Peşgotin

 

 

 

 

 

 

 

Di darizandina min a ëmralî de, mercên demê, di warê komployê û girtina min de bi awayekî lezgîn pêşlêgirtina şidetê, ne dayina fersenda hêviyên komplovanan û piştgirên wan, şopandina rêya herî rast, her çiqas ku gelekî bisînor be jî, jibo alîkariya aştiyeke birûmet pêdiviya hewldaneke mezin nîşan didan. Di vî babetî de nêzîkbûna herî pratîk, parêznameyên pêşxistî ku çareseriya aştî û yekîtiya demokratîk bingeh digirtin bûn. Di van mercan de, qet nayê ji bîrkirin ku hewa lînçeke siyasî li hawir serdest kiribûn. Ligor baweriya min, derdorên aqlî selîm û karbidestên Tirkiyê jî, di bin wan şertan de ji têgihîştina mantiqê komployê dûr bûn yan jî ne amadeyî qewimînên bi vî rengî bûn. Di her astê de, dorhêla biryareke saxlem tinebû yan jî gelekî bisînor bû. Esasê wê, vê komployê ji hewayê pakêtek pêşkêşî şovenîzma ku gihayî asteke hîsterîk kir û di sedsala 20an de li arenayê jibo ku bi şêran bide xwarin, lîstikekî Roma amade kiribû. Şideteke wisa anîbûn holê ku mirov nikaribe ji nav derkeve û di ser hemû armancên PKKê re be, heta li dij armancê wê be. Mixabin bi wan hemû yên ku li dijî hev bûn, wisa dabûn fêhm kirin û wisa baweriya wan anîbûn ku li hember hev bikaranîna hêrîşên xwekujî û berxwedanî, mafê wan yê herî meşrû ne. Ya herî ne baş ew bû ku her du alî jî, ji têgihîştina vê lîstikê gelekî bi dûr xistibûn. ëxaneteke sedsalê ya herî mezin ev bû ku xwe hêjî mîna dost û alîgirê azadiyê nîşan didan, lê yên mezlûm ku babetên lehengiyê, bi awayekî sitemkarane tine dikirin û didan jibîrkirin. Meydan mabû ji wan xayîn û hevkarên ku di kemînê de, li benda rewşeke wiha bûn. Eslê wê, her tişt ligor mirina min hatibû duristkirin. Bi giranî hedefa wan ev bû ku min fizîkî, ew ne be jî, di warê wateyî de tine bikin. Digel gelek fikirînên min jî, ez texmîn nakim ku hedefên din dabin ber xwe. Komplo ewqas kûr û bi tiştên nayên zanîn tije bû, çirandin û derketina ji nava wê, bi awayekî mûcîzewî mirovatiyeke pêşketî û mezin dixwast. Her tişt wisa bi awayekî sitemkarane hatibû duristkirin ku tevayê cîhanê kiribûn dijber, heta bi dostên nêzîk û rêhevalên ku xwedî baweriyên serdest, ligor nirxên mirûz (moral), ji "mirineke bi şeref" pêde ne li benda tiştekî din bûn. Mantiqê sedsalê ev bû. Mantiqê dostan jî û yên dijminan jî ev bû. Xala ku dilîn û bawerî tê de cemidî bûn, evder bû. Her tişt mehkûmî tenêbûneke xofane kiribûn. Ligor qaydeyên şer, ez na bêjim"ber gule dan" cezayekî gelekî dûr e, her çiqas ku ev mîna mafekî tê nîşandan jî, ev maf nedane min. Şaristaniyê dixwest ku bi awayekî din heyfê li min hilîne.

Min ti caran xwe li qehremeniyê neqewimand. Her çiqas ez ne xwedî cesaretekî wisa bûm û her çiqas min dixwast ez weke xwe bixûyêm jî, min xweş dizanîbû ku bi hevalên min yên herî nêzîkî min re jî, ez nebûme şahidê vê yekê. Lê aliyekî min hebû ku qet minê lê îxanet nekiriba: Minê rewşa "zaroka ku îxanetê li xeyalên xwe nake" bidomanda. Minê xwedayên şaristaniyê nas nekiriba, di saziyên wan de neheliyabama, ezê ji jinên wan re nebûbûma mêrê malê. Diyalektîka kesayetiya min, di warê pêşveçûneke wiha de serketî bûbû. Mijar ji zû de ji nakokiyeke sivik ya nava Tirkiyê derketibû. Rewşa min, ez mehkûmî "Prometheusiyeke hemdemî" kiribûm. Ferqa bizmarkirina min ya li lata ëmralî, ji ya Prometheusê di efsaneyê de ku li çiyayên Qefqasya hatibû bizmarkirin tinebû. Çi dirûvtiyeke bi êş û xemgîn bû ku ev yek dîsa ji aliyê neviyên xwedayê Athena Zeus ve hatibû kirin.

Moskovaya ku navendekî ji ya şaristaniyê ye, lîstika rezîlane ku li hember sosyalîzma -ne bi têrayî be jî- mîlyonan leyîstî, bi awayekî bê şerm û bê fedî di meseleya min de jî, jibo du îhaleyan û çend mîlyar krêdiyên IMFê leyîst. Li Romayê, arênaya koledariya klasîk û hesabên kapîtalîzma hemdem yên hesas, qet nirxên ti moralî û yên ti hiqûqî nasnakin, terora wan ya psîkolojîk wê ez mecbûrî şerê rûmetê bikirama û ezê di rewşa pêkanîna pêdiviyê de mabama. Athena, baweriya dostaniyê bi awayekîî rezîlane bikaranî, bi cesaret û aqilekî ku fahîşe nikaribin bikin, wê ez bişandama nav yamyamên Kenyayê. Rûyê şaristaniya sedsala bîstan yê zexel, êşkenceker, bêhest û yê ku ji mantiqê berjewendî pêde qîmet bi ti nirxên mirovahiyê ne dida, yê xwe nîşan bida û ezê matmayî bimama. Rastiya li dijî min ku refleks li min cemidandîbû ev bû û ev jî rast bû. Yên ku li benda helwesteke din bûn, heger rastiyê fêhm nekin û vê rastiyê heta bi mêjiyê xwe nejîn, nikarin ti encamên moral û ramanî jê derînin.

Min qet bawerî bi qederê ne anî. Lê ezê di çarmixa hemdem ya sedsala 20an, ya ku hêzên qederê jibo min fesilandibûn, bi serê xwe û bi bêdengiya tirbekê bendewar mabama. ædî minê heta bi lêdana dilê xwe ya dawî, piçka hişê min ku mabû jî, jibo bikaranîna diwarê mirovahiyê, bikira rûmet û minê her tişt bi dev xwezayiya wan de berda.

Ev çend gotinê min, jibo kesên ku bixwazin helwesta min ya ëmralî fêhm bikin, hêviya min ne rexnekirin, ne xwerexnekirin, ne bexş (efû) û ne şêweyê jiyanekî bi vî an bi wî rengî ye. Pêşveçûnên bi vî rengî, nabine rûmet û wateya jiyîna min. Rewş gelek cihêreng e û pêdiviya têgihîştina orîjînalîteyê dide nîşandan. Bêşik, her çiqas ku gelekî bi sînor be jî, jiberku

Helwestê aştî û biratî wesfê kûrahiya dil bû, minê pêşik nedaba meseleya helwesta siyasî yan jî ezê ligor çep û rastê şaristaniyê ne bûbûma bersiva hêviyên wan, minê xwe ne kiriba alet. Ezê li vir li mezinahiyê bigeriyama, li hember naleta şaristaniya hemdem têk neçûbama. Heger cîh bidin jiyanekî bi biratiya hevpar ku di aştiyeke bi rûmet û azad re derbas bibe, minê nirx bidana nêzîkbûna hemû siyasetan. Weke ku ez baweriya xwe bi nirxên komikên siyasî yên cuda cuda nayînim, liqasî xeyalperestiya wan, bi zanîna ku ji xizanî û mehrumî re vekirîne, di her astê de minê yekîtiyên spartiyê îfadeya azad tercîh bikira. Mîna her car, liqasî yekîtiya bi zorê, ezê ne ketibama cudahiya bi zorê jî û minê helwesta xwe ya bi wate berdewam bikira.

Rastiya parêznameyên min yên ëmralî ev in. Hêvî dikim ku çi roja here, nirxê wê hê bêhtir wê were fêhm kirin. Heger me terora bi rastî ku encama şensekî kor û bi nalet, liser Tirkiyê sekinandibe, me berjewendiyên ranta mijokatî ya sitemkar hêdî kiribe, me rêya demokratîk ya têkoşîna siyasî hê bêhtir bi wate û derbasdar danîbe holê û li hember hêzên ku aştiyê naxwazin, me parastina çekdarî ya rewa bê yê çawa be nîşan dabe, êdî tê wê wateyê em bûne xwedî helwesteke dîrokî ku kesên xwedî dilên paqij nirx bidinê.

Divî babetî de bawer dikim ku yê nirxekî dîrokî bîne ziman, di serî de weke parastineke Rojhilat ya li hember Rojava û ya çanda Rojhilata Navîn li hember şaristaniya Ewrûpa, di warê ronîkirina dîrokê ya rast de, ez vê yekê liser xwe peywir dibînim ku platformeke hiqûqî û demokratîk ya ku gotinên liser navê gel tê de werin gotin binirxînim, herwiha ez mafê xwe yê parastinê li DMME (Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrûpa) bi cîh bînim. Ez vê yekê xelet nabînim û nakevim nava kompleksan ku rêya çareserkirina pirsgirêkên civakê yên ewqas mezin bûne dizanim, wî mafê xwe yê ku ji berjewendiyên karbidestan derketî holê bikar bînim, vê gelicandina olîgarşîk ku berevajî damezrandina Tirkiyê jî, berteref bikim û bi sînor be jî, bi platformeke ku sipartî çareseriya yekîtiyeke aştî û demokrat, alîkariyê bidim endamtiya YE (Yekîtiya Ewrûpa) yê. Ewrûpa di rewşeke pêşketî de ye. Heger em wê, bi aliyên ku ew dewlemend kirine xweş fêhm nekin, derfetên pêşketina çanda Rojhilata Navîn ku min pê bawer e, çênabin.Bi zanîna lihevparkirina nirxên YE, li hêzên civakî bi awayekî dadiyane (adîlane), çawa nabe hevkariyeke erzan, li hember vê yekê rawestandin jî nabe pêşverûtî û ev yek diyar e ku yê were wateya paşverûtî û kevneperestiyeke tund.

Mercên ku rê ji girtina min re vekiribûn û ligor ku ev yek ji aliyê karbidestên şaristanî ve pêkhat, pêdivî ye ku parêznameya min jî, bi vî awayî were pêşêxistin. Divê berî her tiştî, serpêhatiya min ya Ewrûpa ku pêwîst e gelek ders jê werin girtin, derkeve holê. Di vî babetî de, tenê em xwe di nava rastiyên Tirkiyê û yên Rojhilata Navîn de bihêlin, ne mimkun e ku em rastiyê bi timamî bibînin. Ev yek girîng e ku li qasî cîhderka pirsgirêkê, çareseriya wê jî di nav rastiya şaristanî ya Ewrûpa de were helkirin. Heta niha çend tevgerên ku navê wan rizgariya neteweyî, jiberku ev temamî bi dest nexistine, dibin dîlên wan rêyên çareserkirinê ku Ewrûpa ew ji mêj ve derbas kirine, yan jî di borê polîtîkaya "perçeke-birêve bibe" de dixeniqin. Neteweperestî, olperestî û dûrmayîna ji demokrasiyê, her çiqasî nirxên ku Ewrûpa ji ser xwe avêtibin, sazîbûna raserî neteweyan, jiyana pir çandî û sazûmana demokratîk ku heta bi mafê kesan diparêze, dibin nirxên hemdem yên gerdûnî ku xwe dane pejirandin. Ev nêzîkbûna bingehîn, hûrnêrîneke şaristanî dixwaze.

Sedemeke din ya herî girîng jî ev e ku trajêdiya bi serê min hatî, ji min zêdetir bi pratîka xwe ya gelê Kurd e. Terîfkirineke rast ya di derbarê rastiya Kurd de, yê bibe rast dîtina pirsgirêkeke ku îro di rojeva Ewrûpa de jî cîh girtiye. Ev rast dîtin, wê qedera demokratîkbûna Tirkiyê jî diyar bike. Di vî warî de, çareseriyeke demokratîk ya li Tirkiyê, wê rê ji çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn, Kafkasya, Asya Navîn û ya Balkanan re jî veke. Girîngiya vê pirsgirêkê ya navnetewî, ji vê rastiyê tê. Heta weke îro ku berdewam kirî, înkar kirina vê pirsgirêkê yan jî nêzîkbûnên ku qet nabin çareserî, wê bibin sedem ku dev ji vê rola erênî were berdan û wê ev krîza kûr, wiha berdewam bike.

Ji aliyekî ve nîqaşên liser bûyera Kurd têne kirin, bi hatina pirsgirêkê ya vê merhaleyê, bêşik ez weke yekî ku xwedî pareke mezin, girîngiyeke mezin digire ku nêzîkbûneke berfireh, zanistî û çareserker bikim bingeha parêznameyê.

Herwiha ne bi kûrahî be jî, emê bi xetên sereke dîroka şaristaniyê tehlîl bikin, ji aliyekî ve emê xwe berdin çavkaniya pirsgirêkê, emê çareserkirina pirsgirêkê jî bi rê nîşandana vê tehlîl kirinê bînin cîh. Tiştên heta niha hatine kirin, yan înkar e yan jî ji aliyê zanistî ve lawaz e, dilînên şoven ku li rastî bizavan hatine, him pêş ve ne çûne, him jî ne dane qezenc kirin û bûne sedemên bingehîn yên windakirinê. Rizandina pirsgirêkan, rê û rêbazeke herî ne baş e. Dibe ku mantiqekî tinekirinê hebe, lê mantiqê rizandinê tine.

