Abdullah Öcalan : Parastina Gelekî


(Beşa 3B heta dawî)

Naverok

Li ser wergerê

Parastina Gelekî

Beşa Yekemîn : Rastiya civakî û ferd

A - Civaka xwezayî
B
- Civaka dewletparêz a hiyerarşîk - Derketina civaka kole
C
- Civaka dewletparêz - Çêbûna civaka kole
D
- Civaka dewletparêz a feodal - Civaka koletiyê ya stewiyayî
E
- Civak û dewleta kapîtalîst - Krîza şaristaniyê

Beşa Duyemîn : Civaka ekolojîk demokratîk

A - Di civakê de cewherê dîrokî yê nirxên komînî û demokratî
B
- Ji bo civaka ekolojîk û demokratîk ramaneke pêşnûmeyê (proje)
1 - Ji bo derketina ji krîzê sîstema demokrasiyê
2 - Azadkirina cinsiyetparêziya civakî
3 - Veger li ekolojiya civakî

Beşa Sêyemîn : Di şaristaniya Rojhilata Navîn de kaos û çareseriyên muhtemel

Destpêk

A - Têgihîştina rast a li Rojhilata Navîn - Pirsgirêk çiye û çawa pêşket

B - Li Rojhilita Navîn rewşa rojane û bûyerên muhtemel

Beşa Çaremîn : Di kaosa Rojhilata Navîn de rastiya Kurd, pirsa Kurd

Destpêk
Di civaka Kurd de hin xetên cihêwaz
1 - Têgînên Kurd, Kurdistanê û ji bo dîroka wê pêşnûmeyeke kurt
2 - Li ser Kurdistanê têkoşîn, şer û teror
3 - Li ser çanda Kurdistanêpolîtîkayên asîmîlasyonê yên bi darê zorê
4 - Li Kurdistanê etnîsîte, çînîbûyîn û netewîbûyîn
5 - Li Kurdistanê îdeolojiya fermî û şêwazê îqtîdarê
6 - Li Kurdistanê hayilbûna Kurdan li xwe ûkurteçîroka berxwedanê   

Beşa Pêncemîn : Tevgera PKK'ê rexne-rexne lixwegirtin û jinûve avabûn

A - Ji bo dîrokçeya kin a PKK'ê pêşnûmeya nirxandinê
1 - Yekemîn Pêngava PKK'bûyînê
2 - Duyemîn Pêngava PKK'bûyînê
3 - Derbarê PKK'ê de hin nirxandin
B - Li ser navê PKK'ê rexne-rexne lixwegirtin
C - Di PKK'ê de pirsgirêkên jinûve avabûnê - Di Komara Tirkiyê de Reform û Veguherîna Civakî
D- Di PKK'ê de wezîfeyên jinûve avakirinê û pêvajoya KOMA GEL

Beşa Şeşemîn : Di doza Abdullah Ocalan de rola DMME û YE

Beşa Heftemîn : Nasnameyeke dixwaze rast were bi navkirin

Xulase (kurtayî-cewher)

Ferhengok


B- Li Rojhilata Navîn rewşa rojane û bûyerên muhtemel

Tarîfeke rast di navbera kevneşopiyên civakî û rojane de hînê jî ji bo ilmên civakî pirsgirêkeke ciddî ye. Eger em rastiya rojane ya dijîn, bi pêvajo û bûyerên kevneşopiyê ve girê nedin, em çiqas dikarin nas bikin? Kevneşopî li ser bûyerên rojane çiqas bi bandor e? Heta bersiva van pirsan neyê dayîn, nirxandineke rastîn derbarê rewşa rojane û bûyerên muhtemel de zehmet e. Di vê rewşê de yên werin kirin wê bi kêmasî û çewtiyan tijî bin. Ji ber vê yekê ye, em wek rêbaz timî di navbera îro û dîrokê de têkiliyê datînin. Ez di vî warî de eger yeqîna xwe careke din bînim ziman ezê bibêjim; kevneşopî bi şîfre û bi sir be jî bi piranî di nav rojane de veşartî ye. Şert û kêliya rojane ji texmînan wêdetir hindik dikare daneyên kevneşopiyê bidin guhertin. Lê ji bo em cîhana bûyeran fêm bikin, divê em çend bûyerên bi şîfre çareser bikin. Jixwe em ji ber vê gelek tarîfên dîrokî dikin û dixwazin van şîfreyên di nav jiyana rojane de nuxumandî eşkere bikin.

Ez bi mînakekî baş dikarim îzah bikim: Bawer dikim ti kes ji durustbûna şoreşgeriya Lenîn - her kesê di sedsala 20. de ji aliyê îdeolojîk-siyasî ve eleqeder dibû - guman nake. Ez yeqîn nakim ku wexta Lenîn hem teorîk, hem jî pratîk bi îqtîdarê re mijûl dibû, şîfreyên wê çareser kiribin. Ji ber ku çareser jî nekir, bi sîstema ku damezrand herî zêde armancên xwe tasfiye kirin, pûç kirin. Ji lewra bi awayekî rast çareserkirina şîfreyan girîng e. Derbarê îqtîdarê de ji şoreşgerên roja me ya îro qat bi qat nirxandinên rast kirin û agahiyên em nikaribin bijimêrin di destê wan de hebûn. Belkî nekarîn îqtîdarê hilweşînin, lê xwe pê qirêj jî nekerin. Ma em dikarin van bê qîmet bibînin? Sosyalîzma Lenîn bi blokên îqtîdarê - yên ji dema Çartiya Rûsyayê mayî - ava kir tenê karîbû heftê salî xwe rabigire. Ew jî piştî ku ji sîstema dijberê xwe re xizmet kir - bi qasî hevrikekî mîna Seddam jî - bêyî ku li ber xwe bide ji hev de ket. Di dunyayekê de yekîtiya armanc û gotinê heye, bêyî agahdar bike, mîna bêbextiyê bike çû. Li gorî min, li şûna ku mirov sîstema Lenînîst di bin rexneyan de bifetisîne, divê tespît bike ku "şîfreya îqtîdarê ya pir bi kod" çareser nekiriye. Ev nirxandineke rastir e.

Hemû pêvajo, bûyer û rastiyên şoreşgerane yên wek qonaxên bi wesif têne destnîşankirin, eger şîfreyên kevneşopiyên wan rast neyên çareserkirin, wê baweriya xwegîhandina rastî, daxwaz û armancan bibe xwe xapandin. Hemû fikara min ew e ku pir kêmasî û çewtiyên xwe hebin jî, bêyî tarîfên min ên civakî û dîrokî wê pirsgirêkên roja me ya îro rast neyên tarîfkirin. Nexasma rabirdûya Rojhilata Navîn û felaketên di roja me ya îro de li herêmê diqewimin, girîngiya mijarê didin xuyakirin. Her kes hemfikir e ku teknolojiya herî dawî were bi karanîn, her cureyê şîdetê were ceribandin, bi hewldanên perwerde, siyasî, malî û aboriyê, wê nikaribin vê jiyanê ji hovîtiyê xilas bikin. Lê eşkere ye, divê hin gavên bi lez ên çareserkirinê werin avêtin. Ji ber vê yekê, hewldanên min ên ji bo çareserkirina kevneşopiyê bi têgînên bingehîn pir girîng in, her çend li rexneyan vekirî bin. Ez pir bi xurtî yeqîn dikim ku heta kevneşopî neyê çareserkirin wê hewldanên rojane manîdar nebin û negihîjin encamên serketî.

Tam di vê nuqteyê de wexta ez Rojhilata Navîn û hemû paytextên wê tînim ber çavên xwe, lanetkirina Babîl a di Ehdî-Atîkê de tê bîra min. Dîsa lanetkirina hozanên Sumeran a Agadeyê û lanetkirina Xirîstiyanan a Romayê bi bîra mirov dikeve. Kî dikare îdîa bike ku Bexda, Quds, Mekke, Enqere, Stenbol, Kabîl, Tehran, Qahîre û Îslamabad Babîlên hemdem nînin? Bi rêbaz û têgihîştinên di ti pirtûkên hunerê şer û îqtîdarê de, nînin çawa gel xistin vê rewşê? Mirov dikare maneyekê bide rêbazên mirovxurên Efrîkayê, lê mirov heman maneyê nikare ji bo cinawirên despotîk ên Rojhilata Navîn bibîne ku gelên herêmê dane ber derbên îmhaya fizîkî û manewî. Zehmet e, mirov cografyayeke din mîna Rojhilata Navîn bibîne ku mirov ev çend bi rezîlî, xayînane û bêpîvan - li gorî xwe pir bi hostayî - lê têne kuştin.

Divê ez behsa pirsgirêkeke din a rêbazê bikim. Rahîbên hemdem ên Rojavayî - xebatkarên di warê wêje, felsefe, zanist û şaxên curbecur ên hunerê de - wexta behsa pêvajo û bûyerekê dikin, yekparebûna wê parçe dikin û welê lêdikolin. Wer bawer dikin ku heta mîna gewdeyekî parçe nekin, lêkolîn û lêgerîn nabe. Ev yek timî rahîbên Sumeran ên li ezmanan bi stêrkşinasiyê li rêbazên çareseriya çarenûsa mirovan digeriyan bi bîra min tîne. Li gorî min, yek çiqas ilmî û ya din jî çiqas mîtolojîk be, encam heman tişt e. Ez heta di wê baweriyê de me ku rahîbên me yên hemdem rezîltir in. Eger tu ew çend hosta û zanayî, çima tu maneyeke rast nadî îmhakirina mane û fizîka sedsala 20. ya ji hemû sedsalan mezintir? Çima tu çareseriyeke encamê bide, pêşkêş nakî? Pêvajo, bûyer û hebûnek bi awayekî yekpare neyê nirxandin, rast nayê tarîfkirin. Ji bo analîzê parçekirineke bê sînor, bi giranî rastiyê ji ber çavan dide wendakirin û astengiyan li pêşiya hînbûneke têkûz pêk tîne. Şêwazê pêkhatina mirovatiyê, neçar e cewherê xwe neguherîne û dewam bike.

Sîstema kapîtalîst a Rojava bi rêbazên parçekirin û guhertinê, şêwazê pêkhatinê xira kiriye. Ji ber vê yekê ye, sîstem a civaka krîzê ye. Felsefe, huner û zanist rewşa zêhniyeta mirov diyar dike. Zêhniyet û rûhiyet nayê parçekirin. Parçekirin dikuje. Li Rojava bi giranî mirov bi vî awayî têne kuştin û dixwazin vî şêwazî li gelemperiya cîhanê jî belav bikin. Aliyê herî girîng ê zanebûna mirov, vê yekparebûnê temsîl dike. Peyxembertî zanatiyeke pîroz bû ye. Hemû zehmetiya wan ji hêza wan a helwestê tê. Pêkhatineke temsîlî û saziyeke civakî ya huner, felsefe û zanist danewerivandibe hinavên xwe rastiya xwe têk dibe. Ji ber ku xwedî têgihîştineke yekpare nîne, di encamê de dikare bi her awayî ji rê derkeve. Nezaniya herî xeter ew e ku bi zêhniyeteke yekalî - ya rastîn bi zêhniyeteke parçekirî - li pêvajo, bûyer û hebûnan dinere. Ji ber ku rastiyê dikuje. Nexweşiya serdem û sîstemê ev e. Mînak, nerîna bi ilmî tê wesifandin, divê wek şêweyê cehaletê yê herî vedizî were zanîn. Zanistiyeke mejiyê xwe yê hisî - zanistî di heman demê de mejiyê analîtîk ê bêkontrol e - ji dest daye, rûhiyeta wê nîne, deriyê wê ji her xeterê re vekirî ye. Mîna vegotineke kanserî be.

Pirsgirêk ew nîne ku tu pir bizanibî, ya girîng tu li gorî zanîna xwe karibî bijî. Eger zanebûn bi hemû aliyên xwe - zanist, felsefe, huner - wek zêhniyeta civakê yekpare were dewamkirin, ev cewherê hebûna civakî ye. Serdema me jî ev rastî hilweşandiye. Zanist ji ber vê pir hilweşînker e. Mînak, hilweşîneriya nukleerî îfadeyeke sembolîk a rastiyê ye. Mirov bombeya atomê li dijî xwe bi kar anî, ma ev çalakî ji ya mirovxuriyê hovtir nîne. Sosyolojî ku diviyabû vê parçebûnê asteng bike û yekparebûnê pêk bîne, berovajî ew bi xwe parçe dibe û dibe çavkaniyê rastîn ê xeterê. Di encamê de li gelemperiya cîhanê, li herêman şerên bêhejmar, her cure şîdet, netewparêzî û faşîstî ye. Ji lewra min di parêznameya xwe de zêhniyeteke dînî, mîtolojîk, felsefî, ilmî, bi wêjeyê di zikhev de bi aheng esas meşand. Parêznameyek derbarê cewherê mirov û gelan de jixwe li ser vî hîmî dibû. Parêznameyek çiqas karibe li hemberî paradigmaya şaristaniyê ya lê hatiye barkirin xwedî hêza ragirtin û çareseriyê be, hêz e.

1- Kokên Rojhilata Navîn ên xwe digihînin rewşa kaotîk rastiyek in. Bi dualîteya di navbera kokên şaristaniya hezarsalan û şaristaniya Ewrûpayê ya 200 salên dawî de, ne çareserî çaresernebûnê diafirîne. Şaristaniya Ewrûpayê sîstem ji bo hemû jeoçandan afirand ku karibin bi hev re bijîn, lê li jeoçanda Rojhilata Navîn bi ser neket. Pirsgirêk ji herêmîbûnê jî wêdetir tiştek e. Her çend pir were rexnekirin jî vegotina Huntîngton a "şerê şaristaniyan" bi hin aliyên xwe rast e. Şerê şaristaniyan heye. Lê ev, şerê şaristaniyan Îslam û Rojava nîne. Bûyer hînê berfirehtir û kûr e. Eger Îslam ji holê were rakirin jî wê hîmên şer hebûna xwe dewam bikin. Nemaze li Iraqê hemû xirabiyên ji Qutiya Pandora derketin nîşan didin ku hin tişt hînê di kûrahiyê de radizên. Analîzkarekî baş bala xwe bide bûyeran, wê bi hêsayî karibe bibîne û serwext bibe ku li çirava Iraqê ji çareseriyeke dîrokî heta ne ti encamê, mîna ku hemû fîgurên dîrokî û civakî bi awayekî hemdem li ser navê çareseriyê derketine ser dikê. Tevî ku aliyên şer dikin, têne karîkaturîzekirin jî ew Seddam û Bush nînin; ew gelek sîstemên ketine zikhevdu. Sîstemên ji serdema Neolîtîk ve xwe pêk tînin û digihîjin heta îro bi rengên xwe yên cinsî, dînî û etnîk, hewl didin di împaratoriya kaosê ya bi pêşengiya DYE de ji xwe re yan cih bibînin, yan jî gavekê pêş de biavêjin.

Di şerên eskerî de mêzîn têne fêmkirin. Lê di şerê şaristaniyan de tespîta mêzînan bi xwe jî zehmet e. Naveroka şer tevlîhev e. Bi karanîna sîlehan bi sînor e. Bandorên diyarker ên bingehîn di hucreyên civakî, siyasî û zêhniyetê de diqewimin. Ev yek dikare bi sedsalan jî bajo û dewam bike. Ji restorasyonan bigirin heta guhertinên radîkal mumkîn e çareseriyên cuda pêk werin. Di hatina hemberî hevdu ya du sîsteman de divê faktura demê jî li ber çav were girtin. Her çend Rojhilata Navîn bi şaristaniya dawî ya Îslamîk li ber xwe bide jî ji sembolîkbûnê wêdetir nikare pêş de biçe. Îslamiyetê di navbera sedsalên 8.-12. de hilberandina xwe ya herî zêde kiriye. Yê paş ve mayî qalik e. Ji navê xwe yê berê wêdetir ti qîmeta wê nîne. Bi qasî ku neyê reformekirin li derveyî demê ma ye. Vejîna wê ya sî salên dawiyê jî qelp e. Ev vejîna wê ya li naverasta şaristaniya Rovaja, bi saya Rojava ye. Ti taybetî û xweseriya wê nîne. Li ser navê Îslamiyetê dijderketin tê wê maneyê ku ji serî ve têkçûn hatiye qebûlkirin. Afirandinên cewherî yên şaristaniya Ewrûpayê jî qelp û lihevçêkirîne, wê zêdetir pêş de nebin. Alîkariyên di warê aborî, siyasî û sosyalîteyê de ji çareseriyê zêdetir dixetimînin. Mîna şêwazê Îsraîlê mekanekî nabîne bikevê. Şêwazê Efrîkayê jî nabe. Çanda Efrîkayê dikare xwe bi xwe bigewixîne, lê tenê dikare hewl bide Ewrûpayê dawerivîne hivanên xwe. Aliyekî watedar an jî serketinê yê pevçûnê wê pir bi sînor bibe. Çîn, Hînd, Japonya û qadên Pasîfîk pir bi hostayî dikarin sîstemê veguhezînin û encamê bigirin. Ji ber ku çanda wan rê nade berxwedanê, zêdetir deriyên wan ji bo lihevkirinê vekirîne. Çanda Emerîka Latînî pênc sed sal e bi sîstemê re dijî, pir zehmet be jî dikarin afirîner bibin û bi ser bikevin. Çanda Rojhilata Navîn ji wan naşibe ti çandan. Ji rejîmên wan bigirin heta ferdiyeta wan, ji zêhniyeta wan bigirin heta avahiyên wan ên aborî yên nikarin dewam bikin, kaos di rojevê de ye.

Rewşa zêhniyeta Rojhilata Navîn îro tam germole û kêşmekêş e. Mîna şêwazê Rojava ji şoreşeke zêhnî pir dûr e. Pir seyr e, di nav şert û mercên xwe yên xweser de hewceyî bi Ronesans, reformasyon û rohnîbûnê nabîne. Lê li paş ve jî namîne ji bo bi karanîna berhemên wan ên herî bûne moda. Zêhniyeta qaşo ya xwe dihesibîne, ji kokên wê yên dîrokî û pêşketina wê hîç xeberdar nîne û tiştekî fêm nake. Şîroveya dîrokê ji bo her komê ji pesindaneke hişkeber zêdetir ti maneya wê nîne. Li gorî zêhniyeta cemaetan dîrok, mirov pesnê xwe dide û yên dijber jî dijmin dihesibîne. Yê din, aliyê sêyemîn nîne. Hîç nafikire şîrove çiqasa objektîf e, yan jî çiqas sûbjektîf e. Di navbera qalibên zêhniyetê de tevî ku sentez nîne, hîn nebûye bi dualîteya tez-antîtezê bifikire. Paradigma wî nêzî reş û sipî ye. Di şûna têgihîştineke Ronesans û heta serdemên zindî yên neolîtîk û xwezayeke bi coş de, xwediyê dîtineke reşbîn, bêhêvî û xwezayeke qediyaye. Tevî ku di nertina wî ya civakê de utopya nîne, her weha ji kevneşopiya muhteşem a mîtolojîk, dînî û hêmanên zanebûnê jî bûye. Ne bi heyecan û hêvî nêzî pêş xwe û paş xwe dibe. Wextê wisa nebe jî afirandin nabe. Berhemên zêhniyetê yên felsefî, zanistî û hunerî zûha bûne. Zêde îdîaya wan nema ye. Atmosfereke rûhî heye ji dînkirinê wêdetir e û kêm nîne. Serbilindiya bi rabirdûyê û hêviya ji bo siberojê zû de têkçûye. Ji manedana jiyanê dûr e, ti çalakiyeke wî ya bi îdîa di jiyanê de nema ye. Daxwaza wî ya ji bo fêmkirinê sistok e. Bi hemû hêza xwe hewl dide roja tê de derbas bike. Di qada civakî ya berfireh de qabîleyeta wê nîne ji ehbabiyeke sûkî wêdetir têkiliyên xurt deyne. Hemû hêza wî ya partî û rêxistiniyê xwe dispêre eznavend im. Ji ber vê yekê jî pir fisek e, û nirxan têk dibe. Malbateke sembolîk stargeha wî ya dawî ye. Malbatiyeke maneya wê zû de qediyaye, di serê wan qadan de tê ku cihê herî jiyaneke paşverû ye. Hezkirineke wî ya xurt a însan û humanîzmê nîne. Tarîfa wî ya însan nîne ku jê hez bike. Netewparêziya wan a herî mezin bi berjewendîperestiyeke pir baş hatiye şidandin. Em bi kurtî dikarin bibêjin, ji cîhana zêhniyeta dîrokî ya Rojhilata Navîn pir tişt nema ye; xwe pir zêde ji bîrkirin, xwedîderketineke cahîlane, ji afirandinê bi tevahî bêpar, îluzyonên em nikarin bibêjin xeyal li dawiyê mane. Ji ber pozbilindiya xwe nikare zêhniyeta Ewrûpa û Rojhilata Dûr bi dest bixe. Jixwe hêza wî jî ji bo vê yekê tine ye.

Ev tarîfên zêhniyetê ku em hînê jî dikarin pêş de bibin, di kîjan bûyer û pêvajoyê de hebin bila hebin, encameke çareserî û rohnîbûnê nadin. Xetimandin di zêhniyetê de pêk hatiye. Wexta qalibên zêhniyetê yên wek netewparêzî, sosyalîzm û dîn bi vê zêhniyetê re dibin yek, taybetiyên xwe yên rastîn jî wenda dikin û dibin amûrên xetimandinê. Ev rewşa zêhniyetê di ti pirsgirêkê de nabe çareserî. Ji ber xwezaya wê, qabîliyet nîne bi zêhniyetên din re jî sentezê bike û lewma hînê paketên çareseriyê venebûne maneya xwe wenda kirine. Ne dayîn û ne jî girtinê bi mane dike. Zêhniyeta li Ewrûpayê demekê ji "Dîntiyê re Pesin" rêz dikir jî nayê peydakirin. Di zêhniyeta Leyla û Mecnûn de qet nebe eşqeke çavê wê kor heye. Niha ji eşqeke çavê wê kor eser nemaye. Encam nîhîlîzm e, întîharkirin e. Di hebûna însan de qonaxa dawî ya mane lê namîne. Jê wêdetir her cure çavsorî û velîstin e. Jixwe wisa dibe jî. Li ser cografya ji Afganîstanê heta Fasê çavsorî û velîstinên dibin li kîjan devera cîhanê têne dîtin û heta çi wextê diqewimin? Eger rewşa li naverastê bi têgînên teng ên aborî, siyasî û eskerî bêne îzahkirin wê kêm bimîne. Nexweşî di zêhniyetê de ye. Gerek şerekî xurt ê maneyê were meşandin. Li Rojhilata Navîn wek pirî caran mînakên wan hatine dîtin hewceyî bi Mewlantî, Manîtî û Îşraqtiya hemdem heye. Di vir de jî terîqetiya sexte ew çend di warê zêhniyetê de nexweş e, eger li dawiyê neyê hîştin wê ti nirxên bi rûmet ên dîrokê nikaribin hêzê bidin. Zêhniyetên din ên serdemê ku bi xwe di nav krîzekê de ne, gelo wê karibin çi alîkariyê bikin? Tam ji ber van sedeman, divê mirov mane û girîngiya şerê zêhniyetê bizanibe û hewldanê di vî warî de wek wezîfeyeke rojane bibîne.

Eşkere ye, ji bo bi awayekî serketî zêhniyet rohnî bibe, wek şertên pêş hewceyî bi têgihîştineke giştî cewherî ya dîrokê, ilmên hemdem û xwegîhandina asoya felsefeyê heye. Rojhilata Navîn bêyî ku zanist û felsefeya Rojava dawerivîne hinavên xwe, nikare bi dîrokê re bigihîne hevdu û sentez bike. Ev karekî welê nîne bi Îslamtî, Bûdatiyê bimeşe. Ez di parêznameya xwe de, di asta pêşnûmeyê de be jî bi zêhniyeta Rojava re dikevim nav şerekî kor nîne. Min pir bi durustî û ji dil hewlda xwe bigihînimê. Ji bo min mumkîn xuya nake ez bi zêhniyeta Rojava têr bibim. Gelek lawazî û qelsiyên wê di warê moralê de hene. Lê zanebûneke wê ya zanistî ya awarte kûr heye. Ez herî zêde di vî warî de hesûdiya qabîliyeta serketina wan dikim. Ez ji bo vê yekê hurmet dikim. Tevî vê yekê, ez bawer dikim ku kêmanî û nexweşiyeke pir mezin çavkaniya xwe ji vê deverê werdigire. Ez di wê baweriyê de me, ji alî moral û etîk ji rahîbekî hemdem wêdetir xwedî nirxekî nînin. Ez yeqîn nakim ku vê lawazî û zeîfiya xwe ji holê rakin. Mirov dibizdînin, mîna ku xweza û civakê bixwin bê eman nêzîk dibin. Bi qasî zanebûnê diviyabû nirxên wê yên etîk jî biafirandana. Bê etîk hîştina sîstemê çawa li wîjdanê wan rûnişt, çawa di zîhna wan a rewşenbîr de bi cih bû? Kê û çawa ew bê tesîr kirin? Belkî jî ji zû ve îqtîdarê ew kirîne. Çîna ilim ji karkeran zêdetir xirab patronaj e, hewce ye. Sedemê bêhêvîbûna min ev e. Lê di dema Ronesansê de çi têkoşerên no û jêhatîbûn. Em Gîordano Brûno çiqas dikarin bixin rewşa rojane? Em dîsa dikarin deng bidin Sokrates? Kes nikare îdîa bike ku ev zêhniyeta mezin ji dest hatiye dayîn. Divê ev zêhniyet ji dest neyên berdan û werin vejandin. Pêwîst e yên wek Mewlana, Xellacê Mansûr, Manî û Suhreverdî jî werin vejandin. Divê mirov ruhên peyxemberwarî û cewherên wan jî hemdem bike. Pêwîst e mirov wer bizanibe ku ew nemirine û bi temsîlên wan ên rastîn bide jiyîn. Ev xelek dikarin me nêzî zêhniyeta rojane bikin. Ez dikarim nirxên me yên nijadan cuda bikim. Lê vejandina yên xirab têkçûne wê tesîreke afirîner neke.

Ez lê hayil bûme, wexta mirov gelekî, gelê Kurd, di şexsê wî de hemû gelên Rojhilata Navîn biparêze, hêza herî mezin, hêza nû yan jî hêza veguherîner e. Ez baş fêm dikim ku mirov xwe biavêje vê hêzê yan jî wê hêzê, wê rewşa neçar wek heye dewam bike. Di vê çarçoveyê de ez serwext im ku her alîkariyê lawazî û qelsiyê xwedî bike û wê hêz nede. Wexta tu lavahiyê li ti meleka xilasker neke belkî tu karibî zîhna xwe pêş de bixînî. Tenê mayîn, eger tu karibî rabigirî û serî pê re derbixînî, dikare te bigihîne zêhniyetê ku pêdiviya serdemê ye. Sîstema dunyayê hemû, li ser zemîna Rojhilata Navîn giraniya xwe da ser min. Bi zanebûn, an jî xweber bû hîç girîng nîne. Lê eger NATO hêza herî mezin a eskerî ya sîstemê be, bi DYE, Îngilîstan û Îsraîlê re bi awayekî herî hîlekar û Yewnanistanê bi xwe di vê tenêbûna min a xeternak û mezin de bi zanebûn cih girtibin, ya divê ez jî bikim şerê moral û zîhîn ê herî mezin e. Şerekî wan jî karibe bi ser xwe ve bîne, belkî şerekî rastîn ê li Rojhilata Navîn hatiye destpêkirin dawiya wî bi serketinê bîne.

Li Rojhilata Navîn, îqtîdara dewletê hem pêşî li zêhniyetê girtiye, hem rê nade însiyatîfa sivîl a civakê. Bi vê karektera xwe tam kelem û asteng e. Tarîfa wê ya dîrokî roja me ya îro jî rohnî dike. Her çend hewl bide karektera xwe ya despotîk bi cîlayên hemdem netewparêzî, komargerî û sosyalîzmê veşêre jî dîsa pir naguhere. Sekin û hebûna wê ya du sed salên dawiyê ji hêza wê bi xwe nîne. Xwe li hev rakişandina navxweyî ya Rojava di vê yekê de roleke bingehîn dilîze. Di sedsala bîstan de jî di ceribandinên Sowyet û faşîzmê de li ser hesabên mêzînan hebûna xwe dewam kir. Ya esas, li dunyayê blokên îqtîdarê yên bingehîn ketine nav mêzînên herî şikestî. Gotina dewletên asî û serserî ji vê yekê tê. Piştî ku Sowyet ji hev de ket, di şûna şikestinê de îqtîdarên mîna çiyayên bûz ên li nava okyanûsê kil dibin cihê xwe ji hukûmetên blok re hîştin. Bi vê rewşa xwe xeter in. Di şeran de aliyê wenda dike û aliyê bi ser dikeve dikarin li mêzîneke nû çareseriyê bibînin. Îqtîdara li Rojhilata Navîn mîna hunerekî îqtîdarê be, deriyên xwe li çareseriyê digire. Belkî jî vê yekê li ser navê berjewendiyên herî despotîk dike. Lê dîsa jî bi gotinên wek "ji bo berjewendiyên mezin ên netewî", "ji bo yekparebûn û yekîtiya welat û dewletê", "ji bo bexteweriya civakê" ser rastiyê dinuxumîne. Gel neçar bûye, welat xira bûye; civak û netew ji bexteweriyê dûr ketine; hîç xema wan nîne. Di siyasetê de rêbaza herî bi tesîr demagojî ye. Li ser navê demokrasiyê rêbazên herî hûrûkûr ên populîzmê pêş de birine. Bi derewên mezin veşartina karûbarên rastîn ên dewletê, wek hostatî û hunerekî polîtîk dizanin. Gel mîna gogapê ji vir diavêjin wî alî û vî alî; vê yekê jî wek rêveberiyeke bi bandor dihesibînin.

Ji bo pirsgirêkên girîng ên civakî, siyaset hunerê çareseriyê ye. Lê di rastiya Rojhilata Navîn de siyaset rojane bûye hostatiya xetimandin û astengkirinê. Di asta siyaseta muhafezekar de jî nîne. Faşîzm li gorî şert û mercên xwe wek çareserî tê. Li Rojhilata Navîn ji faşîzmê jî wêdetir mirov dikare behsa şêweyên kevin ên arkaîk bike. Bê şensî ew e, ku wê tam hilweşiyana, diviyabû hilweşiyana, hesabên li ser mêzînan bîla sedem du sed salî temenê wê dirêj kirin. Wexta li vê rastiyê teknolojiya hemdem a eskerî jî zêde bû, Levîathanekî rastîn derket holê.

Di bingehê dewletê de teokrasî heye. Di ti demê de ji vê yekê negeriyaye. Dewleta teokratîk ji şekil wêdetir di cewher de heye. Di vê saziyê de ku li dora perestgehên rahîban mezin bû, pêwîst e mirov karibe havênê cewherê wê yê îdeolojîk bibîne. Eger tu nikaribe bide bawerkirin, tu nikarî bi darê zorê bi hezaran kesî-ê demeke dirêj bixînî xizmeta perestgehê. Ji ber vê, hewce ye, dewlet pîroz û îlahî be. Çi mîtolojîk, çi jî baweriya dînî be, eger xwe nespêre zêhniyeta serdest û rewa nebe, avahiya dewletê têkûz û temendirêj nabe. Qebîleyên Îbraniyan ku di pêkhatina dînên yek xwedayî de roleke mezin lîstin, xwestin bibin otorîte. Tevî ku li her du aliyên wan dewletên mezin ên wek Misr û Sumeran radiwestiyan, yek ji fikara bingehîn a Ehdî Atîk - Pirtûka Pîroz - hewcebûna bi dewleteke cuda ye. Mîna hîmê îdeolojîk ê Qraliyeta Îbraniyan be. Nemaze di beşên Samûel-1 û Samûel-2 de mîna manîfestoya damezrandina - xweda dewlet - dewleta Yahûda be. Di bingehê împaratoriya Pers-Med de Zerduştî xwedî roleke diyarker e. Xirîstiyantî piştî Romayê li hemû dewletên Ewrûpayê genekî hevpar e. Dewleta Îslamê bi derketina xwe re dîn bi xwe ye. Hemû dewletên Îslamê yên serdema navîn, bibe nebe xwe dewletên dînî hesibandine. Îslama Şîa ya ket dewsa Zerduştiyê hînê jî îdeolojiya fermî ya dewletê ye. Li hemû welatên Ereb dînê dewletê, îdeolojiya fermî Îslam e. Komara Tirkiyê ku xwe laîk îlan dike di Diyanetê de - îdeolojiya Îslamê ya sunnî fermî - xwediyê kadroyek herî berfireh e. Îslam dînê dewletê yê fermî ye. Pakîstan û Afganîstan dewletên fermî yên Îslamê ne. Îsraîl dewleteke dînî ye.

Ji bo dewletek laîk bibe, divê şoreşeke mezin a bi kok bike. Naxwe îdeaya dewleta laîk wê bibe utopîk an jî mirov dikare behsa dewletên dînî yên nuxumandî û vekirî bike. Kengî dewlet zelal bû xuya kir, ji saziyeke ewlekariya giştî bû saziyeke bi kêr, wê karibe xwe ji benên dînî yên xwe lê badane xilas bike û bigihîne rewşeke laîk.

Bi awayekî, di ti rejîmên hemdem de nehatiye dîtin, civakê dikin dewlet. Li dijî civakê dewlet çiqas were mezinkirin, ew çend jî xwe bi hêz dihesibîne. Hêza xwe, garantiya xwe di dewleta totalîter de dibîne. Ji dewletê sifetên kevneşop ên wek pîroz, dayik, bav nayên kêmkirin. "Kî ji dewletê bixwe" bûye gotineke klasîk. Dewlet berê ji gel didize, paşê mîna bide parsekan xwe wek welînîmet pêşkêş dike. Ji dizekê herî dizek bi tehlûke dibe. Bi rêya dewletê xirabiya neyê kirin nîne. Îro roj Levîathanê rastîn dewlet e. Em wexta wer dibêjin sedemên me pir in. Aliyê dilê mirov diêşîne ew e, ku ev dewlet ji bo gel deriyê xwarin, vexwarin û kar e. Ji dewleta ku her tiştî dadiqurtîne, xizmet û hêvî têne kirin.

Dewleta Rojhilata Navîn heta çareser nebe, ti pirsgirêka civakî û aborî çareser nabe. Ev dewleta em behsê dikin, ne mîna dewleta Rojava hestiyariyeke wê ya demokratîk heye, ne jî dikare wek dewleta faşîst vekirî be; çavkaniya hemû pirsgirêkan e. Şert e, ji nû ve were avakirin. Wek pirî caran tê ziman, çareseriya xwe dispêre "unîter, herêmî, federe" çareserî nînin. Divê dewlet ji bo çareseriyê berpirsiyariyê his bike. Pêwîst e, herî kêm di azadkirina ferd û demokratîzekirina civakê de ji astengbûnê were derxistin. Divê ne tenê piçûk bibe, divê fonksiyonel jî bibe. Ji bilî karên rastîn ên gelemperiyê û ewlekariya giştî ya rasyonel, divê ji hemû sazî û rêzikan were kirin. Heta dewlet li ser van hîman neyê reformekirin, gavên di warê çareseriyê de werin avêtin, bi sedema dewleta cangiran wê her pirsgirêkê hînê jî bixetime.

Em ji her demê zêdetir bi îqtîdareke dewletê ya dijwar re rûbirû ne. Emê mîna sosyal demokrat, rizgariya netewî û sosyalîzma reel ên di dîroka nêz de nekevin nexweşiya wan a dewletê; emê ne xira bikin a nû damezrînin, ne jî dewletê zevt bikin. Emê bi vî awayî xwe nexapînin, emê wek wezîfeyeke bingehîn bi pîvaneke demokratîk derfetên çareserî û lihevkirinê biafirînin. Divê di hedefa hemû çalakiyên polîtîk de ev wezîfe hebe.

Li Rojhilata Navîn hemû hucreyên civakê di nav krîzeke dijwar de ne. Malbat, eşîr, bajar, gundî, bêkar, cemaetên dînî, rewşenbîr, tendurustî û di serî de perwerdeya girseyê saziyên civakî dema xwe ya herî nîhîlîst û bi krîz dijîn. Gewdeyê civakî yê bi îdeolojiya jor a serdest û îqtîdarê dor lê hatiye girtin û bi aboriyeke hîç têrê nake hatiye tengavkirin mîna nexweşê qelew-obez e. Jixwe ev obeztî ya rastîn mîna li DYE û YE nîne. Ev obeztî dişibe zarokê Efrîkî yê zikê wî bi pêş ve nepixiye. Di van hucre û saziyên civakî de mirovan fonksiyona xwe wenda kirine. Roleke watedar a saziyan nemaye. Bi serê xwe tenê, qahwexane û çayxane dikarin vê rastiyê bînin ziman. Saziyên diviyabû di sosyalîteya mirov de rol bilîstina bûne mîna dafikên nêçîrê. Sosyalîte û tendurustiya nîne hînê ber bi dejenerebûnê û krîzê ve dibe. Arabesk hunerek e, vê rastiyê nîşan dide. Hucreyên civakî yên ji der ve tên bi kalîte nînin. Li dijî êrîşan ti mekanîzmaya xweparastinê nehatiye pêşxistin. Ji bo vê yekê, xwe bi moral û zêhniyeta ku pêdivî pê heye amade nekiriye. Avahiyên civakî ji ber ku ji aliyê avahiyên siyasî ve têne diyarkirin, refleksên şoreşa civakî bi giranî kor bûne. Tevgereke civakî ya xweber ku xwe nespêre dewlet û siyaseta demagojîk, pir nadîde dibe. Sosyalîte ji bilî lêdana zirna dewletê bi kêr nayê; ji ber ku welê hatiye hînkirin. Prensîb ev e; "aborî tengav dike, dewlet dide peyivandin." Li ser hîmên berjewendiyên civakê, hewldanên çareserî û lêgerîna civaka sivîl pir bi sînor in.

Trajediya civakî ya bi bêrehmiya siyasî û neçariyê diyar dibe, herî zêde em dikarin di rastiya jinê de bibînin. Wek êsîra kevneşopiya hiyarerşî û dewleta pênc hezar salî, di roja me ya îro de ji jinbûnê zehmetir mirov nikare jiyanekê bifikire. Zehmetî ne tenê ji kevneşopiyê ye. Nirxên jinê yên şaristaniya Ewrûpayê afirandine herî kêm bi qasî kenveşopiyên dogmatîk texrîbkar in. Jin di navbera çanda ku gihîştiye pornoyê û çanda çarşefa reş de, matmayî sekinîye.

Jina Rojhilata Navînî ji dewletê jî kevintir fîgureke lihevçêkirî ye. Hemû fazîletên jinbûnê hatine berovajîkirin. Çi tişta wê ya hêjayî şanazî û parvekirinê hebe, di bin tehekuma qanûnên exlaqî de ye. Jina kevneşopiya dînî, ew ji ewbûnê derxistiye û kiriye mulkê herî hêja yê mêr, tenê wezîfeyeke wê ya girîng heye, ew jî bi awayekî mutleq divê li gorî daxwazên mêrê xwe biçe. Ji bo dewletê împarator çi be, bi giştî mêr û bi taybetî jî zilam ji bo jinê heman tişt e. Di ferhenga mêrtiyê de gotinên wek "biryar bi jinê re girtin" şerm e. Ji bo jinê mezinbûneke exlaqî û fazîletek e, bêpîvan û bêsînor bi zilamê xwe ve girêdayî be. Nikare bi awayekî azad bîne ziman ku ew jî xwedî ruh û bedenekê ye. Ji aliyê hucreyên civakî, siyasî û aborî ve wer li der ve hatiye hîştin û qelskirin, bi çarçavan li mêrekî digere ji bo wek koleyan pê re dilsoz be. Ji mirin û kuştinê xirabtir lê hatiye kirin. Ji ber ku hemcinsên wê jî mîna wê ne, bi rastî yên wan fêm bikin û ji bo jiyaneke însanî hêvî bidin, hema bêje nînin. Ev dorgirtina çandî timî jinê neçarî teslîmiyetê dike. Her çiqas li ber xwe bide jî, eger întîharê nefikire, ji sedî sed dişikê. Pişt re hemû qulpên jintiyê yên piçûk dixînin bi xwe ve dike. Ji van qulpan li her devera xwe dixîne mîna îşaretan. Ya rastî jintî zenaet û pîşeyekî pir zehmet e. Pêvajoya bakîretiyê mîna li ser sifra gurên birçî derbas dibe, pêvajoya dayiktiyê bi anîna gelek zarokan bi êş û azarên bêhesab tijî dibe. Mezinkirina her zarokekî dibe mîna êşkenceyek rastîn. Her weha dunyayeke hêvî nade, xeyalên dayik ji bo zarokê xwe datîne timî hildiweşîne. æş li êşan zêde dibe. Statuya civakî ya jinê li Rojhilata Navîn di serê kiryarên zalimane de tê. Koletiya mîna ya gelan berê li ser jinê tê ceribandin.

Rastiya jinê bi giranî rastiya civakî destnîşan dike. Ev tespîteke rast e. Di civaka Rojhilata Navîn de jintî û mêrtiya zêde dualîteyeke diyalektîk e. Di şêwazê vê têkiliyê de taybetiyên li zilam vedigerin mêrtiyeke hundurê wê pûç e. Serweriya îqtîdar li ser mêr dike, mêr jî li ser jinê û ew jî li ser zarokan dike. Bi vî awayî serwerî ji jor heta jêr tê dawerivandin. Di vê mekanîzmayê de asta koletiya jinê rê li ber rewşeke neyînî vedike. Ji ber pozîsyona jinê ya di nav civakê de jin timî asta koletiyê ya civakê pêş de dibe. Bi vî awayî, civaka dibe mîna pîrekê, îqtîdara jor gem û qayişên wê dişidîne û bi hêsayî rêve dibe. Tevî ku jin li derveyî îradeya xwe zilma herî mezin dibîne, ji bo zilmeke hînê zêdetir li ser civakê tê bi kar anîn. Bi qasî têkiliyên ji der ve teslîmiyetê li ser Rojhilata Navîn ferz dikin, têkiliyên ji hundur ve jî jinê tengav dikin. Ji lewra tevgera xwe nespêre çalakiya azadiyê ya jinê şensê wê pir bi sînore ji bo karibe azadiyeke mayînde û cewherî bigihîne civakê. Bi vê sedemê, di serî de îqtîdarê, sosyalîzm, rizgariyên netewî û hwd. nekarîn bersivê bidin hesret û hêviyên her kes li bendê bû. Xebata azadiyê ya jinê, ji wekheviya cinsan jî wêdetir, cewherê xebateke giştî ya demokratîk, mafê mirovan, hawîrdor û wekheviya civakê îfade dike.

Gava yekemîn a divê di warê azadiya jinê de were avêtin ew e ku jin bibe xwediyê hêza çalakiya xwe û ji helwesta mulkiyetê ya li ser, dûr bisekine. Eşqên moda yên bi hisên mulkiyetê tijî di himbêza xwe de gelek xeteran dihewînin. Di civaka kevneşop a dewlet û hiyarerşiyê de eşq xapandina herî mezin e. Gunehê tê kirin bi eşqê tê nuxumandin û veşartin. Destek ji bo azadiya jinê û hurmeta ji bo wê, beriya her tiştî bi mikur hatina li rastiyê û paşê jî ji bo ew rastî li dawiyê were hîştin, bi tevgereke ji dil û samîmî dibe. Kesê serweriya xwe ya mêrtiyê - navê wê çi dibe bila bibe - li ser jinê bijî ji wî nirxekî têkûz ê azadiyê nabe. Hewldanên ji bo xurtkirina jinê ji aliyê bedenî, derûnî û zêhnî ve, bawer dikim ji hewldanên herî hêja yên şoreşgerî ne. Jina ku di çanda Rojhilata Navîn de çaxekê ji çanda xwedawendên dayik re bû navend, hewceyî pê heye ji nû ve, bi nirxên civakî yên pêşketî re karibe biryarên serbixwe bide, bigihîje hêza tercîh û hilbijartinê. Alîkariya wê ya di vî warî de qehremaniyeke rastîn a azadiyê dixwaze.

Rastiya aboriyê di nav statuyên civakî, îqtîdar û zêhniyetê de cihê wê temamkirina yekparebûna civakî ye. Ekonomiya lîberal cihê wê di nav kevneşopî û aktualîteyê de nîne. Monopola herî mezin dewlet e û derfet dide ji bo ekonomiyê bi îqtîdarê re bimeşîne. Di şaristaniya Rojava de qismî be jî ekonomî îqtîdarê diyar dike, lê li Rojhilata Navîn ê ekonomiyê diyar dike îqtîdar e. Qanûnên xweser ên aboriyê ku behsa hebûna wan tê kirin, di jeoçanda herêmê de rola xwe nînin. Li aliyekî aboriya malbat û malbatên piçûk ên ji serdema neolîtîk mane, li aliyê din jî ekonomiya dewletê heye. Di navberê de bazirgan û esnafên hewceyî dewletê hene. Çîna navîn, şensê xwe bi sînor e, ji bo karibe bi hêza xwe ya ekonomîk bandorê li dewletê û polîtîkayên wê bike. Lê ji ber ku çavkaniyê rêveberiyê ye, dewlet bêyî wê nameşe. Eger dewleta li Rojhilata Navîn mîna modela Rojava ji nû ve were avakirin, wê bandora wê di ekonomiyê de bişkê. Ev rastiya di warê aboriyê de tevahiya dîrokê têgîna dewleta bazirgan rave dike. Gelek şer li ser rêyên bazirganiyê pêk hatine, wexta rêyên bazirganiyê hatine birrîn hilweşiyane û ev karekterê wê yê ekonomîk îfade dike. Dewleta Rojava pêşketina xwe bi komkirina sermayê û pîşesaziyê pêk tîne. Dewleta Rojhilat jî bi bazirganî, desteserkirin û kurtêlxuriyê xwe dimeşîne. Li şûna ku xwe bispêre sermaya komkirî û pîşesaziyê, nirxên berhev kirine ji bo meşandina dewletê bi kar tîne. Heta her tiştê civakê yê xwe dihesibîne; çavkaniyên binerd û sererd, welat, mirovên li ser erdê welat, wek mulkê xwe dibîne û hewl dide bifiroşe. Ev qurnaziyeke polîtîk a kevine. Dişibe şêwazê parvekirina dizekan.

Di çarçoveya van tarîfan de em dikarin bibêjin, eger ku statukoyên di civakê de heyîn çareser bibin, wê aboriya li Rojhilata Navîn pêş bikeve. Bi avahiyên dewleta heyî re mumkîn e xuya nake ku karibe bi ekonomiya global re bibe yek. Ekonomiya nîzama tam di rewşeke krîz-kaosê de ye, êdî bi rewşa xwe ya heyî nikare civaka ji hev de dikeve rawestîne. Jixwe ji bo rawestina vê jihevketinê, hewceyî bi rêbazên despot ên tund tê dîtin.

Sîstema Rojava bi van sedeman despotîzm demeke dirêj destek kir, nemaze ji bo pareke mezin ji dewlemendiyên petrolê bistîne û ji bo tevgerên sîstemê bixin zehmetiyê asteng bike. Lê di roja me ya îro de ev rêbaz ji karê zêdetir zirarê tîne. Girseyên gel gelek xizan kirine û hêza wan a daxwazê qels kiriye. Bi vî awayî sedemên hebûna xwe jî bê kêr kirine. Bûyerên li dora rejîma Iraqê diqewimin vê mekanîzmayê baş rave dikin. Kontrolkirina girseyên gel ên ji hêza daxwezê ketîn zehmet dibe û dewleta despotîk jî dikeve rewşekê ku li pêşiya sîstema global dibe asteng. Ji her du aliyan ve tengavbûn, bingehê maddî yê Projeya Rojhilata Navîn a Mezin e, ku ketiye rojevê.

Bi kurtî di Rojhilata Navîn a îro de statukoyên heyîn ketine rewşekê êdî nikarin dewam bikin. Ji polîtîkayên mêzînê yên Elmanya faşîst û Sowyeta Rûsyayê sûd wergirt û karîbû sedsalekî din temenê xwe dirêj bike. Hilweşîna her du sîsteman polîtîkayeke nû ya mêzînê bi sînor kiriye. Dualîteyên mîna DYE-YE, DYE-Çîn di wê astê de ne ku rê nedin lîstikên nû yê mêzînan. Di van demên dawiyê de bi heman sedeman piştgiriya Tirkiyê ku dixwaze serkêşiya wê bike, xwedî potansiyela pêşketinê nîne. Blokên îqtîdarê yên bi awayekî rastîn neyên qebûlkirin û bi ser sîstemê ve nebin, di dunya me ya îro de herêmeke bi qasî dînamîk e, wê xeterê jî derbixînin holê. Blokên îqtîdarê yên derfet nadin azadbûna ferd û demokratîkbûna civakê, wê ji aliyê sîstema global a serdest ve neyên qebûlkirin. Bloka ku DYE serkêşiya wê dike û serê împaratoriya kaosê DYE, mîna ketibe şerên cîhanê yê yekemîn û duyemîn, bi dagirkirina Iraq û Afganistanê bi awayekî şerê cîhanê yê sêyemîn dimeşînin. Wexta NATO ber û rê dide herêmê, hêzên girîng ên wek Rûsya, Çîn û Hîndîstan têne nutralîzekirin. Bi Projeya Rojhilata Navîn a Mezin, daxwaz, derketina ji kaosê û çareserî ye. Li hemberî vê yekê, gel jî dikarin alternatîfên xwe yên demokratîk û azad-wekhev bixin rojevê.

Eşkere ye, em di dema kaosê re derbas dibin. Di şerên cîhanê yê yekemîn û duyemîn de jî mîna vê, pêvajo qewimîbûn. Di şerê yekemîn de Yekîtiya Sowyetê û di şerê duyemîn de jî Elmanya faşîst di derketina kaosê de rê li ber pêkhatina blokên îqtîdarê yên bê mêzîn vekirin. Hemû dewletên ku ji bermahiyên du împaratoriyên mezin - Osmanî û Îran - pêk hatin, ne dikarîn sîstema Sowyetê, ne jî dikarîn sîstema klasîk a Rojava qebûl bikin. Ji mêzînên hêzan ên di navbera sîsteman de karîbûn sûd werbigirin û heta salên 1990'î bên. Piştî ku Sowyet ji hev de ket, mêzînên têkçûn parçeyên îqtîdarê hînê serserî kirin. Bi sîstema global a serdest a nû re bi vî awayî nedimeşiya. Ji ber vê DYE bi koalîsyonekê ket herêmê. Rewşa krîzê ya parçeyî ya sîstemê tam di asta kaosê de ye. Li gorî şert û mercên xweser şibandina rewşê ya şerê cîhanê yê sêyemîn mirov nikare ji nedîtî ve were. Ya esas, koalîsyona hesabên di şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn de neqediyane pêk hatiye. Li gorî mantiqê globalîzmê nîne ji nû ve rejîmên despotîk bixîne rojevê. Sîstem ne blokên dewletan, neçar e guh bide girseyên gelan ên xwedî daxwaz in. Ev jî ji dewlemendiyan û demokrasiyê pardayînê hewce dike.

Gelo dibe ku emperyalîzm bikeve qonaxeke nû? Gelo slogana emperyalîzma demokratîk - li gorî pîvanên sîstemê - çiqas rastîn e? Alternatîfên din mumkîn in? Divê mirov ji têgînên Îslama nermik, modela Tirkiyê çi fêm bike? Modelên demokratîk ên Rojavayî çiqas dibe li herêmê bi cih werin anîn?

Tevî vê yekê, piçûk be jî demokrasiya civakî ya global a bi Porto Allegre deng vedide, gelo ji bo herêmê dibe ku were çi maneyê? Mirov dikare Federasyonbûyîna Demokratîk a Rojhilata Navîn wek utopyayeke rastîn bihûne? Federasyona Iraqê ya Demokratîk dibe ku bibe prototîpa vê yekê? Ji bo vê, di van demên dîrokê de gelek kar dikeve ser milê ilmê civakî û exlaqê. Sosyolojiyeke biwêre zanista xwe bi xwe biafirîne û ji bin destê zanîna îqtîdarê derketibe, di derketina ji kaosê û pêşkêşkirina çareseriyan de cihê wê girîng e. Ji bo civakeke hînê demokratîk, ekolojîk û azadiya cinsan dixwaze, beriya her tiştî hewceyî bi avakirineke nû ya sosyolojiyê heye. Ya em dikin jî ji bo vî karê bi heyecan û bi şeref, pêşnûmeyek e.

2- Eger bi rastî wê 11 Îlonê 2001 wek destpêkirina demeke nû were nirxandin, divê ev ne wek destpêkirina şerê cîhanê yê sêyemîn, piştî şerê sar wek qonaxeke stratejîk a şerê - em jê re bibêjin şerê postmodern - dest pê kir were nirxandin. Di vê de komployê çiqas rol lîst? Gelo provakasyoneke sîstema global bû? Li hemberî bûyerên objektîf diqewimin bersivên werin dayîn wê di asta detayan de bimînin. Gelek mutefekîr, derdor û hêzên siyasî gavavêtina DYE bêmane dîtin, li derveyî huqûqa navneteweyî nirxandin û li dijî etîkê qebûl kirin. Nerazîbûnên xwe nîşan dan. Tevî hemû astengiyan hêza fermanbar a sîstemê pêngava xwe di asta stratejîk de nîşan da.

