav malbatê de bingehê koletiya civakî misoger dike. Weke ku sîstem her roj, her saet di nav malbatê de ji nû ve tê afirandin. Lewra barê herî giran jî malbat radike. Malbat kerê hêmin û milahîm ê civaka dewletparêz û hîyarerşîk e. Timî dikarî lê suwar bibî û xwe pê bibî her devera dixwazî. Sîstema kapîtalîzmê ya li gelemperiyê belav dibe, bi awayekî balkêş xwe di malbatê de îrtîsam dike û ev yek ji têkiliya xurt a di navbera her du rastiyan de tê.
Pir hewce nîne mirov bibêje ekonomiya kapîtalîzmê, ji ber ku kapîtalîzm bi xwe cewherê aboriyê ye. Lewra sîstemek e, ji bo bi kar anîn, hevrikiyeke hov û kara zêde her tiştî li ber çav digire. Tiştekî civakê nehîştiye nekiribe mal û meta. Civaka bibe mal, maneya wê ew e ku wê ji dest jî were derxistin. Civakek ku bi vî rengî temenê xwe tijî kiriye nîzamek e, hewce tê dîtin dawî lê were anîn.
Sîstem ji bo bi huner û zanistê temenê xwe dirêj bike, di nav hewldanake awarte de ye. Berovajî texmînan, ev hewldan ji bo pêşdebirina zanist û huner (teknîk jî di navê de) nîne. Bi hêza pêşketî ya huner û zanistê dixwaze rewşa xwe ya qediyayî dewam bike. Ev rewş nexweşekî bi bîra mirov tîne ku di kêliyên dawî yên jiyanê de ji bo were xilaskirin, hemû derfet û îmkan têne bi karanîn. Zanist û huner, di van pêvajoyên sîsteman de ji bo pêkhatina sîstemên hê baş û di nav kaosê de ji bo jinûve avakirinê, rolên diyarker dilîzin.
Ji ber ku sîstema dawî ya tehekumkar e, kapîtalîzm cihê wê di dîrokê de heye. Sîstema ku ji civaka hiyarerşîk çaviyên wê xetimîbûn, ji atmosfera azadiyê ya Ronesansê rê li ber vekir sûd wergirt, bû hêza sereke û pê re hemû potansiyel jî derket holê. Hem ji aliyê şêwe û hem jî ji aliyê naverokê ve zêde şensê wê ya pêşketinê xuya nake. Ti devera civak û xwezayê nemaye ku bi kar neaniye. Yên hatine kirin jî ji hejmaran wêdetir tiştek nînin. Balkêş e civak çawa xwe li ewqas pêlîstinê dikare rabigire, xuya ye ji kirin û şîdeta karîbû atomê biteqîne pêk tê. Ti sîstem ev çend bi şîdet û şer di zikhev de nebû ye. Civak û ferd mîna li hespê rodeo suwar bûbin, tevdigerin. Pêşketin nîne, tenê ketin û rabûn heye. Wexta şert û mercên civaka serdest a heyî li dawiyê neyên hîştin, pêşî li lêgerînên nû, hevî, ber xwe dîtin û qabîliyetên ferd jî tê girtin. Welatîbûna dewletê ya sîstemê ji aliyê mana û avabûnê ve di pêvajoya jihevketinê de ye.
Ji aliyê şêweyê ve, ji bo kapîtalîzma bi pêşengiya DYE li dawiyê were hîştin, li vê dunya me, ne erd û ne jî civakên nû nemane. Ji ber texrîbatên mezin ên sîstemê, Ewrûpa di pêvajoya rexne lixwegirtinê de ye. Hewce ye heta dawiyê jî wisa biçe. Ji bo Emerîka Latînî jî bibe duyemîn DYE, ne şertên civakî û ne jî yên dîrokî hene. Çarenûsa wan heta dawiyê bi Emerîkayê ve girêdayî ye. Efrîka hê ji dawiyê di heman rewşê de ye. Peravên rojava yên okyanûsê, Çîn û Japonya herî zêde dikarin ji bo dewama sîstemê alîkariya DYE bikin. Ji bo kapîtalîzmeke nû ya afirîner, ne îddîa û ne jî derfet hene. Tenê dikarin baş bi cih bînin. Rûsya, Sowyetê, stratejîkî têkçûn qebûl kiriye û pêşketin bi alîkariyên DYE wek polîtîka pejirandiye.
Li dawiyê Rojhilata Navîn a bi bela dimîne. Xweber nîne, Rojhilata Navîn ji aliyê çandî û cografik ve bûye bela serê sîstemê. Hucre û şaneyên kok ên civakê li vê derê ne. Koka kesên şaristanî dane destpêkirin û dewamkirin li vê derê ne. Îlah hemû li vir in. Dûr nêz kurê li mala bavo vegere, hesabên malê wê ji nû ve werin kirin. Ev rola li gorî mîsyona DYE êdî bi Projeya Rojhilata Navîn a Mezin ketiye qonaxa bi cihanînê. Têkilî û nakokiyên ku wê her biçin zêde bibin, wê diyar bikin ka ji kaosê wê çi derbikeve. Ji niha ve ya mirov dikare bibêje ev e; bi bûyerên li Rojhilata Navîn wê sîstemê ji dawiyê ve ji hev bibe. Ji wê ya girîng ew e ku ji hevbûn çareseriyeke rast e. Nuqteyên nakokiyê lê bişkên, ew qadin ku kaosê herî zêde li wir bibe. Ev qad bi piranî ji bo nûbûnê, rola dergûşê û malzarokiyê dilîzin. Gelo şaristaniya berê ya li ser bermahiyên perestgehên rahîbên Sumeran welidîbû, vê carê qebra wê tê amadekirin?
Yek ji kêmasiyên bingehîn ê sosyolojiyê ev e; civakên bi ser dewletê û avahiya hiyarerşîk ên di tevahiya xwezaya dîrokê de diviyabû bi mantiqekî dualî yê diyalektîkê bijîn, nekarî aliyê wan yê din yanî partnerê wan nîşan bide. Mîna ku dîrok bêyî nakokî, tenê li ser xeta sîstemên civakî yên serdest meşiyaye û dimeşe. Çawa ku di her rastiya xwezayî de tê dîtin, nirxên civaka xwezayî di tevahiya dîrokê de wek dijberên civaka dewletparêz û hiyarerşîk rol lîstine û pêş ketine. Bi wan xwe xwedî dike, mezin dike, pêş dikeve û şaxên cihêreng berdide. Divê mirov hêza civaka xwezayî piçûk nebîne. Ev civak di rola hucreya kok û bingeh de ye. Çawa ku ji hucreya kok hemû hucreyên din ên pê ve zêde dibin, ji civaka xwezayî jî sazî û lebatên pêve derdikevin. Dîsa çawa ji van şaxan organ û sîstem zêde dibin, ji saziyên seretayî yên civaka xwezayî jî - saziyên seretayî yên hiyarerşîk - organên din ên pêşketî û sîstemên civakê derdikevin. Mumkîn e civaka xwezayî were tepisandin, were paşvexistin û tengavkirin, lê ti car nayê tinekirin. Ji ber ku wê demê ji civakbûnê tê derketin. Kêmasiyeke mezin e, sosyolojiyê nekariyê vê tespîtê bike. Ji ber ku civakên xwezayî di nava mîlyonan salan de pêk hatine, dikarin dewletê û hiyarerşiyê xwedî bikin. Naxwe diyalektîka dualî çawa dikare bibe? Eger mirov civakan bi amûrên aboriyê, yan jî nertinên teng ên çînî analîz bike, wê wextê hê di serî de hêmanên bingehîn ên rastiyê li der ve hatine hîştin. Ev xetaya mezin, şaşî û xwe xapandin, hatiye kirin. Jixwe helwesteke xwedî îddîa mîna Marksîzmê ku civaka xwezayî ya jê re digotin komînî wek civakeke hezar salan berê temenê xwe tijî kirî û qediyayî hesiband, ev têgihîştina neyînî hê jî sor kir.
Civaka xwezayî ti car neqediya. Tevî ku dijberên xwe xwedî kir xilas nebû. Karîbû her tim xwe dewam bike. Wek sparteya serf, kole û etnîsîteyan, li dawî hiştina çînayetiya karkeran û wek zemînê civaka nû ya bilind dibe, wek civaka koçber a li daristan û çolan, wek malbata dayikê û gundiyê azad, tevî hemû ziraran, civaka xwezayî wek exlaqê zindî yê civakê ti car kêm nebû. Berovajî texmînan, motora pêşdebirinê ya civakê, ne têkoşîna çînî ya teng e, berxwedana mezin a nirxên civaka komînî ye. Mirov têkoşîna çînî înkar bike rast nîne. Ew tenê yek ji dînamîkên dîrokî ye. Ya rola sereke lîstiye, her koçerê gerok ê daristanan, çiyan û çolan bû. Wek form a jiyaye tevgera etnîsîteyê - eşîr, gel qebîle - ye. Ew hêz e ku etnîsîteyê karîbû bi hezarê salan, li dijî hemû êrîşên bêrehim û zehmetiyên xwezayî li ber xwe bide. Destan, ziman, nişmîtî, nirxên resen ên mirovatiyê û çanda berxwedanê, exlaqên wê ne.
Yek ji pirsgirêka herî zêde tê guftûgokirin ev e; gelo ji krîza kapîtalîzmê kîjan sîstemê derbikevin. Piştî şerê cîhanê yê yekemîn jî krîz derket. Şoreşa Bolşevîkan pir ji nêz ve eleqeya wê bi analîza Lenîn a di vî warî de heye. Şerê cîhanê yê duyemîn dida nîşan ku krîz neqediyaye û karekterê krîzê yê domdar îfade dikir. Kapîtalîzm bi ser xwe ve hat û xwe da ser hevdu. Bi duyemîn şoreşa mezin a zanist-teknîkê pir mezin xwe pêş ve çip kir. Ev çipkirinên wê yên demkurt nekarîbû pêşî bigire ji bo derza krîzê şax nede. Piştî salên 1970'yî, tevî jihevketina Sowyetê krîz sivik nebû, berovajî girantir bû. Bi awayekî berçav îspat bûye ku avabûna Sowyetê barê sîstemê sivik kiriye.
Di vê pêvajoyê de ji bo çareserkirina krîzê, ji nû ve, dijberên sîstemê û şîroveyên xwe yên neolîberal ketin rojevê. Gelo Neolîberalîzm karîkaturekî dema buhurî ye? Yan jî bi navê "globalîzmê" wek îddîa dike nûbûneke rast e? Tevî ku ev guftûgo hê jî bi lez dewam dike, piştî krîza sosyalîzma reel, alterneftîfa gelan xwe hê zêdetir ferz kir. Tengezariya sîstemê ya di navbera DYE, YE û Japonyayê de, şerê bakur-başûr û aliyên civakê yên zêde tûj dibûn, ber bi ku ve dibirin? Ekolên mîna hawîrdor, femînîzm û çandî, wek aktorên nû diketin pêvajoyê. Ji bo çareseriyê saziyên sivîl û mafên mirovan qîmeta xwe hê zêde dibûn. Baskê çep ji bo xwe nû bike her hewl dida. Li aliyekî guftûgoyên Klûba Dewlemendan a Davosê û li aliyê din guftûgoyên Klûba Feqîran a Porto-Allegre dunyayeke çawa pêşkêş dikirin? Ji ber ku guftûgo seresere û kûr nebûn, tenê dikarîbûn karê rojê bimeşînin. Pêşbîniya teorîk û sîstematîk li cem her du aliyan jî kêm bû. Tevgera bi bername û bi plan bi sînor bû. Bi kurtî, ji bo alîgirên azadî-wekheviyê ji krîzê serketî derbikevin, ne agahî û ne jî sazûmankariyê têr xuya dikir. Dîroka hemdem, li ser navê gelan û kedkaran di serî de şoreşên di salên 1848, 1871, 1917 de jiya, lê ev şoreş û gelek pêlên din ên şoreşê di nav deryayên lîberalîzmê de xeniqîn û eger ji bo careke din di deryayên bi navê neolîberalîzmê de nexeniqin, divê vê carê xetayên berê neyên dubarekirin. Hewce ye, formên serketî ji bo hêza agahiya rast û jinûve avakirina civakê werin dîtin. Bi taybetî, li Rojhilata Navîn ku her roja derbas dibe nakokî zêde dibin, krîz û hovîtî têne jiyîn, divê alternatîfa gelan maneya xwe bibîne û rengê avakirinê zelal bibe. Ji pêngava nû ya DYE ya bi krîza 11 Îlonê tê bi navkirin û rengekî xwe yê kûr ê komployî hebû, diviyabû alternatîfa gelan jî amade bibûya. Diviyabû ew çend alternatîfên xwe hebûna, careke din xwe nexapandana, careke din nebûna pîneyên sîstemê. Dîrok nefspiçûk, dilnizm, lê ciddî ye, bersivan dixwaze tê de xapandin nebe. Deriyên xwe li dubareyên bêhêvî û alternatîfên ceribandî, baş asê kirine.
Di vê parêznameya xwe de ez demeke dirêj li bersiva van pirsan geriyam ku vê yekê wek wezîfeyeke xwe ya girîng dizanim. Li aliyekî pirsgirêkên giran ên gelê Kurd li benda çareseriyên karibin pêk werin hene û li aliyê din jî pirsgirêkên Tevgera PKKê ya ji bo çareserkirina van pirsgirêkan rabûbû, hene. Ji bo çareseriyereke serketî, diviyabû ez maneya hêzê û amûrên avakirinê peyda bikim. Ez vê berpirsiyariyê li cem xwe dibînim û lê hayil im ku divê ez di şexsê gelê me de ji netew wêdetir li ser navê alternatîfa hemû gelan tevbigerim. Lewra ji têgihişîtina berê ya teng a "welatparêzî û enternasyonalîzmê" wêdetir, min têgihîştineke humanîzm û xweza-gerdûnê kir hîmê nertin û helwestên xwe. Bi vê armancê, ramanên li ser civaka ekolojîk û demokratîk ji bo nirxandin û guftûgoyê hatin pêşkêşkirin.
Beriya her tiştî, pirsa di serî de divê em bersiva wê bidin ev e; divê çarçoveya me ya teorîk çi be? Eger teorî nebe, dikare encamên çawa bibin? Teoriyên kêm û şaş dikarin me bibin ku? Taybetiyên teoriyeke bêqusûr û li gorî armancê divê çi be?
Tevî ku gotineke moda ye, lê di cewherê xwe de rast e, em di serdema "civaka agahiyê" de dijîn. Bi vê gotinê mebest ev e; bêyî agahiya hewceyî pê heye, bihêlin çareserkirina veguherîna civakî ya pirsgirêkên xwe yên berfireh ên avakirin û maneyê hene, çareserkirina pirsgirêkên pir sivik û rêvebirina wan zehmet e. Jixwe hewldana rêvebirin û çareserkirina pirsgirêkan bi şêwazê berê, bi piranî encama wê têkçûn e. Serketineke xwe spartibe şensê jî dereng zû rîska xwe heye, xwediyê bibe têkçûnê. Meş û jiyana wer hatiye û wer diçe, tê maneya ku jiyana rastîn her ku diçe maneya xwe wenda dike. Jiyana rastîn ne tenê meş e, meşa bi lez e.
Ji lewra, eger civakên di krîzê de, bi perspektîfeke teorîk a tam û li gorî armancê neyên rohnîkirin û ber bi hedefê ve neyên rêvebirin, îhtîmaleke xurt e, hewldanên bingehîn ên ji bo veguherînê têk biçin û heta berovajî encaman bidin. Di demên bi vî rengî yên dîrokê de em li ponijandin û ramanên mezin şahidiyê dikin ku ev yek ji taybetiya bûyerên diqewimin tê. Berî û piştî pêkhatina sîstemên nû û derketina şaristaniyan, em li ekolên mezin ên raman û baweriyê bi heman sedeman şahidiyê dikin.
Ji ber ku Marksizm-Lenînîzm mora xwe li kevneşopiya muxalif a sedsala 20. xist, hewce dike em tim li ser rawestin. Em heta şaşiya vê têgihîştina ku herî zêde bandor li me kir, nebînin, em nikarin gav biavêjin. Ji bo şaşiya wê bihata fêmkirin, hewce nebû di ser re 70 sal derbas bibûya.
Ez têgihîştina xwe ya sîstemê ku hewl didim wek civaka ekolojîk û demokraktîk bikim têgîn, li derveyî sînorê îqtîdara dewletê pêk tînim û wek cewherê helwesta xwe ya teorîk datînim holê. Ne tenê li derveyî têgihîştina îqtîdara sîstema kapîtalîst, li derveyî hemû civakên dewletparêz ên klasîk û îqtîdara dewletan, lêgerîna min li çaresereyî, cewherê perspektîfa teoriya min e. Berovajî texmînan, ev helwesta min utopîk nîne, helwesteke teorîk e, heta dawiyê bi rastiya civakî ve girêdayiye û wek destketiyeke girîng a têkoşîna xwe dibînim. Ji bo ez xwe bigihînim hêza teorîk, tevî ku bingehê min ê şexsî û civakî rola wan hene jî, rola esasî ev e; ez li civaka dîrokî di nav avabûna wê ya sîstematîk de serwext dibim. Di binê serwextî û têgihîştina min de jî taybetiyên têkoşîna min û berpirsiyariya min heye. Di pêkhatina ekolên ramanê û dînên mezin de cihê zindan, îxanet, êş, sulûk û înzîwayên bi dehê salan nayê nîqaşkirin. Di avabûna vê ramanê de nirxên civaka xwezayî, etnîsîte, şerê hebûnê yê xizanan jî cihê wan ê mezin hene. Em nikarin dîrokê wek bûyerên li dora îqtîdara siyasî bibînin û ev nikare bibe bingehê me yê dîrokî. Lê eger ji bo sîstem yekpare were fêmkirin û ji bo ders jê were girtin, dibe qîmetek wê hebe.
Dîroka divê em esas bigirin, ya kesên dijberên civaka çînî û hiyarerşîk in. Hemû dîrokên siyasî yên fermî, yan hîç behs nakin, yan jî wek komên anarşîstan, girseyên bêhîkmet û ji bo armanên xwe wek keriyên werin bi karanîn dîtine. Ev dîrok, bi qasî ku zuha, mucered û îdealîst e, ew çend jî têgihîştineke hisî ya zalîmane ye. Dîroka me dikare ji civaka xwezayî dest pê bike û bi her cure raman û çalakiya etnîstîte, çîn û mehkûmên cinsiyetparêz ên li dijî îqtîdara siyasî û hiyarerşîk maneyê bibîne.
Piştî ku me bingehê dîrokî yê teoriya xwe destnîşankir, aliyekî din ê girîng ev e; hewce ye, hêza zanebûnê di nav civakê de bigihîje asta herî bilind. Eger em têgihîştina xwe ya rast a dîrokê, bi asta bilind a zanebûnê re negihînin hevdu, em tam nikarin hêza xwe ya têgihîştinê ji bo paşerojê û şêwazê xwe yê avakirinê diyar bikin. Eger teoriyek, ji hemû kapasîteya zanebûnê ya sîstemê wêdetir nebe xwedî têgihîştin, ne tenê kêm be, wê di nav têgihîştina teoriyên dijber de jî bihele û divê em vê yekê wek bingehê rastiya têkoşîna îdeolojîk fêm bikin.
Eger çarçoveya teorîk ya derbarê sîstema civaka ekolojîk û demokratîk de wisa were danîn, ev dibe gava yekemîn. Em hundurê wê çiqasî tijî bikin û bi cih bînin, sîstema pêş de bikeve, wê ew çend bibe sîstemeke azad û wekhev. Em dikarin bibêjin; sîstemek bi vî awayî pêş bikeve, ne sîstema hiyarerşîk û dewletparêz a klasîk e, ne jî sîstema koletiyê ye ku tê mêtin, eciqandin û têk diçe. Sîstemeke exlaqî ye; bi xwazayê re têkiliyeke diyalektîkî ya dikare dewam bike daniye, di hundurê xwe de cih nade tehekumê û berjwendiyên hevpar yekser bi demokrasiyê diyar dike.