Weke di pirsgirêkên hemû gelên ku pirsgirêkên wan yên civakî henin de, terîf kirina rastiya gelê kûrd, êşnasiya nexweşiyên wan û dîtina rêya başkirineke (tedawî) bijûn (saxlem), bi rêbazên (metod) vê nêzîkbûnê ve hişk girêdayî ye. Di dema damezrandina PKKê de, derbasbûna ji pêkneanîna nêzîkbûnên şamatîk yên reel sosyalîzmê, bêçareyiyên bi şûn ve ku ji neteweperestiya Kurd ya kevnare û bandorên dilînî dihatin, neyîniyên ku sedema bingehîn ya windayiyên bê wate, êş û azaran, derxin holê , ji navê rakin û ev xebata ku ne hatibû meşandin were kirin, heger ku bi derengî be jî û bûbe sedema êş û azarên mezin jî, peywireke (wezîfe) liser her kesî ye ku bi cîh bînin. Lêbelê yên ku bi hêz bin û berpirsiyar bin encex vê peywirê bi cîh tînin.

Wateya ku bi xetên stûr ketime dahûrandina tehlîlkirina şaristaniyê ev e. Dibe ku ev jibo çend gelan yan civakan zelal bûbe. Xebatên wan yên dîrokî û civakî ku berfireh rê ji vê yekê re vekirine. Lê jibo bûyera Kurd jî ev pêdivî ye û li hêviya wate dayinê ye. Dema ev were pêkanîn divê ku dîrok bingeh were girtin. Herçiqas ku ne geş û bi xeteke stûr be jî, dîrokeke Kurd heye. Heta ku ev dîrok neyê ronî kirin, dîtina roja me, êşnasî û başkirina vê rastiya ku gelicî ne mimkun e. Heger ku rêbaziya dîrokî biserkeve, hêzeke çareseriyê ya bêhempa yê derkeve holê û li qasî wê, yê rê ji hêsaniyeke nazik re veke. Timamkirina bi merhale ya perspektîfên bingehîn yên dîrokî, têgihîştina roja me, ronahî kirina korîtiyê wê diyar bike ku perspektîfên çareseriyê yên dewlemend hene. Nêzîkbûnên olî û neteweperestî bêçiqasî çavan kor dike, ku were fêhm kirin bê nêzîkbûnên yek alî û xeyalî çawa mezin dike, girîngiya vê nêzîkbûnê yê bêhtir xuya bike. Di vî babetî de ev nabe dereng mayin. Dema beremberî pirsgirêka Filîstînê û yên mîna wê were girtin, ligel bêçareyiyên mezin, bi koka olî re, berdana rêya rêbazên neteweperestî ku ji sedsalan ve berdewam dike, pêdiviya nêzîkbûneke zanistî, hemdem û demokratîk nîşan dide. Ev yek gelekî girîng e ku hemû alî û saziyên têkildar, bi vê rêbaza nû re rewşa xwe biguherînin. Qeyrana (krîz) ku Tirkiye tê de, ew aniye wê merhaleyê ku nikaribe vê bi paş de bavêje.

Bêşik aliyê herî diyarker ya rastiya Kurd ku gelek têkiliyên dîrokî û rojane jiya ye, dibe aliyê "têkiliyên Kurd û Tirk" . Ev yek gelek girîng e ku bi kûrahî û bi berfirehî liser were rawestandin. Heger çareseriya ku tê daxwaz kirin, di nava dewleteke yekere (unîter) û yekîtiyeke demokratîk de be, ev rewş hê bêhtir wê tehlîl kirina zanistî ya têkiliyên dîrokî girîng bike. Divê em bi bîra wanê ku naxwazin pirsgirêka Kurd nas bikin bînin, bi gelek dewlet û komikên Turkî re yekîtiyeke hevpar li dera han, piştgiriyeke bi sînor jî, dibe şert ku ev piştgirya dîrokî ye û rastiya vê ya rojane rast were naskirin. Ev rastiyeke ku nêzîkbûnên dilînî rê li ber tevgerê vedikin. Ev rêbazeke xelet û ne bi têrayî ye. Herwiha têkiliyên kurd û tirk ku di roja me de, nûsaziyeke demokratîk û berfireh dide inyatkirin, rastiya van têkiliyan, aliyên wan yên çelexwarî û yên erênî yê werin nirxandin û bi nûsaziyeke qewîn (zexim) ji nû ve werin sererastkirin. Bêşik reform ji dînamîzma hundirîn derdikevin, lê jiberku xwe parçekî Ewrûpa dibînin û dixwazin têkevin YEyê, bi vê rastiyê re girîngiya hewldanan du qat dibe. Nûsaziya konjektura hûndir û derve ne barek e. Jibo derketina ji vê qeyrana mezin, ev dibe şensekî.

Ji aliyê PKKê ve, parêzname hê bêhtir girîngiyê digire ser xwe. Nirxandineke zanistî ya PKKê, ne jibo endam û alîgirên wê bi tenê, jibo dijberên wê jî pêdivî ye. Wesfandina tenê bi terorê, ne tehlîleke ber bi çav e. Berevajî vê yekê, gotina "Her tişta ku me kirî pîroz e" jî, yê me têxe nava şaşbûnan. Di roja me de, ne ji aliyê berbiçaviyên Tirkî ye tenê, li erdnîgariya (coxrafya) Rojhilata Navîn, Kurd û bûyera PKKê ketine nav hev. Tehlîlkirina PKKê ya bi awayekî kûr, li qasî xwerexnekirineke bi wate, wê rê li ber çareserkirinê jî veke.

Zelalkirina du peyvên mîna "teror" û "cudahî" ku bi behsa PKKê re tên rojevê, pêdiviyeke gelek girîng e. Bêşik, divê ku pilanên pişt van herdu peyvên bi dîrok û civakê ve girêdayî, xweş werin dîtin, dîsa divê bîrdozî û pratîkên şoreşên hemdem, di ber çavan re werin derbaskirin. Ya herî girîngtir ev jî dibe şert, terora lêpêwîstker ya ku rastiya Kurd çewsandiye, di nava dîrokê de tim hatiye pêşxistin, hatiye jiyandin û tim di rojevê de hatiye hiştin, bi awayekî zanistî were tehlîlkirin. Ewên ku qedexekirina pêşveçûnên azad yên di warê aborî, çandî, civakî û siyasî de hindik didîtin, ew nêzîkbûna terorî ku qedexekirina liser ziman kirin nava zagona bingehîn, divê him di warê siyasî û leşkerî, him jî di warê hiqûqî û demokrasî de were nirxandin. Herwiha ev jî girîng e ku hinek nirxandinên têgînî û teorîk yên ku cîh û destek ji PKKê re çêdikirin, ji aliyê din ve ku ji rewşeke dijber jî dihatin, werin zelalkirin. Di vî babetî de, ji aliyê siyasî û hiqûqî ve, zelalkirina hinek têgîn û teoriyan yên mîna sosyalîzm, serxwebûn, demokrasî, neteweperestî, zor, teror, yekîtiya yekere, neteweyetî, yekîtî û cudayetî pêdivî ye û girtina rastî û şaşiyên wan ya li ber çavan, pir girîng e. PKK ya ku ji şêwegirtinên tund yên van têgîn û teoriyan, pareke bi zêdeyî wergirtî, ku ji aliyê pratîk û teorîk ve were nirxandin, wê jibo çareseriya pêvajoyê, alîkariyeke mezin bike. Ev hatiye fêhmkirin û derketiye holê ku sucdarkirinên zêde, yan wekî din nêzîkbûna parêzkariyê, xizmetê jibo çareseriyê nakin.

Yên ku PKKê binirxînin, divê bila ji hundirê wê bin, divê ji derveyî wê, divê bila dijber û divê alîgirê wê bin, pêdivî ye ku reseniya (orîjînal) pirsgirêka Kurd, rewşa wî ya di nav êş û şîdetê de, bêpariya wî ya ji zanistî, pêşketina civakî û lidervegirtina wî ya ji vebûnên siyasetê, taybetiyên wî yên ku tim hatine qedexekirin û pêpeskirin (dewisandin), li ber çavan were girtin. Heger di navê de têkiliya bandor û tevger neyê dîtin, nirxandinên ku bêne kirin, yê gelekî subjektîf bimînin û ev wê encamên xeter bi xwe re bîne. Ev jî wê nebe çareserî, wê bibe nêzîkbûneke bêçareyiyê. Ez derbasbûna ji vêna girîng dibînim. Herwiha di çareserkirina tişta ku bikeve ser milê min de, ligel berpirsiyariyê ez liser xwe peywireke dîrokî jî dibînim. Lewre ev peywireke zor e ku ti kesên din nikarin bi cîh bînin. Ev nirxandinên di derbarê PKKê de, bi wate ne û yê bibin alîkarê çareseriyê, wê derfetê ji xwerexnekirineke rasteqînî re jî çêbikin. Nêzîkbûnên mehkûmkirin û sucdarkirinê, wê şensê veguherînan kêm bike, wê bibe alîkarê têgihîn û helwestên hişk û kevneparêz. Dema em, pratîka li Tirkiyê ya li hember çepgir, rastgir û olperstan ku deriyên siyaseteke demokratîk li ber wan di gire û nêzîkbûnên wiha dibin sedema windakirina gelek nirxan, li ber çavan bigirin, girîngiya vê nêzîkbûnê yê hê bêhtir derkeve holê. Di vî warî de serdestiya Ewrûpa, ji piştî gelek tecrûbeyên ku derî ji siyaseteke demokratîk û îfadeyên azad re vekiriye, tê. Baweriya bi vê rêbazê û şensdayina wê, jibo çareseriya pirsgirêkê rêya rasteqînî û hemdem e.

Di çareserkirina pirsgirêka Kurd de, derketina şîdetê ya ji rêbazî, bi sînor be jî derbaskirina înkar û çewsandinê, ji nêzîk ve bi demokrasiyeke vekirî ve girêdayî ye. Qedexeya liser perwerde û weşana ziman û çandê, li qasî ku şêweyekî terorê yê herî tund e, ji şîdeta li dij re jî, rê vedike. Bê kontroliya şîdeta PKKê û bikaranîna şîdetê, ji têgihîna parastina meşrû gelekî derbas bûbû. Di gelek tevgerên dama me de, ev hê bêhtir tê bikaranîn. Berevajî vê, agirbesta yek alî û li derveyî sînoran ketina rewşeke xweparastina meşrû, tawanbarkirina (sûcdarkirin) bi"terorîzm"ê vala derdixe. Tişta pêwîst e ku were kirin ev e, nêzîkbûnên ku ji pêvajoya gotûbêj û yekîtiya demokratîk re derî vedikin, têxin dewrê û bikin ku bi tevayî çek werin berdan. Nirxandina rewşa PKKê ya di vê dorhêlê de, yê pêşiyê li neyîniyên gengaz (muhtemel) ku telafiya wan ne mimkun be bigire, pêdivî ye ku ev fersenda girîng wiha were nirxandin. Di berbiçaviyên Tirkiyê de, jibo veguherînên PKKê yên zagonî (legal) û demokratîk, rê li ber vekirin çêtir ji rêbazên bi tevayî qedexe û safî kirinê ne, ev yek rêya herî rast ya çareseriyeke siyasî ye.

Min di parêznameya xwe de, ev nêzîkaya nerm, weke rêbazeke bingeh dît ku her dem li ber çavan were girtin û tercîh kirin. Di tevahiya Rojhilata Navîn de, çi dewleta ku pirsgirêka Kurd lê heye, ligor nirxandina min, li şûna pozberiyeke cudaxwaz û neteweperest ya bê encam, bi serbestkirina azadiyan, yekîtiyeke demokratîk, biratiya gelan û nêzîkbûneke polîtîk ya rasteqînî li aştî û xizaniyê, pêdivî ye. Gelek tecrûbeyên hemdem dane nîşandan ku pozberiyên ji neteweperestiyên piçûk derdikevin holê, rê li ber bêçareyiyê vedikin, hineke ku mîna ber bi çareseriyê herin jî, ji berê xirabtir dibin. Jibo ku erdnîgariya Kurd ya xwedî potansiyeleke pozberiyê, ne keve rewşa ësraîl û Filistînê, berpirsiyariyeke mezin pêwîst e. Divê ku her dem, Rojhilata Navîn ya Demokratîk, weke armanceke stratejîk li ber çavan were girtin.

Ji aliyê din ve, pêvajoya DMME vê derfetê dide ku em çareseriyên wê test bikin, yan jî mîna şensekî binirxînin. PMME (Peymana Mafên Mirov ya Ewrûpa) ku Tirkiye jî, ji aliyê hiqûqî ve girêdayî wê ye, bêhtirî ku min têkildar bike, rewşeke tevahî li ber çavan radixe. Sê mafên bingehîn yên nifşan, anku mafên kesanî (şexsî) yên hemdem, mafên aborî û civakî û mafên diyarkirina hebûna azad yên çandan, ku NY (Neteweyên Yekbûyî) jî pejirandine, Lê PMME berfirehtir liser rawestiya ye û endam mecbûr kirine ku pêwîstiyên wê bi cîh bînin. Bi gelek dozên bi vê naverokê ku ketine DMMEyê, divê êdî pirsgirêk bi awayekî esasî li ber çavan were girtin û bi gihîje normekî hiqûqî. Jibo bi hezaran doz, biryarên cihêreng rastiyê nîşan nadin, herwiha êdî pêwîst e ku zagonên pêwîst di parlemena neteweyî re derbas bibin. Di vî warî de, di nav endamên KE (Konseya Ewrûpa)yê de, Tirkiye bi tenê, ligel mafê jiyanê ti peywirên xwe pêk nayîne. Di pêvajoya endamtiya YEyê de jî, pêwîstiya krîterên Kopenhagê bi cîh nayîne.

Hêvî ew e ku doza min bandoreke lezgînî bike. Heger ku Tirkiye jî bixwaze, ez ji çareseriyeke bi dostanî re jî vekirî me. Ji vî alî ve jî, parêznameya min, derfetên ku hiqûq ji çareseriya siyasî re çêdike, bi awayekîî rasteqînî dinirxîne. Ne mîna demên borî, ku rêbazên leşkerî û siyaseteke hişk dihate bikaranîn, vê girîng dibîne ku şensekî bide çareseriyeke di nav dewleteke hiqûq û demokratîk de. Di warê pêdiviyên Tirkiyê de, bi nirxandineke berpirsiyarî, dixwaze ku deriyekî ji çareseriya dostanî ya berfireh û ji guftûgoyeke siyasî re vebe. Min perpirsiyariyeke dîrokî dît ku ez rewşa xwe ya kesanî, hê bêhtir bikitekit (biteferûat) bînim ziman. Ev peywireke girîng e ku li derveyî pêdiviyên teknîk yên dadgehê, hinek tiştên ku qewimîn, her çiqas ku aliyên wê yê wêjeyî zêde bin jî, werin xebitandin û rastiyên dibin dozê de werin ronîkirin. Tenê ne hiqûqê navnetewî, perçiqandina gelek nirxên mirûz (moral) jî, ez mecbûr kirim ku liser vî aliyê parêznameya xwe bi kûrahî rawestim. Di kesaniya min de, ne tenê trajêdiya gelê Kurd ya rojane, bêkesiya mezin ku ji dîroka wî ya binalet tê, aletbûna wî ya komployan û îxanetên kes nedîtî ku bi serê wî hatin, encex bi daxuyaniyên berfireh werin ronîkirin. Armanc ev e ku were gotin, êdî ev trajêdî bes e û têkevin rêya pêşveçûnên hemdemî. Ev beş, mîna kurtahî û dawiya parêznameya min dikare were nirxandin.