Li gorî analîzên me yên civakî û dîrokî ku me heta niha kirin, di vê kaosê de tevgera DYE wek împaratoriyeke rastîn dibîne. Hûn dikarin wê li derveyî exlaq û huqûqê bibînin, lê ev rastiyê naguherîne. Di vê demê de, di serî de netew-dewletên komarger ên YE gelek netew-dewlet di nav fikarên kûr de ne. Dibe ku di fikarên xwe de mafdar bin. Lê realîst û rastîn nînin. Împaratorbûyîn û globalîzebûyîna sîsteman ta ji dewleta Sargonê Akadî ve dewam dike. Bi sed xelekên lê zêdebûn, herî dawî Îngilîstan û Sowyetê hema bêje bêyî şer radestî DYE kirin û li cîhanê împaratorî kirin yekserî. Ma mirov dikare ji vê lome bike? Mirov dikare kûrbûna krîza sêyemîn pêngava global a kapîtalîzmê guftûgo bike. Mirov dikare taybetiyên kaotîk rêz bike. Ev hemû hewcebûna pêvajoyê bi şêwazeke rêveberiya împaratoriyê piştrast dikin. Bi israr tê destnîşankirin ku li her cihê şaristanî hebe, dewlet valatiyê nas nakin, siyaset ji valatiyê nexweş e. Ji lewra sîstemeke mîna DYE ku şoreşa herî dawî ya zanist û teknîkê daye pişta xwe, di vî warî de pêşengiya xwe daye qebûlkirin; hêzeke dêw a eskerî û aborî pêk aniye; wê pir bi awayekî xwezayî belavbûna xwe ya li cîhanê dewam bike. Xwezaya dewlet û siyasetê vê yekê ferz dike. Wexta mirov vê dibêje nayê wê maneyê ku ew mafdar e.

Eger dîsa mirov bibêje serdema netew-dewletan li dawiyê ma, nayê wê maneyê ku mirov emperyalîzma global erê dike. Rastiya siyasî, esker û aboriya global vê modelê êdî bi kêr nabîne û wek hejikên li lingên xwe geriyane dibîne. Netew-dewlet berovajî vegotina netewparêzan, dewleteke tam serxwebûna xwe pêk neaniye. Jixwe di cîhana bûyeran de têgîneke tam serbixwe nîne. Di nav kategoriya gerdûnî de hewcebûn û girêdana bi hevdu heye. Ti obje û kirdar nîne ku hewce û bi ya din ve girêdayî nebin. Netew-dewlet utopyayeke bûrjûwa-piçûk e, ji bo serxwebûnê bike tabû. Ne dewlet û ne jî netew serxwebûna wan pêk nehatiye. Her yek ji wan bi ya din bi taybetiyên cuda hewce û girêdayî ye. Ya Împaratoriya DYE ferz dike cureyekî hewcebûnê yê herî tenik e. Rêbazên mîna mêtingeriya tund, qirkirina etnîk û dîndariyeke paşverû esas nabîne. Ji mêtingeriya hemdem jî wêdetir şêweyên hewcebûnê yên postmodern diceribîne. Jixwe gelek netew-dewlet ji ber karektera xwe, hewcebûna bi DYE wek xelatgirtinekê dihesibînin. Netew-dewlet ji holê nayê rakirin, lê wek berê destûr nayê dayîn bi awayekî serserî tevbigere. Di dema globalîzma nû de wê netew-dewlet ji nû ve werin bi cihkirin. Ji YE heta Çînê ev pêvajo dewam dike. Ev ji bo şerekî nû nayê kirin, ev ji bo şerê heyî bi dawî bibe û yan jî ji bo sîstem bikeve cihokeke sûdwar. Hewce bike wê carnan bi aboriyê, carnan bi rêyên leşkerî, rêveberiya sîstema kaosê ya rewşa wê heyî biparêze yan paşvemayîna wê rawestîne, yan jî bi saziyên hînê bi kêrtir rê ve bibe. Bi planên xwe yên alternatîf ên pê ji kaosê xurt derketiye realîze bike. Em wexta di vê çarçoveyê de nêzî rastiya Rojhilata Navîn bibin em dikarin bûyerên muhtemel biqewimin çawa bibînin?

Divê mirov baş bizanibe, DYE bi şoreşa zanist, şîroveya felsefîk û dînî ya li pişt xwe li dunya heyî dinere. Bi hezaran saziyên ramanê - thînk thank - dixebitîne, timî agahiyan ji nû ve diwezinîne. Bêyî bikeve dogmatîzmê, timî sererast dike, model, proje û planên xwe pêş de dibe. Dîsa pêşketinên dîrokî ji nedîtî ve nayê, bingehên dîrokî ji modelên xwe re dibîne û hewl dide welê maneyê bidê. Ev hemû ji bo têgihîştineke pir plan û proje ya xwedî gelek alternatîf derfetan didin.

Bi vegotineke rojane Projeya Rojhilata Navîn a Mezin; analîzên dema nêz ên emperyalîzmê dike û wexta hewl dide bi naveroka xwe pirsgirêkên rojane çareser bike piştî salên 1990 esas dibîne. Nîzama Fransa û Îngilîstanê piştî şerê cîhanê yê yekemîn avakirine kêm û çewt dibîne. Kiryarên xwe yên piştî şerê cîhanê yê duyemîn jî li ser navê ewlekarî û aramiyê bi sedema despotîzm xurt kiriye, bi rexnegîrî wek xeta dinirxîne. Gelê herêmê yê pir zêde xizan bûye ji bo sîstemê zirar û bi tehlûke dibîne. Ji lewra dixwazin ewlekarî, demokratîkbûyîn, azadiya ferdan û aboriyê di zikhev de pêş bixînin. Bi vê modelê dixwazin pirsgirêkên giranbûyî yên Ereb-Filîstîn, Kurd-Ereb, Tirk-Îranê û hem jî hucreyên civakî yên ku despotîzmê fetisandine, çareser bikin û ji bo rê li pêşiya bûyerên hînê mezintir bigirin dixwazin biceribînin. Mîna ku planê Ewrûpayeke nû û Planê Marshall ê Japonyayê ji bo herêmê tê pêk anîn. Eger herêm ji bo sîstemê pir girîng e - ku girîng e - û di pêvajoya kaosê re derbas dibe, proje û fikrên wê yên xwe dispêrên van armancan realîst in. Heta di vê yekê de dereng ma ye. Hemû gavên ji aliyê sîstemê ve têne avêtin, her ku diçe di çarçoveya planekî de cih digirin. Xebatên plan-projeyan zêde dibin.

Zehmetiya herî mezin li pêşiya projeyê ew e ku rewşa Rojhilata Navîn a naşibe Japonya û Ewrûpayeke hilweşiyayî. Li Rojhilata Navîn şoreşa pîşesazî û rohnîbûnê pêk nehat. Demokratîkbûyîn neket rojevê. Ji faşîzmê wêdetir heta netewparêzî, mezhebparêziya bi dîndariyê barkirî û sîstemên siyasî yên bi hucreyên despotîk ên etnîk xira nebin, mîna Ewrûpa û Japonyayê xwe nûkirin mumkîn xuya nake. Rejîmên heyîn bi xwe timî krîzê diafirînin. Blokên dewletê yên herêmî ji bo hebûna xwe dewam bikin berdêl çi dibe bila bibe, pir qurnaz û pispor in. Yên bi navê muxalefeta sîstemê jî derketine holê di heman demê de lastîkê yedek ê despotîzmê ne. Hedefa bingehîn parastina dewletê ye. Bermahiyên têgihîştina dewlet-xwedê ji texmînan wêdetir jî xurt in. Nava dewleta heyî pûç e. Ti fonksiyona wê ya dîrokî nîne. Mîna ku di nav cemaetan de ya herî xurt be. Ew ferdan û ferd wê diafirînin. Muxalefeta ku xwe herî şoreşger dizane, ji rêvebirineke baş a dewletê wêdetir ti armanca wê nîne.

Ji aliyê din ve, herêm di warê dîrokî de xwedî karektereke federatîf e. Nikare ev çend netew-dewletan rabike. Hejmara dewletên heyîn bi xwe dikare pirsgirêkan biafirîne. Komên mîna mezheb, etnîk, terîqet û cureyên din ên cemaetan dewletê bi xwe ve girê didin û bi awayekî beramber hevdu xwedî dikin. Jixwe nuqteya çareser nabe ev avahî ye. Dewletên Rojava jî timî van avahiyan destek dikin. Eger proje, hedefên ku danîne pêşiya xwe, dixwaze pêk werin, divê beriya her tiştî van rejîman ji hesabê xwe derbixîne.

DYE ketiye rêyekê ku veger jê zehmet e. Piştî 11 Îlonê gavek wer avêt ku ji ketina wê ya şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn zêdetir dikare encamên giran bide. Encamên piştî şerê cîhanê yê yekemîn derketin, ew çend kûr nebûn bandorê li ser çarenûsa sîstemê bikin. Girîngiya DYE nîşan dabû. Di şer de têkbiçûya jî dikarîbû xwe vekişanda parzemînê xwe û hebûna xwe dewam bikira. Di şerê cîhanê yê duyemîn de sîstema Sowyetê derket hemberî wê, lê DYE karîbû dor li wê bigire. Her çend di hin şeran de çeper wenda kirin jî hêza xwe parast û pêş de bir. Di her du rewşan de jî bi dewletên modern re mijûl dibû. Heman çanda Xirîstiyaniyê par ve dikirin. Hêmanên şerê şaristaniyan gurr bike, bi sînor bûn. Her çend hêmanên kaosê xwe nîşan didan jî di wê astê de nebûn ku gefan li sîstemê bixwin. Em encamên van hêmanan bi bîra me bixînin li Rojhilata Navîn nabînin. Bi sîstemeke ji salên 1250 ve despotîk bûye, wê yan şer li ber çav bigire, yan jî wê xwe vekişîne. Şerê mîna yên li Iraq û Afganîstanê têrê nake. Heta blokên îqtîdarê yên li herêmê neyên şikandin, her gava were avêtin wê hînê têkçûnên mezin bi xwe re bîne. Taktîka xwe spartina dewleteke despotîk ji bo çareserkirina ya din pir bi kêr nayê. Di rewşên bi vî rengî de çanda Rojhilata Navîn xwedî qabîliyet e ku ji bo ji nû ve despotîzmê biafirîne. Eger hemû hilweşîne, wê pirsgirêka kontrolkirina gelan derkeve holê. Bûyerên li Iraqê diqewimin bi dersan tijî ne ku rewşê baş rave dikin. Demeke dirêj rejîm destek kirin. Di encamê de pirsgirêkên hînê rewşê girantir bikin, derketin. Hilweşand, lê blokên îqtîdarê yên heman çandê xwedî bikin û avahiyan pêk bînin, hene. Îhtîmaleke zehmet e, bi ferdiyeta Rojava atmosfera çandî li dawiyê were hîştin. Eger blokên îqtîdarê werin parçekirin wê ev yekê jî pêngaveke şoreşgerane be. Jixwe nakokiya diyalektîkî ev e.

Ji lewra neçare NY û NATO bikevin pêvajoyê. Lê vê carê divê mîna li Afganîstan yan jî li Somalî seresere nebe. Ji ber şert û mercan divê mayînde û berfireh be. Girîngiya çareserkirina Rojhilata Navîn hînê hêdî hêdî derdikeve holê. Di dema jihevketina sîstema Sowyetê de zêdetir qat bi qat zehmetiyê derbikevin. Qalibên zêhniyetê yên heşt sed sal in timî muhafezekar û hişk bûne wê welê şikandina wan hêsan nebe û wê wek li deverê din ên cîhanê pêk neyê. Sosyalîteya ferd, cemaet û qebîleyên serbest bibin wê wek mayîna serserî li naverastê bigerin. Wê bi kîjan şoreşa zêhniyet û aboriyê ev blokên despotîk ên piçûk werin parçekirin û di şûna wan de zêhniyeta nû û avahiyên aboriyê werin danîn? Cudahiyên mezin ên di navbera ferdê Ewrûpa yê ku xwe spartiye kevneşopiyeke bi kok a Ronesans, reformasyon, ronahiyê û ferdê Rojhilata Navîn ê ravekirî de wê çawa û bi çi li dawiyê werin hîştin? Tevî ku çanda Ewrûpaya Rojhilat ji çanda Ewrûpaya giştî pir dûr nîne, welatên ji çanda sosyalîzma reel ku mirov gelek hemdem kiriye, derbasbûna wan a sîstema lîberal çaryekê sedsalekî wergirt. Di nava sîstemê de çareseriyek heye. Li Rojhilata Navîn çareseriya di nava sîstemê de îdeayeke cihê wê guftûgo ye. Eşkere ye, paşerojeke bi pirsgirêkan barkirî li pêş heye.

Bi serneketina koalîsyona bi pêşengiya DYE, wê hînê rê li ber pirsgirêkên stratejîk veke. Ewê di sînorên global de bibe derbek li DYE bikeve û wê împaratoriyê bikeve pêvajoya paşveketinê. Emerîkayeke li Rojhilata Navîn wenda bike, wê tevahiya Asya, Ewrûpa û Efrîkayê bixîne heman pêvajoyê. Wê Emerîka Başûr, Meksîka û Kanadayê jî wek berê nikaribe bigire û bibe duyemîn Rûsya. Di mêzîna hêzên heyî de DYE li gorî rastiya xwe ya îqtîdarê nikare vê rewşê qebûl bike. Ji lewra neçare bibe xwedî helwesteke stratejîk. Çiqas bi mesref be bila bibe, li gelemperiya dunyayê çiqas li nerazîbûnan rast were bila were, neçare bimîne û xwe bigihîne hin encamên çareserker.

Eger mirov pirsgirêkên ku wê sîstema kapîtalîst a Rojava di demeke dirêj, navîn û kin de neçar çareser bike bixîne rêzê, di dema kin de Afganîstan û Iraq hene. Federasyonên demokratîk îdea têne kirin. Li herêmê modelên nû yên welatan difikirin. Pêşnûmeyên destûran ên li ser kaxizan têne amadekirin, Sîstema Federal a Demokratîk pêşniyar dikin. Eşkere helwestek e, ya nû û îdeal dixwaze. Her kes bi meraq li bendê ye, wê bi cihanînê çawa bibe. Eger çanda hejmareke zêde etnîk û komên dînî dihewîne bigihîje federalîzma demokratîk, wê ev yekê di şaristaniyê de bibe veguherîneke mezin. Mîna bandora şoreşên Rûs û Fransa li Rojhilata Navîn bibe. Restorasyona rejîmên despotîk ên kevin îhtîmaleke pir qels e. Di şertên împaratoriya kaosê de federalîzma demokratîk avahiyek e, wê bi zehmetiyan bimeşe. Hêzên ji vê re pêşengiyê bikin wê ji ku bêne dîtin? Hêzên ku xwazgîniyê îqtîdarê ne herî kêm bi qasî rejîmên berê xwedî taybetiyên despotîk in û xwediyê wê potansiyela zêhnî û fomasyona siyasî nînin ku karibin karektera etnîk û mezheban bigihînin sentezeke erênî. Ferdê azad û lîberal hînê di nav pêşketineke pir bi sînor de ye. Îdealîstên demokratîk û sosyalîst ewqas kêm in, hema bêje tine ne. Yên berê jî ew çend teng in, nikarin xwe bimeşînin. Zêdetir bawerî bi NY, NATO, YE û hêzên koalîsyonê heye. Federalîzma demokratîk a avahiyeke timî hewceyî der ve bûyî wê gelek bi nîqaş be.

Di dema navîn de pirsgirêkeke din a girîng têkiliyên Ereb-Îsraîl û Kurd-Ereb, Kurd-Îran û Kurd-Tirkiyê ne. Ev pirsgirêkên li ser hîmekî dîrokî pêk tên, bêguman bi hewldanên NY ya nû, NATO, Hêzên Koalîsyonê û hewldanên xweser ên YE wê ji bo çareseriyeke lezgîn bandorê bikin. Lê her du jî pirsgirêkên dijwar in. Bi qasî ku di kûrahiya şaristaniyê de razayîne, bi modernîzmê re jî têkiliyên xwe gelek bi nakok û tengezar in. Çareseriya pirsgirêka Ereb-Îsraîlê bi giranî bi xurtbûna demokratîkbûn û aştiya li herêmê dibe. Berovajî texmînan, eger were gotin bila berê pirsgirêka Îsraîl-Filîstînê çareser bibe, xeter heye ku çareserî pêncî salên din paş ve were xistin. Ji ber ku di bingehê pirsgirêkê de dewlet û civaka Ereb a demokratîk nebûyî heye. Demokratîkbûyîn di herduyan de wê şert û mercên aştiya Îsraîl-Filîstînê amade bike. Naxwe şerê Îsraîl-Filîstînê wê avahî û zêhniyeta muhafezekar a di dewlet û civaka Ereb de - yên ji pêşketina demokratîk, azadî û wekheviyê dûr - hîn xurtir bike. Mîna ku heta roja me ya îro xurt kiriye.

Pirsgirêka Kurd hînê tevlîhev û piralî ye. Bi avahiyên civak û dewletên Ereb, Îran û Tirkiyê re pirsgirêkên wê yên kûr hene. Ji mafên xwe yên herî sivik ên medenî nikarin sûd werbigirin. Jixwe tu nikarî mafê wan ên siyasî û aborî bixînî rojevê. Qirkirineke çandî dijîn. Zextên dawî yên DYE belkî hinekî bilivîne û rê li ber hin gavavêtinên bi sînor veke. Nexasma Kurdistana Federe ya Iraqê deriyên xwe ji sorkirin û tevdanê re vekirî ye. Di bin bandora Hêzên Koalîsyonê, Neteweyên Yekbûyî û NATO de dibe ku hînê hilperike. Statuya Kurd a heyî bi îsyaneke mecbûrî re hemta ye. Eger neyê dewamkirin û bi helwesteke demokratîk a çareseriyê nêzîk nebin, mumkîne cografyayeke ji Îsraîl-Filîstîn xwînrijtir pêk were. Li cografyayeke asê şerekî bi girseyeke Kurd a 40-50 mîlyonî re wê pirsgirêkên li herêmê girantir bike. Wê bike ku herêmê ji her bûyerê re veke.

Çareseriya demdirêj; bi pêşdebirina aborî, demokratîk û mafê mirovan a civak û dewletên Îran, Pakîstan, Komarên Tirkî û Ereban mumkîn dibe. Blokên xurt ên berjewendîperest û muhefezekar heta di nav avahiyên civak û dewletê de hebin wê li ber xwe bidin. Lê mirov dikare biçe cem gel, alternatîfên çareserker pêşkêş bike û eger sîstema serdest zordestiya xwe kêm neke, wê wextê mumkîn dibe ku di nava sîstemê de veguherîneke bi sînor bibe.

Ji bo çareseriya dema nêz, navîn û dirêj hêzeke mezin a eskerî û aborî hewce ye. Ji bo Projeya Rojhilata Navîn bi cih were anîn, dibe ku operasyonên eskerî û aborî yên dewamî pêwîst bikin. Tevî vê yekê, azadiya jinê ya pir behs tê kirin û perwerdeya ferdên lîberal xwedî girîngiyekê ye ku dest jê nabe. Heta jin şiyar nebe û herî kêm azadiyê nejî, hemû hewldanên din mehkûmî têkçûnê ne. Azadiya ferdî ya bêyî cudahiya jin-mêr heta bi giştî pêk neyê anîn, di serî de jin azadiya hemû beşên civakê pêk nayê.

Di encamê de mirov dikare di derketina ji kaosa Rojhilata Navîn de sê senaryoyan destnîşan bike:

Yekemîn, yên hewl didin statuya kevin biparêzin. Welatên herêmê yên piştî şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn hatin avakirin, wê ji aliyê siyasî û aborî ve israr bikin modela netew-dewletê dewam bikin. Ji ber ku mêzîna Sowyet-DYE xira bû û DYE bi şêwazekî împaratoriyê berê xwe da herêmê, zehmet e ku modela netew-dewlet bi vê rewşa ya kevin bimeşe. Neçare di warê aborî, siyasî û çandî de xwe veguherîne. Avahiyên wê yên ji berê ve mane, mîna dewletparêz, netewparêz, siyaseta dînî û aborî bi her awayî li dijî pêngava nû ya globalîzmê asteng in. Serdema kapîtalîzma netewî ji zû ve li dawiyê ma û ji ber ku derfetên polîtîka mêzînê ya sedsala 20. gelek bi sînor bûne, pêwîste xwe ji nû ve bi ser sîstemê ve bikin. Dixwazin hinekî qîmeta xwe zêde bikin û xwe bi ser ve bikin. Wê vê yekê jî bi qulpên civakî, muhafezekar û netewparêz bi xwe ve bikin û bi cih bînin ji bo hinekî xwe li cem girseyên xwe şîrîn bikin û wek rêbazên reklamê yên medyatîk bi kar bînin. Ev hewldanên - em ji wan re nikarin bibêjin pêşketin, - stewr û korfêm ku rojane têne dîtin, her çend wek polîtîka jî werin nîşandan, ya rastîn tam rêbazeke xapandin û demagojîk in. Komên mezhebparêz, dîndar û dewletparêzên kevneşop - pir girîng nîne komarger an jî qraltî ne - a dixwazin xilas bikin an jî bi dest bixin kurtêlên aborî û siyasî ne. Navendên kapîtalîst ên pêşeng - DYE, YE û Japonya, heta Çîn - ku bi îdîaya jinûve avakirina sîstemê li gorî pîvanên serdema zanistê radibin, pêwîste bi van avahiyên siyasî û aborî yên kurtêlxur re nemeşin. Divê ev fêm bikin ku kapîtalîzma komprador li dawiyê ma. Nemaze statukoya Tirkiye, Misr, Pakîstan û Îran dixwazin li ser piyan bihêlin, zehmete li hemberî giraniya sîstemê ya li herêmê li ber xwe bide. Derfet û îmkanên wan mîna berê nînin, ne di nava xwe de, ne jî bi îttîfaqên nû yên der ve hebûna xwe dewam bikin. Pir nezan jî bikin, neçar in di çarçoveya projeya mezin û pêşengiya DYE de bi ser sîstema nû ve bibin. Ji bilî vê alternatîfeke rasyonel xuya nake.

Senaryoya duyemîn, di bin giraniya DYE de jinûve avabûn e. Piştî şerê cîhanê yê yekemîn mîna kiryarên Fransa û Îngilîstanê tê plankirin. Li herêmê israra DYE her dewam bike û NATOyeke nû ya berfireh û pê ve girêdayî hebe û statukoyan wek hedef bide ber wê û bixwaze NY jî tevlî vê yekê bike, sanaryoya herî dibe realîst a duyemîn e. Eger em mînak bidin, piştî şerê cîhanê yê duyemîn di çaçroweya Projeya Marshall de Ewrûpa û Japonya ji nû ve hatin avakirin. Em dikarin cîranên wê Meksîka û Kanadayê jî li vê mînakê zêde bikin. Lê pir eşkere ye ku pêwîste Rojhilata Navîn ji mînakên berê pir cuda were pêşvexistin. Eger wê bi şêwazên berê neyên meşandin, divê êdî di serî de Misr dewletên wek Ereb têne bi navkirin, Îran, Afganîstan, Pakîstan, Tirkiye û dewletên Tirkî, divê dersên xwe yên jinûve avakirinê baş bixwînin.

Di aboriyê de lîberalîzm, di qada civakî de - bi taybetî jin - azadî û demokratîkbûna siyasetê di çarçoveya sîstemê de - demokrasiya bûrjûwaziyê - , hîmê mentiqê vê ji nû ve avabûnê ne. DYE wê Ewrûpa û Japonyayê bide pişt xwe, dîsa bi NY re tevgera xwe rewa bike, hewce bibîne wê çoyê NATOya nû nîşan bide û ji bo ev welat di demeke nêz, navîn û dirêj de veguherin, wê israr bike. Yên bibin asteng û kelem, wê bi hemû hêza eskerî, siyasî, aborî (IMF-Bankeya Cîhanê) û alternatîfên dîplomatîk ên di dest de bi kar bîne û van dewletan bîne rêzê. Di vê sanaryoyê de, wê sînorên siyasî zêde neguherin. Lê li Afganistan, Iraq, heta mîna li Gurcîstan û Balkanan tê dîtin, wê ji avahiyên burokratîk-navendî yên hişk, rêveberiyên herêmî yên xwe gîhandine federasyonan wê wek avahiyên siyasî û demokratîk bêne tercîhkirin. Di warê aboriyê de wê aboriya dewletparêz ji hev were xistin, di şûna wê de taybetîkirina sermayê û aboriyeke xwe dispêre şîrketên têkel - pir netew - li pê were girtin. Ji bo xebatên çand û hunerê di çarçoveya ferdiyet û azadiya jinê de bibe wê sermaye were razandin û hêza medyayê jî di xizmeta vê avakirina nû de wê ji serî ve xwe pêk bîne. Iraq û Afganîstan dikarin bibin prototîpa vê sanaryoyê.

Lê aliyê herî qels ê vê sanaryoyê ew e ku bi îradeya sîstemekê meşandina wê pir zehmet e. Li aliyekî netew-dewletên berê yên statukoparêz, li aliyê din jî daxwazên muxalefeta civakî yên zêde dibin, dibe ku bi wê paş ve gav bidin avêtin. Ji ber ku sîstemê nikaribe bi îradeyeke yekalî bi ser xwe ve bike, wê zêdetir li pêkhatina avahiyên têkel vekirî be.

Sanaryoya sêyemîn jî wê di çarçoveya vê hewcebûnê de were pêşxistin. Bi şertê ew hêza sereke ya hegemon be, wê lihevkirinê li ser her du aliyan jî ferz bike. Di demên berê de me ji vê yekê re digot stûtewandin, lê di şertên me yên îro de wê navê vê yekê bibe lihevkirin. Dîsa wek berê, wê firsend ji netew-dewlet û aboriyên bê ber, musrîf re neyê naskirin, lê her wisa wê ji serhildan û têkoşînên rizgariya netewî yên demdirêj û berfireh ên gelan re jî keys neyê dayîn. Yan wê zû li hev werin an jî wê pir zû werin pelixandin. Wek îfadeyeke berçav a vê sanaryoyê mirov dikare welatên Ewrûpa Rojhilat û welatên berê yên Ewrûpa Rojava ji bo vê statuyê mînak nîşan bide. Yanî wê wek Meksîka û Kanadayê nebe, lê wê wek Tirkiye, Misr û Pakîstanê jî nemîne. Pêşketin wê zêdetir ber bi demokrasiya bûrjûwaziyê ve bibe. Dibe ku hêzên gel hînê zêdetir bi bandor bibin û hêzên netew-dewlet ên statukoparêz her ku biçe bê tesîr bibin. Dibe ku ceribandineke balkêş di navbera demokrasiya bingehê wê gel û demokrasiya bingehê wê bûrjûwazî de pêk were. Di derketina ji kaosê de divê mirov mêzîna hêzan û alternatîfên wan ji nedîtî ve neyê. Ya divê mirov ji bîr neke ew e ku li dijî hemû avahiyên sîstemê bi qasî berxwedaneke kor, divê lihevkirineke bêpîvan jî nebe. Gelek caran hatiye dîtin û ceribandin, wexta xwestiye bi tevahî bi dest bixe bi tevahî ji dest daye.

Gengaz e, di nava çaryeka sedsala pêş me de ev sanaryo bi awayekî têkel di nav hev de bi hê alternatîfên zêde ji bo çareserî û derketina ji kaosa Rojhilata Navîn werin pêşxistin. Lê ya girîngtir ew e ku sanaryo û utopya hêzên gel-kedkar ên xwedî zemînekî civakî ku xwe bi Civînên Porto-Allegre dane der, wê çawa werin pêşxistin. Dîrok ti car bi îradeya yekalî ya hêzên tehekumkar nehatiye diyarkirin. Helwesta demokratîk a komîn a civakan bi awayekî mayînde dîrok destnîşan kiriye.

3- Em Rojhilata Navîn a îro dikarin bişibînin rewşa sedsala 4. a împaratoriya Romayê. Herêm ji bilî rojhilatê şetê Dîcleyê wek eyaletên Romayê ne. Xirîstiyanî pir zû belav dibe û ji hundur ve zevt dike. ærîşên barbaran - tevgerên netewî yên roja me ya îro - ên ji der ve dijwar dibin û hewl didin fetih bikin. Li hemberî vê rewşê bersiva sîstema împaratoriyê ew bû ku her du tevger jî xist nava xwe û di hinavên xwe de helandin. Romayê demeke dirêj di sedsalên 2. û 3. de bi êrîşên bêrehim çû ser tevgerên civakî û etnîk. Lê di dawiyê de bi polîtîka tawîzan a da tebeqeya jor a tevgerên etnîk û civakî, ew bi ser sîstemê ve kirin. Lê ev tamandin û qelemkirina pirsgirêkê bi xêr nebû. Hînê zêdetir rê li ber rizîn û nîşaneyên belavbûnê vekir. Împarator Julîana xwest paganîzma berê ji nû ve geş bike û bi xeyala ku bibe Îskenderê Duyemîn di pêngava xwe ya Îskenderwarî de li peravên Dîcleyê têkçû. Guman nîne ku serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê G.W. Bush jî di çarçoveya kategoriyên heman baweriyên dîrokî de bi pêngava sêyemîn a Îskender radibe. Her çend paganîzm nebe jî, rastiyeke tê zanîn ku dixwaze mezhebekî têkel - Mûsevîtî, Xirîstiyantî û heta bi hin aliyê xwe Misilmantî - Evangelîzmê belav bike. Evangelîzm li dijî zanistê ku îro wek dînê sedsala me ye, di rola paganîzmê de ye. Piştî Julîana împaratoriya Romayê bi lez paş ve ket. Di demeke pir kin de bû du parçe. Mirina Julîan li derdora 365an e. Parçebûna Romayê jî PZ 395 e.

Di kategoriyên din de jî şibandineke balkêş heye. Dînê Xirîstiyantiyê yê wê demê ji sosyalîzma reel qat bi qat tevgera xizanan bû. Nîzamekî komîn bi berpirsiyariyeke mezin meşand. Keşîşxane saziyên rastîn ê komînîzmê bûn. Li dijî Romayê sêsed salî li ber xwe dan. PZ di salên 312 de bi Konstantînê mezin re li hev kirin û bi ser sîstemê ve bûn. Lê di serî de Arîûstî zemînê wê yê xizan têkoşîna xwe dewam kir. Koçberên barbar ên dişibiyan tevgerên rizgariya netewî yên roja me ya îro, nemaze êrîş û têkoşîna sedsalan a etnîsteyên koka wan Cermen û Hûn bûn, bi Romabûyîna tebeqeya jor, kirin ku bi lez bi ser sîstemê ve bibin. Împaratoriya Romayê bi vî awayî ji aliyekî ve mezin dibe û ji aliyekî din ve jî bi muttefîkên nû re xurt xuya dike. Ya rastîn di cewherê xwe de piçûk û belav dibe. Bûyerê her ku biçe vê pêvajoyê eşkere bikin. Roma çendîn ji nirxên Romabûyînê dûr ketiye û bersiv nedaye daxwazên gelan, ji hev de ketiye û parçe bûye.

Împaratoriya DYE ya îro di gelek waran de dişibe Romayê. Wê jî xwe gîhandiye asta împaratoriya cîhanê. Di împaratoriyê de gihîştiye lûtkeyê. Sêyemîn pêngava mezin a globalbûyînê wê digihîne û dike împaratoriya cîhanê. Roma wexta di împaratorbûyînê de gihîştibû lûtkeyê, ketibû pêvajoya rizîn, belavbûn û parçebûnê. DYE jî ku wek împaratoriya kaosê hebûna xwe dewam dike gelek îşaretên belavbûnê dide. Pir zêde hêza xwe li cîhanê belav kiriye. Wê ev yek bi xwe re parçebûnê bîne. Pir bi awayekî xweser vê parçebûnê bi YE re dijî. Mînaka herî nêzî vê rastiyê jî ew e ku sîstema kapîtalîzmê sosyalîzma reel - xirîstiyaniya demê - di nava xwe de heland. Salên 312 û 1990 pir bi awayekî balkêş dişibin hevdu. Xirîstiyaniya hemdem sosyalîzma reel a Sowyetê serkêşiya wê dikir piştî berxwedaneke demdirêj bi sîstema navendî re li hev kir - bi burokrasiya jor re - û bi vî awayî îxanet li xizanên xwe kir. Aliyekî din ê balkêş dişibe, ew e ku rejîmên rizgariya netewî yên bi împaratoriya DYE li hev kirin. - Cermen, Hûn û yên mîna wan - Her yek ji şefên rizgariya netewî, bûn walîtiyên eyaletan ên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê.

Ev pêvajoya hemû parçebûn û helandinê, wexta digihîje salên 2000'î êdî hildikişe û xwe digihîne lûtkeyê. Ji kîjan alî ve dinerî binere, pêngava piştî 11 Îlonê ji bo belavbûnê nîne, pêngav ji bo pêşîgirtina li parçebûn, ji hev belavbûn û paşketinê ye. Divê mirov cudahiya di navbera herduyan de baş bibîne. Rast e, gelek aliyên dişibin hevdu hene, lê ev nayê wê maneyê ku wê bûyerên pişt re jî biqewimin mîna hevdu bibin. Ji ber ku DYE pir zêde pragmatîst e. Mîna ku di dîrokê de împaratoriyê bibe hilweşîne, dikare di berdêla polîtîka paşvegavêtinan de xwe bi awayekî nerm ji hilweşînê xilas bike. Pêwîste mirov vê îhtîmalê pir ciddî li ber çav bigire. Jixwe mezinbûna wê ya heta niha jî bi helwestên wê yên pragmatîst û lihevker re pir ji nêz têkildar e. Sîstema kapîtalîst bi hêza xwe ya eskerî, îstîxbaratî, aborî, çandî-medya, huner, reklam û zanist-teknîkê karî zextê û lihevkirinê di zikhev de bimeşîne û vê bi xwe re encamên serketî anîn. Ji bo gel û kedkar cara duyemîn mîna lihevkirina Xirîstiyantî û barbaran di nav sîstema serdest de nehelin, divê beriya her tiştî hêza komîn û zêhniyetê bigihînin hevdu û bi lihevkirineke bi pîvan, pêngava şaristaniya demokratîk nû bikin û li ser sîstemê ferz bikin.

Pêşketina dîrokî ya hêzên serdest çawa mîna xelekên zincîrekê yekpar û hevdu temam dikin, tevgera hêzên azadiyê jî bi heman şêwazê diyalektîkê pêş dikevin. Her çend her xelek şêweyê wê cudabin jî di tevahiya serdeman de li sîstema azadiyê xelek bi xelek zêde dibin. Di vir de careke din derdikeve holê ku bi şêwe û şikil, rola parastin û veguhestinê dewam dike. Cewher jî taybetiyek wê ya dewlemendî û kûrkirinê heye. Xelek pir hindik veguhestina dewlemendiyê bi awayê şêwazên xwe pêk tînin. Bi zimanê civakê ji van xelekan re avahî û rêxistin têne gotin. Ji ber serdestî û tehekumê, hewcebûna bi azadiyê, giştî ye. Hewcebûna her gelî bi azadiyê û şêwaza wî, li gorî tehekuma li ser diguhere. Çi ferdî û çi jî civakî dibe, heta tehekumtî dewam bike, têkoşîna ji bo azadiyê û pêdiviya pê jî, wê dewam bike. Pêdiviya bi azadiyê ji bo pêşketinê şert e. Bi kuştin û qirkirina azadiyê tenê tinebûn dibe. Heta tinebûn jî nebe, azadiyê mîna nebatên tat û zinaran parçe dike û her bendê derbas dike, wê di cihoka xwe de biherike û neyê rawestandin.

Mirov pirsgirêka azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn di çarçoveya kevneşopiya dîrokî de binirxîne, ji bo nîşandana yekparebûnê û xelekan girîng e. Têkoşîna azadiyê têkoşînek wê ya her tim dewam dike heye. Ya girîng ew e ku mirov karibe vê dema dîrokê di nav xweseriya wê de tespît bike. Hêzên tehekumkar karîbûn pirsgirêka azadiyê ya gelan û civakê ji nedîtî ve werin. Karîbûn ferd û civakan bidin bawerkirin ku pirsgirêkek wan a azadiyê nîne. Tenê dîrokek wan a pîroz û bi heybet heye ku gerdûniye û tijî qehremanî û xwedayên mutleq in. Dîroka civakê ya bi awayekî awarte dewlemende ji nedîtî ve tên û bi fîgurên ji maneyê dûr nîşan didin, lê dîroka xwe ya ji xwînê, hovîtiyê û îstîsmarê zêdetir tiştek nîne, wek meşeke xwedayî nîşan didin.

Yek ji sedemên têkçûn û wendakirina azadîxwazên civakî ew bû ku nekarîn bersiva vê vegotina dîrokê ya tehekumkaran bidin. Ji bo bi ser bikevin jî di serî de divê karibin qabîliyetê nîşan bidin ji bo dîroka xwe bidin jiyîn. Eger vê jî nikaribin bikin, divê wek helwesteke exlaqî kevneşopiya xwe ya dîroka azadiyê dewam bikin. Eger zext û zordestî nebe, kes nabêje ez azadiyê naxwazim.

Em van nirxandinan, ji bo li rewşa sekan a civaka Rojhilata Navîn serwext bibin û maneyekê bidin rastiya wê, dikin. Dîroka azadiya civakî ya Rojhilata Navîn heye, hem jî pir zêde û kûr e. Yek ji wezîfeyên pêşî yên têkoşînên azadiyê ew e ku dîroka azadiyê di nava mêjûya giştî de cihê û rohnî bikin. Gîha li ser koka xwe hêşîn dibin. Têkoşîna azadiyê ya îro jî dikare li ser kokên xwe yên azadiyê û kevneşopiyê hêşîn bibe. Ji ber ku me di beşên destpêkê yên nivîsê de ev mijar wek pêşnûmeyekê pêşkêş kir, emê dubare nekin.

Di nava sînorên împaratoriya hemdem a Romayê de hin hêzên eyaletan dor li me girtine û em di nav vê dorpêçanê de dijîn. Mîna ku di dîrokê de pirî caran hatiye dîtin, waliyên eyaletên îro - dewletên herêmê yên roja me - zalim dibin. Waliyê eyaleta Yahûda Pilatûs Hz. Îsa li çarmîxê xist. Ya esas, Hz. Îsa sembol e. Bi hezaran bûyerên bi vî rengî di nav Xirîstiyaniyê de mîna lehiyan radibin. Dîsa di dîrokê de isyana waliyan gelek caran tê dîtin. Carnan dikarin bi ser bikevin. Di nava demekê de yan bi xwe dibin împarator, yan islah dibin, yan jî di nav isyana xwe de dixeniqin. Ev, rastiyeke navxweyî ya sîstemê ye. Di maneya azadiya civakî de qîmetek wê nîne. Eger hebe jî yekser nîne. Divê mirov van berxwedanên eyaletan û tevgerên azadiya civakî tevlî hevdu neke. Eger li têgihîştina împaratoriya hemdem serwext nebe, li dijî wê şensa serketinê nîne û eger serketin jî bibe wê bi awayekî xweber pêk were ku ew jî ti qîmeta wê nîne. Eyaletên herêmê, ji ber kaosa diqewime ji nû ve tên avakirin.

Em timî behsa rastiya xweser a rewşa kaotîk dikin. Ji ber ku şensa mirov a afirandin û azadiyê herî zêde di navbera dema kaosê de heye. Di vê dema kin de herî zêde hewceyî bi hêza maneyê heye - ji aliyê bereya azadiyê ve - ku ew jî zanîn, dîrok û serwextbûna li serdemê ye. Bi giştî 5000 sal, hînê nêzîktir di van 200 û 60 salên dawî de di pêvajoya hegemonîk de - dema hegemonya kapîtalîst - di neqeba kaosê de teqiyaye. Divê hûrûkûr were nirxandin. Me sanaryoyên sereke yên împaratoriya bi pêşengiya DYE wek bersiv bide kaosê, rêz kirin. Me ev kir, ji bo ku em karibin sanaryoyeke rastîn a hêzên azadiya civakî xêz bikin. Di dema Romayê de Xirîstiyanên hundur û barbarên ji der ve êrîş dikirin, şêwazekî wê yê bersivê hebû. Lê wê vê carê bersiva hêzên civakî cuda be. Dikarin ji van mînakan ders bigirin, lê teqlîda wan nekin. Di roja me ya îro de em nikarin wek sosyalîzma reel û tevgerên rizgariya netewî bersivê bidin. Ji ber ku wexta ev bersiv jî bi serketin, nekarîn xwe ji çewtiyên bingehîn bikin û bi ser sîstemê ve nebin an jî jê kêm nemînin. Bersiva me, şêwazê wê zanîna me be.

Mebest ji şoreşa zêhniyetê, têgihîştina civakê li azadiyê û baweriya wê ye. Serwextbûn û têgihîştin tenê nayê maneya zanînê. Divê tu bizanebî çawa pêk jî bînî. Bawerî jî ew e ku divê tu ji ya zane yeqîn bikî û pêdiviyên wê bi cih bînî. Hêza bi cihanîn û biryarê îfade dike. Heta mirov zêhniyetên li ser civaka Rojhilata Navîn hatine ferzkirin baş nas neke, nizanibe çi li dawiyê were hîştin û çi jî mîras were girtin û dîsa heta qalibên zêhniyetê yên divê li dijî wan têkoşîn were meşandin baş neyên naskirin, têkoşîneke îdeolojîk a bi qabîliyet û rast nayê meşandin. Ji bo em bibin xwediyê zêhniyeta hewce pê heye, divê bi helwesteke exlaqî û kedeke mezin, em bibin xwediyê baweriyeke xurt û têgihîştineke civakî. Kesên cîhana xwe ya zêhniyetê mezin nekin, nikarin demeke dirêj têkoşîna azadiyê bidin meşandin. Li cih û kêliya dejenerebûnê destpêkir, li wî cihî û kêliyê zêhniyet diqede û pûç dibe. Li Rojhilata Navîn a hemû zana û peyxemberan kiriye di cewherê xwe de şerê zêhniyetê ye. Zêhniyeta têkiliya wê bi exlaq re nebe bê qîmet e. Exlaq ew e ku li ser rêya têgihîştinê rohnî kiriye, tevî hemû kêmasî û astengiyan, hêza meş û têkoşînê ye. Israra civakê ya wijdanî ye. Wexta di navbera têgihîştin û exlaq de têkilî qut bibe, serserîtî û awaretî dest pê dike. Divê zêhniyeta me xwe bigihîne zêhniyeta dijber jî û xwe bi wê jî xwedî bike. Zêhniyeta hêza dewletê her tim xwe baş bi rêxistin dike. Divê piçûk neyê dîtin. Heta dor li vê zêhniyetê neyê girtin, hewldaneke serketî û çareserî pêş nakeve. Polîtîka û çalakiya - warê eskerî jî di nav de - ji exlaq û zêhniyetê qutbûyî her tim weke mayîneke serserî dikare di bin me de biteqe. Divê çalakî û polîtîkayên me her tim di çarçoveya rohnîbûna zêhniyeta me û helwesta me ya exlaqî de bimeşin. Naxwe emê nikaribin xwe xilas bikin ji bo em nebin amûrê polîtîkayên dijber. Eger şerên zêhniyetê di bin van sernavên sereke de bi serketî neyên meşandin, weke ku em pirî caran fikarên xwe tînin ziman, di warê polîtîk de pêngav û hewldan xeterên wan hene. Di dîrokê de hemû derd û çîlekeşên mezin ji bo dersê bidin mirovatiyê û ji bo pêşî li van xeteran bigirin, xwe demeke dirêj vedikişînin quncikekê (sulûk) û hewl didin xwe bigihînin hêza zêhnî.

Tevî ku DYE hêzeke împaratoriyê ye, bi gelek sazî û dezgehên fikrî, think-thank û zihnî re bîla sedem naxebite. Ji ezmûn û tecrûbeyên dîrokî baş dizane ku li qadên tevdigere çendîn xwedî zanîn û têgihîştin be wê ew çend li gorî xwe rast bimeşe. Li herêmê ji nû ve Îslam û terîqet geş dibin. Ya esas, ev daxwaza hin beşên civakê ji bo zêhniyetê dide xuyakirin.

Mirov heta terîqetan analîz neke û hînê bi giştî bandora Îslama ji nû ve geş dibe li ser civakê lêkolîn neke, nikare têkoşîneke rast a zêhniyetê bide meşandin. Heman tişt ji bo netewparêziyê jî wisa ye. Zêhniyeta netewparêz ku bi awayekî etnîsîteya hemdem e, heta cihê wê yê di civakê de, derketin û xwe bi rêxistinkirina wê baş neyê fêmkirin, li Rojhilata Navîn têkoşîneke pratîk û îdeolojîk a xurt nayê meşandin. Her wisa divê mirov li zêhniyeta hêzên etnîk wek malbat û qebîletiyê ku hînê jî hebûna xwe dewam dikin, baş serwext bibe û bersiv bide. Pêwîste ev zêhniyet hemû werin fêmkirin, dor li wan were girtin û pêdiviya nirxên rastîn ên zêhniyetê yên kesên pêwendîdar jî werin tedarekkirin. Ev wezîfeyeke ji şerên pratîk qat bi qat zehmetir e, lê hewce û lezgîn e.

Li Rojhilata Navîn wexta mirov bikeve şerê zêhniyetê, divê mirov bizanebe wek Hz. Mûsa qebîleya Îbraniyan bide meşandin, wek Hz. Dawûd bi Golyat re şer bike, wek Hz. Îsa şagirtên xwe seferber bike û wek Hz. Mûhammed berê bawermendan bide ser kar. Dîsa divê mirov karibe bi heyecana Sokrates bibêje; "xwe bizanibe", bi coşa Perîkles "qîmetê bide demokrasiyê", bi zanista Arîsto bizanibe bibêje; "derî li Îskender veke." Li Rojhilata Navîn bi destxistina zêhniyetê tê wê maneyê ku mirov bi heyecana Ronesansê ber bi xwezayê ve baz dide; ji mirov hez dike; ji bo hînbûnê tî ye; bi reformasyonê dogmayan qul dike diçe; ji bo baweriya cewherî bi dest bixe, bi rohnîbûnê, zanistê, felsefe û hunerê digihîne gel, kom bi kom tevgera rewşenbîran ji bo azadiyê seferber dike.

Li Rojhilata Navîn eger mirov bimeşe bifikire, wexta bifikire jî bimeşe wê zêhniyetê manîdar bibe. Ew wextê her tiştê bi awayekî xweza zindî bibe, mîna serdema neolîtîk mirovê bi awayekî pîroz û coş nêzî her tiştî bibin û maneyê bidinê. Wê ramana mîtolojîk a serdemên şaristaniyê ku bi dersan tijî ye, dîsa pirtûkên hîkmetan yek bi yek li pêşiya me vebin. Wê wextê wê dîroka mirovatiyê, ew şaristanîbûna pîroz û xeternak, ya bi heyecan û mirov matmayî dikir, jiyan payeberz dikir û pir piçûk dixist, were xwendin. Maneya rastîn a ezmûnên ew peyxemberên mezin di pirtûkên pîroz de cihê xwe bibînin. Ji nû ve, wê çemên miçiqîne biherikin; kavilê bibin bajar; li til û deştan gundîtiya nişmî geş bibe. Ji yê zalim heta yê dewlemend, ji Nemrûd heta Qarûn, ji Eyûb heta Mezlûm, ji Ferhad heta Kemal nirxên reş û sipî derkevin holê. Şerê zêhniyetê ew e, ev hemû nirx werin ziman. Di mejî û dilê me de hêşîn bibin. Ew wextê ti hêz û pêdiviya rezîl a jiyanê, ji bo sergerandinê nikare bibe bahaneya me. Emê van hemûyan, bi têgihîştina xwe ya bi qasî deryayê, bi îradeya xwe ya mîna lehiyan bi coş çareser bikin û li dawiyê bihêlin. Ew wextê polîtîka yan jî eskerî emê bi dahiyane li ser wan rawestin û bi awayekî destanwarî bersivê bidin.

Li ser zeman û zemînê îro yê Rojhilata Navîn em nikarin bi helwestên netewparêzî, dîndarî, rastgirtî û çepgirtiyê bigihîjin hedefê. Bi vegotineke peyxemberwarî em nikarin xwe ji kufrê xilas bikin. Bi çepgirtiya nû, bi civakîbûna sivîl a xeşîm û tevgera jinê ya ji ked û dîrokê bêxeber jî mirov nagihîje ti qonaxê. Mirov bi van meşên bê îman û xwediyê van zêhniyetan, bi van bûrjûwaziyên piçûk ên îflas kirine û tengavbûne tenê dikare biçe ger û geştê. Hela hela bi kesên kurtêlxur, kesên heyranê text û kursiyê re tu ne dikarî baweriyekê û ne jî fikrekê biparêze. Bi vî rengî zehmet e, bersiva gel û mirovên Rojhilata Navîn ên pir bi serê wan de hatine, bi hezaran derb xwarine, were dayîn.

Em wexta li ser rastiya civakî ya Rojhilata Navîn tevbigerin û bi vê zêhniyeta tarîfa wê hat kirin hundurê wê tijî bikin û bimeşin, ewê me bibe cihên dîrok lê hatiye veşartin, ewê me bigihîne dilê wê yê vemiriye û bigihîne rastiya wê ya li rohniyê digere. Wê wextê li nav zeviyên têkoşînê gavê bêne avêtin û hem jî gavên li gorî rastiya dîrok û evîndarên azadiyê. Wê ti kesê nikaribe rawestîne, eger were xapandin, li îxanetê biqewime jî, were kuştin, dîsa jî wê ji deverekê derkeve û ber bi hedefa xwe ve bimeşe. Wê wextê dîrokê bibe ya me, dilê hemû bi me re hilbiavêjin. Wê wextê rastiya civakî wê bibe xwedatiya afirîner a hebûna me. Gelên me wê bibin xwediyê azadiya bi hezarsalan e li hêviyê ne û mafê wan e.

Civaka Rojhilata Navîn di derketina ji kaosê de alternatîfa hilbijêr e, divê herêmî nebe; xwedî taybetiyekê be ku karibe ji bo pirsgirêkên azadiyê yên gerdûnî jî bibe bersiv. Li herêmê çarenûsa pêngava global tê xêzkirin. Ji ber ku serketina sîstema bi pêşengiya DYE û paşeroja hemû dunyayê destnîşan dikin ev rastî welê ye. Blokên îqtîdarê ji hêzên feodal ên sedsala 20. pêk anîn û bêyî veguherînin hebûna xwe dewam dikin ku îhtîmaleke zehmete veguherîna wan, ji lewra zemînê berfireh ê civakê di bin tehekumeke giran a kevneşopiyê de dijî neçare bikeve pêvajoyê. Ev yek ji bo hêzên kapîtalîst ên global ku dixwazin xwe ji nû ve ava bikin jî hewceyîyek e. Lê girseyên gel ên hişyar bibin, diyar nîne wê bi van daxwazan bêne bi sînorkirinan na. Rewş bi guman e. Diyar nîne wê ji Qutiya Pandorayê çi derbikeve. Hewldanên azadker û afirîner ên di neqeba kaosê de wê vê rewşa nediyar destnîşan bikin. Wê demeke veguherînê ya pratîk bibe ku di ti dema dîrokê de nehatibe dîtin. Mîna ku bajar werin avakirin, ji nû ve sazkirina civakê di rojeva dîrokê de ye. Di bingehê zehmetiyên Rojhilata Navîn de ev rastî radizê. Ji nû ve avakirina sîstema serdest û sazkirina hêzên azadiya civakê ya gelan, wê bibin têkoşîneke mezin bi nakokî û têkiliyên di zikhev de bimeşin.

Beriya em li ser blokên ku wê ji nû ve werin avakirin rawestin, divê em polîtîkayê li gorî xweseriya herêmê tarîf bikin. Wek rêveberiya pratîk a civakan dibe ku tarîfên polîtîkayê yên rojane û li gorî demê biguherin. Mînak, em dikarin polîtîka muhafezekar wek polîtîka civakê di cih de dihêle û polîtîka pêngavê wek ya civakê pêş de dibe, tarîf bikin. Tarîfeke sêyemîn jî dikare derbarê naverokê de be. Eger bloka dewletê eleqeder bike, ew polîtîka dewletparêz e, eger girseyên gel ên li derveyî dewletê eleqeder bike, ew dibe polîtîka demokratîk. Guhertinên di asta herî jor de mirov dikare wek polîtîka bilind û eger qadên hînê bi sînor eleqeder bike, em dikarin wek polîtîkayeke teng an jî zemîn bi nav bikin. Nuqteya hevbeş a van hemû tarîfan ev e; ji hunerê guhertin, veguherîn û rêvebirina civakê re polîtîka tê gotin. Xebatên polîtîk karûbarên civakî ne. Eger hewldanên zêhniyetê, utopya, proje, plan û xebatên bernameyê bin, hewldanên polîtîk jî xebatên perwerdeyê, rêxistiniyê û çalakiyê ne. Divê mirov xebatên zêhniyetê û yên polîtîk tevlîhev neke, her weha divê mirov berovajiyê wê jî neke. Mirov dikare mîmartî, hostatî û karkertiyê di qada civakî de wek hunerekî nazenîntiyê dixwaze - hunerê polîtîk - bi nav bike. Ji bo mirov polîtîkayê bike divê xwe ji aliyê zêhnî ve amade kiribe û di warê pratîk de jî ji bo rêvebirina civakê amadekariya hewce ya ji bo guhertin û veguherînê kiribe, yanî qabîliyeta perwerde, rêxistinkirin û çalakiyê. Bê sedem ji polîtîkayê re nayê gotin; hunerê xwedayî. Wexta tê gotin; qral-xwedê, siya-xwedê sultan, rengê xwedê yê li rûyî zemîn dewlet, ya rastîn hunerê xwedayî tê destnîşankirin. Di analîzkirina dîn û mîtolojiyê de divê mirov sosyolojî yan jî ilmê civakî baş bixwîne.

DYE û şirîkên wê yên neqane li Rojhilata Navîn şêwazê eskerî-polîtîk pir dimeşînin. Lê divê mirov piratîka eskerî ji polîtîkayê cihê neke. Polîtîkayek li cihê têkoşîneke çekdarî û dijwar hebe, navê wê eskertî-şer e. Di vê rewşê de diyarkerê sereke şer e. Li cihê dengê çekan tê birrîn, polîtîka wek xebatek dewama artêşê derdikeve pêşiya me. Yanî di vir de berovajî formula Clausewitz bi cih tê. Ya şer diyar dike ne polîtîka, şer polîtîkayê diyar dike. Li Iraqê ev rastî pir eşkere xuya dike. Li Iraqê rêya polîtîkayê - polîtîka nû - şerê teknolojiya dawî ya DYE vedike. Jixwe di tevahiya dîroka Mezopotamyayê de li serê rêya polîtîkayê timî şer hebû. Şerê dawî vê rastiya dîrokî bi awayekî sadiqane nîşan dide. Wexta sura şer sist bibe yan jî bi temamî bikeve, wê xebatên polîtîk bi lez dibin. Ji lewra polîtîka beşê şer ê bêyî sîleh e. Xebatên perwerde, rêxistinî û çalakiyê yên bêyî şer, xebatên polîtîk in, xwe dispêrên zêhniyeta xwediyê şer. Di vê çarçoveyê de DYE û şirîkên wê, bi alîkariyeke xurt a eskerî di serî de li Iraq û Afganîstanê li gelemperiya Rojhilata Navîn li ser hîmê zêhniyeta 'Projeya Rojhilata Navîn a Mezin' polîtîkayê ji nû ve ava dikin, rê ve dibin, diguherin û dewam dikin. Me ev xebatên wan di beşê berê de bi sê sanaryoyan bi kurtî anîbûn ziman.