Di pêkhatina civaka komîn de gotina "komîn" ji şêwe zêdetir ji bo cewherê dabaşê ye. Ev yek îspat dike ku civak bi şêweyekî komînî dikare hebûna xwe dewam bike. Wexta civak ji rengê xwe yê komîn derkeve, di heman demê de ji civakbûnê derdikeve. Her pêşketina li dijî nirxên komîn, bi xwe re hin nirxên wê jî dibe. Ji lewra ya rast ev e; mirov jiyana komîn wek bingehê jiyanê bibîne. Mirov bêyî şêwazê vê jiyanê nikare hebûna xwe dewam bike. Em vê rastiyê, ji bo ev şaşî werin fêmkirin bi israr destnîşan dikin. Li gorî gotina şaristaniyê yên civakê mezin dikin, nirxên îqtîdar û hiyarerşiyê ne. Yên mayî jî keriyên pez in. Mirov dikare bibêje; ev têgihîştin bi qasî ku kevn e ew çend jî yekemîn derewa mezin û sîstematîk e, hiş û zêhniyeta mirov zêde mijûl û dagir kiriye. Çendîn karîbûye mirovan bi vê derewê bide bawerkirin, pêvajoya li dijî xwe jî rewa kiriye. Ev îdeayeke wer mezin e, di roja me ya îro de jî hema hema kes nemaye pê nexapiyabe. Tevî ku nîzama komînî şêwazê hebûna jiyanê ye, nirxên jiyanê bilind û mezin dikin, ji bo hêza îqtîdar û hiyarerşiyê hatine hesibandin, ev di serê nakokiyan de tê, divê were çareserkirin. Ev gotina ku dîroka civakî belovajî dike, di serî de dîrok, wêje û polîtîka, têgihîştineke bingehîn a hemû sazî û avahiyên jor e. Di dawiyê de şêwazê rastin ê ji bo hebûna civakê, dibe tiştekî bê zar û ziman.
Sosyolojî heta ku ji civaka seretayî re bibêje "civaka hoveber" hemû tespîtên wê nikarin xwe ji şaşiyê xilas bikin. Divê em dîsa li şibandina hucreya kok vegerin. Li gorî hemû hucreyên cihêreng dibin û şax didin, hucreya dike dibe ku hoveber be. Lê ev hovbertî ne bi maneya paşve mayînê ye, bi maneya esas, prensîb û seretayîbûnê ye. Heta bi vî rengî li nirxên civaka komîn neyê nertin, analîzên hemû saziyên din bê kok in, bi serê xwe wê nebin xwediyê maneyeke ciddî û wê wer bêne dîtin.
Eger em dixwazin di têkoşîna civakî de gavên me lihevkirî bêne avêtin, divê beriya her tiştî em bi rêz û rastîn li şêwazê hebûna civakê binerin. Civakparêzên herî radîkal û hemdem, ne tenê di analîzên xwe de, her weha di pratîka xwe de jî ji komînîtiyê reviyane. Eger were gotin; "ew taybet e, fikra wî komîn e" ev xapandineke mezin e. Ev encamê civaka kapîtalîzmê ye ku ji exlaq bêpar hîştiye. Hema bêje heta dawiya sedsala 20. jî mijarên etnîsîte-qebîle-eşîr-gel li derveyî sînorên sosyolojiyê bûn. Eger bi qasî îqtîdara sîyasî, qîmeta etnîsîteyê neyê dîtin, manedana pirsgirêkên civakî û çareseriya wan mumkîn nîne. Formê cewhera komînî herî zêde bi etnîsîteyê îfadeya xwe dibîne. Eger hûn etnîsîteyê ji holê rabikin wê ji civakê paşve çi bimîne? Marksîzm jî di navê de hemû ekolên ramanê yên hemdem, heta doh jî etnîsîste wek formeke arkaîk û bêkêr dinirxandin. Cewherê komînê hê zêde nêzî paşve mayînê nîşan didan. Ferdiyet çiqas derketa pêş, li nirxên civakê serdest bibûya ew çend girîng û bi şeref dihat hesibandin. Wexta ez dibêjim; rahîb ji sosyologan xwedî roleke neyînîtir in, ez mijareke girîng destnîşan dikim. Rahîb wek kesekî serwext ê pêşengê civakê, wek bawer dike û difikire ji bo civakê bi civakê re dijî. Rastbûna agahî û zanebûna wî şertê bingehîn nîne. Girêdana bi komîntiya civakê ve şertê esas e. "Sosyolog" jî agahî û zanebûna wî çi dibe bila bibe, komîntiya civakê esas nagire. Mîna elemanekî teknîkî nêzîk dibe. Jixwe felaket jî wisa dest pê dike. Bi giştî hemû zanyar, bi taybetî sosyolog, eger pîrozbûna komîntiya civakê nas nekin û heta bi mirina xwe pê ve girêdayî nebin, wê nikaribin xwe xilas bikin ji bo ji wan re neyê gotin; "çîna bêexlaqên mezin." Eger bi komîntiya civakî ve girêdayî bimana, wê ne şer û îqtîdar, ne mijokî û bi karanînê bigihîşta asta îro. Em bombeya atomê bi kîjan civakbûyînê dikarin rave bikin?
Qonaxa pêşketinê ya herî nazik a civaka komîn e, wexta ber bi rengê hiyarerşîk ve diçe. Tecrûbeyên civakî yên zêde bûne rê li ber xurtbûna maneyê, ji vir jî ziman û ber sembolîzekirinê pêvajoyek heye. Dînê totem di vê pêvajoyê de pîroz dibe. Ji ber ku civak bi dîn yekemîn nasnameya xwe bi dest dixe girîng e. Ev rewş, têgihîştin û serwextbûna seretayî îfade dike. Pîrozbûna serwextbûnê bi vî rengî ji jiyana civakî bi xwe tê. Piştî ku veqetîn ji jiyana heywanî ya prîmat bû, cudahiya mezin a manedanê destpêkir. Cudahiya nû balkêş e. Taybetiyên yekemînbûnê di himbêza xwe de hildigire. Pratîka civakî di hemû gavên girîng de rê li ber pêşketinên bi heyecan vedike. Ev rewş serwextbûna zêde dibe îfade dike. Serwextbûn û têgihîştinê bi lêv dike, tîne ziman, bi nav û tarîf dike û pêre pêvajoya sembolîzekirinê dest pê dike. Pêvajoya têgihîştin û serwextbûnê ji bo pratîk û hilberandinê roleke xwe ya girîng heye. Bêyî têgihîştin mayîna li ser piyan zehmet dibe. Kalîteya jiyana tênegihîştî yekser tê dîtin. Kalîte û pêşketina naveroktijî bi cudabûna serwextbûnê re bi hev re dimeşin. Dîn hemû girîng bûn û pîrozbûna xwe di vê qonaxa nazik a jiyanê de werdigire û ji serî ve di nava xwe de nakokiyekê dihewîne. Ji ber ku civakîbûyîna seretayî, serwextbûn û nasnameyê îfade dike, jiyan bêyî civakîbûyînê zehmet e. Li aliyê din, ji ber ku pîrozbûnê, tabûtiyê - dest pê nekirin, dest nedan, qadên heram - û gelek rêzikan bi xwe re tîne, ji bo paşerojê muhafezekar e. Li serwextbûn û têgihîştinên nû girtiye. Bi vê taybetiya xwe pêşketinê berbend dike. Ji vê yekê, hê ji serî ve, pêvajoya pir dînan xwe ferz dike. Pir dîn û pir xweda, cudahiya di navbera têgihîştinan de îfade dikin. Erênî ye. Di destpêka dîn de her tişt bi ruhan - anîmîzm - dihat ravekirin, ev encameke nertina xwezayî ya pradigma civakî bû. Erênî ye. Pişt re her ku çû, ruhê mezin û ji wir jî derbasî pêvajoya xwedatiyê bû, ev yek ponijandina civakê ya ji bo bidestxistina nasname û xweseriyê îfade dike. Di vê pêvajoyê de nasname û xweserî sembolîze dibin. Di destpêkê de xweda civak bi xwe ye.
Çîroka Hz. Îbrahîm derbarê xwedê de balkêş e. Wek tê zanîn, Hz. Îbrahîm bi serî rakirina li dijî panteona - koma xwedayan - qral-xwedayên Nemrûd-Babîl, Asûr û şikandina pûtan, di dîrokê de ji yek şoreşên girîng ê zêhniyetê re pêşengî kir. Lê qebîleya Îbranî - gotina Îbranî di pêvajoya Misrê de ji "mirovên tozgirtî" re wek leqebekê tê bi karanîn - ya jê re pêşengî dikir rojekê jî nikare bê xweda bimîne. Ev xweda nabe totemên destpêkê. Ji ber ku li dijî pûtan şoreşek hatiye destpêkirin. Lê afirandin û destnîşankirina forma nû jî zehmet e. Dewlemendî û xurtiyeke manayê tê xwestin. Bi kurtî, guhertineke radîkal a dînî hewce dike. Bêguman wê bikeve bin tesîra sîstema xwedayî û dînî ya wê demê. Lê bi awayekî dijwar, hem mecbûrî û hem jî hewceyî bi azadiya ew di xwe de digire heye. Di pêvajoya sulûk û înzîwayê ya kevneşopiya sîstema peyxemberan de armanc; xwe gîhandina serwextbûnê ye. Lê ev bi ponijandineke taybet dibe. Ji fikrên nû yên di zîhnê de hişyar dibin, têgîn û şêweyên wê re îlham û wehî tê gotin. Wehî dengekî mucered ê xwedê ye. Muceredî, ji nîzama paşve mayî ya pûtan, nîzameke hê pêşketî ya serwextbûnê îfade dike. Hz. Îbrahîm ku ev pêvajo jiya, bingehê dînê xwe danî. Bi îhtîmaleke mezin, wexta pirsgirêkên jiyanê ew tengav kirine ketiye sulûkê û bersiva wî dengê kevneşopiyê daye. Îbrahîm dibêje; "Tu kî yî?" Xwediyê deng bersiv dide; "Ez Yah-weh im." Maneya wê ev e; "Ew e" îşaret bi xwediyê deng dike. Aliyê balkêş di zimanê Kurdî de ev gotin nêzî; "va ew" e. Li gorî lêkolînên di warê koka Îbranî de hatine kirin, zimanê Îbranî gelekî di bin bandora Aryenî de maye ku bingehê zimanê Kurdî ye. Îbrahîm li Ruhayê li navenda derketina kevneşopiya peyxemberan derket û eger em vê rewşa wî li ber çav bigirin, emê koka meselê hê baş fêm bikin. Li herêmê çanda Samî û Aryen gelekî têkel bûye. Lewra tevlîhevbûna Samî-Aryen daweriviye nav çanda dînê nû. Wek tê zanîn, Yah-weh pişt re dibe Yahova, ew jî di dawiyê de dibe Yahûdî. Îsrael û Ellah jî encamên dawerivîna vê çanda Semîtîk in.
Sedema em li ser vê babetê rawestiyan ev e; ji bo em pêşketina di civaka komîn de bi mînakeke baş dizanin, çêtir fêm bikin. Em di derbasbûna mijarê de dixwazin helwestekê di babeta "Ellah" de jî nîşan bidin. Di bingehê vê têgînê de ku bi sedsalan e mejî û dilan mijûl dike, gotina Samî "El" heye. "El" fîgurekî xwedayî ye. Bi îhtîmaleke mezin BZ di salên 2000 de ji milê Samiyan Kenaniyan ve ev gotin çêbûye. Qebîleyên Kenaniyan, wexta li nîvçol û nîvdeştan koçeriyê dikin, hê zêdetir nêzî têgihîştina xwedayekî mucered in. Di jiyana komên koçeran de çem, çiya û zevî pir tinene ji bo hukum bikin. Xweza yeknesak û monoton e. Erd û ezman wek valatiyeke bê serûber in. Di vê rewşê de qebîle, wek hebûna bi tenê ye. Em werin rewşa hiyarerşîk. Di qebîleyê de saziya şêxtiyê pêş dikeve. Şêx rûsipiyekî zana yê qebîlê ye. Beriya avabûna saziya peyxembertiyê ye. Bi awayekî Samî şaman e. Pêşiyên peyxemberan e. Wexta otorîteya wî zêde dibe, hurmet jê re tê kirin û pîroz dibe. Wek ku mejiyê qebîlê be. Çendîn, hurmet û pîrozbûna wî ya zêde dibe dibin têgin ew çend rewşeke dînî derdikeve holê. Wexta ji totemiya qebîleyê ber bi qonaxa xwedayê mucered ve diçe, têgîna "mezinbûn-bilindbûn" pêş dikeve. Berdêla vê gotinê "El" e. Di Erebiya îro de jî nêzî gotina "ela" ya bi maneya bilindbûnê ye. Qebîleya Îbraniyan wexta li diyarên Kenan - Filîstîn-Îsraîla îro - cîwar dibe, dikeve bin bandora çanda xwecîh û herêmê. Ji xweda "Yahova" ku berê hatibû pêşxistin, ber bi hemtayê wî yê ji koka "El" têgîna "Elohîm" ve diçin. Bi demê re ji Elohîm jî ber bi têgîna Ellah ve diçin. Bi pêşketina civakê re, bi xurtbûn û dewlemendbûna wê re, bi zêdebûna cihêrengî û nakokiyan re, têgîna Ellah jî ji sadebûnê Elê, ji mezinbûnê, di wexta Hz. Mûhammed de bi awayekî tevlîhev û girîftî ber bi bilindbûnê ve çû. Nod û neh sifatê wî çêbûn. Zehmet e mirov modeleke sosyolojî mîna vê bibîne ku karîbûye bi awayekî balkêş taybetiyên girîng ên pîroz ên saziyên civakî û têgînan, welê manîdar bike.
Em çend gotinên din jî li vê babetê zêde bikin; Ellahê me wek fîgurê hafiza pêşketinê ya civakê destnîşan kir, ne înkara wî, ne jî nirxandineke çor li ser wî rast nîne. Berovajî, ji vê têgînê, bi taybetî ji pêşketina qebîleya Îbranî, ji rêzikên civakî heta yên fizîk, kîmya û biyolojiyê di ilmê îro de hêza maneyê bi dest xistiye. Ji wir, mirov hûrûkûr xwe gîhandiye Kozmos û Kûantûmê. Mirovatî hatiye ber gen û hucreya zindî çareser bike. Ji lewra, analîzkirineke rast a derbarê Ellah de pîvaneke rastîn a xwedayî ye. Em vê pîvanê pir eşkere destnîşan dikin, ji bo were fêmkirin ku dîn divê çawa were şîrovekirin. Bi analîzên sosyolojîk ên rast, di roja me ya îro de pîrozbûneke rastîn dibe. Naxwe, bi awayekî jiber, zuha û pûç, qîrkirina girseyên gel bi gotina Ellah, pûtperestiyek a ji serdemên berê xetertir e û înkarkirina Ellah e. Di rastiya me ya civakî de jî jiberkirin mîna "pûtperestiya mucered" cih girtiye, divê ev were lanetkirin û li dawiyê were hîştin.
Sosyolojiya dîn ji destnîşankirina rastiya civakî dûr e. Divê têkiliya Epîstemolojiyê (zanista zanînê) baş bi civakîbûnê re were danîn û analîzkirin.
Rewşa heyî ya sosyolojiyê, mirov neçar dihêle ku mijarên herî sivik jî çareser bike.
Em bi israr destnîşan dikin ku heta cewherê civaka xwezayî neyê çareserkirin, wê bûyerên piştî wê jî rast neyên nirxandin. Eger çawa atomeke hîdrojenê - bi yek proton û elektronî - neyê çareserkirin wê çareserkirina ti elementî mumkîn nebe, her weha heta civaka kok civaka komîn neyê fêmkirin, em nikarin manê bidin cihêrengiya rastiya civakê, wê tarîfeke kêm be, ji lewra wê zanisteke civakê ya şaş derkeve holê. Dikare were gotin; mîtolojî û teolojiyê têgihîştineke civakê ya fantastîk li pey xwe hîştin, lê sosyolojiyeke mîna boxçikeke pînekirî jî tenê hişê mirovan tevlîhev dike. Ev jî dibe sedem îqtîdar serê xwe bigire biçe û hê hov bibe. Ji ber ku tu komîntiyê ji hev dernexînî, tu nikarî îqtîdarê çareser bikî. Zemînê îqtîdara dewletê û hiyarerşî li ser mezin bûye, komîntî ye. Hiyarerşî wek têgîn tê maneya rêberiya pîroz; rûsipiyê zana dibe xwediyê otorîteyê. Di qonaxa derketinê de fonksiyana wê erênî ye. Rê nîşandana ciwanan, meşandin û rêvebirina klan-qebîleyê, qonaxeke pêşketinê ya li pêş e. Rûsipiyê zana jî di vê qonaxê de bi rola pê radibe dikare tengasiyên bi pîrbûnê re derdikevin hinekî sivik bike. Ya bi kêra wî jî tê ev e. Ji ciwanên li dora wî kom dibin ên bi qabîliyet ferq dikin ku ew dikarin bi tecrûbeyên rûsipî pêş bikevin û bi serbikevin. Wek yekemîn mînaka şîrovekariya dînî Şaman jî dikare bibe muttefîkekî nêz. Di warê dînî de Şaman her ku çû ket rola berdevkiyê ku ev jî nîşane şaman dibe rahîb. Hostatiya ciwanan a di warê nêçîrê de wan li dora şefekî kom dike û wan dike mîna prototîpekî jêreskerî. Hevgirtina Rahîb-Şef-Rûsipî hiyarerşiya mezin dibe îfade dike. Hînê wê negîhandina sazîbûna dewletê. Têkilî şexîne. Hêza li dora malbat-dayikê her diçe belav dibe.
Hêza afirîner a civaka komîn dayik, li dijî vê hevgirtina sê alî têkoşîneke mezin dide. Hemû bermahiyên dîrokî nîşan didin ku ev qonax pir dijwar derbas bûye. Civaka Neolotîk ya - BZ di salên 10.000 û 4000 de - bi serdema malbat-dayikê gihîşt asta herî berz, bi hevgirtina sê alî ya Rahîb-Şef-Rûsipî ku serdema bavikanî îfade dike, li dawiyê tê hîştin. Di mîtolojiya Sumer de Înanna-Enkî, Mardûk-Tîamat vê serdema beriya dîrokê sembolîze dikin. Şîroveyeke pir asayî vê rastiyê zelal dike. Înanna dayikeke xurt a beriya dîrokê sembolîze dike, bi israr behsa 104 amûrên şaristaniyê, têgîn û rêzikên "me" xwe dike. Tîne ziman ku xweda Enkî (yekemîn bavikê muceredkirî) nirxên xweser ên xwedawendan afirandine dizîne. Beşê herî bi heyecan ê destanê ev e; Înanna ji bajarê xwe órûkê diçe bajarê Enkî Erûdayê û bi hezar zehmetî "me"yên xwe direvîne. Ev têkoşîneke mezin nîşan dide. Di destana Babîlan de jî xwelihevrakişandina Mardûk-Tîamat zêdetir têkoşîna li ser otorîteyê îfade dike. Destguhertina bêrehim a dayikanî bi bavikanî, bi zimanekî mîtolojîk tê îfadekirin. Versiyona duyemîn û sêyemîn a van destanan, em di şaristaniya Misriyan de Îsîs-Osîrîs, di Grekan de Zeûs-Hera, û di Hîtît û órartûyan de heman versiyonan dibînin.