Di bingeha vê pêşgotinê de, parêznameya min ku ezê pêşbixim, wê gelek kêmasiyan bi xwe re bîne. Di vî warî de, bitenêtiya min ya sê salan li ëmraliyê, ku bi bandoreke mezin hiş û zimanê min mehandî , roleke girîng dilîze. Lê dersên ku min ji pratîka stemkar derandin û jiyana min ya giran, bawer dikim ku yê ji derdorên têkildar re xizmeteke baş bike. Demeke dirêje ku yekem car ez dinivîsim, herwiha min xwest ku ez vê peywira xwe bi cîh bînim.

 

BEŞA YEKEM

 

 

 

 

 

 

Civaka koledar û pêşveçûnên şaristanî

 

 

 

 

 

 

 

Pirsgirêka Kurd ya ku di parêznameya min de mijara sereke ye, di nav reseniya xwe de, bi rasteqîniyeke civakî ku di pêvajoya belavbûneke pir alî de, ji bûyina xwe heta bi gihîştina xwe, di pêşveçûnên ber bi şaristaniyê ve û bi têkilî û nakokiyên ku jiyayî ve girêdayî ye.

Nirxandinên binyata çînî û neteweyî ku bi pîvanên hemdem tên kirin, derfetên têgihîştina rasteqîniya Kurd nade. Nirxandinên ku di vî warîde werin kirin jî, ewên ne berçav bimînin û wê gelek şaşiyan bi xwe re bînin. Vê pirsgirêka ku sînorên Rojhilata Navîn hilweşandine û ketiye rojeva Ewrûpa û gelek hêzên hemdem, pêwîstiyê nîşan dide ku di nav dîroka şaristaniyê de bê nirxandin. Heger bingeha ku pirsgirêk pêve girêdayî rast neyê terîfkirin, encamên rast yên hiqûqî jî wê werin astengkirin. PMME û DMME (Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrûpa), du saziyên demokratîk yên Hiqûqê ne ku şaristaniya Ewrûpa vê dawiyê pêşêxistine. Rastiya ku neyê nîqaşkirin ev e, şaristaniya dema me ya tekûz û serdest, bi pîvanên nirxê Ewrûpa tê temsîlkirin. Kurdên ku îro bi awayekî pêkenokî (îronîk), li ber deryê Ewrûpa li çareseriya pirsgirêkên xwe digerin, bixwe çavkaniya bûyina vê şaristaniyê ne. Dayîkeke gelekî pîr, ji wan zarokên xwe yên ku bi hezar salan di dergûşê de mezinkirine û ji aliyê wan ve êdî nayê naskirin, dadmendiyê dixwaze. Gelo mafê vê dayika şaristaniyê wê were dayin? Pirsgirêk hinekî jî wiha hatiye kilîtkirin. Hêza civakî û ya ferdiyîkirin li pêşberî hev in. Erdnîgariya Rojhilat û Rojava, Asya û Ewrûpa, û ya Anatolya û Grek, mîna şanoyekê xûyane û bûne eniyeke li pişt şanoya ëmralî ku tê pêşandan.

Heger kesekî bêkêr jî, bi bal binêre, liser vê şanoya darizandinê yê li bersiva van pirsan bigere: Senaryoya vê şanoyê kê nivîsî, rolên diyarkirî çawa li hev hatin parvekirin, aktor û fîgûran kî bûn û xwestin kîjan mesajan bidin temaşevanan? Doza min ya ku DMME kiriye rewşeke teng û ferdî, bi nirxandineke wiha wê gelek rastiyan dûrî çavan bigire û yê perdeya şanoyê ya dawî bilîze. Jibo ku ne kevine vê rewşê, pêşveçûnên dîrokî yên bi xwîn û êşkence ku saziyên hiqûq yên demokratîk li hember van damezirîne, heger biryar û rêvebirineke dadwer ne meşînin jî, bi baweriya ku yê derfetê bide nirxandineke azad, ez ronîkirina dîroka kirêt, bi xwîn û bextreş a li pişt doza xwe, peywireke bingeh dibînim. Nirxandinên ku ez dixwazim, di bin beşên sereke de pêşbixim, ji aliyekî ve bi armanca parêziyê ne, ji aliyê din ve jî ez dixwazim bidim nîşandan ku çend sal in, bi jiyana min ya di hicrê de û bi bandora ku liser hişê min kirî, yê kêm bimînin. Ji ber van sedeman, dozên dîrokî nirxandinên dîrokî dixwazin. Ev doza ku êş û windakirinên wê mezin, jibo ku her kes ders jê bigire, pêwîst e berpirsiyar daxûyaniyeke serketî bidin. Layiqê dozên dîrokî û ya pêwîst jî ev e. Ev peywir, çiqas ku biwate were bi cîh anîn, Doz bi xwe jî yê layîqî navê xwe yê dîrokî be.

 

 

 

 

 

A- SUMER

 

 

 

 

 

 

 

Şaristaniya li peravên Dîcle-Firat helatî

 

Şaxên bingeh yên zanista civakî, weke arkeolojî, etnolojî û teolojî, bi lêkolînên berfireh yên di sedsala borî de kirin, gihaye vê encamê ku civaka yekem a bi dewlet, xwediyê dîroka nivîskî û şaristaniyê, Sumerî ne. Dema em bînin ber çavan ku demeke dirêj, dîrok weke saziyên civaka bi dewlet hatiye girtin, ev pêşveçûn dibe pêşveçûna dîrokê ya herî mezin. Bidewletbûn, bi aliyên wê yên erênî û neyînî, di dîroka mirovahiyê de, tê wateya gav avêtineke mezin. Dewlet mîna amûrekî civakî û saziyeke berfireh, hebûna xwe di roja me de jî, bi xetên sereke didomîne. Dewlet şêweyên serdestiyê ne ku liser hilberîna keda mirovan ya ku tê guhertin hatine damezrandin. Jibo vê yekê, bi naskirina Sumeran emê xwe û roja xwe nas bikin. Heger Sumerî ne hatibûna keşifkirin, bi jibîrkirina vê çavkaniya şaristaniyê ya herî kevin û sereke, me yê xwe jî ji bîr bikira û me yê bi awayekî rast dest bi dîrokê ne kiriba. Ji ber vê yekê Sumerî do ya me ne û mîna do gelekî nêzîkî me ne. Herwiha Sumer çawa çêbû û di nav xwe de kîjan saziyên bingeh vedihewîne? Bersiva van pirsên dîrokî jî, çiqa ku diçe, lêkolînên dîrokî, bi şêweyek nêzîkî rastî didin.

Bêşik, pêşveçûnên di heyina civakî yên berî dewletbûnê de, jibo civaka bi dewlet merca pêşîn e. Sepînkirina (tetbîqkirin) teoriya peresanê (teoriya tekamulê) ya li mirovnasiyê (antropolojî) dide çespandin (îspatkirin) ku prîmatên hoveber -kalikên mirovan yên pêşî ku mîna meymûnan- beriya 60 mîlyon sal çêbûne û beriya 20 mîlyon sal jî, di encama mercên avhewayî (siriştî) de, li rojhilatê Afrîka cûreyek (çeşîdek) bi amûrên hoveber liser du lingan pêşveçûn pêk aniye. Ev jî hatiye çespandin ku beriya 3 mîlyon sal, piştî hilweşîna rojhilatê Afrîka, Derya Sor û Derya Spî, li derdor belav bûne. Ji mîlyonek sal û virde, li rojhilatê Derya Spî û li qewîniya Toros-Zagros -bi gotina dîrokzanan Hîvika Zêr- çiqas ku diçe siftbûneke (tîrbûn) zêde tê dîtin. Di vê de, kêrhatîbûna çanda avhewa, rîwek (nebat) û ajalan (heywan) rola bingeh dilîze. Nefsên (nufûs) ku li vî parçeyê erdînîgariyê zêde dibin, li çar aliyên cîhanê belav dibin. Di koka mirovên Asya û Ewrûpayî yên îro de, ev heyîn di warê genetîkê de jî dikare were çespandin. Hîvika Zêr, bi giranî li navbera Dîcle û Ferad, bi navê din ya dîrokî Mezopotamya, di warê pêkhatina civaka komunî ya hoveber de jî, xwedî roleke sereke ye. Ji holê rabûna serdema qeşayî ya beriya 20 000 salan, veguherîna avhewa ya sar û mehteşî bi ya hênkayî û şiliyê, di navbera salên 15 000 û 12 000an de, rê li ber pêşveçûna civaka mezolîtîk vekiriye. Li herêmê birhanên (delîl) civaka mezolîtîk gelek in. Di pêşveçûna civakî ku ji nêzîk ve bi avhewayê ve girêdayî ye de, Beriya dor 10 000 salan, mehteşiyeke ku ji nişkê ve derketibû holê, li şûna pêşveçûnên ku tenê danehev û nêçîrvanî bû, serdema Neolîtîk -serdema kevirên sîqalkirî (cîlakirî)- derande holê. Heta weke niha, bermayî yên civaka neolîtîk yên herî kevin, li jora Dîcle û Ferad tên dîtin. Serdema Neolîtîk, bi pêkanîna çandinî û kedîkirina ajalan, mîna şoreşeke gundiyan bû. Li Amedê, Erxenê -Çemê Kote Ber, Batman -Çemê Xalan, Riha Siwêrek -Newala Çorê, kolanên hatine kirin, niştecîhbûna tevdeyî ya li vê herêmê dibe BZ (Berî Zayinê) heta bi salên 10 000an. Di bin gelek kaşên ji axê ku di navbera Dîcle û Ferad de bilind dibin, gond ên herî pêşî yên şoreşa neolîtîk dimînin. Ev gond weke tê zanîn bi kurdî ye. Di zimanê Lûwiyan de ku ev gel ê Anatolya yê herî kevn e, -ev jî dikevine koma zimanê Arî- tê wateya 'Welatê cîhên bilind' pişt re, Gondwana werdigere Kurdîan, di serdema navîn de di devoka Selçûkiyên ëranê de, dibe Kurdistan. Liser vê mijarê hûn dikarin bi berfirahî, di beşa dîroka Kurdistan de lêbikolin. Birastî jî ev kaşên ji axê ku îro jî li ber çavane, didin diyarkirin ku şoreşa neolîtîk li van dera, bi kûrahî û berfirehî hatiye jiyandin. Heta weke îro, li ti derên cîhanê kevnariyeke wiha ne hatiye dîtin.

Ev yek weke nêrîneke zanistî bi piranî hatiye pejirandin ku civaka neolîtîk jî, mîna civaka mezolîtîk ji vê axê li çar aliyên cîhanê belav bûye. Ev belavbûna sereke ku serdema BZ ya herî girîng e, xwedî taybetiyeke wisa ye ku bi berfirehiya civakî jî, hemû mercên şaristanî derandine holê û bi xwe re anîne. Civaka neolîtîk BZ dinavbera 6000 û 4000an de, li nîvenda Dîcle û derdorên Ferad pêş ve çû ye, ev civaka ku di çanda Khalafbûnê re derbasbûyî, BZ di salên 6000an de gihaye Bakurê Afrîka -Misrê, Ferada Jêr, Kendava Basrayê û Nîvenda Anatolya -Çatalhoyuk ê, BZ nêzîkê 5000 an de, gihaye Kafkasya, Bakurê Derya Spî, Balkanan, Bakurêrojhilata ëranê, Hindistanê, Pencap û Peravên ëndûsê, BZ di salên 4000an de, gihaye Sînê û tevaya Ewrûpa yê, BZ di salên 3000an de jî, gihaye Parzemîna Amerîka yê. Nêrîna dîroka zanistî, belavbûna bi vî rengî di warê vedîtinan de, weke angaşteke (tez, îdîa) herî nêzîkî rastiyê dinirxîne. Çanda Tel Khalaf jibo şaristaniyê hemû amûrên pêdivî dahênandine (îcad kirine). Hemû amûrên ku şaristanî pêşve birin, weke kûzik (dîzik), bivir, halet, ristina hiriyê, rêçandin (çêkirina qumêş), hêrtina liban, qesirbendiya (Avahîsazî) gundan a tomerî (bitevayî), tekelek, ji kevirê şîn çêkirina amûrên nîv madenî, pejirandina stêrkan ya işaretan, îdeolojiya bîr û baweriya xwedawendî (îlahe) ûwd. Hilberînên mirovahiyê yên vê demê ne. Heger bi rola xwe ya dîrokî bên nirxandin, ev encex bi sedsalên 16-20an re werin raberkirin (muqayese). Cîhê vê çandê di dîrokê de ev e.

Li nêzîkî Kendava Basrayê, belavbûna Dîcle û Ferad ya li qadeke berfireh û bi lewe (aluvyon), bi hewldanên civakên ku nûnerên çanda Tel Khalaf, bereketeke hilberînê ku heta wê demê ne hatibû dîtin, derande holê. Di vî derbarê de, ji ber mehteşiya ku BZ di salên 4000 û 3000an de bi serê wan hatibû, coyên avdanê ku hatibûn çêkirin û çandiniya avî roleke mezin leyîstibû. Bi tevlîbûna gelek darên xurme û bi masiyan jî, di ramanên mirovan de têgihîneke bihiştê çêkir û şensekî destpêka demeke nû bi dest xist. ædî dem ketibû dema 'dîrok li Sumer dest pê dike'. Di salên BZ 3000an de, bi dahênandina nivîsa bizmarî, êdî dîroka nivîskî jî, dest pê dike.