Li dijî vê yekê, pir girînge ku em wezîfeyên hêzên azadîxwaz ên dijberên tehekumê zelal bikin. Wê wezîfeyên wan ên li ser hîmê parastina civakê û gel bi têkoşîneke polîtîk a çi cureyî were meşandin? Ji bo vê me tarîfa xwe ya zêhniyeta hewceyî pê heye, kir. Me tarîfa polîtîkayê jî kir.

Di dorê de polîtîka berçav û objektîf tê. Wezîfeya li rêza serî ew e ku bi helwesta demokratîk û civaka komîn a gelan ku bi navikê bi dewletê ve girêdayî nîn in, xebatên demokratîk werin meşandin, pêşdebirin û bi kalîtekirin. Divê wek prensîb ti car navenda wê bi dewletê re nebe. Nakokiyeke mezin e, azadiya civakî têkiliya navenda wê bi dewletê re hebe. Tenê hêzên tehekumkar dikarin wek navendeke dewletê bixebitin. Ji lewra hêzên civakî yên li ser hîmê azadiyê tevdigerin nabe bi hêzên tehekumkar re bikevin têkiliyê, berovajî wezîfeyek wan a bingehîn ew e ku li dijî van hêzan rawestin. Di vê çarçoveyê de li derveyî dewletê navenda wan demokrasî ye. Em tarîfa xwe ya demokrasiyê jî ji ya bûrjûwaziyê cihê dikin ku ew demokrasiyê wek perdeyek dewletê dibînin. Ji Atînayê heta yekemîn sîteyên Sumeran demokrasî nebû dewamek dewletê û ne jî dewlet bû ya wê. Ji ber ku li cihê yek dest pê dike ya din zelûl dibe, li cihê yek diqede ya din serketina xwe îlan dike. Divê mirov vê rastiyê baş ji hev bike. Demokrasiya ku DYE û şirîkên xwe jî ferz dikin, demokrasiya zumreyeke bûrjûwa-feodalane ku xwe dispêrin tevneke xurt a eskerî û îqtîdarê. Hêzên azadiya civakî, her çend xwedî hêzeke kêm a parastina civakê bin jî ew polîtîka demokratîk wek hîmê xebata xwe dizanin. Di nav xebatên polîtîka demokratîk de çalakî, rêxistinkirin û perwerdeya - polîtîk, huqûqî, xwepêşandanên bi armancên ekonomîk, mîtîng, protesto, serhildan û şer (şert mecbûr bikin) - kom û ferdên di bin tehekumê de hene. Ev xebat an wek xebatên rojane têne rêvebirin an jî wek xebatên guhertin û reformên normal têne kirin. Eger naveroka wan hînê tijî bibe, wê wextê dibe xebatên şoreşgerî. Xebatên demokrasî û îqtîdarê ya sîstema serdest çiqas pir bibin, ew çend bi xebatên demokrasiyê yên hêzên azadîxwaz re dikevin nav hevdu û carnan jî wê bêne dijberî hevdu.

Divê mirov nekeve şaşiyên şoreşên ku Ingilîz, Fransî û Rûsî ketin navê. Ew jî ev e; divê her du alî jî xebatên xwe yên demokratîk ji bo înkar û tinekirinê nemeşînin an jî di nav hev de nehelin û rê li ber felaketekê venekin. Divê pir bi nazenînî tevbigerin ji bo nekevin şaşiyeke dîrokî - mirov dikare jê re bibêje rastiya îcbarî jî - û rê nedinê. Di navbera her du demokrasiyan de dibe ku têkilî û nakokî jî hebe. Her weha dibe ku di nav hev de jî bimeşin û dibe werin dijberî hevdu jî, lê ya divê bala mirov li ser be û nebe ew e ku bi meylên înkar in û tinekirinê helîn nebe û rê li ber yekrengbûnê venebe. Divê mirov pîvanên bihevrebûnê û lidijhevbûnê baş destnîşan bike. Di demokrasiyê de yekdengî û yekrengînî her tim xeter e. Piştî wê înkara demokratîk tê. Her kom çi li der ve û çi jî li hundur bi nazenînî nêzî alternatîfa xwe ya demokratîk bibe ew payeberzî û hostatiya demokratîk e. Berovajiyê wê jî polîtîka qralê fîlozof ê Eflatonîk ê mîtolojîk qral-xwedê ye; yanî palîtîka her cure faşîzm, totalîtarîzm, hiyarerşî, despotîzm û dîktatorî ye. Di encamê de antîdemokratîzma sîstemên tehekumkar e.

Demokrasiya li Rojhilata Navîn pêş bikeve bi îhtîmaleke mezin wê têkel be. Ewê hem daxwazên komên kedkar ên civakî, hem jî daxwazên bûrjûwa-feodal di zikhev de temsîl bike. ædî dem derbas bûye ku demokrasî tenê ya bûrjûwaziyê be. Jixwe ti car bi serê xwe bi awayekî xam nehatiye bi cihanîn. Ev tarîfên me nayên wê maneyê ku wê demokrasiya komên gel û demokrasiya bûrjûwaziyê her yek ji wan bi serê xwe bi cih neyê anîn. Her koma gel wê demokrasiyê xwe bi awayekî têr bijî û divê bijî. Çiqas demokrasiya xwe ya cewherî dawerivîne hundurê xwe wê karibe ew çend bi kom û çînên din re demokrasiyeke hevpar bi pîvan û tecrûbe bimeşîne, biguherîne, veguherîne.

Em di çarçoveya rohniya van analîzan de ji nêz ve li têkiliya di navbera demokrasî û rastiyên civakî yên Rojhila Navîn de binerin. Me dît ku têgîna demokratîzekirina dewletê têgîneke rast nîne. Ya rast ew e ku dewlet di mijara demokrasiyê de bi berpirsiyarî tevbigere. Tevgera bi berpirsiyarî tê wê maneyê ku zêhniyet, avahî û kiryarên demokrasiyê qebûl dike. Mirov dikare bibêje; ev rewş dikare hêz û mezinahiya dewletê bi sînor bike. Rast e. Jixwe hebûna demokrasiyê bi sînorkirin û piçûkirina dewletê ye. Li welatên demokrasî bi tesîr bi cih tê anîn, dewlet tenê ewlekariya giştî têkûz dike û bi heman awayî pêdiviyên hevpar ên gelemperiyê bi rêxistin dike. Ji lewra tarîfa dewletê di vê çarçoveyê de jî divê ji nû ve were kirin. Di demokrasiyê de dewletên klasîk ên tehekumkar nabin. Dewlet û demokrasî di vê çarçoveya bingehîn de tenê dikarin bi hev re bibin. Di şert û mercên serdema heyî de ne bi tevahî dewleta klasîk û ne jî bi tevahî derfetên rêveberiyê yên demokratîk hene. Em di vê çarçoveyê de dikarin bibêjin di vê serdemê de em ji dewletê derbasî demokrasiyê dibin. Di serdemên derbasbûnê de bi piranî saziyên bingehîn ên rabirdû û dahatûyê bi hev re dimeşin. Mîna serdemên feodalîzm û kapîtalîzm di zikhev de meşiyan.

Li Rojhilata Navîn pêşketina demokrasiyê pir bi sînor e. Fikir û refleksên wê hînê baş hişyar nebûne. Tevî ku hêviyên xurt ên koman hene jî dewleta hezar salan a ceberût bi tepeserkirineke tund ev hesret û hêvî xistine xewê. Car caran ev hesret û hevî teqiyane, isyan kirine, lê dîsa jî karektera despotîk a dewletê bi awayekî bêrehim hemû xistine bin erdê. Lê rastiya vê serdemê bi vê avahiya dewletê re nakok e, lewra hesretên ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê hişyar dibin. Bûyer û pêşketinên di sedsala 20. de bi nîşaneyên vê rastiyê tijî bûn. Di sedsala 21. de ji bo bi cihanîna hesretên hezarsalan îhtimaleke xurt a pêşketinê xuya dike. Cografya vê pêvajoyê herî ji dawiyê ve dişopîne welatên Ereb in. Ji ber ku avahiya etnîk û dînî hewceyî dewletê hatiye kirin, tebeqeya jor a dewletê li ser hîmê berjewendiyên xurt hatiye danîn, hişyarkirin û livandina refleksan zehmet dibe. Hewceyî bi destwerdaneke ji der ve dibîne.

Ji ber ku heta niha Îsraîl di himbêza Ereban de pêş ket netewparêzî û dîndariya Ereban jî xurt kir, lê êdî rewşeke berovajî li ber derî ye. ædî hemû dunyayê jî baş fêm kir ku şerê Ereb-Îsraîlê yê kronîkbûyî bi netewparêzî û dîndariyê çareser nabe. Eger pêşengiyên netewparêz û dîndar li dawiyê werin hîştin û pêşengên demokratîk derbikevin holê wê ev rewşa heyî ya kilîtbûyî vebe. Di mînaka Qibrisê de jî hat dîtin, hem şertên der ve, hem jî yên hundur ji bo meyla çareseriya demokratîk derfet û îmkanên xurt didin. Ji bo vê yekê Projeya Rojhilata Navîn a Mezin bi planên berçav dikeve rojevê. Nexasma demokratîzekirina Erebîstana Suûdî û Misrê girîng tê dîtin. Welatên din ên piçûk ên Ereb mîna ku ji rewşa Iraqê ders wergirtibin neçar eleqeyê nîşanî demokrasiyê didin. Ji der ve raya giştî ya cîhanê, di hundur de hesretên demokratîk û komîn ên civakê ku bi hezarsalan hatine tepisandin û ji rê hatine derxistin, li ber hişyarbûnê ne. Dewletên Ereb ên despotîk demeke dirêj nikarin li hemberî van her du rastiyan li ber xwe bidin û rê li demokrasiyê venekin. Navên wan ên komar û melîkiyet di warê demokratîkbûnê de ti rola wan nîne. Her du jî meyla wan a despotîk xurt e. Ya girîng ew e ku ji bo demokrasiyê bi berpirsiyarî tevbigerin û rê bidin piçûkbûn û bi sînorkirina dewletê.

Ev dewletên bi ser sîstemên mêzîna kevneşopiyê piştî salên 1990 hebûna wan xurt bû. Li herêmê hebûna hegemonîk a DYE wê van dewletan ji bo bikevin statuya eyaletan tengav bike. Ji bo wek dewlet bijîn, îhtîmaleke xurt e, berê xwe bidin demokrasî û pîvanên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê. Blokên îqtîdarê yên xwe spartine DYE û berê jî xwe spartibûn Îngilîstanê, Fransayê û heta Osmaniyan, wê di demên pêş de nikaribin wek berê hebûna xwe dewam bikin. Jixwe zehmetiya Projeya Rojhilata Navîn a Mezin jî ji vê yekê ye. Avahiyên demokratîk di çarçoveya sînorên hin welatan de her çiqas xweser û taybetiyên wan hebin di heman demê de wê wekheviyê wan jî hebin. Mafê mirovan, rêxistinên civakî yên sivîl, hilbijartin, pir partîtî, di medyayê de cudabûn, xurtkirina parlementan û xurtkirina ferdiyetê wê wek pêşketinên hevpar bikevin rojevê. Em dikarin li bendê bin ku di destûr û qanûnan de guhertin bibin. Demokrasiya pêş bikeve, wê ne tam a bûrjûwa-feodal be, û wê ne jî ya gel be. Li hemberî dewletê dikare bi sînor, lê ji bo civakê çalakiyên berfireh pêk bîne.

Dîn û etnîsîte di pêvajoya demokratîkbûnê de neçarin biguherin. Dîn û etnîsîte dikarin bi rêxistinên civakî yên sivîl û siyasî yên hînê hemdem temsîl bibin. Eşîr û dîn ji awayekî klasîk wêdetir dikarin xwe di nav avahiyên siyasî û demokratîk de cih bigirin. Ne dewlet û demokrasiyek xwe dispêre dîn û etnîsîteyê û ne jî dewlet û demokrasiyek wan ji nedîtî ve tê şensê wan heye. Nemaze şêweyên çep û lîberal ên mîna li Ewrûpayê bi sedema dîn û etnîsîteyê rast analîz nakin û nikarin rast pê re têkiliyê deynin, di nav girseyê de cih nabînin. Lê ya rastîn, giraniya civakê bi van her du rastiyan hatiye hûnandin. Avahî û helwestên bi kok ên xwe dispêrin dîn û etnîsîteyê ku neyên pêşxistin, bi giştî di siyasetê de û bi taybetî jî di siyaseta demokratîk de şensê serketinê îhtîmalek pir hindik e. Lê belê dikare ji jor ve bi zexteke dijwar a şoreşger, yan jî bi zexteke dîktatorî ya dij-şoreşê pêk were. Lê mayîndebûn û dewama wê pir bi guman e. Divê mirov di vê çarçoveyê de nêzî terîqet û mezheban jî bibe. Em di her du rastiyan de jî dikarin nîzama serdemê navîn a mîna keşîşxaneyan bibînin. Mîna şêweyekî civakên sivîl ên serdema navîn e. Ev saziyên îro jî hebûna xwe dewam dikin ji bo mirov wan bigihîne demokasiyê xebat û hewldanên xweser hewce ne. Di şûna înkar û tepisandinê de, ya rast ew e ku mirov wan wek rastiyeke sosyolojîk qebûl bike û wan bi meyla azadiyê ve girê bide. Mafên jinê û azadiya wê jî di pêvajoya pêşketin û demokratîkbûnê de roleke girîng dilîze ku dest jê nabe. Emê vê mijarê hînê binirxînin.

Di qada Erebîstanê de Îsraîl û Sûriye wek du hêmanên stratejîk ji bo demokratîkbûnê pir girîng in. Demokrasiyek Îsraîlê ya têra xwe rûniştî heye. Ev ji bo Îsraîlê qelsî û lawazî nîne, berovajî hêmanekî xurtbûnê ye. Pir zehmet e, em heman tiştî ji bo Sûriyê bibêjin. Sûriye li serê rêveqetîneke ciddî ye. Eger di warê demokratîkbûnê de gavêtinên reforman bi lez neke û pirsgirêkên xwe bi Îsralê re çareser neke, îhtîmal heye bibe Iraqa duyemîn. Ji bo rejîma li Sûriyê bêyî ku tengav bibe veguhere, dikare aştiya bi Îsraîlê re û gavên di warê demokratîkbûnê de rolên girîng bilîze. Hebûna rewşenbîrên xurt, mezheb û etnîsîteyên cuda, çînên xizan û navîn dikarin di demokrasiyeke hevpar de ji bo pêşketineke bi xêrûber pêvajoyekê bidin destpêkirin. Rola Kurdên li Sûriyê mîna yên li Iraqê nîne, ew dikarin ji bo veguherîneke demokratîk a lîberal derfet û îmkanê bidin. Helwesta bi berpirsiyar a dewletê wê vê yekê diyar bike. Li Bakurê Efrîkayê Berberî dikarin heman rolê bilîzin.

Iraq zêdetir ji bo Ereban û heta ji bo hemû Rojhilata Navîn namzet e ku bibe laboratûareke demokrasiyê. Ji ber ku hema hema hemû komên etnîk, dînî, mezhebî, siyasî û civakî di himbêza xwe de dihewîne û ev yek dikare wê bike laboratûar. DYE û şirîkên xwe, wê hewldanên xwe xurt bikin û ji binî ve jî wê hin komên etnîk, mezhebî û civakî alternatîfên xwe yên demokratîk pêş de bibin û bi vî awayî ev welatê ji aliyê demokrasiyê ve bibe xwedî cihekî stratejîk. Eger dîrokeke dewlemend û petrol rast were bi karanîn ji bo demokrasiyê wê firsendeke baş pêşkêş bike. Eger Kurd li Iraqê federalîzmeke demokratîk ferz bikin, wê ev yekê ji hebûna wan wêdetir li gelemperiya herêmê rê li ber encamên girîng veke. Federasyona Iraqê ya Demokratîk dikare xwe hînê zêdetir xurt bike û bibe prototîpa Federasyona Demokratîk a Rojhilata Navîn. Ji lewra pêşketinên di vî warî de pir girîng in. Çareseriyên li Iraqê dikarin li gelemperiya Rojhilata Navîn belav bibin.

Li Îranê demokratîkbûyîn rojane dikeve rojevê. Kevneşopiya xurt a dewleta klasîk êdî bi zehmetî bi serdemê re li hev dike. Li cem xelkê Îranê heyecan û hêviyên demokratîk zêde dibin. Piştî Iraqê federalîzma demokratîk dikare ji bo Îranê jî bikeve rojevê. Îran ji parçebûnê zêdetir xwezaya wê li gorî federalîzmê ye. Di kevneşopiya dewletê ya 2500 salî de hêmanên bişibin federalîzmê serdest in. Eger hêviyên gel ên zêde dibin bi federalîzmeke hemdem re bibin yek, Îran dikare li herêmê bibe federasyona demokratîk a herî xurt. Dikare bibe Rûsyayeke duyemîn. Li dijî zextên DYE yên zêde dibin, di şûna helwesteke Seddamwarî de gavavêtin ber bi federalîzmeke demokratîk dikare ji bo Îranê bibe alternatîfeke mayînde û rastîn. Wexta dîn pir zêde siyasî dibe bandoreke neyînî li ser demokratîzebûnê dike. Bandora îdeolojiya dînî dikare berovajî lê vegere. Çanda Îranê li gorî demokratîkbûyînê ye. Kevneşopiyên wê yên dîrokî, ji Zerduşt heta Mazdek, ji Babek heta Hesen Sebah gelek kesayetên dîrokî ji çanda demokrasiyê re bingeh amade kirine.

Eger mîna di dema nêz de xwe ji nexweşiya ceribandina muxalefeteke pir rengîn xilas bike, dikare demokrasiyeke têkûz pêş bixîne. Teknolojiya ragihandinê dikare pêvajoyê bi lez bike. Eger rêveberî nermbûna hewce nîşan bide dikare demokratîkbûyînek mîna li Spanyayê li Îranê jî berçav bibe.

Rola dîn li Pakîstanê hînê neyînî ye. Dîndariya bi dijberiya eşîrtî û antî-Hîndîtiyê xwe xwedî dike mîna ku dewlet û civak êsîr girtibe. Lê eger DYE desteka xwe ya ji dîn re rawestîne û mîna ezmûna li Afganîstanê tevna dînî qels bike, dikare demokrasiyeke sekuler pêş de bixîne. Wekî din bi ti awayî nikare bi Hîndîstan, Îran û Afganîstanê re serî derbixîne. Modela Pakîstanê divê bi lez veguhere. Afganîstan jî ji bo Asya Navîn dikare wek Iraqê bibe prototîpek. Hêmana herî zêde dikare guhertinê li ser Asya Navîn ferz bike, wê ezmûna demokrasiyê ya li Afganîstanê be. Demokratîkbûna Komarên Tirkî hînê zêdetir nêzî Rûsyayê ne. Lê hawîrdora wan dikare rê li ber bûyerên xwesertir veke.

Avabûna polîtîk a Rojhilata Navîn, ji ber dewletan û zêhniyeta parçebûyî belkî pêşketinek mîna ya YE bi hêsanî nebe, lê zemînê dîrokî hevpartî û şirîkatiyê rasyonel dike. Konferansa Îslamî pir fonksiyonel nîne. Dikare Federasyona Demokratîk a Rojhilata Navîn îdealîze bike. DYE û şirîkên xwe demokratîkbûyînê li gorî berjewendiyên xwe dibînin û ev yek jî şensê pêşketinên di vî alî de zêde dike. Beriya salên 1990'î hêzên destek peyda dikirin hêzên antîdemokratîk û despotîk bûn, lê piştî vê mêjûyê rewş berovajî bûye. Eger serdem ber bi demokrasiyê ve bi rê bikeve, herêmê nikaribe demeke dirêj avahiyên rêveberiya dewletê yên li derveyî serdemê mane rabigire. Netew-dewletên di van 50-60 salên dawî de xwe spartibûn mêzîna di navbera Sowyet-DYE êdî modelên bê kêr in ku wê globalîzmê xwe li wan ranegire. Bi îhtimaleke mezin wê modelên nû yên dewletê bikevin rojevê. Bi qasî sîstemê guhdarî dikin wê komên gel ên li jêr jî guhdarî bikin û li gorî vê yekê wê bi berpirsiyarî nêzî demokasiyê bibin. Ev dewletê piçûk û sînorkirî bin. Bi sedema van hêmanan, wexta Rojhilata Navîn derbasî serdema şaristaniya demokratîk bibe wê karibe di veguherîna dunyayê de jî alîkariyên girîng bike.

Eşkere ye, ev pêşbîniyên me ji bo Rojhilata Navîn ji aliyê sîstema komîn û demokratîk a gelan, bersiveke îdeal ji bo demeke nêz nade. Mîna utopyayên îdeal ên sosyalîzma demekê xuya nakin. Lê îdealên hînê rasyonel in. Ya girîng ew e ku kesên doza wekhevî û azadiya civakê dikin divê xwedî helwestên têkûz bin û serî li çareseriyên navend-dewlet nedin - ya esas çaresernebûnê - û çareseriyên xwe nekin qurban. Divê vê helwesta xwe ya bi pîvan û têkûz mîna sosyalîzma reel, rizgariya netewî û sosyal demokratan di berdêla tawîzan de neterikînin. Di demokrasiyê de ji bo azadî û wekheviyê rêya herî ewle israr e. Mîna Lenîn got, dereng be jî tenê bi vê helwestê yanî bi bêhneke fireh û xurt demokatîkbûyînê bibe.

Di şaristaniya Rojhilata Navîn de li navenda hemû çareseriyên pirsgirêkan pirsa jinê heye. Emê vê carê bûyerên dîrokî dubare nekin û ji bo dema pêş wê slogana me vê carê welê be; sêyemîn şikestina cinsî ya mezin li gorî mêr nebe. Heta di nava civakê de wekheviya cinsiyetê pêk neyê, ti daxwaza wekhevî û azadiyê wate û cih nabîne. Ji bo demokratîkbûyîneke mayînde û berfireh dîsa azadiya jinê hêmana bingehîn e. Ev sîstema jin kiriye mîna mal û mulkekî, neksa wê jî dîsa pirsgirêka jinê ye. Demekê dihat gotin çîna karker, îro divê şûna vê gotinê nifşê jinê cih bigire. Beriya çînayetiyê divê nifşê jinê were çareserkirin ku mirov karibe netewiyet û çînayetiyê jî baş fêm û çareser bike. Eger ji ser jinê his û îradeyên koleker ên mîna zilam, bav, evîndar, bira, dost û hwd. rabin wê azadiyeke rastîn a jinê mumkîn bibe. Evîna herî baş mulkiyetbûneke herî xeter e. Eger jin hemû berhemên serweriya mêr afirandine wek raman, dîn, zanist û qalibên hunerî hûrûkûr di moxila rexneyan re derbas neke, wê nasnameya jinê dernekeve holê. Beriya her tiştî divê jin bibe ya xwe, êdî nebe mulk. Jina bûye mal û mulk wê nehêle mêrekî baş û bi fazîlet jî çêbe. Bi jinek bi vî rengî re rabûn û rûniştin li pêşiya mêrê azad jî asteng e. Jinek ev çend piçûk hatibe xistin, berovajî maneya xwe mêrekî piçûk ketiye.

Tespîteke raste ku tê gotin; asta azadiya civakan, asta azadiya jinê diyar dike. Wexta em ji aliyê estetîkê ve jî li mijarê binerin, em dikarin bibêjin kesê azad nebe wê estetîka wan jî nebe. Ji lewra jiyaneke estetîk nebe, wê tenê di nav sînorên prîmatan de pêk were. Eger mirov wek mijareke hunerî li dabaşa jinê binere wê rastir be û girîng e. Divê mirov wê ne wek mal û mulk, ne jî wek karker-gundiyan bibîne. Pêwîste mirov jinê wek parçeyekî xwezayê herî hişyar û hestyar bibîne; lê hayil bibe hin pîroziyên wê hene, bi zimanê mêrê serwer pê re nepeyive, hewl bide bi zimanê jinê yê bi gelek siran barkirî wê fêm bike. Ev ji bo jiyaneke estetîk pir girîng e. Di jiyanê de pratîka herî xirab, serweriya mêr a li ser jinê hatiye ferzkirin û xweperestiya wî ye. Ti helwest mîna ya mêr a li ser jina neçar hatiye hîştin, bêhurmet û çarenûswarî nîne. Li gorî min civak û mêrekî xurt, têgihîştî, hestyar, wekhevîxwaz û li azadiyê serwext, dikare bi pîvanên me destnîşankirîn û erkên wan, rabin û bizanibin. Civaka di koletiyê de pir çûye xwarê ew civak e, ku jina xwe piçûk xistiye. Civaka ji jiyanê jî fêm nake ew civak e, ku rasterast bi jinê re jiyan qebûl kiriye. Dîsa jiyana herî bê heyecan, xirab, tevizî û ji maneyê dûr, jiyana bi jina kole re ye.

Em wexta bi rohniya van tarîfan li civaka Rojhilata Navîn binerin, emê hînê baştir fêm bikin ka çima jiyaneke bê mane, zalim, krêt û bêhurmet dewam dike. Civakeke mêran a pir bi sivikî nêzî jinan dibe, wan ji estetîkê bêpar bihêle, mîna mal û tiştekî bêqîmet a divê xwe jê xilas bike bibîne, eşkere ye, ev civakê ji aştiyê bêpar û krêt bijî. Civakeke mêran a bi vî rengî nikare jiyaneke pîroz a civakî, meznahiya welat, fazîleta rastîn û têgihîştina xwezaya zindî biafirînin. Wexta nikarin biafirînin jî wek bahane tim û tim "jinê şeytan" nîşan didin. Jina jê re tê gotin kêm e, û şeytan e, ya rastîn dereweke herî rezîl a civaka mêrên têkçûyî ye. Eger li dijî îdeolojiya serwer a mêran, exlaq, hêza civakî û ferdan şerekî mezin neyê meşandin jiyana azad nayê bi destxistin; civakeke demokratîk a rastîn nayê afirandin. Ji lewra wek yeksaniyê sosyalîzm pêk nayê. Alternatîfa polîtîk a gelan ne tenê demokratîk e, her weha civaka demokratîk û azadiya cinsiyetê ye.

Têkoşîna azadiyê ya jinê divê bi awayekî berçav ji avakirina partiya xwe heta tevgera jinê ya girseyî, hemû rêxistinên xwe yên civakî di nav hemû avahiyên siyasî û demokratîk de xebatên xwe bimeşîne. Jin çendîn xwe ji destê serweriya mêr û civaka wî xilas bike û bi însiyatîfa xwe ya serbixwe tevbigere, ew çend wê bibe kesayeteke azad û bibe xwediyê nasnameyê. Sergirtineke pir zû koletiyeke herî zalimane ye. Hîç sernegirtin - aqilê xwe - helwesteke bi şeref e. Em ji çarşefê bigirin heta dolbendê û pornoyê kiryarên bi destê mêr li ser jinê têne ferzkirin, xirabiyek ew çend rezîl e, li ti netew û çînê nehatine kirin. Ji lewra destekdayîna ji bo hêrsa jinê, têgihîştina azadiya wê û tevgera wê, nirxeke mezin a hevaltî û mirovatiyê ye. Rojhilata Navîn bi kulta xwedawendiyê ya herî mezin û di heman demê de bi koletiya herî kûr a jinê, herêmeke ji aliyê şaristaniyê ve tê naskirin. Divê sêyemîn şikestina mezin a cinsî bike û li gorî jinê meşekê bide destpêkirin ku hêjayî dîroka wê be. Ketina mezin bi rabûna mezin dibe. Eger em li ser vî hîmî wek bawermendên dînê xwedawendeke nû rabin, emê karibin xwe bigihînin dayiktiya pîroz û jintiya evînê.

Di civaka alternatîf a Rojhilata Navîn de wê aborî, çîn û sosyalîteyê çawa bibe, ez bi xwe van pirsan pir watedar nabînim. Mijarên hewce ew in ku me analîzên wan kirin. Ne ku naskirina bêkarî-bikarî û gundîtiyê şoreşgertî ye, berovajî nasnekirin şoreşgertî ye. Eger mirov van çînan wek ebdên axa û patronan bifikire, wê me hînê nêzî rastiyê bike. Azadî, çendîn karker û gundî di warê aborî de nebe jî di warê zêhnî û polîtîka demokratîk de pêş de bibe, wê pêk were. Mirov ji neçarî dibin karker û gundî. Eger azadî li dawî hîştina îcbariyetê ye, wê wextê tê karkertî û gundîtiyê li dawiyê bihêlî. Eger têkoşîna rastîn a çînî bi vê zêhniyet û şêwazê demokratîk were meşandin, wê wextê wek yeksaniyê sosyalîzmê pêk were û maneya xwe bibîne. Bêkartî berhemekî bêdemokratîkbûyînê ye. Civakek bizanibe demokratîk be, rê nade civakeke bêkar. Eger li cihekî bêkartî zêde be, wê wextê li wir ew çend bêdemokratîkbûyîn heye. Hebûna bêkartiyê bi giştî illet û nexweşiyeke şaristaniya çînî ye. Kom û mirovên bizanibin li dijî wê derbikevin ti car bê kar namînin. Eger ti kar jî neyê dîtin, weke karekî mezin, karê demokrasiyê heye, wê wextê karê herî mezin ji her kesî-ê re heye. Bibe demokratekî-e baş, bibe şervanekî-e azadiyê; tê bibînî, tê di temenê xwe de saetekê jî aware nebî, tê bê kar nemînî. Kom û gelên şerê demokrasiyê nedin, wê her tim aware, rêncber û bê kar bimînin. Eger rastî ev be, wê wextê em çendîn civakê û ferd perwerde bikin, bi rêxistin bikin û bixin nav têkoşîna demokrasiyê, emê ew çend di têkoşîna li dijî bêkartî, awaretî, serxweştî û tembeltiyê de bi ser bikevin.

Gelên Rojhilata Navîn heta ji bo demokrasiyê ranebin ser piyan, wê nikaribin xwe ji mîskîntiya sedsalan, tembeltî û bêkartiyê xilas bikin. Civakên bizanibin demokratîk bibin, wê bizanibin li welat, her cure çavkanî û dewlemendiyê, li ked û çanda xwe xwedî derkevin wê wextê tenê keda mirov a bi xêrûber dimîne. Ez dubare destnîşan dikim; tiralî û bêkartî ji bêdemokratîkbûyînê û ji hînbûna koletiyê ye. Eger tê xwestin dewlet, patron - her du jî çavkaniya bingehîn a bêkartî û her cure rezaletê ne - ji holê rabin, ev bi lavakirinê nabe, divê tu rêxistinên demokratîk û çalakiyan ferz bikî û bigihîjî encamê. Têkoşîneke rastîn a aborî ev çend bi çalakiyên demokratîk ve girêdayî ne. Rêyên din, lîstikek a sendîkatiya zer û ajantiya patron e; bi tawîzên erzan tevahiya temenê xwe wek gundî û karkarekî kole razî dibe. Civak û welatên zanîbûn bibin demokrat di dîrokê de - Atîna - û di roja me ya îro de - Swêd û Îngilîstan - her tim bûn civakên dewlemend û serketî.

Dîroka Rojhilata Navîn di heman demê de dîroka mirina ekolojiyê ye. Ji ber ku şaristaniya civaka çînî ji xwezayê re xerîb ket, texrîbata mayînde ya hawîrdorê roj bi roj, meh bi meh, sal bi sal, sedsal bi sedsal, hezarsal bi hezarsal pêş ket. Hema hema hemû erd û daristanên wê wergeriyan çolê. Ew daristan û erd bûn ku ji bo mirovatiyê cihoka sereke ya avdanê bûn. Bi heywan û nebatên li ser axa xwe ji bo şaristaniyê rêyên bingehîn vekirin. Wexta mirov ebdîtî li ser mirov ferz kir, bivirê xwe yê bêrehm li xwezayê bilind kir. Qadên tefkîr û xeyala cennetê li cem mirovan hişyarkiribû wergerandin çolan. Wexta daristan neman dest avêt nebatan, wexta nebat jî neman, heywan û mirov jî neman. Birçî ma, tî ma, nema. Di encamê de erdên herî dewlemend xizan bûn û kir ku bibin erdên mirov ji ser koç bike. Erdên ku demekê ji çar aliyê cîhanê mirovan xwe lê digirt û dihatin, bûn erdên qelaç û çolter ên mirov jê birevin. Dîroka ekolojiyê jî mîna dîroka jinê nehatiye nivîsandin. Ji bo jina azad çawa hewce ye dîroka jinê bizanibe, divê ji bo civaka ekolojîk dîroka ekolojiyê were zanîn. Civakeke azadiya cinsiyetê û demokrasiyê bixwaze xwe nespêre serwextî û çalakiya hawîrdorê, nabe alternatîfeke rastîn a gelan.

Tevgereke azadiya cinsiyetê û demokrasiyê bixwaze, divê herî kêm li dijî tinekirina daristanan û erozyonê be, ji nû ve daran deyne û erozyonê rawestîne, naxwe wê ti cudahiya wê ji dunya tehekumkar a mêran nebe. Tevgera ekolojîk di avakirina civaka nû de ku em plan dikin, yek ji wan hîman e ku dest jê nabe. Ekolojî tenê ekonomî nîne. Zêhniyetek e, vegera li zêhniyeta xwezaya pîroz û zindî ye, ku hatiye wendakirin. Eger li cem me, têgihîştineke xwezayê ya bi me re dipeyive û me diafirîne nebe, têgihîştina xwezayek mîna axa reş, mirî û ji pîrozbûnê dûr, wê jiyaneke ji qîmetê ketî pêşkêşî me bike. Têgihîştina li hawîrdorê tenê av û hewa qirêj jî nîne. Divê mirov bi tevahî bi xwezayê re be, ji xwezayeke parsêl bi parsêl divê veger bi aliyê xwezayeke yekpare be. Bi vê jî mirov xwe digihîne civaka sosyalîst û demokratîk. Ev çend di zikhev de ne. Ev rêz û hurmet e, ji bo xeleka tekamul û berdidandinê ya ku mirov diafirîne.

Civaka xweza ya civaka komîn a seretayî xweber pêk anî, em dikarin bi saya zanist û teknolojiyê di roja me ya îro de hînê bi zanebûn biafirînin. Li hemberî pirsgirêkên xwîngîr ên Rojhilata Navîn belkî pirsgirêkên ekolojîk wek fantazî xuya bikin. Lê divê ji bîr neyê kirin, ev pirsgirêkên bêkartî, birçîtî û xwîngîr bi îxaneta li ekolojiyê gihîşt vê astê. Çawa bêyî hekîmtiyê em nikarin behsa dermankirineke têkûz bikin, bêyî ekolojiyê jî em nikarin behsa civakeke bi sihet û tendurustiyê bikin. Ji lewra civaka azadiya cinsiyet û demokrasiyê dixwaze, nayê avakirin.

Civakên Rojhilata Navîn tevî gelên xwe hatine serê rê sekinîne. Meyla împaratoriyê û hêza hegemon DYE ji çareseriyê dûr e. Li dijî wê jî helwestên Wiyetnameke nû jî ji rastiyê dûr in. Tirkiyeke nû ya mîna salên 1920'î jî nabe. Di serî de hêzeke mêzînê mîna Sowyetê nîne, ya girîngtir ji ber ku emperyalîzm wek berê nîne, rizgarîxwaziyek wek Wiyetnamê, rizgarîxwaziyeke netewî ya Tirkiyê mîna berê nabe. Her dema dîrokî şert û hedefên wê, ango şerê wê yê rêxistinkirî cuda ne. Di roja me ya îro de helwesta herî manîdar li dijî DYE û şirîkên wê ew e ku hemû hêzên azadîxwaz ên civakê û gelan, bi bernameyeke azadîxwaz, ekolojîk, demokratîk û tevneke rêxistinê ya berfireh a karibe bi cih were anîn, bêne amadekirin. Belkî şerê herî kêm xwînrij, lê şerê herî bi zanebûn û encamgîr welê tê kirin.

Eger hewce bike, em dikarin bi prensîb li hev bikin, eger nebe, divê em demokratîkbûyîna xwe bi hêzên xwe yên parastinê li gund, bajar, çiya û çolan pêk bînin. Gelên xwe demokratîk nekin şensê wan ê serketinê nîne. Kengî gel bi awayekî giştî bi kongreya temsîla wan dike, bi her cure rêxistinên civakî yên sivîl, kooperatîf û komên xebatê yên komîn bikevin nav tevgerê, wê bibînin ti doza civakî nîne tê de bi ser nekevin. Di dema nû ya dîroka Rojhilata Navîn de kengî rabûna ser piyan a gelan li ser vî hîmî bû, ne tenê wê zextên mîna yên emperyalîzma berê pûç bikin, wê di heman demê de karibin ji lihevkirinên bi prensîb, aştiyane û demokratîk re pêşengiyê bikin. Rabûna ser piyan a li gorî dîroka şaristaniya xwe bi vî awayî dikarin pêk bînin.

Eger were pirsîn, ka rola şoreşgeran li ku ma, beriya her tiştî rastiyên ilmê civakî yê me sînorên wê destnîşankir divê zanibin xwe bigihîninê. Bêyî ilmê civakî şoreşgertî yan jî veguherîna civakî, dikare bêyî hay jê hebe tevlî kuştin û xiyanetan bibe. Ji bo vê jî rêyek bi tenê heye, ew jî divê em ilmê xwe yê civakî ji destê hêzên îqtîdar-zanînê xilas bikin û ji nû ve pêk bînin; yanî divê em dibistanên xwe yên ilmê civakî û akademiyan ava bikin. Divê em zêhniyeta xwe ya li ser hîmê ilmê civakî bikin pişta polîtîkaya xwe. Belkî jî ji hemûyan girîngtir, divê em exlaqê civakî serwer û ferz bikin. Di polîtîka exlaqî de ya rast ew e ku mirov bi bawerî, sebir û îdîa heta dawiya rêya xêzkirî biçe. Divê mirov jê venegere, îxanet neke û ji bo van hemûyan bahane nebîne. Exlaq ew e ku zanista bi zêhniyeta me hatiye stran divê bi cîhana me re kêlî bi kêlî li hev bike. Jiyanek timî bi serwextî û têgihîştin be. Eger wisa be, wexta polîtîkbûyîn, zanist û exlaq dest bidin hevdu, bi giştî mirovatî û bi taybetî jî parçeyekî wê yê jê nabe gelên me yên herêmê di xizmeta wan de emê bibînin dozek me ya civakî ya nayê çareserkirin nîne. Exlaqê me yê wek wijdanê civak û dîrokê, ji her demê zêdetir ji me meşandina polîtîkayê bi zanîn dixwaze û pê re guhertin û veguherîna civakî ya arzû û hêvî tê kirin ji bo bi cih were anîn ferman dike.

Bi kurtî li Rojhilata Navîn di ketina serdema şaristaniya demokratîk a gelan de sê alternatîfên sereke hene.

Yekemîn, statukoya heyî - nîzama rûniştî - wek heye dewam bike. Nîzama xwe spartibû mêzînên sîstemên sedsala 20. û hebûna xwe dewam dikir gihîşt dawiya rê. Piştî ku sosyalîzma reel ji hev de ket krîza aktuel hînê bi lez bû û rê vekir ku li dunyayê yekserî çêbibe û niha hewl tê dayîn ku ev rewş bi împaratoriya kaosê ya di bin hegemonya DYE de li dawiyê were hîştin. Sêyemîn pêngava mezin a globalîzmê li vê demê rast tê. Bi şoreşa zanist û teknolojîk, hilberîna li derveyî xwestekê ya wek gidîş û lodan mezin dibe li astengiya girseyên xizan dialiqe. Globalîzm heta vê nakokiyê çareser neke wê nikaribe bigihîje armanca xwe. Netew-dewleta statukoparêz wek astengiya bingehîn tê dîtin. Ev avahiyên statukoparêz wê li ser hîmê ferdiyet, lîberaltî û demokratîkbûyînê li dawiyê werin hîştin û ji nû ve werin avakirin.

Ev pêşketin û bûyer ji bo girseyên gelan hem aliyê xwe yê erênî û hem jî neyênî heye, dikare wek hêmanekî objektîf hişyarkirina demokratîk û tevgerê bi lez bike. Ji lewra hem hêza sîstema hegemonîk, hem jî di binî re hişyarbûna gelan û tevgera wan a zêde dibe, her ku biçe dikare statukoyê bike ku nikaribe dewam bike. Statuko hewl dide çareser nekirinê bike şêwazekî jiyanê. Wexta tengav dibe rûyê xwe makyaj dike û ji bo temenê xwe dirêj bike car caran serî li provakasyonan dide. Lê ev statuko êdî her ku diçe îzole dibe. Mîna berê desteka sîstemên DYE û Rûsyayê jî nabîne, ji lewra hêrs dibe û mîna di cihê xwe de patînaj bike, demê dikuje.

Gengaz nîne ku êdî demagojiyên berê yên sexte yên çepgirtî û rastgirtiyê bi kar bîne û bigihîje encamê. Wê mîna berê kontrola civak û dewletê, ne bi faşîzm û ne jî bi totalîtarîzmê destekê bibîne. Netew-dewleta statukoparêz her roja biçe wê desteka gelan wenda bike û ji hev de bikeve. Tebeqa jor jî wê bi hêza nû ya hegemonîk re bigihîjin hevdu, girseyên gel ên li jêr jî wê bi lêgerînên xwe yên nîzama demokratîk vê alternatîfa îcbarî li der ve bihêlin. Li Rojhilata Navîn ev pêvajo rojane diqewime û her çend pirsgirêkên giran dibin, çareser neke jî mumkîn e wan ji rewşa astengbûnê derbixîne. Nemaze di serî de Misr hemû dewletên Ereb, Pakîstan, Tirkiye û Îran di navbera statuko û guhertinê de şaşomaşo radiwestin. Nikarin ji bo pêvajoya li pêş xwe biryareke têkûz bidin. Lê îhtîmaleke mezin e, ji jor ve bi Projeya Rojhilata Navîn a Mezin a DYE û ji jêr ve jî bi projeya civaka ekolojîk, demokratîk û azadîxwaziya cinsiyetê ya gelan, bikevin pêvajoya guherînê.

Alternatîfa duyemîn, nîzama demokratîk a têkel e. Zêdetir aliyê wê yê pratîk li pêş e, û bi sînor e. Ew serdem derbas bû, êdî emperyalîzm mîna berê bi îradeya xwe tenê nîzaman danamezrîne. Îhtimaleke qels û zehmet e, ku hêza nû ya hegemonîk DYE jî bi îradeya xwe tenê nîzamê deyne û bimeşîne. Tevî vê yekê, hin komên netewan ku di serdema nêz de nîzamên netew-dewlet ava kirin jî ji qabîliyeta çareseriyê dûr in, berovajî di hundur û der ve de bi xwe bûne çavkaniya pirsgirêkan. Di dema mêzîna navbera sîsteman de helwestên tam ên serbixwe her ku diçe zehmet dibin.

Serdem hewceyî hevdu dike. Ev hewcebûn yekalî nîne, beramber e. Sêyemîn pêngava mezin a globalîzmê jî vê pêvajoyê bi lez dike. Dema navnetewî şûna xwe ji sermaya navşîrketan re dihêle. Ji aliyê din ve, çandên herêmî pir geş dibin. Herêmtî dibe nirxa herî mezin. Em dikarin demê di bin van hêmanan de wek serdema herêmtî û globaltiyê bi nav bikin. Li gorî vê rastiyê sîstema siyasî jî wê ne demokrasiyên berê yên bûrjûwa yên netewî û faşîzm, ne jî sosyalîzma reel a netewan û totalîtarîzma rizgariyên netewî be. Gengaze her du nîzam di zikhev de bi demokrasiyên têkel ên baş pêk werin. Îttîfaqên demokratîk ên komên civakî yên di asta herîmî û netewî de wê bibin rêbazek li cih. Di şûna rêveberiyên dewletê û partiyên berê yên çepgir û rastgir de wê pir partî û rêveberiyên demokratîk ên bi tesîr cih bigirin. Bi vî awayî, komek qabîliyeta wê ya temsîlê zêdetir dikare ji nêz ve bi sîstema global re têkiliyê deyne, pirtir hîn dibe û berhemê zêde, tê mijîn.

Ev pêvajoya li gelemperiya cîhanê diqewime, ji bo Rojhilata Navîn zêdetir îhtimalek e. Ji ber ku hewce ye statukoyên kevin li dawiyê werin hîştin ev alternatîf aktuel dibe. Projeya Rojhilata Navîn a Mezin jî ji vê pêdiviya girîng e. Ji ber ku gelên Rojhilata Navîn di wê têgihîştinê de nînin ku karibin demokasiya xwe pêş de bibin, bi rêxistin bikin û ji ber îradeya wan a parçebûyî û rewşa wan a nû hişyar bûne zehmet dike ku karibin alternatîfeke demokratîk xurt bikin. Ji lewra ji bo paşerojê utopya dihêlin. Tevî vê yekê, divê ji bo lihevkirineke bi prensîb demokrasiya xwe ya navxweyî baş û bi qabîleyet wek wezîfeyek dereng nayê xistin û dest jê nabe, pêş bixînin. Taybetiyên afirîner û azad ên neqeba kaosê girîngiya serdema borînê zêde dike û keysê dide gelan bi demokrasiyên têkel karibin bigihîjin rola sereke.

Alternatîfa me ya sêyemîn jî zêdetir ji bo paşerojê, wek utopyayeke gelan civaka demokratîk û ekeolojîk e: Pêştir cih dide exlaq û azadiya cinsiyetê, lê navend dewlet nîne. Ji ber ku aliyê wê yê utopyayê giran e, nayê wê maneyê, wê di roja me ya îro de ti car pêk neyê. Berovajî ji bo bi cihanîna vê dozê divê her dem û li her deverê wek wezîfeyeke rojane gav bi dilnizmî bêne avêtin. Dibe ku li gorî dem û cih ev xebat kêmtir û zêdetir bibe. Eger gel û komên curbecur ên azad demokrasiya xwe ya navxweyî pêş de bibin, azadiya cinsiyetê ya civakê pêk bînin, bersiva pêdiviyên civaka ekolojîk bidin û hînê jiyanê bibin, her roja derbas bibe wê me nêzî vê civakê û demokrasiyê bikin. Komên gel ên hîn bûne xwe bispêrin dewletê û rêve bibin, wê ti cara negihîjin azadî û wekheviya li bendê ne. Xwestina sosyalîzm û demokrasiya ji dewletê, di rastiyê de înkara demokrasî û sosyalîzmê ye. Di dîrokê de bi sedan carî ev rêbaz hatiye ceribandin û her tim di dawiyê de hêzên tehekumker û îstîsmarker xurt kirine. Li gorî demokrasiya bi ser dewletê ve nîne, divê komên gel parastina xwe bi xwe bikin. Milîsên parastina gel divê li her cihê hewce dike - li gund, bajar, çiya, çol - di serî de demokrasiya gel, divê bizanibin hemû nirxên wî ji zordestan, desteserkeran û dizekan biparêzin.

Mirov dikare aboriyek bi awayekî komîn, kooperatîf û komên din ên xebatê yên rê nadin metabûyînê, zirarê nedin tendurustiya gel û hawîrdorê pêş de bibe. Bêkartî ku ji aliyê nîzamên kedxwar ve tê afirandin, di civaka ekolojîk û demokratîk a gel de nabe pirsgirêk. Di vê civakê de li şûna huqûq exlaq rola serdest dilîze; bi perwerdeyeke afirîner daxwaza ji bo jiyênê li pêş e; di nav xwe de şer nas nake; têkiliyên bi dostayî, heval û hogirtiyê serdest in. Ev civaka bi wekhevî û yeksaniyê barkirî rêya herî raste dibe Sosyalîzmê. Eger nîzama etnîk a nêzî wekheviyê û civaka komîn a gelên Rojhilata Navîn demeke dirêj jiyîn bi derfetên zanist û teknolojiya îro re bigihîjin hevdu, jiyana bi civaka ekolojîk a azadiya cinsiyetê dixwaze û xwedî demokrasiyeke pêşketî wê bibe nirxeke herî bi şeref û wê watedar bibe.

BEŞA ÇAREMÎN
Di kaosa Rojhilata Navîn de rastiya Kurd û pirsgirêka Kurd

Destpêk

Nêzîkbûneke rast ji bo rastiya Kurd ji her demê zêdetir girîng bûye. Kaosa li Iraqê ji ber pirsgirêka Kurd e. Wek xala sereke ya rojeva cîhanê tê guftûgokirin ku wê ev kaosê çawa li dawiyê were hîştin. Di vî warî de texmîneke xurt jî nayê kirin. Hêza çareseriyê ya şaristaniya Rojava têrê nake. Careke din hewl tê dayîn mîna piştî şerên cîhanê bi projeyên mezin ên navnetewî çareserî were dîtin. Li herêmê diltepînî û qirqilandineke mezin heye. Ji rejîmên heyî, ti ji xwe piştrast nînin. Siberojê çi bi xwe re bîne diyar nîne. Ji aliyê din ve, rastiya jê re "teror" tê gotin, berovajî îdîayan zêde dibe. Terora rastîn jî çiye nayê gotin. Di nav kaosa bi mij û moran de bûyerên bêyom li naverastê digerin. Tevî hemû tiştî çav li hêviya şeveqa azadiyê ne.

Demeke nû dest pê dike ku tê de êdî Kurd wek berê nayên rêvebirin. Eger Kurd bixwazin jî wê nikaribin jiyana xwe ya kevin a bi lanet bi serdemê re dewam bikin. Tesîrên her roj ên ji der ve û hundur wê çareseriya di rastiya Kurd de bi lez bikin. Alî û awayê çareseriyê wê tempo û taybetiya hêzên li pratîkê destwerdin diyar bike. Mîna rola Îsraîlê di himbêza Ereban de lîst, fena ku Kurdê jî li gelemperiya Rojhilata Navîn bilîzin. Li Iraqê bi ferzkirina dewleteke federal a Kurd, wê li herêmê modela netew-dewlet a hişk navendî bihelîne. Li derveyî îradeya wan, dibe ku li gorî dîroka Rojhilata Navîn bi giştî meyleke federasyonbûyînê bi lez bikin. Ev pêvajo, gelo wê li ser hîmê şerê du netewparêzan an jî bi lihevkirinên demokratîk bigihîje çareseriyê? Ev du pirsên girîng bi hemû tezebûna xwe ketine rojevê.

Piştî sala 1990î ku DYE bi tena serê xwe li cîhanê bû hêza yek qutbî li Rojhilata Navîn yekem car bi awayekî mezin dest pê kir xwe ceriband. Projeya Rojhilata Navîn a Mezin her roj dixe lêpirsînê. Cihê Kurdan di nav projeyê de yek ji mijarên girîng e. Dibe ku têkiliyên Kurdan, DYE û Îsraîlê hînê zêdetir stratejîk bibin. Divê bandorên vê yekê li ser herêmê baş werin fêmkirin. Hêja ye ku mirov guftûgo bike, ka gelo, li herêmê ji bo Kurdan demeke tijî îxanet dest pê dike, yan jî li herêmê wê bibin stêrkeke bilind dibin. Têkiliyên Kurdan ên navxweyî, bi dewlet û cîranên wan re yekem car stratejiyên herêmî pir kûr eleqeder dike. Em ketine pêvajoyekê têra xwe li ser têkiliyên Kurd-Ereb, Kurd-Îran, Kurd-Tirk serî tê êşandin.

Li aliyê din, gelo partî û tevgerên Kurd ên berpirsiyar ji bo rastiya Kurd têra jinûve avakirinê, çalakî û fikrê dikin; gelo helwestên netewparêz ên paşverû, sosyalîzma reel û lîberal dikarin bersivê bidin roja me ya îro; gelo çawa dikarin xwe ji aliyê îdeolojîk ve nû bikin û hêza zêhnî bi dest bixin? Pêşengiya Kurdistana Iraqê wexta gavên hemû Kurdan û heta hemû gelên herêmê, dewletên wê eleqeder dike diavêje têra xwe bi berpirsiyarî tevdigere? Gelo, dikare karektera xwe ya ferdî îstîsmarker û berjewendîxwaziya teng a kevneşopiyê li dawî bihêle? Ji bo rê li ber felaketeke nû venekin kî û çawa dikare kîjan tedbîran bigire? Bêguman ev pirs hînê jî girîngiya xwe diparêzin. Pirsgirêk û rêyên çareseriyê yên li her parçeyê Kurdistanê ji nû ve dikevin rojevê û divê çareseriya qabîliyeta wê ya bi cih anînê hebe were hilberandin. Ji bo êşên hewce nakin zêde nebin, xebatên bi tesîr ên demokratîk ên girseyî girîng dibin. Ji her demê zêdetir girîng e ku bi uslûbeke nû ya polîtîk îhtimalên çareseriyê bêne nirxandin. Divê ev şêwazên çareseriyê gefan li sînoran nekin. Li her parçeyê Kurdistanê lêgerînên çareseriyê yên paşve nayên xistin di rojevê de ne.