Agahiyên em ji mîtolojiyê hîn dibin, em dikarin ji dînan jî, bi taybetî jî dînên yek xwedayî jî hîn bibin. Ya Mûsa li kevneşopiya Hz. Îbrahîm zêde dike ew e, ku jinê ji sedî sed digire bin zevtûreptê. Di dema Hz. Îbrahîm de jin hê tam nehatiye piçûk xistin. Têkiliya di navbera Îbrahîm û Sara de hema hema di weznekê de ye. Di mînaka Mûsa-Marîam de kesa bi navê Marîam ku xuşka wî ye, bi têkçûneke dilêş hatiye mehkûmkirin. Hêza xwe ya dawî jî wenda dike. Li cem Hz. Dawûd û Silêman jî jin amûrekî yekalî yê zewqê ye. Ti otorîteya wê xuya nake. Jin di nav qraliyetan de amûrê zewq-kêfê ye, amûrek e, pê nifş dewam dikin. Her çiqas carnan şexsiyetên mîna Ester, Dalîla derbikevin jî, ew jî nikarin xwe xilas bikin ji bo neyên bi karanîn. Em di mînaka Hz. Îsa û Meryem de tenê gotinekê ji devê Meryemê nabihîsin. Tu dibêjî qey zimanê wê hatiye jêkirin. Ber bi roja me ya îro Xirîstiyanî di warê pêşketina jinê de gaveke mezin e. Di mînaka Hz. Mûhammed û Eyşe de trajediyek heye. Li hemberî otorîteya Îslamî ya feodal, Eyşe gazin û giliyekî mezin e. Dîrokzan radigihînin ku wiha gazin kiriye; "Ya Rebî! Li şûna ku te ezê bianiyama, te kevir bianiya çêtir bû." Di lîstika îqtîdarê de eger tu evîndara herî xoşewîst a peyxember jî bî, encam naguhere û tê gotin; ev nifir lixwekirin jî bi vê sedemê hatiye kirin.
Ya rastîn, hiyarerşiya civaka bavikanî, di şerê xwe de ku bi hêza dayikanî re kir, hêzeke mezin bi dest xist û pir eşkere mirov dikare vê yekê di civakên etnîste de jî bibîne. Piştî vê têkçûnê di forma jinê ya civakî de şikestinên mezin xuya dikin. Jina ku berê dikarîbû hilbijêre, êdî wek mal ew dihat hilbijartin. Ji wê jina mêr li dora xwe bi rêxistin dikir û ji bo otorîteya xwe ji dest dernexîne demeke dirêj li ber xwe da, jineke îradeya xwe wenda kirî, fîgurek û nasnameya jinê ya li hemberî daxwazên mêr razîbûyî zêdetir tiştek nemaye. Mînakeke din a nîşan dide ku ev pêvajo wisa hêsan derbas nebûye ev e; namzetên mêr ên qral ku bi xwedawend-dayikê re dizewicîn, di salvgera zewaca wan a pîroz de bi merasîmeke pîroz dihatin qurbankirin. Em di gelek civakan de li bîranîna van merasîman rast tên û ev semboleke nîşan dide, ji bo otorîteya xwe wenda neke, jinê çawa demeke dirêj li ber xwe daye. Merasîmên qurbankirinê bi awayekî sembolîze nîşan didin ku zilamê otorîteyê bidest dixe, çawa tê astengkirin. Di civaka Sumer de BZ di salên 2000 de em dibînin di şerê Tîamat-Mardûk de ev pêvajo bi têkçûna jinê bi dawî dibe. Di pêvajoya şaristaniyê de BZ piştî salên 2000, em mînakên bi vî rengî li ba hemû civakên koka wan Rojhilata Navînî ne, dibînin.
Civaka hiyarerşîk di destpêkê de her çend roleke erênî lîst jî, her biçe wê yan belav bibe, yan jî bibe dewlet. Di navbera dewletê û civaka komîn a seretayî de qonaxeke derbasbûnê ye. Lê hêza xwe ji civakîbûna xwe werdigire. Ev şêwazê otorîteyê, bi sedema demeke dirêj û vekirî meşiyaye, bi taybetî di nav komên etnîk de derketiye asta herî jor. Ya esas, stû li jin, ciwan, etnîsîte û endamên din tewandî, civaka hiyarerşîk-bavikanî ye. Ya girîng jî şêwazê rêvebirina vê otorîteyê ye. Otorîte ne bi qanûnan bi exlaq tê rêvebirin. Exlaq ew hêza rêzikan e, ya ku divê civak guh bidiyê. Ev hêz bi darê zorê nayê meşandin, ji bo hebûna civakê dewam bike her kes bi dilê xwe tevlî dibe. Cudahiya wê ji dîn, di şûna pîrozbûnê de bi pêdivî û hewcebûnên dunyevî dimeşe. Bêguman dîn jî dunyevî ye, lê aliyê têgînan ên bi efsûn û herî kevinbûna wan, perdeyeke pîrozbûnê bi wan de dike. Hînê mucered e, û bi merasîman dimeşe. Karûbarê rojane û rêzikên hewceyî bi wan hene, exlaq e. Tevî ku di zikhev de ne, exlaq timî karê dunyayê sererast dike û rêve dibe. Dîn jî hewl dide bersivan ji têgihîştina bawerî û dunyayên din re bibîne. Dîn teoriya civaka seretayî ye, exlaq jî dibe pratîka wê.
Ji bo rêvebirina civakê, ev her du sazî heta qonaxa dewletbûnê qîm dikin. Em dikarin ji vê serdemê re bibêjin, serdema civak bi tore, kevneşopî û baweriyan hat rêvebirin. Di civakê de hê jî ya herî xurt ne şexsî, taybetiya komîntiyê ye. Ji bo girêdana bi komîntiyê ve, divê kes herî zêde li gorî rêzêkên komînê yên exlaqî û dînî bimeşe. Eger li gorî wê nemeşe û guh nede, ev di civakê de tê maneya alozî û arîşeyê. Ev jî ji hevbelavbûn û îmha ye. Ji lewra dîn û exlaq di vê serdemê de bawerî û kiryarên xurt in. Kesê guh nede dîn û exlaq, ew xirabiya herî mezin bi civaka heyî dike. Zehmet e civak xwe li vê yekê rabigire, neçar e bi cezayê herî giran bersivê bide. Yan diavêje derveyî civakê, yan jî digire perwerdeyeke hişk. Ya girîng ew e ku taybetiya xwe ya komîn wenda neke. Di dînan de hê jî tê dîtin, bi cihneanîna hin rêzik û îbadetan gunehekî mezin e û ev hêza komîntiyê nîşan dide. Têkiliyên komîniyê taybetiya xwedayetiyê destnîşan dikin.
Di roja me ya îro de, tevî ku nirxandineke şaş li ser dîn tê kirin, pir zêde li ser tê sekinîn. Ev jî bi sedema dîn wek meseleyeke şexsî tê dîtin. Lê ya rastî dîn meseleyeke şexsî nîne, yekemîn rastiya civakê ye, bûye têgîn, exlaq û şêwazê rêvebirinê. Hiyarerşîzm, bi maneya rêveberiya pîroz vê rastiyê îfade dike.
Şerê civaka komîn bi hiyarerşiyê re her tim heye. Piştî ku nirxên maddî û manewî ji nû ve li civakê vegeriyan, ji bo hê zêde werin înhîsarkirin (monopol-tekel) şaxên nû li rêzikên dîn û exlaq dikevin. Di rastiya dînî de ku nirxên civaka bavikanî nîşan dide, ber bi têgihîştina yek xwedayê mucered ve gav têne avêtin, otorîteya civaka xwezayî ya dayikanî jî bi têgihîştina pir xwedawendan li ber xwe dide. Di nîzama malbat-dayikê de ked, hilberandin û ji bo xwedîkirina her kesî dayîn pîvaneke bingehîn bû. Exlaqê bavikanî bi rewakirina hilandin û danaserhev rêya mulkiyetê vekir, lê exlaqê civaka komîn hilandin û danaserhevê şerm û wek çavkaniya xirabiyan dibîne. Lewma belavkirina wan teşwîq dike. Koka têgîna "comerdî-camêriyê" jî di vê rastiyê de razayî ye. Li dijî mulkiyeta taybet, hewl dide mulkiyeta kolektîf biparêze. Di civakê de her diçe lihevkirin xira dibe û tengezarî zêde dibe. Çareserkirina vê nakokiyê ya di vegera li nirxên berê de dibîne, yan jî di zêdekirina hêza xwe ya der ve û hundur de dibîne. Bi vî awayî bingehê civakê yê şîdet û şerê xwe dispêre mijokî û zordariyê pêk tê.
Komên hiyarerşiyê yên li dora nirxên maddî û manewî mezin dibin, ji bo ji hev belav nebin bi çavnebarî, timî otorîteyê pîroz dikin û ji bo mafdariya mulkiyetê nîşan bidin, dikevin nav hewldanan. Komên hê piçûk û belavbûyî, zehmet e karibin li dijî vê hêzê li ber xwe bidin. Lê klan û qebîleyên bindest, wê karibin bi koçeriya xwe ya domdar hebûna xwe ya azad biparêzin. Koçer ne tenê ji bo nêçîr û berhevkirina pel û pincaran, zêdetir ji bo parastina nirxên komîn bi meşeke dîrokî daketine çolan, derketine çiyan û xwe berdane zikê daristanên kûr. Ev meş ku timî di hinav û dilê xwe de evîna azadiyê werdigire, yek ji liv û tevgera girîng a dîrokê ye. Hewcebûna bi parastinê, klan û qebîleyê neçar dihêle ji bo bibe eşîr. Eşîrî tenê mezinbûneke biyolojîk îfade nake. Li dijî hîyarerşiyê awayekî formasyona berxwedanê ye. Di qonaxa destpêkê de otorîte di nav eşîrê de erênî ye, ji aliyê exlaqî ve jî bi destanan û muzîkê pesnê vê otorîteyê tê dayîn. Serekê eşîrê ji bo hebûn û azadiya eşîrê sembol e. Di şexsê wî de şeref, ewlekarî û zêhniyeta eşîrê tê temsîlkirin.
Ev pêvajoya bi nakok qonaxa bigihîjê, wek saziya otorîte û zora mayînde, dewlet e. Derketina dewletê di dîroka civakan de duyemîn qonaxa mezin e. Di hilberandin, jiyana civakî, îqtîdar û zêhniyetê de guhertinên bingehîn dike. Ji ber ku şerê bê nîzam ê qebîle û eşîran, mulkiyet û berhemên hilanî binpê dike, wek tedbîr saziya otorîteyê ya xwe dispêre hêzê tê avakirin. Ji şaman rahîb, ji rûsipî qral, ji şef jî fermandar derketiye. Di her sê rastiyan de jî kes demî, lê sazî herdem in. Bi cihbûna li ser axê ku ji gundan derbas bûye, gihîştiye qonaxa bajarbûnê. Di destpêka civaka gundan de jiyana komîn serdest e. Gund bingehê jiyana civaka Neolotîk e. BZ di navbera salên 11.000-3000 de ji bo şoreşa di warê zeviyan de cihekî pîroz e. Ji bo demeke dirêj bihevrebûna civaka komîn û civaka hiyarerşiyê jî temsîl dike. Axatî û begtî hê tineye. Malbat-dayik hê jî mîna peykerekî şerefê ye. Ji ber ku nirxên derbarê malbatê de hemû berhemên mejiyê wê ne. Bi heywanên ku kedî kirine û bi nebatên ku danine, jiyaneke mûcîzewarî ya bêhemta pêşkêş dike. Di vê serdemê de bi hezaran vedîtin û îcad, berhemên jin-dayikê ne. "Serdema vedîtinên jinê ye" ku ew mûcîdeke serdemê ye, navê wê nediyar e. Komên hiyarerşîk ên bi hêz dibin û qurnaz in, çav ber didin van vedîtin û berhemên dewlemend, desteser dikin û ji bo rewşa xwe mayînde bikin, dewletê ava dikin. Ji vê serdema gundîtiyê ya li ser hezaran tilên li qûntara Zagros-Torosê, li deştên ava Dîcle, Firat, Nîl û Pencabê av didin bajar hatin avakirin û pêre rê li ber nîzama dewletê (polîs) vebû.
Di avakirina gund û bajaran de, di civakê de li duyemîn parçebûna girîng, koçerî-bicihbûyîn zêde dibe. Parçebûna hiyarerşîk ji jor ber jêr ve ye, ya koçerî-bicihbûyî jî berwar e. Sîstemên civakî yên dîrokî êdî bi nakokiyên parçebûnê derxistin holê, reng digirin.
Şoreşa zêhniyetê ya bi gund destpêkir û bi bajêr kûr bû, pêşî xwe di çanda baweriyê ya dînî de nîşan da. Nîzama xwedayan, bi israr hewl dide, xwe bi temamî ji nîzama mirov û xwezayê veqetîne. Sifet û rengên nû li xwedayan têne kirin ku wek temendirêjiya wan, jiyana wan a li ezmanan, carnan xwe vedikişînin binê erdê; mirovan nagirin nav xwe; kêfa wan bixwaze mirovan ceza dikin. Ev taybetî li cem xwedayên mîtolojîk ên Sumeran hê pir cureyên xwe çêdibin. Ji xwedayên ku bajaran diparêzin heta yên çem, çandinî, derya, çiya, ezman û xwedayên binerdê, panteoneke - kadroyên xweda - dewlemend pêk tê. Ev nîzama têgînan bi hêzên xwezayî re di zikhev de têne kirin û hêza çînî ya ku mezin dibe, îfade dike. Ev forma dînî û nîv-mîtolojîk ku armanca wê pîrozkirin û mayîndekirina wan hêzên ku rûyê zemîn di nav xwe de parve kirine, ji bo nîzama nû ya hatiye avakirin rewa bibe, girîng e. Formên bingehîn ên exlaqî û baweriyê yên civaka komîn hildiweşin û yên nû di şûnê de hê xurtir û mayînde têne avakirin. Ev cudabûn, herî zêde di dema derbasbûna ji nîzama dînî ya xwedawendiyê ber bi nîzama dînî ya xwedatiyê ve xwe nîşan dide. Girîngiya Înanna-Enkî, Mardûk-Tîamat jî di vir de radizê.
Ti mîtolojî bi qasî mîtolojiya Sumeran nikare cudabûna çînî û pêkhatina dewletê, bi zimanekî saf, resen û helbestwarî bigihîne hêza maneyê. Em bi vegotineke harîqa re rûbirû ne. Mirov dikare hemû "yekemîn" sazî, têgînên civakî, aborî, siyasî û wêjeyî di civaka Sumeran de bibîne. Dikare were gotin; ev resentî ya reng daye avabûna sazî û têgînên bingehîn ên civakê, di serê pêşketinên dîrokî de tê. Ji lewra analîzên li ser civaka Sumeran karekterekî wê yê gerdûnî heye.
Bi awayekî texmînî; pêkhatina bajar û dewletê li qûntara çiyayên Zagro-Torosê wek dewama şoreşa cotkarî-gund pêş ketiye. Beşê hiyarerşiyê yê bi giranî rahîb bûn, amûr û têgînên teorîk û pratîk ê vê şoreşa di dîroka mirovatiyê de herî demdirêj û berfireh bû, bi xwe re birin Mezopotamya Jêr. Bi îhtimalek mezin, di serî de hemû heywanên pêdivî bi wan hene, numûneyên tov û darên mêwan, amûrên çandinî û çinînê, xanî avakirinê, tevin, ragihandin û hwd. teknîka amade bi xwe re birine. Ji ber ku li cihekî mîna çolê îmkanên avdaniyê nînin nikarin van amûran bi dest bixin. Li gorî belgeyên bi dest ketine, çanda bi komên hatine herêmê nexşeya rê pir eşkere destnîşan dike. Ev koçberiyên BZ li derdora 6000-5000 bûne BZ ji 4000 salî û pêve karîbûne gundên şêniyên wan pênc hezar kes ava bikin. Sîteya dîrokî ya navdar órûk ku avakera wê xwedawend Înanna ye, BZ di salên 3200 de wek dewletekê mirovatiyê bi şeref dike. Bajarê órûkê wek xelateke xwedawend-dayikekê, bi yekemîn şoreşa bajêr numûneyeke nivîskî bi destana Gilgamêş bi awayekî mafdar bê mirin dibe. Gotina Gilgamêş ji aliyê etîmolojîk ve wek gelek gotinên din ên Sumerî koka wê Aryenî ye. Di Kurdiya îro de jî "Gil" di maneya "Gir" mezin de ye. Gamêş bi maneya gayê mezin Camûs e. Di çanda herêmî de hê jî ji bo mêrên xurt û bi hêz tê gotin; "mîna gamêşekî ye." Bi vî awayî em dikarin bibêjin, Gilgamêş mêrê xurt, mezin û bi hêz îfade dike. Jixwe tarîfa Gilgamêş a di destanê de jî bi awayekî, vê ravekirinê piştrast dike. Di nexşeya rê ya çandan de mirov dikare nirxên dîrokî bişopîne û ev rêbaz baş dikare hîn bike.
Çîroka di destana Gilgamêş de qraliyetê yanî çîroka derketina dewletê ye. Ji ber ku destana yekemîn e, çavkaniyeke bingehîn e, mînak tê dîtin. Dikare were gotin; ji Îlyadaya Homeros û Aîneîsa Vergîlîûs heta Komedya Îlahî ya qral Arthur a di Destana Dante de hemû berhemên dîrokî li ser vê şopê çûn e. Kî dizane, belkî jî yekemîn şoreşa mezin a di warê cotkariyê de jî gelek destanên xwe yê navdar hebûn, nehatin nivîsandin. Li ser şopê, mirov li vegotinên wan ên nivîskî di Sumer, Hîtît û Îyonan de rast tê. Dîsa em dikarin wan di amûr û qalibên muzîkê de ku heta îro hatine, his bikin. Di beşekî mezin ji wan de çanda eşîriyê xuya dike. Nirxên eşîrên îro hê jî dijîn û şopên ji Sumeran mane, bi awayekî balkêş dişibin hevdu.
Me ev gera piçûk a di nav dîrokê de ji bo em sîstema xwe ya nû ya civakî nas bikin, kir. Em civaka dewletparêz di nav dîrokê de jî dişopînin. Em dibînin; li dora kulta perestgehên mezin, hem saziya dewletê, hem jî bajar di zikhev de pêk tên. Marksîzm jî destnîşan dike ku dîn saziya li jor ava bû ye, lê paşê wek avahiya jêr nîzama aboriyê nîşan daye. Ji bo vê tarîfê em dikarin Sumeran mînak bidin. Perestgeh hem cihê hilberandina têgînên xwedayî ne, (qatê jor ê zîgûratê xwedayî, qatê jêr jî ji bo hilberandinên însanî ne) hem jî navenda hilberandinê ya aboriyê ne. Qatê jor Panteon e. Qatê jêr bi amûrên hilberandinê û berhemên hilandî tijî ne. Qatên navberê jî bi xebatkaran tijî dibin. Em nikarin perestgehê wek mizgeft û dêrên îro bibînin. Zîgûrat di dema derketinê de wek navendên afirandina zêhniyet û hilberandina maddî rolê dilîzin. Agahiyên di dest de van tespîtan pir eşkere piştrast dikin. Em ji bîr nekin, yê perestgeh ava kiriye rahîb e. Ev rastî bi xwe jî nîşan dide ku bi qasî dewlet û bajaran, di bingehê şoreşa avabûna jêr a hilberandinê de zêhniyet li pêşiyê tê. Perestgeh, saziyek e, zêhniyetê esas dibîne. Di zimanê Helenî de ji zêhniyeta perestgehê re teorî tê gotin. Di Helenî de teorî bi maneya "nertina xwedayî" - paradigmaya bingehîn - tê. Perestgeh zîgûratên Sumerî, bi awayekî balkêş hem wek navendên siyasî-teorîk, hem jî wek navendên aborî-teknîk, prototîpa bajarên ku wê pişt re pêş bikevin, di himbêza xwe de hildigire.