Digel ku gelek terîfkirinên şaristaniyê hene, taybetiya cihêreng ev e ku ji mesrefê bêhtir hatina gelek, rê li ber keda mirovan ya hilberîna zêde vedike, dike mijara têkiliyên koledarî anku xwedaniyê (mulkiyetê). Şêweya ku Sumeran pêk aniye, damezrandina Zîggûrat ên rahîban yên ku him perestxane (îbadetxane) bûn, him cîhê karê pevrayî (kolektîf) bûn û him jî navenda rêvebiriya civakî bûn. Ev navendên ku nasnameya civakê bûn, xwe dianîne wateyeke pîroz ku xwe mîna nûnerê sazûmana (nîzam) ezmên yên li erdê didîtin, di pêvajoya dîroka şaristaniyê ya vê dawiyê de, dibine pêşenimûneyê (prototîp) perestxaneyên mezin, komele yan (meclis), kargehan, baregehên leşkerî û navendên çand û perwerdeyê, Zîggûrat di sazîbûna dewletê de cîhderka sereke ye. Dahênana ku dibêjin dewlet anku Zîggûrat, bi rahîbên ku îdeologên wê demê bûn, rê li ber berhemdariyeke mezin vedikin, hê di serê wê de wan pîrozwer berdidin û mîna nûnerên sazûmana ezmên yên liser rûyê erdê, di ramanê mirovan de serdest dikin û dibin cîhderkên desthilatî yên pêşveçûyî.

Ev ji aliyekî ve weke amûrekî hilberînê, keda koleyan ku dayineke gelekî zêde dianî û gelek mirovên ku li derveyî hilberînê mabûn, derfeta xweşî û dema vala bi dest dixistin ku di warê olî, huner û karên rêvebiriyê de bixebitin, ji aliyê din ve weke navendeke rêveberiyê ya manewî teolojiya Sumer ku sazûmana xwedayan damezrand, desthilatdariyeke mezin liser mêjî, raman û heyinên giyanî dike. Pêşveçûna daringî (madî) û ya manewî hev û din beramber xweyî kirine, xwedaniya pîroz, sazîbûna olî û malbatê weke bingeha malbatê ji nû ve şêwe digire, civaka ku xwîn û nijada wan yek, êdî bi binyateke bi çîn bi tebeqe û bi saziyên nû tê temsîlkirin.

Birastî jî, dewlet dahênaneke sumeriyan e. Pêşevanên vê pêvajoyê, di serî de li qasî ku îdeolog bûn, ji kesên wisa pêk dihatin ku weke rêvebirên rola wan di warê bi rêkûpêk kirina pratîka hilberînê de jî be. ædî ji rahîbiyê derbasbûna qeralên rahîb nêzîk bû. Zemîna daringî û manewî bi awayekî tekûz pêşveçûbû. Ligor nivîsarên (metnên) di dest de, mîtolojiya sumeriyan were lêkolîn, emê bi awayekî zanistî têbigihîjin bê çima sumeriyan çi tişta ku kirine, gotine ev sazûmana xwedê ye. Lê mirovên wê demê ji bedêla ku zanibin ev sazûmaneke mirovan ne, wisa baweriya xwe dianîn ku ev sazûmana xwedayî ya liser rûyê erdê ye û ji sazûmana asîmanî ya rahîban pêk tê. Şêweya bingehîn ya ramanê ne bi zanînê bi baweriyê ve girêdayî bû. Hemû tişt sazûmana xwedayan bû. Ji dil û bêşik baweriya xwe bi vê dianîn.

Ti îdeolojiyan weke mîtolojiya sumeriyan, bandora xwe ewqasî liser mirovan ne kiriye. Mirov şaş dimîne bê sumeriyan çawa ev mîtolojî derandine û kirine teolojî, wekî din çawa weke dewletekî û îdeolojiyekê birêkûpêk kirine, pişt re çawa kirine çavkaniya tevgerên olî, felsefî û zanistî û çawa di warê wêje û huner de jî bi şêweyek saf û hoveber wate dayinê. Dive mirov şaş nemîne ku sumerolojî, bûye beşa dîrokê ya herî girîng û her ku diçe vê girîngiya xwe bêhtir pêş dixe. Cîhderk gelekî girîng e. Heger ku ev cîhderk neyê dahûrandin (tehlîlkirin) dîrok hemû yên bi kêmasî bimînin û şaş bêne nivîsandin. Ji ber vê yekê Sumer pir girîng e lê mixabin ev girîngî niha tê fêhmkirin û encamên bibandor derdikevine holê.

 

Di warê pêşveçûnên dîrokî de, em dikarin rola sumeriyan bi xalên sereke wiha bi rêzînin:

1- Dahênana nivîsê

2- Matematîk û salname

3- Mîtolojî û teolojiya berfireh ya seretayî

4- Saziya dewletê û siyaset, çînîbûn.

5- Zagon (qanûn) û hiqûqa nivîskî

6- Bajarvanî (şaresazî), perestgeh, huner, navendîbûna bazirganiyê

7- Xwedanî (mulkiyet) ya taybetî û ya pevrayî

8- Malbata pîroz û xanedanî

9- Wêjeya nivîskî û destanan, muzîk      

10- Mêhtingehbûna (kolonîbûn) seretayî û emperyalîzm

 

Em dikarin gelek têgîn, sazî û sazûmanan tevlî van xalan bikin. Lêbelê ev çend xalên han jî, nîşan didin ku qurmê şaristaniyê yê sereke û cîhderka wê di vê bingehê de pêkhatiye. Yên ku vê dawiyê lê hatine zêdekirin, bisînor û di babetê çendayinî de ne, beşên bikitekit û çalakiyên pêşvebirinê ne. Gotineke sumeriyan ku bikartînin û jê gelekî hez dikin heye. Dibêjinê "me" yanê zagon, dikarin bibêjin taybêtiyên şaristaniyê jî. Sumerî di ferqa dahênanên ku pêkanîne de ne, "me" yên pîroz bi zagon tên binavkirin û têgînbûnkirin. Heta niha 104 heb ji van hatine hijmartin. Xuya dike ku ev hijmar hê jî yê zêde bibe. 99 navên xwedê ji van têgînên sumeriyan tên.

Di behsa sumeriyan de mijareke din ya sereke ku em bînin zimên, pozberiya îfadeya mîtolojîk ya di navbera sazûmana daykanî (maderşahî) û bavkanî (Pederşahî) de derbas dibe ye. Demên berî "Nînhûrsag" ya ku em dikarin bi navê keybanû ya çiya bi nav bikin, xwedawenda sazûmana herêmên bakur û rojhilat ên çiyayî -bi stêrkê tê temsîlkirin- bû, ev xwedawenda bi "Stêrk" ku navekî kurdî ye tê bi nav kirin, di sazûmana dewleta Sumer ya desthilatiya mêran de dikeve plana duyemîn, herwiha bi koledariyê re jin jî hêza xwe winda dikin û di vê qadê de pozberiyeke mezin dest pêdike. Lêbelê di dewleta Sumer de, hê jinê hemû tiştê xwe winda ne kiriye û hurmeteke mezin dibîne, di sazûmana xwedayan de, nîvî nîvî cîh digire. Nînhursag bi xwedayê mêr "Enkî" yê xasûk û zana re dikeve nava pozberiyeke mezin û bi piranî ev pozberîtî bi lihevhatinê diqede. Vê dawiyê dema ku di bin navê "ënnana" de derdikeve pêşberî me, weke xwedayeke afirînêra neolîtîkê "me" yên xwe yanê dahênanên xwe ji Enkî werdigire û dema ji bajarê Enkî Erîdû vedigere bajarê órûk, xwedî serkeftineke mezin e. Di heman demê de, di mîtolojiya Sumer de jiberku bûye mijara baweriya misoger (quteber), olî bû ye. Hemû lihevdan û pozberiyên ku tên meşandin, diyar e ku liser dewletbûna Sumer, têkoşîna çînî û şerê bajaran yên xanedanî ne. Mirov qet bi hev re pozberîtiyê nakin. Di sazûmana xwedayan de, ev yek nayê ramandin. Lewre benî (evd) encex bibin sî. Yên xwedî viyan (îrade) tenê xweda ne. Liser navê mirovan encex ew lihevdanê bikin û lihev werin. Ev desthilatiyeke bîrdoziyî ya herî balkêş e, binyatê têgîn û saziyên dewletê yên ku sazûmana olî, hiqûqî û siyasî bi navendîbûna xwe temsîl dike de digire. Her çiqas ku vê desthilatiyê hebûna xwe veguherandibe jî, hê jî bi awakî balkêş dide meşandin.

 

 

B- Rola dîrokî ya şaristaniya Sumer û sazîbûna wê

 

Digel ku bişemleke mezin pêvajoya dîrokê dabû destpêkirin jî, sedema ku şaristaniya Sumer di warê dîroka zanist de cîhê xwe yê layiq ne girtiye, keşifbûna wê ya dereng û serdestiya ramana Ewrûpa ya xweperestî ye. Xweperestiya şaristaniya Greko-Romen, di vî warî de roleke mezin dilîze. Her pêngava şaristaniyê, xwedî xwezayiyeke xweperest e ku pêşveçûnan bi xwe re bisînor dike û ji xwe re dike mal. Sumerî jî li hember nirxên serdema neolîtîk, di nava xweperestiyeke wiha de bûn û ji xwe re dikirin mal. Wan afirandina her tiştî, bi sazûmana xwedayan yên ku ew jî afirandibûn ve girêdidan. Di bin van têgîn û sazîbûnên ewqas balkêş de ku heta îro jî hatine, ev sazûmana sumer ya mîtolojîk- teolojîk heye. Vê bandorkirinê em dikarin bi beşên sereke wiha bi rêzînin:

a- Çêkirina civaka biçîn: Ji aliyê zanistiyê ve tê pejirandin ku pêvajoya civakîbûnê, bûyera herî bingeh e ku bi destê mirovan hatiye pêkanîn. Bi tevayî li derî mirovan, pêvajoya peresana (tekamûl)) xwezayî ya di hemû giyandaran de berdewam dike, di civaka mirovan de bi têgîn û viyana xwe bi zanistî tê berdewamkirin. Dema nifşê mirovê Homo Sapîens, qevastina di warê pêvajoya têgihîna bastûra zimên ya îroyîn de, derfetên qevastinê dane çêbûna civaka bi viyan. Komikên mirovan yên di merhaleya civatokên hovik de, di asta (sewiye) komên ajalan yên pêşketî de dijiyan. Dema ku mezinbûna mêjî û bikaranîna amûr û teknîkên jiyanê bi nifşên Homo Sapîens re gihîşte pîleyeke bilind, merhaleya yekemîn a ku bingeha şoreşa civakî, pêk tê. Taybetiya bingehîn ya vê şoreşa civakî, têgihîştina serdestî û qenciya jiyana ku bi hev re bû. Mîna elementên ku pêşî di daringê (made) de çêbûn, di warê civakbûnê de jî, pêşketina dezgehên zexim û payîdar, dabaşa axaftinê ne. Berî dîroka şaristaniyê, dirokeke civakê wiha ku bi hezar salan domkiriye heye.

Şoreşa gund a neolîtîk, di vê pêvajoyê de merhaleya duyemîn ya mezin e. Ev şoreşa ku beriya 12 000 sal pêşketibû, pêngava herî mezin a civakbûnê ye. Bandora vê pêngavê ya liser pêşveçûna mirovan, bi saziyên xwe yên daringî û manewî di hîmê bîrûbaweriyê de berdewam dike. Tiştên ku her tim şaristanî xweyî kirine û hê jî xweyî dikin, bîrûbaweriya jiyana azad a xwezayî ku îro jî daxwaza mirovan ne, bi xwezayê re dostaniyeke zindî, hîmê giyanî ku ji xof tirs û bandora hêza xwedayan dûr, dilînên zexim yên dayiktiyê, daxwaza wekheviya jin û mêr, çandinî û ajalên kedîkirî ku îro jî hilberîn û amûrên wan Ewrûpayê xweyî dikin, bîrdoziya bi van hilberîn û amûran ve girêdayî, raman û bastûra ziman û têgînên wan, keşifkirina madenan û vekirina wan jibo bikaranînê, şoreşa gund a neolîtîk û bi vê ve girêdayî, peşveçûna hîmê civaka gundewarî ya cîwarbûyî ne.

Heger xweza û deştên ku Dîcle û Ferad xweyî dikin û bi van ve girêdayî, amûrên ku ev şaristanî afirandin û sazûmana mezin ya civakî nebûna, ne civaka Sumer ya bi çîn, ne dewleta Sumer û saziyên hîmê bilind û ne jî xeta şaristaniyê pêşketî ya vê dawiyê derdikete holê. Dikarin bibêjin dîrok ne disekinî, hey yê ji derna bipijiqiya û pêş ve biçûya. Ev teoriyek e . Dîroka ku diqewime yê cidî were girtin û evê nêzîkbûna meqbûl a dîroka zanistî be. Jibo nivîsandina dîrokê ya rast û hişmendiya wê ev nêzîkbûna me gelekî girîng e.

Bi gelemperî civakên ji derî Ewrûpa, bi taybetî civakên Rojhilat ku di rolên xwe yên dîrokî bigihîjin, yê ewlebûna bi xwe pêşbêxin û evê derfetê bide wan ku têkevin ser rêya xwe ya rast. Aliyê şaristaniya Rojava yê herî xeter, aliyê wê yê serdestiya bîrdoziyî ye, heta ev serdestî neyê şikandin, pêşketineke azad ya di rêya siyasî û aborî de çênabe û ji sazûmana cîhanê ya bi heqî, parwergirtin mimkûn nabe. Ezê van mijaran di beşên têkildar de bi kûrayî bînim zimên.