Di van sî salên dawiyê de wek hêza pêşeng PKK serhatiyên wê girîngiya xwe diparêzin. Pirsgirêkên çepgiriya dunyayê di salên 1968 û 1990'î de jiya, tîna xwe da PKKê. Xeta partiyê ya di navbera sosyalîzma reel û rizgariya netewî de ji ber zextên giran ên ji der ve û ji ber kêmasiyên mezin ên hundurîn yekcar nekarî potansiyela xeta xwe nîşan bide û bi rêxistin bike. Bi pratîkeke nîv-gerîllatî û nîv-serhildêrtî rê li ber wendahiyên bê mane vekir. Her ku çû pratîkên komên asî, çetewarî û aware nirxên bi hewldanên mezin hatibûn afirandin qedandin û tasfiyeyeke fiîlî ferz kirin. Tevî hemû hewldanan, piştî sala 1995 PKK ji cewherê xwe yê rastîn veqetiyabû. Ezmûnên KADEK û KONGRA-GEL ji aliyê guhertinên teorîk, stratejîk û taktîk ve dihat maneya jinûve avakirinê. Avahiya kadroyên kevin ji bin vê yekê nekarî rabe. Keslandiya di cewherê xwe de bi parçebûnên berçav bi der da. Bi navê xwedîderketina li mîrateya erênî Jinûve Avakirina PKK'ê wek gaveke li dijî tasfiyekariya çepgir û rastgir hat fikirîn. Di demekê de ku Kurdistan ji her alî ve dikeve pêvajoyeke nû, hewce ye hemû bûyer berfireh werin analîzkirin, pêdiviya bi rexne-rexne lixwegirtinê û hewceyî ji nû ve bi destnîşankirina erk û wezîfeyan heye.

A- Di civaka Kurd de hin xusûsiyetên cihêwaz

1- Têgînên Kurd, Kurdistanê û ji bo dîroka wê pêşnûmeyeke kurt

Em xwexta Kurdan û komên din ên hindikayiyan wek civak û Kurdistanê wek welat bi nav dikin, pê re hin zehmetî derdikevin holê. Li cografya Rojhilata Navîn têgîna welat bi gelek awayên curbecur tê kirin. Eger em ji serdema navîn dest pê bikin, tarîfên welat ên li ser hîmê dînî zêdetir in; wek Diyarê Îslam, Diyarê Kuffar. Li gorî qewm û etnîsîteyê jî cihêbûn hatine kirin, lê sînorên wê zêde zelal nînin. Dema sînorên komeke etnîk û qewm were pirsîn, bersivên bêne dayîn zelal nînin. Bi giştî cihûwarên mayînê yên eşîr û qewman têne diyarkirin. Li gorî pêkhatineke siyasî nînin. Pêkhatinên siyasî zêdetir bingehê wan bajar in. Ji lewra cografya wan a lê bi bandor jî bajar e. Cihûwarên eşîran jî zivistan havîn diguherin. Sînorên mulk ên xanedaniyên xurt jî ji maneyeke siyasî dûr in. Lê bi giştî sînorên Ereb, Tirk, Kurd, Fars û qewmên hînê di asta jêr de li gorî çand û zimanên dipeyivin, têne destnîşankirin.

Di bingehê têgîna Kurdistanê de peyva 'Kur' radizê û ev peyv bi koka xwe Sumerî ye. Di zimanê Sumerî de Kur tê maneya çiya yan jî koh. Daçeka 'tî' jî aîdiyetê îfade dike. Bi vî awayî gotina Kurtî tê maneya qewmê çiyayî. Em BZ dikarin heta 3000 salan paş ve biçin. Em li wir dibînin hinek navên din jî hatine bi karanîn. BZ di salên 1000 de cîranên wan ên başûr Lûwiyan ji herêma Kurdistanê re bi maneya 'welatê gundan' peyva Gondwana bi kar anîne. Gond di zimanê Kurdî de hînê jî wek gund tê bi kar anîn. Di dema serdestiya Asûriyan de peyva Naîrî bi maneya xelkê çem dihat xebitandin û heta em dizanin di navbera Dîcle-Zê de Federasyona Naîrî hatiye avakirin. Ji beşê wê yê berfireh re peyva welatê Med, Madaîn, Maden hatiye bi karanîn. Di demên serdestiya Asûran de BZ di navbera salên 1300-1600 de em dibînin ev peyv û nav bi awayekî berfireh hatine bi karanîn. Em peyva Ûrartû jî dikarin bi heman analîzê bibêjin çavkaniya wê Sumerî ye. Ûr bi maneya girikê bilind e. Mirov dikare bibêje ku Ûrartû tê maneya cihê bilind, welatê bilind û welatê zozanan. Ji ber ku Sumer li Mezopotamya Jêr diman timî navên bilindahiyê îfade bikin li zozanê Kurdistanê kirine. Peyva Hûrî jî bi îhtimaleke mezin ji heman çavkaniyê tê. Tê maneya xelkê welatê bilind. Yanî dîsa bi maneya qewmê çiyê ye. Komagenes bi koka xwe bi navkirineke Helenî ye. Qraliyeta Komagene BZ li derdora 250 û PZ sala 100 li Semsûra îro jiyaye. Peyva 'kom' hînê jî ji bo komên nîv-koçer û cihûwarê wan bi maneya zom tê bi karanîn. Peyva 'gene' jî bi maneya nijad, qebîle û eşîretê tê. Komagene tê maneya diyarê eşîrên nîv-koçer.

Di serdema navîn de, di dema serdestiya sultanên Ereb de peyva 'Beled el-Ekrad' bi maneya herêma Kurdan tê bi karanîn. Sultanên Selçûkiyan ku bi Farisî dipeyivîn, bi maneya îro ji bo diyarê Kurdan, peyva Kurdistanê bi awayekî fermî yekem car wek xwediyê dewletê bi kar anîn. Pişt re sultanên Osmaniyan, nemaze bi dema sultan Yawûz Selîm re peyva hukûmetên Kurdistanê û eyaletên Kurdistanê pir tê bi karanîn. Bi Qanûnnameya Eraziyan a di sala 1848 û 1867 de eyaletên Kurdistanê fermî têne avakirin. Di demên Meşrûtiyetê de mebûstiyên Kurdistanê têne tesîskirin. Mistefa Kemal di salên 1920 de gelek beyan û talîmatên naveroka wan Kurd û Kurdistan, dane. Polîtîka înkarê, bi awayekî fermî zêdetir piştî tepisandina serhildanan bi polîtîkayên asîmîlasyonê pêş ketiye. Bi maneya welatê Kurd û Kurdan Kurdistan, belkî jî wek welat û xelkê herî kevin ê dîrokê xwedî cihekî cihêwaze ji bo navê wê were hildan. Lê em wexta ber bi roja me ya îro ve tên, ji maneya siyasî wêdetir bi maneya jeoçand tê bi karanîn. Bi biryardana ji bo damezrandina dewleta federe ya Kurdistana Iraqê, êdî peyva Kurdistanê wê bi maneya siyasî jî pirî caran derkeve pêşiya me. Ya girîngtir, bi bûyerên siyasî yên PKK'ê rê li ber wan vekir, Kurdistan ji peyvekê wêdetir wek têgîneke siyasî û civakî di qada navnetewî û herêmî de bi awayekî berfireh hatiye naskirin.

Kurdistan bi awayekî stratejîk qadeke 450 hezar kîlometirkare di navbera Fars, Azerî, Ereb û Tirkên Anatoliyayê de zevt dike. Li Rojhilata Navîn cografyayeke bi daristan, bi çiya, bi deştên xêrûber, çem û çavkaniyên avê ye. Ji bo heywan xwedîkirinê mêrg û çîmenên wê pir in. Erd û zeviyên wê ji bo her cure mêwe, pel, pincar û zad li cih in. Di dîrokê de şoreşa herî mezin a neolîtîk şoreşa cotkariyê (BZ 11.000-4.000) li navenda vê cografyayê pêk hatiye. Çavkanî û rêbuhurka şaristaniyan e. Ev rewşa wê ya stratejîk, derfet daye ku Kurd xwe weke qewm biparêzin, lê di warê şaristaniyê de - bi sedema rêbuhurbûn û dagirkeriyê - bûye sedem paş ve bimîne.

Ravekirin û tarîfa civaka Kurd hînê hêsantir e. Gelê Kurd û heywan xwedîkirin, cotkarî û çiya heman tişt in. Bajarîtî weke têgîn ji Kurdan dûr e, belkî jî gundîtî di dîrokê de rastiyeke civakî ye ku pêşiyên Kurdan pêk anîne. Kurd çendîn gundî û koçer bin, ew çend jî ji bajartiyê dûr in. Komagene pir baş rave dike ku nîv-gundîtî û nîv-koçertî nîzama tevgerê û cihûwarê hezar salan ê Kurdan e. Bajarên wan jî zêdetir dagirkeran ava û tijî kirine. Lê ev nayê wê maneyê ku Kurdan bajar ava nekirine û nebûne xwediyên şaristaniyê. Di serî de dewletên Ûrartû, Med û Mîtanî, tê zanîn ku bûne xwediyê gelek bajar û şaristaniyan. Di serdema navîn de têra xwe bajar û hukûmetên eyaletan ava kirine. Lê ji ber ku dewlet û hukûmetên ku ava kirine, temen dirêj nebûne, bajar zêdetir bûne biryargehên hêzên dagirker û ji civakên hawîrdorê pêk hatine. Di serdemên seretayî de Sumer, Asûr, Aramî, Pers û Helen bandora mora xwe li ser berhemên çandî û nivîskî dixînin. Lê di serdema navîn de ziman û çanda Farisî û Erebî şopên xwe hîştine. Gelek rewşenbîr, dewletdar û fermandarî bi vî ziman û çanda cîran rol lîstine. Tevî ku çand û zimanê Kurdî hîm û kokek wê ya kevnare heye jî bi sedema pir hindik bûye zimanê nivîsê û nebûye zimanê dewletê, nekariye belge li dawiya xwe bihêle û pêş bikeve. Dîsa jî çanda Kurdî bi rêyên cuda, bi hebûna xwe ya etnîk a dijî û berhemên dîrokî heta roja me ya îro tê.

Çand û zimanê Kurdî, bi îhtimaleke xurt ku - gelek arkeolog vê dîtinê parve dikin - , wek çand û zimanê yekemîn şoreşa neolîtîkê li qûntara çiyayên Zagros-Torosê daye destpêkirin, bi demê re bingehê hemû çand û zimanên koka wan Hînd-Ewrûpiye, pêk aniye. Tê texmînkirin ku BZ ji salên 9000'î pê ve ne bi fizîkî, lê bi awayekî çandî li cografya Hînd-Ewrûpayê belav bûye. Em pêkhatina wê bi xwe jî dikarin BZ 15.000-10.000 bibin. Bi îhtimaleke mezin, bi derketina ji çaremîn serdema qeşayî (BZ 20.000-15.000) wek ziman û çanda herî otoktan -xwecih- pêk hatiye. Etnîsîteya Kurd BZ di salên 6000 de êdî pir cihêwaz dike. Em li ser dika dîrokê yekem car wan bi navê Hûriyan (BZ 3000-2000) dibînin. Sumerî li ser daristan û madenên xwe, nifşên Hûriyan jî bi dewlemendiya xwe ya şaristaniyê bi hezar salan bi têkoşîneke êrîş-parastinê li ber hev dane. Ev diyalektîka dîrokî bi Babîl, Asûr, Hîtît, Îskît, Pers û Helenan re dewam dike. Belkî jî ti qewm û nifşan bi qasî Kurdan di êrîşên beramber ê koçer û bicihbûyan de cih negirtiye. Ji bo şaristaniya Sumeran bigihîje Hîtît, Lûwî, Îon û Persan, rola Hûrî û Medan diyarker e. Ji ber vê rastiyê ye, ku gelên behsa wan tê kirin, nêz dûr ji koma çand û zimanê Hînd-Ewrûpa ne.

Di Dîroka Heredot de pir eşkere tê dîtin ku ziman û çanda bandora xwe li Helenan kiriye çavkaniya wê Medî ne. Helenî BZ heta salên 900-400'î pir zêde di bin tesîra Mediyan de jiyane. Gelek hêmanên çandî yên maddî û manewî di vê serdemê de ji çavkaniyên Ûrartû-Med-Persan wergirtine û bi senteza xwe dewlemend kirine. Tê texmînkirin ku pêşiyên Kurdan Hûrî (BZ 2500-1500) dîsa Mîtaniyên bi koka xwe Hûrî (BZ 1500-1250), Naîrî (BZ 1200-900), Ûrartûyî (BZ 900-600), Medî (BZ 700-550) di van deman de bi konfederasyonê eşîran û qraliyetan jiyane. Civaka Kurd a di vê demê de hiyarerşîk e û derbasî dewletê dibe. Mirov çav didêre ku nîzamekî xurt ê bavikanî danîne. Ji ber ku di serdema neolîtîk a cotkariyê de jin hînê fonksiyonel e, di civaka Kurd de giraniya jinê heye. Îhtimaleke xurt e, jinê ev hêza xwe ya ku demeke dirêj bi kar aniye, bingehê wê şoreşa cotkariyê ye. Hêmanên mêbûnê yên di ziman de û kulta xwedawend Starê belge ne ku vê heqîqetê piştrast dikin.

Zerduştî BZ di salên 700-550 de wek şoreşeke zêhniyeta Kurd pêş ket. Zêhniyeta Zerduşt xwe dispêre cotkariyê; ji heywan pir hez dike, li ser hîmê wekheviya jin û mêr e, wek têgihîştineke exlaqî ya azad e. Ev çandek e, hem bi cihoka Persan diherike Rojhilat, hem jî bi cihoka Helenan diherike şaristaniya Rojava û bandoreke xurt li wan dike. Li ser xeta çanda Rojava-Rojhilat ji hev dibe, bandoreke xurt li ser herduyan jî dike û di şikilgirtina şaristaniyê de herî kêm bi qasî Mûsevîtî û Îseviyetê rola çavkanîbûnê lîstiye. Şaristaniya Persan, ya rastîn şaristaniyeke ku Medan ava kiriye û şaristaniyeke Med-Persan e, tevî nifşên Persan dewam kiriye. Di Dîroka Heredot de ev rastî pir eşkere xuya dike. Ji serî heta dawî etnîka duyemîn e, şirîkê împaratoriyê ye. Di dema Sasaniyan de jî heman rewş dewam dike. Di hemû şaristaniyên Îranê de eger mirov rola Kurdan di rêza duyemîn de bibîne, wê helwesteke realîst be.

Pêşiyên Kurdan di serdema seretayî de nîzama baviktiyê pir xurt dijîn, lê cihêbûyîna çînayetiyê bi heman kûrahiyê nejiyane. Tevî ku hiyarerşiya wan xurt bû, cihêbûna çînan qels bû. Ev yek ji bandora eşîrtiya koçeriyê ya li çiyan e. Komên eşîr-qebîleyan wek komên xizman di nava xwe de keys û firsend nadin pêşketina koletiyê. Jixwe koletî zêdetir berhemeke bajaran e. Di civaka Kurd de hêmanên folklorîk zêdetir destanwarî ne. Ji ber ku destan bi giranî qehremaniyê tînin ziman, bi îhtimaleke mezin ji serdema hiyarerşiyê mane. Kokên awazên di destana Mem û Zîn, Memê Alan û Derwêşê Evdî de heta muzîka Sumeran diçin. Dîsa îhtimaleke mezin e, bi cihoka Sumeran ji nifşên Hûriyan BZ di salên 4000 de digihîje me û afirêneriyek wan e. Nîzama muzîk û lîstikên Kurdan, li Rojhilata Navîn çanda herî zêde gurr û xwedî nirxê hunerî ye. Mirov hebûna dîrokî ya Kurdan herî zêde dikare di muzîk û govendên wan de bibîne. Dîsa mirov bi heman awayî dikare biçavdêriya li sekna jinê, di kinc lixwekirin û şêwazê wê de, di tenikahiya rûniştin û rabûna wê de bibîne. Esaleta nifşên Kurd çavkaniya wan serdema seretayî ye. Xwezaya tund a çiyan, berxwedana li dijî dagirkeriyên domdar û bêrehim, dîrokeke demdirêj di pêkhatina vê esaletê de xwedî roleke bingehîn e.

Em fêm dikin ku di ketina serdema navîn de dema Helenê şop hîştine. BZ di salên 3000'î de Abgara navenda wan Ûrfa, Komageneya navenda xwe Semsûr Samosat û melîkiyeta Palmîra ya li Sûriyê xwediyê heman taybetiyane û di bin tesîrên xurt ên Helenê de ne. Ya rastîn, di dîrokê de yekemîn mînakên herî delal ên senteza Rojhilat-Rojava pêk anîne. Ev şaristaniyên ku heta fetha Romayê dewam kirin - herî dawî ketina Palmîra BZ di 269 de ye - qonaxa herî girîng a pêşketina li herêmê temsîl dikin. Berhemên dîrokî yên li Palmîra, Nemrûd û Ûrfayê ji wê demê mane. Ev şaristanî têkiliyek wan a zêde bi Kurdan re heye. Di wê demê de em dibînin ku du ziman Aramî û Helenî wek hevrikên hevdu derdikevin pêş. Li hemberî van şaristaniyên serdest ên zêdetir bi bazirganiyê re mijûl dibin, Kurd jî zêdetir bi cotkarî û koçertiyê hawîrdora xwe ava dikin. Berhemê vê nîzama heta roja me ya îro dewam dike, hene. Xerîbtiya navendên bajêr û Kurdîtiya gund û koçertiyê mîna dualîteyeke diyalektîkî ne.

PZ di serê sedsala 3. de împaratoriya Sasanî derket holê û di nav wê de jî giraniya Kurdan neguherî. Zerduştî bingehê îdeolojîk bû, xwe spartibûnê. Nûbûna wê ew e, PZ di salên 210-276 de Manî dike peyxember. Ji hemû dînan Manî dixwaze sentezekê biafirîne û pê zêhniyeta bingehîn a împaratoriya Sasanî û Romayê bihûne û pê re aştî û Ronesansekê pêk bîne. Lê li xezeba rahîbên Zerduşt ên muhafezekar diqewime û tê kuştin. Dîsa jî wek xeteke xurt a zêhniyetê heta roja me ya îro şopa xwe hîştiye. Belavbûna Xirîstiyaniyê jî li vê demê rast tê. Nemaze di ser Ûrfa û Nisêbînê re - Nîzîbîs - wek navendên xurt ên Xirîstiyaniyê bandorê li ser Kurdan dike. Hin cih dibin Xirîstiyan, lê hebûna Zerduştiyê li cem Sasaniyan serketineke tam a Xirîstiyaniyê asteng dike.

Em dikarin texmîn bikin ku avahiyên feodalîzmê li cem Kurdan di dema Sasaniyan de (PZ 216-652) pêş ketine. Mirov dikare Manîtiyê wek Îslama zû hatiye, binirxîne. Manî bi xwe Hz. Muhammedê zû hatiye dunyayê ye. Lê bandora şerên dijwar ên di navbera împaratoriya Sasanî û Romayê de - nemaze li ser xeta Amed-Nisêbînê - bi salan dewam dike. Berovajî dema Helenîstîk civak rûyê pêşketina rehetiyê nabîne. Di navbera Xirîstiyantî û Zerduştiyê de hevrikiyek bûye. Nestûrîtî ekoloke Xirîstiyaniyê ye, di bin bandora Sasaniyan de wek hevrikek tevgeriyaye. Xirîstiyantî nasnameya Sûryantiyê werdigire. Bi vî awayî Asûrî di vê demê de têra xwe bi liv û lebat dibin. Nexasim gelek xebatên qîmeta wan ya arşîve heye, kirine. Di belavbûna Îsewiyetê de ji Grekan zêdetir rol lîstine. Gelek pîskopos perwerde kirine û gîhandine. Texmîn tê kirin ku wêjeyeke xurt pêş xistine. Li Ûrfa, Nisêbîn û Sêrtê akademiyên pêşketî ava kirine. Di avakirina navenda zanistê ya Gundî Şahpûr a Sasaniyan de para wan berçav e. Zimanê Aramî wek zimanê hevpar bandora xwe dewam dike. Grekî ber bi Rojava qada Bîzansan ve diçe, Aramî li Rojhilat dibe zimanê serdest ê bazirganî, wêje û dîn.

Em dikarin texmîn bikin ku Kurd di vê demê de (PZ 250-650) kevneşopiyên xwe yên feodal pêş de birine û di vî warî de civakê xwe veguheriye. Pêşketina feodalîzmê cihêbûna di avahiya etnîk de jî nîşan dide. Di civaka Kurd de tayên feodaltiyê her ku diçe xurt dibin. Di serdema pêşketina şaristaniya feodalîzmê de şoreşa Îslamê dikeve rojevê. Ya esas, Îslamiyet têkiliyên tund ên koletiyê û tayên etnîk ên li pêşiya pêşketinê kelem in li ser hîmê bajarbûnê vediguherîne û nîzamekî hînê pêşketî, civaka feodal li ser bingehê şoreşa zêhniyetê û îdeolojîk ava dike. Ya li Ewrûpa, Hînd û Çînê bi tekamuliyet û beridandinê pêk tê, li vir bi rêya şoreşê diqewime. Îslamiyet di şaristaniya Rojhilata Navîn de şoreşa herî mezin e. Hema hema heta sedsala 12. di pêşketina civaka feodal de rola avakirina polîtîk û îdeolojîk dilîze.

Bi hilweşîna Sasaniyan re (PZ 650) Îslamiyet di nava Kurdan de jî bi lez belav dibe û arîstokrasiyeke feodal diafirîne. Hêzên dewletparêz û hîyarerşîk ên Kurd di bin bandora Erebkirineke xurt de vediguherin û di vê demê de dibin yek ji komên herî xurt a siyasî û civakî. Bi Xanedaniya Eyûbiyan a Kurd (PZ 1175-1250) xanedaniya herî xurt a siyasî li Rojhilata Navîn pêk hatiye. Di nava Kurdan de jî têra xwe bi tesîr bûn e. Li aliyê din, sultantiya Selçûkiyan a ji Ebbasiyan PZ di 1055 de împaratorî wergirt, bi Kurdan re jiyaye. Hînê jî mîna li Kerkûkê ev jiyana hevpar bêyî şer derbas bûye. Dewletên feodal ên bi koka xwe Kurd mîna Şeddadî, Kurên Buveyh û Merwanî (PZ 990-1090) pêşketine. Her weha gelek begtî û hukûmetên Kurd hatine avakirin. Kurên Şerefxan ên navenda wan Bedlîs bû, begtiya herî demdirêj ava kirine. Vê begtiyê heta dema sultan Qanûnî Silêman hebûna xwe dewam kiriye. Taybetiyên civaka feodal rê li ber veguherîneke girîng a zêhniyeta civaka Kurd vekirine. Şop û bermahiyên Zerduştiyê ji bilî li cem Zerdeştiyan - Yêzîdiyan - tine bûne. Bi îhtimaleke mezin ev guherîn di pêşketina hevkarên Kurd de xwedî roleke dijşoreşê ye.

Li bajarên dibin misilman, zimanê Erebî bi tesîr e, lê dîsa jî di çand û zimanê Kurdî de paşketin nîne. Yekemîn tomarkerê destanan bi awayekî nivîskî wek Ehmedê Xanî di vê demê de derketine holê. Çanda bi Îslamê nuxumandî, mîna li cem her koma etnîk hatiye dîtin, li cem Kurdan jî pir kûr rehên xwe berdane. Tevî vê yekê li Başûrê Kurdistanê bi eşîrên Ereban re - nemaze bi Şemmeran re heta roja me ya îro - şer timî dewam kiriye. Destana Derwêşê Evdî destana van şeran e. Ev destanek e, şopên xurt ên çanda Kurd nîşan dide û di koka xwe ya Zerdeştiyê de israr dike. Tê texmînkirin ku di sedsala 18. de qewimiye. Di nav Îslamê de Zerdeştîtî mîna çandeke têkoşer û berxwedanê ye. Berxwedaneke resen û esîl a çanda Kurd e, li dijî biyanîbûn û xerîbketinê. Elewîtiya qels û xwe bi Îslamiyetê nuxumandiye û alîgiriya Hz. Elî dike, piştî Zerdeştiyê çanda Kurd a herî têkoşer e, mîna Şîatiya Kurd be. Li beramberî vê yekê, nemaze Kurdên Başûr ên nêzî deştê bi baweriya Îslamê ya Sunnî dibin xwedî karektereke hevkar û paşverû. Ev derdorên xwedî zêhniyeta bazirgan-feodal çanda nifşên xwe înkar dike, nûnerên vê zêhniyetê ku li herêmên nêzî Ûrfa, Mêrdîn û bajarê Sêrtê di nav îxaneteke super de ne. Pir bi awayekî seyr û ecêb, hevkar in û berjewendîperest in. Kurdên di bin bandora Îranê de hînê kêmtir xira bûne. Cewherê xwe yê netewî hînê bi awayekî otantîk diparêzin.

Di vê demê de têkiliyeke girîng di navbera dewlet û nifşên etnîk ên Tirk-Kurd de ne. Ji şer dûr in, bi bandor Bîzansan jî piştgiriya hevdu dikin û di nav têkiliyên dostane de ne. Xirîstiyantiya Ermenî û Suryaniyan jî di vê yekê de roleke girîng lîstine. Şerê Melazgirê yê 1071'ê di cewherê xwe de şereke ku xwe dispêre îttîfaqa Kurd-Tirkan. Eger sultan Alparslan xwe ne spartibûya Kurdan, mumkîn nebû bûbûya xwediyê serketinê. Di vê demê de eşîrên Tirkmenan ên di nav nifş û çanda Kurdî ya bi cihbûyî de, li asîmîlasyoneke girîng qewimîne. Vê pêvajoya heta dawiya sedsala 19. dewam kir, bi komarê re berovajî dageriya.

Kurdên bi tevahî dikevin bin bandora çanda feodal a serdema navîn, çendîn çînîbûyîna feodal dijîn ew çend di jiyana azad de paş ve dikevin. Koletiya feodal timî li dijî azadiya eşîrtiyê pêş ketiye û di xerîbketina zêhnî de qonaxeke girîng pêk tîne. Tevî gelek rewşenbîrên Îslamê yê Kurd gihîştine jî, ji ber meylên dewletê yên hevkar nekarîne bandoreke mayînde bikin. Di serê pesindar û hevkarên dewletê de Îdrîsê Bedlîsî tê. Li Çewlîkê di hilbijartinên herêmî yên herî dawî sala 2004'ê de komeke koka wan terîqeta Neqşîbendî - terîqeta Şêx Seîd - sloganeke pir balkêş qiriyane wek "Îdrîs-î Bedlîsî li vir e, Yawûz Selîm li ku ye?" Mirov dikare li bendê be ku serokwezîr Erdogan rola Yawûzekî duyemîn bilîze. Eger îxaneta Neqşîbendiyê bi tevahî li Kurdistanê neyê nirxandin şensê şoreşa rohnîbûnê nîne. Li beramberî vê, rohnîbûna Elewiyên bi koka xwe Kurd hînê erênî bûye. Em wexta bandora dînamîkên dîrokî li ser mezheb û terîqetên îro lêkolîn bikin, em dikarin gelek tiştan hîn bibin û bigihîjin encaman. Ev derdor rohnîbûyîna komarê bi 'kemalîzmê' gunehbar dikin û bawer dikin ku wê bi vî awayî rûyê xwe yê kirêt di nav gelê Kurd de veşêrin. Heta paşverûtî û berjewendîperestiya nuxumandî ya gelek terîqetên bi koka xwe sunnî, neyên teşxîs û teşhîrkirin, wê welatparêzî û demokratiyeke têkûz a Kurd pêş nekeve.

Şaristaniya Îslamê ji sedsala 13. û pêve di hundur de bi girtina deriyên îçtîhadê, ji der ve bi êrîşên Moxolan û di bin seferên Xaçperestan de êdî bi ser xwe ve nehat û ket pêvajoya rawestîn û paşveçûnê. Heta sedsala 13. li ser navê şaristaniya Rojhilat alîkariya şaristaniya Ewrûpayê kiriye ku Ewrûpayê gavên xwe yekemîn diavêtin, pişt re ket pêvajoya rawestînê (PZ 1200-1500) û pêvajoya paşveçûnê (PZ 1500-1918) ji aliyê Osmaniyan ve bi zehmetî hatiye meşandin. Her çend dema Osmaniyan li dijî Rojava ya mezin dibû xweparastina dawî be jî sîstema wê ya ji aliyê îdeolojîk, polîtîk û aborî ve paşvemayî pêşî li serketina wê girt û nekarî hilweşîna wê asteng bike.

Çînên serdest ên Kurdan, bi giştî bi dema Yawûz re di nav împaratoriya Osmaniyan de bi otonomiyên xweser û berfireh destekdarên herî nêz bûn. Ev rewşa heta serê sedsala 19. dewam kir, ji sedsala 19. û pêve bi hatina herêmê ya mêtingeriya Rojava, xira bû. Di vê yekê de rêveberiya navendî ya qelsbûyî û polîtîka zêde bac û esker berhevkirinê jî roleke diyarker dilîze. Dostanî û piştgirî cihê xwe ji serhildanan re dihêle.

Ji sedsala 19. û pêve civak û dîroka Kurd dikeve qonaxeke nû. Têkiliyên ku bi Osmaniyan re xirabûne rê li ber serhildanan vedikin. Mîsyonerên Îngilîz û Fransî jî bandorê li dêrên Ermenî û Suryaniyan dikin ji bo cihêtîxwaziyê bikin û bi vê yekê rê li ber tevlîheviyekê vedikin. Têkiliyên di navbera Ermenî, Asûrî û Kurdan de jî xira dibin. Ji ber ku hem têkiliyên wan hemû di nava xwe de xira dibin û hemû têkiliyên wan bi rêveberiya Osmaniyan re têk diçin, ev dibe sedem di dîroka wan de rûpelekî bi keser û xemgîr vebe. Ev pêvajoya di sala 1918 de piştî şerê cîhanê yê yekemîn destpêkir, bi giranî ji aliyê çand û fizîkî ve bi tasfiyekirina Ermenî û Suryaniyan bi encam bû. Têkiliyên Kurd û Tirkan tevî ku pir zirar dîtin jî di asta yê Ermenî û Suryaniyan de qut nebûn. Ji lewra şerê rizgariya netewî yê di sala 1920 de bi hev re meşandine. Sêyemîn hevkarî û hevpariyeke mezin a stratejîk mîna bi Alparslan û Yawûz re pêk anîne. Dîrok pir baş şahid e ku eger mîna rola Kurdan a di serketina Alparslan a 1071 de, ya di serketina Yawûz Selîm a 1514 de li dijî Sefewiyan û di serketina 1516 û 1517 de li dijî Memlûkiyên Misrê nebûya, qewmên Tirk wê nikarîbûna Anatolî fetih bikarana û wê împaratoriya Osmaniyan nekarîbûya li rojava û rojhilat belav bibûya.

Vê trenda dîrokî heta salên 1920 dewam kiriye. Sêyemîn hevpariya stratejîk karîbûye pêşî li belavbûna emperyalîst bigire û firsendê bide serketina şoreşa komarê. Lê ji ber ku tebeqeya jor a Kurd a feodal ku bi awayekî kevneşopî hînî hevkariyê bûye, bi sedema komarê şaş dinirxîne û pir bi hêsayî bi niyetên emperyalîzmê dixape, serî hildidin û ev yek jî dibe sebeb ku sazûmankarên komarê polîtîkayên xwe biguherînin. Kurd-Tirk bi hev re ji projeyên azadiyê dadigerin û ev yek di dîroka wan de dibe sedem pêvajoyeke pir neyînî bijîn. Bi vê têkçûna stratejiya têkiliyên Kurd-Tirk, înkarkirina Kurdan, paşvehîştina wan, asîmîlasyona bi darê zorê dest pê kiriye û kiriye ku bi tevahî Kurd li derveyî sîstemê werin hîştin. Çendîn bûne Tirk ew çend jî hatine qebûlkirin. Vê yekê polîtîka hînê kûr kirine. Di salên 1970 de li tevahiya dunyayê tevgereke rohnîbûnê hebû, polîtîkayên bi ser rastiya Kurd û Kurdistanê de mîna ewrekî reş tarî girt, rê li ber tevgereke nû ya rewşenbîr a Kurd vekir û pişt re di şexsê PKK'ê de pêvajoyeke berxwedanê ya eskerî û siyasî dest pê kir. Bi vê re, di têkiliyên Kurd-Tirkan de pir êş û şer bû, lê gav hatiye avêtin pêvajoyeke bi şeref.

2- Li ser Kurdistanê têkoşîn, şer û teror

Belkî jî rewşa jeoçand û stratejîk a Kurdistanê bûye sedem ku di dîrokê de bibe welatê herî zêde li ser têkoşîn were meşandin, teror - dijwariya ji bo mirovan bi tirsê rêve bibe - û şer were kirin. Piştî çaremîn serdema qeşayiyê (pleîstosen), çanda mezolotîk a li derdora 20 hezar sal berê, pişt re jî çanda neolîtîk (cotkarî û heywan kedîkirin) li herêma navendî ya pêşket - li derdora 12 hezar sal berê - tê texmînkirin herêma îro Kurdistan e. Me sedemên vê yekê di mijarên curbecur de diyar kirin. Ji ber ku bûye navenda çanda herî zêde ya serdema Mezolîtîk û Neolotîk lê pêş ketiye, ji her çar doran komên çanda seretayî dijîn - mirovên dema paleolîtîk - timî berê xwe didin vê herêmê. Piştî pel û pincar berhevkirinê, cotkarî dest pê dike, pê re berhem zêde dibe û heye ku ev yek bi xwe re şêniyên li herêmê zêde dike. Belgeyên dîrokî eşkere nîşan didin ku di van deman de li herêmê şênî pir bûne. Bi awayekî asayî, ev rewş dikare car caran rê li ber şerên li ser zeviyên bi bereket, heywan û nebatan, veke. Îhtimaleke xurt e, şerên bi vê şêwazê yên naveroka wan civakî û aborî pêk hatibin. Dîsa belgeyên di dest de nîşan didin ku ji wê demê hin xirbeyên gundan mane.

Têra xwe mirov dide fikirandin ku di dîrokê de yekemîn têkoşîna ekonomîk û civakî ya berfireh, bi sedemên ravekirina wan mumkîn e, li ser Kurdistanê diqewimin. Bi qasî ku ji tevgerên şêniyan tê fêmkirin, ji başûr Erebîstana îro û ji Efrîka Bakur, ji rojhilat Îranê û hînê rojhilatê wê, ji bakur Kafkasan û rojavayê Anatolyayê komên curbecur berê xwe didin herêmê. Mîna ku îro çawa mirov berê xwe didin Ewrûpa û bakurê Emerîkayê, di dîrokê de yekem car refên mirovan ên bi armancên aborî û civakî berê xwe didan Kurdistana îro ku ji bo mirovatiyê li derdora tevahiya 15 hezar salan rola 'Welatê Rojê' bi cih anî. Bêguman eger welatek ev çend demeke dirêj rola welatê rojê bilîze, wê bibe sedem ku li ser, şerên mezin û xwelihevrakişandin bibin. Piştî ku çanda Neolîtîk a li derdora neh hezar sal berê baş tê pejirandin, tevgereke şêniyan a berovajî dibe. Li gorî agahiyên di dest de hene, em wexta diçin heft hezar sal berê, em dibînin çanda neolîtîk hem fizîkî - tevî mirovên xwe - hem jî çandî - tenê bandor - ji Okyanûsa Atlas heta peravên Çîn Pasîfîk, li bakur heta Sibîryayê, li başûr heta Bakurê Efrîkayê belav dibe. Bi vî awayî wek berê zêde kes berê xwe nade navenda cihê derketina çanda neolîtîkê.

Tê texmînkirin ku li derdora heft-pênc hezar sal (BZ 5000-3000) berê li ser Kurdistanê koma çand û zimanê Aryen reng werdigire, ji civaka klan û qebîleyê derbasî civaka eşîrtiyê dibe. Civata eşîrtiyê bi xwe re hînê zêde koma mirovan a baş hatiye bi rêxistinkirin û çalakiyê tîne. Civatên klan û qebîleyê zêdetir ji 20-50 kesî pêk tên, lê civaka eşîrtiyê bi sedan kesî organîze dike. Ev rewş nîşan dide ku eger pirsgirêkên aborî û civakî dijwar bibin, têkoşîna di nava komên eşîrê de jî dikare gurr bibe. Hin daneyên arkeolojîk ên ji vê serdemê mane - hin gundên bi tevahî hilweşiyayî - didin nîşan ku ev zêdetir ji ber pirsgirêkên navxweyî ne. Li ser çem û erdên bi bereket şênî zêde dibin û çavnebariya cîranan ji sedemên aborî yên şer in. Em dikarin texmîn bikin ku di encama van şeran de sînorê hin eşîran çêbûne. Di vê çarçoveyê de îhtimal heye ku em kokên herêmên eşîran bibin BZ 4000 salan. Çandiniyên hevpar ên mulkên eşîrane û sînorên zozanan ji hev têne kirin. Dîsa em dikarin texmîn bikin ku ziman û zaravayên xweser ên eşîran û çandeke curbecur pêş dikeve. Yekemîn livên govendê û awazên muzîkê, kulta perestinê reng werdigirin. Gelek peykerên vê serdemê yên fîgurên jinê ne, giraniya çanda malbat-dayikê îfade dike. Em vê demê dikarin wek naverok civakî û têkoşîneke armancên wê aborî, tarîf bikin.

Dema BZ 3000-2330, derketin û temambûna şaristaniya Sumer a Mezopotamya Jêr îfade dike. Têkoşîn gihîştine asta şer. Di dîroka mirovatiyê de yekem car nirxên aborî bi hêzeke eskerî ya berê hatiye plankirin bi darê zorê têne desteserkirin û talankirin. Ev kevneşopî bi vî awayî di dîroka mirov de cih digire. Hêza şer-îqtîdarê di cewherê xwe de hêzeke talanê ye. Li pişt sifetên xwedayetî, pîroztî û qehremantiyê talan û desteserkirin veşartî ne.

Kurdistan yek ji çavkaniyên bingehîn ên derketina vê şaristaniyê ye. Yekemîn destana nivîskî ya hemû mirovatiyê û şaristaniya Sumer Destana Gilgamêş sefereke talanê ya bi ser Kurdistanê kiriye çîrok û çîvanok. Ji yekemîn qral û nîv-qehremanên bajarê Ûrûkê Gilgamêş bi rêya jina fahîşe ya sembola şaristaniya bajêr e, bi alîkariya barbarekî bi navê Enkîdo ji bo talanê berê xwe dide Kurdistanê. Ya esas, Enkîdo ji çiyê dadikeve bajêr bi hêza serdest re li dijî qewmê çiyê 'Kurtiyan' hevkariyê dike. Ew yekemîn mînaka hevkariyê temsîl dike. Ji bo dagirkirina welatê xwe pêşengiyê dike. Di berdêla vê yekê de li ser sifreya qral-dewlet hînî jiyana têr xwarin û jinan tê kirin. Biwêja "Kurd çi ji cejnê fêm dike, xulp xulp dew vedixwe" çavkaniya wê ji van deman e. Belkî Gilgamêş bi xwe jî ji qewmê çiyê be. Ji ber ku Gilgamêş tê maneya 'camûsê mezin', 'zilamê mîna gayekî'. Tesaduf nîne ku dîroka Kurdistanê bi van xayînan tijî ye. Sumerî pir zêde hewceyî bi keresteyên daristanan, kevirên verotinê û madenan hebû, ji lewra tim û tim berê seferên wan li bakur bûn. Ya rastîn, şerên îro em di krîza Iraqê de dibînin, mêjûya rabirdû pir bi kurtî û awayekî xulase nîşanî me didin.

Hêzên şaristaniyê yekem car tevlî pêvajoya talan, dagirkirin û îstilaya li ser Kurdistanê bûn û vê yekê rengê bûyeran guhert. Talana hêzên dewletbûyî li ser civakên etnîk ên klan, qebîle û eşîran dibin seferên kolekirinê. Têkoşînên di demên berê de ji bo xweparastinê, zevtkirina çeman û erdên bi bereket bû, lê di dema şaristaniyê de têkoşîn di serî de bi armanca kolekirin û talanê tê kirin. ædî mirov bi awayekî bi plan tê kuştin û êsîrkirin. Her weha heye ku hatina herêmê ya ji çar aliyan û birina çandê ya der ve dewam dikin. Berhemên arkeolojîk ên ji Hûriyan mane, şer û têkoşînên civakî rohnî dikin. Nîzamê wan ê parastinê, çîrokên wan yên qehremaniyê, hebûna têkoşîn û şeran îspat in. BZ di salên 2000 de timî ji Îran, Kafkasan, Anatolê û Erebîstanê komên dagirker êrîşî herêmê dikin. Bircên bajêr ên Sumeran û kelehên Hûriyan bi armanca parastinê hatine lêkirin. Ji ber ku çiyayên bilind jî rola beden û kelehan dilîzin, pir bi awayekî xweza xwe avêtine bextên wan. Ji lewra mirov dikare bibêje çiya baregehên parastina etnîka Kurd in. Pêşiyên Kurdan li dijî dagirkerî, talan û xirabiyên ji çar aliyan ve bi ser wan de dihatin ji bo xwe biparêzin çiyayên li seranserî Kurdistanê ji xwe re mîna beden û kelehên xwezayî kirine mesken û cihê sitarê. Dûr nêz bi sedema vê rastiya dîrokî zêde nekarîn li deştan şaristaniyê pêş bixînin. Ji lewra çiya û Kurd heman tiştî îfade dikin.

Em BZ di demên 2000-1000 de dibînin li dagirkeriyên ser Kurdistanê hin hêmanên nû beşdar dibin. Qraliyeta Hîtît a li Anatoliya Navîn tê damezrandin û Îskîtên li Kafkasan ku wek barbar têne bi navkirin, hem li dijî şaristaniya Hûrî-Mîtanê, hem jî hînê li Başûr li dijî bajarên dewlemend ên Babîl û Asûran pêvajoyeke dagirkirinê didin destpêkirin. Dîsa jî yên herî tengav dibin komên ku pêşiyên Kurdan e. Ji ber ku berê tenê ji Başûr dewletên Sumer-Babîl-Asûr êrîş dikirin, lê li van êrîşan ji bakur êrîşên dewleta Hîtît û gelek komên şerûd ên barbar ên Îskîtan jî zêde dibin. Ji Îranê qebîleyên Pers û ji rojava jî komên etnîk ên Lûwiyan beşdarî van êrîşên tengavkirinê dibin. Ji ber ku Kurd û Kurdistan li qadeke dewlemendiyê diafirîne, hem jî derbasoka şaristaniyên nû têne avakirine, tam dualîteyekê teşkîl dike. Ji bo karibin bijîn hem li ber xwe didin, hem jî hevkariyê dikin. Berxwedan û hevkarî bi hev re pêş dikevin. Tebeqeya jor a hiyarerşîk timî serî li rêya hevkariyê dide, lê beşên li jêr timî li ber xwe didin û têdikoşin.

Begîtiyeke Kurd di belgeyên nivîskî de BZ di salên 1600 de (muhtemel li Elbîstana îro hatiye avakirin) weha bang li sazûmankarê yekemîn ê Hîtîtan prens Anîta dike; "Kuro rezîl, me tu mezin kirî, tu li wir kirî beg, ne ji bo tu keriyên xwe yên şer bînî ser sînorên me û her roj me bêzar bikî, hêjayî sozên xwe be." Em ji van gotinên nivîskî wer fêm dikin ku Qraliyeta Hîtît a di bin tesîra Hûriyan de pêk hatiye, êdî hêdî hêdî mezin dibe û ji bo qewmên Hûrî-Mîtanyan dibin xeter û tehlûke. Dîsa qralê navdar ê Hîtîtan Şûpîlûlîûmma ji qralê Mîtaniyan Matîwaza re welê dibêje (BZ li derdora 1300an): "Ez qîza xwe didim te, êdî tu kurê min tê hesibandin. Careke din isyan neke. Nerehetiyê çêneke. Li welatê xwe yê xweş li kêfa xwe binere. Ez li pişta te me." Tevî şerên di navbera wan de diqewimin, em dibînin çawa bi zewacên siyasî aştî û xizimtiyê datînin.

Di vê demê de hêza xeternak a Asûran derdikeve holê, ji lewra hewceyî bi hevgirtina Hîtît-Mîtaniyan çêdibe. Ya hînê balkêştir ew e ku melîkeya navdar a Misrê Nefertîtî ji Mîtaniyan e. BZ li derdora salên 1500 demeke bi liv û lebat a dîrokê ye, em dibînin bi qasî peymanên siyasî û dîplomatîk şerên dijwar jî diqewimin. BZ di salên 1596 de Babîla navdar bi şirîkatiya Hîtît û Hûriyan tê dagirkirin. Şer û aştiya navdar a Kadeşê tê texmînkirin ku BZ li derdora 1280 pêk hatiye. Tê texmînkirin ku Hz. Îbrahîm ji Nemrûdê Ûrfayê di salên 1650, Mûsa jî ji Fîrewnê Misrê BZ di salên 1300 de reviyaye. Hemûrabiyê navdar BZ di 1750 de jiyaye. Di van deman de ku sedsalên şer û aştiyêne navend Kurdistan e. Kurdistan welatek e, şer ji ser kêm nabe.

Dema BZ li derdora 1000-330'î, ji bo şaristaniyên navenda wan Mezopotamya dibe qonaxeke mezin a dawî. Wek hêza diyarker a dîrokê împaratoriya Asûr li ser sahneyê ye. Di hevrikiya navbera Babîl-Nînowa de pêşengî dikeve destê Nînowayê. Asûrmar bi çavsoriya xwe ya li dijî cîranên xwe navdar dibe. Gotinên mîna "ji serê mirovan dîwar lêkirin, birc û beden avakirin" taybetî û navekî din ê împaratoriya Asûr in. Seferên şer ên herî bêrehim li nava Kurdistanê, li dijî Sûriye û Misrê têne kirin. Bandora xwe heta rojavayê Anatolyayê belav dikin. Di vê demê de Hîtît - BZ di salên 1200 de ji aliyê Frîgyayên bi koka xwe Trakyayî - têne belavkirin, di şûnê de li başûrê Torosê qraliyetên piçûk ên bajaran têne avakirin. Li Kurdistana îro li herêma Botanê berê konfederasyona Naîrî (bi maneya nehîr-şet e) - texmînî BZ di salên 1200-900 - û paşê bi belavbûna wê re dewleta Ûrartû (BZ 875-606) tê avakirin. Asûrî pir dijwar êrîşan dibin ser dewlet û begtiyên piştî Hîtîtan hatine avakirin. Di serî de fîgurên li ser keviran hatine verotin, gelek bermahî dîmenên şer zindî dikin. Di şeran de serjêkirin û hilkirina serê mirovan dibe pir rêbazeke normal. Dîsa ji sedemên herî girîng ên şeran, kereste, maden û zevtkirina rêyên bazirganiyê ne. Ûrartûyan karîbûne van êrîşan rawestînin. Xuya ye di xweparastin û bergiriyê de serketî bûne.

Di vê demê de hînê li rojhilat Med, li Kurdistana Îranê ya îro ji mînaka Ûrartûyan sûd werdigirin û hebûna xwe bi hêz dikin. Dizanin hewce ne ku hebûna xwe ya siyasî xurt bikin û ji bo vê yekê jî li dijî seferên Asûriyan ên rojhilat radiwestin û bi vî awayî pişta xwe qewî dikin. Ya rastîn, di dîrokê de 300 salên navdar ên berxwedan û amadekariyê, xurtbûna Ûrartûyan û dema wan îfade dike. Têkbirina Asûriyan, wek îro Iraqî DYE têk bibin. Ji lewra amadekariyên xurt û taktîkên nû hewce dikin. Di dawiyê de fermandarê Medan ê navdar Keyakser tevî muttefîkê xwe yê Babîlî Nabûkadnezar Nînowayê hildiweşînin û dawî li hebûna wê tînin. Medên BZ di salên 612 de derketin ser dika dîrokê, karîbûn avahiyeke siyasî a nêzî împaratoriyê (texmînî BZ 715-550) li Ekbatanê - Hemedana îro - pêk bînin. Di vê pêkhatinê de xusûsiyet û taybetiyên Kurdayetiyê xurt in. Ji bakur êrîşên Îskîtan, ji başûr û rojhilat jî êrîşên qewmên xizim ên Persan bi hêzbûna wan asteng kir. Îxaneta fermandarê navdar Harpagos û hevkariya wî bi Persan re, bû sedem hêza îqtîdarê bikeve destê biraziyê Qralê Medan Kîros yanî destê hiyarerşiya qebîleyên Persan.

Împaratoriya Persan dewama Medan e. Mîna ku dewleteke hevpar be. Dîsa jî bi piranî navenda şer di bin dagirkeriya Îskît de Kurdistan e. Mirina Kîros bi xwe jî di şerekî li ser axa Kurdistanê de pêk tê. Bi sedema êrîşên barbar ên ji bakur tên, împaratorî wek herêmeke ewle ber bi Başûr-rojavayê Medyayê ve dişemite. Darîûs (Darayê Mezin; BZ 520-485) sefereke mezin dibe ser Îskîtan ji bo vê belayê ji kokê ve bi dawî bike. Seranserî Anatoliyayê ji du sed salî zêdetir (BZ 530-330) di destê Med-Persan de şekil werdigire. Li gorî rêzê hebûna siyasî ya Frîgya, Lîdya û Lîkyayê bi dawî dikin û li hemû peravên Egeyê bajarên têne damezrandin digirin bin destê xwe. Mirov dikare bibêje; Kurdistan (Medya) di vê demê de li ser rêya şaristaniyê digihîje jiyaneke bi aram. Bi sedema xurtbûna malbata bavikanî, tevna xurt a eşîrên medan, ew di nav artêşa Persan de jî dikir xwedî cihekî cihêwaz. Bi zevtkirina Misrê jî (BZ 525) navenda bingehîn a şaristaniyê dibe herêmên Med û Persan. Babîl bi statuyeke nîv-hewce paytextbûna xwe ya çandî ji bo şaristaniyê dewam dike.

Dîrok nîşan dide ku arîstokrasiya Helen û Makedon dibe xwedî arzûyekê, dixwaze Anatolyayê bi tevahî zevt bikin, dawî li tehlûkebûna Med-Persan bînin û bi vî awayî dest deynin ser dewlemendiya berê hîç nedîtine. Bi şev û rojan xeyala vê yekê datînin û guftûgoyên wê yên siyasî dimeşînin. Hemû hemfikir in ku di vî warî de serketin karekî mezin ê îlahî ye. Mutefekîrê mezin Arîsto (BZ 385-320) vê bîr û baweriyê dixe serê şagirtê xwe Îskenderê Mezin ku kurê qralê Makedonî Filîpos e. Bi îhtimaleke mezin, Arîsto xistiye serê Îskenderê Mezin ku ji bo mirovên Rojhilat mîna heywanan bibîne û bawer bike mîna moriyan pelixandin heq kirine. Îskender di vê hewayê de li ber destê mamosteyê xwe perwerde dibe û ji ber ku bavê wî tê kuştin di temenekî ciwan de şûna wî digire. Îskender di destpêkê de yekîtiya Helen pêk tîne û paşê nifşên Makedoniyan li dora xwe dicivîne û seferên xwe yên Rojhilat ên pêvajoya dîrokê biguherine dide destpêkirin. Mîna Îskenderê Mezin bersiva Darîûsê Mezin dide. Wek tê zanîn, bi seferên xwe yên mîna brûskê, mirov mîna moriyan di bin pê xwe de pelixandin û ta Hindistanê çemê Ganjê çû. Cihekî zevt neke nahêle. Şerê wî yê herî navdar li Gavgemala (BZ 331) li derdora Hewlêra îro li Arbelayê diqewime. Împaratoriya Persan di nav şerê mezin de dikeve. Wexta vedigere paytexta çandê ya wê demê bajarê Babîlê, li gorî nav û dengê xwe xebatên xwe dewam dike. Wek sembola senteza Rojava-Rojhilat deh hezar şervanên Balkanî û deh hezar keçên esîlzade yên Med û Persan bi yek carê bi hev re dizewicîne. Keça qral Darûsê III. ku têk dibe ji xwe re dihêle. Hînê xwe amade dikir êrîşê bibe ser Komara Roma ya li rojava hildihat, ji kelmêşên çiravê mîkrop wergirt û bi nexweşiya tayê di temenekî pir ciwan de mir.

Li Kurdistanê şopên Îskender pir in. Navê Bedlîsê ji fermandarên wî Ballîs ma ye. Mirov dikare bibêje mîna gerîlla di çiyayên Zagrosê re derbas bûye. Dikare were gotin; Îskender di eskertiyê de nîv-xwedayek bû. Bi van seferan Kurdistan bi dualîteyeke nû re asê û tengav dibe. Kurdistan dibe navenda şerên navdar ên Rojhilat-Rojava. Li Îranê piştî Persan împaratoriya Partan a tê avakirin (BZ 250-216) û qraliyetên Helen ên piştî Îskender jî ava dibin, navenda şerê wan dîsa Kurdistan e. Qraliyetên Ermeniyan jî dikevin pêvajoyê. Mafê fetihkirinê wek bingehê gelan be her tim dest diguherîne. Peravên Dîcle-Firatê bi kelehan tijî dibe. Hemû bajar bi birc û kelehên xwe di rewşa parastinê de ne. Dîsa jî di dema qraliyetên Helen de qraliyeta Komagene (navend Samsat), Abgar (navend Ûrfa) û Palmîra (navend Palmyra) qîmeta wan zêde dibin. Berhemên neqane yên senteza Rojava-Rojhilat diafirînin. Dem ji aliyê zêhniyetê ve hem ji berê û hem jî ji paşê cuda ye. Mirov dikare wek demeke rohnî ya şaristaniyê binirxîne. Bandora Îran (Part) û Helen di zikhev de dimeşe. Danûstendina çandê bi qasî ya bazirganiyê geş û zindî ye.