Zîgûrat tovê bajar û dewletê ne. Li wir berjewendiyên civaka hiyarerşîk di serê rahîb de sentez dibin û ji bo pêşketinên hê berfireh, modeleke teorîk tê pêkanîn û bi amûrên pratîk ên amade têne bi cihanîn. Ji perestgehekê bajarek, ji bajarekî şaristaniyek, ji şaristaniyekê dewletek, ji dewletekê împaratoriyek, ji împaratoriyekê jî dunyayek çêdibe. Ma ji vê mezintir mûcîze dibe? Bê sedem ji van erdan re nehatiye gotin diyarê mûcîzeyan. Dîrok jî dinivisîne qralên yekemîn ê Sumeran koka wan rahîb in. Di sîstema me ya hûnandî de jixwe wekî din nabe. Potansiyela qral-rahîb, dewlet çiqas xwe bi sazî dike û burokrasiya xwe pêş de dibe, bi sînor dibe. Polîtîka, yanî pirsgirêkên rêveberiyê yê bajarê ku mezin dibe, derdikevin pêş. Ji rengê pîroz ê dewletê, pêşketin ber bi aliyê sekuler-dunyevî ve diçin. Rahîb zêdetir bi karê toerîk re mijûl dibe, lê hêmanên polîtîk zêdetir bi pratîkê re dilebikin. Ev rewşa bi awayekî dijwar di zikhev de dimeşe, her diçe siyasetvanan derdixîne pêş. Bajêrê mezin dibe, siyasetvanê ku mezin dibe îfade dike. Gaveke pişt vê yekê jî ewlekariya bajêr tê û di vê qonaxê de jî rola fermandar derdikeve pêş. Bi vî awayî qraliyet xwe bi sê çavkaniyan xwedî dike. Her sê çavkanî jî xwedatiyê esas dibînin. Ji wê rojê ve ya pêş dikeve, tenê pirbûn û cihêrengbûna vê modelê ye. Hucreya kok a dewletê perestgeh e. Pişt re hucreyên nû, şax, organ û sîstem in. Mîna mirov.
Eger em gotinên xwe bidin ser hevdu, em dikarin bibêjin; ev hemû pêkhatin û avabûn, avabûna jor dewletê îfade dikin. Di mîtolojiyê de dewlet wek saziyekê tê şibandina textekî zêrîn. Li ser vî textî, qralên mîna xwedayên namirin çarmêrkî rûdinên û bi awayekî ku ji vê jiyanê careke din qut nebin, nifş û zurriyetên xwe - çîn - ji mirovan vediqetînin. Ji ber ku rêveberiyê bi awayekî xanedanî dimeşînin, nifş û zuriyetên xwe nemir îlan dikin. Bi vî awayî, wek xwedayên bê mirin, qral li serê dîrokê li quncikê cihê xwe digirin. Ya herî balkêş, em ji vê parçebûna civakî, dikarin hemû nîşaneyên serdemên din bibînin. Di serî de wêje, dînên yek xwedayî, huner, polîtîka wek rawestgehên rê yên pêkhatinên resen derdikevin ser dîrokê. Em wexta çavkaniya dewletê baş bikolin û lêkolîn bikin, emê baş fêm bikin ka çima dewlet neçar bêrawestan, bêrehim û zêde jiyaye.
Di sîstema nû ya civaka dîrokî de dijberiya bi civaka komîn re, xwe wek civaka jor pêk tîne. Cudahî û kûrbûna navberê mezin kiriye. Ji aliyê mijara me ve, pirsa girîng ev e; ma mecbûr bû ev pêkhatin bibûya? Gelek teoriyên civakî, derketina civaka çînî wek şertê pêşketinê dihesibînin. Em bi bersivên hê nêz dikarin li hêzên pêşketinê binerin û analîz bikin. Li dora perestgehê avdanî pêş ketiye û berhem êdî dikare mirov hê zêde bi xwe ve girê bide. Derfet û îmkan çêdibin ji bo bi hezaran mirov baş bixebitin û karibin berhem bidin. Erxên mezin ên avdaniyê, mezinbûna erd û zeviyan, amûrên ji hesin û tûnc, keştiyên çem û erxan, îmkanê bazirganî û hilberandineke mezin didin. Wexta ev hemû faktor têne cem hevdu bajar ava dibe. Rêveberiya rahîban di destpêkê de nêzî komînîzma seretayî ye. Em bi vê dikarin bibêjin mecbûr nebû ji bajêr dewlet derbiketa. Dewletê bi serdestiya polîtîk û eskerî pêk bihata. Sedema vê yekê jî ev e; bi mezinbûna bajêr re tevî zehmetiyên rêveberiyê, hem qebîle û komên li çiyan, parastina bajêr, dikin pirsgirêkeke girîng a ewlekariyê. Ji bo civakekê ewlekarî û rêveberî bêyî dewletê nabe? Gelek bajar xwe bi xwe diparêzin - bi taybetî mînak Atîna - ne bi dewletê, bi xebatên serketî ya rêveberiyeke demokratîk karîbûn bajêr biparêzin. Di qonaxa destpêkê ya civaka Sumeran de ev model heye. Meclîseke ji berpirsiyarên qebîleyan pêkhatî, rêveberiyê pêk tîne, û wexta hewce dibînin ji ciwanên bajêr komên parastinê dadimezrînin. Li gorî pêdiviya wezîfeyê fermandarek tê hilbijartin. Em vê pêşketinê di civaka Atînayê de hê berçav û sîstematîk dibînin.
Eger wisa be, rast nîne, derketina dewletê wek mecbûriyetê di hîmê dîrokê de were bi cihkirin. Eger em tarîf bikin ku dewlet wek amûrekî zordarî û rêveberiyê ji bo desteserkirina berhemê zêde hatiye bi karanîn, rastir e. Dewlet wexta vê yekê dike jî xizmetên ji bo gelemperiyê û ewlekariya giştî jî wek kamûflajê û sedemê xwe mezinkirinê bi kar tîne. Xizmetên ji bo gelemperiyê - feydeyên hevpar ên civakê - û ewlekariya giştî, meclîsa demokratîk a bajêr jî dikare bi cih bîne. Eger wisa be, wê wextê bi karanîna vê îmkanê, ji mecbûriyetê wêdetir, mirov wek desteserkirin û dij-şoreşê binirxîne, hê tespîteke li cih e. Xizmetên gelemperiyê û ewlekariya giştî ya bajêr li cihê bi demokrasiyê tedarik bibe, hêza bahaneyan diafirîne û xwe ferz dike, mirov wê wek hêzeke ji destpêka dîrokê muhafezekar û zordar bi nav bike, rast e. Di roja me ya îro de jî hêza ewlekariyê û siyasetvanan ji hewcebûnê wêdetir, ji ber taybetiyên xwe yên pasîf tenê taybetiyên despotîk bi dest dixin. Pêwîst e, ev hêz wek barekî zêde yê li ser nirxan were dîtin. Di destpêka lîstikê de jî ya diqewimî bi cewherî pir cuda nebû.
Lê tevahiya dîrokê ya ku mezin bû, ne hêza rêveberiya demokratîk, hêza rêveberiya despotîk bû. Her gava dewlet wek hêzeke despotîk pêş de bir, bihêlin ew wek pêşketineke mecbûrî be, di dîrokê de bû cewherê pêşketinên belovajî, muhafezekar û paşverû. Eger manedaneke teng be jî, mirov dikare şer û îqtîdarê wek daxwaza bingehîn a vê kevneşopiya di nav dewletê de xwe kamûfle kiriye bibîne û wan wek îrade û aqilê wê destnîşan bike. Ev helwesteke têra xwe girîng e. Dîsa di çarçoveya vê manedanê de divê mirov hunerê eskerî û polîtîk ji rêveberiya giştî û rastiya ewlekariyê veqetîne. Kesê hêza wî ya pratîkî û zanistî ya pêhesîne hebe, xwe nagire wê vê cudabûnê bibîne. Di analîzkirina dewletê de bi sedema ev cudabûn nehatiye kirin encamên wê pir neyînî bûne. Divê di helwesta me ya bingehîn de, em rêveberiya demokratîk û rêveberiya despotîk - ya kêfî ferdî - hem di warê teorîk de, hem di warê pratîk de ji hev bikin.
Di sîstemên civaka dewletdar û hiyarerşîk de xwe li hev rakişandina hebûna demokratîk û zumreya şer-îqtîdarê bingehê polîtîk ê rastiyê ye. Di navbera hebûnên demokratîk ên xwe dispêrin şêwazê - komîntiyê - hebûna civakê û koma şer-îqtîdarê de ku kirasê dewlet û hiyarerşiyê li xwe kiriye, timî têkoşînek heye. Bi vî awayî em dikarin bibêjin; motora dîrokê têkoşîna teng a çînî nîne. Şêwazê demos (gel) yê ji bo hebûnê li ber xwe dide ku di navê de têkoşîna teng a çînî jî heye, û zumreya şer-îqtîdarê ya li dijî vê şêwazê, têdikoşin. Ya esas, civak xwe dispêrin van her du hêzan û dijîn. Bi asta şerê di navbera van herdu hêzan de zêhniyet, otorîte, nîzama civakî û amûrên aboriyê diyar dibin. Bi asta şer ve girêdayî, di dîrokê de piranî sê xetên di zikhevdu de derdikevin pêşberî me. Xeta yekemîn, rewşa serketina tam a zumreya şer-îqtîdarê ye. Fatihên ku serketinên xwe yên eskerî wek bûyerên dîrokî pêşkêş dikirin, ya ferz dikirin nîzama kolekirinê bû. Ji bilî zumreya şer-îqtîdarê, divê her kes û her tişt mîna hêza qanûnê di bin fermana wan de be. Cih ji muxalefet û îttîrazê re nîne. Di mejiyê xwe de jî kes nikare dijberiyê bike û bifikire. Wek tê ferzkirin tê bixebitî, bifikirî û bimirî! Lûtkeyê nîzamekî serdest ê bêyî alternatîf esas e. Bi taybetî kirinên împaratoriyê, faşîzmê û her cure totalîterîzmê di vê mînakê de cih dibînin. Monarşîzma qraliyetê jî vê sîstemê dike hedef. Di vê dîrokê de yek ji sîstemên herî zêde heye.
Di xeta duyemîn de jî berovajî sîstema me behskirî, gel heye. Nîzamê civaka gel - komên ji klan, qebîle û eşîran pêkhatî û ziman, çanda wan nêzî hevdu - li dijî olîgarşiya şer-îqtîdarê ya perdeya dewlet û hiyarerşiyê, nîzama jiyana azad e. Şêwazê gel ê têkoşer û têkneçûyî îfade dike. Her cure etnîsîteya li çol, çiya û daristanan li dijî êrîşan têkoşiyane û her cure komên dînî, felsefî yên xwe ne spartina olîgarşiyê, nûnerê vê şêwaza jiyana civakî ne. Jiyana etnîsîteyê aliyê wê yê bedenî li pêş e û bi mejiyê hisî tevdigere. Tevî jiyana komên dînî û felsefî yên têkoşer in û zêdetir bi mejiyê analîtîk tevdigerin, hêza bingehîn a jiyana civakî ya azad û wekhev e. Herikîna azadiyê ya dîrokî, encamê vê şêwaza jiyanê ya têkoşer e. Di civakê de têgînên girîng ên wek ramana afirîner, şeref, dad, mirovatî, exlaq, xweşikbûn û evîn, zêdetir bi vê şêwaza jiyanê re têkildar in.
Xeta sêyemîn a sîstemên civakê, rewşa bi "aştî, aramiyê" tê bi navkirin. Di vê xetê de her du hêz di navbera xwe de mêzîneke di astên cuda de pêk tînin. Her tim şer, pevçûn û tengezarî dikare hebûna civakê bixe xeterê. Ji lewra her du alî jî dikarin şerê ku her tim dewam dikin li gorî berjewendiyên xwe nebînin. Di navbera xwe de hewl didin bi hin konsensusan - lihevkirin - bigihîjin peymaneke "aştî û aramiyê." Ev xet her çend li gorî dilê her du aliyan jî nebe, li gorî şert û mercan lihevkirin û îttîfaq neçar e bibe. Heta şerekî din, rewş bi vî rengî tê meşandin. Ev nîzama jê re tê gotin; "şer û aramî"; ya rastîn rewşeke nîvşer e, di navbera hêza şer-îqtîdarê û hêza gel a têkneçûyî de ye.
Eger mirov ji mêzîna di navbera aştî û şer de bibêje; rewşa nîvşer rastir e. Xeteke çaremîn a şer û aştî tê de nebe, eger şert û mercên ku herdu alî afirandine ji holê rabe wê pêk were. Yan civakeke komîn a ev şert û merc hîç ne jiyabe, yan jî civakeke komîn a civaka xwezayî li dawiyê hiştîbe û nîzama şer-aştiyê hîç hewce pê nedîtibe û stewiyabe dikare aştiyeke mayînde bijî. Ya esas, di civakên bi vî rengî de cihê têgînên aştî û şer jî nîne. Nîzamên tê de şer û aştî nebe, fikir û têgînên wan jî nabin. Di dîrokê de wexta sîstemên civakî yên dewletparêz û hiyarerşîk hene, ev her sê xet jî bê mêzîn hene. Ji van sê xetan ti xet bi serê xwe nikare bibe sîstemeke dîrokî ya xwedî fonksiyon. Jixwe wê wextê dîrok nabe. Xeta "serweriya mutleq" û xeta "azadî û wekheviya mutleq" du seriyên ji rastiyê dûr in. Mirov zêdetir dikare wek du têgînên îdealîstî bifikire. Wek mêzîna di xwezayê de, di mêzîna civakê de jî du seriyên mutleq ji hev dûr ti car tam nikarin cih bibînin. Têgîna mutleqiyetê di cewherê xwezayê de tenê wek têgînekê ji bo mekan û demeke kurt, dibe ku were qebûlkirin, berovajî nîzamê gerdûnî nikare bimeşe. Em wexta bifikirin têgînên mêzîn û sîmetriyê nînin, divê bi herikîna yekalî dawî li hebûna gerdûnê bihata. Eger dawîhatineke bi vî rengî nebûye, wê wextê em dikarin bibêjin; mutleqiyet tenê wek têgînekê di fikrê de heye û di gerdûna rastiyan de cihê wê nîne. Mantiqê dualî yê diyalektîk di rewşeke nêzî mêzînê de bi herikîneke dewlemend û carnan jî kêm, di civakê de dibe ziman û mantiqê sîstema gerdûnî.
Tevlîhevî û dewama sîstemên civakî, di nav gelek civakên curbecur de bi xeta nîv şer-aştî bi awayekî "aştî û aramiyê" ye. Hemû hêzên gel û şer-îqtîdarê ji bo vê rewşê li gorî berjewendiyên xwe bikin û rewşa xwe ya zîhnî, siyasî, civakî, aborî, huqûqî û hunerî pêş de bibin, wê timî di nav têkoşîneke îdeolojîk-pratîk de bin. Şer rewşa herî krîtîk û dijwar a vê pêvajoyê ye. Ya esas, hêza şer-îqtîdarê şer ferz dike. Ji ber ku sedemê hebûna wî, hebûnên di destê gel de ne û bi vê rêbirrê dikare wan desteser bike. Çîn-gel jî ji bo bijîn, neçarin şerê berxwedanê li dijî van talanker û zordaran bikin. Pir hindik ji bo parastina xwe bersivê didin. Şer alternatîfa gelan nîne, ji bo hebûn, şeref û asta jiyana xwe ya azad biparêzin mecbûriyetek e.
Eger mirov di sîstemên dîrokî de bi vê çarçoveyê çav li rewşa demokrasiyê bigerîne, wê bi kêrhatî û hînker be. Têgihîştina dîrokê heta roja me ya îro bi paradigmaya zumreya şer-îqtîdarê li hev hatiye sererastkirin. Ji seferên komkujiyê re yên ji bo xenîmet û talanê hatin kirin, bi hêsayî qulpa şerên pîroz bi wan ve hat kirin. Têgihîştina xwedê ya şer ferman dike pêş de birin. Ji bo şer şêwazên vegotinê yên herî balkêş peyda kirin. Heta roja me ya îro jî bi şeran her tişt tê heqkirin. Bi kurtî, ya bi şer bi dest tê xistin, heq e. Di binê heq û huqûq de şer hat bi cihkirin û ev têgihîştin şêwazê hebûnê yê dewletên serdest bûn. Wek mantiqekî giştî têgihîştina "heqê te bi qasî tu şer bikî heye" mîna rêbazekê cih dît. Ev zêhniyeta wek biqîre û bibêje; yê li heq digere divê zanibe şer bike, cewherê felsefeya şer e. Ev zêhniyet di hemû ekolên dîn, felsefe û huner de hatiye mezinkirin û heta ji bo çalakiya kulmeke desteserkar sifatê "çalakiya herî pîroz" hatiye bi karanîn. Navê qehremanî û pîrozbûnê li vê çalakiya xesipkar û desteserkar hatiye kirin. Bi vî awayî şerên ku hatin mezinkirin û wek têgihîştina serdest dan pejirandin, ji bo hemû pirsgirêkên civakî jî mîna amûrê çareseriyê hat dîtin. Weke ku bêyî şer rêyên din ên çareseriyê mumkîn nînin bi cih werin anîn û eger bi cih werin jî weke ku meqbûl neyên dîtin di têgihîştina civakê de bi cih kirine. Encam, amûrên çareseriyê yê herî pîroz şîdet e. Heta ev têgihîştina dîrokî neyê hilweşandin, ne rastiya civakî bi awayekî rastîn tê nirxandin, ne jî lêgerîna li çareseriyên pirsgirêkên civakê bêyî şer mumkîn dibe. Îdeolojiyên herî aştiyane jî nekarîn xwe ji şer bikin û ev yek hêza vê zêhniyetê nîşan dide. Dînên mezin ên timî doza aştiyê kirine, tevgerên çînî û netewî yên hemdem jî bi şêwazê zumreyên şer-îqtîdarê meşiyan û ev jî îspateke din a vê rastiyê ye.
Ji bo serîderxistina bi zêhniyeta şer-îqtîdarê hewce ye gel xwe bigihînin helwesteke demokratîk. Ez bi vê têgînê behsa têgihîştina "diran bi diran", yan jî "bi zimanê fêm dikin emê bersivê bidin", nakim. Pozîsyona demokratîk, her çend di hundurê sîstema xwe de şîdetê bihewîne jî, ya esas di şerê li dijî zêhniyeta serdest de çandek e, hîn dibe ku dikare xwe bi xwe hîn bibe û bi cih bîne. Ez behsa têgihîştinekê dikim ku ji şerê parastin û berxwedanê wêdetir e. Bi vê, ez behsa jiyanekê dikim ku di bingehê wê de bi navend dewletê ve têkiliya wê nîne. Çavên li destê dewletê, bi hêsanî dikevin şewka (derzî) zumreya şer-îqtîdarê. Belkî kurtêlekî bidin, ew jî ji bo nêçîrê ye. Eger mirov gelan di warê dewletê de rohnî bike, gava yekemîne li nav zeviyê demokrasiyê hatiye avêtin. Gavên pişt re werin avêtin; rêxistinbûneke demokratîk a berfireh û çalakiyên sivîl in. Şerên parastinê yên demokratîk, eger di vê çarçoveyê de mecbûrî bibin, dikevin rojevê. Şer ku bêyî gavên yekemîn were kirin, weke di dîrokê de mînakên wê gelek hatine dîtin, kes nikare xwe xilas bike ku nebe destik û aletê şerê xesipkar.
Yek ji armancên bingehîn ê analîza me, di nav dîrokê de pêvajoya pêşketina hebûna demokratîk e. Têkoşîneke demokratîkbûnê ya rast, bi têgihîştineke dîrokê ya rast mumkîn e.