Heger ez vê mijarê jî neyînim zimên, yê kêmasiyeke mezin derkeve holê. Di beşên pêşiya me de, yê baş were diyarkirin ku hîmekî bingehîn ji ya şaristaniya Ewrûpa, berî ku takekesîtî (ferdîtî) ya ku fermîtî (resmiyet) daye mafê mirovan yên takekesî, têgîn û hiqûqa wê çêbibe, jibo civakîbûna komek mirovên meymûnî ku bi sed hezar salan ji prîmatan derketin, hewldanên mezin hatine pêkanîn. Esasê wê, hemû pûtperestiya (fetîşîzm) hoveber, giyanwerîtî (anîmîzm), totemî (totemîzm), heyinên gelek xweda û yek xweda, jibo ku nifşê mirovan bi sazûman û civakê ve girêbidin, şer meşandine, di vî warî de hewldanên xwe kem ne kirine. Saziyên mîna daykanî, bavkanî, sêrebendî (efsûnker), şamantî (şamanîzm), rahbîtî, û pêxemberî, jibo ku mirovan ji ajo (dozîn) ya ajalî (heywantî) derînin û wan têxin rêzika civakî û sazûmanê. Jibo vê yekê rêbazên ku hatine hilbijartin, dibe ku biêş, biecêb bin û neyên fêhmkirin. Di serî de ji qurbankirina mirovan bigirin, pêşkêşî û merasimên cur bi cur, mîna parçeyek ji yê pêvajoya perwerdeya hoveber in û hemû jî, jibo hêza civakî derînin holê ye. Divê em ne bêjin civaka hov û em bi borin. Dive bi van rêbazên ku şaristanî derandine holê, hewldanên mirovan yên esîl werin dîtin ku mirovan ji ajaltî derînin û xwezayê têxin xizmeta wan. Ev hewldan nebûna, em jî ne dibûn. Ji mercên xwezayê yên ku bi nebîreweriyê dikarin bibin dojeh, çûyina ber bi cîhaneke wek bihiştê, yê di vê rêya zor û zehmet ya civakbûnê re derbas bibe. Têgîna dojehê ku zoriyên cirnexweş bi bîra mirov tînin, weke têgîneke herî pêşî û bingehîn di hişê mirovan de cîh girtibû, lê têgina bihiştê bûye têgîna berbanga hêvî, pêşeroj û jiyaneke mirovahî.

Bi damezrandina mîtolojî û olên pêkenî re, divê ku çîroka bê mirov çawa bûye mirov, neyê ji bîrkirin. Em bi zagoneke fizîkê mînakê bidin, weke atomên hîdrojenê ku vejena (enerjî) rojê diderînine holê û hev û din digirin dibine atomên helyûmê, jibo ku vejen û teqîna civakî derkeve holê, pêdivî bi bûyera civakîbûnê heye. Heger ku kesayetiyên dayîk, bav, totem, xwedê, sêrebend, rahîb û pêxemberan weke saziyên afirînerên vê pêvajoyê werin fêhmkirin, emê civakîtiyê xweşiktir fêhm bikin. Taybetiya bingehîn a şaristaniya Rojava an jî Ewrûpa, bi şêweyekî giran û pêşêxistina hinek aliyan ji vê pêvajoya çewt (ters), hîmên civakî yên ku ne ligor berjewendiyên xwe dibîne belav dike û di bin navê azadiyê de takekesiyê (ferdîtiyê) radike ji piya. Kes û saziyên dewlemend û kapîtalîst ku ji qeran û dewlemendên di dîrokê de otorîtertir, berhemên vê felsefeya çewt in. Evan ji madenên civakî ku bi mîlyonan sal keda mirovan bûn, erdnîgariya ku lê, seresazî û binesaziyên wê, aliyên wê yên daringî û manewî,

Yên ku ne ligor berjewendiyên wan û karê wan ne bi dilê wan bûn, parçe kirin û xwedanî li yên bi kar kirin. Ev yek mijareke bingehîne ku fîlozofên îro gelekî liser radiwestin bê ev çiqasî ber bi şaristaniyê ye, an jî li derî şaristaniyê ber bi ajaltiyê (heywantiyê) ye. Di vî babetî de pêdiviye ku bi berfirehî liser were rawestandin, bê çiqasî armanca tevgera "sosyalîzm"ê di cîh de ye.

Dema ku em dahênana sumeriyan, çînçînîbûnê û civaka dewleta bi çîn terîf bikin, evê kêmasiyeke mezin be ku em pêşveçûnên civakê dîrokî yên berê, li ber çavan ne girin û bi nirxînin. Teoriyên civaka koledar yên ne berbiçav, zêde ravekar ne bûne, jiberku berbiçaviyên (nêrbaran) Sumer tehlîl nebûne, weke ku çêbûye ne hatiye diyarkirin. Li koledariya Roma û Atîna nihêrîne û di derbarê civaka koledar de, bi gelemperî gîhane hinek encaman. Dibe ku di merhaleya gihîştin û rizîna koledariyê de, ev mînak werin dayin, wê kerhatî be. Lêbelê ku em dîroka şaristaniyê û çêbûna civaka bi çîn, di çavkaniya wê de lê ne vekolînin, herwiha taybetiyên wan yên ku gelekî ji hev cuda bi awayekî rastî çavdêrî nekin, yê mimkûn nebe ku em bigîhin zanyariya dîrokê, heger em bigîhin jî, yê gelek kêmasî û çewtîtî tê de hebin. Sedema ku em liser civaka Sumer bi awayekî girîng radiwestin, têgihîştina rêçika pêşketî ya berbiçav ku dîrokê jê destpêkirî ye. Weke ku zanistiya dîrok û civakê ne gîhaye vêna, ligor min kêmasî û çewtîtiyên wan yên mezin ev in ku tinekirî yê û piroleyê (mubalexe) bi xwe re tîne. Sedemek ji ya parêznameya min, pêdiviya bangewaziya min e ku bi pîvanê dadê nêzîkiyê li rast naskirina dîrokê û civakê bikin. Ji civaka heyînên nijadî derbasbûyina civaka siyasî, bi pêşveçûna saziya koledariyê ve girêdayî ye. Ev jî zemîneke daringî, jibo veguherînên kûr çêdike. Keda koletiyê ku ji berxwarinê (mezaxî) gelekî zêdetir rê li ber berhemdariyê vekiribû, çînekî ku ji bazirgan û hunermendan hatibû holê, pêşveçûyî û bi ser konfederasyonên bavikan (qebîle) ketibûn, bûbûn sedema çîneke rêvebir ya hilbijartî û serdest ku têkiliyên wan bi nijadê re tinebûn. Herwiha şêwegirtina sisê hîmên bingehîn yên civakê ku heta îro berdewam dikin, dest pêkiribû. Lêbelê her çiqas ku bi xetên mîsoger ji hev ne cuda bûn, ji têkiliyên nijadî jî ewqasî ne qut bûn. Ev hemû pêşveçûnên ku di nava hev de çêbûbûn, îfadeyeke ramanî ya çêbûna vê civakê tine. Lêbelê îfadeya wê ya bi mîtolojiyeke tekûz, bûbû karê nivîskar û helbestvanên Sumerî yê bingehîn. Şaristaniyeke din weke ya sumeriyan tine ku koletî bi îfadeyeke mîtolojîk, mîna sazûmana xwedayan nîşan dabe û qet kesekî ji vê rewşê gilî nekiribe. Vê dawiyê, bîrdozger (îdeolog) û rêvebirên civakên bi çîn, ji vê mîtolojiya sumeriyan sud wergirtin û ligor mercên civaka xwe bikaranîn. Mîtolojî û teolojiyên ku vê dawiyê derketin holê jî, teqlîdên mîtolojî û teolojiya Sumeriya ne. Mîtolojiya Sumer, serdestiyeke bîrdoziyî wisa çêkiribû ku qeranên rahîb bi xwe jî, pêdiviyên wê mîna zagonên xwedê didîtin û bi cîh dianîn. Eslê wê tişta ku kiribûn, bi serdestiyeke bîrdoziyî, berjewendiyên xwe bêdawî kiribûn. Ev hunereke civakî û afirênere ku ev mîna sazûmaneke xwedayî hatiye nîşandan, ji vê yekê bawer kirine û bi civakê jî dane bawerkirin.

Ji BZ salên 4000an heta bi BZ 2000an kole di rewşa benî (evd) û sîyê de ye. Di vê sazûmana ku li perestgehê dihate birêvebirin de, ji qeranên rahîb heta bi kedkarên zeviyan, divabû her kes ligor rewşa xwe ya ku bi zagonê hatibû diyarkirin, bilive. Çawa stêrkên li ezmana bê veguherîn, di nava sazûmanekê de diliviyan, divabû sazûmana liser rûyê erdê jî wisa bûna. Di têgihîna vê sazûmanê de, xwedê çawa bi xwaze, hemû dilînên mirovan xwedî wateyeke wisa ne. Qet çênedibû ku ligora xwesteka kesan dilîn hebûna. Dîsa ji ramana xwedayan pê de ti ramanên din tine bûn. Sazûmaneke wisa bû ku ne serê wê û ne dawiya wê hebû, çawa emir kiribûn wisa bû. Ev sazûmana bîrdoziyî ya çîna serdest a mijok ku liser keda koleyan bû, bi rastî jî berhemeke rewşedar (mûhteşem) xuya bû. Dema ku qeranê xweda dimir, jiberku mîna xwedayên nemir dihatin dîtin, bi hemû mehyeta (maiyet) xwe re dihate binerd kirin, jibo ku li cîhana din jî bi hev re bijîn. Di tirba qeranekî de heftsed termên (cendek) ku zêdeyê wan jin û xizmetkar bûn, hatiye dîtin. Evan hemû yên ku bi zindîtî bi qeranê mirî re ketine tirbê û ax bi wan hatiye dakirin. Vê çalakiyê mîna peywirekê dibînin. Nikarîbûn ne tirsa xwe û ne jî êşa xwe bînin zimên. Di tirbên firewnan de jî ev mînak gelekî hatine dîtin.

Bawerî û îbadetên Sumeriyan yên ku mirov dikirine qurban, bi hêza bîrdoziyî ya koledarî ve girêdayî ye. Çînên serdest û mijok, di pêvajoya dîrokê de, li hember aqil û viyana mirovên ku hişyar dibûn, xwe bi vê serdestiya bîrdoziyê nûjen dikirin. Zincîr ne hatiye qetandin û tim hatiye nûjenkirin û qewînkirin. Pergala dewleta Sumer, amûreke vê yekê ya herî saf û bi bawerî bû, lêbelê serdestên vê dawiyê digel ku ji vê yekê bawer nedikirin jî, bi çînên bin xwe didane bawerkirin û serdestiya xwe ya bîrdoziyî berdewam dikirin. Mirovahiyê heta weke îro, her çiqas jibo azadiya raman û viyanê hewl da be jî, şikandina serdestiyê ya li koledariyê bi vê şêweyê pir zor e. Berevajî vê, bi bîrûbawerî, bi giştîkirina saziyên perwerdeyî û bi hewldanên ku vê yekê payîdar bikin, bêhtir tekûz kirine. Bi teknolojiya hemdem, heta bi genên mirovan hikim dikin. Di berbiçaviyên sumeriyan de, bêhtir di warê koletiya perestgehên tevdayî de, pêşdikeve. Lê li Roma û Atîna, koletiya taybet ya serdest e.

b- Di civaka Sumerî de, ji pêşveçûyinên seratayî yeke herî girîg, asta ku cudabûna zayende (cinsiyet) gihayê ye. Hêza serdestiya hilberînê ya di zayina Sumer de û dema neolîtik ya di bin guhê wan de jî, jin e. Çandinî û kedîkirin bi giranî dahênanên jinê ne. Dîsa jiyana cîwarbûyî anku şoreşa gund, jiberku bêhtir bersivê dide jiyana jinê, ji alyê wê ve hatiye damezrandin. Kûzkerî (dîzikkerî), raçandin û hêrtina liban jî, karên ku bi pêşengiya jinan çêbûyî ne. Malbat li dora jinê sift dibe û diyariya nijadê jî, bi jinê dibe. Sazûmana daykanî serdest e. Ev yek îfadeya xwe ya bîrdoziyî, di stêrkan de, di xwedawendên ku bi heyvê têne temsîl kirin û bîrûbaweriyên olî de dide nîşandan. Cudahiyên çînî yên di civaka sumeriyan de ku bi cudahiyên zayendan re pêşdiketin, îfadeya xwe ya bîrdoziyî di mîtolojiyê de didîtin. Xuyakirina cudabûna statuyê ya li vir gelekî hîkarîker e (bibandor e). Giraniya xwedawendan ya di serî de, vê dawiyê kêm dibe. Di dema Babîl de, di destpêkê de, di kesayetiya Tîamat de, derba mirinê dixwe. Lawê piçûk Mardûk, çûyina ber bi yek xwedatiyê û çanda mêrê serdest temsîl dike. Vê dawiyê Hz. Brahîm, vê çandê bingeh digire û dibe kalikê pêxemberên yek xweda. Jina ku demên pêşî, rola wê li perestgehan li qasî ya rahîban bû, li malê dikeve pîleya duyem. Kerxaneya pêşî jî, di bin navê museqettîm de, dahênana sumeriyan ne. Statûya jinê, li qasî pêla şaristaniyê ya duyemîn ne ketiye. Statuûyeke nêzîkî lihevkirinê, di hemû mîtolojiyên Sumeriyan de xwe nîşan dide.

c- Şoreşa bajêr û dewlet-bajar jî, seretayiyeke bingeh e ku sumeriyan pêkaniye. Serdema neolîtîk, bi şoreşa gund û çandiniyê ve girêdayî bû û civaka şareza bi bajarvanîbûn û dewleta wê re temam dibe. Him sazîbûna binesaziya aborî û him sazîbûnên seresazî yên navendiya dewletê, rê li ber rêxistinên civakê yên gelek mezin vedike. Civaka ku gelekî mezin û tevlîhev bûyî, bîrewerî û sazîbûnên nû bi xwe re tîne. Nivîs, wêje,hesab,salname,tendurustî û perwerdeyî saz dibin û dibine pîşeyên nû. Ev hemû pîşe û yên mîna wan, seretayiyên ku sumeriyan derandine holê ne. Di sazîbûnên nû de, digel girêdanên nijadî, saziya civakî ya ku bi taybetiyên pîşe ve girêdayî derdikeve holê. Sazîbûnên civakî, awayê têkiliyên wan ku sumeran pêkanîbûn, heta îro tên, encex di warê wergirî (berfirehî) û kitekit (detay) ve, dewlemend bûne û hebûna xwe didomînin. Heger ku xelekên zincîrê yên pêşî nebin, wateya xeleka dawî tine.