Piştî Hz. Îsa şagirtên wî yên ji terora Romayê reviyan, rawestgehên wan ên yekemîn dîsa herêmên mîna deriyên Kurdistanê bajarên Antakya, Ûrfa û Nisêbînê ne. Mirov dikare bibêje, demek dest pê dike, terora dînî û siyasî digihîje qonaxeke nû. Împaratoriya Romayê herî dereng PZ di salên 50 de hemû Anatolya, Sûriye, Îsraîl û Lubnan zevt kiriye û peravên Firatê derbas kirine. Piştî ku Îsa li çarmîxê tê xistin, komên Xirîstiyaniyê ku nû derdikevin, xwe dispêrin berqefên çiyan, şikeft, stargehên binerdê û çolan. Dem û jiyaneke nîv-veşartî dimeşe. Terora siyasî, belkî jî yekem car li ser bawermendên Xirîstiyaniyê tê ceribandin. Ji ber vê, çiyayên Kurdistanê dibin navendên yekemîn ên star û xweparastinê. Împaratoriya Romayê ya hemû qraliyetên Helen zevt kirine êdî xwe spartiye sînorên împaratoriya Part. Fermandarê navdar ê Romayê Crasûs wexta mirî tê zevtkirin (PZ di salên 50 de) Part û Ermen ji kêfa re cejnê dikin. Serê Crasûs bi rojan tê teşhîrkirin. Cih dîsa bajarê Kurdistanê Ktesîfon e.

Piştî sedsala 3. dora şer a împaratoriya Roma û Sasaniyan e. Di dîrokê de şerên herî dijwar dîsa di ser Kurdistanê re dibin, sînor geh Firat geh Dîcle ye. Bajarên mîna Amed û Nisêbînê gelek caran têne xirakirin û dest diguherin. Kurdistan timî tê parçekirin. Li cihekî welê, talan û şîdeta di hinavê şaristaniyê de timî vedirşe, wê çawa pêşketinê bibe. Li çiyê jiyan bi awayekî kom bi kom dewam dike, navendên bajaran jî biryargehên dagirkeriyê ne. Sînorê di navbera civaka etnîk û civaka eskerî de pir eşkere zelal dibe. Bazirganên di navbera herduyan de, di navbera dagirker û komên etnîk de dibin xelekeke navberê. Di sedsala 4. û 5. de ji ber şerê dewamî yê di navbera her du împaratoriyan de li herêmê pêvajoyeke tarî diqewime. Tenê xebatên propagandayê yên komên Xirîstiyan û Manî yên di bin tirsa terorê de çalakiyeke cîddî ya civakî ye. Mirov dikare hilweşîna Palmîra, Abgar û Komagene wek destpêka pêvajoya tarî binirxîne. ædî niqrîskên dawî yên koledariya klasîk diavêjin.

Xirîstiyantî mizgîniya dema nû dike û baweriyê dide ku wê bi qraliyeta îlahî piştî tarîbûnê rohnîbûnê were. Îdeolojiya rizgariyê hatiye çêkirin. Artêşa rizgariya civakî hatiye damezrandin. Her du împaratorî jî ji hundurê xwe ve hildiweşin. Ji der ve, bi êrîşên dijwar ên etnîsîteyê Roma berê parçe dibe û beşekî wê hildiweşe. Wek Romaya duyemîn împaratoriya Bîzans li pey Mezopotamyayê ye. Wexta li vê rewşê şerê di navbera mezhebên Xirîstiyantiyê de jî zêdebûn, mîna roja me ya îro cihêbûnek wek a Elewîtî û Sunnîtiyê pêk tê. Şerên mezhebî û dînî jî êdî tevlî şerên siyasî bûne. Têkoşîna civakî di bin navê dîn de tê meşandin, şerên etnîk jî rengên qewmî werdigirin. Papazên Suryaniyan, nameze yên Nestûriyan mîna şervanên zanîn û agahiyê ne. Bi şerên eskerî-siyasî re şerên mezhebî û dînî dimeşin. Pêvajo, bi çavrêbûn û bendewariya Mehdî, Mesîh û peyxemberên axir zeman derbas dibe.

Hz. Mûhammed di bêhnkirina demê de xwedî qabîliyet e. Baweriya wî pir zêde dibe ku pexmeberê çav li rêya wî ye û bendewariya wî tê kirin, dibe ku ew be. Ji nav qebîleyên Ereban ên di nava xwe de şer dikin û di tariya cehaletê de ne, mîna rojê hiltê. Ji hatina Esr-î Seadetê re hindik maye. Sedsalên 6. û 7. sedsalên derketin û belavbûneke mezin ên Îslamê ne. Heq tê, batil têk diçe. Roj hiltê, tarîtî radibe. Artêşên Îslamê li pey hev diçin seferan û gelek deveran fetih dikin. Pir naçe xwe ji başûr dispêrin deriyên Kurdistanê. Şer êdî ne ji bo xanedan û qralan, ji bo dîn û Îslamê dikeve rojevê.

Fethên Îslamê piştî têkçûna li Qadisiyê di sala 642 de giraniya xwe da ser Kurdistanê. Bajarok bi bajarok pêvajoya Îslamîbûnê dest pê dike. Îranî bi mezhebê Şîa hewl didin cudabûna xwe biparêzin, Kurd jî di Zerdeştiyê de israr dikin û beşek jî pir lawaz bi Elewîtiyê hewl dide hebûna xwe ya etnîk dewam bikin. Ya rastîn, Kurdîtiya sunnî, Kurdîtiya teslîmbûyî û îxanet kiriye.

Peyva Îslamiyetê, her çend aştiyê bi ber guhê mirov bixîne jî, di bingehê wê de îdeolojiyeke netewî ya Ereb a şer e. Mîna globalîzma îro dixwaze li gelemperiya dunyayê global bibe. Cîhad îbadeta herî mezin e. Li ser rêya cîhadê (şer) her tiştê tu fetih bikî yê te ye. Yên têkçûyî tu dikarî bikî kole. Tu yekser dikarî dest deynî ser jinan. Wek şêwaza eskerî ya roja me ya îro qîma xwe tenê bi fethên eskerî nayne. Li ser ên fetih dike, di hemû warên civakî, ekonomîk û nirxên baweriyê de serdestî û kontrolê pêk tîne. Herî zêde di serweriya zêhnî de giraniya xwe nîşan dide. Wek îdeolojiya Îslama feodalîzmê bi îdîa ye hemû civaka Rojhilata Navîn ji nû ve bi serûber bike. Têgihîştina ummeteke xwedî yek bawerî û yekgirtî, li pey xwe hîmê civakî yê împaratoriya Îslamê amade dike. Îdeolojiya yek xwedayî ku bi hostatiyeke pir mezin hatiye afirandin, ya rastîn bingehê îdeolojiya sultantiya bi tenê otorîte ye. Îslamê li jor sultan û li jêr bawermend pir bi hostayî afirandine, belkî jî li dunyayê teoriya herî baş a feodalîzma navendî ye.

Etnîsîteya Ereb a ji serdema Sumeran bi ti awayî ji nîvgirava Erebîstanê derneketibû bi Îslamê di dîrokê de yek ji pêngavên mezin dike. Bi têkbirina Sasanî û Bîzansiyan tîna xwe ya hezar salan a ji bo îqtîdarê dişikîne. Medeniyeteke feodal a bi heybet ava dike. Emewî (PZ 650-750) û Ebbasî (PZ 750-1258) lûtkeya împaratoriya Ereb temsîl dikin. Pir bi xurtî li ser Kurdistanê belav dibin. Heta qûntara çiyayê Toros û Zagrosê diçin. Komkujiyên pir mezin pêk tên. Îskenderwarî û bi awayekî Heccac dimeşin. Dikarin heta Kafkas, Hîndîkûş, Pîrene û keviyên Stenbolê belav bibin. Em wexta PZ digihîjin salên 1000 Îslamiyet êdî gihîştiye lûtkeyê. Ya BZ di salên 1000 de qebîleyên Îbranî kirin, qebîleyên Ereb jî PZ di salên 1000 de dikin. Ji qebîleyên Tirk-Oxizan li pey hev Selçûkî û Osmanî tên. Li ser navê Îslam û sunnîtiyê seferên herî mezin ên dawî, sultanên bi koka xwe Tirk dimeşînin. Di dema Selçûkî û Ebbasiyan de dîsa bi awayekî klasîk xeta şer di Kurdistanê re derbas dibe. Hêzên sultantiyê û Bîzansê beşekî mezin şerên xwe bi zevtkirin û paşvedayîna bajarên Kurdistanê dimeşînin. Îslamkirina Kurdistanê temam dibe. Sultanê Selçûkiyan Alparslan bi şerê Melazgirê yê di 1071 de hêzên Bîzansan ji Kurdistanê diavêje. Her çend di navbera Eyyûbî û begtiyên Tirkan de şer hebû jî, şaristaniya Îslamê dîsa jî pêş dikeve. Li bajarên mîna Ûrfa, Mêrdîn, Amed, Sêrt, Meletî û Elezîzê Îslam dikeve pêş. Çanda Îslamê hebûna Xirîstiyan, Suryanî û Ermeniyan dixîne rêza duyemîn.

Di sedsala 13. û 14. de êrîşên Xaçperest û Moxolan li herêmê rê li ber qirkirin û mirina mîna kuliyan vekir. Koçberî û xwe vekişandinan çiyan dewam dike. Herêm dîsa diçelqe û tevlîhev dibe. Xeta şer û parçebûna kevneşopiyê vê carê di navbera Sefewiyên navenda wan Îran û Osmaniyên navenda wan Anatol û Balkanan de pêk tê. Mîna ku dualîteya Bîzans û Sasaniyan xwe nû dike. Bi serketina li Çaldiranê ya Yawiz Selîm di 1514 de - bi beşê sunnî yê Kurdan re - , sînorê klasîk ê rojhilat herî li rojhilat tê xêzkirin. Hîmê parçekirina Kurdistanê ku heta roja me ya îro dewam dike, tê danîn. Her çend li keviyên sînoran ber bi hundur ve hin êrîş bêne kirin jî bi peymana Qesr-î Şîrîn a di sala 1639 de parçekirina Kurdistanê ya heta îro dewam bike di navbera hêza Anatolê û hêza Îranê de bi awayekî fermî tê xêzkirin û naskirin. Mezopotamya û piraniya Kurdan di nav sînorên împaratoriya Osmaniyan de man.

Di navbera Osmaniyan û hukûmet, begtiyên Kurd de mêzînek heta serê salên 1800 heye û ev li gorî demên berê rê li ber jiyaneke aram vedike. Şaristaniya Îslamê li ser sunnîtiyê pêş dikeve. Kurdên Elewî û Zerdeştî yên têkoşer bi awayekî nîv-serhildan neçar xwe vedikişînin serê çiyan, zozan û baniyan. Ji ber tirsa Yawiz Selîm a ji Sefewiyan di dema sedrezamtiya Kûyûcû Mûrad Paşa de çil hezar Elewî bi saxî dixin bîran û her weha darvekirina Pîr Sultan Ebdal, mînakên herî bêrehim ên vê terorê ne, ku şop hîştine. Hînê berê jî tevgera bi pêşengiya Şêx Bedreddîn hebû. Bi têgihîştineke komîn li nîzamekî digeriya, li komkujiyê qewimî û darvekirina Şêx ji mînakên girîng ê vê terorê ne. Li dijî zordarî û xizantiyê, li dijî eskertiya îcbarî û berhevkirina bacê bi darê zorê serhildana Celalî pêk hat. Pelixandina vê serhildanê jî dide nîşan ku arîstokrasiya Îslamê çawa dikare pêla terorê dijwar bike. Terora Osmaniyan herî kêm bi qasî êrîşên ji der ve tên bêrehmin.

Tevî vê yekê, pirî caran welîehdên bira têne kuştin û sedrezam têne darvekirin, ev jî ji çalakiyên terorê ne. Di dema Osmaniyan de Îslam bi şîroveya fermî Sunnîtiyê teroreke dijwar û zêde dimeşîne. Li dijî Tirkmenên li çiyê jî timî seferên terorê pêk aniye.

Kurdistan ji serê salên 1800 heta hilweşîna împaratoriyê, bi giranî dema xwe bi serhildan û seferên tepisandinê derbas dike. Sedsala 19 bi tevahî sedsala serhildan û tepisandinê ye. Di vê sedsalê de Ermenî û Suryanî bi bandora mîsyonerên Îngilîz û Fransî navbera xwe bi împaratoriyê re xira dikin. Li ser vê yekê, hejmara seferên tepisandinê jî zêde dibin. Di dawiya sedsalê de û di destpêka sedsala 20. de ev xelkên kevnare yên dîrokê hema hema têne ber qedandinê. Netewparêziya kapîtalîzmê sor dike hêdî hêdî berhemên xwe yên bi jehrin, dide. Ji ber ku dînê Kurdan cuda bû û serhildanên wan berfireh bûn, li heman aqîbetê rast nehatin.

Şerê dîn û mezheban di serdema navîn de herî kêm bi qasî şer û pevçûnên di serdema seretayî de texrîbkar şopa xwe hîştin. Eşkere ye ku şaristaniya li Kurdistanê wê bi sedema van şer û pevçûnan pêş nekeve. Etnîsîteya hebûna xwe timî di berqefên çiyan de diparêze û biryargehên dagirkeran ên li navendên bajaran wê nikaribin di nav têkiliyeke diyalektîkî de bin. Her parçe di nav paşverûtî û îzolekirina xwe de hema bêje difetise. Eger rûyê Îslamê yê selam - aştiyê - hinekî were kolan, wê baş were dîtin ku di binî de hêza îstîsmarker û zordar a hezar salan heye. Sultan û bendeyên xwe bi her cure sifetên îlahî, rejîmeke kedxwar û zordar a bi ayet û hedîsan nuxumandî rêve birin. Eşqîyayê li çiyê rûyekî xwe yê hişk û vekirî heye, lê yê li bajêr bi cubbe, şaşik û dev nuxumandî heman zordarî û îstîsmarkariyê bi erêkirina îlahî dimeşîne. Cudahî ne di cewher de, di şekil de heye.

Li ser Kurdistanê têkoşînên civakî yên ji dema neolîtîkê bi xwe re şerên koletiyê anîn, bi serdema navîn a feodalîzmê re ev şer û teror hînê dijwartir bûn. Di vê çaçroweyê de tevî van hemû şer û teroran, pir hêja ye ku gelê Kurd heta îro karîbûye hebûna xwe biparêze. Bi qasî şaristaniyên pêşketî û bi hêz nebe jî têkoşerî û berxwedana etnîsîteyê tevî hemû qusûrên xwe, hêmana bingehîn e ku gelê Kurd di van pêvajoyên bêeman de gîhandiye îro.

Piştî belavbûna împaratoriya Osmanî Kurdistan hînê zêdetir parçe bû û ket nav şîdet û dijwariyê. Îngilîstan û Franse wek hêzên nû yên mêtinger û emperyalîst di nexşeya Rojhilata Navîn de li ser Kurdistanê sînorên Komara Tirkiyê, Şahtiya Îranê, monarşiya Iraqê û serweriya rêveberiyên Sûreye-Franseyê xêz kirin. Ya rastîn, ev xet li ser Kurdistanê ferz kirin. Tebeqeya jor a Kurdên hevkar di bin rejîmên nû de berjewendiyên wan gelekî teng bûn, ji lewra bi hewesên berê yên otonomiyê û piranî bi tevdanê, serî rakirin, vê yekê jî bi xwe re teror dijwar kir. Serhildanê pêk hatin, ji xurtkirina daxwazên netewî û demokratîk dûr bûn. Ji ber ku feodalên Kurd ên hevkar rewşa xwe ya berê ya cihêwaz ji dest dabûn û ji van rejîmên nû para xwe dixwestin. Rejîmên nû yên ketibûn bin tesîra îdeolojiya netewparêz a xwe dispêre kapîtalîzmê bi fanatîzma dewleteke unîter, yek ziman û yek netew radibûn, ji vê yekê jî para Kurdan ji her demê zêdetir înkar, zordarî, di dema serhildanê de komkujî û asîmîlasyona bi zorê diket. Kurd bi van polîtîkayan di tariya serdema navîn de dihatin hîştin. Kurd tam xistibûn cendereyê. Mirov dikare bibêje; li dunyayê piştî Cihûyan di çarçoveya herêmî de herî zêde terora netewparêziya şoven, li ser etnîk û hebûna Kurd hatiye meşandin. Kurd ji ber ku ji aliyê xayînên xwe yên hevkar di nav paşverûtiya feodalîzmê de hatin terikandin û nekarîn maneyê jî bidin tevgerên demokratîk ên netewî yên hemdem, di sedsala 20. de rewşa Kurdan bû yek ji rûyên kirêt.

Tirkiyê li Kurdistana kir bin serweriya xwe, polîtîka bi fermî dimeşand jê re digot 'tevgera lehiyê.' Di ku re derbas bûbûya divê bipelixanda û ev yek wek polîtîkayeke 'baş' hatibû qebûlkirin. Di vê de êşa wendakirina împaratoriyê jî hebû. Hîç nebûya, divê parçeyên mayî ji sedî sed bihatana helandin. Qedexeya zimanê zikmakî bi awayekî li ti devera dunyayê û wek li cem ti rejimê nehatibe dîtin, rejima 12 Îlonê pêk anî. Li têkoşînên civakî yên hezarsalan, şerên mêtingerî, dagirkerî û îstîlayên bêrehim, perdeyeke reş hatibû zêdekirin ku bi ser hemû nirxên Kurdîtiyê ve hatibû kirin. Eger wêje û ilmê civakî li ser jiyana Kurdên di bin statuya Komara Tirkiyê de pir lêbokolin tenê dikarin xwe bigihînin hin rastiyan.

Şahtiya Pehlewî ya li Îranê wek xanedaniya împaratoriyekê mezin bû, kiryarên wê ji yên komara Tirkiyê cuda nebûn. Ji serhildana Simko Îsmaîl heta Komara Kurd a Mehabadê tevgera Kurd a xwe dubare kiriye, bi heman sedemên îdeolojîk û çînî li tasfiyekirinê qewimandine. Di dawiyê de rejîmeke terorê ya xwedî helwestên netewparêz ên faşîstî xweser li sedsala 20. ferz kirin. Li ser Kurdistana Iraq û Sûriyê, kiryarên Îngilîstan û Fransaya xwe spartibûn xanedanên hevkar ên Ereb, bi heman awayî rejîmên zordar û kedxwar ferz kirin.

Di sedsala 20. de ya bi serê hebûna Kurd anîn mînakê wê li ti deverê dunyayê nîne. Polîtîkayek dimeşandin, mîna ku Kurd heywanek be xistibin qefesê û kedî dikirin. Ji ber ku ti îşaret nebûn Kurdan ji mirovan dihesibînin. Polîtîkayên mêtingeriyê yên li Efrîkayê têne meşandin jî ji Kurdan re zêde hatibûn dîtin. Bi awayekî hemdem zordariya mêtingerî, netewî û etnîk bi şêwazên siyasî, ekonomîk, civakî, huqûqî û heta eskerî ji bo Kurdan zêde hatiye dîtin û li ser wan nehatiye meşandin. Tine dihesibîne (serokwezîrê bi navê R. T. Erdogan dibêje; "Eger tu xwe Kurd nehesibînî pirsgirêka Kurd nîne", ya rastî vî serokwezîrî rastiya dewleta veşartî-kûr baş ji ber kiriye û dipeyive) Têgihîştin ev e; "Tu xwe çendîn ji mezheb û netewê serdest bihesibînî û xwe tune bibînî, tê werî qebûlkirin", ya rastîn, ev yek ji şêwazên herî xeter ên faşîzmê ye. Cureyê terora li dijî Cihûyan eşkere û vekirî bû. Cureyê înkarê, veşartî û tarî ye. Terora li dijî Kurdan tê meşandin, li cihe em jê re bibêjin 'terora reş'.

Di dawiya sedsala 20. de û di serê sedsala 21. de herêm li bandora DYE baş vebû, pê re polîtîkayeke pir bi nakok û xeter li Kurdistanê tê meşandin. Li aliyekî federeya Kurd, li aliyê din jî tasfiyekirina PKK'ê û Kurdên li parçeyê mezin ê Tirkiyê, em şerê tê meşandin û encamên wî ti car nikarin bêyî DYE û YE bifikirin. Gengaz e ji lîstika Îsraîl-Filîstînê wêdetir li Kurdistan û cîranên wê werin lîstin. Li polîtîka têkoşîn, şer û terorê mirov dikare sifetê 'hovîtiyê' zêde bike. Di ti zeman û mekanê dîrokê de polîtîkayên ev çend hov li ser komên mirovan nehatine meşandin û mînakên wê nînin ev çend polîtîkayên hovane yên hatibin spartin şîdeteke ev qas vedizî û bi plan.

Divê ez tavilê bibêjim ku em nikarin polîtîkayên şer mîna berê bi vegotinên bi îmhakerî, înkar û mêtingeriya Tirk, Ereb û Fars rave bikin. Îzaheke bi vî rengî wê pir kêm bimîne û dikare me bigihîne encamên şaş. Rastî hînê dorfirehtir bi sîstemên civakî û dîrokî ve têkildar e. Bi heman awayî vegotinên wek 'ji kiryarên li Kurdistanê dewletên Tirk, Ereb û Fars berpirsiyar in' vegotinên pir mucered û gulover in. Ji îzahkirina rastiyê pir dûr in. Çawa ku tê bawerkirin li naverastê berjewendiyê dewlet û netewa Tirk, Ereb û Fars jî nîne. Netew-dewlet bi xwe sifet e; tarîfeke îdeolojîk e, rastî bi xwe nîne. Dewleta netewan nabe. Heta di maneyeke teng de dewleta çînan jî nabe. Dewlet herî kêm kevneşopiyeke pênc hezar salî ye. Mîna guloka agir-berfê gindiriye heta roja me ya îro hatiye. Parçeyî gelek beşan bûye; hin etnîsîteyan pir û hinekan jî hindik bi kar aniye, yên bi kar anîne jî hemû etnîsîte nebûne, hin komên çînî û hiyarerşîk jê sûd wergirtine.

Belkî jî netew û etnîsîteya Tirk, Ereb û Fars jî bi qasî Kurdan ji dewletê kedxwarî û zordestî dîtine. æşên Tirkmenan kişandin, serhatiyên Bedewiyan, rastiya xulaman ji tiştên Kurdan dîtin kêmtir nînin. Eger em bibêjin kêm e emê xwe bixapînin. Jixwe pirsa kîjan Kurd jî pir girîng e. Berpirsiyarê mezin ê polîtîkayên şer feodalîteya Kurd e. Taximê beg, mîr, hecî û xoce ne. Eger serhildanên provakatîf û paşê teslîmiyeta wan a rezîlane ya ji armanc û hedefeke ciddî dûr li ser navê gelê Kurd ê kedkar û xizan nabûya, ti dewletparêz û netewparêzê Ereb, Kurd û Tirk nikarîbûn ev polîtîkayên heyîn îcad bikirana. Ji lewra eger Kurdê li hêmanekî neyênî yê stratejîk bigerin divê di nav xayînên xwe de bigerin û bibînin. Hem jî divê li her derê û li cihî, bi her armanc û rêbazê. Ji ber ku ev ji bo berjewendiyên xwe yên rezîlane, bi lîstikên trajediya Îsraîl-Filîstînê jî li dawiyê bihêlin, îqtîdaran û gelê Kurd tînin beramberî hevdu û xwe ji navberê vedikişînin. Di berdêla vê îxanetê de mal û mulkên xwe diparêzin. Heta li metrepol û li havîngehan bi cih dibin û wê lîstika bi lanet a hezarsalan dewam dikin.

Min hewl da polîtîkaya herî kêm temenê xwe pênc hezar salî - ji Gilgamêş û Enkîdo ve - ku xwe bi kirasê destanê veşartibe jî, rave bikim. Ez bawer dikim ku ji polîtîkayên blok ên îqtîdarê, ji sedî 99 ne dewlet, ne jî netewên Tirk, Ereb û Fars berjewendiyên wan ên rastîn hene. Berovajî berjewendiyan, dijminahî, rik û kînajotina bê mane, paşvemayîn, şîdet, bêsedem têkçûna çavkaniyan û di encamê de hemû rê li ber jiyaneke heq nehatiye kirin, vedikin. Bi vê jî zirarê didin xwe. Em ji bo vê zîzbûna li dora xwe ya xeternak, lîstika bi sihêr û sirrê eşkere bikin, divê wek çare em serî li ilmên civakî bidin. Lê ez behsa ilmekî civakî dikim ku îqtîdarê, avahiyên civakî û şerên rê li ber wan vekir û xwe spartê karibe çareser bike. Naxwe ilmekî civakî yê ji 'ilmê çarenûsê' yê rahîbên Sumeran dispartin tevgerên stêrkan xetertir encamên xwe hebin, wê bibe ilmekî civakî yê yekparebûnê nabîne, ruhşînas, jiyanê nabîne, rêz û humetê his nake. Bi kurtî wê bibe ilmekî beratê.

Di vê parêznameyê de alîkariya min a girîng ew e ku ez maskeya vê zanistê dixînim û bi vî awayî hinekî din nêzî rastiyê dikim. Zanista netewparêziyê çiye? Zanista dîndariyê çiye? Zanista sosyalîzmê çî ye? Zanista lîberaltiyê çî ye? Zanista muhafezekartiyê çiye? Belkî jî ji pûtperestiya serdema seretayî ya dema wê derbas bûye - ji paganîzmê - pûtperestiyeke paşverûtîtir e. Ji ber ku ew pûtperestî zirarên wê bi sînor bû. Lê ev têgîna pûtperestiyê ya ser û binê wê diyar nîne, hed û hesabê zirarên wê hene? Bawermendên bi pirtûkeke pîroz ve girêdayîne jî - ev pirtûk ji hin aliyan ve min analîza wan a civakî kir - tevî ku bi hin nirxên yeqîn dikin dizanin ew çend dilsoz in, gelo çiqasî bi tespîtên têgîna pûtperest û berateyê ve girêdayî dimînin, jê li benda feydeyê ne? Ez diyar dikim ku ezê di beşên pêş de bi awayekî rexne lixwegirtinê nêzî van dabaşan bibim û li mijarê vedigerim.

Ez bi israr tînim ziman ku li Kurdistanê heta rastiya şer û îqtîdara xwe dispêre rast neyê çareserkirin, wê zirarê bide her kes, dewlet, komên civakî û siyasî yên bi pirsgirêka Kurd re mijûl dibin, tevlî dibin. Bi vê jî, belkî alî xwe ji nû ve di ber çavan re derbas bikin, ji şaşî, xeta û helwestên xeternak vegerin û eleqeyê nîşanî gelek helwestên însanî yên çareseriyê bidin. Eleqe nîşandana van helwestên çareseriyê ku mumkîn in pêk werin, rêbazeke watedar e. Her helwesta fanatîk - çi li ser navê serdestan, çi jî li ser navê bindestan, çi mêtinger çi jî yê tê mijandin - a netewparêz, dîndar û çepgir nabe çareserî, şerên sedsala 20. di berdêla êş û wendahiyên mezin de ev yek piştrast kirine.

Çawa ku wê ji pêşnûmeya me ya hişkûber a dîrokî jî were fêmkirin; mîna li Kurdistanê têkoşîn, şer, pevçûn û kiryarên terorê blokeke îqtîdarê ya xweser pêk tîne. Ev blokên îqtîdarê di hemû sîstemên sereke yên dîrokê de hebûna xwe bi hêza eskerî û şer dewam kirine û mîna hevîr hemû hucreyên civakê strane û şekil danê. Li naverastê civakeke Kurd û netewa wî ya bi dînamîkên cewherî û xweser pêk hatiye nîne. Ji Nûh Nebî - bi rastî jî welê ye - avahiyên îqtîdarê yên mayî û îfadeya wî ya bûne sazî bi zora kevneşopiyan tê diyarkirin. Car heye bûne mîtolojî, carnan jî çîvanok. Di demeke din de ji wan re dînê mezin hatiye gotin. Ber bi serdema me li ser navê netew û çînê netewparêziya me, wek sosyalîzma me li meşrûiyet û li rewabûnê geriyane. Ev amûrên zorê di civakê de ti tiştê bela xwe lê nexistibin, ti hucreyeke diyar nekiribin nehîştine. Ya esas, pirsgirêka Kurd ji şêwazê hebûna van rastiyan derdikeve holê. Rastiya Kurd bi xwe ji şêwazê pêkhatinê tam lod û gidîşeke pirsgirêkan e.

Aliyê herî dilêş û xeternak, vê rastiyê qabîliyeta xwe ya çareserkirina pirsgirêkan bi giranî wenda kiriye. Rastî û hebûn ji ber pirsgirêkan difetise. Divê mirov behsa şax û hucreyên civaka Kurd bike ku dişibin şaneyên kanserî. Tê gotin; "kurmê darê ji darê ye." Bi vî awayî, bi baran nasname û şexsên Kurd li naverastê radiwestin. Em ji zimanên Kurd bigirin eger hebe heta partiya wî, em ji jina Kurd bigirin heta qaşo lîderê herî naskirî, ji gundiyê Kurd heta bajariyê wî, ji rewşenbîr heta meleyê wî, ji dîndar heta netewparêzê wî, ji welatparêz heta xayînê wî, ji dîplomat heta siyasetmedarê wî, çiqas neçar, sexte, qurnaz, xayîn, xeternak, baş, bedew û rast ên hakimê abc'ya kar nînin, hene? Pirsek e, bersiva wê ya texmînî jî zehmet e. Berpirsiyar kî ye? Parçeyên îqtîdarê yên heyî û ji dîrokê rengê xwe girtine ku bi rastîn nayê zanîn ji kê re, çawa û çiqasî xizmetê dikin, di encamê de rabirdû, tevnên zorê yên roja me ya îro û her cure şer û terora wan, dibe sedem li ser piyan bimînin. Ev in, yên civaka Kurd diyar dikin û wan ji rewşên heyîn dike berpirsiyar û neçar dihêle.

Lê dema berovajî li dijî van tevnên zorê serhildan bibe, yan jî bi rêbazên gerîlla têkoşîn were meşandin, hîn nebûye, lê wexta bibe, modela şer a ji Filîstîn-Îsraîlê wêdetir dixin rojevê. Li ser navê çi dibe bila bibe, alî dikarin bi modelek bi vî rengî çi pirsgirêkeke civakî bi awayekî hînê baş û bedew çareser bikin? Rast nîne agir bi agir were vemirandin. Ji lewra ya herî rast ew e ku klîkên îqtîdar-şer rêbazên xwe yên çareserkirina pirsgirêkên civakî biterikînin. Divê têkoşer û berxwedan jî tevnên xwe biterikînin. Divê mirov li cihekî din û bi awayekî din li rêbazê bigere.

Ji bo çareserkirina belovajiyên mezin ên di rastiya Kurd de, divê mirov ji tevnên şer - bi taybetî hêzên îqtîdarê û zora hakim di destê xwe de digirin - li benda rêbazên çareseriyê nebe. Eger aliyê din ji îdîaya xwe ya ezê bi zorê tiştekî bidim kirinê hatibe xwarê, şêwazê demokratîk ê aştiyane û çareseriya siyasî esas wergirtibe û jidilbûna xwe spartibe sedemên maqûl, divê hêza hakim jî tevna xwe ya eskerî ji rojevê derbixîne û divê bi heman rêbazan bersivê bide. Divê rêyên guftûgo û çareseriyê ji amûrên sivîl ên demokratîk ên diyalogê re werin hîştin û ev yek bi qasî ku însanî ye, li gorî berjewendiyên ekonomîk û piraniya civakê ye.

Min berhema bi navê 'Li Kurdistanê Rola Zorê' di sala 1982 de tomar kir. Min yeqîn kiribû ku min zor çareser kiriye. Lê di pratîka demên pêş de min dît ku di vê bawerî û jixwe piştrastiyê de pir kêmasî hene. Ez van rêzikan wek destpêkekê diyar dikim û ji nû ve li rola zorê ya li Kurdistanê vedigerim. Bi rastî ez vê carê jixwe piştrast im ku ez bi awayekî ilmî têra xwe ponijîme. Weke ku tê texmînkirin, - û li ser navê sosyalîzmê em bûn xwedî ezmûnekê - rêya çareseriyê di 'şîdeta pîroz' re derbas nabe, berovajî heta hewce neke ji bilî 'parastina rewa' divê li hemû cureyên zorê lanet were kirin û ez bi vî awayî hewl didim berpirsiyariya çareseriyê di pirsgirêka Kurd û rastiya Kurd de nîşan bidim.

3- Li ser çanda Kurdistanê polîtîkayên asîmîlasyonê yên bi darê zorê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên îqtîdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon helandin û pişavtina çandê ye. Blokên îqtîdarê û şer bi polîtîka asîmîlasyonê dixwazin komên ku di bin destê xwe de digirin, ji qabîliyeta berxwedanê bixînin û ji bo vê yekê jî amûrên di destê wan de distînin. Di serî de li ser zimanê herêmî ku zêhniyetê îfade dike, zimanê serdest tê ferzkirin. Bi rêya zimanê fermî, çand û zimanên herêmî têne bazkokirin û nikarin di jiyanê de rol bilîzin. Çand û zimanê serdest wek zimanê xwendin, siyaset û aboriyê ji bo kesê bi kar bîne bi qezenc e. Kesê çand û zimanê bindest jî bi kar tîne wenda dike. Di nav vê dualîteyê de zehmet dibe zimanê herêmî xwe li dijî zimanê îqtîdarê rabigire. Hela hela ev ziman nebibin ên nivîsê û zaravayê xwe yê sereke destnîşan nekiribin, wê dawiya van ziman û zaravayan tarî be. Asîmîlasyon ne tenê li ser ziman, her weha li ser hemû saziyên civakî yên îqtîdarê şekil dane wan, tê meşandin. Dîn û netewê serdest, di her astê de li gorî rastiya saziyê tê dawerivandin. Sazî heta di warê siyasî, civakî, aborî û heta zêhnî de bi awayekî fermî were naskirin û bi awayekî huqûqî were parastin, saziyên hindikayiyên din û yên têkçûyî xwe li gorî saziyên serdest an bi zorê yan jî bi dilê xwe li asîmîlasyonên diqewimin û di nav fermiyetê de cihê xwe digirin. Zordarî, aborî û berjewendiyên siyasî çiqas bikevin rojevê helandin jî ew çend zû dibe.

Li ser hebûna çanda Kurdistanê herî kêm bi qasî şer û terorê, asîmîlasyona bi darê zorê roleke texrîbkar lîstiye. Em dikarin heman rêbaza dîrokî pêk bînin û biçin heta serdemên seretayî. Eger em bibêjin çand û zimanê Sumerî ziman û çanda herî mezin a asîmîlasyonê bû, divê wek gotineke nepixandî neyê dîtin. Em vê yekê ji nîzama hevok û peyvên wê fêm dikin. Berê zimanê Sumerî û li gorî rêzê Hûrî, Mîtanî, Ûrartû, Medî û Persî, pişt re jî li gorî rêzê zimanê Babîlî û Asûrî çavkaniyên wan Aramî ne û paşê jî Aramî di serdemên seretayî de li Rojhilata Navîn zimanên asîmîlasyoneke mezin bûn. Mirov dikare vê rastiyê di kîtabeyên Hîtît, Ûrartû, Mîtanî, Med û Persan de bibîne. Mîna Îngilîziya îro, zimanê Aramî jî wek 'înteretnîsîte' ya wê demê zimanê hevpar ê ji hevdu fêmkirinê bû. Nexasim arîstokrasî û burokrsiya dewletê yek ji zimanekî zêde bi kar tîne zimanê Aramî ye. Zimanê herêmî tevî zimanê Aramî tê bi karanîn. Mîna ku em îro jî dijîn, zimanê fermî yê îqtîdarê di danûstendinên fermî yên dewletê de esas tê dîtin û di wê demê de Aramî - hînê berê Aqadî û Sumerî - zimanê esasî ye, zimanên herêmî zêdetir di nava gel de ku kesên xwendin û nivîsandina wan nîne wek amûrekî ragihandina devkî bi kar tînin. Mirov vê rastiyê dikare di kîtabeyên Ûrartûyan de bibîne. Çawa ku piraniya rêveberên welatên bindest bi zimanê Îngilîzî û Fransî dipeyivin.

Di kîtabeyên Persan de cihê Aramî eşkere ye. Di wê demê de li hemû Rojhilata Navîn hem zimanê dîplomasiyê, hem jî zimanê bazirganiyê ye. Di hemû belgeyên pêwendîdar de tê dîtin ku asîmîlasyon di mîmariyê, rêveberiya dewletê, wêjeyê û huqûqê de roleke mezin lîstiye. Heta tê texmînkirin ku Îsa jî bi Aramî zanîbûye. Zimanê Suryanî ku şêweyekî netewî yê Aramiye amûrekî din ê asîmîlasyonê ye. Zimanê Îbranî hînê di qadeke bi sînor de bi bandor e, lê Helenîzm ji ber ku di rewşa dijber de belav dibe zimanê Helenîzmê li Rojhilata Navîn bi tesîr e. Mîna Îngilîzî û Fransiya îro, Helenî û Suryanî jî bi hev re di rikê de ne. Her du jî li Kurdistanê, nemaze li bajaran ji bo bi tesîr bibin têdikoşin. Ûrfa ji bo vê yekê mînakekî xweser e. Aramî çandeke kûr e, ku Ermenî, Suryanî, Erebî, Kurdî û herî dawî jî Tirkî jiyaye. Lê belê di heman demê de rê li ber asîmîlasyoneke dijwar û kozmopolîtîzmeke zêde vedike. Mirov ji rewşa îro ya Ûrfayê vê rastiyê baş dikare fêm bike.

Rola zimanê Sûryanî di çanda Kurdistanê de ji Erebiya paşê li pêştir e. Mirov dikare bibêje wek zimanê rohnîbûnê rol lîstiye. Ya esas, ji ber ku Suryanî li bajaran rûdinên ev encam derdikeve holê. Kurd wek xelkê Komagene zimanê devkî yê koçerî û gundîtiyê zaravayên Kurdî bi kar tînin. Çavkaniyên wan ên nivîskî bi sînor in. Lê nayê wê maneyê ku hîç nînin. Nemaze li paytexta Mîtaniyan Waşûkkaniyê (li ser sînorê îro yê Sûriye-Tirkiyê bajarê Serêkaniyê û Amûdê) gelek belgeyên nivîskî nîşan didin, BZ di salên 1500 de proto-Kurdî wek zimanê nivîsê hatiye bi karanîn.

Li Kurdistanê BZ di salên 300-250 de, di dema qraliyetên Helen de hebûna xelkê bi koka xwe Helen û nemaze giraniya wan a li bajaran nîşan dide ku zimanê Helenî demeke dirêj hatiye bi karanîn. Mîna rola zimanekî mêtingeriyê rol dilîze. Fena di roja me ya îro de bajarên Kurdistanê bi çand û zimanê biyanî dijîn û xelkê li derveyî bajaran jî bi çand û zimanê xwe yê herêmî dijîn.

Bi Îslamiyetê re zimanê derdikeve pêş zimanê Erebî ye. Erebî ku berê zimanê bedewiyan bû, bi bajarbûn û derketina Îslamiyetê re li Rojhilata Navîn bû zimanê herî bi prestîj, zimanê zanist û wêjeyê. Erebî wek zimanê fermî yê îqtîdar û şer serdestiyeke mezin bi dest xist. Li hemberî zimanê qels ên bi koka xwe Efrîkî li hemû Bakurê Efrîka û heta başûrê Zagros-Torosan serdest bû. Çand û zanist jî bi Erebî tê kirin û tê jiyîn. Xwedî cihekî cihêwaz e. Yên zimanê Erebî bi kar tînin dikarin di nav burokrasiyê de cih bigirin. Dikarin di nav çîna ilimdaran de cih bigire û ilim bike. Ji lewra Erebî zimanê mezinbûn û berjewendiyane. Girîngiya wê ya heta îro jî deyndarê van rastiyên maddî ye. Piştî Erebî rola Farisî hînê bi sînor e. Ew jî, nexasim bi desthilatdariya Selçûkiyan li Îranê bû zimanê fermî û belav bû. Kengî Selçûkî Anatolyayê zevt dikin û dewleteke navenda wê Konya ava dikin jî zimanê fermî Farisî ye. Mewlana berhema xwe ya bi nav Mesnewî bi Farisî nivîsandiye. Zimanê Tirkî jî wek zimanê Kurdî wê demê xelkên li derveyî bajaran wek amûrê axaftina devkî û wêjeyê bi kar tînin.

Serdestiya Erebî li Kurdistanê bi tesîr bûye. Nemaze tebeqeya melle-seydayan zimanê Erebî wek zimanê îbadetê dibînin û ev yek dibe sedema bandoreke dijwar. Her weha xelkê li bajaran dilê xwe dibijînin şêwaza jiyana Ereban. Em ji kinc li xwe kirinê, şekil û şibût bigirin heta şecereya nifşan a xwe digihîne Ereban dibe moda. Di çîroka her xanedaniyê de qulpeke Erebî pir normal dibe. Serdestiya di warê perwerde, hîndekarî, moda, siyaset, dîplomasî, huner û zanistê de, li ser zimanekî mîna Farisî ku di warê dewletê de xwedî ezmûn bû jî bandor kir. Nîv bi nîv li dagirkeriya Erebî diqewime. Hemû Rojhilata Navîn nav û leqebên Erebî li xwe dikin. Ev serdestî heta pêşketina têgihîştina netew-dewletan û netewan bi awayekî dijwar dewam dike.

Bi belavbûna sîstema Kapîtalîst û şikilgirtina 'netew-dewlet' re, pêvajoya asîmîlasyona li ser çand û zimanê Kurdî hînê dijwar dibe. Li zordestiya Erebî û Farisî ya Tirkî jî zêde dibe. Di serdema seretayî û navîn de çand û zimanê Kurdî yê di nava etnîsîteyê de hebûna xwe parast, bi derfetên teknîk û zanistê yên zêde bûn, sê çand û zimanên serdest wek çand û zimanên fermî bi bandora xwe zimanê Kurdî baş pelixandin û helandin. Çand û zimanê Kurdî ku di serdema navîn de jî gelek berhemên wêjeyî (mîna Ehmedê Xanî, Mem û Zîn) dan, di bin zexta siyasî de her ku çû teng bû. Kurdîtî wek çand û ziman xistin rewşeke bi guman. Kirin mijara guneh û gunehkariyê. Her ku çû Kurdbûyîn krîmînalîze kirin. Bi piratîka herî dijwar a guneh-zindan a bûrjûwaziyê re rûbirû hat hîştin. Pirsgirêkên têkiliya xwe bi rastiya Kurd re hebûn di kategoriya gunehên xeter de hatin hesibandin. Her sê netew-dewlet jî - Tirk, Fars û netewa Ereb - ji çand û zimanê dewletê wêdetir, li ser hemû hebûna wê helandin, dûrkirin û kampanyayeke bi çand û zimanê serdest ve girêdan bi dijwarî hat meşandin. Perwerdehiya bi zimanê zikmakî Kurdî jî têde, hemû dibistanên perwerdê lê hatin qedexekirin. Lê yên derfet û îmkanên wî-ê hebûna dikarîbû li dibistanên netewê serdest modernîzm hîn bûbûya. Kurd û Kurdî di her warî de li derveyî modernîzmê hat hîştin. Çapkirina pirtûkan, rojname û muzîkeke herî normal a Kurdî wek 'Kurdîtî' hat hesibandin û di çarçoveya guneh de hat qebûlkirin. Lê wan bi xwe di zimanê xwe de netewparêziyeke Hîtler li dawiyê bihêlin, dikirin. Ji teoriyên wan ên 'netewê herî mezin' gav nedihat avêtin. 'Milletê Necîb' navê Ereban bû. Tirkîtî, rastiyeke bexteweriyê bû. Faristî esilzadebûna herî mezin a dîrokê bû. Hisên netewparêziyê yên kapîtalîzmê hişyar kirin, bûn xwedî tesîreke narkotîkê ku hemû rewşên paşverû binuxumîne.

Lê sêyemîn pêngava mezin a globalbûyîna kapîtalîzmê, mezinbûna lokaltiyê wek nirxekî, pêşketina teknolojiyê - radyo, TV - qedexeyên li ser ziman bêmane kirin. Xebatên li derveyî welat kirin ku hinekî Kurd û Kurdîtî cih bibînin û bi ser xwe ve werin. Bêguman di bingehê vê rastiyê de bandoreke diyarker a têkoşîna hemdem bû. Berxwedana demokratîk a netewî, bi xwe re nasnameya Kurd, ziman, çand û ji xwe piştrastî anî. Li dijî zora şer-îqtîdarê ya asîmîlasyon - bi darê zorê - afirand, ji berxwedana xweparastinê, ji nû ve derketina çand û zimanê netewî re pîriktî dikir.

4- Li Kurdistanê etnîsîte, çînîbûyîn û netewîbûyîn

Di şêweyê hebûna civakan de tarîfek di asta etnîk, çînî û netewî de ji bo dîtina mijarê bi awayekî yekpare girîng e. Civak di cewherê xwe de yek in. Cudabûn di şêwe û şikilgirtinê de derdikeve holê. Di serê van de taybetiyên etnîk, çînî û netewî tên. Kengî avahiyên mîna etnîsîte, klan û qebîle li dawiyê têne hîştin, cudahiya nijadan xwe eşkere dike û têgihîştina berjewendiyên koman pêk tê, rastî berçav dibe. Jiyana mirovan bi klanî û jê berfirehtir bi awayekî qebîleyî, demeke dirêj a demê di jiyana cureyê mirov de werdigire. Li cem komên timî gerok têgihîştina nijadê qels e. Ji bo rê li ber nijadê vebe hînê nakokî nestewiyane. Tê texmînkirin ku beriya serdema neolîtîk di serdema paleolîtîk de şêweyê jiyanê ji şêwazê klan wêdetir pêş neketiye. Ji bo qebîle bibin avahiyeke etnîk diviyabû bi tayê berjewendiyê bi hev ve bihatan girêdan li ser cihûwarekî xwe bi rêxistin bikira û xwe ji wir bihesibanda. Hilberandina hevpar û ziman, her ku diçe koman hînê nêzî hevdu dike û wan bi hev ve girê dide. ærîşên ji der ve û rewşên mîna xelayê hewcebûn û girîngiya bi yekîtiyê eşkere dike. Rewşên di vî warî de hewcebûna bi rêveberî û parastinê zêde dike. Hiyarerşiya civakî û serdestiya cinsî nîzama bavikanî derdixe holê.

Ev pêşketin û bûyer hemû rengê nijad ê em jê re dibêjin etnîsîte zelal dike. Di nav dem û herêman de hemû destketiyên em jê re dibêjin çand cuda dibin û neçarî xweparastineke beramber û sentezan dibin. Ji ber ku nijad derdikevin pêş, di nav wan de rê li ber avabûna hiyarerşiyê vedibe. Ji vê jî etnîk an jî eşîrên federasyon ava dibin. Pêvajo bi lez ber bi konfederasyonê ve diçe û eger şertan dest bida û bi paşve çûyîn nebûya pêşketin ber bi dewletbûn û çînîbûyînê ve diçe. Di şêweyê hilberandina neolîtîk de pêvajoyên bi vî rengî bi hêsanî têne dîtin, hem jî bi rasyonalîteyeke maqûl têne texmînkirin. Ji bo pêşketin û avabûna eşîran serdema zêrîn dema neolîtîk e. Yekemîn şoreşa cotkariyê, kedîkirina heywanan û pêkhatina nîzama gundan bi nîzama eşîriyê re di zikhev de pêk tên. Nîzama bavikanî di qonaxên pêş ên vê serdemê de pêş dikeve. Gelek delîl û belgeyên xurt hene ku di destpêkê de nîzama malbat-dayikê giraniya wê heye. Pêvajoya bi malbat-dayikê dest pê dike, bi hiyarerşiyê re nîzama bavikanî digihîje dema xwe ya herî bi heybet.

Dînamîka çînîbûyînê tevî ku têkiliya xwe bi hiyarerşiyê re heye, ya esas, bi komên cihêwaz ên zumreyên eskerî pêk anîn destpêkir. Di nav vê komê de ji têkiliyên xizim û mervantiyê zêdetir hunerên ferdî diyarker in. Kesên qabîliyetên wan yên nêçîrvantî û parastinê xurt in bi pêşengiya zilamekî xurt dicivin û di demên destpêkê de ev yek cihêwazekî nehatiye dîtin, dide û diafirîne. Hukmê bi hêzê derdikeve holê. Kombûna di bin hukmê şefê xurt de, rê li ber têkiliyên ji yên eşîriyê wêdetir vedike. Ev têkiliyên nû çînîbûyînê îfade dike. Çîn dikare ji kesên ji eşîran reviyane, kesên nebûne eşîr hînê komên piçûk an jî pîşeyî pêk tê. Eşîret jî ji ber têkiliyên xizimtiyê li dijî çînîbûyînê li ber xwe dide. Zehmet e eşîrtî li çînîbûyînê biqeweme. Di xwezaya xwe de naxwaze têkiliyên çînî nas bike. Di cewherên eşîran de timî berxwedanek li dijî çînîbûyînê heye. Ji ber vê yekê ye, bi navê 'barbaran' timî gef li sîstemên koledar xwarine. Belavbûna çînîbûyînê bi hilberîna aborî re yekser bi hev re pêş dikevin. Çendîn keda kole bi qîmet dibe, çînîbûyîna li ser şêwazê koletiyê jî xurt dibe. Bi dewletbûyînê re ev pêvajo hînê bi lez dibe. Di bingehê xwe de dewlet, rêveberiya sîstema koledar a xwe bi rêxistinkirî ye. Tewş e, mirov cewherê wê di fikra îlahî, berjewendiyên netewî û ewlekariyê de bigere. Di çarçoveya vê maneyê de têkiliya di navbera dewlet û çînîbûyînê de eşkere ye.

Kengî eşîra make yan jî sereke parçe dibe, komên xwedî çand û zimanê hevpar ku em ji wan re dibêjin gel an jî 'qewm' derdikevin holê. Em wexta dibêjin gel an jî qewm, em komên civakî yên têkiliyeke sist di navbera wan de heye û xwe dispêrin ziman û çandeke hevpar, îşaret dikin. Di vê çarçoveyê de rast e ku mirov têkiliyê di navbera enîsîte=gel=qewm de deyne. Demên pêşketî yê serdema seretayî û yek ji îfadeyên sereke yên kategorîk ên civakî yê serdema navîn teşkîl dike. Wek yekîtiya komên nijad di derketina serdema navîn de roleke bingehîn dilîzin. Nifşên Cermen Romayê, nifşên Ereb Bîzans û Sasanî, nifşên Moxol û Tirk cîhana Îslamê îstîla kirin ku ev yek ji nêz ve bi taybetiyên qewmî ve têkildar e.

Di qewman de bi cihbûyîna li ser axê û jihevbûna çandan hînê bûyereke berçav e. Arîstokrasiya çîna serdest û gundîtiya serf e. Tevî ku bajarîtî di vê kategoriya giştî de cih digire, serxwebûneke qismî û kozmopolîtîzmê temsîl dike. Bajar hinekî jî ji tayên qewm û etnîsîteyan dûr maye, zêdetir têkiliyên çînî li pêş in û divê wek unîteyeke xweser were dîtin. Di feodalîzmê de çîna hakim û mehkûm ji heman etnîsîteyê ne û di navbera wan de biyanîbûn û ji hev re xerîbketin pir pêşketiye. Di sîstema koletiyê de pir nadîdeye ku efendî-kole ji yek eşîrê bin.

Netew û netewbûyîn bi têkiliya zêde ya qewmî re derdikeve holê. Yek ji şêweyê hebûna netewîbûyînê ew e, ku ji bo bazareke hevpar a berfireh derkeve holê, ekonomiya dora wê bi bendên feodalîzmê hatine lêkirin, xira dibe. Bazara hevpar her çend kapîtalîzmê bîne bîra mirov jî, rastiyek bi kapîtalîzmê re hemcewher nîne. Sîstemên civakî yên berî û piştî kapîtalîzmê jî dikarin bibin xwedî bazarên hevpar. Bazar kategoriyeke giştî ya pêşketina civakê ye. Di nîzamên sosyalîst de jî wê hebûna xwe dewam bike xwezayî ye û wê bi kêr be. Li dora bazarên pêşketî çand û zimanê hevpar, tayên netew pêş dikevin. Ya rastirîn, bi pêşketina çand û zimanê hevpar re bi tayê bingehîn ê netew re têkilî çêdibe. Li ser vî zemînî kapîtalîzm jî dikare pêş bikeve. Sîstemên ne kapîtalîst, nîzamên komîn, demokratîk û sosyalîst jî dikarin derkevin holê. Eger di nava netew de tehekumkariya çîna kapîtalîst hebe, wê wextê binavkirina netew bûrjûwa yan jî kapîtalîst dikare bibe xwedî mane. Lê di vir de rast nîne ku mirov kapîtalîzm û netew hemcewher bibîne. Eger tayên wê bi kedxwariyê re qels bin û têkiliyên wê yên komîn sereke bin, mirov dikare ji van netewan re bibêje netewên sosyalîst û demokratîk.

Di nava netewan de tevlîheviya tayên çîn, cins û etnîsîteyê zêde dibe. Tevî ku çînên bingehîn bûrjûwa û karker in, gelek tebeqe û çîna gundîtiyê xwe nû dike. Mirov dikare gelek qewm, çîn û cinsê bindest di nava netew de bibîne. Wê wextê têgînên cins, çîn û netewa serdest zelaltir bibin, wê zimanê fermî, cihêwaziyê netewî, etnîkên bindest û komên çandê pêk werin. Netew-dewlet her çend derketina dewletê ji nav hebûna netewî îfade dike jî zêdetir îşaretê bi têgîna mîlliyetparêziyê dike. Eger îdeolojiya dewletê milliyetparêzî be, ji ber milliyeta serdest jê re netew-dewlet tê gotin. Dewletên pir netew jî hene. Di vê rewşê de divê mirov di şûna têgîna netew-dewlet de tiştekî din bîne ziman. Yek ji aliyê xeter ê netewparêziyê ew e ku her netewekî bi dewletê, her dewletekê jî bi netewekî dinirxîne. Bêyî ku mirov kategoriyên netew û dewletê zêde tevlîhev bike, divê dewlet wek amûrekî rêxistiniya hevpar were nirxandin û ev yekê jî ji bo azadî-wekhevî û demokratîkbûyîna netewan jî hînê pirtir xizmetê bike.

Ji netew wêdetir, mirov senteza koma netewan li ser berjewendiyên havpar û nêz fêm bike rastir e. Eger mirov li ser sentezên netewan ên hevdu înkar nakin û hevdu dewlemend dikin biponije wê gelek mijarê çareser bike û rê li ber encamên bi xêrûber veke. Ne nîhîlîzma netew - înkarkirin - ne fanatîzma netew; berovajî senteza nirxên netewên cuda, dikare bibe rêyeke herî baş û rast ji bo xilasbûna tevlîheviya netewparêziyên roja me ya îro.