Hebûna civakî ya heta mînaka Sumer, me hewl da tarîf bikin. Me gotibû bi hiyarerşî, çîn, bajar û rastiya dewletê ya di zikhev de dikeve rengê karektereke bi nakok. Ev ji aboriyê heta zêhniyetê, bi hemû şaxên xwe civakeke cuda ye. Zumreyeke bi rengê dewletê, timî bi şer û şîdetê nîzamê pêş de dibe. Desteserkirina dewlemendiyên hundur û der ve wek hunerekî polîtîk hîn bûye. Her weha zêhniyeta wê ya şer pîroz dike heye û hewl dide bi afirêneriya wêjeyê - mîtolojî - hemû beşên civakê bide bawerkirin ku ev sîstem ji ezel heta ebed a xwedê ye. Li dijî vê sîstemê ku BZ di navbera salên 4000-2000 de bi hemû safîtiya xwe meşiya, em dengên dijber û berxwedanan dibînin. Di destpêkê de meclîsa bajaran a ji giregiran pêkhatî di helwesteke demokratîk de israr kirine. Li dijî zumreya rahîb-qral-esker ji helwesta xwe ya demokratîk bi hêsayî negeriyane. Sîstemeke nîv dewlet-demokrasî têkel, demeke dirêj bi hev re meşandine. Di nava pêvajoyê de çi ji derve, - di destana Gilgamêş de alîkarê wî yê herî nêz Enkîdo bi rêya jinê tê bidestxistin. Ev mînaka yekemîn a sîxuriya jinê ye - çi ji hundur, gelek kesên ji qebîleyan qutbûyîn, an jî hatin qutkirin, di nav jiyana bajêr a dewlemendtir de, di nav rêveberiyê de wek karmend, an wek esker, yan jî wek kole hatine xebitandin. Ev pêşketin, mêzîna dewlet-demokrasiyê bi zirara meclîsa bajêr, xira dike. Bi pêşketina vê pêvajoyê re tasfiye dibin. Pêşketinên bi vî rengî, hema hema di pêkhatina gelek dewletên nû de têne dîtin.
Têkoşîna hundurîn bi têkçûna hêzên demokratîk bi encam bûye. Tevî vê yekê, di hundurê dewletê de mêzîna qebîleyê ti car nayê tasfiyekirin; wê bi awayên cihêreng hebûna xwe dewam bike. Tevî vê, sîstema civaka dewletdar dikeve bin zordariyeke mezin. Li dijî bi cihbûyîyan tevgera koçberan dest pê dike. Di lîteratura Roma-Helen de ji van tevgeran re "barbar" tê gotin. Ev tevgerên pir behsa wan hatiye kirin, gelek girîng e mirov bi diyalektîkeke yekpare li wan binere. Civaka bajêr a bi cihbûyî, bi keda koleyan û bi zexta bazirganiya bêmêzîn a ji der ve timî dewlemend dibe. Nakokiyê bi xwe diafirîne. Mîna emperyalîzma îro û kategoriya welatên paş ve hatine hîştin. Ya bi awayekî barbar êrîş dike ne koçer, bajar e. Heyf û mixabin, bi sedema bajar li ser afirandina nîzama têgînên me serdest e, xwe "medenî, pêşketî" û yên li derveyî xwe jî karîbûye wek hovên "barbar û dikin qîreqîr" bide nîşan û helwestên xwe rewa bike. Mirov dikare, tevgera mezin a koçberan li dijî bajêr, bişibîne tevgera demokratîk a netewî di roja me ya îro de diqewime. Ji ber ku forma civaka koçberan qonaxên cûrbecûr ên etnîsîteyê ye, tevgerên afirandine jî di cewherê xwe de berxwedanên demokratîk û têkoşînên ji bo man û nemanê ne. Ya din, divê mirov baş lêkolîn bike, ka kî êrîşê dibe ser kê. Dewleta bajêr - pişt re împaratoriyet - a xwediyê amûrên hêza mezin a mijokî û zordariyê, ji ber ku neçar e timî mezin û belav bibe, bi awayekî berçav êrîşker e. Di vê rewşê de jî xweparastin û berxwedan para etnîsîteyê dikeve. Bi maneyeke din, mirov dikare, li dijî koletiyê wek pêvajoya yekemîn tevgera azadiyê bibîne.
Civaka Sumeran, belkî ji roja hatî damezrandin û pêve - jixwe sazûmankarên wê jî bi heman rê hatibûn - ji bakur û rojhilat, li êrîşên qebîleyên çiyayî yên bi koka xwe Aryen, ji başûr û rojava jî li êrîşên qebîleyên çolê yên Semîtîk bi eslê xwe Amorît - paşê Ereb - rast hatine. Di vê pêvajoyê de li dora bajaran beden û bircên mezin hatin avakirin. Êrîş û li dij rawestîna êrîşan, bê navber bi sedsalan ajot. Ji vê dualîtiya diyalektîk a dîrokî ya herî mezin û yekemîn, şaristaniyên mezin û etnîsîteya xurtbûyî derketin. Ev dualîteya balkêş a hê jî li ser erdên derketî di rastiya Iraqê de dewam dike. Em dibînin, BZ di salên 10.000 de bi şoreşa di warê cotkariyê de û di civaka wê de bi cihêbûna yekemîn ziman û komên etnîkî reng girtiye. BZ ber bi salên 4000 ve, em dibînin etnîsîte qalik digire, çanda xwe ya xweser û zimanê xwe yê cihê nîşan dide. Em dikarin texmîn bikin ku tevgera etnîsîteyê beriya şoreşa bajêr, ji bo erdên hê bi bereket, maden û kanên keviran şer dikir. Li qûntara çiyayên Zagros-Torosê çanda koma Aryen heye, li Erebîstanê jî - wê demê hê bi bereket e - çanda koma Semîtîkan heye. Ev her du çand li sînorê çol û çiyê digihîjin hevdu û sîstemên têkel pêk tînin. Ji bo vê çanda têkel, mirov dikare Sumeran, Îbraniyan û Hîksosan mînak nîşan bide. Ereb û Kurdan wek komên gel ên çanda Semîtîk û Aryen heta roja me ya îro hebûna xwe dewam kirine. Gelek komên din ên çandî ku pişt re hatine, di nav van herdu komên navendî de heliyane. Li Iraqê îro hê jî hêzên di nav têkilî û nakokiyên Kurd û Ereb de ne, belkî jî wek serdema yekemîn damezrandina dewletê ya Sumeran, hewl didin dewleteke bi çanda herdu sîsteman ava bikin.
Sumerî, komên Semîtîk ên ji bo başûr û rojava hatine û komên Aryenî yên ji bakur û rojhilat hatine baş nas dikin. Em hebûna van her du koman di mîtolojî û wêjeyê de li pirî cihan dibînin. Em, yekser jî nebe, dikarin çanda van koman nas bikin. Heta pêvajoya dagirkirina Babîlê BZ di salên 330 de ji aliyê Îskenderê Mezin ve, şaristaniya bajêr a Sumer di navbera her du koman de belav dibe. Ev pêvajo welê derbas dibe. Mirov dikare bibêje; dîrok bi pêşketineke diyalektîkî ya di navbera bicihbûyan û koçeran de pêk tê. Berhemên têne afirandin ji Okyanûsa Etlasê heta Okyanûsa Mezin, ji Çola Mezin heta keviyên Sibîryayê, pêl bi pêl belav dibin. Şaristaniya bajêr çendîn ber bi der ve diçe, ew çend jî civaka koçer li hundur vedigere. Ji lewra nêzîkbûna li dîrokê ya bicihbûyên bajêr derbarê koçeran de pir kêmasiyên wê hene. Ji ber ku koçer piçûk dîtine. Di pêvajoya şaristaniya bi cihbûyî de dewlet çiqas pêş de diçe, helwesta demokratîk jî ew çend xurt dibe.
Emê di beşên pêş de jî bi berfirehî li ser rawestin, lê pir girîng e têkiliya di navbera dewlet û demokrasiyê de rast were fêmkirin. Demokrasî nebûye dewlet, şêwazekî rêvebirinê ye, gel xwe bi xwe dimeşîne û li dijî dewletbûnê ye. Bi dewletê re têkildar e, lê bi vê têkiliyê nahele, nikare xwe înkar bike. Yek ji pirsgirêka nazik a siyasî, destnîşankirina sînorê di navbera dewlet û demokrasiyê de ye. Hewce ye, mirov nuqteya navberê - aştî û aramî - ya dewlet lê demokrasiyê û demokrasî jî dewletê red nake baş rave bike. Ji herduyan yek a din înkar bike şer e. Ji lewra, gelek têgihîştinên hemdem ên demokrasiyê wek dûvik û perdeya dewletê dibînin, nirxandineke şaş dikin û li pey belovajîkirinê ne.
Wê çaxê, eger pirs were kirin, ka demokrasî li ku ye, bersiv ev e; etnîsîte ji bo taybetiyên xwe yên komîn li dijî dewletê û şaristaniyê biparêze, li ber xwe daye. Demokrasî di vê berxwedan û helwestê de ye. Ji ber ku sosyolog di nav çanda bajêr de hezar carî pijiyane nekarîbûne vê rastiyê tespît bikin. Ji texmînan wêdetir, zanyar xwediyê bûrjûwaziya hemdem in. Mîna girêdana bi pirtûka pîroz, bi nirxên bajêr ve girêdayîne.
Şêwazê hebûnê yê etnîsîteyê, eger wenda nekiribe, em dikarin wek nîv-demokrasiyê bi nav bikin. Pêwîst e, em sifetê "seretayî" jî li vê rastiyê zêde bikin. Etnîsîte demokrasiya seretayî ye. Di hundur de girêdana bi nirxên komîn, li der ve jî berxwedana li dijî dewletên tehekumkar, li ser komên gel, têkiliyên azad, wekhev û demokratîk ferz dike. Eger ev karektera têkiliyan nebe ti maneya berxwedanê namîne. Wexta li Rojhilata Navîn demokratîkbûn tê bi navkirin, şaşiyeke mezin tê kirin. Weke ku etnîsîte li pêşiya demokrasiyê asteng be. Demokrasiya Rojava ya xwe dispêre ferd bi serê xwe tenê nikare tarîfê diyar bike. Te, demokrasî ha spartiye dewletê, ha te spartiye ferd, şaşiyeke mezin e. Di civakê de kom û ferdên azad, erkekî demokrasiya piranîparêz û pluralîst e. Têgihîştina kom û ferdên dişibin hevdu, ji bo demokrasiyê ne hewce ye, ne jî misoger e. Di demokrasiyê de cudahî têne parastin û bi wan, rê li ber xwegîhandinên nû vedibe. Ev cihêwazî û taybetiyeke bingehîn a demokrasiyê ye.
Eger demokrasî bi rastî bi cih were anîn, mirov dikare etnîsîteyê wek cihêwaziyeke demokrasiyê binirxîne. Rêveberiya dewletê, eger li ser hîmê pîvanên xwe bi pey nêçîra dengan bikeve û vê yekê wek pêşbaziyeke demokrasiyê bizanibe, sîstema derbikeve holê demagojî ye. Pir girîng e, dewlemendiya etnîkî wek şens û derfetên demokrasiyê werin dîtin. Ev yekê ji ferdê azad zêdetir xizmetê ji demokrasiyê re bike.
Gelan, çanda berxwedanê ya hezarsalan dawerivandine hundurên xwe û niha karê siyasetvanên demokratîk e, ji bo îro vê çandê bigihînin pîvanên demokrasiya hemdem. Ya şaş ew e ku potansiyela demokrasiya civaka Rojhilata Navîn asteng were dîtin.
Ji ber ku hêza şer-îqtîdarê di nava dewletê de hêza sereke ye, di destpêkê de xwe wek qral-xwedê û împarator berçav dike. Ev hêz her ku mezin dibe, demos yanî gel giraniya xwe wenda dike. Di civaka Sumeran de Sargonê bi koka xwe Amorît, wek împaratorê yekemîn di nav rûpelên dîrokê de cihê xwe digire. Bi kêfxweşî û çavbirçîtiyeke mezin, hukmê xwe heta hundurê qadên çiyayî dide meşandin. Di bêdengiya mirinê de wek sembola hewcebûnê ye. Ev pêvajoya ku BZ di salên 1350 de destpêkir, rê li ber hemû împartoriyên ku pişt re werin, vekir. Her a nû sînorên a berê berfirehtir kirin. Eger Gilgamêş destpêka qralan e, Sargon jî bavê împaratoran e. Eger wisa be, em dikarin her helwesta li dijî vê pêvajoyê dijberê nîzama komîn, wek destketiyên demokratîk binirxînin. Komên etnîk li dijî hemû zehmetiyan, xwe li nexweşî, birçîbûn û êrîşan ragirtine, karîbûne li çolan, çiyan, kûrahiya daristanan bijîn û ev serketin li ser navê mirovatiyê, destketiyên mezin ên demokrasiyê ne. Eger ev berxwedan nebûya, kê dikarîbû, dewlemendiya çandê û piranîparêzî li ser piyan bigirta? Eger ev peykerên hezar salan ên berxwedanê nebûna, wê hunerê gelan çawa bihata afirandin? Me yê çawa karîbûya bi hezaran amûrên hilberandinê, saziyên civakî, şeref, daxwaza azadiyê û piştgiriya mirov bi hevdu re pêk bianiya?
Wexta em ji xanedaniya Akadan derbasî xanedaniyên bi koka xwe Babîl û Asûran dibin, hêza împaratoriyê hê jî zêde dibe. Her împaratoriya tê, wek bixwaze rekorê bişkîne, asta stûtewandinê bilindtir dike. Bi şeref û serbilindî qala beden û bircên ji serê mirovan avak kirine, dikin. Li dijî van hemû seferên îmha û kuştinê, em kêlî û dema komên gelan li çiya, çol û kûrahiya daristanan derbas kirine li ser navê dîroka demokrasiyê nenivisînin emê li ser navê kê binivsînin, yan jî em hîç behs nekin û tine bihesibînin? Dîrok bi vî rengî dikare manîdar bibe? Eger manîdar jî bibe, wê bikaribe ji zordarî û desteserkariyê zêdetir tiştek bibe? Eger em bala xwe bidinê û fêm bikin, berxwedana eşîrekê çiqasî bûye mijara destanekê, emê nirxên koçer û etnîsîteyê yên demokratîk baştir fêm bikin. Li gorî ferdê dilxwede azad ê ku kapîtalîzmê nava wî pûç kiriye, eger însanê etnîsîteyê rast were nirxandin, wê qat bi qat karibe hêza demokrasiyê pêk bîne. Potansiyela demokratîk a rastîn a civakên Rojhilat e. Civaka Rojava ya ku heta dawiyê çanda şer-îqtîdarê daweriviye navê, potansiyela wê ya demokratîk pir bi sînor e. Demokrasiya heyî, bi hezar şert û bendî ve hatiye girêdan û demokrasiyek e ku dewleta bi giranî çîna bûrjûwazî ye, dinixumîne. Bi sedema şêwazên jiyanê û teoriyên lihevçêkirî yên dibin sedem em civakên xwe piçûk bibînin, em potansiyela demokrasiyê ya her mirovê ji gelên xwe, nikarin bibînin.
Gelê me bi xwe yê Aryenî, gelê orjîn Hûrî, bi gotina Sumeriyan Kûrtî - Kûr=çiya, tî daçeka aîdiyet - wek "xelkê çiyê" dinirxîne. Ji derketina dewleta Sumeran ve her li ber xwe didin. Gotî, Kassît û Naîrî navên din in ku lê hatine kirin. Nîv dewletên órartû û Medya li dijî împaratoriya Asûriyan berxwedanên herî bi şeref ên dîrokê meşandin. Di encama şerên sêsed salî de têkbirina vê împaratoriya bêrehim, gelê Asûr jî di nav de, li ser navê hemû gelan wek cejin û roşanekê di dîrokê de şop hîşt. Eger ev berxwedan li ser navê çanda demokrasiyê neyê nivîsandin wê li ser navê çi were nivîsandin? Navê Medya'yê ku di efsaneya Thesseusê Atînî de derbas dibe, bîranîna vê berxwedanê ye. Demokrasiya Atînayê ku di dîrokê de pir pesnê wê tê dayîn, bîla sedem behsa Medya bêşens nake. Wexta Atînî di nav demokrasiyê de dijîn, têkiliyên nêzîk ên bi Medan re wek misogeriyeke bingehîn dibînin. Di Dîroka Heredot de mijara herî li ser tê sekinîn Med in.
Divê em pir eşkere bibêjin; Medan kevneşopiya mezin a berxwedana gelên Rojhilata Navîn bir Atînayê, lê belê belkî lê hayil nabin, Medan di dîrokê de alîkariya herî mezin li demokrasiyê kirin. Îskenderê Mezin bîla sedem bi gelên Medya re têkiliyên mervantiyê danayne. Cihê vê yekê di dîroka Helen de baş dizane û mînak digire. Îskender împaratorek e. Di ser şaristaniya Rojhilat re mîna gundor derbas bûye. Lê dikeve bin tesîra çanda vê deverê û dizane bi serbilindî pê bijî. Çanda Rojava-Rojhilat bi sentezekê digihîne Xirîstiyaniyê û Xirîstiyanî jî digihîne şaristaniya Rojava. Xuya ye, di cihokên împaratoriyê re tenê xizmeta hêza şer-îqtîdarê nayê kirin. Çanda berxwedanê ya gelan jî di van cihokan re diherike yan jî diçizire. Dîroka gelan a demokrasiyê dinivsîne.
Împaratoriya Romayê, belkî jî ya ku çanda şer-îqtîdarê ya herî zêde xurt kir, împaratorên herî çavsor jê derketine. Li dijî mirovatiyê şêwazê herî hovane yên kuştinê - çarmîxkirin û avêtina mirovan ber şêran - sîstematîze kirin. Baş e, yê li dijî vê hêzê tevgera mezin a mirovatî û xizanan da destpêkirin, çanda demokratîk a Rojhilat nebû? Hz. Îsa bi xwe li ser kevneşopiya peyxemberan xeleka destpêkê ya ji sifrê nade destpêkirin? Tevgera Xirîstiyaniyê ya li ser dînê Hz. Îsa nebûya wê rewşa çanda Rojava û demokrasiya wê çi bûbûya? Wê çaxê divê em nirxandina kevneşopiya peyxemberan ji aliyê demokrasiyê ve di ser guhê xwe re navêjin.
Civaka koçber a li dijî hêza şer-îqtîdarê wek hêzeke ji der ve rola hêza parastin û êrîşê dibîne, hêza em dikarin wek kevneşopiya rahîb û peyxemberiyê bi nav bikin, zêdetir wek hêzeke hundurîn, ji bo lêgerîna berxwedanê ya xizanan rola cihokê dilîze. Ev tevgerek e, aliyê wê yê çînî xurtir e. Ev tevgera ku çavkaniya wê Rojhilata Navîn e, tê texmînkirin ku wek gelek vedîtin û derketinên seretayî, ew jî ji civaka Sumeran derketiye. Peyxemberê yekemîn Hz. Adem û cenneta jê ku hat derxistin, şopên wan di nav çanda Sumer de têne dîtin. Mirov dikare texmîn bike ku Adem û jina wî Hawa, bi sedema tam bi sîstema koletiyê re li hev nekirine, ji cennetê - ji jiyana jor a civaka dewletê - hatine qewirandin. Belkî jî vegotineke nîv-mîtolojîk a derbarê azadiya ferd de be. Nakokiyên wan ên bi sîstemê re eşkere xuya dikin û bi qewirandinê re rê li ber sulaleyeke têkoşer vedikin. Rewşa wan nêzî ya erbabê pîşesaz û cotkarên azad xuya dike.
Em dikarin bibêjin; ev kevneşopî bingehê wê yê çînî beşê navîn ê civaka bajêr e û kole nînin. Ji ber ku duyemîn peyxemberê mezin Nûh, vê yekê bi pîşesaziya xwe ya keştiyê îspat dike. Nûh ji bo Tofanê keştiyê pir baş amade dike û ev yek jî hêza pêşesaziyê nîşan dide. Xweda Enkî dibêje; "Tofan tê, keştiya xwe baş amade bike ji bo jiyana nû bide destpêkirin", vê yekê ji xwedayên din vedidize û ev yek karektera çînî hê eşkere dike. Têkiliyên di navbera rêveber û beşên din ên pîşesazên girîng de asayî û xweza ye. Çîroka Tofanê wek a Adem bi îhtîmaleke mezin li dijî nerazîbûnên rêveberan koçberiyeke piştî îsyanê îfade dike. Tê gotin; keştiya Nûh li çiyayê Cûdî sekiniye. Gotina Cûdî di zimanê Kurdî de bi maneya "Cî dî" ye. Ev yek jî me dide fikirîn ku wek gelek caran li Mezopotamya Jêr hatiye dîtin, bi îhtîmalke mezin, ji ber sedemên cûrbecûr koçberiyek ber bi bakur ve pêk hatiye.