d- Sazîbûnên aborî yên sumeriyan jî, xwedî şensin ku bibin sazîbûnên şaristaniyê yên bingehîn û seretayî. Têkiliyên xwedaniya tevdayî û taybetî, pêşveçûne û bi sazî bûne. Liser axê ev herdu cureyên xwedaniyê (xwedîtiyê) têne nasîn. Pîşe ji axê veqetandine û serbixwe kirine. Weke bazirganî, xiratî, madenvanî, raçandin û kûzkerî, pîşeyên ku di warê aborî de êdî dev ji wan neyê berdan, hîmên civaka sumeriyan ne. Raserî û nûjeniya Sumer, ji hêza van pîşeyan tê. Saziyên zanistî û pêxemberî bi van pîşeyan re ji nêzîk ve têkildar in.

e- Seresaziyên civaka Sumer, hê bêhtir dewlemend in û nûnertiya afirîneriyekê dikin ku heta wê rojê ne hatiye dîtin. Çêbûna saziyên dewletê, beşên burokratîk mîna qerantiyê, komele, leşkerî û şalyarî (wezîrtî), mînakên yekemînin ku ji pêşketinên vê dawiyê re, bûne çavkaniya îlhamê. Nirxên ku ji têgîn û sazî hatine holê, kemilîn (peresîn) û bi hêza xwe gihane heta îro. Di vî babetî de, heger ku em çêbûna çavkaniyê ne bînin û ne nirxînin, dahûrandina dîrokê û ya roja me wê kêm û çewt bimîne.

f- Afiran û sazîbûnên bîrdoziyî, di pêşveçûn û veguherîna hişê mirovan de, xwedî cîhekî herî girîng e. Afiran û şêweyên îbadetê mîtolojîk yên sumeriyan, di xebitîna dezgehên seresazî û binesazî yên civakê de, rola dontêdanê û benzîn dileyîzin. Rêvebirên bijarte yên Sumer, bi taybetî çîna rahîban, di wê zanînê de ne, heta pêşnûmayên (proje) bîrdoziyî ku çerxa demê bizîvirîne ne afirînin û vê bi civakê nedin pejirandin, wê nikaribin civaka bi çîn û dewletê birêve bibin. Civaka neolîtîk, ku têkildarî çandinî û ajaldariya hêsan, rêxistina nijadî ya civaka gund û rêvebiriya wê jî hêsan e, pêdiviyê bi ramana tevlîhev, sazî û rêzikên rêvebiriyê nabîne. Pêdiviya çavkaniya mîtolojiyeke dewlemend, zêde pêş ne ketiye. Ev serdema ku bi perizîna (kult) dayik û kalik ve têkildar, zêdetir bi têgînên totem û heyînên asîmanî tê nîşandan, jibo têbûrîna civaka Sumer û çiqas ku pêdiviya tekûziyê xwe lê pêwîst kir, saziya rahibîtiyê pêşket û bû saziya herî bingehîn.

Pêşnûmayên bîrdoziyî yên Sumer, îro jî mirov di nava şaşwazî û heyrantiyê de dihêle. Teolojî û mîtolojiya ku bingeha wêjeyê, dibine pêşnûmayên ku herî zêde bandor liser bîrdoziyî ya dîroka şaristaniyê kirine. Di bingeha hemû dogmayan de jî, ramana Sumer cîhekî girîng digire. Di vî babetî de, Sumerolojî şaxek ji ya dîrokê ye ku girîngiya wê zêde dibe.

Şêweya ramanê ya dogmatîk, jibo veguherîna diyalektîkê vekiriye û xwedî çavkaniyeke afirîner û dewlemend e.

Hêmanên normên ramana bingehîn, wiha dikarin werin rêzkirin:

1- Ev hîmekî diyalektîkê yê hoveber e. Dijwateya ezman erd, di heman katî de hêmanê nêr û mê temsîl dike. Dibêjin ezman "En" û erd jî "Kî" ye. Enkî di vê yekbûyinê de, bi giraniya xwe di şêweyeke mêranî de ye û di wê bîr û baweriyê de ye ku bi xwedawendê re lihev hatiye. Enkî di rewşa kalikê têgîna bav de ye, bi hemû xwedawendan re dizewice û gelek zayinên bi taybet pêktîne. Zayina herî dawî -di vî derbarê de, destana Babîl ya afirandinê Enûma Elîş gelekî hînker e- bi xwedayê Babîl Marduk re, derba kuştinê li dayîka xwedawend dixin û ji Pantheon a xwedayan Tîamat -ev lijne ye- diderînin. Ji BZ 2000an û pêde, perizîna (kult) xwedawend û bilêvkirina mîtolojîk ya ku wê îfade dike, paşve ket û hate heremoyî kirin. Ev pêşveçûn bi ketina statûya jinê ya civakî ve girêdayî ye. Hêmana mêranî -serdestiya mêr- di hîmê dewlet û civakê de, serdestiya xwe zexim kir. Otorîteya qerantiyê û mîtolojî, ji saziyên dewletê yên jor heta bigihe jêr, mêranî dibe û bi şêweya olê xwedayan baweriyê distîne, herwiha civak, di warê ehlaq û bîrdoziyî de, di vegûherînen mezin re derbas dibe. Qeran yan xweda ne, yan jî raste rast di rewşa nûnerên xwedê de ne. Têkiliya efendî û kole bi şêweyeke pir xweşik wergerandin têkiliya xweda û benî. Veguherîna ramana mîtolojîk ya bi baweriya bingeh, anku ol û bi zagon anku hiqûq, pêşveçûnên dîrokî û yên civakî ku encamên girîng derînin holê ne. Perestgehên Sumer û akademiyên çandê yên bi navê Edduba, saziyên ramanê ne ku otorîteya qeranên rahîb pêşve bibin û bidin meşandin. Di çêkirina mîtolojiyê de, ji aliyekî ve ola di rewşa teolojiyê de, ji aliyê din ve jî, pêşnûmayên di rewşa destanên wêjeyê de, peywirên bingeh yên rahîban, wêjevanan û ramangêra ne. Nîppur a pîroz, Babîla vê dawiyê, bi hezar salan bûne navendên çand, ol û wêjeya van karan.

2- Sîstema ramanê bi sazûmana ezman ve girêdayî ye., Di hereketên stêrk, heyv û rojê de, çawa rêgeh nayê guhertin, zagonên ser rûyê erdê jî, dive ku vê temsîl bikin. Dewlet û qeranê rahîb, liser navê xwedê vê sazûmanê temsîl dikin. Vîyana wan pîroz e û peyvên wan zagon in. Hêzên liser rûyê erdê, her yekî xwedayekî wan heye. Jibo hêzên civakê jî ev wihaye. Ti taybetî, ti alav û ti heyîn ne bê xweda ne. Ev wiha bi şêweya ramana teolojîk ya xwedanî tê bi nav kirin. Vê dawiyê ramana bi vî şêweyî, peresaneke mezin derbasdike, Li Grekîstan felsefe û li Ewrûpa hemdem, dibe destpêka şêweya ramana zanistî. Herçiqas ku di navbera van şêweyên ramanan de, nakokî hebin jî, jiberku ji hev û din zayine, bi awayekî tund bi hev ve girêdayî ne. Heger em têkiliyên di navbera wan de ne deynin holê, emê nikaribin ne dîroka olan, ne felsefê û ne jî dîroka ramana zanistî rave bikin. Ligor dema xwe, şêweya ramana Sumer, pêşketineke mezin pêkaniye. Zagonên xwedê, vê dawiyê bûne zagonên zanistî û derketin hemberî me.

3- Têgînên mîtolojîk yên bingehîn, weke mirovê seretayî, bihişt û dojeh, ji bihiştê qewirandin û tofan, di ramana Sumer de cîhekî girîng digirin. Ev kevneşopiyeke sumeriya ye, zor û zehmetî û nakokiyên ku li xwezayê û di nava civakê de derdiketin holê, bi zimanekî helbestî, mîna destanan digotin. Ligor xwe bûyerên xwezayî û civakî, ku bi têgîn bûn dikirin teorî, weke sîstemekê îfade dibin. Teolojiya xwe disepînine (tedbîq) her bûyer û têkiliyê û her yekî encamekê ji wan derdixin. Vê yekê, rê li ber teqîna raman vekir. Ti tişt ji nêzîkbûn û darizandina vê sîstema ku hatibû damezrandin na filite. Ti tişt ne serberdayî ye. Her tişt bi hev û din ve girêdayî ye. Weke ku em li pêşberî hêmana diyalektîkê ya yekemîn lê bi şêweya ya hoveber in. Çavkaniya utopya û destanên seretayî, Sumer e. Utopya bihiştê, jiyana Adem û Hawa û ji bihiştê qewirandin, lihevdana birayan ya yekem ya Habîl û Qabîl û destana nivîskî ya Gilgamêşê bi kesayetiya nîv xweda û nîv mirov, hatine heta dema me. Di van utopya û destanan de, tişta tê ziman, bêrîkirina wekheviya rojên civaka neolîtîk û têkoşîna li hember zehmetiyên ku ji nakokiyên civakî dihatin. Ravekirin û raman wiha ne. Jibo ravekirina zanistî, hê gelekî zû ye. Aqlê mirov ji serdema zanistî gelekî dûr e. Di şaristaniya Greko-Romen bi xwe de jî, zanistî gelekî bisînor e, felsefe hê ji teolojî û mîtolojiyê rizgar nebûye.

4- Ya ku yekem car sepandinên emperyalîzm û mêtingehiyê bi rêkûpêk kirin jî, şaristaniya Sumer e. Sargonê ku Xanedaniya Akad damezrand, hemû dewlet-bajarên Sumer fetihandin û kirin yek, di heman demê de împeretorê yekemîn e. Sargon dewleta mêhtinkar li dar dixe. Dewlet-bajarên Sumer yên berî wî, tenê jibo parastina xwe û bazirganiyê, hinek qereqolan vedikin, berê xwe nadin fetihandin û mêhtinkariyê. Lêbelê Sargon li şûna qereqolan, mêhtingehên fireh, ji nav bajaran paytextek damezrand û sîstema xwe anî merhaleyeke ku bi şîdetê li hawîr belav bibe. ædî karê emperyalîst û mêhtinkarên piştî wî re hatin, bû sepandin û tekûzkirina vê sîstemê. Kuştina mirovan ya bi şîdeta plankirî, dest danîna liser her tiştên wan, kolekirina wan, mêhtingehkirina cîh û warên wan û girêdana wan ya di bin rêvebiriyê de, merhaleyên herî girîng yên pêşveçûna dîrokî ne. Ev tê vê wateyê ku wê demê, împeretoriya mukemel ya gerdûnî hatibû damezrandin. Di vî babetî de, Sumer ji bilî ku dewleta civaka bi çîn tenê be, şaristaniyeke emperyalîst ya bi gelek heyinên etnîk e.

5- Normên hiqûq yên nivîskî jî, yekem car ji alyê Sumeriyan ve hatine nivîsîn. Sumeriyan rêzikên hiqûq li latan kolane û çikandine, xwastine ku hemû kes van zagonên bingehîn yên revebiriyê fêhm bikin û bisepînin. Zagonên Urnamû û Hamûrabî dêngê xwe heta bi dema me anîne. Ji nirxên bingeha şaristaniyê, mûzîk û helbest jî, dîsa bingeha vê sepandina di dema me de ne. Çespandina (îspatkirin) van mijaran ne zor e. Weke ku awaz, stran û dîlok gihane miqam û amûrên xwe, ev hezaran sal in ku bandorê li pêvajoyên vê dawiyê dike.

6- Mijareke din ya girîng ku pêwîst e were zelalkirin, nijada sumeriyan ne. Xwediyê kîjan taybetiyên etnîkî ne, li hember heyînên etnîkî helwestên wan çawane? Ji bingeha etnîkiya vê şaristaniya ku wiha dexmê xwe li dîrokê dayî, çi bi şûn de maye? Bêşik ev pirs gelekî girîng in û dive ku bi kûrayî werin lêkolînkirin. Du herêmên bingeh ku di dîrokê de rolên mezin lîstine, liser qada herêma Sumer hev û din birîne. Welatê sumeriyan ku li çola Erebistanê û li deştên riste çiyayên Zaxros-Torosan cîh girtibû, çiqas ku şaristaniya xwe pêşdixist, her dayîm hêrîş lê dibûn û dihate dagirkirin. Mîna împaratoriyên Grek û Roma yên demekê, dewlemendiya ku bi şaristaniya Sumer derketibû holê, çav didelandin û dil dibijandin. Lê ew bi xwe jî emperyalîst bû. Hêmena tek (bandor) û bertek (bizav) ku bi giraniya xwe kete jiyanê, hikmê diyalektîkê bi şêweya pêşveçûna dîrokî da meşandin. Çiqas ku di warê şaristaniyê de pêşket, ji başûr û rojava hêrîşên qewm û komên Semîtîk, ji bakur û rojhilat yên Aryen (Bi gotineke din ya Sumeriyan Horrît) pêl bi pêl bi ser wan de dihatin.

Ev nêzîkbûn dikare dawiya sumeriyan rave bike, lê di warê ravekirina çavkaniya wê de derfeteke bisînor dide. Di encama vekolanan de, belge û kûzikên ku derketine holê, nîşan didin ku ji bakur û rojava belav bûne. Amorît yên ku ji başûr û rojhilat hatin, jiberku şivantî tenê kirine, ti belge bi şûn xwe ve ne hiştine. Gengaz e ku (ihtîmale) komên piçûk yên komûnal, yên ji herdu hêlan hatin, BZ di salên 6000an de, niştecîh bûne. Derfetên herêmê yên dayin û hilberînê, di nava pêvajoyeke dirêj de veguherîn çêkirine û cudabûna nijada Sumer derandiye holê. Peyvên ku ji Horrît û Amorîtan ketine nav zimanê Sumeriyan vê yekê bi awayekî vekirî nîşan dide. Lêbelê ev nayê wê wateyê ku Sumer ne qewmekî orîjînal e. Berevajkî weke li gelek deran derketiye holê, çandên cuda ku tevlî hev bûne, di nava sentezeke raser de gihane hev û heyîneke çandî çêkirine, li vir jî mînakeke vê şîweyê ku gelek tekûz, orîjînal derketiye holê.