Di çarçoveya van têgînên bingehîn de em dikarin rastiya netew, çîn û etnîsîteyê hînê baş lêbikolin. Em dikarin Kurdistanê wek make û çavkaniya bingehîn a etnîsîsteyê binirxînin. Ji ber ku Kurdistan yek ji navendên herî kevin ê şoreşa neolîtîk e û hînê komên etnîk bi tesîr lê dijîn, dikare îzaha mirov rave bike. Civaka Kurd di dîrokê de mozaîkeke etnîk e, herî zêde kevin û pirtêkel e. Li herêmê, ji çûnûhatina ji bakur-başûr, rojhilat-rojava re bi hezarsalan navendî kiriye û di vê yekê de hilberîneriya şoreşa cotkariyê roleke bingehîn dilîze. Li Mezopotamya Jêr û li Misrê derfet û îmkan ji bo şaristaniyeke bingehê wê çînî zêdetir amade bû, lê li Mezopotamya Jor û hawîrdora wê jiyaneke etnîk hînê zêdetir dest dide. Şertên nîv-koçeriyê, parastin, têkiliyên deşt-çiyê, şertên demsalî ji bo jiyana etnîsîteyê peyda nedibûn. Jixwe şoreşa neolîtîk jî encamên van şert û mercan e. Zêdebûna hejmara şêniyan, pir zû rê li ber têkoşîna li ser cihûwar û qadên hilberandinê vedike. Ji lewra rêxistinbûyînên tîpa eşîrê dibin deverên bingehîn ên hilberandin, parastin û bicihbûnê.

Şêwazê dewletê yê rêxistinbûyînê, taybetiyên wê hene ku her kêlî ji ber êrîşên ji der ve hilweşe. Şert û merc ji bo dewletbûyînê zû xuya dikin. Eşîr, gundên hînê piçûktir û qebîle şensê wê yê jiyanê bi sînor in. Yan tevlî eşîreke bi tesîr bibe, yan koç bike, yan jî heta dawiyê li ber xwe bide, alternatîfên bi vî rengî hene. Kesên xwe diavêjin bextê şertên zehmet bi giranî komên têkoşer û çarçoveya wan teng e. Cihûwarên li deştê jî ji wan derdor û beşan e, ku herî zû dikevin bin bandora dewletê. Em wexta çav li eşîrên deştê û çiya didêrînin, em dibînin eşîrên li çiyê saf in, û tevlîhev nebûne; eşîrên li deştê dijîn asîmîlasyoneke pir dijwar derbas dikin. Ji ber vê yekê ye, cudahiyeke ciddî di navbera Kurdîtiya çiyê û deştê de heye.

Prototîpa koma zimanê Kurdî texmînî diçe 12.000 sal berê. Ji ber ku zimanê cotkarî û heywan xwedîkirinê ye, li ser nîzama jiyanên wek xwe û kokên wan jî bi tesîr dibe. Bi cudabûyînê re di derketina Hûriyan de roleke bingehîn dilîze. Komên zimanên Hînd-Ewrûpî xurt in, ji ber bingehê wan xwe dispêre şoreşa cotkariyê ya hezar sal berê. Eger bi vî rengî kokên ziman nebûna, wê li ser cografyayeke berfireh îzaha peyvan mumkîn nebûya.

Divê mirov belavbûna li Kurdistanê ne fizîkî, bi awayekî çandî bifikire. Texmînî 6000 sal berê rengê avabûna eşîrê xuya dike. Hin eşîrên Kurd ên li çiyê dimînin peyvên bi kar tînin li cem Hûriyan peyda dibin. Heta gelek peyvên di koma zimanê Hînd-Ewrûpayî de wek mûrd=mirin, jin=jiyan, ra=ro, star=stêrk û hwd. vê rastiyê nîşan didin. Wekheviya di navbera nîzamê xwedayî û mîtolojîk de jî balkêş e.

Rewşa derbasbûnê ya di navbera şaristaniyên Sumer-Hîtît de, hêmanekî din e, hebûna eşîrî ya proto Kurdan xurt dike. Ji ber ku dewletbûneke zû wê tasfiya wan hêsan bike, jiyaneke nîv-koçerî, yanî şêwazeke jiyanê ya mîna gerîlla tercîh dikin. Li hawîrdora wan çiqas dewlet ava dibin, ew çend hewce dibînin ku eşîra xwe xurt bikin. Li cem Kurdan eşîr nîv-gerîlla ye. Em wexta ji nêz ve li rêxistinbûyîna eşîrê dinerin, em dibînin erkê dayikê û azadî derdikevin pêş. Jin gelek bi tesîr û xweser e. Encama em dikarin ji vê derxînin ew e ku berxwedana eşîrê di asta nîv-gerîllatiyê de pêş ketiye. Em careke din dibînin ku asta azadiyê ya jinê di vir de jî asta azadiya civakê diyar dike. Hêz, jêhatîbûn û wêrekiya kevneşopî ya jina Kurd çavkaniyekî wê yê kevin ê dîrokî heye. Aliyê neyênî yê şêwazê jiyana eşîrî ew e, îmkanê wê kêmin ji bo wergere civakeke berfirehtir û pêşketîtir.

Civaka çînî bajêr pêk tîne. Bi bajêr re nivîs, huner û zanist hînê zû pêş dikeve. Damezrandina dewletê kapasîteya raman û çalakiyê pir zêde pêş de dibe. Bi hatin û bereketa ekonomîk re şêniyên zêde, dikarin bi hev re bijîn. Kurd ne ku bê qabîleyet bûn, berovajî ji ber ku bi qabîliyet bûn li welatê xwe di jiyana azad de israr kirin. Belkî jî vê yekê ew ji pêşxistina sîstema şaristaniya koledar kirine. Lê bi saya berxwedana azadiyê hebûna xwe parastine.

Eger em pîvanên pêşketinê wek azadî destnîşan bikin, belkî jî Kurd di dîrokê de gel û koma etnîk a herî pêşketiye. Di şaristaniyên navenda wan Mezopotamya de ku BZ heta salên 330 tên, statuya eşîrên Kurd li herêmê xwedî cihekî payberz e, xwedî taybetiyên welê ye, li têkiliyên pêre tê gerîn. Ji bo vê yekê, çavkaniya herî baş Dîroka Heredot e. Wexta Heredot tim û tim behsa Medan dike, îşaret bi hin meylan dike ku wê demê civaka pêşketî ya Grek bi hevkariya Medan gunehbar dikin. Kurdên wê demê Med van taybetiyên xwe deyndarê nasnameya xwe ya azad in.

Dînê Zerduşt ji aliyê exlaqê azad ve dînê herî xurt e. Di warê têkiliyên jin-mêran de nêzî sîstema wekhevî û azadiyê ye. Nîzameke wekheviyê ya îdeal salix dike. Jin û mêrtiyeke baş wek fazîleteke neqane dihesibîne. Qîmetê dide mezinkirina zarokan û rastî wek pîvana yekemîn a perwerdê ye. Pir girînge ku mirov derewan neke. Di nav dînan de yê herî zêde balê dikişîne ser parastina heywan û hawîrdorê. Di xurtbûna malbata Kurd de bandora Zerduştiyê eşkere ye. Hînê jî ev kevneşopiyên mîna yên Zerduştiyê li cem æzîdî û Elewiyên Kurd geş û zindî ne.

Çendîn dikevin bin bandora şaristaniyan, nîzamê wan ê eşîrê û exlaqên wan xira dibin. Piştî dagirkeriya Helenîzmê, bi senteza Rojava-Rojhilat li ser rêya şaristaniyê qonaxeke nû ya girîng pêk tê. Kîtabeyên li xirbe-bermahiyên Nemrûd ku peykerên qraliyeta Komagene'ne, vê rastiyê baş nîşan didin. Heta derketina Îslamiyetê çiya di jiyana civakî ya Kurd de rola xwe diparêze. Tevî vê yekê, mirov dikare texmîn bike ku berê di nav persan de paşê di nav împaratoriya Part û Sasaniyan de çîneke arîstokrat a Kurd cih çêkiriye. Arîstokrasiyeke ji etnîsîteyê qutbûyî jî bi serê xwe ji çînîbûnê dûr e. Belkî beriya persan ev qabîliyeta wê hebû. Lê piştî ku bi împaratoriyê re hevkarî kirin, dibe ku girêdaneke bende û ebd ji wan were hêvîkirin. Agahiyên di dest de vê taybetiya çîna arîstokrat nîşan didin. Etnîsîteya Kurd çiqas azad e, arîstokrasiya wê jî ew çend hebûn û tinebûna wê diyar nîne û hevkar e. Li ser vî hîmî çînîbûyîn belovajî ye û bi înkara nijadê re di zikhev de ye. Çîneke arîstokrat a mîna Grek, Roma û Pers di civaka Kurd de dernakeve pêş. Zêdetir di nav arîstokrasiyên serdest de dilê xwe dibijîne wan û şikil werdigire. Vegotina 'ji qral hînê zêdetir qral e' ji bo hevkarên Kurd li cih e. Eger arîstokrasiyek mîna ya Roma, heta ya Sumer û Misrê çîneke dewletê derketibûya, bêguman wê pêşketinên civakî yên li Kurdistanê cuda bûna. Bajarên wan nînin. Bajarên hatine avakirin beden in. Em wexta li bajarên Helenan ava kirine dinerin cudabûneke mezin heye.

Di tevahiya van hemû deman de cudabûna di navbera gund û bajaran de li ser cudabûna di navbera civakê de jî bandorê dike. Ji serweriya Persan ve bajar rola navendên biyanî dilîzin, kom û koçerî jî ji çanda herêmî re xizmetê dikin. Ev rastî demeke dirêj wer dewam dike. Bajar berê mora Sumer û paşê jî li gorî rêzê mora Babîl, Asûr, Pers, Helen, Roma, Bîzans, Osmanî û herî dawî jî mora netew-dewletan dixwin. Li hemberî vê yekê gund û kom Kurdîtiyê hildigirin û temsîl dikin. Kurd ji kêfa xwe kom û gund nemane, dagirkerî û bajarên biyanîbûyî di vê yekê de roleke diyar dilîzin. Bajar ji bo Kurdan tê maneya xerîbbûyînê, koletiyê û hevkartiyê.

Bandora Îslamiyetê li ser etnîsîteya Kurd û arîstokrasiya wê piralî bûye. Beşên yekemîn stû xwar dikin, hevkarên etnîk û arîstokratên bajara ne. Teslîmiyet bi kok e. Rola wan a di çînîbûyîna serdema navîn de bingehê îxanetê ye ku digihîje heta roja me ya îro. Dikarin xwe ji Kurdîtiya li derveyî bajaran nehesibînin di nava komên îqtîdarê yên serdest de xwe bi rêxistin bikin.

Em wexta vê mijarê objektîf digirin dest û li ser radiwestin, em dikarin hînê baştir çareser bikin. Hawîrdor beriya hezar salan xwe bi rêxistin kiriye. Bajar bi tevahî xerîb in. Keys û firsend nayê dayîn ji bo bajarên xwe ava bikin. Mîna fatihekî ji çiyê danakevin. Ji zû ve hevkaran rê vekirine. Yên pişt re tenê dikarin wê rê bişopînin. Ji Sumerbûyînê em bigirin heta Helenbûyînê, Persbûyînê û Erebbûyînê di nav her nijada serdest de nikarîne xwe xilas bikin ji nehelînê. Tê fêmkirin ku etnîsîteyeke bi vî rengî bijî û li ser vî hîmî hiyarerşiya xwe wenda bike, wê nikaribe ziman û çanda xwe pêş de bibe.

Di serdema navîn de her çend hin xanedaniyên Kurd pêk hatine jî nekarîne bandora Erebî û Farisî li dawiyê bihêlin û xwe bigihînin qonaxa xanedaniyeke netewî. Xanedaniyên navdar ên Kurd Merwanî û Eyyûbî (PZ 990-1090, 1775-1250) di dema serweriya xwe de ji xanedaniyên Ereb pir cuda nebûne. Di warê Kurdî de xebat û hewldaneke ciddî nîşan nedane. Li ser xeta klasîk meşiyane. Ji ber ku gel Îslam bi rêya mezheb û terîqetan jiyaye di parastina cewherê Kurdî de roleke erênî lîstine. Feodalîzma serdema navîn tevî hemû aliyên xwe yên neyînî nekarî taybetiya Kurdan a qewmî tine bike, berovajî bi sînor be jî Kurdan di warê siyasî, wêjeyî, entelektuelî û gelek pêşketinan de hebûna xwe nîşan dane. Mirov di vî warî de dikare Şerefname (1596) Mem û Zînê (di salên 1690î de) wek mînakên pêşketina taybetiyên qewmî yên Kurd nîşan bide.

Em yekem car dibînin ku kom ji eşîran vediqetin. Komên ji eşîran vediqetin ji wan re Kurmanc tê gotin û girseyek li derveyî eşîrê îfade dike. Bi hejîna nîzama eşîrê re û bi veqetînan re ev girse timî mezin dibe. Taxên li keviyên bajaran yekem car kurmanc pêk tînin. Em dibînin ku ev pêvajo di sedsala 19. de bi leztir dibe. Em dikarin bişibînin pêvajoya kapîtalîzmê ya karker pirkirinê. Kurmanc tam hemtayê Kurdîtiyê ye. Di navbera Kurdê eşîrê û Kurmanc de cudahî nîne. Eşîr bêyî hîyarerşî nabe, lê Kurmanc bi malbata xwe heye. Mîna karkerekî Kurd be. Çîneke karkeran e. Gotina koma karker vê rastiyê baş îfade dike.

Serf, Kurdê xulam bendeyê axa ye. Axatiya di serdema navîn de pêş ket di arîstokrasiya Kurd de xwedî cihekî xweser e. Karîbûye ji eşîrê serfan biafirîne. Axatî nemaze di dema Osmaniyan de pêş dikeve. Zêdetir li gund derfetê wê yên cotkariyê pêş ketine. Eger etnîsîte li gundekî cotkariyê bi cih bûye, hiyarerşî jî bi şêweyekî axatiyê xwe pêk tîne. Axa bi tundîtiya xwe tê naskirin. Ji serekê eşîrê cuda ye. Zêdetir bi darê zorê tevdigere. Serekê eşîrê jî bi têkiliyên xizimtiyê rê ve dibe. Saziya şêxtiyê wek kevneşopiyeke Ereb hatiye pejirandin. Saziyeke bi bandora dînî pêk hatiye. Tevî ku bingehekî wê yê ekonomîk heye, hînê zêdetir entelektueliya serdema navîn temsîl dike. Hinekî dişibe şefê terîqetê. Mirov dikare serekê eşîrê, axayê gund û şêxtiya dînî-terîqê wek çînên serdest ên serdema navîn ên Kurd bi nav bike. Di çînîbûyînê de hin pêşketin bûne.

Ji hevkariya Şerefxanî û Osmaniyan (Emîrê Bedlîsê Îdrîs-î Bedlîsî serokê wan ê fexriye) ev tebeqeya serdest sûd werdigire, lê piştî sedsala 19. berjewendiyên xwe wenda dikin pêvajoya serhildanê didin destpêkirin. Kengî daxwazên ji bo bacên giran û esker ên dewleta navendî ji statuya berê derbas dibin, tevahiya sedsala 19. bi serhildan û îsyanan derbas dibe. Lê van serhildanan nekarîne xwe bigihînin qonaxa netewparêziya Kurd, nekarîne xwe bigihînin netewparêziya Rojava û heta nikarîne xwe bigihînin qonaxa netewparêziya Ermenî û Suryaniyên li ber serê xwe. Têkçûna wan bandoreke neyînî li ser gel kiriye. Hiştiye ku asta azadiyê ya gel bikeve. Nekarîne qewmê Kurd bigihînin tevgereke netewî. Mirov nikare bibêje ku karîne rola kevneşopiyê li dawiyê hîştine.

Em dikarin vê pêvajoya serberjêrçûyî ji bo Kurdan bi serhildanên di sedsala 19. de bidin destpêkirin. Di dîrokê de yekem statuya Kurd tine dibe, ti roleke wê ya siyasî ya xweser namîne. Piştî şerê cîhanê yê yekemîn hilweşîna împaratoriya Osmaniyan hevkarên Kurd jî xistiye rewşeke tengav. Di destpêkê de fêm nakin ku şerê rizgariya netewî ji bo xilaskirina xelîfetiyê nîne, kengî fêm dikin ji bo avakirina komarê ye, hevkartiya xwe ya di destpêkê de werdigerînin serhildanan. Bi têkçûna xwe re rê li ber pêşketina statuyeke hevkar û înkarwarî vekirin. Çendîn taybetiyên xwe yên Kurdayetiyê wenda kirine di nava dewletan de mîna klîkeke ajan û sîxur tevgeriyane. Ji bo xwe wek komên hindikayiyan bidin qebûlkirin li ser navê netewê serdest bûne netewparêzin herî dijwar. Dîndariya wan û netewparêziya wan jî ji bo her gel û netewî tehlûke ye.

Netewbûyîna Kurd di cihokeke nakok û cuda re diherike. Li dora bazareke hevpar derfet û îmkanên pêşdebirina ziman û çanda xwe nedîtiye. Serhildan û tepisandinên dijwar ev şens ji holê rakiriye. Ji ber ku berxwedan hatin şikandin û tevgerên netewî yên hemdem nehatin afirandin, rê li ber netewbûyîneke asta wê pir li paş vekirin. Nekarîne xwe bikin tevger û partiyên netewî yên hemdem. Nekarîne di rohnîbûna Kurd de jî alîkariyeke bi kêr bikin. Tevî ku komar bi Tirkan re hat avakirin, ji ber lêgerînên wan yên kevin, ji ber nas nekirina wan ya komarê, vî şensî jî ji destên xwe direvînin û dikin ku serhildanên nû li dijî Kurdan bigihîjin encamê. Ji asîmîlasyona pişt re were meşandin, serî radizînin û di siyaseta netewê serdest de bi awayekî bêpîvan û xayînane dimeşin û di sedsala 20. de ku serdema rizgariyên netewî bû, kirin ku ji bo Kurdan sedsal bibe ya herî xirab. Di vê de xwedî rola bingehîn bûn. Çendîn netewiyeta xwe qirêj kirine, ew çend jî netew an jî netewên di navê de xwestine rol bilîzin, qirêjî kirine.

Pir muhtemel nîne ku netewîbûyîna Kurd li dora bazarekê û bi tevgerên netewî yên bûrjûwaziyê pêş bikeve. Di pêngava nû ya Rojhilata Navîn a DYE de diyar nîne ku wê Kurdên hevkar û netewiyeta bûrjûwaziyê di çi astê de bi kêr werin. Ji muttefîkekî bipîvan zêdetir, wek tevgerek heta dawiyê bi berjewendiyê xwe ve girêdayî xuya dikin.

Ji bilî van, li dawiyê şêwazê Kurmancî û xebatên civakî yên komîn ên demokratîk hene. Li dora civaka sivîl, komîn û demokratîk, dikare netewîbûyîneke Kurd a têkûz bi rêbazên hemdem pêk were. Divê ji tevgerên netewî yên navend dewlet cuda bin, ji bo demeke dirêj li şûna xwe bispêre rêbazên şerekî rizgariya netewî, pêşî bi xebatên demokratîkbûyîn û civakeke sivîl a fonksiyonel, dikare şêwegirtineke netewî pêk bîne. Nemaze tevlîbûna jinê li ser hîmekî azad girîngiya wê pir zêde dike. Xebata were meşandin, divê xwe ji netewparêziyê kiribe, ji radîkalîzma dîn dûr xistibe, îfadeya azad a çanda herêmî be, azadiya cinsî ya civakê û parastina hawîrdorê bike, xebateke netewîbûyînê ya bi vî rengî, eger tê de rêbazên cihêxwazî û şîdetê nebin, wê karibe netewîbûyîneke demokrat pêk bîne. Ev rêbaz a herî têkûz e.

Netewbûyîna Kurd a bi vê rêbazê bimeşe, li cihekî mîna Rojhilata Navîn ku netewparêztî, mezhebtî, etnîk û dîndarî ketine qirika hevdu, dikare li herêmê bibe mînakekî payeberz ê çareseriyê. Nexasim di mînaka Îsraîl-Filîstînê de neçariyeke mezin a rêbaza netewparêziyê heye, ji lewra rêbazên nû şert in. Dem hatiye were fêmkirin ku pirsgirêk bi şîdet û cihêbûnê çareser nabin. Dîsa divê baş were fêmkirin ku bi terora dewletê rastiyên millî nayên tinekirin. Ya hînê girîngtir ew e ku divê baş were fêmkirin ku bi netew, etnîk, dîn û çandên cuda re jiyan nabe sedema fikar û wendakirinê, berovajî, dikare bibe rêya jiyaneke dewlemend û zindî. Ji bo çand û netewên cuda dewlet hewce nake, berovajî, demokrasiyeke tam pêdiviyek e ku dest jê nabe. Kengî ev baş hat fêmkirin, wê were dîtin ku pirsgirêkeke netewî ya neyê çareserkirin nîne.

Di roja me ya îro de netewîbûyîna Kurd her du rêbazan jî di zikhev de diceribîne. Ya yekemîn, sîstema Rojava destekê didê, hînê bernameya wê ya berçav nîne, tenê wek Dewleta Federe ya Kurd tê bi navkirin, xwediyên vê rê tebeqe serdest a Kurd a netewparêzên paşverû ya feodal-bûrjûwazîn e; ya duyemîn, hêza xwe ya cewherî esas dibîne, hedefa xwe afirandina neteweyekî azadîxwaz û demokratîk e, ev rê ya gelê Kurd ê kedkar e. Ya yekemîn paşverû ye, xwe dispêre berjewendiyê, tayên feodal, dîndar û eşîrtiyê bi kar tîne, ya duyemîn eşîrtiya teng li dawiyê hiştiye, xwe li ekolên dîndar û feodal ranagire, tayên demokratîk, wekhev û azadîxwaz esas dibîne. Ya yekemîn bi giranî di şert û mercên dagirkeriyê yên DYE de hewl dide li Kurdistana Iraqê pêşengiyê bike, ya duyemîn xwe dispêre hêza xwe ya cewherî û hewl dide di demokratîkbûyîna Tirkiyê de Kurdistanê ne wek çoyekî, lê wek destekekî bixe rola pêşengiyê. Ev her du rê yan jî her du rêbaz wê di dema pêş me de rola wan a çareseriyê li Rojhilata Navîn di pirsgirêkên demokratîk-netewî de ku wê girantir bibin, hînê baştir diyar bibin û girîngiya wan were fêmkirin. Li gorî giraniya van rêbazan wê diyar bibe ka Kurdistanê bibe Îsraîl-Filîstîneke nû yan jî wê bibe welatê çareserî û aştiyê. Çendîn ji rêbazên etnîka teng, qewmiyetparêz, dînî û netewparêziyê dûr were sekinandin û îtîbar bi rêbazên eskerî neyê kirin, pirsgirêkên civakî yên pir tevlîhev ên li Kurdistanê wê çareseriya wan bi awayekî azad û wekhev bibe û ew çend jî rêya netewîbûyîneke demokratîk wê vebe.

5- Li Kurdistanê îdeolojiya fermî û şêwazê wê yê îqtîdarê

Eger çîrokên îqtîdar û îdeolojiyê bihata nivîsandin, diyare wê di rastiya civakî de gava herî girîng di teoriya hemdem de bihata avêtin. Pêwîste mirov baş bizanibe ku di sosyolojiyê de rastiya îqtîdar û îdeolojiyê nehatine çareserkirin. Îdeolojî wek hakîmiyet û fikirîna hevpar û rêvebirina îqtîdarê ku rola wan di şekildayîna hemû hucreyên civakê de baş neyê eşkerekirin, wê hemû analîzên siyasî, civakî û aborî, rê li ber cehaleteke nezanî ya herî xeter vekin. Eger mirov cudahiya di pêkanîna rêbaza zanistî ya li ser civakê û li ser dunya derveyî civakê de nebîne, wê pirsgirêka zanîn û kirinê jî hînê tevlîhev bibin. Xwenaskirina civakê jî di vê rastiyê re derbas dibe. Xusûsiyeta bingehîn a civakan, xwe tarîf kirine. Civakek nikaribe xwe tarîf bike, mirov nikare behsa hebûna wê civakê bike. Mirov ji vê re bibêje; civak bûye cenaze jî li cih e. Navekî din ê xwe tarîfkirinê jî îdeolojiya civakî ye. Mirov dikare îdeolojiyê wek pakêta fikrên hevpar a bûye îrade, tarîf bike. Navekî din ê vê yekê ew e ku exlaqê civakî ye. Fonksiyona bingehîn a exlaqê civakî ew e ku hebûna civakî ji sedî sed misoger bike. Hebûna civakî jî tenê bi xwedîderketina li xwe, yanî civak bibe xwedî hêza xwe ya îdeolojîk, dibe. Xelek bi vî awayî temam dibin.

Tevî ku îqtîdar bi îdeolojiyê bi tayekî xurt girêdayî ye, dîsa jî wek rastiyeke cuda nemaze di civakên tehekumkar de diyarker e. Îqtîdar bi xwe şîdeta di nav civakê de ya bûye sazî yanî amûreke ku şîdetê dinuxumîne. Ji lewra belkî nabe ku mirov îqtîdarê bi serê xwe tarîf bike. Eger mirov maskeyê tarîf bike, divê were zanîn wek amûrê nuxumandina çi tê bi kar anîn. Maske bi serê xwe nayên tarîfkirin. Şîdet kengî dijwar bû û teqiya tê fêmkirin. Wî wextî maske dikeve û tê fêmkirin ku ew bi serê xwe nebûye. Eger bibe jî temamkerekî şîdetê heye û hînê pir zelal wê were dîtin ku rûyekî xapînok ê şîdetê heye. Civakek şîdet wê diyar bike, rewşa wê ya asayî nîne, rewşa wê ya teqînê ye. Timî teqîn bi qasî di xwezayê de di civakê de jî rewşeke nadîde ye. Jixwe hevkariya mezin ya mejiyê hisî û analîtîk di wê qabîliyetê de ne, pêşî li teqînên civakî - şer, şoreş, dijşoreş, serhildan, pevçûn - bigirin. Wexta rewşên bi pirsgirêk derkevin ji sedî sed çareseriyên bêyî teqîn mumkîn dibin. Yanî rast nîne were gotin ku ji bilî rêyên eskerî û şîdetê çareserî nîne.

Em ji bo îdeolojiya fermî û îqtîdara li Kurdistanê binirxînin, hewce bû em van tarîfên kurt bikin. Bi îdeolojiya fermî statuya îqtîdara dewletê li ser civakê ferz kiriye diparêze, rewa dike; ji bo îqtîdara dewletê ya yekalî bi civakê bide erêkirin û dewamkirin, afirandina zêhniyetê ye. Eger em mînak bidin, di Sumeran de mîtolojî, li cem Grekan felsefe, li Ewrûpaya hemdem zanist û di cîhana serdema navîn de jî dîn wek amûrekî îdeolojîk fonksiyonel bû. Kiryarên wê (wek îbadet û merasîmên dînî) di asteke talî de xwedî fonksiyon bûn. Qalibên bingehîn ên zêhniyetê diyarker bûn.

Li gorî îdeaya bingehîn a îdeolojiyên fermî li Kurdistanê, rastiyek bi navê Kurd nîne, eger hebe jî pir girîng nîne, girîng be jî eşkerekirina wê pir bi tehlûke ye. Ev zincîra îdeayan welê dewam dike. Ji bo vê jî ji hezar cihî bahaneyan tînin. Hin bahaneyên mîna qeşayê sar û hin jî mîna ava kelandî bi serê mirov de dikin. Îqtîdar û her tiştê pê ve heta qebûlê bibîne û were erêkirin van kiryaran wer dewam dikin. Bahaneya bingehîn a di bin vê kiryarê de jî ew e, Kurdistan ji zû ve hatiye fetihkirin û pê re hemû Kurd jî teslîm hatine girtin. Ya seyr ew e, haya Kurdan ji van ti îdeayan tine. Ereb, Tirk û Farisekî xwediyê îqtîdarê pir bi zimanekî fort û pesin dikare behs bike bi kîjan şerên serketî Kurd û Kurdistana di bin destê xwe de zevt kiriye û heta ji qala van qaşo çîrokên qehremanî û fethê jî pir zewq werdigire. Kurd jî - eger îdîa û rûyî wan heye ji bo bibêjin em hene - dikare devê wî ji hev çûyî van çîrokan guhdarî bike. Pir hindik qabîliyeta wê heye lê bipirse ku çi û kî hatiye fetihkirin. Rewşa wî ya heyî, di çarçoveya zêhniyeta civakî û tayê pêve de xilasbûna exlaqê nîşan dide.

Îdeolojiyên fermî bi sedsala ne bi awayên cuda heta roja me ya îro tên. Hem jî wek xelekên zincîrekê. Qutbûnê nas nakin. Eger em mijarê bi mînakan vekin; Ereb jixwe fethên Îslamê wek belgeyeke îlahî di destê xwe de mîna ispateke bingehîn digirin. Dibêjin; "me fetih kir, wê wextê yê me ye." Ji fetihkirina li ser navê xwedê mezintir ma heq heye? Îdea ev e, û hînê jî pir bi xurtî xwediyê vê îdeaya xwe ne. Faris gaveke din pêş de diçin û Kurdan qonaxeke li jêr xizmê xwe dihesibînin û heq di xwe de dibînin ku dest bidin ser her tiştên wan û heta ji xwe piştrast in ku Kurd jî vê yekê erê dikin. Ji lewra hewce nabînin dûrûdirêj sedeman rêz bikin. Mîna ku bibêjin; ma li hemberî îdeolojî û îqtîdarên mezin ên dewletan Kurdîtî jî dikare bibe îdeayek? Tirk jî heman sanaryoyan îdîa dikin. Bêyî ku lê bipirsin îdîa dikin ku beriya hezar salan wek parçeyekî Anatolyayê fetih kirine. Wer ji wan tê ku fetihkirin mafekî mutleq dide wan û bi îdeayeke bi vî rengî ya xapînok ji xwe piştrast dipeyivin.

Ya esas, dibe ku fetha Balkanan, fetha Stenbolê watedar bibe. Lê eger tu bibêjî; Amed hîç nehatiye fetihkirin, ji dema Selçûkiyan ve bi siyaseteke hevpar tê meşandin û xeta bingehîn a dîrokê jî welê ye, wê vê yekê wek êrîşek li îdeolojiya fermî hatibe kirin yan jî wek binpêkrina mafê fethê binirxînin. Lê me baş danî holê ku Kurd ji panzdeh hezar salan ve li ser xakên dijî bû çand, bû welat, ji lewra ji hezar qat mafê fethê maf û îdeayên xurt ên Kurdan hene. Gelê Kurd herî kêm zivistan havîn çandiye; zevî vekirine; gund û bajar ava kirine; bi hezaran kul û keserê vî welatî kişandine; li ber xwe daye; miriye; bihost bihost nûra çavan rijandiye, welhasil bi her cure kedê bi şêweyekî gergef hebûna xwe ya civakî li ser vî welatî straye, çawa bi derbekê dibe welatê Ereb, Tirk û yan jî Eceman? Pir bi awayekî mafdar dikarin îdea bikin, belkî te bi sefereke neheq dagir kir, lê ez bi dayîna sedan nifşî her roj fetih dikim.

Îdeayeke din a îdeolojiyên fermî ew e ku têgînên Kurd û Kurdistanê girîng nînin, xeter in, heta dikarin bibin sedema teror û cihêxwaziyê. Herçî ji aliyê dîrokî ve têra xwe îspat bû ku têgînên Kurd û Kurdistanê hînê Ereb, Fars û Tirk li naverastê nebûn bi hezaran sal berê hebûn. Her weha bêqîmet jî nebû û hat destnîşankirin ku ji şaristaniyên bingehîn re çavkaniya sereke bû. Îdeaya dibêje dikare ji şîdet û cihêxwaztiyê re bibe çavkanî, berovajî îdîayê ispat dike. Helwesta mînaka dizekê rez ê xwedî diqewirîne cihêtîxwaz e. Erdên ku Kurdan bi hezaran sal keda xwe tê dane çima parçe û cihê bikin? Dîsa Kurd bi xwe têne kuştin, têne dagirkirin û ya rastîn ên ji der ve tên bi amûrên şîdetê dikevin hundur. Kurd çima şîdetê bi kar bînin? Xweparastina herî mecbûrî çima bibe şîdeta cihêtîxwaziyê?

Nuqteyên ku me formule kirin, îdeolojiyên fermî ev çend vekirî naynin ziman, lê îdeayên wan bi cewherî welê ne. Jixwe gotinên pêşiyên wan jî rastiyê rave dikin, çi dibêjin; "Alavere dalavere Kurd Mehmed biçe nobetê", "Kurd çi ji cejnê fêm dike, xul xul dew vedixwe." Îdeolojiyên fermî di çarçoveya van îdeayên xwe de dersên dîrok, ekonomîk, siyaset, wêje, huqûq, hunerên din, eskertî û heta wek zanista dîn û exlaqê li dibistanan dide û wek wezîfeyeke bingehîn dihesibîne. Bi vî awayî bawer dikin ku civak rewa dibe. Îdeolojî di vê nuqteyê de hewl dide ji komkujiyê wêdetir bibe xwedî fonksiyonekê. Ji hejarketin û têkçûna gelê civakekê sûd werdigire û wî ji nedîtî ve tê, ev yek ne tenê binpêkirina mafekî ye, di cewherê xwe de înkar û xîlafketina bi hemû rastiyên zanistî, felsefî û dînî re ye. Yê înkar bike dikare tine jî bike.

Erk û wezîfeya vê nivîsê nîne ku dûrûdirêj guftûgo bike, di van pêvajoyan de dewletên Ereb, Tirk û Fars xwediyê çi îdîayan e. Tenê tarîfa fonksiyona îdeolojîk tê kirin. Wekî din pirsgirêka amûrên îdeolojiyê heye. Hînê berê bi xoceyên gerok, derwêş û seyîdan, paşê bi pirtûkan, ber bi roja me ya îro ve bi rojname, radyo û televîzyonan, bi mizgef û dibistanên fermî, ev îdeayên îdeolojîk ku mîna rastiyê nîşan didin, her roj hezar carî dubare dikin û hewl didin rewa bikin. Eger tezek ters were kirin, yekser dibe mijara gunehkariyeke mezin û tavilê digihînin hêzên ewlekariyê û saziyên dadgeriyê. Di vê mijarê de dadgeh pir zû biryarê didin, ceza dibirrin û bi awayekî dijwar bi cih tînin. Eger civakek, gelek ji rûmeta xwe ya herî bingehîn xweîfadekirinê hatibe kirin û ev çend li astengiyan hatibe qewimandin, çi hakim dibe û çi jî mehkûm be, ji wan mirov û civakan êdî çi xêr tê?

Pir eşkere ye, ku îdeolojiyên fermî rê li ber pirsgirêkên ciddî vedikin. Hewl didin cewherê îqtîdarê şîdetê rewa bikin û bi vî awayî serwer û mafdar nîşan bidin, vê yekê jî di afirandina statuyekê de bi kar tînin. Çi hakim û çi jî mehkûm dibe, hewl dide paradigmaya bingehîn a civakê bi nertineke yekalî serwer bike û bi vî awayî têgihîştina li rastiyê û helwestên têkûz asteng bike. Piştgirî û aştiyeke muhtemel a civakî ji cewherê wê dûr dixînin û pûç dikin. Berovajî, ji bo îdeayên dijber her kêlî karibin derkevin holê sedemên ciddî amade dikin, ji bo rewşeke bi pevçûn û şîdetê pêk were dest li ba dikin. Di dîrokê de her tim îdeayên îdeolojiyan ên li derveyî rastiyê ji bo şeran bahane afirandine û bi vî awayî pêşî li aştiyê girtine. Vê yekê jî bi xwe re timî rê li ber derketina îdeolojî û avahiyên nû yên dijber vekiriye û bi vî awayî civakê di nav rewşeke tengezar û bi pevçûn de dihêle.

Aştiyeke rastîn a di qada îdeolojîk de bi azadiya fikrê dibe. Ewrûpiyan piştî şerê sedsalan ên îdeolojîk li girîngiya fikra azad hayil bûn û ew kirin wek mafekî bingehîn. Fikra azad qelsî û çewtiyên di helwestên îdeolojîk de derdixîne holê û rê vedike hînê rastir û têkûz bibin. Bi vî awayî jî afirandin û hilberandina fikrê pêk tê. Li Kurdistanê rakirina dorgirtina îdeolojîk a li rastiya Kurd, ji bo îfadeya azad serbestkirina amûrên wek pirtûk, rojname, sînema, radyo û têlevîzyon ne tenê pêdiviyeke mafê mirovan û hewcebûna demokratîk e, ya esas, divê derfet û îmkan werin afirandin ji bo civak karibe bi rastiyan bihese, karibe xwe bigihîne cîhana agahî û zanistê, yanî divê alîkarî were kirin ku civak bibe ya agahî û zanînê. Ji bo pirsgirêk bi awayekî rastîn werin çareserkirin û aştî bi awayekî herî rasyonel pêk were, şert e, civak bibe xwedî agahiyên rast. Di dunyayê de ya Ewrûpa kiriye nirxa bingehîn ew e ku ev rastî hêjayî civaka xwe dîtî ye.

Li Kurdistanê û li ser rastiya Kurd heta îdeolojiyên fermî yên heyî rewşa xwe dewam bikin, wê ji der ve ji bo her cure îstîsmarê deriyan vekirî bihêlin û wê bibin sedema rastîn a tehlûkeyê. Bûyerên li Iraqê diqewimin vê rastiyê pir baş îfade dikin. Yên qumbûra îdeolojiya fermî li pişta xwe kirine, wê li ser rêya hemdemiyê timî bihulkum in. Ji lewra berovajî îdeayan, îdeolojiyên fermî yên heyî rewşeke bi cihêtîxwazî û şîdetê timî avis pêk tînin û bi vî awayî jî dibin çavkaniya rastîn a xeterê li dijî yekparebûna dewletê. Ji ber vê yekê, dîrok gelek civak, dewlet û welatan nas dike ku bi van sedeman ketine şerên kor, parçe bûne û mezin têkçûne.

Em wexta hinekî din bi awayekî berçav li şêweyê pêkhatina îdeolojiya fermî ya li ser Kurdistanê bi tesîre dinerin, em dibînin dîndarî û netewparêzî serdest in. Li her çar parçeyên Kurdistanê Îslam wek îdeolojiyek dewletê fonksiyonel e. Her çend guftûgoyên laîsîzmê têne kirin jî li van hemû welatan Îslam roleke siyasî dilîze, divê baş were zanîn têkiliya di navbera ferd û xwedê de - di cewherê xwe de têkiliya di navbera dewlet, îqtîdar û ferd de - xapandin e. Hin welat, mînak, Îran vê yekê eşkere dike, lê yên din vê yekê nuxumandî dimeşînin. Li Tirkiyê saziya Diyanetê ji sed hezarî zêdetir kadroyên wê hene. Belkî jî li Îranê artêşeke welê ya dîn nîne. Dibistanên Îmam Xetîb nêzî dibistanên fermî ne. Tevî kûrsên quranê, enstîtu û fakulteyên îlahiyatê hejmara kadroyên wê digihîje nîv mîlyonê. Cîlaya laîsîzmê li ser perwerdeyê dixînin û bawer dikin ku bi vî awayî wê sekulerîmzê - dunyewîbûyînê - pêk bînin. Lê ya rastîn dikarin bi çareseriyên sosyolojîk û wêjeyê fikra dînî li dawiyê bihêlin û dunyewîbûyînê pêş de bibin. Li van welatan pir bi awayekî xirab dîndartî û zanistî têkelî hevdu bûne. Ev têkelî di zîhnê de fikrê kilît dike û li pêşiya ramana azad, pêşketina felsefeya wêjeya resen biafirîne dibe asteng. Ya rastîn ev welat baş nefikirîne wê bi îdeolojiya Îslamê karibin çi bikin. Di hesabên rojane yên îqtîdarê de wek amûrekî civak û jinê kontrol dike, bi kar tînin. Lê ji ber ku nikarin paradigmaya zanistî pêş de bibin, nikarin li xwe hayil jî bibin ku çiqas mezin wenda dikin.

Tevî vê yekê, zêhniyeta bi rêxistinbûyî terîqet û partîbûyîn wexta yekser xwe bi siyasetê dikin, rewşekê diafirînin êdî derketina ji navê zehmet dibe. Dîndarbûyîn an jî nebûyîn bi serê xwe zêde xwedî mane nîne. Wekî dîndarekî pir baş dikare di civakê de roleke girîng bilîze, yekî hîç ne dîndar ê laîsîst jî dikare heman rolê bilîze. Lê ji bo vê yekê analîza sosyolojîk a dîn şert e. Divê kevneşopiya dînî ti car piçûk neyê dîtin; bêhurmetî lê neyê kirin. Maneya temsîl dike, divê ji sedî sed were fêmkirin. Eger wer bibe, wek pênase û nasnameya civakê hêja ye. Eger na, wer neyê kirin, tenê bi merasîmên zuha, îbadet û duayên jiberkirî were meşandin, wê tenê di tevizandina mejî û hisan, bêtesîrkirin û pêşîgirtina zanînê de rolê bilîze. Nemaze wexta rêveberiya kêfî - despotîzm - tund dibe, ji ber van sedeman xwe li dîn digire. Bi dîn hewl didin îrade û têgihîştina civakê bitevizînin. Bi qasî li Îranê, li Iraq, Sûriye û Tirkiyê jî dîn li ser vî hîmî pir tê bi karanîn. Di polîtîka dîn a Ataturk de naverokeke sosyolojîk heye. Tercîha wî ya li aliyê zêhniyeta zanistî eşkere ye. Mirov nikare têkoşîna wî ya zêhniyetê ji nedîtî ve were. Lê ji ber ku pir bi kûrahî şîroveya kevneşopiya dînî nekarîne bikin, bi felsefeyê nekarîne dîn li dawiyê bihêlin û ji ber ku bi rêxistina Diyanetê xwestine kontrol bikin, li gorî demeke dirêj encamên bi xêr û kêr derneketine holê. Laîsîzmeke mîna Ewrûpayê nekarîne pêk bînin.

Dema piştî Ataturk, ji ber ku paradigmaya dînî bi armancên polîtîk tê bi karanîn rê li ber rewşên hînê dejenere vedike û desketiyên komarê yên di vî warî de jî têra xwe dimehînin. Di demên îqtîdara partiya DP û AP de siyasîkirina dîn eşkere hatiye kirin. Di derbayên leşkerî yên 12 Adarê û 12 Îlonê de bi navê senteza Tirk-Îslamê rengê îdeolojiya fermî danê. Ya rastîn, Tirkiya piştî salên 1980 mîna ketibe ser rêya Îranbûyînê. Herî dawî bi îqtîdara AKPê îdeolojiya Îslamê bi awayekî fermî bûye îqtîdar. Berovajî texmînan îqtîdara Îslama siyasî tercîhek nîne, di encama polîtîkaya dîn a dewletê de ku demeke dirêje dimeşîne, bûye. Hem jî ev yek bi şîroveya mezhebekî herî muhafezekar ê Îslamê bi rêya ekola Sunnî-Neqşîbendî hatiye kirin. Nakokiya wê bi Îslama Îranê re di cewher de nîne bi şekl e. Mezhebê Şîa yê aliyê wê yê civakî li pêş e, û şîroveya Sunnî-Neqşîbendî ya aliyê wê yê dewletparêz û muhafezekar li pêş e, di nav xwe li hev rakişandinê de ne.

DYE bi teoriya xwe ya 'kembera kesk' li dijî komînîzmê tevgera Îslamî meşand, di roja me ya îro de jî dixwaze vê tevgera xwe li dijî Îslama qaşo radîkal, bi navê 'Îslama nermik' dewam bike. Dixwaze vê projeya xwe di ser Tirkiyê re biceribîne, nexasim bi pêşengiya Fettûllah Gulen li herêmê û li gelemperiya cîhanê bi projeyeke mezin a reformkirina Îslamê pêk bîne. Di analîza dawî de derket holê ku îdeolojiya Îslamî di warê civakî û siyasî de ji ber ku civakê ji vekirîbûnê dûr dixîne, xwedî roleke neyînî ye. Nikare bibe şîroveya rastîn a kevneşopiya civakî yan jî ji vê yekê dûr e.

Li ser Kurd û Kurdistanê bi giranî şêweyê Îslama siyasî terîqeta Sunnî-Neqşîbendî ye. Neqşîbendîtî dîrokek wê ya dirêj heye. Di pêşketina wê ya li Rojhilata Navîn de para şêxên Kurdan û serekên terîqetan pir e. Mîna ku xwestine bi Neqşîbenditiyê valatiya îdeolojîk tijî bikin. Piştî serhildanên began, tê dîtin ku pêşengiya îdeolojîk dikeve destên şêxên Neqşîbendiyan. Di sala 1878 de serhildana Nehrî, di sedsala 20. de di sala 1914 de Bedlîs-Mûtkî, di sala 1925 de Şêx Seîd, di sala 1930 de Şêx Ehmed Barzanî û di salên 1960 de tevgerên bi pêşengiya Barzanî û Talabanî, di motîfên wan ên îdeolojîk de Neqşîbendîtî eşkere xuya dike. Piştî salên 1980 di senteza Tirk-Îslam de jî Neqşîbendîtî eşkere xuya dike. Bi Tûrgût Ozal re Neqşîbendîtiyê di partiya ANAPê de pêngaveke girîng avêtiye. Di nav DP û AP berê de terîqet bi bandor in. Lê piştî 12 Îlonê di bin baskê dewletê de weqif, dibistan, komele, medya û saziyên mîna holdîngan ava kirine. Ji sedî sed diyar e ku li dijî îdeolojiya komarê ya kemalîst, dijşoreşeke îdeolojîk hatiye kirin. Lê model diyar nîne, bêdeng û veşartî meşandine. Ev mijara dijşoreşê hînê jî dabaşek di tarîtiyê de ye. Tevî ku têkiliyên xwe bi DYE re heye jî aliyên wê yên hundur eşkere derneketine holê.

Yek ji hêmanên sereke û kilît ê vê mijarê Fettûllah Xoce ye. Tê gotin Fetûllah Xoce ew kes e ku - ji damezrandina komarê heta sala 1960 yek ji pêşengên dema derbasbûnê ya Neqşîbendîtiyê ye - Seîdê Nûrsî li gorî rojane şîrove kiriye. Mirov dikare wî wek serokê terîqeta Evangelîst ê cîhana Îslamê ku bi DYE re di nav îttîfaqê de ye, bibîne. Ji ber ku Erbekan Xoce û Bulend Ecevît bi DYE û burokrasiyê re tam li hev nekirin, wek pêleke nû bi serokatiya R. T. Erdogan bi AKPê re ket pêvajoya bilindbûnê. Mirov dikare bibêje Neqşîbenditiyê di warê siyasî de serketinek bi dest xistiye. Di vê yekê de rola serokatiyên Kurd ên Neqşî jî girîng in. Di hilbijartinên sala 2002 û 2004 de eşkere hat dîtin ku ji mîrasxurên Şêx Seîd û Seîdê Nûrsî, Abdulmelîk Firat, Cuneyd Zapsû, Huseyîn Çelîk, Zekî Ergezen û gelek pêşengên Neqşî (Abdulmelîk Firat Serokê Partiya Azadî û Mafan HAK-PAR, Zapsû şêwirmendê R. T. Erdogan e, Huseyîn Çelîk jî Wezîrê Perwerdeya Mîllî ye) di nav dewletê û siyaseta fermî de cih girtin. Sekreterê YNKê Celal Talabanî û serokê PDKê Mesûd Barzanî jî şêxên heman Neqşîbendîtiyê ne û kevneşopiya Neqşî ya li Tirkiyê destek dikin. Ji dema Ozal ve li dijî tevgera demokratîk û kedkar a Kurd bi dewletê re gelek operasyonên hevpar pêk anîne.

Neqşîbendîtiya Kurd nîv-veşartî dixebite, ji lewra rêxistinbûyînên wê yên li Ewrûpa, DYE û Rojhilata Navîn tam nayên zanîn. Lê divê mirov bizanibe bi qasî Şîa jî bi tesîr in. Têkiliyên xwe yên bi DYE re stratejîk in û di Projeya Rojhilata Navîn a Mezin de rola wan a siyasî û îdeolojîk nayê guftûgokirin. Îslama Nermik di esasê xwe de Îslama Neqşîbendîtiyê ye. Her roja derbas dibe hînê baş tê fêmkirin ku bi DYE re di nav îttîfaqê de heta Asya Navîn di çarçoveya bernameyekê de tevdigerin. Îslama nermik a xwe nûkirî wek alternatîfê netewparêziya Ereb a rejîma Baasî, netewparêziya Kemalîst a CHPê, mezhebparêziya Wehabî ya Erebîstana Suûdî, rêxistina Birayên Misilman ên Misrê û Hîzbûllaha Îranê derdikeve.

Duyemîn versiyona mezin a îdeolojiya fermî netewparêziya bûrjûwaziyê ye. Ev ekolên di sedsala 19. û 20. de îdeolojiyên guzîde û bê hemtabûn, tê zanîn, bûrjûwaziyê ew di hundur de li dijî karkeran û li der ve jî ji bo ekolên sosyalîst ji hêzê bixînin wek îdeolojiyeke dewletê bi hostayî hûnandin. Ev encameke xweza ya têgihîştina netew-dewlet e. Mîna ku dînekî hemdem be. Şêweyekî dawî yê etnîsîte (milletparêziya eşîran) gihîştiyê. Di sedsala 19. de li Ewrûpayê, di sedsala 20. de jî li welatên li derveyî Ewrûpayê roleke herî bi tesîr a îdeolojiya fermî lîstiye. Ji bo nakokiyên civakî bitevizîne, bûrjûwaziya nû ya derdikeve holê bigihîne dewletê, bazareke hevpar pêk bîne û di êrîş birina ser erdên netew û etnîsîteyên din de, roleke bi tesîr lîstiye.

Li Tirkiyê, bi dema Tanzîmatê re di salên 1840 de bi kesên mîna Namik Kemal re şêweyê proto yê netewparêziya Tirk dest pê dike, lê ew jî zêdetir ji bo împaratorî ji hev belav nebe tevdigere. Di rêbaza xwe de jî meşrûiyetparêz bû. Piştî salên 1876an li dijî selteneta Ebdulhemîd hînê tund bû û bi netewparêziya Jontirkan bi Cemiyeta Teraqî û Îttîhadê hem meşrûtiyet îlan kir, hem jî îqtîdara polîtîk bi tevahî kir bin kontrola xwe û hewldanên xwe yên ji bo ji hev belavnebûna împaratoriyetê dewam kir. Polîtîka Elmanya ya gavavêtina Rojhilata Navîn û Asya Navîn bi xwe re di netewparêziya Tirk de nijadperestî anî. Di encamê de Ermenî, Rom, Asûrî û beşek jî Kurd hatin tasfiyekirin.

Netewparêziya dema komarê bi têgihîştineke hişk a netew-dewlet xwe mîna zirxekî li civakê bada. Têgihîştina yek ziman, yek netew û dewletê bi helwesteke nifşparêz kirin mîna dînekî. Li şûna şerîeta klasîk a paş ve avêtin, wek mezhebekî dînî yê nû û kultek hat afirandin. Di vê yekê de dagirkerî, îzolasyon û rejîmên xanedaniyan ên di sedsalên berê de bi tesîr bûn. Komara ket şûna xanedaniyê bandora netewparêziya Şoreşa Fransî hînê xurtir dikir û bi vê yekê hewl dida yekîtiyê pêk bîne. Tevî ku têgihîştina netewên bêyî cihêwazî û bêyî çîn armanceke payeberz bû jî amûrên wê nebû ji bo pêk were. Ji ber ku zêde mucered bû xeter hebû bikeve muhafezekariyeke îdeolojîk. Netewparêziyê mîsyona bincilkirina hemû kêmasiyên îqtîdaran da ser milê xwe. Dixwestin her tiştî bi slogana nepixandî ya 'Tirkîtiya mezin' bi civakê bidin daqurtandin.

Tevî netewparêziya Mistefa Kemal di esasê xwe de ji zanistê dûr nîne, ne maceraperest e û aliyê wê yê welatparêziyê giran e jî pir zû vî cewherê xwe wenda dike û di destê îqtîdarên siyasî de dibe amûrekî bingehîn ê tevizandina girseyan. Piştî salên 1980, bi têgihîştina Sunnî-Neqşî ya Îslamê re têkel kirin û hewl dan wek senteza Tirk-Îslamê pêşkêş bikin. Di vê de du rolên bingehîn dilîstin, yek jê netewparêziya tund a Tirkîtî - nijadperestiya MHPê - terbiye dikir û ya duyemîn a herî girîngtir jî dixwestin tevgera Kurd a pêngaveke mezin diavêt pêşî lê bigirin. Xwediyê kevneşopiya Neqşî tebeqeya jor a Kurd bi ser sîstemê ve dikirin û bi vî awayî pêşî lê digirtin ji bo tevlî tevgera berxwedanê ya Kurd nebe. Li der ve jî destek dan Neqşîbendîtiya Barzanî û Talabanî, bi vî awayî jî xwestin bereyekî li dijî PKKê pêk bînin. Di berdêla vê de ji îdeolojiya şoreşger a komarê gelek tawîz hatin dayîn. Encam li Tirkiyê îqtîdara AKPê û li Iraqê jî Dewleta Federe ya Kurd bû.

Tam îdeolojiya fermî neyê gotin jî hin ekolên îdeolojîk ên nêzî wê derketin holê. Lîberalîzm wek ekol û meylek bûrjûwaziyê zêde bandor li dewletê nekir. Ezmûnên sosyal demokrat jî xwedî heman aqûbetê ne. Îdeolojiyên çepgir her çend bibêjin ew li dijî îqtîdarê ne jî xwedî wê pêşbînî û têgihîştinê nînin ku karibin dewletparêziyê li dawiyê bihêlin. Van hemû îdeolojiyan bi têkiliyên xwe yên îqtîdarê re nîşan dan ku ew xwedî çi rolê ne, her weha karektera xwe ya rastîn jî eşkere kirin.