Sîstemên bajarên Sumeriyan BZ di salên 2000 de li keviyên Dîcle-Firata Jor têne avakirin. Yek ji van navendên girîng órfa ye. órfa jî wek bajarên Sumer órûk û órê hatiye bi navkirin. Tê maneya cîwarê li ser girekî. Çi órfa û çi jî deverên nêzî wê - wek Harranê - mîna navendên kevneşopiya peyxemberiyê ne. Wer tê fêmkirin ku kesên ji bajarên Dîcle-Frata Jêr bêzar dibin, îsyan dikin, yên li dad û azadiyê digerin berê xwe didin navenda órfa'yê. Di dîrokê de gelek navendên çandê yên bi vî rengî hene. Navendên mîna Babîl, Îskenderiye û Antakya pişt re derketine holê. Di serdema kapîtalîzmê de navend Parîs û London e, ber bi roja me ya îro New York e. Li gorî texmînan, îhtîmaleke xurt e ku órfa BZ bi salên 2000 re dest pê dike, dibe navenda rohnîbûnê. Perestgeha yekemîn a li Dîbeklîtepe ku BZ di salên 11.000 de hatiye avakirin, li devereke nêzî órfayê ye. Kevneşopiya niha jî ku serdest e, li gorî rêza dîrokê li cih e. Dîsa BZ di salên 300 de ji çanda Helenîstîk û Sabîînan re, BZ di salên 100 de ji Xirîstiyaniyê re rola navendê dilîze. Di serî de Hz. Eyyûp û Îdrîs ku hê jî bermahiyên dînên wan li órfayê hene, bajêr gelek peyxember di dergûşa xwe de mezin kirine. Ji lewra gotina "bajarê peyxemberan" rast e.
Hz. Îbrahîm ku texmîn tê kirin, BZ di salên 1700 de jiyaye, ji bo mijar hinekî din were rohnîkirin çîroka wî girîng e. Îbrahîm li dijî Nemrûd - qral-xwedayên Asûr-Babîlan - pûtên di panteonê de dişikîne û bi vî awayî şoreşeke zêhnî dide destpêkirin. Di berdêla vê yekê de cezayekî mîna avêtina nava agir li ber çav digire û ev jî rewşa wî ya li ser kevneşopiyeke dîrokî ya serhildêr îfade dike. Di encama vê tevgera xwe de neçar dimîne wek duyemîn koçberiya mezin berê xwe dide diyarên Kenanê, yanî welatên îro yê Lubnan û Îsraîlê. Li diyarê Kenanê piştî jiyaneke zehmet, li kevneşopiya peyxemberiyê gavên girîng zêde dike. Diwêre û dikare îdrak bike ku hîmê têgihîştina dînê yek xwedayê mucered deyne. Hz. Eyyûbê beriya Hz. Îbrahîm jî di çanda berxwedanê ya dîrokî de fîgurekî balkêş e. Hz. Eyyûp yekem car li dijî Nemrûd gotineke were maneya "hûn mirovan diêşînin" bi kar tîne. Ev dijberiyeke dîrokî ye. Ev helwest li dijî qral-xwedayan yekemîn e û gaveke bi cesaret e. Di berdêla vê helwesta xwe de li zindanê dirize. Kurm dikevin bedena wî. Tevî vê yekê, mîna tîmsalê sebrê li ber xwe dide. Ev helwesta wî rê li ber peyxembertiya wî vedike.
Em wexta cihê şoreşa dînê yek xwedayî di şaristaniya me ya îro de li ber çav bigirin, girîngiya şîrovekirineke rast derbarê kevneşopiya Hz. Îbrahîm de wê were fêmkirin. Taybetiyeke din a Îbrahîm, karîbûye çanda Aryen û Semîtîk têkel bike û bigihîne îfadeyeke nû. Ji ber ku Hz. Îbrahîm di her du atmosferan de jî maye, em dikarin vê taybetiya wî ya têkel mîna sentezekê şîrove bikin. Sentezeke mîna ya Rojhilata-Rojava ye, rê li ber afirêneriyê vedike. Sêyemîn taybetiya girîng a kulta Îbrahîm; hem li dijî sîstema Sûmer - Nemrûd - û hem jî li dijî sîstema Misir - Fîrewn-xweda-qral - wek qasidê xwedê, yekemîn otorîteya mirov temsîl dike. Di demekê de ku koletî pir zêde heye û di dîrokê de lêgerîna azadiyê dest pê kiriye, pêngava Hz. Îbrahîm alternatîfeke mezin e. Ji bo ji lêgerîna bingehîn a mirovatiyê re bibe bersiv, wê di dîrokê de tevgera herî mezin a civakî çirkîniyê bi derî bixîne. Her çiqas komên etnîk ji der ve li dijî her du sîstemên koledar berxwedaneke mezin nîşan didin jî, di hundur de berxwedaneke karekterê wê civakî, xwediyê taybetiyên çareserî û ji hev kirinê ye.
Serî rakirina li dijî kulta qral-xweda û baweriya ku dibêje mirov nikare bibe xweda, şoreşeke mezin a civakî ye. Sîstema koledariyê ji stûna xwe ya herî mezin a îdeolojîk derbê dixwe. Eger qral-xweda wek însan êdî werin dîtin, ev tê wê maneyê ku derzeke mezin li mîtolojiya Sumer û Misriyan ketiye. Ev yek jî bi dînê yek xwedayî "tewhîdê" dest pê dike. Tesaduf nîne ku bi israr xelek bi Adem tê destpêkirin. Ev ispat dike ku kevneşopî bi kok e, û zincîrwarî ye. Peyxember jî rawestgehên dîrokî yên vê kevneşopiyê ne. Mîna peyxemberên lîberalîzm û Marksîzmê.
Di kevneşopiyê de fîgurekî din ê rêyeke nû vekir Hz. Mûsa ye. Mûsa şecereya wî ya heta xwe digihîne Îbrahîmê BZ di salên 1300 de jiyaye, hatiye çêkirin û li Misrê ji îsyanekê re pêşengiyê dike. Mûsa bi vê pêşengiyê re pêngava xwe dide destpêkirin. Tevî ku çanda Misrê nas dike, qebîleya Îbraniyan a wek koleyan bi Fîrewnan ve girêdayî bi kar tîne û cesaret dike îsyanekê bide destpêkirin. Ev yek dide nîşan ku li ser hîmê civakî û azadiyê, ew kesayetekî pêşeng e. Bi qebîleya Îbranî re têkiliya wî ya mervantî û xizimtiyê heye. Dînê qebîleyê ji yê Misriyan cuda ye. Her çend tê gotin; Mûsa ketiye bin bandora yek nîv-xwedayê fîrewn, Akhenaton wek xwedayê mezin îlan kiriye jî, ya esas kevneşopiya dînê Hz. Îbrahîm bingeh dibîne. Di Pirtûka Pîroz de qala meşa meşhûr a li çola Sîna'yê, tesîra çiyayê volkanîk, helwesta li dijî pûtperestiyê û vegotinên "Deh Ferman" tê kirin. Mûsa di şexsê qebîleya Îbranî de şerê mezin ji bo derketina dînê nû dimeşîne. Ev şerê îdeolojîk, wê qebîleya Îbraniyan ji belavbûnê xilas bike û wan bigihîne "erdên pîroz" yên ji wan re soz hatibû dayîn. Ev hişkbûna îdeolojîk di dîroka Îbraniyan de yek ji gavên mezin e. Çanda dînî ya Îbranî di roja me ya îro de jî heman gavan diavêje û bi awayekî balkêş dibe mînakê ku hindikayî çawa dikare bandorê li ser piraniyê bike.
Tevgera peyxembertiyê tenê malê Îbraniyan nîne. Bi nêzîkbûna Hz. Îsa ya Aramiyan û ji Ereban Hz. Muhammed, kevneşopiya peyxemberiyê dibe gerdûnî.
Bi kurtî; tevgera peyxembertiyê wek kevneşopiyeke civakî ji hundur ve li dijî hêza şer-îqtîdarê pêş dikeve û bi giştî di dîroka mirovatiyê de, bi taybetî jî di sîstema civaka dîrokî ya Rojhilata Navîn de nêzî helwesteke demokratîk e. Em wextê aliyê xizaniyê jî li mijarê zêde bikin, di dîrokê de wek tevgerek "sosyal demokratan" temsîl dike. Mirov dikare di navbera bingehê wan ên çînî - çîna navîn; pîşesaz, bazirgan, cotkarên serbest, qebîle - û yên sosyal demokratên îro de têkiliyekê deyne û bişibîne hevdu. Em vê şibandinê dikarin hinekî din jî pêş de bibin. Sosyal demokrat her çiqas hinekî sîstemê nerm bikin jî nikarin xwe ji yedekbûna wê xilas bikin, sosyal demokratiya peyxemberan jî zû dereng wê nikarebe xwe ji entegrebûna bi sîstema civaka çînî ya rûniştî û ji damezrandina modelekî mîna wê xilas bike. Li dijî koledariya hişk a serdema seretayî, rê li ber sîstema feodalîzma serdema navîn vekirin. Bêguman ew bi zanebûn li vê sîstema feodal negeriyabûn û rêya wan jî nebû. Wan aştî û edalet ji bo hemû mirovatiyê dixwestin. Lê belê, hêza mezin a veguherînê ya sîstemên serdest, dewletên xwedê yên peyxemberan jî ji sîstema heyî cuda nake.
Vegotina teolojiyê - îlahiyat - ya di warê ravekirina sosyolojîk de xizan e, tevî ku di destê xwe de kulliyateke mezin - koleksiyona berheman - heye, saziya peyxembertiyê ya herî zêde bandor li dîroka mirovatiyê kiriye, nikare rastiya wê ya civakî eşkere bike. Tevî ku bi ziman û zêhniyeta wê demê tê îfadekirin bêzarker e. Eger bi zimanê îro neyê tercumekirin, wê tenê bibe vegotineke jiber a mirov korfêm dike. Saziya peyxembertiyê ya li dijî koledariya antîk a Sumer û Misriyan, li ser hîmê edalet, azadiyên ferdî û civakî xwe ava dikir. Ji lewra bi awayekî rast ravekirin û tarîfkirina vê saziyê pir girîng e. Di bin perdeya dîn de ku zêhniyeta wê demê ya gelan e, têkoşîneke mezin a civakî dimeşînin. Peyxembertî yekemîn saziya mezin a civakî ya pêşengtî û rêbertiyê ye. Raman û têgînên wê demê têne bi karanîn sentez dikin û gav diavêjin qonaxeke nû û bi vî awayî nubûwetê - peyambertiyê - bi dest dixin. Çendîn ji mîtolojiya koledar û dînê fermî qut dibin, ew çend jî dibin xwediyê roleke civakî ya azadîxwaz. Lê bêguman wek di her serdemê de pirî caran hatiye dîtin, bi qasî veqetînên radîkal ew çend jî lihevkirina wan jî bi sîstemê re mumkîn dibe.
Ya ji dîroka sosyolojîk a dîn tê payîn; divê her peyxemberî - yên girîng - di serî de ji aliyê îqtîdar, civakî, aborî û zêhniyeta serdemê, wan di nav rewşa wan a çandî de analîz bike. Behs û vegotina dîrokê li ser vî hîmî dikarin hevdu temam bikin. Divê dîrok nebe çîrokên qehremenî û hukumdaran; - talankeriya xenîmetan - hewce ye dîrok aliyê xwe yê civakî, gelêrî û etnîkî bi awayekî rastîn were nivîsandin. Bi vî awayî, wê guftûgoyên di roja me ya îro de ku li ser laîsîzm têne meşandin, maneyek wan hebe. Pêwîst e, mirov baş fêm bike, bi sed hezaran kadro û xezîneyeke mezin ji bo çi û ji çi re hatiye veqetandin.
Di împaratoroya Romayê de mîna pêvajoyên em behs dikin, dimeşin. Ji derketina wê û pêve (BZ 50-0) di hundur de ekolên dînî yên civakî û ji der ve jî tevgerên koçeran ên etnîk, bi awayekî dîrokê heta wê rojê nedîtî, bi dijwarî dor li hêza şer-îqtîdarê girtin. Xirîstiyantî ji çaxa derket û heta dema pêşketinê, ji her alî ve, herî kêm bi qasî Romayê xwedî karektereke gerdûnîbû û partiyek bû, ji xizanan - qebîle, malbat hwd. yekîtiyên nijadî - pêk dihat. Rengekî wê yê civakî heye û yekemîn partiya xizanan a gerdûnî ye. Hêza herî mezin a şer-îqtîdarê ya wê demê Romayê, çawa hemû zumreya xwe seferber kiriye, Xirîstiyantiyê jî li ser heman şopê tevgera xizanan seferber kir. Di serdema kapîtalîzmê de jî çînayetiyek bi heman rengî pêk tê. Saziyên zordar û mijok ên dewletê û xwe bi rêxistinkirina kedkaran, dewama vê dualîteya diyalektîkî ne.
Her du ekol jî li dijî Romayê xwediyê dîroka berxwedaneke demdirêj in. Her du ekol jî bi şîdetê hatine tepisandin. Dîroka Romayê ji çîrokên împaratoran tenê pêk nayê. Divê mirov nertineke bi vî rengî li dîrokê, wek belovajîkirina dîrokzanên fermî binirxîne. Hêza şer-îqtîdarê ya wek guloka agir û guloka berfê ku ketiye serhevdu, çendîn xulaseyek dîroka zordar û mijokiyê ye, ekolên dînî, koçeriya civakî û etnîk jî, ew çend xulaseyeke komîntiyê ne. Dîroka gelan, bi awayekî rastîn di warê civakî û etnîk de wek hewce dike nehatiye nivîsandin. Ji ber ku dîrok bi destê çîna serdest, an jî karektera wê hatiye nivîsandin, rastiya civakê û hêmanên wê yên bingehîn ji nedîtî ve hatine û berovajî kirine. Destûr nehatiye dayîn ku dîrok bi awayekî rastîn were nivîsandin û anormal hatiye belovajîkirin. Bi vê rê xwestine zîhnê mirov êsîr bigirin. Civakên ku ji têgihîştin û serwextbûna dîrokê qut bibin, heye ku ji pêvajoyên nasname wendakirin û bêmanebûnê xetertir pêvajoyan bibînin, di nav derfet û îmkanên neyînîtir de bijîn. Civakên ku hîn bûn di nav van şert û mercan de bijîn, êdî hêsan dibe her bar lê were kirin. Di vî warî de kevneşopiya dînên yek xwedayî girîng e. Dînên yek xwedayî mîna hafizeya rastiya civakê bin, li dijî hukumdariya herdem, peyxembertiya herdem wek alternatîfekê xuya dike. Xirîstiyantî bi saziya pîskoposiyê mîna xwe gîhandibe kevneşopiya împaratoriyên Romayê. Pêşketineke bi heman rengî ji bo pêşengiya etnîsîteyê jî mumkîne were qebûlkirin. Ji ber ku dilê xwe dibijînin împaratoran û xweziya xwe bi wan tînin, her du ekol jî yan bi sîstemê re li hev dikin, an jî bi temamî di nav de dihelin û carnan jî dikarin xwe di asta jor a civakê de saz bikin û bi vî awayî rê li ber veguherînên nû vebikin.
Eger em dîroka etnîsîteyê bi kurtî destnîşan bikin, em dikarin bi derketina çanda cotkariyê û sazîbûna wê ya BZ di navbera salên 15.000-10.000 de bidin destpêkirin.
Li gorî hemû agahiyên arkeolojîk û etîmolojîk, etnîsîte yekem car di vê dîrokê de li rêze çiyayên Zagros-Torosê li kevanên hundurîn rengê xwe digire. Şoreşa di warê cotkariyê de tê kirin, ji bo etnîsîteyê şertê hebûnê ye. Naxwe etnîsîte nikare ji klantiyê derbas bibe. Civaka klan jî ti demê nekariye ji komeke malbatê ya berfireh wêdetir biçe. Teknolojiya hilberandinê vî sînorî diyar dike. Lewra ji hin dengên derdixin zêdetir, nikarin xwe bigihînin zimanan. Dîroka zimanên em dizanin BZ di salên 20.000 de tê destpêkirin. Dîsa li heman cografyayê hin sedemên din rol dilîzin. Piştî ku ziman pêk tê, hilberandin zêde dibe û ev yek jî civakê derdixîne qonaxeke jor. Arkeologên navdar mîna Gordon Childe û Vanîlor hemfikir in ku seretayî koma zimanê Aryen li vî kevanê çiyê pêk tên. Komên seretayî yên serdema komîn ku xwediyê şoreşa cotkariyê ne, koma zimanê Aryen pêk anîn. Mirov herî gotinên kevin ên di warê cotkariyê de dikare li cem qewmên di nav vê koma ziman de cih digirin bibîne. Di serdemên seretayî de etnîsîte di şûna belavbûneke fizîkî de bi awayekî çandî li parzemînan belav bûye, ev dîtineke hevbeş e, qebûlê dibîne. Heta li gorî rastiyeke din a qebûlê dibîne, BZ di salên 11.000 de ji Asyayê bi rêya Çermesoran di bendava Berîng re derbasî Emerîkayê dibe.
Heta pêkhatina şaristaniya Sumeran - BZ li derdora 3500 - navenda çandê ya vê etnîsîteyê qûntara çiyayên li derdora Dîce-Firatê ne. Bermahî û xirbeyên ji vê demê mane û gelek nîşaneyên vê serdemê, em dikarin bi hêsayî di çanda îro ya gelêrî de bibînin. Bi taybetî BZ salên di navbera 6000-4000 de ji bo etnîsîte bibe mayînde û xwedî nasname, serdemeke girîng e. Di vê serdemê de ku bi ya Kalkolîtîk re dibe yek, hemû vedîtin û îcadên bingehîn ên dibin destpêkirina dîrokê - şaristaniyê - hene. Hunerên bingehîn, dîn û saziyên hiyarerşiyê pêk hatine. Koma herî kevin a Aryeniyan Hûrrî - ór: cihê girik, xelkê welatên bilind - di navenda hilatina çandê de bû ku îro wek pêşiyên herî kevnare yên Kurdan têne naskirin. Li herêmê heman xelk BZ di salên 6000 de bi awayekî çalak xwediyê jiyanekê ye. Di qonaxa avabûnê de ev xelk bi Sumeran re hem xizm e, hem jî cîran e. Li gorî rêzê Gûtî, Kassît, Lorî, Naîrî û navê Med ji aliyê çavkaniyên Sumer-Asûran ve li komên xwediyê heman çandê hatine kirin.