 

 

C- Di şaristaniya Sumer de encamên payîdar

 

Şaristaniya Sumer jî, bi encam û bi cîhê xwe yê payîdar, di dîrokê de mîna çandên din di veguherînên bibandor re derbasbûye, herwiha xwe di heyinên çandên din de ku ji xwe jî gelek tişt tevlî kirine, dîtiye û di dîrokê de cîhekî bi nirx girtiye. Xanedaniya Akada Sargon ku giraniya semîtîk liser, di dîrokê de mînaka veguharînana yekemîn e. Rewişta (karakter) zimanê fermî û serdestiya çandê bi temamî ya Sumer e. Di bin destihilatiya vê xanedaniya ku BZ salên 2350-2250an hikim kirî de, siftbûn û giraniya zimanê semîtîk xwe nîşan dide. Ji ber vê yekê Gutî yên ji koka Aryen-Horrît, li dij derketin û bi xanedaniya Sumer re yekîtiyê pêktînin, teraze û veguherîneke nû çêdikin. Çanda ëran-Elam giraniya xwe nîşan dide. BZ di salên 2000an de, ji başûr û rojhilat bi siftî dagiriya komên Semîtîk-Amorît pêktê. ædî Xanedaniya ór a Sêyemîn hildiweşe, dema begîtiyên bi giraniya Amorît û dewlet-bajaran vedibe. BZ di salên 1800an de, bi Xanedaniya Amorît Hamûrabî ya navdar, Sumerî hêza xwe ya siyasî bitemamî winda dikin. Zimanê Sumer, êdî bi fermî nayê bikaranîn. Zimanê fermî dibe Akadiya Babîl ku zimanê Asûriyan û Keldaniyan ji koka wî tê. ædî zimanê çandê yê Rojhilata Navîn Babîlî anku zimanê Aramî ye. Vê carê jî, ji bakur bi hêrîşên Kassît, Mîtannî û Hîtîtiyên ku ji koka Aryen-Horrît, di navbera her du çandan de, sala BZ 1600an dîsa teraze tê pêkanîn. Lêbelê dîsa jî, mêjî û zimanê rêvebiriyê Babîl e û Babîlî ye. Hemû çanda Sumer, di parzûnê Babîl re dibore û dema teolojî û wêjeya bi şêweya Babîl, cîhê xwe di dîrokê de digire. Matematîk û astronomiya Babîl hilperînê dike. Li Nînova Xanedaniya Asûr-Amorît a li bakurê Babîl, vê pêvajoyê gavekê bêhtir diqevêze bi pêş de. Pêşengiya Babîl ya bîrdoziyî-çandî û pêşengiya Asûr ya siyasî-leşkerî, temamê Rojhilata Navîn pert û perîşan dike.

Di şaristaniya Sumer de demên Babîl û Asûr, werdigerine Akadî û yekser li temamê Rojhilata Navîn û ne yekser li derdorên cîhanê belav dibe. Ev belavbûn, zêdeyî bi rêbazên şîdeta emperyalîst çêdibe. Aliyên wê yên çandî û bîrdoziyî bisînor in. Sumerî weke zimanekî kevin û pîroz tê fêrbûn, bi wergêrên domdar, xwe bi giranî digihîne tevayê cîhanê. Bi çandên cîgeyî (mehelî) ku hev û din xûnifandin, çiqas ku çû hate veguherandin. Lê ev quteber e ku mînaka herî kevnare (qedîm) Sumer e. Hebûna Sumer ya di warê ziman de, di serê salên zayinê de (mîladî) bi temamî ji holê radibe.

Dema ku em li cîhê şaristaniya Sumer ya di nav dîrokê de binêrin, wê bê pejirandin ku ti şaristaniyan evqasî bi kûrayî, bandor liser mirovatiyê ne kiriye. Ji BZ sala 4000an heta bi

2000an yekser, BZ ji sala 2000an heta bi 500an jî ne yekser, ji aliyê yên bi şûn wan de hatin, mirovatî him hatiyê mêhtin û him jî hatiye xweyî kirin. Seresazî û binesaziyên civakê, sîstema koledarî wisa rûnandine û bi dogmayên wêjeyî wisa pîroz kirine ku ev yek ji aliyê ti îdeolojiyan ve nikare were kirin. Rawestandina liser wateya vê yê gelekî sûdewar (bifeyde) be. Jibo ku şaristanî were dahûrandin (tehlîlkirin), dive ku ev wate derkeve holê.

Heger em bi awayekî berbiçav binirxînin, emê bigîhin van tespîtan:

1- Şaristaniya koledarî ya Sumer, liser nirxên ku gelan di Heyva Berhemdar û di nava

10 000 salan de, bi civaka neolîtîk pêşêxistibûn, bilind bûye. Carina bi bazirganî, carina bi şîdetê, zêdeyî bi qayîlkirina sîstema xwe ya berhemdar, teknolojiya neolîtîk û zanistî ji xwe re kiriye mal, şaxên huner û pîşe saz kirine û jibo hebûna xwe wergerandiye berhemdarî û dewlemendiyeke bêhempa. Mîna serdema me û helwesta emperyalîzma DYA(Dewletên Yekbûyî ya Amerîka) li hember gelan, li hember bilindbûna şaristaniya Sumer ya koledar jî, gelên di nav civaka neolîtîk de û komên etnîk yên din, matmayî mabûn. Emperyalîzma Sumer, bi taybetî di dema Asûr de, gel wisa serû binî hev kirine û ji cîhê wan koçber kirine ku li Rojhilata Navîn û li tevaya cîhanê hê jî bandora wê didomîne. Ji aliyekî ve di erdê de kutan, Li sing dayin, ji aliyê din ve ji hev belav kirin, bûne rêbazên teror û komkujiyê ku di hişê mirovan de hate kolan. Mijokatî û serdestiya di civaka bi çîn de ku liser mirovan bi plan û sîstem hatiye meşandin, bi tekûzbûn hatiye heta îro. Heger di serdema me de jî, ev qirkirina mirovan bi plan û sîstem tê meşandin û bi pêşveçûna teknîkê re ev qirkirin her zêde dibe, ev yek ji pratîka vê şaeristaniyê ya ku weke genekî di hişê civakê de cîh girtiye tê. Çawa genê mirovan digihin hev û dirûvên mînak diderînine holê, genên hişê civakî jî hene, bi nifşên din re çêdibin û bandora xwe didomînin. Ji civakê yên ku serdest û mijok, tim li xwe zêde dikin, yên ku bindest û têne mêhtin tim lawaz dibin û li xwe kêm dikin. Diyalektîka zalimtî û mijokatiyê ger ku neyê damezrandin, rawestandina vê çerxê hê ne mimkûne. Mirovatî atomê perçe dike, lê hê nikare vê çerxê perçe bike. Ji civakê re, him zêdeyî û him kêmayî ne pêdivî ye. Her du nebin, civak çêtir yê bi teraz û bextewar be.

Ev rewş, yekem car û ji ajalan cuda, bi awayekî hişmendî, rê li ber êşa mirovan, zayina rûmetê û dilxwaziya berxwedan û azadiyê vedike. Di erdnîgariya Rojhilata Navîn de, saziya Pêxemberiyê jî, tê vê wateyê. Di vê mînaka pêşî ya rewşedar re xuyadike ku şaristanî, bi dizîna civaka ku wekheviya neolîtîkê û civaka bê şer di hişê xwe de dike xeyalên bihiştê, bi avêtina yên ku mayina derî dîrokê û hiştina wan ya bê dîrok, dest pêdike. Bi nirxên ku ji xwe re dike mal, bi dahênana sazîbûnên dewletê, hemû takekes û civakên etnîk diqurpîne û dibe cinawir.

 2- Dewleta ku li Sumer, wek kurtayiya civaka bi çîn û nasnameya wê derketî holê, birastî jî derasayî (fewqulade) û rewşedar e. Ev amûreke wisa ye, xeyalên ku pêkneyîne tine û aliyê dewletê yê bi giranî wiha tê dîtin. Gotineke gelekî bandorker heye, dibêjin: "An dewlet wê were serî, an qelereşk liser laşê mirî." Zilamê bi dewlet, netewa bi dewlet, ji cem xwedê xwe xwedî her mafî dibînin ku wateya vê gelekî kûr e.

Mînaka Sumer ku datîne holê, bê dewlet vê hêza xwe ji ku digire, jiberku yekem e û teze ye, amûra dahûrandina şaristaniyê ya herî pêkatî dide. Li hember takekesan û li hember komên etnîkî ku bi navê wan tê bangkirin, him jî li hember kesên civakê ku li derî dewletê mayin, bi awayekî derasayî û bê pîvan bi hêz dibe. Ev hêz timî tekûz dibe. Di çêkirina dewletê de, dîtinên rahîbên Sumer yên bi xasûkî, bi hostayî û bîrdoziyî, bîrûbaweriya civakê pêktînin, bi vê bîrûbaweriyê nêrîna wan ya li dewletê, weke sazûmana ezman ya li erdê şêwegirtî, tiştekî nuwaze ye (Hrîkûlade). Armanca mîtolojî û teolojiyê ya sereke, çêbûna civakeke bi çîn ku pîroz û ebedî, weke sazûmana xwezayê serdest bikin. Eslê wê otorîteyên xwedê, xanedaniya qerantiyê ya ku nû bilind dibe ye. Lêbelê ku vê bi rastî bibêjin û bi awayekî vekirî pêşkêşî gel bikin, bawerî pê nayê, damezrandin û domdariya wê jî mimkûn nabe. Pêşî divê ku dewlet di bîrdozî de were damezrandin û bide qezenckirin. Dema ku dayina qezenckirina bîrdoziyî û teknolojiya civaka neolîtîk di sînorê nirxê zêdek (qîmetê zêdek) de bi gihînin hev, dewlet derdikeve holê. Bi peydakirina ya yekemîn, ya duyemîn tê bi destxistin, Dema ku herdukan bikin yek, rê li ber bereketeke mezin vedike.

Perestgeha Sumer cîhderka dewletê ya sereke ye. Weke ku vê dawiyê dibêjin, dewlet ne îfadeya hiş û aqlê mirovê zanistî ye, îfadeya teolojîk û dogmatîk e. Ez dikarim tarîfeke nû bidim: Şaristanî û weke derûna wê (nefsa wê) dewlet, di merhaleya çînçînîbûna hoveber de, bi çênebûna ramana zanistî, îfadeya teolojîk ya têgîna dogmatîk e. Di bingeha wê de ne zanist, dogma ya baweriyê heye. Herwiha di vê wateyê de, amûra herî deredemî dewlet bi xwe ye û şêweyên wê yên klasîk ku bi gel re nabe yek e. Emê di beşên pêş de jî bibînin, heger ku bi sînor be jî, pêngava herî girîng û pêşveçûyî ku Ewrûpa di vî warî de avêtî, kolandina demokrasiyê ya li rewişta (karakter) dewletê ye. Ev jî encex bi berxwedan û têkoşîna gelan, çînan, neteweyan û takekesan pêkhatiye.

Têkiliyeke hişk di navbera dewlet û xwedê, dewleta ku navendîtiya wê gelekî pêşveçûyî û raman û baweriya yek xweda de heye. Çiqas ku hûn navên bihêz bidine xwedê -ev yek taybetiya şaristaniyê ya bingeh e- hûn wî negihêj (dûrîdest) û nefêhmbar (nefesîh) bikin, ewqasî jî hûnê dewleta ku xwe bi maskeyên şaristaniyê veşartî, bi hêz, tirsdêr (çavşikên), nefêhmbar û negihêj bikin. Ev mijar di heman katê de, taybetiyên qerana ne. Perwerdeyiya qeran bi kinayî dayina van taybetiya ye. Ev bikêrî nûnerê xwedê tê û ev jê re pêdivî ye. Berî civaka biçîn, totem nasnameya civaka ku nûnertiya wan dikir bû û weke paşnavê wan bû. Jiberku rêwişta civakê ya mijokatiyê nebû, aliyekî wan ê bizdok jî tinebû, ne xweda jî bûn. Çi wexta ku rêwişta serokên qebîleya (bavik) ya mijokatiyê pêşdikeve, tê dîtin ku totem jî, hin bi hin ber bi pîleya xwedatiyê hildikişe, ji erdê ber bi ezman cîh diguherîne. Ji navên nêzîk, netirsdêr û destlêdayin dûr dikeve, navên dûr, negihêj (dûrîdest) distîne. Di civakê de xiyaneta çînçînîbûnê ya li hember derûna wê, wiha dest pêdike.

Ev wê kêmasiyeke mezin be ku dewlet bi temamî weke amûreke bi diziya neyekser û derewan were halkirin. Derketina wê ya holê, tenê bi van taybitiyan rave nabe. Wesfên civaka bi çîn yên tevlîhev, zêdebûna pêdiviya karbeşiyê û pirsgirêkên ewlekariya hevbeş (hevpar), pêdiviya ahengiyekê (kordînasyon) nîşan dide, liqasî ku çîna serdest ya mijoker, dewletê erênî dike, nîşan dana wê ku xwe devjêbernedan (jêneger) dike, bi van pêdiviyên ku derdikevin holê re girêdayî ye. Nedahûrandina dewletê ya bi rasteqînî jî, ji ber taybetiya van herdu rewişta ye. Rê li ber van şîroveyên dogmatîk yên dualî vekiriye. Di derbareyî dewletê de, şîroveyên çînan yên bi temamî xwedayî û begê pîroz, li dij van şîroveyên şeytanî, bi nalet û reş li hemberî hev in. Di vê rewşê de, dewlet dibe îfadeya nasnameya civakî ku berjewendiyên wan nakokî hev, hinek aliyên civakê ku bi kemayî û zêdeyî tirihîne û nayên dahûrandin. Ji çêbûna wê heta roja îro, di raman û sepanê de, Lebikandina dewletê ya evqasî ne belaş e. Lewre cîhderka wê xwedayî ye. Di têkiliyên zanistî û xwezayê de, niha têkilî ji xwedê qut kiriye. Lê di civakê de vê yekê nikare biserbixe. Lewre dewlet heye. Dera ku dewlet lê hebe, tim xwedê heye.