Divê mirov baş analîz bike ku wexta îdeolojî - avahiyên hevpar ên zêhniyeta civakê - ser îqtîdarê dinuxumîne, îqtîdar jî li ser hîmê şîdetê rastiya civakê dinuxumîne. Mirov heta sêgoşeya îdeolojî-îqtîdar-şîdetê çareser neke, pir zehmet e pirsgirêk û rastiyek civakî ji hev bike. Kedxwarî û zora li ser civakê heta bi mekanîzmayên îqtîdar û îdeolojîk neyên meşandin welê bi hêsanî bi cih nayê. Ji bo kedxwarî û zor bimeşe divê şêwedanîna îdeolojîk û saziyên îqtîdarê - şêweyên rejîmên dewletê - bi hostayî werin pêşdebirin, jixwe ev yek "ji dema dewleta rahîb a Sumer" wezîfeya bingehîn a siyasî ye. Dualîteya gelo, îdeolojî îqtîdarê yan jî îqtîdar îdeolojiyê hildiberîne girêdayî têkiliyên kûr ên civakî ne. Wek xuya dike, hêsan nîne li ser civakê zor û îstîsmar were meşandin. Îdeolojî û polîtîka di van kêliyan de dikevin pêvajoyê. Kar û fonksiyona rastîn a îdeolojî û polîtîkayê ew e ku di civakê de hemû têkiliyên maddî û manewî yên mirov bi dilê xwe û demokratîk rêve nebin, berovajî li nerazîbûnê rast werin, bide meşandin.

Li Kurdistanê ev şêweyê polîtîka û îdeolojiyê yên bi awayekî fermî fonksiyonel in divê li ber çav werin girtin. Naxwe çareserkirina rastiya Kurd û çareserkirina pirsgirêka Kurd zehmet nebe jî ewê bike ku pirsgirêk tarî bibe û bikeve şêweyekî xwe guvaştî serhev. Me di pêşnûmeya xwe ya dîrokê de hewl dabû pêşketineke kurt a îqtîdaran û zorê nîşan bidin. Em wexta bi van agahiyan îqtîdarên rojane analîz dikin, em dibînin hemû rejîmên ku hene tenê bi mafekî çor ê fetih û xwe spartina fetîşîzmê - fetihperest, bi vê her tiştî rave dike û wer yeqîn dike - hebûna xwe tarîf dikin û diparêzin. Di cewherê meselê de rastî jî ew e ku demekê hin ji bavpîrên wan, hatine hebûnên bi navê Kurd û Kurdistanê bi darê zorê û şer zevt kirine. Ji wan rojan vê yekê ji bavpîrên xwe werdigirin û heta roja me ya îro ev heq digihîje wan. Hin kes dikarin bawer bikin ku şer û zor çavkaniyên hemû mafane û di vê çarçoveyê de mafê fethê pîroz bibînin û yeqîn bikin ku hemû mafan ji bo wan dibexşîne. Lê ji aliyê sosyolojîk ve ev ispat dike ku darê zorê, şer û îqtîdar çavkanîne. Dibe ku ev dîtineke realîst be. Lê belê îzah nake ku çavkaniya bi tenê ya mafan e. Ewrûpayê di vê çarçoveyê de gelek şerên xeternak meşandin. Di encamê de dît ku çavkaniya rewa û rêya rast demokrasî û mafên bingehîn ên mirov in. Her roja diçe ji mafên fetihê dûr dikeve, qada bi karanîna mafê mirovan û demokrasiyê pêş de dibe û li ser vî hîmî bi karanîna mafên ferdî û gelemperiyê hêjatir dibîne û vê yekê dike hîmê hemû qanûn û destûrên bingehîn.

Wexta em Rojhilata Navîn hemû bidin aliyekî û tenê li îqtîdarên dewletên li ser Kurdistanê statu bi dest xistine, binerin, hema ji dema yekemîn dagirker Sargon ve xwe fatihên mutleq ên van erdan dihesibînin û îdea dikin ku li derveyî îradeya wan kes nikare di bin çavan re li xîçekî jî binere. Kiryarên îqtîdarên li Kurdistanê, pir bi awayekî balkêş tarîfa îqtîdarên li ser hîmê şîdetê dikin. Kurd bi zimanê xwe nikare perwerdeyê bibîne, nikare teknolojiya ragihandinê ya hemdem bi kar bîne. Nikare biryara xwe ya siyasî diyar bike. Nikare nîzamekî ekonomîk deyne. Nikare têkiliyên polîtîk ên der ve û hundur deyne. Nikare saziyên demokratîk û netewî ava bike. Ev rastî îspat dikin ku şîdet, mafê fetihkirinê, îqtîdar - her çawa dibe bûye - bi giştî saziyên gelemperiyê, civakî, ekonomîk û dezgehên entelektuelî diyar dikin. Edalet û dad vê yekê qebûl nekin jî avahiya zêhniyetê û saziyên îqtîdarê hîç guman nakin ku yê her tiştî diyar dike hêz e.

Em dema hinekî din mijarê berçav dikin, em dibînin ku îqtîdarên dewletan ên li Kurdistanê li ser vî erdî û gelî bêyî îradeyekê li dijî xwe bibînin û bêyî ku guman bikin, çawa xwestine - kuştin jî di navê de - reng danê û vê yekê wek wezîfeyeke netewî û îlahî qebûl dikin. Ew tenê dikarin biryarê bidin, wê çi çawa were mêtin, kê çi çawa hîn bibe, çiqas esker û bacê were berhevkirin, wê kê bikin xwedî kar, çi li kê qedexe bikin û kê gunehkar bikin. Dîsa îradeya fermî tenê dikare sazîbûyînên civakî, siyasî, aborî, zanist û hunerî diyar bike. Hêz û çînên îqtîdarê yên Tirk, Ereb û Fars ji aliyê teorîk ve jî li hemberî têgînên Kurd û Kurdistanê vekirî û bi hurmet nînin. Berovajî, krîmînalîzekirina van têgînan yek ji karê girîng ê dewletê dihesibînin. Vê yekê pir bi awayekî veşartî dikin û bi vê, qaşo girîngiya didin ewlekariya millî, nîşan didin. Ti car nafikirin ku Kurdan jî wek civak nas bikin û wek sujeya hin mafan qebûl bikin û bi vî awayî ewlekariyê pêk bînin. Yek ji wezîfeyên bingehîn ê artêşê ew e ku hebûna Kurd û Kurdistanê, pirsgirêka wan hûrûkûr lêdikole, hesabê tepisandina serhildanên muhtemel bibin, diponije, difikire wê cewherê wan ê berxwedanê çawa pûç bike û ji bo vê yekê bi şev û roj plan û projeyan amade dike. Dîsa yek ji wezîfeyên xwe yên bingehîn dizane ku tiştên difikire bi cih bide anîn û li ser vî hîmî saziyên din kontrol dike. Hukûmet, parlement û burokrasî karên artêşê yên di plana duyemîn de, hewl didin bi qanûn, biryarname û rêvebirnameyan temam bikin, xwe paş ve nagirin ji bo pirsgirêkê hînê mezintir nekin. Kengî pirsgirêka Kurd li der ve bihêlin, ji bîr nakin ku siyaset qada çareseriyê ye. Ti car guman nakin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd rêya ewel û axir bi tenê rêbaza - divê serê mar hînê piçûke were eciqandin - şîdetê ye. Naxwe yeqîn dikin ku wê îqtîdara wan lekedar bibe. Ya esas, polîtîka kevneşopiyê ji bo wan bûye mîna refleksekê. Mîna amîgoyên di maçeke fûtbolê de xweber radibin û diqîrin.

Partiyên siyasî û saziyên wek wan nîv-siyasî di vê mekanîzmayê de ji bo li gel propagandayê bikin, xwedî rol in. Dixwazin gel daxwazên wan wek siyasetê qebûl bike û bi rêxistinkirinê jî car caran wek karekî fuzûlî yê tê bîra wan dihesibînin. Partiya herî baş, partiya herî baş dewletê temsîl dike. Hîç naynin hişê xwe ku partî ne ya dewletê, saziyeke îradeya civakê temsîl dike, ji lewra ji bo wan şeref e bibin partiya dewletê û partîbûyîna ji bo civakê jî wek germoleyek li dest û lingê wan geriyayî dibînin. Partî bi van taybetiyên xwe ferq nakin ku bûne mîna buroyên propagandaya dewletê. Vê yekê jî wek girêdan û dilsoziyê bi welat û dewletê re dizanin, pirsgirêkên civakî û aborî yên mîna gidîşan û lodan mezin dibin wan hîç eleqeder nake û pir normal dibînin, yan jî ji nedîtî ve hatina wan siyaset dihesibînin.

Saziyên civakî yên sivîl jî ku divê wek bi sînorkirina îqtîdara dewletê werin tarîfkirin, her dem dewletê esas digirin. Ew jî daxwazên civak û ferd di plana duyemîn de dihêlin. Em bi vê rewşê dibînin ku têgihîştina kevneşop a xweda-dewlet û dewleta pîroz hînê çiqas xurt e. Ji rêvebirina îqtîdarê ya bi vî şêweyî, ekonomî jî para xwe werdigire. Ekonomî dibe qadek welê, divê bi temamî xwe li gorî berjewendiyên îqtîdarê sererast bike. Qanûnên aboriyê, ma li cem zora îqtîdarê ciddî têne girtin? Birçîtî û bêkartî berhemên avahiya vê sîstemê ne û sûdwergirtina ji vê yekê jî wek polîtîkayeke bingehîn dizanin. Ji yên birçî û bêkar re pir tînin ziman ku çendîn bi îqtîdara dewletê û partiya wê ve werin girêdan wê qîmetê bibînin. Ekonomiyê ew çend bêrehim li ser Kurdan ferz dikin, pê didin hesandin ku divê Kurd pêdiviya xwe ya herî hewce ye bi girêdana îqtîdara dewletê tedarik bike.

Li Tirkiyê di hilbijartinên dawî yên belediyan de li cihên îhtîmal hebû welatparêzên demokrat ên Kurd bi ser bikevin, hemû partiyên dewletê û burokrasiya wê xwe kirin yek. Ev jî têrê nekir, li her bajarî bi trîloyanan pere rijandin û careke din Kurdê di rewşeke neçar de di berdêla dengan de hat kirrîn, qaşo bi vî awayî ewlekariya sîstemê tam misoger kirine. Bajarên Kurdan careke din fetih kirin. Bêyî ku kesî pê bihesînin û hem jî bi destê AKPê. Dîrok dinivîse, wexta Yavûz Selîm jî Bedlîsê digire bin destê xwe bi heqîban zêran dişîne. Dema li Çewlîkê dibêjin; "Îdrîs-î Bedlîsî - ajanê Osmaniyan ê Kurd - li vir e, Yawûz li ku ye? dixwazin vê kabûsa dîrokî ji nû ve vejînin. Li bereyê Rojhilat tiştekî biguhere nîne! Kiryarên welatên din hînê çortir in. Li Tirkiyê qet nebe hindik be jî mekanîzma piyaseyê dixebite.

'Sê S' senaet, spor û seks bi giştî parçeyekî mekanîzmaya îqtîdarê ne, jê nabin. Her Sê S ji ferd li dawiyê çi mabin hundurê wan jî vala dike, pûç dike û şexis dike tort û dewijim divaêje aliyekî din. Bi giştî di hemû pirsgirêkên netewî û civakî de ev rêbazên têne bi karanîn di sedsala 20. de polîtîkayên guzîde bûn. Di encamê de rê li ber dunyayeke tijî şer, teror û faşîzmê vekir. Polîtîkayên herî zêde bi îdeaya ewlekariyê rabûn, dunyayeke ne ewle derxistin holê. Herî dawî serokê DYE Bush wiha got: "Polîtîkayên me li ser navê aramiyê rê li ber despotîzmê vekirin, ji terorê re atmosfer amade kirin. Rêya xilasbûna ji vê yekê demokrasî ye û emê wê esas bibînin." Serok Bush bi van gotinên xwe li polîtîkayên sedsala 20. mikur dihat. Bi vî awayî, di warê guhertina girîng a polîtîk de agahdar dikir.

Li pişt polîtîkayên dema nêz ên Tirkiyê piştî salên 1950 DYE heye. Li dijî hedefa stratejîk Yekîtiya Sowyetê destek da netewparêziyê - ji rêxistinbûyîna kontr-gerîlla re lampeya kesk vêxistin - û di salên 1970 de terora faşîst ferz kir. Di şûna netewparêziya demekê ya îttîhadperweran de ku Elmanan sor dikir, - di encamê de împaratorî ji hev belav bû - vê carê netewparêziya DYE destek dayê komar anî ber teqînê. Kurd tengavkirin ji bo isyanê bikin. Bi 12 Adarê û 12 Îlonê re bi polîtîkayên herî bêrehim muxalefeta civakî hat pelixandin û bi vê careke din ispat kirin ku ya esas diyarker şîdet e. Piştî salên 1980 Kurdistan seranser kirin qad û meydana şîdetê. Xwestin tevgera demokratîk a welatparêz bi îxanetkariya Kurd a klasîk û rêxistinbûyînên eskerî û nîv-eskerî yên ji her çînê, bibepelixînin. Li Îranê li ser navê Şoreşa Îslamî, Ereban bi netewparêziya Baasî heman rejîm meşandin. Komkujiyên mîna Helebçeyê, qewimîn. Li Kurdistanê bi hezaran gund hatin valakirin û bi deh hezaran bûyerên kuştinê dewam kirin. Di karektera rejîma heyî de guhertinek bi tenê nehat dîtin.

Huqûq di serê wan saziyan de hat ku bi cewherê dadgeriyê re çep ket. Bi sed hezaran mirov hatin krîmînalîzekirin, lêpirsîn, gunehbarkirin û mehkemekirin; di huqûqê de dadkirina herî seyr, dadkirina yekalî ya bêpirs û îfade hat kirin. Ya rastîn, huqûqê ji sedî sed pratîkeke faşîzmê meşand û rol lîst. Di nav saziyên îqtîdarê de ya herî zêde roleke neadil lîst huqûq bû. Kurdbûyîn, hela hela tu xwedî nasnameyeke Kurdê bi rûmet bî, ji bo tu werî gunehbarkirin bese û zêde ye. Kurd û Kurdistanîtî bi tevahî li derveyî huqûqê hatin îlankirin.

Polîtîkayên giştî li ber çav hatin girtin û ji rêxistinên civakî, huner, spor, birçîbûna seksî û seksê sûd hat wergirtin. Ji bo berxwedana Kurd û Kurdistanê were tepisandin mala giştî (kerxane) û mala taybet jî nekarîn xwe xilas bikin ji bo di vê polîtîkayê de wek hucreyên bingehîn neyên bi karanîn.

Li Kurdistanê kiryarên îqtîdarê ev çend neyînî bi cih dihatin anîn, ji ber ku di cewherê wê de polîtîka şîdetê ya veşartî bêyî fonksiyon bûbû û ji tirsa wê îqtîdar welê tevdigeriya. Sîstem li ser zoreke bê sînor hatibû avakirin. Li derveyî hemû tarîfên hemdem dihat meşandin. Hedef ew bû ku hebûna Kurd û Kurdistanê li derveyî dîrok û civakê bihata hîştin. Ji bo vê yekê jî bê xem dîndartî û netewparêztiya xwe bi awayekî herî dijwar îlan dikirin.

Li Tirkiyê, îqtîdara fermî polîtîkaya wê ya bingehîn ew e ku berxwedana Kurd bi temamî 'terorîst' îlan bike û vê yekê jî bi hemû dunyayê bide qebûlkirin. Di serî de DYE, bi hemû dewletên pêwendîdar re di serî de aboriya Tirkiyê hemû nirxên eskerî û stratejîk di çarçoveya qebûlkikirina vê polîtîkayê de pêşkêşî piyasê hatine kirin. Ji bo PKK terorîst were îlankirin ti tawîza nede welatên YE nema. Buroyeke PKKê li ku hat vekirin heman polîtîkayan berê xwe dan wê deverê jî. Li gorî wan şerekî topyekûn welê dihat meşandin. Ewrûpa û gelek welatên din wexta hewce dîtin, gef kirin. Polîtîka ço û şerbetê bi hev re meşandin. Li ser Sûriyê bi şer gef hat xwarin û bi vî awayî Abdullah Ocalan hat derxistin. Ev peyketin û taqîba mezin bi Îmraliyê gihîşt qonaxekê.

Polîtîkayên Rojhilata Navîn û dunyayê yên DYE ku me di beşên berê de anîn ziman, ev polîtîkayên îqtîdarê yên li ser Kurdistanê ferz dike, bi hemû saziyên jêr û jor hejandin. Rastiya Kurdistana Federe bû sedem ku her tiştî ji nû ve di ber çavan re derbas bikin. Îran, Tirkiye û Sûriyê ji nû ve dest bi civînên sêalî kirin. Yekem car pir bi kûrahî his kirin ku wê statuyên îqtîdarê weke hîn bûne û heta îro hatine, nekaribin bimeşînin. Em şêweyê avakirin û kiryarên îqtîdarê li ser civak û ferdê Kurd ji pêş re dihêlin û em bala xwe didinê, ferdên netew-dewleta serdest jî wisa dor li wan hatiye girtin, ji hêz û qabîleyeta pêşniyarkirina çareseriyeke demokratîk û însanî dûr bûne. Dewletê ji wan re çi pêşkêş kir rahiştinê û xulxul vexwarine. Serxweş ketine. Cemaetên xwe çepgir dizanin û rêxistinên civaka sivîl jî bi têgihîştinek wek a bavikanî ji guhdarîkirina 'li gotina mezinê xwe' paş ve neman û pir ji nişkê ve refleks nîşan dan ku ya îqtîdar dike hewce ye. Di berdêlê de çi dîtin; têra xwe krîzên ekonomîk, deynên der ve û hundur ên roj bi roj zêde dibin, bêkartiyeke mîna lehiyê, qedandina polîtîkayê. Her weha Tirkiye, Îran û Sûriyê bûn welatên welê ku ji her demê zêdetir ji xwe piştrast nebûn û wer bawer kirin ku bêyî desteka der ve nikarin li ser piyan bimînin. Ji lewra wek her demê hesabê şaş dîsa ji Bexdayê zîvirî.

Em mijarê digihînin encamê û girîng e, em xwe di xusûsekê de zelal bikin. Ew jî ew e ku divê mirov dewlet û îqtîdarê muqayese neke. Wek wê ji hemû analîzên me were fêmkirin, dewlet ji civaka hiyarerşîk ve wek civakeke xulase û cewher tê heta îro. Saziya herî jor a hebûna civakê, herî pêşketina mantiqê analîtîk, têkiliyên herî zêde bi hemû civakê re, li ser kevneşopî û berfirehbûnê, îfade dike. Bi piranî dewlet wek amûrekî kedxwarî û tehekuma çîneke teng tê tarîfkirin ku ev tarîf di nav xwe de pir kêmasiyên girîng û çewtiyan dihewîne. Tarîfên dewleta netewî yan jî etnîk tenê dikare qîmetek wê ya konjonkturel hebe. Ji tarîfkirina naveroka têgînê dûr e. Îqtîdar jî hêzên di nav vê kevneşpiyê de rûniştine îfade dike ku li gorî deman aliyê wan ê tehekumkar û îstîsmar derdikeve pêş. Bêguman dewletek bêyî îqtîdar nabe. Lê fikreke pir teng e ku mirov dewletê bi tevahî ji îqtîdarê pêkhatiye bibîne. Dîtinek bi vî rengî dikare bibe sedem ku mirov gelek rastî û têkiliyan jî tevlîhev bike.

Divê mirov kevneşopiya dewletê û îqtîdara ku li Kurdistanê li ser kar e, ji hev bike. Eger mirov vê cudahiyê karibe bike, ev serwextbûneke girîng e. Divê mirov cudahiya di navbera dijberiya dewletê û îqtîdarê de jî baş bibîne. Min di parêznameya xwe de xusûsa timî hewl daye rave bikim û esas bigirim, cewherê wê bi vê mijarê re têkildar e. Dewlet wek amûrê ewlekariya giştî - civakê hemû li ser li hev kiriye - û xizmeta gelemperiyê - dîsa mijarên kêrhatî yên hevpar ên civakê li ser hev kirî - divê were reformekirin û hewce ye hebûna xwe - piçûk, lê bi tesîr û fonksiyonel - di serdema şaristaniya demokratîk de biparêze. Li hemberî vê yekê, dewleta demî ku tarîfa wê hatiye kirin û di nirxandina me ya kurt de jî hat dîtin, îqtîdarên dewletê yên li Kurdistanê jî di navê de, bi gotineke mode yên şêlanker ên bistbûyî, yên kuştinên failê wan nediyar polîtîka dizanin, yên taybetiyên demokratîk, civakî û huqûqê formalîte dibînin, divê werin redkirin. Heta cudahiya di navbera her du tarîfan de baş neyê dîtin, zehmet e têkoşîneke têkûz a huqûqî, civakî û demokratîk were meşandin. Di nav tevgera Kurd de meylên ji bo dewleteke cuda têne rêvebirin hene, di çarçoveya tarîfên me yê dewletê de meylên ku dixwazin dewleteke demokratîk, civakî û huqûqî biafirînin hene û dîsa meyl ji bo civaka demokratîk û siyaseta demokratîk têdikoşe, heye. Pir girînge ku mirov cudahiya di navbera van meylan de baş bibîne û li gorî wê bibe xwedî teorî û pratîk.

6- Li Kurdistanê hayjixwebûna Kurdan û xulaseyekî kin ê berxwedanê

Tevî ku ev beşa bi giştî vê mijarê tarîf dike, emê hewl bidin bi xulase û encameke kurt temam bikin. Kengî gel li cudahiya xwe ya ji rejîmên qraliyetan hayil bûn, şoreşên siyasî yên Ewrûpayê dest pê kirin. Beriya her tiştî bi vê hayjixwebûnê gel ferq dikin ku dîroka wan ji ya qraltiyê cuda ye. Dîrokên berê, hemû yekpare li ser çîrokên pêkhatin û dewama împaratorî û qraliyetan bûn. Li Rojhilata Navîn ev têgihîştina dîrokê hînê jî xurtir e. Qral û împarator xwe yan xwedê, yan jî wek siya xwedê, her tiştê derbarê civakê de wek hêza mutleq dikarin diyar bikin. Hebûnek li derveyî wan û bedenek nayê fikirîn. Ferdên ebd in, tenê dikarin bi bedena wan, bi hebûna wan û bibin parçeyekî wan dikarin manîdar bibin. Mijarên mîna nasnameyeke cuda, mafê mirovan, hela hela demokrasî divê di fikrê de jî nebin û lanet li wan were kirin. Ji ber ku ev mijar li hemberî hebûna wan a pîroz rastiyên bi lanet îfade dikin.

Ev têgihîştin beriya Şoreşa Îngilîstanê di sala 1640 de û di serê sedsala 18. de ji aliyê hin rewşenbîr û dîrokzanên Îngilîz û Fransî ve hat guftûgokirin. Di encamê de ferq kirin ku nasnameya gel û netewekî cuda ji qraliyetê û dîsa dîrokeke gel û netewan ji ya qraliyetê cuda heye. Pişt re li ser navê mafên netewî daxwazên curbecur ên çînan derketin pêş. Her çînê xwe û netew yek tişt hesiband. Bi vî awayî li Ewrûpayê berê pêla mezin a netewan û paşê tevgerên çînî li pey hev rabûn.

Li Tirkiyê û Rojhilata Navîn gel û netew piştî Tenzîmatê di sala 1840 de bi tevgerên Osmaniyên Ciwan û Jon Tirkan li cudahiya xwe ya ji padîşahtiyê hayil bûn. Rewşenbîrên Meşrûtiyeta Yekemîn û Duyemîn cudahiya di navbera padîşahtî û netew de hêdî hêdî anîn ziman. Bi Komarê re netewa Tirk bi zimanekî pir radîkal hat îfadekirin. Her çend aliyên Ataturk ên bavikanî hebin jî di warê pêşdebirina têgihîştin û pratîka netew de ji Osmaniyan pir cuda gavên mezin avêtin. Pir zêde ketibû bin tesîra têgihîştina netewî ya Fransî. Dibû ku di şert û mercên dagirkeriyê de têgihîştina netewîbûyîneke radîkal pêş bikeve. Piştî rizgariyê, netewîbûyîna radîkal bi bandora konjonkturê jî ser li rastiya civakî girt. Ji lewra aliyê wê yê şoreşgerî bi sînor ma. Piştî salên 1950 netewparêzî têra xwe bi faşîzmê hat barkirin. Paşê bi salên 1980 re bi sentezkariya Tirk-Îslam bi têkilkirina têgihîştina netew û ummetê, nakokiyên çînî têra xwe xira kirin. Mirov dikare Neo-Îslamê berovajiyê vê meyla giştî bifikire.

Mîna van bûyeran, li Îran û qada Ereb jî qewimîn. Li xwe hayilbûyîn û berxwedan du rastî ne hevdu xwedî dikin. Di roja me ya îro de li xwe hayilbûyîn bi ekolojî, femînîzm û di warê çandên jêr de bi kûrahî dewam dike. Hayjixwebûn û li xwe hayilbûyîn ji nêz ve têkiliya wan bi azadiyê re heye. Heta cudahî neyê fêmkirin, yekparebûna mirovan dike kole û bandora wê ya ditevizîne li dawiyê nayê hîştin. Nasnameyên xwe dispêrin cudahiyan, rê li ber civakên azad û afirîner vedikin.

Kurd li Kurdistanê wek netew û gel pir dereng li hebûna xwe hayil bûye. Her çend serhildanên sedsala 19. hisa Kurdîtiyê hişyar kiriye jî, lê vê pêhesînê nekariye têgînên bingehîn padîşahtî û melîktiyê li dawiyê bihêle. Kurdîtiyeke cuda, Kurdîtiyeke qralparêz e. Nafikire ku ji têgihîştina sultantiya serdema navîn xwe veqetîne. Ji lewra ji sedsala 19. heta nîvê sedsala 20. têgihîştina Kurd li têgînên gel û netew ji hişyarbûn û li xwe hayilbûnê dûr e.

Ji nîvê sedsala 20. pêve, rewşenbîr di nava xwe de li ser rastiya Kurd dest bi guftûgoyê dikin. Ya esas, ev ekol di nav kevneşopiya çepgirên Tirkiyê de destpêkir. Şêxtî û eşîrtiya li Başûrê Kurdistanê di wê hêzê de nebû ku karibe meyla Kurdîtiya klasîk derbas bike. Têgihîştina Kurdan ew bû ku di şûna melîkê Tirk, Ereb û Fars de divê melîkekî Kurd hebe. Ji vê wêdetir ti kûrbûn û ponijandina wê nebû. Partiyên komînîst ên sosyalîzma reel û yên bûrjûwaziya piçûk û partiyên feodal xwediyê têgînên cuda yên netew û gelê Kurd nebûn. Qîma xwe bi hin nirxandinên taktîk anîn. Xebateke ciddî ya polîtîk û dîrokî nekirin. Kevneşopiya çepgir a Tirkiyê, nemaze pêngava wê ya piştî salên 1970 ji bo aktualîzekirina têgihîştina netew û gelê Kurd alîkariyeke girîng kiriye. Slogana Denîz Gezmîşan a ji bo azadî û biratiya gelên Kurd-Tirk li ber sêpêya dardakirinê xwedî girîngiyeke dîrokî bû. Di serî de Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya gavavêtinên gelek şoreşgeran ji bo biratiya gelan xwedî heman girîngiyê ne. Lê belê slogan bi serê xwe têra berxwedan û çalakiyê nake. Berxwedan bi serê xwe hewceyî bi qonaxeke nû dibîne.

Cudabûyîna gelê Kurd bi pêşketina du aliyan destpêkir: hem xwe ji têgihîştina netewî ya şoven a Tirk qetand, hem jî xwe ji netewparêziya paşverû ya Kurd kir ku ev di zikhev de pêk hatin. Derdorên bi maskeya çepgir a ji her aliyan ve tevdigeriyan û hegemonyayeke giran a îdeolojîk dikirin, şikandina wan li aliyekî, şikandina rewşa zextê ya serbest a hêzên tehekumkar ên bi îqtîdara dewletê re di nav hevkariyê de bûn li aliyekî din, xilasiya ji van hîç hêsan nabû. Tehekuma îdeolojîk û pratîk hem hêza entelektuel û hem jî bi rêxistinbûyînê ferz dikir. Vê yekê jî pir bi lez rê li ber berxwedanê vedikir. Rewşa siyasî û qanûnî ji bo xebateke têkûz a zêhniyetê dest ne dida. Şêwazeke tevgerê ya mîna Hz. Mûhammed li Mekkê, Hz. Îsa li Qudsê, li Ronesansa Ewrûpayê mîna Galîleo Galîleî û Gîordano Brûno tevgerek dixwest.

Ez yek ji wan kesên ku di vê pêvajoyê re derbasbû me, eger bi awayekî çîrokî bînim ziman wê rastî hînê baştir were fêmkirin. Min hînê di dibistana seretayî de ferq kiribû ku cudabûyîna Kurd li serê mirov dibe bela. Tevî ku ez ji dibistana seretayî heta lîseyê di wê hêzê de nebûm ku xebatek zêhnî bikim, lê timî xwe wek qeydekê li lingê min digerand. Çendîn ez direviyam ew li pey min dihat. Lê bi îdeolojiya fermî ya li dibistanan hûrûkûr dihat hînkirin, min bi qasî serê derziyê jî agahiyek ji bo bersivê nedidît. Eger te Tirkîtî jî bi temamî qebûl bikira, kevneşopiya Kurd a kevnare, em ji malbatê bigirin heta her cihê tu biketayê li her devera herêmî ya diyar bû ku Kurd e, bang dikir û digot 'ez hem e.' Mirov bi di rûtiyeke mezin re rûbirû dibû. Eger tu ji kevneşopiyê qut bûyayî, tu ji beşekî mezin ê rastiyê qut dibûyî û ev jî revek xwe xapandinê bû, bi xwe re sextekarî dianî. Şexsiyet dihat dejenerekirin. Mirovê ji nasnameya xwe qut dibû, mîna pelê darê yê ji darê qut dibû, diket valatiyê. Tevî kes û şexsiyetê, civakê jî morala xwe wenda dikir. Her roja derbas dibû, di nava jiyanê de baş dihat dîtin, kesê ji kevneşopiyê, ji rabirdûyê qut bibe û civaka xwe înkar bike, dibe şexsek welê rê li ber patolojiyê - kesê bi nexweşî - vedike. Li aliyê din Tirkîtî - li Îran û qadên Ereb bi heman awayî - bêyî ku bi xwezayî were qebûlkirin, bi zimanekî me jê fêm nedikir mîna 'ayînên dînî' bi me didan ji berkirin.

Ha tu bi Erebiya fêm nakî bûyî misilman û ha jî bi merasîma hînkirinê ya fermî ya Tirkiyê, her du jî heman encamê didin. Duayên mirov fêm neke û jê re bibêje 'amîn', jixwe Kurd bi sedsalane bi navê Îslambûyînê di nav nezanî û cehaleteke mezin de hatin gevizandin û bi dînê hemdem ê Tirk kirinê re jî şexsiyeta wî bi xedarî hat xirakirin. Dibe ku mirov fêm bike kesek têgihîştî bibe misilman an jî bibe Tirk. Hewcedariyên civakî dikarin van bihevrebûyînan watedar bikin. Lê Tirkîtî û û Misilmantiya rojane wek îbadetan didin jiberkirin, ji sedî sed awarte ne û nabin mijara hîndekariyeke hemdem.

Min xwest ez wateyê bidim herduyan jî. Min hînê di dibistana seretayî de dilê xwe bijand Tirkiyê û min xwest ez bibim dîndarekî nû. Lê heta ku? Di salên 1970 de di nav atmosferên çepgir ên entelektuel de zêde guftûgo hebûn û di nav van nîqaşan de 'pirsgirêka Kurd' jî hebû. Di vê atmosferê de biryardariya min pêş ket. Xuya bû, Tirkîtiya xwe dabû ser min û dîndariyê li ber çepgiriyê zêde nikaribe li ber xwe bide. Hemsalên me yên ciwan, bêyî cudahiya Kurd-Tirk bikin, bi cesaret azadî û serxwebûna her du gelan diqêriyan û vê yekê jî wê rengê rastîn ê tercîha jiyana min diyar bikira. Wendakirina pêşengên her yek ji wan ji bo me qehremanek bû, êdî dikir ku ez mîna meseleyek namûsê nêzî dozê bibim û li ser rêya wê cih bigirim. Di vê pêvajoyê de ez li dijî her du zextan li 'Kurdbûyînê' xwedî derketim û vê yekê bi xwe re gavavêtineke dîrokî anî.

Di vê demê de xebatên xweser ên li ser rastiya Kurd bi derfetên pir bi sînor dihatin meşandin. Di dest de şîroveyên hisî yên aliyên wan ên netewparêziya paşverû xurt hebûn û şîroveya dogmatîk a sosyalîzma reel 'mafê her netewî heye çarenûsa xwe diyar bike' hebû ku her du ji rastiyê dûr bûn. Rastiya Kurd di nav guftûgoyên heye tine, mêtingehe yan na, hatibû asêkirin. Ne agahiyên dîrokî yên civakî, ne jî têra xwe belge hebûn, ne jî şîrovegerên kûr ên objektîf ên sosyolojiyê hebûn. Li cihekî tarî derbarê hawîrdorê de hukum dihat dayîn.

Ji aliyê din ve, rewşa siyasî timî tengezar dibû, polîtîka kevneşop a dewletê derbarê Kurdan de ji ber tirsê ew dikirin xwedî helwestên lezgîn. Aliyan bi lez dixwestin hin tiştan xilas bikin an jî ji binê hin tişan derbikevin. Lê agahî û şîroveyek pir bi sînor a derbarê serdemê de jî dide nîşan ku statukoya heyî ne qebûl dike, ne jî tê qebûlkirin. Statukoyê nefikirinadina reformê, tespîteke pir normal tavilê krîmînalîze dikir û dikir mijareke dadgeriyê. Ji bo xebateke legal hêvî bi qasî nebe hindik bû. Ji aliyê din ve, Kurdîti û çepgirtiya hatibû hînkirin berxwedaneke 'nebe nabe' ferz dikir. Wek berxwenedan û ji mirovtiyê derketin heman tişt bûn. Bi namûsbûneke rastîn, di bin her şert û mercî de xwedî derketina li dozê û parastina wê ferz dikir. Di vê rewşê de bi komeke teng a ciwanan, komeke bi sînor a sempatîzanan dihat avakirin. Her çend li ser şerên rizgariya netewî pir ders dihatin dayîn û bawer dihat kirin ku wê bi rêbazên gerîlla destanê bêne nivîsandin jî dîsa şensê wê ji utopîkbûyînê wêdetir nebû. Eger bûbûya serçavan, eger nebûya xwedê kerîm bû; wê paşê bihata fikirîn.

Di vê qonaxê de dîsa hîcreta ji Mekkeyê, belavbûna şagirtên Îsa, çîle û êşa şervanên zanistê diket pêvajoyê. Teqîna gulleya yekemîn, protestoyên destpêkê li ber derî bûn. Koma bawermendan hema li ber şehîd dayîn û mehkûmên wê yên yekemîn bûn. Dîrokê weke di gelek bûyerên civakî de pêvajoyeke trajîk ji bo rastiya Kurd jî dixist rojevê. Her tiştî trajedî ferz dikir. Dozê ji sedî sed canfedayên xwe dixwestin. Bi gotineke din, li gorî yên dijber xwedayan qurban dixwestin.

Ev atmosfera cudabûyîna Kurd tê de derbas bû û pêş ket, hînê wêjeya wê nehatiye kirin û nivîsandin. Lê divê ji sedî sed were kirin û nivîsandin. Ya rastîn ev pêvajoyek e, divê bi hêza wêjeyê bibe roman, utopya, trajedî, dram, çîrok û heta sînema. Pêwîste bi awayekî berfireh were nirxandin. Mesele ev e; tovek tê reşandin. Wexta tê reşandin nayê zanîn ev tov pûçe yan na. Wê hêşîn bibe nebe nayê zanîn. Tenê hêvî tê kirin. Mîna ku were gotin; "hêvî nanê xizanan e, bixwe bi qasî dixwazî bixwe" bi vî awayî stûxwariyeke wek ya li ber çarenûsê stû dihat xwarkirin.

Di ser berxwedan û cudabûyîna Kurd a di serê salên 1970 re ji sî salî zêdetir wextek derbas bû. Rastiya derket holê, ne tenê derfetên çareseriyê û rohnîbûnê ji bo hebûna Kurd derketin holê. Ya esas, anormaltiyek Kurd û dewletên welatên cîran mîna êsîr girtibû hilweşand. Zexteke netewî ya hundurê wê vala û pûç derket. Baş îspat bû ku sîstemeke zincîrwarî ya her kesî girê dide, ya mehkûm mehkûm dike, mehkûm dike êsîrê hakim, şensa wê yê jiyanê nîne. Dersek din a hatiye wergitin ew e ku eger şeref û heysiyeta civakê neyê hilgirtin wê ti pêşketinê nebe. Şeref û heysiyeta civakê jî ew e ku mirov xwedî li xwe derdikeve, ji xwe piştrast dibe, hêza xwe zanîn û xwe pêşdebirinê ye. Civakên nebin xwediyê vê hêzê wê di nav hakiman de ti qîmetê îfade nekin. Ev jî derseke din e hatiye fêmkirin. Kesê xêra xwe li xwe nebe, nikare xêrê li kesek din bike. Kurdê ev çend neçar wê karibe çi xêrê li kîjan cîranê xwe bike? Eger bibe mêtingeh jî dikare qîmetekê îfade bike, yan jî rêya ji bo bibe qîmetekê dikare vekirî bihêle. Berî derketina rê, bi rastî pêşiya Kurd girtîbû. Ji daristaneke dirîkan rê lê girtibe zêdetir sextekarî lê dibûn.

Dikare were pirsîn; gelo hêja bû ji bo van çend dersan ewqas êş û keser bihatana kişandin? Bersiva herî baş a ji bo vê pirsê, ji bo kesan û civakan pirseke dijber e. Gelo civak û kes dikarin bêrûmet û şeref bijîn? Mabest û meram ew e ku di dîrok û hemdemiyê de nasnameya dest jê nabe û her kes nîşaneya azadiyê dihesibîne nebe, gelo qîmetek û maneyek jiyanê dibe? Kesên ev qîmet û mane wenda kirine, gelo, dikarin qîmetekê bidin kesên din?

Tirk, Ereb û Fars jî di nav de hemû tebeqeya jor a rêveberiyê, dema Kurdê neçar û qediyayî ji bo rewşa xwe li cih dibînin, xwe dixapînin. Eger di dîroka Tirkiyê de Kurd di dema herî krîtîk de bi kêr hatibin, ew ji qîmeta Kurdan a wê demê tê. Eger qîmeta Kurdan wê wextê nebûya, ma Kurdan dikarîbûn tevlî Şerê Rizgariyê bûbûna? Wê wextê di navbera Kurd-Tirkan de zêde newalên kûr venebûbûn û hînê hêviyên ji bo paşerojê par ve dikirin.

Eger di roja me ya îro de şerek bibe, gelo Kurdê wek berê mil bidin milên Tirkan û şer bikin? Bersiva herî baş a vê pirsê Kurdên li Iraqê didin. Eger rejîma Iraqê Kurd wek bira li cem xwe girtibûna, ma wê biketa vê rewşa trajîk?

Wer tê fêmkirin ku têkiliya di navbera Kurd-Tirk de - yanî Fars û Ereb jî - nemaze tevahiya sedsala 20. rewşeke herî anormal derbas kiriye. Dîrok dinivsîne ku di nav sultanên Osmaniyan de ji bo çareserkirina pirsgirêkan kesî mîna Sultan Yawiz Selîm şîdet bi kar neaniye. Ew bi xwe jî wexta polîtîka Kurdan pêk tîne rûpelekî sipî dişîne û weha tê gotin; "Hûn çi dixwazin binivsînin di asta qanûnê de ye." Ji ber ku li bin rûpelê sipî mora Yawiz heye. Ev çîrok divê dersekê bide û tebeqeya rêveber a di şîdetê de israr dike û xemsar e tiştekî ji vê çîrokê fêm bike.

Ataturk ji aliyê tebeqeya jor a rêveber ve timî wek nirxekî tê îfadekirin. Lê Ataturk jî helwestek wê li hemberî pirsgirêkan heye. Ji sedî sed maneya civakî esas dibîne; eger hewce bibîne dipelixîne, na eger helwestek din hewce dike, dikare heta sibê ranezê, bifikire û di dawiyê de çi pêwîst be dike. Kes nikare guman bike ku ew serokekî welê nebû. Lê wî ti carî pirsgirêkek bi vî rengî welatê wî, dewleta wî tengav bike, deyndar bike û di tehlûkê de dihêle nedihîşt. Jixwe ew dibêje; "Azadî karektera min e." Kesekî xwedî vê nasnameyê eşkereye li ser navê rizgarkirinê dewletê bi terîqetan re par ve nake. Netewparêziyeke çiqas mezin a Tirkîtiyê hebûya jî wê hewl bida Kurdan fêm bike. Li gorî karektera azad wê ji rewşê re çareyek bidîta. Mirov dikare ji vê guman bike? Beriya isyanan gelek caran behsa vê îhtîmalê nekiriye? Wexta bi ser isyanan de çûye jî armanca wî astengkirina Kurdîtî û azadiyê nebûye. Berovajî, wek wî jî baş dizanîbû; di encamê de yê Kurdîtî û azadî jî birin lîstikên emperyalîzmê nebûn? Wê ev rastiyê hînê çiqas bêne veşartin û ji bo rê li ber berxwedaneke din a Kurdan veke, wê bi israr hînê çiqasî provakatîf bibin?

Di berxwedana 1970 de bandora dogmatîzmê pir giran hebû. Ji lewra çalakiya bi xwezayî pêk bihata jî para xwe ji encamê werdigirt. Partîbûyîn, avakirina enî û bereyekî, eskertî û xebatên din ji nêz ve di bin vê zêhniyetê de şekil werdigirtin. Tevî hemû xebatên ji dil û durust, xwe xilaskirina ji destê dogmatîzma mora xwe li hemû demên civakê xistiye, ji tevgereke xam a wê demê hêvî nedihat kirin. Bi qasî ku ji sosyalîzm, rizgariya netewî û gerîllatiyê hatibû fêmkirin bi cih dihat anîn, lê wexta dihat firidandin û kolan rastiyê bi xwe sînorên xwe destnîşan dikirin. Ne ku jiyanê li gorî teoriyê, teoriyê xwe li gorî jiyanê vedigerand. Bûyerên bi heman rengî ji bo sîstema zextê ya netewî jî têne qebûlkirin. Sîstem jî bawer dike ku helwesta dogmatîk baş lêkolaye û xwe ji bo rewşeke muhtemel amade kiriye.

Dema pêş me, bi dersên ji sî salê zêdetir tê nirxandin. Ne tenê dersên berxwedanê, veguherîna li dunyayê jî di çarçoveya heman nirxandinê de tê kirin. Rastiya Kurd a li Kurdistanê jî pêşketinên girîng jiyaye û hînê dijî. Lê ya esas, pirsgirêk hînê jî di rewşa kaotîk de ye. Bi qasî li gelemperiya Rojhilata Navîn li Kurdistanê jî gengaz e rêbazên çareseriya siyasî û eskerî - alî dikarin biceribînin - pêş bikevin. Di vê rawestgeha dîrokî de wek derseke mezin, ji bo çareseriyên demokratîk aştî esas hat dîtin û terikandina şîdetê bi awayekî beramber, bi israr hat ferzkirin. Lê eger vê carê jî guh nedin heman israrê û di rêya eskerî de bi înad û rik bimeşin, ji bo derketina ji rastiya kaosa dîrokî û civakî wê berxwedana aktîf a eskerî hewce bike û vê carê berxwedana aktîf a eskerî wê xwe bixîne rojevê.

Di salên 1970 de rêveqetînên eskerî û siyasî nebûn. Berxwedan mîna çarenûsê bû. Lê min di vê parêznameya xwe de hewl da ispat bikim ku ji bo salên 2000 wê heman tiştê neyê gotin. Ji bo her du rê baş werin dîtin, divê pirsgirêkên muhtemel ên pêşketina çareseriyên eskerî û siyasî bêne dîtin. Ji bo ji nêz ve hayilbûna li derfet û îmkanan, divê bûyerên mîna bahozê yên sî salên dawiyê qewimîne ji hemû aliyan ve werin nirxandin. Di nirxandinek bi vî rengî de wê sûd û feyde hebe.

BEŞA PÊNCAN
Tevgera PKK'ê, rexne-rexne lixwegirtin û jinûve avabûn

A- Ji bo dîrokçeya kin a PKK'ê pêşnûmeya nirxandinê

1- Yekemîn Pêngava PKKyîbûyînê

Di 31. salvegera hîmdanîna pêngava PKK'ê de hewce bi nirxandineke berfireh, rexne-rexne lixwegirtin û jinûve avakirinê heye û ev yek pirsgirêkeke dijwar û bi cih anîna wê wezîfeyeke bingehîn e.

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hînê amator jî nebû, di Nîsana sala 1973 de li peravên Bendava Çûbûk a Enqerê geh li şipiya û geh jî rûniştî guftûgo dikirin û bawer dikirin ku eger wek komeke cuda ya Kurdistanê tevbigerin rast e, sedema vê yekê jî yekem car wek sirrekê dianîn ziman û digotin Kurdistan welatekî mêtingeh ê klasîk e. Ev koma piçûk a ji şeş kesan pêk dihat, bi eşkerekirina vê sirrê dest bi karê xwe kir. Şêwazê berê yê yek bi yek eşkerekirina rastiyan wergeriya şêwazê pêkanîna civakê û mirov dikare vê yekê wek yekemîn destpêkê binirxîne. Ev şêwaz taybetiyek wê hebû ber bi rêxistinbûyînê ve dibir. Kom di salên 1974, 75 û 76 de li bin banê ADYOD (Komeleya Hîndekariya Bilind a Demokratîk a Enqerê ) hat pêşxistin. Min di Adara sala 1977 de ji Enqerê berê xwe da Kurdistanê û li Agirî, Bazîd, Qers-Dîgor, Dêrsim, Çewlîk, Elezîz, Amed, Ûrfa û Dîlokê geriyam û rêzeke civîn lidarxistin. Bi vê gerê û civînan me koma xwe bar kir welat. Ez dîsa paşê vegeriyam Enqerê û şehadeta Hakî Karer li Dîlokê - piştî civînê bi sê rojan - em hîç li bendê nebûn û em şok kirin. Me bi avakirina partîbûyînê bersiva vê şehadetê da. Di dawiya heman salê de min li Dîlokê pêşnûmeya bernameyê amade kir. Ber bi havîna sala 1978, ez bi zewaceke bela û îxanetên hundurîn barkirî firiyam navenda Kurdistanê Amedê ku ev bajar li îxanetên mezin hatibû qewimandin. Di 27 Mijdarê de li gundê Fîsê koma me ya amator a ji 22 kesan soza partîbûyînê da. Piştî ku hat fêmkirin, wê bi navê partîbûyînê li bajaran xebatê neyê meşandin, em hem li ser alternatîfbûyîna çiyê û Rojhilata Navîn rawestiyan û di dawiyê de mîna duyemîn Hîcreta Hz. Îbrahîm, me di 1 Tîrmeha sala 1979 de ji Ûrfayê berê xwe da Sûriyê û ji wir jî ji bo lêgerîna azadiyê me berê xwe da welatê kevin ê Kenan.

Divê em ji nêz ve binerin, pêvajoya li nêzî deh salan a heta 15 Tebaxa sala 1984, ka di çi rewşa îdeolojîk û polîtîk re derbas bûye.

Salên 1970 di dîroka sîstema kapîtalîzmê de destpêka pêvajoya şikestineke girîng bû. Sîstem ji şerê cîhanê yê duyemîn bi ser xwe ve hatî derketiye, pêşengiya DYE zelal bûye, Ewrûpa ji nû ve rabûye ser piyan, Japonya wek dêwê Rojhilata Dûr hişyar bûye. Sîstema Sosyalîzma Reel ber bi lûtkeyê ve hildikişe, tevgerên rizgariya netewî di çaxa xwe ya herî bi hêz de ne. Tam di vê nuqteyê de tevgera ciwanên 1968'ê şoreşeke nû ya zêhniyetê didan destpêkirin.

Sîstemeke civakî-dîrokî ya ev çend seridiye û gihîştiye lûtkeyê dibe ku seyr were dîtin ka çawa dikeve pêvajoyeke kaotîk. Lê eger em bînin bîra xwe emê bizanibin piştî seridînê gaveke din serberjêrî ye û bi giştî jî tê qebûlkirin ku di rewşek welê de êdî pêvajoyeke kaosê dest pê dike. Îro jî wexta mirov vedigere û li paş xwe vedinere, em dibînin di bin vê rastiyê de hêmanên bingehîn tevgerên sed û pêncî sal ên sosyalîzma reel, rizgariya netewî û sosyal demokrasî yên navend-dewlet in ku lewra sozên dan girseyên gel nekarîn bi cih bînin. Careke din dualîteya, gelo, Xirîstiyantiyê Roma fetih kir an jî berovajiyê wê rast e, derket holê. Belkî jî para rastiyê di her du aliyan de jî heye. Xirîstiyantiyê wexta bi kulta împaratoriyê re sentez kir feodalîzma Serdema Navîn derket holê. Wekhevîxwaz û aştiyane nebe jî mirov dikare bibêje sîstemeke nû ya civakî derket. Lê dîsa rastiyeke eşkere bû, wekhevî û azadîxwaziya di cewherê xwe de bi giranî ji dest dabû.

Ekolên sosyalîst, sosyal demokrat û rizgariya netewî di demekê de ku em dikarin jê re bibêjin qonaxa hov a sîstema kapîtalîst derketin holê, bi ser sîstemê ve bûn. Ji wê derketibûn. Bêguman rast nîne mirov bibêje bi temamî wek ekolên yedek ên sîstemê dihatin amadekirin. Lê em îro bi hêsayî dikarin bibêjin; derdekî wan nebû ji bo şêwazê jiyanê û rasyonalîteya sîstemê bi tevahî li dawiyê bihêlin, eger hebe jî ji gotinê derbas nekir. Îdeolojiyên azadîxwaz û wekhevîxwaz kokên wan naçin civaka hiyarerşîk û çînî. Ew ji nav hêviyên demokratîk û komîn hiltên. Lê em dikarin gelek mînakan ji dîrokê nîşan bidin ku bi zorê yan jî di berdêla tawîzan de ji aliyê hiyarerşî û çînî ve hatine dejenerekirin û cewherê xwe wenda kirine. Em dema jihevketina welatên sosyalîzma reel, piştî rizgariya netewî tengasiyên dewlet ketinê û muhafezekariya hukûmetên sosyal demokratan, nîşan didin ku pir cudahiya wan ji yên din nemaye û ji lewra di vê qonaxê de em bi hêsayî dikarin bibêjin wan ji mezhebbûyîna sîstemê wêdetir gav neavêtine. Sîstem nikare ji van mezheban sûd werbigire û tengavbûna salên 1970 jî ji nêz ve bi vê rastiyê ve têkildar e. Tevgera ciwanên 1968 jî di cewherê xwe de vê rastiyê îfade dike. Encamên hêvîkirine nebûne. Her sê ekol jî tevî ku bûne desthilatdar, nekarîne sozên dane bi cih bînin. Burokrasî û çîneke nû ya kapîtalîzmê derxistin holê. Ji gelek aliyan ve ji kapîtalîzma klasîk paşve mayîtir bûn. Krîzên rê li ber vekirin, tinebûna wekhevî û azadiyê kir ku sîstema rexne dikirin ji nû ve lê were gerîn.

Ev rastî ji bo rewabûna dewleta kapîtalîst jî xetereke ciddî bû. Wê êdî ji qabîleyetên xwe yên pê bandor li ser girseyan dikir, bibûya. Muxalefetên gel wê êdî li pey ekolên bi ser dewletê ve nînin, biçûna. Şoreşgeriya 1968 her çend kêmasiyên wê hebûn jî rê li ber vê yekê vekiribû. Em ji çepgiriya nû bigirin heta feminîzm, tevgera ekolojîk û ekolên çandî yên herêmî li bereyekî fireh şêwazê muxalefeteke nû li dijî dewletê pêş ket. Yek ji hêmanên sereke yê sîstem bir kaosê ev bû. Ji aliyê din ve, pirsgirêkên hawîrdorê yên zêde dibûn, di encama polîtîkaya tawîzan de heqdestên zêde dibûn û ji ber girseyên mezin ên xizanan daxwaz ji bo hilberandinê nedibû û vê yekê jî rê li ber lêçûn û hilberandineke zêde vedikir. Nakokiyên hundur ên sîstemê di çarçoveya DYE-YE-Japonya de zêde bûbû. Piştî salên 1980, neolîberalîzm wek çareyekê ji bo vê tengavbûna kaotîk hatibû fikirîn. Di salên 1990 de jihevketina Sowyetê ji bo sîstemê nebû serketin, berovajî, bû hêmanekî krîzê xurt bike. 'Pêngava global' a nû ya neolîberalîzmê di van şertan de ket rojevê. Di bin bombardûmana giran a medya monopol de hewl dan paradigmayên sexte biafirînin. Ji bo hedefeke nû ji sîstemê re were destnîşankirin, avakirina teoriyên nû hat bilezkirin. Di şûna komînîzmê de 'şerê şaristaniyan' teoriya li rewacê bû. Nexasim li ser cografya bi navê Îslamê rejîmên hatibûn avakirin bi berjewendiyên sîstemê re li hev nedikirin û ev yek zêde derdiket pêş.