Pêlên çanda Aryenan BZ di salên 9000 de li Anatoliyayê, di salên 6000 de li Kafkasan, li Efrîka Bakur û Îranê û BZ di navbera salên 5000-4000 de li Çîn, Sibîrya Başûr û heta hundurê Ewrûpayê belav dibin. Di vê demê de çanda cotkariyê li gelemperiya dunyayê belav dibe. Koçberên Aryenî beşek ji wan BZ di navbera salên 3000-2000 de li giravên parzemînan, Hindîstan, Îngilîstan, Yewnanîstan, Îtalya, nîvgirava Îberîk û heta Bakurê Ewrûpayê çûne. Tê texmînkirin ku li gorî pêşketinan BZ di salên 2000 de diçin herêmên bi dijberiya şaristaniya Sumeran pêşketine û li Hindistan, Îran, Anatolî û Misrê beşdarî van pêvajoyan dibin. Serdemeke gelek bi liv û tevger e. Şaristaniya Sumeran mîna DYE îro ji bo çiqas koçber û komên gundan hene, navendeke balkêş e. Bi tevgerên mezin ên koçberiyê BZ di salên 2000 de etnîsîte bi awayekî berfireh belav dibe. Di encama vê belavbûnê de hîmên şaristaniyên li Çîn, Hînd, Hellas, Anatolî û Îranê têne danîn. Bi awayekî li ser şopa Sumeran piştî bajarbûnê - dewlet - li Mezopotamyayê pêngava duyemîn tê avêtin. Tevî vê yekê, bajarên şaristaniyê di nav derya koçberan de mîna giravokan e. Ya esas, yên di nav çalakiyê de koçber in. Sêyemîn pêngava mezin a koçberan BZ ber bi salên 1000 dest pê dike. Koçberên ji Ewrûpayê herikîn Kafkasan, ji Asya Navîn herikîn qadên şaristaniya başûr, di demên destpêkê de cihê şaristanî û nîzamên beg-xanedanan wergirtin. Li Yewnanistanê Dor, li Anatoliyayê Frîgyayî, li Îtalyayê Etrusk û li guhên Zagros-Torosê digihîjin hevdu Medî, komên etnîk ên vê pêngavêne têne naskirin.
Ev komên behsa wan tê kirin, BZ di salên 1000 de di pêşketina şaristaniya navbera dewleta Romayê de roleke mezin dilîzin. Şaristaniyên Grek, Frîg, órartû, Med û Etrusk pêngavên girîng in ku ev komên etnîk ava kirine.
Tevgera etnîsîteyê bi awayê rêxistinê qonaxa hiyarerşîk derbas nake. Di vî sînorî de eger ji hev de nekeve, wê bi pirsgirêka dewletbûnê re rûbirû bimîne. Komên di van qonaxan re serketî derbas bibin, modelên dewletê yên di dema Sumeran de pêk anîne. Bi piranî dibin modelek texlît a şaristaniya pêre di nav têkiliyê de ne. Jixwe avahiya hiyarerşîk potansiyela xwe nîne rê li ber avabûneke din vebike. Di vê rewşê de çîn derdikevin holê. Beşek ji tebeqeya jêr di rewşa xwe ya berê de li çolûberan dimînin, yên berê xwe didin bajêr jî yan dibin kole, esker, an jî di nav tebeqeyên bi cihbûyî de cihê xwe digirin û civaka çînî temam dikin. Etnîsîte ji bo civaka çînî timî xwîna teze ye. Gundîtî ji bo kapîtalîzmê çi be, etnîsîte jî ji bo şaristaniyên berê heman fonksiyonê bi cih tîne. Eger em bi giştî bişibînin roja me ya îro; li dijî belavbûna kapîtalîzmê berxwedana netewî û pişt re jî avabûna dewletên netewî çi be, di şaristaniyên berê de jî berxwedana etnîk û begîtiyan û dewletbûna ku xwe dispêre zemînê etnîk jî heman tişt e.
Tevgerên peyxembertî-dîntiyê ku em wek cureyekî têkoşîna çînî ya serdemên seretayî rave dikin, çavkaniyên xwe di serdema stewîna şaristaniyan de dibînin. Koka wan bajarî ne. Mora çîna navîn li ser heye. Karîbûne cesaret bikin û nîşan bidin ku sîstemên seretayî yên koledar li dijî aqil in. Rexnegirên destpêkê ne, yekemîn serhildêrên civakî ne. Mîna ku ketibin bin tesîra kevneşopiya şêxtî û Şamanîzma berê ya di saziyên qraliyetê de, cih negirtin. Ji ber têgihîştina wan a dîn-xwedayê muccered û dijberiya wan a pûtan, mirov dikare vê rewşê wek cihêbûna zêhniyetê binirxîne. Îdîaya wan a herî mezin, dibêjin; mirov-qral nabin xweda. Bi îdeatiya qral-xwedê mirovan bawer nekiriye û ev yek têkoşîn û nakokiya di navbera çîna rêveber û xelkê bajêr de nîşan dide. Civaka bajêr piştî ku li cudahiya di navbera yaseyatî û ruhparêziyê de hayil dibe, yan jî serwext dibe, baweriya bi qral-xwedayan diheje. Cihêbûn û cudabûna zêhniyetê di nav bajêr de bi leztir dibe. Rewşa bajêr ji bo lêgerîn, têgîn û ramanên nû, derfet û îmkan dide. Agahiyên zêde dibin û afirandina têgînan bi awayekî mucered, piştî qonaxekê îdeolojiya fermî - mîtolojiyên ji wan bawer tê kirin - li dawiyê dihêle. Bi lêgerîna îdeolojiyên nû serdema îdealîzma peyxemberan dest pê dike.
Li gorî texmînan ev pêvajoya BZ di salên 3000 destpêkir heta bi Hz. Îbrahîm zêdetir li bajarên metrepol ên Sumeran destpêkir. Piştî nekarî bihewe, xwe li jor, li herêmên bilind, li cihên hinekî azad girtin. Ez bawer dikim ku em ji serdema Adem heta Îdrîs û heta pêvajoya Eyûp re bibêjin pêvajoya peyxembertiyê ya beriya órfayê, rastir e. Her weha em dikarin îdîa bikin ku BZ di navbera salên 2000 û 1000 de órfayê roleke navendî lîstiye. Di vê serdemê de bi îhtîmaleke mezin kevneşopiya peyxembertiyê baş rûniştiye. Hîmê wê yê sazîbûnê xurt bûye. Di serî de Hz. Îbrahîm gelek peyxemberan dişîne herêmên hawîrdorê. Gelek çîrok vê texmînê piştrast dikin. Wek hîpoteza duyemîn, em dikarin îdîa bikin ku BZ ji salên 1000 û pêve heta hilweşîna Romayê, Quds wek duyemîn navenda peyxembertiyê derdikeve pêş. Di Pirtûka Pîroz de lîsteyeke dirêj a peyxemberên vê pêvajoyê heye. Di serî de Saûl, Dawûd û Silêman vegotineke xurt û dewlemend a li ser peyxemberan heye. Mirov van vegotinên balkêş ên Pirtûka Pîroz dikare wek xweziyên ji bo qraltiyê û pîvanên exlaq binirxîne. Pir bi xurtî civakîbûn tê destnîşankirin. Di cewherê xwe de bang li qebîleya Îbranî dike ji bo ji pûtan dûr bisekine û bi Rebê xwe ve girêdayî be. Ev bangawazî vegotineke dînî ye qebîleya Îbranî ji belavbûnê xilas dike û dibe sedem wek qraliyetê ava bibe. Mîtolojiyên Sumeran çawa çîrokên qral-xwedayan bin, Pirtûka Pîroz jî çîrokeke dînî ye, ji qebîlê pêkhatina qraltiyê tîne ziman. Zêhniyet û wêjeya wê demê ya serdest, zimanekî pîroz ê pirtûkê ferz dike. Pir girîng e, mirov karibe di bin tîrbûna şêweyê mijarê de cewherê wê bibîne. Jixwe armanca dawî ya Îsa ew bû ku li Qudsê wek "qîza Sîon" bi nav dikir, bûbûya qral. Ji bo vê yekê jî jiyana xwe ji dest daye.
Sêyemîn û serdema dawîn a peyxembertiyê, di navbera salên BZ 0 û PZ 632 de, ji dayikbûna Hz. Îsa û heta wefata Hz. Mûhammed dewam dike. Qebîleya Îbraniyan piştî vê serdemê bi Safarînan - nivîskaran - dikeve pêvajoya katiban, Xirîstiyanî jî bi hawariyan, paşê jî bi papaz û pîskoposan li nav gelên din belav dibe.
Lîteratura peyxembertiyê - di serî de Încîl - tercumeyî Grekî û Latînî hatin kirin û vê yekê bandoreke bingehîn li ser zêhniyeta şaristaniya Rojava kir û rê li ber veguherîneke bi kok vekir. Di têkoşîna li dijî nîv-xweda împaratorên Helen û Roma de îdeayên xwedatiyê ji dest wan tê stendin. PZ di sala 312 de Konstantînê Mezin Xirîstiyanî qebûl kir û paşê jî wek dînê fermî îlan kir. Ev yek gava dawî ya pêvajoyeke dîrokî bû. Bi vî awayî, her çend ji cewherê xwe gelek tişt wenda kiribe jî îdeaya peyxemberan a "mirov nabe xweda" bi ser dikeve. Jixwe milê peyxembertiya bi navê Îslam û pêşengiya Hz. Mûhammed hê ji destpêkê ve, mîsyona xwe ya wek siya xwedê û qasidê wî yê li rûyî zemîn îlan dike. Baweriya teslîsê ya Hz. Îsa Bav-Kur-Ruhê Pîroz red dike û bi hukmê ayetan wehî dike ku mirov tenê dikare bibe ebdê xwedê. Lê têgihîştina ebdê xwedê, dîsa jî li vir tesîra çanda qral-xwedayan nîşan dide. Di şûna qral-xwedayan de "Ellah" tê bi cihkirin. Ev mînak, şerê dirêj ê di warê zêhnî de bi awayekî balkêş îfade dike. Her weha îspat dike ku şerê mirovan li dijî qral-xwedayan bi hezarsalan dimeşe û destnîşan dike ku xelasiya ji koletiyeke şidandî hêsan nîne.
Jixwe serdema qral-xwedayan di dawiya împaratoriya Roma de li dawiyê tê hîştin, bi Hz. Mûhammed re ev serdem bi tevahî diqede. Îdeaya bingehîn a peyxemberan ew bû ku mirov nikarin xwe xweda îlan bikin. Ev xal bi tenê, ya mîna bernameya partiyekê, wexta bi cih hat, êdî mane nema peyxembertî hebûna xwe dewam bike. Jê pêve, şop, sî û çîrok in.
Berhema sereke ya dînên yek xwedayî yên Rojhilata Navîn dewleta feodal a serdema navîn e. Li gorî koletiya klasîk, koletiya nermkirî koletiya "serf", bi gotineke din koletiya pêşketî. Di koletiyê de gaveke pêşketin heye. Di koletiya ne serf de jî pêşketin heye. Sultan - hêza îqtîdar-şer - wek siya xwedê tê hesibandin. Mîna dewama kulta qral-xwedê lê tê fikirîn.
Her du tevger jî di dîroka mirovatiyê de ji aliyê taybetiyên komîn û helwesta demokratîk ve, divê piçûk neyên dîtin û wek gavên ber bi azadî û edaletê ve hatine avêtin, bêne nirxandin.
Li dijî koledariyên klasîk û seretayî, kevneşopiyeke berxwedanê ya hezar salan, destketiyên wê yên mezin di warê zêhniyet, polîtîka, civakî û aborî de hene. Her çend dîroka nivîskî van destketiyan bi taybetî veneqetîne û destnîşan neke jî, ji wan guman nayê kirin. Çanda mirovatiyê zêdetir bi cihokên van her du berxwedanan hatiye avdan. Ji hemû hunerên sereke re bûn mijar û dabaş. Peykerên perestgehan bi hemû heybeta xwe gihîştine heta roja me ya îro. Eger ji exlaq kirtik jî mabin, dîsa bi saya vê kevneşopiyê ye. Destanên ti car namirin, çîrokên ezîz û ewliyan, helwestên mezin ên mirovatiyê nîşan didin. Dîsa li ser rêya vê kevneşopiyê ye ku mirov xwe bi dehsalan dixe silûk û înzîwayê; di zindanan de dirize; li çarmîxê tê xistin; bi gezeke nan, zeytûn, hebek tirî û xurmeyê xwe terbiye dike; êşa mirovan his dike; qîmet û buhaya herî mezin dide zanebûnê. Ev kevneşopiye, qîmetê dide jiyana komîn û ferdiyetê red dike, nîzama dêran, agahiyên destketî û li pêşketina pîşesaz û hunerê bi çavekî dibistanê dinere û hêja dibîne. Dîsa ev cihokên resen û esîl ku zumreya îqtîdar-şer ji kuştin û mirinê zêdetir şensekî din nedida mirovatiyê, mirov li ser aştiyê fikirandin; şerefa mirov parastin; alîkarî esas dîtin; bal kişandin ser biratiyê û deriyên xwe li gerdûnê vekirin. Civaka çînî neanîne, lê bi piranî nekarîne xwe xilas bikin ji bo di nav sîstema civakî ya serdest de nehelin. Ew bi xwe jî carnan bi qasî efendiyên xwe yên berê bûne hiyarerşîk û dewletparêz. Lê eger hin nirxên mirovatiyê, dîsa jî heta roja me ya îro mane, para van tevgeran tê de heye û hewce ye mirov heqê wan bide. Eger alîkariya van her du kevneşopiyan neyê fikirîn, di roja me ya îro de helwesta demokratîk, azadî-wekhevî, lêgerîna li hawîrdoreke xwezayî, mafê mirovan û nasnameya çandî nabe werin ravekirin. Ji bo demokrasiyê, herî hindik bi qasî ferdiyeta hemdem, xizmetên di qada gelemperiyê de jî girîng in, û eger zemînê qada gelemperiyê wek mîrateya van her du tevgeran were qebûlkirin, wê bandora erênî ya vê kevneşopiyê hê rastir û çareserker were fêmkirin.
Di çarçoveya vegotina me de ku me pêşnûmeya komîntiyê û helwesta demokratîk nîşan da, em dikarin civaka împaratoriya Romayê baş fêm bikin. Roma jî wek hemû pêşiyên xwe, bi tevgerên civakî-komîn ên nava xwe, bi hatina komên etnîk ji bakur, bi tevgera êrîş-parastinê ya komên nêzî civaka xwezayî di dawiya çend sed salan de ji hev de ket. Roma ji hev de ket û paşê parçeyekî wê di dawiya sedsala 4. PZ de hilweşiya, bi sedema têkiliya ne-yekser a di navbera etnîk û komîntiya dînî de serketin muşterek e. Tevlîhev be jî serketin a nîzama komîn û gelan e. Bêguman zêhniyeta dewletparêz û kulta wê hilneweşiya. Her çend guloka berfê parçe parçe bibe jî, bêyî ku bihele hebûna xwe li gelek qadan ji nû ve pêk tîne. Em careke din dibînin ku hêza îqtîdar-şer demeke dirêj nikare parçebûyî bimîne. Mîna xelekên zincîrê wê li xelekên xwe xelekan zêde bike û bi vî awayî dewam bike. Li rojhilat Bîzans, li erdên bakîr û beyar ên Ewrûpayê Frank, Şarlman û împaratoriya Roma ya pîroz bi formên nû wê hebûnên xwe dewam bikin.
Ya rastîn, yên Roma hilweşandin, qebîleyên Germen bûn ku ji alî çandî ve koka wan Aryenî bûn. Hûnên ku ji Asya Navîn hatin, bi dehê salan ev sîstem hejandin. Bêyî hêza etnîsîteyê, ji hêzxistina Romayê û bêkêrkirina makîneya şer a mezin, nabe. Hilweşîna xemgîn a şaristaniya Romayê di encama êrîşên barbaran de, nabe bibe zimanê civakzanên demokratîk û nabe bibe zimanê rastiyê. Em wexta zincîra împaratoran bînin ber çavên xwe, emê hêza xeternak a îqtîdar-şer baştir fêm bikin. Barbaran - di cewherê xwe de hêzên gel ên azadîxwaz - ev hêz hilweşandin û ev yek ji gavên mezin ên azadiyê ye, hatiye avêtin. Ji lewra ti îtîraz nikare pêşî li me bigire ku em vê rastiyê wer fêm nekin.
Di rastiya jihevketina Romayê de careke din piştrast bû ku dîrok bi şerê di navbera kesên şer-şîdetê, wek çavkaniya moralê ya siyaset, civakî û aboriyê nîşan didin û navbera kesên di helwesta demokratîk, jiyana azadîxwaz û komîn de israr dikin û li ber xwe didin, diyar dibe. Eger neyê ji bîrkirin ku di bin nîzamê "aştî û aramiyê" de timî ev şer heye, wê rastiya civakê hê baş were fêmkirin.
Nexşeya dîrokî ya me hewl da xêz bikin û wêneyê wê li ber çavan rabixînin, berî em bikevin serdema navîn a Ewrûpayê ya di navbera sedsalên 5.-15. PZ de, wê bi kêr were. Erê, li pişt serdema navîn a Ewrûpayê ev dîrok heye. Bêyî vê dîrokê, Ewrûpa ne afirandina şaristaniyê, divê baş were zanîn ku nikare "sifirê" jî hîn bibe. Piştî ku di serdema kurkketina feodalîzmê de pir demeke dirêj razayî ma, bi hemû hêza xwe hewl da bizanibe û zêhniyeteke nû bi dest bixe. Bêyî vê dîrokê kes nikare van gişî xeyal jî bike. Ewrûpa pişt re bi rastî berê xwe dide zanist û dîrokê û hêza pê hewceye jî werdigire. Bi van her du hêzên mezin, rêbaza zanîn û dîroka rast di şaristaniyê de qonaxeke mezin a hêja diafirîne.
Alîkarî û keda Xirîstiyaniyê ji bo serdema navîn kêm û bi sînor e. Bi engîzîsyonê hewl daye ku gavên nû werin avêtin asteng bike. Xirîstiyanî hewl dide pêşî li cihokên erênî - Heretîk (mezheb), pîrênsêr (bermahiyên jinên azad), sîmyager (pêşengên zanistê) yên ji berê ve tên bigire û wan bi agir bişewitîne. Lê tevî meyla wê jiyana xwezayî ya xwe dispêre etnîsîteya teze û bi sedema bi Protestaniyê îradeya wê tê şikandin, îrade û zêhniyeta wê vedibe û xurtir dibe. Bi Protestaniyê muhafezekariya hişk a dîn de li dawiyê tê hîştin û rê li ber netewîbûyîna ku xwe dispêre etnîsîteyê, vedibe.
Ti delîl û belge nînin ku nîşan bidin ev pêşketina mezin a dîrokî pêşketineke bi plan a kapîtalîzmê ye. Ya esas, gelek belge û delîl di dest de hene, hewcebûna bi pêşketina şaristaniya demokratîk nîşan didin.
Di dîroka şaristaniyê de, tevî ku sîstema feodal a serdema navîn, dogmatîzma koletiya serdema seretayî bi sînor kir, lê di heman demê de guhert û dewam kir. Şûna qral-xwedayan siya xwedê cih girt û ev formguhertina dogmatîzma hukumdariyê ye. Cewher tê parastin. Hêza îqtîdar-şer li herêmên berfireh ên Ewrûpa û Asyayê belav bûne û li hêza xwe hêz zêde kirine. Di dewsa împaratoriya Pers û Romaya westiyayî de xwîna teze Ereb-Îslam, Cermen-Katolîk Xirîstiyan û sîstema Slav-Ortodoks Xirîstiyan hatin avakirin. Pir bi derengî heman sîstem ji aliyê Tirk-Îslam, Moxol-Îslam ve hatine dewamkirin. Di vî şêweyê nû yê împaratoriyan de ya girîng ew e ku hêmanên çandî yên nû wek xwîna teze digirin bunye û nav avabûna xwe. Her çend li ser şopa Roma-Persan dilê xwe bijandine wan û bûne xwediyê hêzê jî, zêhniyet û îmana xurt a Îslam û Xirîstiyaniyê, sotemeniya şer-îqtîdarê hewce pê dibîne tedarik dike û ew çend dewlemend e, dikarin hebûna xwe demeke dirêj pê dewam bikin. Ji aliyê din ve, hêzên hiyarerşîk ên Moxol, Tirk, Cermen û Ereban ku hînî jiyana herî demdirêj û xurt a koçberiyê bûne, ji qewmên di bin destê xwe de digirin, kengî dixwazin dikarin eskerên bawermend berhev bikin. Jiyana bajêr a rehet û dewlemend cazîb û balkêş bû, ji bo karibe li herêmên qewmên nû belav bibe.