3- Dema em lêkolînê liser şaristaniya Sumer dikin, dahûrandina bûyereke din xwe dide pêş. Dahûrana (tehlîl) mîtolojiyê û xwedanasî -Bi grekî teolojî, bi erebî îlahiyat- ya ku jê derketî, bi hindikayî li qasî dahûranên Karl Marks yên liser dewlet û dravan girîng e. Teoriya Marks, tevkariyên bi nirx dane zanistiyê. Lê ligor min, nirxandina Marks ku hêza îdeolojîk ya di koka dewletê de, bi awayekî sivik digire, kêmasiya teoriya wî û aliyê wê yê herî xeter e. Weke ku ewqasî sivik û hêsan e ku dibêje "ol efyona civakê ye" sedemeke bingehîn ji ya biserneketina wî ye. Ligor min, li qasî dahûrana "drav" û "dewletê" pêdiviya dahûrana "xwedanasiyê" jî heye. Rastiya Sumer vê yekê bi awayekî hîkarîker nîşan dide. Jibo vekirina şaristaniya Sumer, divê ku hûn xwedanasiya (teolojî) wê dahûrînin. Xwedanasî, zanistiya Sumer ya têkoşînên çînî ye. Heta ku bi têgîn û teoriyên wê, hûn sîketina civakî ya xwedanasiyê ne dahûrînin, hûn bîrdoziya Sumer û herwiha pê ve girêdayî, cîhana kevnare nikarin vekin. Hûn nikarên olên yek xweda vekin, hûn nikarin hişmendî û hîmê wêjeya civakên serdema navîn, serdema klasîk û yên îroyîn vekin. Di hişmendiya hemû civakan de, şanenava xwedanasiyê heye. Heta ku ev şanenav deşîfre nebe û neyê xiritandin, hûn nikarin civakeke erênî liser bingeha zanistî damezrînin. Kêmayî û xeletiya "reel sosyalîzmê" ya herî mezin, dest neavêtiya aliyê civakê yê dîrokî, bîrdoziyî û dewlet bi awayekî yekalî dahûrandiye. Çawa tenê bi dahûrandina drav û sermiyan rasteqîniya civakî nayê ravekirin, berevajkî yê têkeve dawa îdealîzma ku tim rexne dike. Layî "reel sosyalîzma" ku ji xwe re kete dawa sermiyaniyê. Ji ber van sedemên ku em rave dikin, ramana Marksîst ya bi kêmayî, bivênevê yê bikeve wê rewşê.

Li qasî ku hêza şêweya xwedanasî ya bîrdoziyê, ji ya dravan ne hindiktire, ji hêza dewletê jî ne hindiktire. Hersê jî tevlî hev in û ketina nava hev û din. Dibe ku di dîrokê de, ti sêbareyên mîna van ne ketibine nava hev û hêzeke wiha ne derandibine holê. Ev hinekî jî dişibe têkiliya "bav, giyana pîroz û law" Ne tenê dişibe, şêweya çêbûna wan yek e. Yek ji wan çiqas ku diçe daringî dibe û yê din manewî dibe. Ev sêbare di Sumer de, bi hev ve girêdayî ne. Ji van sêbareyan, ji yekê hêza cîhanê û ji ya din hêza axretê derdikeve. Ew sumeriyên ku em dibêjin hoveber in, baweriyê bi vê yaweyê (sefseteyê) nayînin, xweş dizanin ku wan dahênandine û xweş fêhm dikin bê bi kêrî çi jî tên. Ev tiştekî xerîb e ku yê herî olperest û bawerhişk, zanistî û zanyarên dema me ne. Çawa mirovê Sumer ji zanistiya îroyin dûr e, mirovê îroyin ya bi zanistî jî, ji xwedanasiya Sumer ewqasî dûr e. Li vir bawerhişkî îzafî ye (rolatîv). Rasteqînî li herdu aliya ye. Ji lêgerînê, dîtinê û bi cîhkirinê pêde, ti rêyên din tine ne. Çawa lawik bê dayîk neyê terîfkirin, zanistî jî bê xwedanasî nayê terîfkirin.

Livir bangewazî jibo xwedanasiyê nîne. Zanistiya ku pêşî li qurbanê sazûmanên dogmatîk yên bi mîlyonan ne girtî û ji vê yekê berpirsiyar, jiberku dahûrandina xwedanasî, herwiha dahûrandina dewlet û şaristaniyê bi hev re nekiriye, ketiye rewşa sêrebendê ku bibe qurbanê sêra xwe. Bîrdozgerên civaka hemdem ku xwe zanyar berdidin, encex sêbareya xwedanasî-dewlet-dirav ku ketina nav hev, bi şêweyeke teraz dahûrînin û ligor vê yekê pêşnûmayên civakê pêkbînin, êdî dibe ku bigihîjin armancê û xwe ji bandora sêrên rûxîner (wêranker) rizgar bikin. Ev mijarên ku ezê li pêş bi berfirehî liser rawestim, bi min gelekî girîng in.

4- Dema em civaka Sumer ya bi çîn û dîroka şaristaniyê ku derandî holê, di çavkaniya wê de binirxînin, mijara din ya girîng, wê bandora wê ya liser têkiliyên di navbera zanistî, felsefê, ol û mîtolojiyê de be. ëdîayek dibêje, "zanistî û felsefe bi şaristaniyê re pêşveçû" raya din berevajî vê yekê îdîa dike. Pejirandineke giştî dide nîşandan ku nûvedanên (îcad) BZ di navbera 6000 û 4000 salan de, -çanda Tel Khalaf a civaka neolîtîk- encex bi nûvedan û teknolojiyên PZ (Piştî Zayinê) yên sedsala 16an re werin hevberkirin (qiyas). Ev yek rast nayê dîtin ku civaka bi çîn, mîna çavkaniya nûvedan û teknolojiyê were nirxandin. Digel vê yekê, di mînaka Sumer de tê çespandin ku serdestiya dewletê ya bîrdoziyî, roleke kevneperst lîstiye, lêbelê nûvedan û teknîka herî mezin, berî civaka biçîn derketiye holê. Zanîna veser (îlawe) û nûvedanên teknîk yên Sumer bisînor in. Tişta ku herî zêde pêkaniye, gemerdanîkirina (yekdest) dewlemendiyên teknîk û zanîna civakê û avakirina serdestiyeke bîrdoziyî ya liser e. Zanîn, ne mîna berhema teknîkê, ked û pratîka mirov, mîna litûfeke -qencî- xwedê ku dide mirovên xêzmetkarê xwe, tê îdealîze kirin. Şewşandineke (berevajî) di dîrokê de ya herî mezin ev e. Di damezrandina dewletê de û di serdestkirina rewişta şaristaniya biçîn de, rola herî mezin ya rahîbên Sumer ku di dîroka civaka biçîn de pêkanîne, hêza sawîn a bîrdoziyî ye. Heger ku ev şewşandin, bi pêwana mîtolojî û ola Sumer wernegerandibana sawîna bi vê şêweyê û serdestiya bîrdoziyî, bi pratîka hilberîna azad ya mirov, zanistî, teknîk û felsefe, dê karîba biba xwedî derfeta pêşveçûnên zûtir û bilez.

Mînaka seretayî ya Sumer a dîrokî, ji ber vê yekê gelekî girîng e: Dema ku asta azadiyê ya di têkiliyên civakê de di warê zanîn, teknîk û afirandina felsefî de bikêrhatî dibûn, bi pêşveçûna pêkutî (çewsan) û xapandina bîrdoziyî, di warê zanistî û felsefê de anku di derbarî xwezayê de, agahdarbûna rasteqînî û asta şirovekirina giştî paş diket. Di civaka biçîn de, qutbûna beşekê ji hilberînê bi temamî û beşa din ya mezin ku mîna parçeyê makîneyekê hete kolekirin, dibe çavkaniya hemû dogmayên bîrdoziyî. Rola serdest ya çîna rahîban, di pêvajoya dîroka şaristaniyê de, ev e. Bihişt û dojeha sexte û têgihîna xwedayê ku ceza dide, pêşkêşî mirovê ku kiribûn nava êş û azarê dikirin, Ew bi xwe û yên ku bi wan ve girêdayî û hêzên berjewendî yên rêvebiriyê, bêkar û bêxebat dikirin xwediyê hebûnên bêhempa. Jibo vê yekê jî, tim û dayîm amûrên hişî (bîrî-zîhnî) yên serdestî anku ol û mîtolojî pêştêxistin. Di serî de navendên hilberînê perestgeh bûn, lê vê dawiyê ev rol, bi rewşenbîr û nivîskaran re, kete ser akademiyên pêşveçûyî. Bi taybetî di şaristaniya Greko-Romen de, sazûmana Akademî ya feylesofan derdikeve pêş. Li Sumer, li navenda çandê Nîppûr, yekem car akademiya wêjeyê Eddûba, mîna pêşenumûneyekê derdikeve holê. Ev pêşveçûn, di dîroka mirovatiyê de, weke zanîngeha yekemîn cîhê xwe digire.

Di vê nirxandinê de, divê em wiha ne bînin ku "ol bi çîna serdest re, an jî dewletê re wekhev e (yeksan e)". Bêşik gelek têgihînên olên hoveber, serdestî têgihîna xwezayê ya serdestî civaka wê demê bûn. Bi taybetî, têgihînên totem yê bavikan (qebîle) têgihînên ol yên bavkanî û daykanî bingeh digirin. Baweriya giyanetiyeke giştî, zemîneke civakî ji sêrebendiyê re çêdike, ji têgihîna xwezaya zanistî gelekî dûr dimînin. Lêbelê çiqas ku civaka biçîn pêşveçû û pozberiya (lihevxistin) berjewendî zêdebû, dabeşbûna di ol û mîtolojiyê de jî, di leha sazûmana serdest û mijok de zêdebû, çîna rahîb ya nû, têgihînên olê kevin bi taybetî sêrebendiyê hermonoyî dikin û guneh nîşan didin. Lêbelê mîzgîniyê dide ku çalakiya wan, bi xêr û pîroz e. Di bingeha pozberiya xwedê û şeytên de, dabeşbûna cicakê ya bi vî rengî heye. Mîtolojiyên Sumer, vêna bi awayekî vekirî li ber çavan radixin. Xapandin jibo wê demê qutebir e (mîsoger), Lê ku em li dema îro dinêrin, diyar e ku bi rewişta çînî ye. Bi taybetî qewirandina Adem û Hawa ya ji bihiştê, îfadeya bingeha mîtolojîk ya destpêka cudabûna çînî ye û rawekirina wê ya mîtolojîk hîkarîker û helbestî ye. Ez pêdivî nabînim ku li vir binivîsim. Pozberiya Habîl û Qabîl, lihevdana yên ku bi çandinî û şivantiyê dilebikîn, nîşan dide.

Lawaziya statûya jinê, bi şêweya xwedawenda ku di civata xwedayan de, cîh û girîngiya xwe winda dike, bi raweyeke helbestî û mîtolojîk tê ziman. Di ola yekxweda de ku pêngavekê li pêşya vê ye, him bi îfadeya mîtolojîk û sawandin, him jî jin di civakê de di rewşa koletiyê de ye. Jin mişemir dibe û dev û zimanê xwe digire. Ji serdema xwedawendan tiştek ne maye. Jinê jiberku di rabirduya xwe de, Adem kiriye nava guneh, kirine tîpeke tawanbar û gunehkar û ji vê yekê berpirsiyar. Li vir di leha mêr de, serdestiyeke hîkarîker derdikeve holê, bi pêwana mîtolojî û ol vê serdestiyê meşrû dikin. Serdema serdestiya mêr, di her astî de tê mezin kirin û vê serdemê dikin nûnerê pîroz yê ol. Dîroka pêşvebirina koletiya cinsî ya bi sexelî, dabaşa xeberdanê ye. Dema em li mîtolojiya Sumer dinêrin, zanayê mezin û xasûk, bav "Enkî", vêna bi mantiqê lihevkirinê pêşvedibe, bi derketina Babîl re, xwedayê Babîl Mardûk, di kesayetiya Tîamat de, derba kuştinê li dayka xwedawend dide. Destana Babîl ya afirînê "Enûma Elîş" bi du alibûna xwe gelekî girîng e. Rewişta qerantiyê ya teqez (mutleq) diyar bûye û ev, di zagonên Hamûrabî de, bi girîngiyeke dîrokî û nivîskî ne. Ji alyê din ve, di mîtolojiya Sumer de, zagonên ol ku kesek nikare li dij derkeve, rêzikên xwe danîne holê. Ev di warê koletiya çînî û cinsî de merhaleyeke gelekî mezin temsîl dike û rê li ber sazîbûna wê vedike. Pêşî ji otorîteya teqez (mutleq) re vebûbû û bi şêweyeke mîna xwedê bû. Jin kirin koleyên taybet û kerxaneyan, ev yek kûrtir kirin û bi sazîbûn û zagonan payîdar kirin.

Dema olên pirxweda û pirxwedawend paş dikeve, di erdnîgarî û çanda Rojhilata Navîn de, rê li ber dîroka olên yekxweda ku bi kalîtiya Hz. Brahîm Xelîl sembolîze dikin, vedibe.

Piştî van nirxandinan, ez dixwazim bidim zanîn ku rola sumeriyan bi temamî ne neyînî ye, heger ku ne bi zanistî be jî, îfadeyeke sembolîk e ku rewişta bi zagon ya pêşveçûna bûyerên xwezayê nîşan dide. Çawa ez fikra xwedê mîna pûtkirineke totemîk ya hêsan nabînim û wiha nanirxînim, ez di wê baweriyê de me ku fikra xwedê ya ku mezin û asîmanî dibe û çiqa diçe dibe yek, îfadeya sazûmana gerdûnî ye, divê were nirxandin ku merhaleyke teoriya îzafetê ya pêş ya hoveber e ku ne zanistî ye, sembolîk e. Divê bi girîngî bînim zimên ku esasê wê, têkiliyên çînî yên rola serdest îfade dike. ëfadeya zanistî ya civak û cîhana hêzên xwezayî ku civak jî perçek jê ye, timî di nava pêşveçûnê de ye. Şaristaniya Sumer, ev ligor berjewendiyên çîna serdest bi pêşvebirina mîtolojî û ji wê kevneprestir rêzikên olî yên bi hikmê mîsoger (qutebir) û di xeta dewletê ya fermî re dide meşandin, her çiqas ku cîgeh (meqam) yên fermî van di bin navên "şeytan", "sêrebend" û "sîmyavan" de tawanbar bikin jî, di warê pêşveçûnên felsefê û zanînên zanistî de, rola wanên ku hatine hermono kirin û berjewendiyên wan berevajkî hev, mezin e. Jibo dahûrandina şaristaniyê ya rasteqînî, ev yek gelekî girîng e ku pêşveçûnên herdu aliyên civakê yên mîtolojîk, olî, felsefî, û zanistî, bi aliyên wan ên pêşverû û kevneperestî û bi rewişta wan ya pozberîtî li ber çavan bigirin û bi nirxînin. </