Di serê salên 1970 de ku li dunyayê bûyerên bi vî rengî diqewimîn, li Tirkiyê jî çepgirî û di çarçoveya pirsgirêka netewî ya Kurd de Tevgera Kurdî, pir zêde nekarîbûn çepgiriya klasîk û meyla netewparêziyê li dawiyê bihêlin. Pir ji dawiyê ve li pey dunyayê diçûn. Çepgiriya Tirkiyê bi cihokên Sowyet, Çîn, Albanya û komînîzma Ewrûpayê tîna xwe dişikand. Çepgiriya Kurd ku tevgereke piçûk a rewşenbîran bû, di navbera netewparêziya Kurd a paşverû û çepgiriya Tirk de ji aliyê nav li xwe danînê, dudil û tevlîhev bû. Di vê demê de ez bi xwe şexsî bi her du meylan re jî eleqeder bûm. Min hewl da ez bibim sempatîzan. Tevî ku sempatîzaniya min a ji bo THKP-C û Dev-Genc'ê li pêş bû, bala min diçû ser rêxistinên bi pirsgirêka Kurd re mijûl dibûn. Vegotina pêşengên THKO Denîz Gezmîşan a li ber sêpêya darvekirinê ji bo biratiya azad a Kurd-Tirk peyamek bû, diviyabû timî pê ve dilsozî û girêdan hebûya. Tevî vê yekê, ez di sala 1970 de li Stenbolê bûbûm endamê DDKO'yê. Dema sura firtûneya 12 Adarê rabû, di nav rewşeke tevlîhev a rêxistinê de her an û gav dibû ku ez derkevim derveyî qanûnê. Jixwe di Adara sala 1972 de piştî şehadeta Mahîr Çayanan, ez di çalakiyeke boykotkirina SBF de ketim zindanê û piştî heft mehan ji ber tinebûna şahid hatim berdan. Ez wexta ji zindanê derketim, ez gihîştim wê baweriyê ku rêxistiniyên heyî hêviyê nadin û ya rast ew e ku rêxistiniyeke nû were ava kirin.

Di Buhara sala 1973 de me li Enqerê biryardariyek ji bo rêxistinbûyîneke serbixwe nîşan da û ev yek ji derfet û îmkanan wêdetir di aliyê maneyê de girîng bû. Me ne meyla netewparêziya Kurd a paşverû, ne jî meyla sosyal-şoven (di cewherê xwe de meyla netewparêziya çepgir a Tirk) qebûl dikir, me bi şîroveyeke xweser a dîrok û rojane wek 'Şoreşgerên Kurdistanê' gavavêtin rast didît. Ev guhertin di warê xetê de bû û roj bi roj girîngiya wê derdiket holê. Me hewl dida, ji bo em di warê îdeolojîk de, ne di bin meylên netewê serdest ê tehekumkar de, ne jî di bin meylên netewparêzên Kurd ên paşverû yên hevkar ku bi ser netew-îqtîdarên tehekumkar ve ne, bêne helandin, vê yekê însiyatîf û nasnameyeke azad dida me. Ez bawer dikim ku ev tercîh rast bû. Di hinavên Kurdan de ew taybetî hebûn ku çendîn xebatên xwe bimeşîne, karibe gelên din jî bigihîne serwextî û têgihîştina azadiyê. Ji bo em nekevin bin bandora netewparêziya serdest û bindestan, wek hedef nasnameya gelê azad li cih bû û ev yek di heman demê de li gorî dem û cih garantiyek bû, ji bo em nekevin rêşaşiya sosyalîzmê, rizgariya netewî û sosyal demokratan ku ew li gelemperiya dunyayê ketin rewşa mezhebên kapîtalîzmê. Tevî ku ev yek ji bo pêşdebirina zêhniyetê jî li cih bû, her weha taybetiyên wê hebûn ji bo rê li ber siyaseteke demokratîk veke. Pir zêde destnîşankirina rizgariya netewî dikarîbû bûbûya sedema ji rê derketinekê. Di vê de şîroveya dogmatîk a 'netew dikarin çarenûsa xwe diyar bikin' bi tesîr bû. Ji bo her netewekî dewletek, wek şîroveyeke rast a bi tenê ya vê prensîbê dihat fêmkirin. Vê rewşê çavkaniya xwe ji têgihîştina îqtîdarê ya sosyalîzma reel jî werdigirt, afirîneriya xetê asteng dikir. Lê îlana PKKê ya di sala 1978 de pêşî li vê ji rê derketinê girt. Di şûna ku em bibûna tevgereke xweser a rizgariya netewî ya Efrîka, xeta me ya xwe spart azadiya gel rewş xurtir kir. Pêşketin li gorî veguherînên çepgir ên li dunyayê - pir bi serwextî nebûya jî - li cih bû. Xetek welê bû, di hinav û himbêza xwe de şensê wê yê paşeroj û siberojê hebû.

Xeta îdeolojîk, tevî ku kûr û zelal jî nebû, ji ber ku ji pêşketinê re vekirîbû, ji rê derketinên mezin û mayînde asteng dikir. Me bi israr dianî ziman ku sosyalîzma me 'sosyalîzma ilmî ye' em dikarin vê yekê bi eleqeya ilmê civakî rave bikin. Li hemberî îhtîmala nexweşiya hişkbûna îdeolojîk a rê nade dîtina rastiyê, ji bo tedbîrgirtinê hewl hat dayîn. Lê tevî ku ilmê civakî di nav pirsgirêkên giran de bû, eleqeya nû ya ji bo çand, ekolojî û pirsgirêka jinê, dîsa jî girîngiya xetê îspat dike. Xetê dikarîbû xwe ji tevlîheviya sosyolojiyê bikira û bi vî awayî dikarîbû îdealên azadî û wekheviyê geş û pêşeng bikira. Herî kêm, texrîbatên krîza sosyalîzm û ilmê civakî bi xetê hatin bi sînorkirin. Xetên din ên çepgir ên Tirkiyê ji ber ku nekarîn vê qabîliyetê nîşan bidin û di navbera karektereke pûç û lîberalîzmeke ferdî de çûn û hatin, nekarîn xwe ji marjînalbûyînê xilas bikin. Ji ber ku xwe xistin rewşa hucreyên piçûk ên mezhebbûyînê, hînê ji serî ve şensa xwe ya polîtîkbûyînê jî wenda kirin. Komikên bi navê çepgirên Kurd jî di pêvajoyeke hînê melûltir re derbas bûn.

Şensê polîtîkbûyîna xeta PKKê ji nêz ve bi taybetiyên wê yên îdeolojîk ve têkildar e. Ji lewra gelê bibe zemînê wê pir zû dikare xwe bigihînê û ev vê rastiyê ispat dike. Eger ew jî biketa nexweşiyek çînî yan jî netewetiyeke teng, ewê jî wek mînakên din nekarîbûya ji marjînalbûyînê xilas bûbûya. Baş tê zanîn polîtîkbûyîneke kûr heye. Divê mirov vê yekê bi pirsgirêka kadrobûyînê ve girê bide. Kadro ji ber rengwergirtina xwe ya heyî di rewşa astengbûyînê de bû. Pirsgirêka kadro heta nehata çareserkirin ku di hilweşîna sosyalîzma reel de yek ji hêmanên bingehîn bû, hemû tespîtên siyasî yên bihata kirin û hemû rêxistinbûyîn wê nikarîbûna xwe ji bêkêriyê xilas bikira. Bi qasî xeta polîtîk, modela wê ya rêxistinê jî ji bo pêşketinê li cih bû. Di maneya xweparastinê de parastina rewa ya çekdarî li gorî demê dibû ku bihata parastin. Lê ji ber ku kadroyên ev yek bixwestan nebûn, ev timî dibû sedem ku xet qelsiyan nîşan bide. Pirsgirêkên ku mirov dikare ji wan re bibêje krîza rêxistinî, hat xwestin li dawiyê werin hîştin. Hin pêşketinên bi sînor bûn, ya rastîn ev ji girseyîbûyîna tevgerê bû. Ji bo xet rê li ber pêşketinên hînê mezintir veke profesyonetltiyê xwe ferz dikir.

Di xeta polîtîk a PKKê de mijara herî girîng a divê were rohnîkirin dabaşa dewletê ye. Gelo di xeta polîtîk a PKKê de avakirina dewletek cuda hebû, yan na. Tevî ku slogana Kurdistana Serbixwe pir dihat bi karanîn jî, pir zehmet e ku mirov bibêje ev dihat maneya avakirina dewleteke serbixwe. Ez wek şexsekî herî nêzî mijarê, nikarim bibêjim; bi giştî dewlet û bi taybetî jî têgîna dewletê ya Kurdistanê me bi kûrahî guftûgo kiriye û em fikirîne. Her çend meyleke utopîkbû jî ji aliyê realîstî ve aktualîzekirinê zêde bal nedikişand. Ez di wê bîr û baweriyê de me, ev yek ji xwestin û nexwestinê wêdetir di aliyê wê yê çareseriyê de zelalî nebû. Pir zelal nebû, bi dewletbûnê re çareserî dibû, yan na. Baş dihat zanîn ku ev mijar di teoriyê de bi nîqaş e. Pirsa; gelo sosyalîzma demokratîk, an jî dîktatoriya proleteryayê, timî di hişan de dibû sedema tevlîheviyê. Dewletên li gelemperiya dunyayê jî dihatin dîtin ku pirsgirêkên gelan û kedkaran çareser nakin. Ev dîtin jî bi bandor bû. Van hemû nuqteyan bal dikişand ser hewcebûn û ponijandina li ser dewleteke cuda, lê di heman demê de vê yekê bi xwe re dida hiskirin ku wê pirsgirêkên kes nikaribe ji binî derbikeve rû bidin. Her weha tevî zehmetiyên avakirina dewleteke Kurdî li Tirkiye û Rojhilata Navîn, pirsgirêkên nû yên bi xwe re bianîna jî dihatin zanîn û vê yekê mijar hînê naziktir dikir. Wek encam, di şûna dewletê de têgîna niştimana dayik Kurdistan hat tercîhkirin ku çendîn statuya wê tam zelal nebû. Ji slogana bingehîn 'Kurdistana Sosyalîst, Demokratîk û Serbixwe' tê fêmkirin ku tercîheke vekirî ji bo dewletê nîne. Mirov dikarîbû texmîn bikara ku wê slogana rastîn û şoreşgerane bi awayekî berçav Kurdistana Azad bûya. Eger mirov Şoreşgerên Kurdistanê=Alîgirên Kurdistana Azad tercume bike hînê şîroveyeke rast e. Girîngiya vê pirsgirêkê wê hînê paşê derketa holê. Nemaze dewleta 'Kurdistana Federe' ya di serê salên 1990 de hat îlankirin û di berxwedana PKKê de îlankirina 'herêmên azad' di mijara îqtîdara dewletê de dida fikirandin.

Ji ber ku pirsgirêka dewletê di îdeolojiya sosyalîst de jî tam nehatibû çareserkirin şîlo hînê zêde dibû. Lê di giranbûna mijarê de - her netew mafê xwe yê çarenûsê heye - fikra ji bo her netewî dewletek rola bingehîn dilîst. Dema dewlet jî dihat gotin zor û şer diket rojevê. Şer wek pêdiviyek parastina rewa nebû, ji bo armancên polîtîk bi giştî şer mubah dihat dîtin, ev jî bi serê xwe mijareke girîng a pirsgirêkê ye. Wek fikreke stratejîk dihat qebûlkirin ku eger şer nebe, hem jî şerekî demdirêj, netew nikarin rizgar bibin, netew jî rizgar nebin çîn nikarin rizgar bibin. Pirsgirêkên îqtîdar û şer ku di tevahiya dîroka têkoşîna azadiyê de pêşî ji rê derketinên mezin re vekirin, her ku biçûya wê di rojeva PKKê de cih bigirtana.

Di vê pêvajoyê de dewlet bi ser me de hat, lê jixwe di vê demê de bi giştî bi ser Kurdîtî û çepgiriyê ve diçû. Wek parçeyekî vê êrîşê bi ser me de jî dihat. Jixwe rewşeke statuya cuda bixwaze nebû. Fikir nedihat kirin ku ev tevger bibe navendeke berxwedanê ya xweser û demdirêj. Hemû nîşaneyan bi serê tîrên xwe hatina darbeyeke leşkerî îşaret dikirin. Du helwest hebûn bihatana nîşandan: Yan derketina serê çiyê, yan jî derketina derveyî welat, xwe vekişandina Rojhilata Navîn. Ya esas, bi ser her du helwestan de jî hatin. Di dawiya sala 1979 de tevger xwedî derfet û îmkan bû ji bo di her du cihan re bihereke bêyî ku wendahî bide. Xwe vekişandin û herikandina di van cihokan re pir hêdî dimeşiya. Ji bilî hin girtinên bêşens ên mîna Mazlûm Dogan û Mehmed Xêrî Dûrmûş wendahiyeke ciddî nebû. Tevger çêbûbû, partî hatibû îlankirin û bûbû xwedî statu ji bo karibe hebûna xwe demeke dirêj bide meşandin. Ji lewra darbeya 12 Îlonê bi pêşbîniyeke mezin hat pêşwazîkirin û darbeya eskerî ya sala 1980 hînê nebûyî, hemû pêdiviyên hewce bi cih hatin anîn. Mayîna li derveyî welat ji bo demeke dirêj nedihat fikirîn. Hin kadroyê bihatana perwerdekirin û bi şerekî demdirêj ê gerîlla wê heta rizgariyê şer bihata meşandin; ev wek 'qanûna şoreşê' dihat şîrovekirin. Bawerî hebû ku wê her tiştê li gorî hatiye plankirin bimeşe.

Piştî salên 1980 wek hatibû plankirin çend komên hatin perwerdekirin ji bo welat hatin şandin. Hinek xebatên siyasî yên bereyî - Eniya Berxwedana Yekbûyî Li Dijî Faşîzmê - hatin kirin. Ji ber ku kar û xebat wek dihat xwestin nedimeşiya, hewceyî bi hin karên teorîk derdiket holê. Bi vê armancê ji sala 1981'ê û pêve analîzên 'Li Kurdistanê Pirsgirêka Kesayetiyê, Taybetiyên Milîtanên Şoreşger û Jiyana Partiyê' tavilê li pey wan 'Li Kurdistanê Rola Zorê' û 'Li Ser Rêxistinbûyînê' li kasetan hatin qeytkirin û wek pirtûk hatin çapkirin. Bi Konferansa Yekemîn a PKK'ê (1981) û Kongreya Duyemîn (1982) xebatên bingehîn û mayînde ji bo qada welat hatin kirin. Şerê Îsraîl-Filîstînê di sala 1982 de ev pêvajo bi leztir kir.

Ya esas, bi Şoreşa Îranê re li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ji bo rêvebirina xebat û baregehan şert û mercên baş derketibûn holê. Ne ku nehat fikirîn. Li wê deverê heval Mehmed Karasungur hebû ku ji şerê li Siwêregê xwedî tecrûbe bû. Dikarîbû ya hewce jî bikira, lê di Gulana sala 1983 de bû qurbanê durustî û amatoriya xwe û şehîd ketina wî bêşensiyeke ciddî bû. Ji bo cihê wî yê vala bûbû tijî bikin, di sala 1982 de Dûran Kalkan û Alî Haydar Kaytan hatin şandin. Ji wan hatibû xwestin ku xetê li Başûr rêve bibin û bidin rûniştandin. Beriya vê jî di sala 1980 de bi pêşengiya Kemal Pîr û Mahsûm Korkmaz zevtkirina xeteke berxwedanê ya ji Botanê heta Dêrsimê hatibû xwestin û ji bo vê yekê jî bi giştî xwedî perspektîf bûn. Girtina bêşens a Kemal Pîr - Tîrmeh 1980 - wendahiyeke ciddî bû. Yên esas gavavêtin ji wan dihat xwestin Dûran Kalkan ew bûn ku di warê lîstina bi xetê de yekem car rê li ber fikaran vedikirin. Bi qasî ku tê bîra min, min wiha digot; "Li Rojhilata Navîn tiştên bûne mirov dubare bike, wek mirov kerê xwe boyax bike û careke din bifiroşe." Gavavêtinên bendewariya wan dihat kirin, nebûn. Li Zindana Amedê Ferhad Kurtayan xwe şewitandin û Kemal Pîr, Mazlum Dogan û M. Xêrî Dûrmûş ketin rojiya mirinê û wexta me şehadetên wan bihîstin, rewşa me ya berpirsiyariyê û fikarên me wergeriyan hêrsê. Bi vê armancê me yekem car di Çileyê sala 1984 de bi hin kadroyên navendî re civîn pêk anî û me di civînê de rewşa hin hevalan bi destnîşankirina navên wan - di serî de Dûran Kalkan û Cemîl Bayik - pir bi tundî rexne kir.

2- Duyemîn pêngava PKK'yîbûyînê

Di vê qonaxê de tevgerê yan bûbûya tevgereke penaber, an bûbûya tevgereke rizgariya netewî ya hemdem, yan jî bûbûya tevgera azadiyê ya gel. Tevger welê hatibû serê rêveqetînekê. Tevgera Azadiyê nekarîbû demeke dirêj bêdeng bima, ji ber ku berpirsiyariya wê ya dîrokî giran bû. Nemaze şehîdên zîndanê û rewşa êşkenceker ji sedî sed ferz dikir ku hin tişt werin kirin. Naxwe dûr nebû ku tevger bi îxanetê bihata morkirin. Pêngava 15'ê Tebaxa sala 1984'ê di bin van fikarên giran de bi kêmasî û derengmayî mumkîn bû were pêşwazîkirin. Di dema Turgût Ozal de ku nû bûbû serokwezîr, helwesta dewletê dîsa li gorî giraniya hewce dikir nebû. Zêhniyeta dewletê ya hêzên gerîlla wek 'kulmeke serserî didît' ji bo nêzîkbûnên siyasî hêvî nedidan. Bi awayekî bêsînor bawerî bi hêza eskerî ya klasîk hebû û bawer dihat kirin ku wê di demeke nêz de gerîlla bipelixînin. Propaganda bi qerepereyeke pûç dihat kirin. Heta sala 1984'ê ti serketin nebû. Pêşî li şerê gerîlla vekirî bû. Lê astengiyên hundur ê behsa wan hat kirin, tevger giran dikirin û li vê jî, vê carê PDK zêde bû. Lewra gavavêtinên mezin ên hêvî dihatin kirin bi ti awayî pêk nedihatin. Reaksiyona gel li cih bû. Ya li naverastê nebû, kadroyên rastîn ên fermandêr ên rêxistiniyê bikin û tevgerê rêve bibin, nebûn. Ji serî heta dawiyê pirsgirêka ku mora xwe li bûyeran xist, ev rastî bû.

Rexneyên Kemal Pîr û Mahsûm Korkmaz derbarê têkoşîna leşkerî de li cih bûn. Belkî jî van her du hevalên hêja dikarîbûn pêdiviyên hewce bi cih bi anîna. Wendakirina Kemal Pîr di sala 1982 de, Mahsûm Korkmaz di sala 1986 de bû derbeke mezin ku ji bo şer li gorî pîvanan nemeşe. Pişt re bi awayekî qismî xwe vekişandin û III. Kongreya PKK'ê ya di sala 1986 de tam bû xebatek pêşdebirina krîzê. Ne ku derfet û îmkan kêm bûn, têgihîştinek hebû li ser derfet û îmkanên bi zehmetî hatibûn afirandin, radiza û bi tesîr bû. Helwestên provakatîf ên Kesîreyê hêrsa mirovan heta dawiyê radikir. Dîsa tevî hemû kêmasiyan di sala 1987 de ji bo gavavêtinekê perspektîfeke berfireh û derfetên heyîn hatibûn amadekirin. Lê belê çetebûyîna di hundur de ya têra xwe li hinavê tevgerê rûniştibû û hema bêje êdî bi zanebûn tevdigeriya wexta bi bêberpirsiyariya kadroyên navendî re gihîşt hevdu, xebatên bi fedekariyeke awarte ya hejmareke zêde ya mirovan hatibû amadekirin, bêber û pasîf dikir.

Li hemberî van rewşan ku ravekirina wan zehmet e, serokatî di rewşeke dijwar de bû. Barên giran ên gav bi gav li serokatiyê dihatin kirin û pirsgirêkên giştî dikir ku serokatî analîzên berfireh bike û hewceyî bi xurtkirin û kûrkirina perwerdeyê derdiket holê. Tevî ku berpirsiyarî pir giran bûn jî bi awayekî serketî dihatin bi cihanîn. Hema hema ji bo rûmeta şoreşgerî ya her kadroyê namzet desteka hewce ji sedî sed dihat dayîn û bi awayekî serketî jê re dihat pêşkêşkirin. Diviyabû ew jî bi hurmet tevbigeriyana û bi hurmet alîkarî bidana, lê di şûnê de diketin nav hewayek îqtîdara hundurîn û hemû xebat bi jehrî dikirin. Çeteya Çaran ku ji Şahîn Balîç, Şemdîn Sakik, Kor Cemal û Hogir pêk dihat, bi awayekî fermî kuştina kadroyan dabûn destpêkirin. Nayê zanîn çiqas kadro kuştin, digotin "di şer de hat kuştin" û bi vî awayî gelek kadroyên hêja kuştin. Mirina - tarî - gelek hevalên hêja hînê jî sirra xwe diparêze. Gelek mirov, jin û zarokên diviyabû nebûna hedef, kuştina wan dewam dikir. Li naverastê însiyatîfa navendî nemabû. Hînê jî baş nayê zanîn ku ji dûr ve ez çiqas rast dihatim agahdarkirin.

Di 25 Çileya sala 1990 de hevalê min ê zaroktiyê Hesen Bîndal ji ber çavên min birin û bi awayekî herî rezîlane û xeternak gotin "di manewrayê de hat kuştin" ez hînê nû hişyar dibûm û li meseleyê divarqilîm. Di nava tevgerê de kuştinên rezîlane û ravekirina wan zehmet bi navê welatparêziyeke mezin û baweriyên sosyalîzmê dihatin kirin û vê yekê êdî rê li ber xemsariyê vekiribû. Di vê navberê de bi îhtimaleke mezin li ser navê nêçîra ajanan gelek mirovên bêguneh jî hatine kuştin. Li gorî ku li cem min dikirin, di hundur de hînê bûyerên xeternak dikirin. Di sala 1991'ê de Talabanî li ser mijara PKKê bi Tirkiyê re li hev kir û tevî PDKê ku ji xwe berê hevkarî bi dewleta Tirk re dikir, li van îxanetan zêde bûn û di sala 1992 de bi du alternatîfên "yan teslîm, an jî îmha" bi ser tevgerê de meşiyan. Hemû qehremanî, xebatên mezin û destekdana gel ji bo derketina ji kirîzê têrê nekir. Kongreya di sala 1990 de û çend konferans, ji mîna nivîsên li ser avê wêdetir ti tişt îfade nekirin. Tevî van hemû bûyerên neyênî, analîzên kûr ên hemû bi belge, her sal perwerdekirina bi hezaran kadroyî û tevlîbûna gel a mîna artêşekê nehat astengkirin.

Li aliyê dewletê jî yekem car pêşketinên girîng dihatin dîtin. Tûrgût Ozal dest bi guftûgokirina pirsgirêkê kir, erênî nêzî agirbestê bû. Peyama Silêman Demirel a "em nasnameya Kurd nas dikin" tevî ku hêvî didan jî bi garantî nebûn. Eger Turgut Ozal di Buhara sala 1993 de nemirana - yan jî wek îdîa tê kirin nehata kuştin - û di nava tevgerê de Şemdîn Sakik wek nerazîbûn li dijî wendahiyên bêmane yên gerîlla sî û sê esker nekuştibûna, belkî jî agirbest bi aştiyeke mayînde bi encam bibûya. Lê çi rewşa navxweyî ya dewletê, çi jî çeteyên di nav PKKê de însiyatîf bi dest xistin û çi jî îxanetên Barzanî û Talabanî pêşketina vê şensê asteng kirin. Rewş hînê tevlîhev bû û her tişt ji rê û usûlê derket. Di sala 1994, 1995, 1996, 97 û 98an de her du aliyan xwe bi rik û înad dubarekirin û vê yekê ew gelek peritand û hilhiland. Ji ber ku dengê di pêvajoya 28 Sibatê de cuda bû û bi baweriya wê dewletê di sala 1998 de bêeleqe nemîne pêvajoya agirbesta yekalî hat îlankirin, lê di encama zextên li ser Sûriyê de û neçar derketina me, ji bo çareseriyê rê neda rewşek erênî. Dewletê dest ji rewşa xwe ya êrîşên zêde berneda. Li gorî xwe firsend zevt kiribû û bi biryar bû ji sedî sed bi rêyên eskerî pirsgirêkê biqedîne. Bi maceraya Ewrûpayê û pêvajoya Îmraliyê ya tê zanîn em ketin demeke cuda. Ev rewş tê maneya duyemîn pêngava PKKyîbûyînê.

Em dikarin li ser pêvajoya panzdeh salan a di navbera 15 Tebaxa sala 1984'an û 15 Sibata sala 1999'ê de ku dibe em wek pêvajoya şerekî dijwariya wê kêm bi nav bikin, ji gelek aliyan ve û pir dorfireh binirxînin. Ev nirxandin dibe ku derbarê hunerê serokatî, siyasî û rêbaz-pratîkên eskerî de werin kirin û dîsa mumkîne ji aliyê şer û îqtîdarparêztiyê ve were kirin. Ev nirxandin dibe ku ji aliyê rastî û şaşiyan ve, her weha ji aliyê diviyabû çi nehata kirin û çi ji sedî sed bi ser bihata xistin, bêne kirin. Dîsa li gelemperiya dunyayê di salên 1990 de jihevketina Sowyetê, li DYE hatina Clinton, krîza Iraqê û pêngava global a nû, hewce bi analîzên kûr didît û dibû ku ev mijar jî bihatana nirxandin. Bi ser vê yekê ve, diviyabû çepgiriya kevin li dawiyê bihata hîştin, guftûgo bihata kirin ka wê çepgiriya nû çawa bibe û hewceyî hebû mijarên teorîk mîna utopya şoreşgeriyê ji nû ve bihata nirxandinê û dikarîbûn bihata kirin. Mirov dikarîbû kêmasî û şaşiya nirxandinên bihatana kirin bidîtana û temam bikirana.

3- Derbarê PKK'ê de hin nirxandin

Min hewl da, ez pêşnûmeyeke xulase û cewherî ya dîroka PKKê pêşkêş bikim. Hin nirxandin dibe ku mirov pir bidin hînkir in. Min berê vegotineke weha bi kar anîbû; "Ya tê çareserkirin ne kêlî dîrok e, ne kes civak e." Em wexta vê vegotinê li PKKê bipîvin wê hînê baştir were fêmkirin. Bi PKKê hem dîroka Kurd, hem jî civaka wî hat çareserkirin. Ev çi bi aliyên xwe yên erênî, çi jî bi yên neyînî welê ye. Hema tenê em bizanibin rast bixwînin û dersên baş bigirin.

PKKyîbûyîn mîladeke hemdem - hilatina Kurd - a Kurd e, min ti car ji vê yekê guman nekir. Lê min ti car texmîn nekiribû ku ferdên wek Kurd têne bi navkirin ji aliyekî ve zêde bi nakok, bêmane û qelsin bin, ji aliyê din ve jî zêde dûz û pirxet, fedekar û egîd bin. Min li ser kesayetiyê gelek analîz kirin, lê hînê jî ez nikarim bibêjim; min xwe gîhand Kurd û ew çareser kir. Ji ber ku ew ji xwe pir dûr hatiye xistin. Her çend bi şekil Kurdewarî xuya bike jî di cewherê xwe de bûye yê din. Li sînorên îxaneta xwe hayil jî nîne. Li ser wî ne qanûnên însanan, ne jî yê heywanan dimeşin. Mîna ku cureyê afirîneran ê sêyemîn be.

Di PKKyîbûyînê de rola bingehîn a min dixwest ez bilîzim, eşkere di warê zêhniyetê de bû. Lê belê ez wek ferd û wek çavkaniya jê hatibûm Kurd û civaka Kurd bi teoriyên heyîn çareser nedibû û her çend ji bo vê yekê min xwe pir ceriband jî min nikarîbû ji kêmasî û çewtiyan xilas bibim. Hînê di gavavêtina sala 1975 de min bi M. Xeyrî Dûrmûş re bi bangewaziyeke Zerduştwarî li ser emperyalîzm û mêtingeriyê dest bi beyankirina fikrên pêşnûmeyekê kir. Ew pêşnûmeya ku ez texmîn dikim hîn di dest de heye, ji girîngiya xwe hînê tiştek wenda nekiriye û welê radiweste. Niha jî weke ku heye mirov dikare bi kar bîne. Pêşnûmeyeke baş bû, ji fikrên mora xwe li şoreşgeriya demê xistibû pêk dihat; dikarîbû di şerê zêhniyetê yê Şoreşgerên Kurdistanê de alîkariyeke ciddî bike. Gerê min ên di çarçoveya vê pêşnûmeyê de balkêş bûn. Di Adara sala 1976 de min bi axaftina xwe ya li civîna Odeya Mîmarên Enqerê start da. Paşê min gera xwe bi Agirî, Bazîd, Qers-Dîgor, Dêrsim, Çewlik, Elezîz, Amed, Ûrfa, Dîlokê dewam kiribû û careke din min di meha Gulanê de li Enqerê bi dawî kiribû. Meşa min di 15 Gulanê de bi dawî bûbû û wek bersiva vê meşa min Hakî Karer di 18 Gulanê de ji aliyê komeke gumanbar bi navê 'Stêrka Sor' bi komploya Alaattîn Kapan hat şehîd xistin. Şehadeta Hakî Karer mîna aveke sar bi serê me de hatibû xwarê. Ev bûyerek welê bû rêveçûna dîrokê diguhert. Heye ku têkiliya koma gumanbar bi PDKê re jî, bi bermahiyên hin komên Tirkan û hin komên li ser navê dewletê radibûn re jî hebe. Ji lewra şerê me yê zêhniyetê pir bi lez berê xwe da komeke hedefên tevlîhev. Şerê me yê zêhniyetê pir zû ket wê xeterê ku bibe amûrê şerê maddî.

Dem li 1'ê Gulana Stenbolê ya li Mîtînga Karkeran a tê de bi komployekê 37 welatî hatin kuştin û sûîqesta li dijî Bulend Ecewîtî rast dihat. Di wê demê de dîmenekî xirab ê şerê navxweyî li Tirkiyê xuya dikir. Di wan şert û mercan de em gihîştin biryarê ku kom bi lez partîbûyînê pêk bîne. Wek erk û wezîfeyeke dilsoziyê bi bîranîna Hakî Karer re min di Payîza heman salê de li Dîlokê Pêşnûmeya Bernameyê amade kir. Ez car din vegeriyam Enqerê û dîsa ji wir bi zewaca seyr re di serê Havîna sala 1978 de bi balafirê firiyam Amedê. Rastir e ku mirov vê zewacê wek zêhniyeteke mezin, şerekî polîtîk û hisî binirxîne. Kesayetiya Kesîre ya Elewî, Kurd û dewletbûyînê, şerê zêhniyetê yê ketibûm navê têra xwe sor dikir û tev dida. Wexta weke jin ket nav komê diviyabû pê gav bida avêtin û bi xwe re bida meşandin. Mîna aveke kûr û sekan bû, her ku ez pê de çûm min bandora wê ya bixeniqîne his kir. Du tiştê bihata kirin hebûn; yan ez bi tevahî jê dûr biketama, yan jî minê ew ji bandora wê ya xeniqandinê bikara. Dûrkirina wê ya ji komê rêyeke erzan bû û dihat maneya çîzkirin û teslîmbûyînê. Min zewac ji aliyekî ve ji bo selameta komê jê re pêşniyar kiribû û ji aliyê din ve jî min rast hewce pê dîtibû ku ya esas divê bi min re bikeve nav hesabdan û girtinê. Eşkere, ev têkiliyeke siyasî, hisî û zêhnî bû. Eger bûbûya sosyalîst gelek baş bû, îhtîmalek jî hebû wezîfedara dewletê derketa, wê wextê dor dora mejî bû û wê bihata dîtin kî kê bi kar tîne. Di vê mijarê de bi sînor be jî ez ji xwe piştrast bûm. Lê her çend şeklen be jî xurûr û heysiyeta min ranedikir ez jineke Kurd ji dewletê bihesibînim. Eger bûbûya jî min dikarîbû li ser jinekê bi dewletê re têkoşîn bida meşandin. Belkî vê têkoşînê her du alî nebirana şerekî giran, bibirana lihevkirin û aştiyê jî. Wisa hinek pêjna pêhesînê min hebûn.

Mijara elewîtiyê jî min bi sedema kevneşopiya xwe ya sunnîtiyê pir ciddî nedidît û yek ji sedemên sorkirin û tehrîkê nirxand. Ez difikirîm ku ezê bi vê rê alîkariya bihevrebûna Kurdên Sunnî û Elewî bikim. Di serhildana Dêrsimê de malbata wê di nav refên Kemalîstan de cih girtibû û hînê jî bi kevneşopên wê CHPiyên sosyal demokrat re dimeşiyan, min ev yek jî wek firsendekê dît. Sosyal demokratî dikarîbû bûbûya deriyekî li aştî û lihevkirinê vebibûya. Lê wê pişt re bihata fêmkirin ku sosyal demokratiya CHPê çawa cîlayeke dewletê ye, sosyal demokratî û çepgiriya Kesîre jî cîla heman karekterê bi der dida. Di vî şerê mezin ê zêhniyetê yê deh salan de bi Kurdîtî, Elewîtî û dewletparêziya çepgir a jinikê re lihev nehat kirin. Min helwesta rêxistinê ji bo kuştina wê rast nedît. Çi seyr e, bi alîkariya îstixbarata Yewnanistanê hat revandin ku heman îstîxbaratê bi awayekî rezîlane di revandina min de jî cih girt. Ji vê bûyera di sala 1987 de qewimî pêve, careke din xuya nekir.

Hin kesên rezîl ên di nava rêxistinê û li derveyî rêxistinê de ji ber vê têkiliyê bêbextiyên mezin li şexsê min kirin, guman û fesadî derbarê min de belav kirin. Ya rastîn, di jiyana min de vê têkiliyê sebir û hewldaneke awarte dixwest, belkî jî ji bo mirovê Kurd ê azad, nemaze di rengwergirtina jina azad de ev şerekî mezin ê zêhniyetê, şerekî azadî, welatparêzî û şerê evînê bû.

Pirsek divê were kirin ev e, gelo çiqas rast e mirov şerên zêhniyetê bi van sorkirin û tehrîkên polîtîk û heta şîdetê ve bike. Di xwezaya siyaseta tehekumkar de cihê pirsên bi vî rengî nînin. Nexweşiya siyasî ya bi vî rengî xuya bû me jî hêdî hêdî jê vedigirt û em bi şewba wê diketin.

Duyemîn pêngava min a mezin a zêhniyetê, nirxandina min a bi navê 'Manîfestoya Şoreşa Kurdistanê' bû. Min ev nirxandin bi xwe, bi destnivîskî di Tîrmeha sala 1978 de li Amedê kir. Ji bo hin tiştan rohnî bike û belkî jî seyr be divê ez bibêjim ku ev nirxandin di nav şerê belaya 'zewacê' de hat nivîsandin. Tê gotin, di wê demê de Mehmed Xêyrî Dûrmûş û Cemîl Bayik (hevalekî din jî dibe ku Kemal Pîr be) têne mala ez lê dimînim û wexta têkiliya me ya heyî dibînin pir hêrs dibin û dibêjin; "Ev jin çawa dikare bi serokê - ev sifet hînê hêdî hêdî çêdibe - me re welê bide û bistîne? Werin, bêyî haya vî hevalî jê hebe em wê wenda bikin û heval ji vê belayê xilas bikin." Kemal Pîr ku her tim meznahiya xwe dizanîbû, li hemberî vê helwestê jî têra xwe têgihîştiye. Dibêje; "Xuya ye tiştekî heval dizane heye, em tevlî vê rewşê nebin." Lê wexta li zindana Amedê di rojiya mirinê de ye, weke wesiyetekê dibêje; "Divê partî di vî warî de pir bi dîqet be û ji bîr neke." Manîfesto ya damezrandina partiyê ye ku îlankirina wê tê fikirîn. Rojnameya bi navê 'Serxwebûnê' ku weşandina wê hatibû plankirin, manînfesto wek yekemîn hejmara xwe belav kir. Em dema ji bo manîfestoyê vedigerin li pişt xwe dinerin, em dibînin lûtkeya civînên sala 1973, dîrektîfên 1975 û axaftinên 1977an e, û şêweyekî wan ê herî bi serhevhatî ne. Eşkere Manîfestoya Komînîst bi bîr dixîne. Ji naveroka wê diyar e, ne tenê gelê Kurd, hewl dide bang li hemû civakên Rojhilata Navîn bike. Naverok û uslûba wê ji netewparêztiyê wêdetir nêzî azadiya civakî ye. Netewîtiyeke bêyî azadî nayê qebûlkirin û azadiyeke rengê wê yê netewî jî nebe nayê fikirîn. Bi leza ji manîfestoyê dihat wergirtin êdî partîbûyîn şert bû. Tenê hin mijarên teknîkî mîna nav û wê bi kê dest pê bike hebûn ku ew jî ewqas girîng nebûn.

Li gorî wê demê avakirina partiyê bûbû meseleyek şerefê û heysiyetê. Li naverastê derfet û îmkanên yekser bibin bersiv nebûn. Lê di her gavavêtinê de bêşerefiyeke mezin li her deverê diyar dibû. Min li ku bineriya rezîlî û bêşerefiyê xwe dida hiskirin. Mîna ku her tişt li îxanetê hatibe qewimandin. Çiya-deşt, gund-bajar, dîrok-îro, ferd-civak, dewlet-welatî, jin-mêr, zarok-dêûbav, rê-rêwî bi kurtî her dualîte bi awayekî kor û xayînane dinerî. Ji sedî sed diviyabû hin tişt bihata kirin. Belkî jî partiyê maneyek bidiya van dualîteyan wê karîbûya wan bixe rêya çareseriyê. Partiya hatibû avakirin di maneyeke teng de nebû û ji partiyê wêdetir şêwazekî nû yê jiyanê bû. Veguherîna nasnameyê dihat ferzkirin. Bi dîrok û welat re, bi hemdemiyê re lihevnekirin bi ti sedeman rave nedibû. Sedem û qelsiyên me çi dibûn bila bûbûna destwerdana li rewşa heyî şert bû. Di vê rewşê de partîbûyîn mîna çalakiyeke întîharî bû. Lê ev întîharek bi zanebûn a ferd nebû, ji bo jiyaneke bi şeref a bi qasî serê derziyê li dijî civakê nerazîbûn bû ku êdî jiyan tê de nedibû, ji lewra mîna çalakiyeke xilaskirina namûsê bû. Şêwazê partîbûyîna me bi awayekî xweser şêweyekî din ê çalakiya xilaskirina namûsê bû. Pir zehmet e, mirov vê çalakiyê bi berjewendiyên çînî û netewî, etnîk, dînî û malbatî yên diketin rojevê rave bike. Hêmana bingehîn ew bû ku hin mirovên ji gel bi zor û zehmetî xwe perwerde kiribûn û ev çalakiya wan bû, bawer dikim îzahek bi vî rengî hînê nêzî rastiyê ye. Eger mirov bişibîne Narodnîkên Rûsan ên di dîrokê de wê hînê baştir were fêmkirin. Em wexta li bandora wê dinerin, em dikarin bibêjin rola partiyê lîstiye. Ji bûyeran diyare bersiva pêdiviya bi şerefê û giştî daye.

Xebatên me yên zêhniyetê ku me di serê salên 1980 de da destpêkirin hinekî din nêzî çareserkirina têkiliyên siyasetê û zorê ye. Axaftinên di warê Li Kurdistanê Rola Zorê, Eniya Rizgariya Netewî, Li Ser Rêxistinbûyîn û Pirsgirêka Kesayetiyê de zêdetir ji bo çareserkirinê berçav bûn. Ji ezmûnên Îsraîl-Filîstînê û Rojhilata Navîn bi tesîr bibûn. Xebatên bi salan derbarê zêhniyetê de hatin meşandin bi zehmetî beşekî bi sînor ê ciwanan hişyar kirin. Piştî ku di warê eskerî-polîtîk de gav hatin avêtin, civak bi giştî û ji binî ve hejiya. Partîbûyîneke rastîn dikarîbû bi van gavavîtinan ruşta xwe ispat bikirana. Naxwe mîna bi nexweşiyeke zarokatiyê wê bimira. Piştî ku berxwedana li zindanê û xebatên li Rojhilata Navîn gihîştin hevdu êdî pêngava gerîlla xwe ferz dikir. Ti gava neyînî nikarîbû vê pêngavê asteng bikira. Dewletê jî bi awayekî topyekûn înkar û tepisandin dewam dikir. Her du rastiyan jî ji sedî sed hevdu nas nedikirin û di wê pozîsyonê de bûn, hevdu qebûl nedikirin. Tewş bû, mirov li zemînekî lihevkirinê bigeriya. Helwestên balkêş ên Kesîre û parêzer Huseyîn Yildirim ku di wê demê de derketin holê, ez paşê li ser wan fikirîm gelo, bi dewletê re ti têkiliya wan hebû? Lê peydakirin û dîtina delîlekî piçûk ê bihata vê maneyê, zehmet bû. Jixwe hewldaneke bi vî rengî jî cesaret dixwest. Paşê helwestên Mehmed Şener û Selîm Çurukkaya jî heman guman li cem min çêkirin. Lê her çend helwest hebûn jî, hêza wan ji ajaniyeke asayî wêdetir nebû. Ji lewra ez nedifikirîm wan zêde ciddî bigirim.

Nirxandina bingehîn a derbarê 15 Tebaxa sala 1984 de li ser çima pêkhatina pêngavê nîne, li ser şêwe û bêçapiya wê ye. Helwesteke afirîner a eskerî nehat nîşandan. Ji gerîlla pêve şibiya her tiştî. Timî hat pirsîn çima xeteke gerîlla rûnenişt. Pêdiviyên herî kêm ê partîbûyînê di gerîlla de nehatin nîşandan. Ez yeqîn dikim ku di vê yekê de du hêmanan rol lîstin. Ya yekemîn, kesayetiya bi serwextî û bawerî beşdarî şerê zêhniyetê û xebatên wê yê pratîk nebû û înada min a ji bo ez van kesayetên lawaz bi hewldanên awarte li ser piyan bigirim. Dixwestin mîna çepgirên Tirk bi kufîna barûdekê yekcar xwe bigihînin encamê. Lê me dixwest em wan bigihînin astekê karibin bijîn û serketinê bi dest bixin. Di vê navberê de hin hêmanên zû derketin pêş, valatiya di warê fermandariyê de pir bi lez ferq kirin û ji bo cihgirtina di vê valatiyê de dereng neman. Ev meyla ku pişt re wek çeteya çaran hat bi navkirin pêdiviyên partîbûyînê û heta pêdiviyên herî kêm ê civakîbûyîn nas nedikirin. Ji eşqiyatiyê jî wêdetir, texrîbatên ajanekî provakator ê herî jêhatî bi zanebûn bike jî zêdetir, van hêmanan pêk anîn. Rewşeke welê derket holê ku mîna bandorên lawaz ên partiyê û eşqîyatiya herêmî bigihîjin hevdu. Vê rewşê heta dawiya duyemîn pêngava partîbûyînê ya hat pûçkirin dewam kir.

Yekemîn pêngava partîbûyînê hînê di qonaxa zêhniyetê de Kesîre, Şahîn Donmez û yên wekî wan hewldan bê kêr bikin, duyemîn pêngavê jî mîna ku di destê çetebûyînê de can bide diperpitî. Her pêngava ji bo li dawî hîştina vê rewşê dihat fikirîn li dîwarên tund ê çetekokan diqelibî û diheliya. Li vê yekê, ne kêmasiya me wek serokatiyê, ne jî êrîşên hevkaran û dewletê rê vekir. Ya realîst ew e ku mirov bibêje; bandora çetebûyînê texmîn nehat kirin û li gorî wê jî tedbîr nehatin stendin. Serketin ne ya serokatiyê, ne jî ya dewletê bû, serketin a çeteyan bû. Jixwe rewşa cerdevanên (parêzvanên gundan ên dewletê bi peran wezîfedar kirine) li cem dewletê û serekên çeteyan ku piranî îtîrafkarin, vê rastiyê baş rave dike. Ev sîleha dewletê pir dûvê wê girt, paşê bandora wê ya mîna bûmerangê derket holê. Êdî bûmerang li wê vedigeriya. Ev yekê di demên pêş de bihata fêmkirin. Çawa ku serekên çeteyên mezin ên eşîrên li Başûrê Kurdistanê di serê salên 1990 de wek dewleteke federe derketin pêşberî wan, li Bakur jî serekên hevkaran û cerdevanên gundan û terîqetan ji aliyê siyasî û heta eskerî bi giraniyekê derketin pêşberî dewletê ku êdî bi hêsayî kes nikarîbû bi ser wan de biçûya.

Wek naverok saziya serokatiyê di vê demê de têra xwe rol lîstiye. Ji pirsgirêkên xetê yên eskerî, siyasî û îdeolojîk heta di perwerdeya bingehîn a kadro, têkiliyên bi girseyê re, lojîstîk û hewldanên bi sîlehkirinê de rola xwe lîstiye. Belkî jî di warê cihguhertinê de were rexnekirin. Lê wexta di vê de jî ji bo demeke dirêj tevgerek di nav ewlekariyê de li ber çav were girtin, rexne hêza xwe wenda dike. Tevî ku îmkan û derfet baş hatibûn amadekirin, serokatiya pratîk a xetê di warê eskerî û û siyasî de rola xwe nelîst û nuqteya divê pir li ser were sekinandin ev e. Ji bo serketinê her tişt di dest de hebû. Ji sîlehê heta peran, ji baregehan heta têkiliyên bi der ve re, ji têkiliyên gel heta bi dewletan re, ji her cure namzetên şer û kadro gelek endamên eskerî û kadro hatin perwerdekirin û eger derfet û îmkanên eskerî û siyasî di destê rêveberiyeke durust de bihata hûnandin dibû ku rêveçûna bûyeran pir cuda bibûya. Belkî me xwe negîhanda îqtîdareke dewletê. Jixwe di vî warî de armancek welê hatibû plankirin jî nebû. Tevî vê yekê pir bi hêsanî me dikarî xwe bigîhanda çareseriyeke demokratîk. Hem jî alî bêyî ku evqas wendahî bidana û êş bikişandana dikarîbûn bigihîştina vê encamê. Di negihîştina encamê de çetebûyîna di nav PKKê de û li der ve jî di nav dewletê de û di vê yekê de xwedî derneketina Navenda PKKê li berpirsiyarên xwe rol lîstine. Eşkere ye, PKK û dewlet jî bi ser neketine û berovajî pir tişt wenda kirine. Tevî vê yekê, tebeqeya jor a feodalên Kurd û hevkar mîna ku di tevahiya dîrokê de vê carê jî zanîbûne bi qurnazî û bincilkirî berjewendiyên xwe baş bimeşînin.

Lîdertiya kevneşopî ya eşîrtiya li Başûrê Kurdistanê di dema herî nazik a şerê Tirkiyê bi PKKê re di berdêla berjewendiyên xwe yên girîng de cesaretî îxaneta herî mezin kir. Ev îxanet wexta bi ya li zindanan û di nav şer de were rûbirûkirin, hînê zêdetir bi qurnazî, bi pîlan û veşartî hatiye meşandin û teşwîq kiriye ku Tirkiyê zêdetir xwe li polîtîkayên çeteyan ba bide. Şêweyên avahiyên siyasî yên Tirkiyê jixwe li gorî çetebûyînê ne, wexta tengavbûna artêşê jî li vê zêde bû, destpêka rêya îro diçe Dewleta Kurd a Federe vebû. Bêguman rêveberiya Tirkiyê li benda vê encamê nebû, wek têkiliyeke taktîkî dinirxand û bawer dikir ku bi tasfiyekirina PKKê re wê biqede. Her weha ji sînorên rastîn ên polîtîka DYE ya Iraqê bê xeber bû. Lîdertiya Kurd a hevkar di armancên xwe de hînê serwext û bi plan bû. Ev yek hem di têkiliyên xwe yên bi KT re û hem jî bi PKKê re bi hostatî pêk dianî. Di pratîkê de yên xwedî helwestên sivik û seresere rêveberên fermandêr ên KT û PKKê bûn. Eger ev pêvajo dorfireh were nirxandin wê gelek rastiyan derbixîne holê. Nexasim di nava dewleta Tirk de rohnîkirina nakokî û têkiliyên di navbera têgihîştina dewleta çetekar û têgihîştina dewleta klasîk de pir girîng in. Ne tenê PKK, di nav dewletê de jî kîjan siyasetvan û saziyan zirarên rastîn dane, divê were zanîn. Her weha divê were zanîn ên ji rêzikên şoreşger ên komarê qutbûyî bi navê senteza Tirk-Îslamî çawa ber bi avakirineke din a dewletê ve çûn; di vê de rola şerê li Kurdistanê çi bû û bi rêya eşîrtiya Kurd, cerdevanî û derdorên terîqetan ên dîndar feodal çawa dijberiya Komarê kirin û çawa rê li ber bûyerên wek Dewleta Kurd a Federe vekirin, divê baş were fêmkirin.

Di gihîştina vê qonaxê de girîng e ku para bûyerên navdewletî jî baş werin dîtin. Bêyî van bûyeran, bi qewimînên di nav PKKê û KT de rewş nayê ravekirin. Di sala 1990 de jihevketina Sowyetê, lîdertiya Clinton û globalîzmê bandora wan sererast, an jî ne sererast li ser Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê bûne. Jihevketina Sowyetê biryardariya Sûriyê qels kiriye û rê li ber derketina tê zanîn vekiriye. Destekdayîna dîplomatîk lawaz bûye. Ji desteka berfireh a muhtemel bibe bêpar maye. Globalîzm, bi zexta guhertinê ya li ser Rojhilata Navîn dike, dibe sedem ku em neçar pêşiya xwe bibînin. Naxwe di serî de Iraq emê li gelek welatan rêveçûna bûyeran nikaribin texmîn bikin. Ewê bi paradigmaya kevin pêşiya xwe nedîtin û muhafezekariyê bibe. Her weha diviyabû texmîn bihata kirin ku bi hatina Clinton wê li hemberî herêmê taktîkên cuda bêne nîşandan. Eger polîtîkayên DYE li herêmê, Tirkiye û Kurdistanê bi kûrahî bihata fêmkirin, belkî jî rewşa piştî derketina ji Sûriyê neqewimîbûya. Nirxandinên seresere û derengmayî dibe sedem ku mirov di dema xwe de tevnegere û însiyatîfê ji destê xwe birevîne.

Ji ber ku di dema xwe de guhertinên teorîk-paradigmatîk nehatin kirin, di ketina rewşa heyî ya xetimandî de bi tesîr bû. Di çaryeka sedsala 20. de rewşa çepgiriyê, tevgerên çandî, femînîzm û gavavêtinên ekolojîk baş nehatin şopandin. Her weha girîngiya civaka sivîl û têkoşîna ji bo mafê mirovan bi kûrahî û têra xwe nehat fêmkirin. Taktîk û stratejî, rêxistinbûyîn û bernameya PKKê pir zêde di bin bandora ekolên rizgariya netewî û sosyalîzma reel de bû. Ji lewra guhertinên di kongreyan de dihatin kirin ji taktîkê wêdetir nedibûn. Di çarçoveya dunyayê de paradigmayên bingehîn neguherîbûn. Her çend analîzên hûrûkûr dihatin kirin jî ji ber tinebûna paradigmaya bingehîn, rê nedida guhertinên bi kok û ji binî ve. Ji bo pêşketinên civakî nêzîkbûn hînê jî şematîk bû. Zêhniyeta dogmatîk di nertina li xweza û civakê bi tesîr bû. Zêhniyeta serdema navîn li dawiyê hatibû hîştin, lê şematîkbûyîna sosyalîzma reel jî di nêzîkbûna civak û xwezayê de rê li ber teoriyeke hilberîner venedikir. Helwesta qalibwarî di warê guhertin û veguherînê de li pêşiya dîtina dunya dewlemend a bûyeran perde çêdikir. Ya hînê girîngtir kesayeta zêde eskerî û polîtîk ji aliyekî pêve nikare bibîne. Aliyê hiyarerşîk li ser têkiliyan dihat ferzkirin. Nexweşiya îqtîdarê mîna şewbê pir bi lez belav dibû. Şoreş ji bo azadiya gelan bû, ji bo wekheviya wan bû, ji bo vê jî demokratîkbûyîn rawestgeheke îcbarî bû, lê ev di plana duyemîn de ma bû. Helwesta eskerî-polîtîk di hemû têkiliyan de diyarker bûbû. Tevgerên bi vî rengî di rewşên eskerî de dibe ku maneyek wan hebe, lê wexta ev tevger li ser hemû gel were nîşandan jixwe dibe yek ji nexweşiyên bingehîn a sosyalîzma reel.

Eleqe ji bo helwestên nû yên teorîk û guhertina paradigmayê jî nedihat nîşandan. Belkî jî tirs ji îhtimala çewtîbûna dîtinan û encamên wan hebû. Lê jihevketina Sowyetê jinûve nirxandina sosyalîzmê ferz dikir. Her çend ji bo pirsgirêkên hawîrdorê û jinê eleqe zêde bûbû jî kûrahiya hewce ya teorîk bi sînor bû. Helwesteke hîn rastir ji bo etnîsîteyê, şikandina ekolên çînên teng û ekonomîst, dibû ku rê ji bo perspektîfeke demokratîk û komîn a dewlemend vekira. Her çend di nav demê de eleqeyên pêwendîdar hatibin nîşandan jî ji bo rewşa xetimî li dawiyê bihêle xwedî kûrahî nebû. Ya rastîn PKKê bi paradigmaya sala 1970 hatibû xwe spartibû deriyê sala 2000. Her çiqas bi tevahî belav nebûbû jî fonksiyona xwe bi giranî wenda kiribû.

Di ti pêşketinên bûyeran de her tişt bi awayekî neyînî nayê nirxandin. Dîroka PKKê di heman demê de dîroka Kurd û Kurdistanê û dîroka guhertin û veguherînên mezin ên civaka wê bû. Mirov dikare bibêje; di çaryekê dawî yê sedsala 20. de mora PKKê li Kurdistanê hatiye xistin. Veguherînên wê yên zêhniyetê, serûbinkirina wê bûn malê dîrokê.

Tevî hemû texrîbatên mezin hebûna wê ya rêxistinî