Ya rastîn; zemînê jêr etnîsîteyê û beşên xizan ên Xirîstiyanî û Îslamê yên rizgarî dixwestin û li dora keşîşxane û terîqetan kom bûbûn, li dunya û jiyanên nû digeriyan. Ji îstîsmar û zordariya dewlet û hiyarerşiyê nefret dikirin. Ji ber vê jî tevlî tevgera mezin bûbûn. Ji bo bendewariyên wan şîroveya herî rast ev e; derdorên terîqet, keşîşxaneyê wek sentezeke jiyana berê ya komîn a xwezayî demokrasiyeke gerdûnî ya humanîst bû. Di her du dînan de jî yên wek Hz. Mewlena ku em jê re dikarin bibêjin dil û zîhnê serdemê, gelek bûn û bi kurtî wiha digotin: "Tu ji heftê û du milletan bî jî were. Ji berê ve çi gunehên te hebin jî were." Ev helwesta ku me bi kurtî destnîşan kir, heta tu bibêjî di naveroka wê de demokratîzmeke gerdûnî heye. Ekola gerdûnî û demokrasiya serdema navîn tîne ziman.
Eger mirov bi vî awayî nêzî ekolên tesawif û keşîşxaneyên wê demê bibe, wê zêdetir pêşî li têgihîştinê vebe. Ji ber ku tebeqeya jor a dîn û etnîsîteyê dibin hêza dewletê, beşên jêr ên xizan li dora keşîşxane - di Îslamê de berdêla wê terîqet - û dergehên li zemînekî berfireh belav bûbûn wek hêzekê bi nîzamê komîn dijiyan. Ev di warê çînî de veqetîn û cihêbûneke maneya wê kûr bû. Bi gotineke din, wek di navbera hêzên şer-îqtîdarê yên xweserî serdema navîn - tevî beşên hevkar ên xwe dispêrinê - û gelê komîn-demokratîk de veqetîn û têkoşîn e. Di cîhana Îslamê de nakokiya Batinî-Sunnî û di Xirîstiyaniyê de nakokiya Katolîk-Heretîk vê rastiyê nîşan didin. Em di nav qewman de jî heman veqetîn û parçebûnan dibînin. Mînakên wek Selçûkî-Osmanî-Tirkmen, Ereb xelîfe-xaricî hene. Ev nakokiya çînî û şerê di nav heman qewman de îfade dike. Hin ji tevgerên xizanan bi asteke pir li pêş karîn siyasî bibin. Karmatî, Haşhaşî, Fatimî û Elewî nerazîbûn û cihêbûna beşên xizan ên gel bi awayekî çînî îfade dikin, di heman demê de mînakên seretayî yên demokrasiya serdema navîn in. Lê belê têgihîştina hukumdariyê ya li ser sîstema civakî serdest e, rê nade ku ev tevger di warê demokrasiyê de pêştir ve gav biavêjin. Bi zordariya ji der ve û di hundur de jî bi sedema dûrketina ji rastiya xwe, pir zû tasfiye bûn û bandora wan nema. Li Ewrûpa û Asya Navîn çanda saziyên mîna keşîşxaneyan bandoreke mayînde kirin û karîbûn demeke dirêj bijîn. Keşîşxaneyan di hilberandina zanist û teknîka wê de roleke girîng lîstin. Hêza cewherî ya jiyan û zanistê bûn. Di serdema navîn de derketina zanîngeh û medreseyan, ji nêz ve têkiliya wan bi xebatên keşîşxane û dergehan ve hene.
Komên şer-îqtîdarê pevçûnên mezin li ber çav girtin û di encamê de karîbûn bibin hêza serdest a sîstemê. Di vê yekê de hêza kevneşopî ya dewletê, sazî û zêhniyeta wê diyarker e. Ji bo firsendê nede saziyên nîvdemokratîk yên di şêwazê rêvebirin û rêxistiniyê de amatur in, têra xwe bi qabîliyet e. Ya girîngtir, ji serdestiya wan wêdetir, ev beşê dîrokê bi hevdu gevizandin û gewixandinê dimeşe.
Bi propagandayeke zêde "siya Ellah, sultantiya mezin" didin qebûlkirin û ev fîgurekî nû yê dewletê ye ku ji serî heta dawiyê dekûdolab, zordarî û talanek bi hezar makyajî hatiye hûnandin. Hêza îqtîdar-şer a me şibandibû guloka berf û agir, Îslam jî û Xirîstiyanî jî ji Roma û Persan werdigirin û di serdema navîn a feodal de kirasê dînî li xwe dike û xwe mayînde dike. Berovajî îdîayên wê, zordarî û talana împaratoriyên Roma û Persan li dawiyê dihêle. Li beramberî vê yekê, tevgerên terîqet-mezheb û keşîşxaneyan, etnîsîteya xizan a li jêr û dawî hiştî, tevî îxanetên hiyarerşiyan li wan kirî, ji texmînan jî wêdetir demokratîk in, rastiya gel û ruhê civaka komîn temsîl dikin. Ji bo em roja me ya îro baş fêm bikin, bi qasî serdemên berê divê em rastiya serdema navîn jî ne bi berçavkên hespan ên serweran û dilên teneke, divê di çarçoveya van tarîfan de fêm bikin û pê bihesin. Ev ji bo têgihîştin û ruhê azadiyê pir girîng e. Kesên di ruh û têgihîştina xwe de dîrokê rast nejîn, nikarin îdîaya azadî û wekheviyê bikin û nikarin bibin demokrat.
Şaristaniya Serdema Navîn a Ewrûpayê PZ ji sedsalên 13. û 14. pêve ji civakên Rojhilat çi mîrateya erênî hebe werdigire - di vê de rola keşîşxaneyan diyarker e - û bi afirîneriya tezebûna xwe, bi lez zemînê Ronesansê amade dike. Girîng e, mirov ji nêz ve fêm bike, feodalîzm çima bi awayekî klasîk demdirêj najo. Civaka çînî bi koledariya Serdema Seretayî dema xwe ya herî dirêj BZ 4000-PZ 500 de jiya û potansiyela xwe bi giranî derxist holê. Çi jê hatibû kiribû. Çînayetiya feodal di vê pêvajoyê de pir kêm bi kêr hatiye û ev yek ji qelsbûna potansiyela wê ye. Di wê rewşê de nîne ku bi kêra sîstema civakê were. Jixwe hem armanca tevgerên dînî û hem jî armanca tevgerîn etnîk ew bû ku vê sîstemê li dawiyê bihêlin. Hiyarerşiyan dilê xwe bijandibûn împaratoriyan, lê ew armanca bingehîn nebû. Bi awayekî, şoreşa qewmî ya etnîsîteyê û şoreşa dînî ya civakî, îstîsmar kiribûn û xwe gîhandibûn hêza nû ya îqtîdar-şer. Pir beriya şoreşa Fransayê li ser ala girseyên xizan "aştî, biratî û wekhevî" nivîsandîbû. Di bin hukumdariyên hezarsalan ên xwedayî de wê ev hemû biqewiyana. Utopyayên mehşer û cennetê ebedî bibûna. Hiyarerşiya li ser kevneşopiya demdirêj a hunerê dekûdolab û zordariyê bibûya hosta, bi xapandin û tepisandinê çawa bixwesta wê bikira.
Li Ewrûpa Rojava ev pêvajo zêde dirêj nekir û di vê yekê de rola keşîşxaneyan a rohnîkirinê - di Îslamê de ev hêz bi giranî di bin bandora seltenatê de ma - û ruhê civaka xweza yê teze yê etnîsîteyê - bi taybetî di Germenan de - rolên girîng dilîzin. Van her du hêzan, wek di hemû qonaxên dîrokê de azadiya têgihîştin û îradeyê dewam dikirin. Ala azadî û zanistê li erdên bi bereket ên Ewrûpa Rojava bi meraq û heyecaneke mezin li ba dikirin. Ne kopiyê împaratoriya Romayê qral û prensên serdema navîn, ne jî engîzîsyonên dêra fermî yên bûbûn mîna ruhên wan, dikarîbûn pêşî li wan bigirtana. Ji bo em şaristaniya îro ya Rojava hîn bibin, hewce ye û pir girîng e, em bi hurmet û berpirsiyarî nêzî vê serdema afirîner bibin ku tê de mirovên xwediyê ruhên azad û fikrên mezin hebûn. Nirxên hatine afirandin, herî kêm bi qasî yên şoreşa neolîtîk-gund-cotkariyê û şoreşa şaristanî-bajêr watedar in. Li Rojhilat têgihîştin û ruhê me yê azad ên vedimirin, diçilmisin li vir dewam dikin. Azadî û têgihîştina di destên mirovên Ewrûpî de tê mezinkirin, ruhê me ye, ku civaka xweza û têgihîştina me jê re pêşengî kir û û hezarê salan ew hilgirt. Ji me re xerîb nîne, ew rastiyek e, ya me ye.
Tevgera Ronesansê - jinûve hilatin - ku bi sedsala 15. re hat destpêkirin, ya rastîn bav û diya wê Rojhilatîn e û zarokê dawî yê sulaleyeke hezaran salî ye. Rast nîne, mirov wê wek zarokê Adem û Hawaya Ewrûpayê bibîne. Belkî jî zarokê surgûn û nefî yê Rojhilat e. Eşkere ye, Ronesans dewama bûyerên bi lez ên sedsala 13. û 14. e. Li ser zemînê kopya Romayê qraliyet û qesrên pîskoposan mezin nebûn, li keşîşxaneyên li çolteran û zanîngehên li bajaran mezin bû. Di vê mezinbûnê de ne hêza siyasî-eskerî û ne jî hêza aborî ya bazirgan-feodalan diyarker bûn. Keşîşxaneyên li çolteran û zanîngehên li bajaran bi keda xwe li ser piyan diman û gel debara wan dikir, destek dida wan û hêviyên xwe bi wan girê dabûn. Ew ji bo mezinkirina azadî û têgihîştinê cîwarên serbixwe yên xebatê bûn. Ezê vê nuqteyê bi girîngî destnîşan bikim; rêya sereke ya diçû Ronesansê di qesrên dêr û qralan re derbas nedibû, di dibistanên komîn ên gel re derbas dibû. Ne rêya çîna feodal û ne jî rêya bûrjûwaziya li naverastê nebû.
Eger em di herikîna çemê şaristaniyê de cih û dema wê destnîşan bikin, ya kêrhatî û ya bi me bide hînkirin, dîsa çavkanî Sumer in. Ya rast em li serê kaniyê vegerin. Sîteyên li órûk û órê BZ di 3.500-2.500 de pêk hatin pêl bi pêl li Nîppûr û Babîlê, wek navend Nînowa ber bi bakurê Dîcle-Firatê ve belav dibin. Demên li dora van navenda pêk tên wiha ne; Nîppûr BZ 2.500-2000, Babîl 2000-1.300 (dema kevin û navîn), Asûr BZ 1.300-600, dema dawî ya Babîlan evin; BZ 600-300. Ji derveyî Mezopotamyayê jî şaristaniyên yekser ketine bin bandora Sumeran Hîtîtên li Anatolê BZ 1.700-1.200, li Medyayê BZ 900-550, li Persiyayê BZ 550-300. Em şaristaniya Roma û Greka klasîk dikarin bi ser duyemîn şoreşa mezin a zêhniyetê binirxînin. Ev demên şaristaniyan ji ramana mîtolojîk derbasî ramana felsefî dibin. Piştî ku nûnerê dawî yê herî mezin ê Rojhilat li Rojava Troya dikeve, ev pêşketin dest pê dikin. Hellas û Etrûskiyan nekarîn xwe bigihînin pêşketineke xweser. Li ser xeta kevneşopiyê wek hêzên karîbûne belav bibin mane. Şaristaniyên Îtalya û Grek ên BZ di salên 1000 de dest pê kirin, bi pêşketina ramana felsefî BZ di salên 500 de karîbûn derbasî şaristaniyeke xweser bibin. Ya rastîn, demeke dirêj li ser şopên şaristaniya Misir û Sumeran xwe xwedî dikin, bi hêzên ji bakur jî tên dibin yek û bi bandora taybetiyên cografîk jî dikarin bigihîjin qonaxeke xweser. Pêşketinên li nîvgirava Îtalya û Grekê, dewama pêşketina şaristaniya Hîtît a li Anatoliyayê ye. Em wexta li van pêşketinan alîkariya Misir û Fenîkeyên li Rojhilatê Derya Spî jî zêde bikin, wê hêmanên pêşketina xweser hê baş werin fêmkirin. Xeleka Roma-Grek a BZ li derdora salên 1000 û PZ 500, hê zêde fireh dibe û li peravên Ewrûpa-Atlasê radiweste. Şertên cografîk û demeke cuda ji bo sêyemîn versiyona mezin zemîn amade dike. Çemê me yê şaristaniyê, wexta digihîje peravên Ewrûpa Rojava dikeve çaxeke xwe ya bi bereket. Ya BZ di salên 1.500 de dest pê dike, sêyemîn şoreşa şaristaniya mezin e. Em wexta Ronesansê bi zincîra şaristaniya dunyayê ve girê bidin, rastiyeke vê herikînê ye.
Tarîfa herî rast a ji bo Ronesansê ew e ku wek şoreşek zêhniyetê were bi navkirin. Şoreş di çend waran de bi kok e. Ya yekemîn; ferdê bi navê ramana dîn û xwedayetiyê tine bûbû ji nû ve ji dayikê dibe. Teolojiya Xirîstiyaniyê PZ di salên 1.250 de bi senteza Arîsto di dema skolastîk de digihîje lûtkeyê. Mirov dikare wek rewşa herî pêşketî ya metafizîkê jî binirxîne. Mîna ku însan hatibe ji bîrkirin. Nikare bibe pêlîstokeke xwedê jî ew çend di jiyanê de tine ye. Li ser navê dîn civakîbûn li sînorê dawiyê ye. Lê ev rastî têkiliya wê bi pratîk û jiyana berçav ve hîç nebû û xûya mirov a xweza wê nekarîbûya demeke dirêj xwe rabigirta. hewldanên Heretîzm - mezhebên ji rê derketî - pîrasêrtî - jina civaka xwezayî ya nebûye xirîstiyan - û Sîmyageriyê - yên ji elementên xwezayê zêr çêdikin; lêgerîna ilmî - li dijî dogmatîzma Xirîstiyaniyê berxwedaneke xweser a zêhniyetê temsîl dikin. Engîzîsyon dixwaze rê li ber pêşketinan bigire ji bo ferdê azad dernekeve. Mînaka herî balkêş a ji dogmatîzma Xirîstiyaniyê qut bûye û xwe li fikra xweza ya azad girtiye, Gîordano Brûno ye. Brûno'yê tam dilê wî ketiye xwezayê cudahiyê naxe navbera xwedê û xwezayê. Fena ku bi têgihîştina xwezaya - gerdûna - zindî serxweş be. Ew çend heyranê fonksiyonên serbixwe yên xwezayê bû ku di encamê de pêşengê Ronesansê yê kela dilê wî rabûbû, li Romayê PZ di sala 1.600 de hat şewitandin. Bi awayekî hêjayî bîranînê Spartakus û Saînt Paul be.
Kengî mirov bi çavekî ji dogmatîzmê qutbûyî li xwezayê temaşe kir, rêbaza ilmî pêş ket. Mejiyê mirov ê bi rêbaza metafizîkê hûnandî ji rastiya xwezayî dûr ketiye. Piştî ku zîhnê mirov rêbaza xwe guhert û karîbû bigihîje rêbaza ilmî, ji nû ve li xwezayê vedigere. Roger, Fancis Bacon û Galîleo Galîleî ku mirov dikare wan wek peyxemberên rêbaza ilmî jî bi nav bike, bi çavdêrî, ceribandin û pîvanê deriyên pêşketina ilmê heta dawiyê vekirine. Zêhniyeta ilmî ya her ku çû pêş ket, bi rêbazê ji nêz ve eleqeder e. Helwesta felsefîk li hemberî xwezayê hêviyê îfade dike û bi rêbazê jî ev hêvî werdigerin rastiyê. Pêşbînî û feraziyeyên felsefî, qad û rastiyên ilmî rohnî dikin, çavdêrî, ceribandin û pîvan jî îspata ilmî bi cih tînin. Bêyî pîvan û ceribandinê, bi feraziyeyên felsefî mumkîn nîne ji xwezayê sûd were girtin. Her bûyera li pîvan û ceribandinê neyê xistin, nayê fêmkirin ku wê encamek çawa bide. Di cîhana Îslamî de her çend di vî warî de hin gav hatibin avêtin jî ji ber ku xwe nespartin rêbazeke sîstematîk, pir kêm keda wan di zanîna ilmî de heye. Şaristaniya Rojava ku hîmê wê yên bingehîn zanîna ilmî ye, kengî pirsgirêkên bingehîn ên rêbazê çareser kirin, pir zû ket pêvajoya pêşketinê. Piştî ku pirsgirêka rêbazê hat çareserkirin rê li ber şoreşa ilmî vebû. Lêgerînên bi rêbazên ilmî yên bi Ronesansê re dest pê kirin, di pêşketina ekolên nû yên felsefê de jî rol lîstin. Têkilî û nêzîkbûna hevdu ya felsefe û ilmê, bi qasî bi kêra pêşketina pêvajoyeke ilmî hat, her weha rê li ber felsefeyên nû vekir ku têkiliya wan bi ilmê re dihat danîn.
Ev şêwazê pêhesîn û ramanê ku em dikarin wek qutbûna ji xwedê û bingehê Ronesansê bi nav bikin, guhertina herî mezin a paradigmayê ye. Şoreşa zêhniyetê ya pêk hatiye ji rêzê nîne. Ev ji cureyê şoreşan a herî zehmet e. Destketî û serketina herî mezin a şaristaniya Rojava ev e; xwe ji dogmatîzma dînî xilas dike û bi hêza xwe ya cewherî his dike, difikire û maneyê dide jiyanê. Xwezaya rengîn, zindî ya bi her tiştê xwe heyecanê dide, di hinavên xwe de ji bo hêviyên mezin soz dide. Mirov piştî hezaran sal, bi destketiyeke mezin a zanînê li xwezayê vedigere û ev yek çavkaniyê hemû pêşketina ne.
Duyemîn guhertina mezin, reformên di dîn de hatine kirin. Li dijî dogmatîzma Xirîstiyaniyê ya berovajî têgihîştina civaka xwezayî bû, nerazîbûn jî bi awayekî asayî dijwar bûn. Kevneşopiyên civaka xweza ya Germenan, bi sedema nû dîn naskiribûn, bû sedem ku reformên dînî bi vê çandê bibin. Ya rastîn, Protestanî şîroveya Xirîstiyaniyê ya gelê Germen e. Dogmatîzmê hê nerm dike; astengiyên li pêşiya kar radike; deriyan li ilmê vedike; revîzyon û reformasyonê temsîl dike. Mîna nerazîbûneke li dijî seltenetiya dîn be. Fena derbeke mezin be, li muhafezekariya dîn ketibe ya rê nade azadî û xweseriya gelan; dînê pir siyasî bibe û li pêşiya pêşketinên pratîk bibe asteng. Bi awayekî teolojîk şoreşa di warê zêhnî de nîşan dide. Bi hilweşîna qalibên dogmatîk re fikra felsefîk pir bi lez dikeve pêvajoya pêşketinê. Li Anatolya Rojava BZ di salên 600 de çawa ku ramana mîtolojîk li dawiyê hat hîştin û rê li ber felsefeya dîrokî vebû, li herêma Ewrûpa Rojava jî piştî ku dogmatîzma dînî li dawiyê hat hîştin, serdema felsefeya pêşketî dest pê dike. Di şoreşa zêhniyetê de qada herî pêşketî felsefe, bi Spînoza û Descartes mîna peyxemberên xwe bibîne geş dibe.
Sêyemîn pêşketina ku bi Ronesansê re destpêkir, şêweyê jiyanê bû ku di navendê de mirov cih digire. Têgihîştina "divê mirov bi her tiştê xwe bibe yê xwedê" formeke cuda ya ko